|
|
#1 (permalink) | ||||||
![]() Navê Nalî yê rastî Xidir e. Nalî navê wî yê nivîskariyê ye. Kurê Ehmed Şaweys e, ji eşîra Mikayilan e. Di sala 1798a da li gundê Xaluxol hatiye dinyayê. Nalî, ji ber xwendina xwe ya medresê li gelek bajarên cuda maye, wek; Sinnê (Senendaj), Sabilax, Helebce, Silêmaniye. Di sala 1830 da çû hec, di vegerê da hate Şamê û li wir çend salan ma û dû ra çû Îstenbolê. Wî li Îstenbolê gelek rewşenbîr û alimên kurd naskir û bi wan re dan û standin kir. Di heyamê Nalî da, li başûrê Kurdistanê mîrîtiya kurdan ya bi navê Mîrîtîya Erdelanê desthilatdar bû. Ji hin helbestên Nalî dîyar dibe ku pêwendiyên wî û mîrê Erdelanê Sulêman Paşa (1938 mirîye) û kurê wî Ehmed Paşa hebûye. Ehmed Paşa mîrê Baban yê here paşîn bû (1846 mirîye). Dema Nalî li Şamê dima, di sla 1937a da, mîrîtiya Baban ji alî dewleta Osmanî ve hat belavkirin. Li servê yekê Nalî gelekî xemgîn dibe. Wî evîn û hesreta welat di gelek helbestên xwe da aniye ziman. Şi`reke wî ya gelekî bi nav û deng heye ku wî ji Şamê ji helbestvanekî dewra xwe Salim re şandiye û tê da dinivîse: "Qurbanî tûzî rêgetim ey badî xoş mirûr Ey peykî şareza bi hemû şarî Şarezûr" Salim jî di helbestekî da bersiva wî dide û behs dike çawa tirk ketine Kurdistanê (hêla Sulêmaniyê) û zulmê dikin. Li cîyekî weha dibêje: "Lew sayewe ke hakimî Baban be der kiran Ney dîwa kes le çehreyî kes cewherî huner" Nalî, bilî zimanê kurdî, zimanê erebî, tirkî û farisî jî baş zanibûye. Dîwaneke Nalî heye ku heta niha gelek caran hatiye çapkirin. |
|||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Konferansa Parastina Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî pêk hat | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 3 | 30-06-2007 09:54 AM |
| Rewşa romana kurdî | sokrates | Çandi Gişti | 7 | 02-06-2007 09:57 AM |
| Kurdî Hem Hunere Hem Jî Şekire… | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 6 | 09-05-2007 08:09 PM |
| EDEBİYAT'a KLASİK A KURDİ...!!! | PCkopat | Çandi Gişti | 6 | 05-12-2006 12:41 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.