|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
![]() Çend nimûne ji çarînên Hemedanî (Bi adaptasîyona Kurmancî ya ku ji alî Beşîr Botanî ve hatîye kirin) Lûrî Me ger şîr û piling î, ey dil, ey dil Be mu dayim be ceng î, ey dil, ey dil Eger destem resed xûnet birîcem Biwînem ta çi reng î, ey dil, ey dil Kurmancî Me ger şêr û piling î, ey dil, ey dil D’ gel min her dem li ceng î, ey dil, eydil Eger dest im giha xûna te d’rêjim Bibînim ka çi reng î, ey dil, ey dil Lûrî Dilem zar û hezîn e, çun nê nalem? Wicûdem ateşîn e, çun nê nalem? Be mû waçen kî çun û çend nalî? Çu mergem der kemîn e, çun nê nalem? Kurmancî Dil im jar û xemgîn çawan ne nalim? Hebûn im agirîn çawan ne nalim? Dibêjne min çawan û çend dinalî? Ku merg im di kemîn çawan ne nalim? Lûrî Dilî şad ez dilî zareş xeber nî Selametrû zi bîmareş xeber nî Ne teqsîrî te în resmî qedîm e Kî azad ez giriftareş xeber nî Kurmancî Dilê şad ageh ji dilê jar nîne Kesê xoşrewş ageh ji bîmar nîne Ne b’nasê te ev wêneyeke kevn e Ku azad ji dîlî agehdar nîne Lûrî Be şû mehwî ruxî mehpare hestem Be roz ez derd û xem bîçare hestem Tu darî der mekanî xud qerarî Mûyem kî der cîhan aware hestem Kurmancî Bi şev miriyê ruyê mehpare me Bi roj ji derd û xeman bêçare me Li şûn û cihê xwe te biryar heye Ez im ku di cîhanê aware me Lûrî Dilî mû xeyrî te dilber nê gîre Be cayî cewherî cewher nê gîre Dilî mû sûte û mîhrî te azer Bî nasûte azer der nê gîre Kurmancî Dilê mi’ j’ bilî te dilber na gire Li cihê gewherê gewher na gire Dil sotemenî û evîna te agir Bê sotemenî agir her na gire Lûrî Bî te gulşen çu zîndan e be çeşmem Gulistan azeristan e be çeşmem Bî te aram û umr û zîndeganî Hemu xwabî perîşan e be çeşmem Kurmancî Bê te gulşen wek zîndan e li nik min Gulistan agiristan e li nik min Bê te aram û jî û jiyana min lê Hemu xewa perîşan e li nik min Lûrî Gulistan cayî tu ey nazenînem Mû der gulxen be xakister nişînem Çi der gulşen, çi der gulxen, çi sehra Çu dîde wa kerem ciz te nê wînem Kurmancî Gulistan cihê te ey nazenîn im Ez di gulxen û xwelî de dirûnim Çi di gulşen, çi di gulxen, çi sehra Ku çavan vedikim her te dibînim Lûrî Xûş an saet kî dîdarî tu wînem Kemendî enberîn tarî tu wînem Nê wîne xuremî her giz dilî mû Me ger an dem kî ruxsarî tu wînem Kurmancî Xoş ew saet ku dîdara te b’bînim Kemendê enberîn tara te b’bînim Na bîne şadiyê her giz dilê min Me ger ew dem ku ruxsara te b’bînim Lûrî Bure, Bure kî cananem tu yî tu Bure, Bure kî sultanem tu yî tu Te xud zanî kî xeyr ez tu ne zanem Bure, Bure kî îmanem tu yî tu Kurmancî Were, were ku canan im tu yî tu Were, were ku sultan im tu yî tu Te b’ xwe zanî ku j’ bilî te ni zanim Were, were ku îman im tu yî tu Lûrî Bure rozî kî dîdarî te wînem Gul û sumbul be dîdarî te çînem Bure bunşîn berem salan û mahan Kî ta sîret biwînem nazenînem Kurmancî Were rojek dîdara te bibînim Gul û sumbul bi dîdara te çînim Were rûnin nik min salan û mehan Da ku têr te bibînim nazenîn im Lûrî Behar amed be sehra û der û deşt Cewanî hem beharî bud û biguzeşt Serî qebrî cewanan lale rûye Demî kî mehweşan ayen be gulgeşt Kurmancî Bihar hat, hat ji bo çolê û der û deşt Biharek bû, ciwanî hat, biguzeşt Serê gora ciwanan lale zîl dide Her li dema ku zerî têne gulgeşt Klasik Kürt Edebiyatı’nın en önemli ve en ünlü ismi olanBaba Tahîrê Hamedanî, 935 yılında Doğu Kürdistan’ın Hamedan şehrinde dünyaya geldi. 1019 yılında ölen ve Baba Tahirê Uryan olarak da tanınan şair, Kürtçe’nin Lorî lehçesiyle şiirler yazdı. Yazılı şiirin öncülerinden biri olarak da kabul edilen Baba Tahîr’in gerçek hayatıyla ilgili gerçek bilgilerden çok onun hakkında kaynaklarda sadece söylencelere rastlanıyor. Sokaklarda çırılçıplak gezdiği ve bu yüzden ‘üryan’ lakabını taşıdığı, kendisine ‘meczup’ dendiği ve günlerce aç dolaştığı anlatılsa da bu söylencelerde, bugün onun 1123′te ölen Ömer Hayyam’dan yüzyıl önce, 1273′te ölen Mevlana Celâleddin Rumî’den iki yüz elli yıl önce çok büyük bir dörtlük ustası olduğunu biliyoruz. Felsefi görüşü, imgeleri ve sınırsız doğa algısı ile kendisinden sonra gelen Ömer Hayyam, Yunus Emre, Mevlana Celaleddinî Rumî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî ve Ehmedê Xanî gibi birçok şairi etkiledi. 1880 yılında Edvard Fitzgerald adlı oryantalistin bir araya topladığı 260 dörtlük Baba Tahîr Divanı adıyla, önce Tahran’da ardından İstanbul’da yayımlandı. ÇARîN Dilê şad agah ji dilê jar nîne Kesê xweşrewş agah ji bîmar nîne Ne b’nasê te ev wêneyekî kevn e Ku azad ji dîlî agahdar nîne. Gulîstan cihê te ey nazenînim Ez di gulxen û xwelî de dirûnim Çi di gulşen çi di gulxen çi sehra Ku çavan vedikim her te dibînim Bela wek remzekê ji bejna te ye Mecnûnî qismek ji sewda te ye Gumana min ev e ku xaliqê te Veşartî î di temaşa te de ye Dilêm ji derdê te herdem xemîn e Balîfêm kevir, doşekem zemîn e Sûcêm ev e ku min ji te hez kirye Ma her ê j’te hez dike dilbixwîn e Alemê de kes nebe wek min, amîn Wek min kes nebe di ev dîn û ayîn Her ê ku bi halê min bawer nîn e Weke min be, weke min be, weke min Her ew ku aşiq e ji can natirse Aşiq ji zencîr û zîndan natirse Dilê aşiq weke gurê birçî ye Ku ew ji heyheya şivan natirse Ku dil dilber be, lexwe dilber kî ye Eger dilber dil be, navê dil çi ye Ez dil û dilber tevlihev dibînim Nizanim ku dil kî ye dilber kî ye Biçim ez ji vê alemê bider çim Biçim ji Çîn û Maçînê dûrtir çim Ez ê j’dildar re peyamkê bişînim Ku ger dûrî xweş e ez ê dûrtir çim Eger destêm bighê çerxa felekê Ezê gelek tiştan bipirsim ji wê: “Te bi yekî dayiye sed nîmet Bi yê din jî nanê ceh tevî xwînê” Îlahî biçim cem kê biçim cem kê Ez ku bê dest û pa me biçim cem kê Hemû min biqewrînin tême cem te Ku ji te biqewirim biçim cem kê 935-1019 yılları arasında yaşayan Klasik Kürt Edebiyatı’nın öncülerinden Baba Tahir, dörtlükleriyle birçok şairin üzerinde de etkili olmuş bir isimdi. ![]() Bu mesaj en son " 27-07-2008 " tarihinde saat 04:03 PM itibariyle Mirza tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Baba Tahirê Uryan an jî Hemedanî di dawîya sedsala 10an de jiyaye.Berhemêkî wî ye bi navê DUBEYTÎ heye.Ev berhem bi zaravaya Kurdî ya Lorî hatiye nivîsandin.
Farsan Baba Tahirê Uryan wekî destpêka wêjeya Îranî dixwazin nîşan bidin.Li gorî angaşta wan Lorî ne lehçeyekî Kurdîye,lehçeyekî Farsîye.Di rojameya îro de ev ozan di nav gelê Kurd de bi hormeteke mezin tê bî anîn.1(*).
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
Bela Wek Remzekê Ji Bejna Te Ye
Bela wek remzekê ji bejna te ye Mecnûnî qismek ji sewdaya te ye Gumana min ev e ku xaliqê te Veşartî di temaşaya te de ye Baba Tahirê Uryan
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
Delal
Ku dil dîlber be lê xwe dîlber kî ye Eger dîlber dil be, lê navê dil çî ye Ez dil û dîlber tev lî hev dibînim Nizanim ku dil kî û dîlber kî ye Delal herdu çavê min qesrên te ne Nav herdu çavê min çîhê pîyên te ne Ditirsim tu bi xafil gav biavêjî Û bi mijangên min biêşin pîyên te Helbest : Baba Tahirê Uryan
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | |||||||||||
|
Kerîm lawo çeqilmast
Kerîm lawo çeqilmast Min meyan û nebû mast Kuçikê mexmer alast Bû koçerkê bi rast Kerîm lawo çeqilmast Ez çûme Şam û Heleb Anin sê bizinê celeb Yekê kor û yekê pîr A dinê bizina tiştîr Bûm hemberê mala mîr Helbest: Baba Tahirê Uryan
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Konferansa Parastina Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî pêk hat | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 3 | 30-06-2007 09:54 AM |
| Rewşa romana kurdî | sokrates | Çandi Gişti | 7 | 02-06-2007 09:57 AM |
| Kurdî Hem Hunere Hem Jî Şekire… | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 6 | 09-05-2007 08:09 PM |
| EDEBİYAT'a KLASİK A KURDİ...!!! | PCkopat | Çandi Gişti | 6 | 05-12-2006 12:41 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.