|
|||||||
| Kayıt Ol | SSS | Konuları Okundu İşaretle |
|
|
#9 (permalink) | |||||||||||
|
Dubeytî - BABA TAHIRÊ URYAN
Xema eflqa te j'zayînê b'min re ye Ez wê ne ji mamostekî hîn bûme Ez dilflad im ji hemû van xemê te Dilêm bi xerabûnê ava bûye Heta ku tê bîra min hemû umr de Bi nalîn û fîxan im ji hicra te Rojeke fladiyê nayê bîra min Her û her nefladî bîra min de ye Ji xeynî te dîger yara min nîn e Bi exyar re serûkarê min nîn e Hemû îhtiyacê min li cem te ne Li ti dikana din îflê min nîn e Were ey ruwêt bax û bihara min Xeyala te flevan de arama min Xwedê zane ku di dunya fanî de Ji xeynî eflqa te nîn e karê min Ji bextê bedêm hezar endîfle ne Qedehê de hertim jehra xem heye Ji bextê bed û gerîna felekê Min her fîhan û ax û zarî hene Ji eflqa te ez agir de dinalim Nav agir de sotîne dil û canim Seyê te ger pêl çavê min bikê Ez ê b'mûjganan rê l'ber paqij bikim Were were ez çavê te bibînim Gul û simbil ji çavê te biçinim Tu her flewxa min bûyî sal û mehan Nebû ku ez bi te re rokê rûnim Îlahî agirê eflqê li can xe Alavê agirêm li hestiyan xe Wek mûmkê min bisîtîne bi eflqê Wekperwanê mih li agirê can xe Bê te gulflen çavê min de kulxan e Bi te kulxan çavê min de gulflen e Gulam tu, gulgûnam tu, gulflenam tu Ku bi te mirî ji tirbê radibe Ku tê bîra min mazî û roja bê Histêr ji çavêm bi xwe diherikê Ez ji wê ditirsim li vê dewranê Ku umrê min xerîbiyê de biçê Xwefl e ew seet ku yar ji derî bê fieva hicran û roja xem biqedê Ez ji dil derxînim cinê xwe b'sed flewq Û bêjim “canan dê l'cihê te rûnê” . Ku serî datînim ser balgih bê te Hestiyê min weku neyê dinale Ji hicran di dewsa histêrê çavan Ji mûjgan çirûskê agir dibare Eman ji stêrka perîflana min Fîxan ji vî bextê malwêranê min Felek dest ji vê kîna xwe bernade Xwîn diherike j'dilê xemdarê min Ezîzan mewsîma cofl bihar e Çemen sebz e û sehra halezar e Vê mewsîmê demek firset xenîmet Ku dunyaya rezîl, bê î'tîbar e Xemêm bêhed û derdêm bêjimar e Nîn e çare û derman ji derda re Îlahî, flîretvanê min nizane Ku feryadê dilêm bêîxtiyar e Serê serkêflê min re aram nîn e Dilê xwînînê min re derman nîn e Min dilê xwe daye bi yeke kafir Ku wê bi ti dînî qe îman nîn e Îlahî sotina eflq sotîtir ke Dilê flerhe ji derdan flerhetir ke Ji vê xemê eger demkê xelas bim Bi canê min sed hezar zêdetir ke Serêm balîf, tenêm re dofleg nîn e Jibil xema te min ti tifltî nîn e Kesê bê te serî deynê ser balîf Îlahî serî ji balîf hilneyne Ji her sotîdilekî nalîn nayê Li her cihî gul û lale flîn nayê Nesotîdil çi zanê halê sotî . Ji gepên roniyêt alem ronî ye Dilê alem jieflqa te xwînî ye Halê felekê hertim weha bûye Ku her tiflt çav bi hêla roniyê ye Xema eflqa te j'gêncê bihatir e Wîsala te j'umrê cawîd cêtir e Parçek axa diyarê te bi rastî Reb zane ku j'kewn û mekan çêtir e Sedaya nobedaran pir kêmtir tê Dengê ......... bi hêla guh tê Heval yeo yeko diçin nobetê Wey bi wê rojê ku nobeta te bê Çi xwefl ku mehrebanî hertim hebe Ku yekser mehrebanî derdê ser be Eger coflîna dilê mecnûn hebe Dilê Leyla ji yê wî coflîntir e Ji dstê eflqê herflev halêm ev e Doflega min erd, û balîf kevir e Ez dilxwefl im, lewra ji te hez dikim Ê ku j'te hez bikê halê wî ev e Eger cihê te li çerxa çarîn be Gurê mirinê dê tim di kemîn be Eger sed sal li dunyayê bimînî Dê menzîla te dawî bin zemîn be Ji goristanê buhurîm sibehê Min bîhîst nalîn û fîxan û ahê Min bihîst kellek ji axê re digot Ku “dunya ne hêja ye b'gemflek axê” Her kesê ku mal û milkê wî pir e Dilê wî j'derdê dunyê xwînîntir e Eger weku Xusrewan tac lixwekê Cardin jî di canê wî de neflter e Ezîzan, ji xem û derd û cudayî Di çavê min de nemaye ronahî Girîftar im bi dafa xurbet û derd Ne yar û hemdemek, ne aflînayî Dilê fla j'dilê zarî bêxeber e Kesê xwefl ji yê nexwefl bêxeber e Ne teqîsra te ye, ev adet kevn e Ku yê azad, ji girtî bêxeber e Para kesî nebe derdê dilê min Ku gelek in xemê bêhasilê min Kes heba j'xem û derdêm xeber bidê Ku wî jî muflkil heba weku ê min Bila mirin bi kama dilberam be Ew peyvê xwefl ên wê tacê serêm be Eger flah bexfl bikê milkê fiîrazê Çêtir ew e ku yar li kêlekam be Ji dil dernakeve eflqa ruwê te Herkesî re nayê gotin derdê te Welakîn sotîna eflq û muhebbet Nayê veflartin di nava xelkê de . Tu ku tava bilind û dilruba yî Wesa bêrehm û kevirdil çima yî Pêflî ewqas zêde eflq û muhebbet Lê talî, heta dawî bêfayî Nebû rojek min bêgirîn û ahî fievan hiflyarî û efxan û zarî Bi minê sotîdil her dûr û nêzîk Tu ji kevirdilbûnê bêperwa yî
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Konferansa Parastina Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî pêk hat | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 3 | 30-06-2007 09:54 AM |
| Rewşa romana kurdî | sokrates | Çandi Gişti | 7 | 02-06-2007 09:57 AM |
| Kurdî Hem Hunere Hem Jî Şekire… | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 6 | 09-05-2007 08:09 PM |
| EDEBİYAT'a KLASİK A KURDİ...!!! | PCkopat | Çandi Gişti | 6 | 05-12-2006 12:41 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.