|
|
#1 (permalink) | ||||||
|
GORISTANÊN TENG
"Şîniyên xwe yên giranbuha bi girî tar û mar nekin!" Tembiya cotkarekî kurd Li ser textê çiyan Bûk bû.. Di hêlîna buharê de Di hişê kevir de Çûk bû Gula heft ber bû, Lêv tenik Çav bi xewn Por Aza bû Gerden ji alal û awazan bû. MAÇEK min lê bû, maçek bi lez şipya lê, Xerdela bê ol Lêvê min birî Û berya wan, Bi Sêva xelatî tevî şa bû.. Kir hewar, Me xwe pê dada... Newroza xatirxwestinê ye Cejna mirinê ye Û... me hêvî di xwe de bada... Axîna wê. Agir, di şeva "Zeredeşt" de vemirand. Birîna wê, Xwîn, di çermê 'xwedakî' çayî de tewirand. Movikên demê, diyarî şewata bê dûman dike, Evînê ji ser zimanê zemînê hildike. -şerpeze -bîn teng -toz girtî Xewna tenik ji çavên "Leyla" radike... Xwas mîna pinpinîkê Bê şal û şap! Can sivik mîna hechecîkê ji buhara reş direve.. Tariyê distrê ! ! ji stêrkeke geş dikeve.. pencereya girî derbas dike!! Nema şirê Çiyan ji berfê nas dike!! Ji demsalên kesk BENDE MAÇA XWE ME.. Lêlê sêvê!! Zivistan be, li ser destên te diçelmisin. Havîn be Di gerdeniya te deduqurnisim Û salên şor tên! Bê heyveke şermînî Bê hevdîneke nermînî Bê şadî û çandin Tev şîn û çirandin, û bi ser de!! Em dibêjin Helebçe bû, Navik û cî bû.. Gopal û rêwî bû.. Gepa nan û birçî bû.. Firek av û tî bû.. Tarîbûn mijankê welatê min kil dike. Baskên buhara birîndar nêçîra kewê şareza. Nalîna bi çar çavkanî Bindestiya bi qeremûşk Jîna gergerînok Taya mirinê û çend bîhok Rêçên azadiyê bi mijê boyax dikin.. SÎNGA ROJHILAT BI MAÇA MIN DAXDIDIN.. Hezar dijmin ji dara xwîna min tên weşandin:Berî didin Asêbûna nifirê Vezilandina şevnemê Li ser aniya porkura min. Berî didin: Dîwarê bêdengiyê sema agirê min, Hinarkên kulîlk û çivîkan, germ dikin bi rondikên Helebçeya min. Li dor kezeba wê kevz digre Mûzîka xweriştê. Kom dibin pêlên tevzînokê.. Bo wê serê çiyan dişke Bo wê çira rêwiyan dişke Bo wê, diçurise, li ser tava rokê xwîna kevokê.. Xuşexuşa çeman pûç dibe. Jena dilê çiyan radiweste. Û Helebçe Bê dest e Xwe davêje çepera jînê, Xwe davêje genîbûna birînê.. Xwe davêje, Dilê Memo duguvêşe.. Gavên Siyamend bi ser xwe de dikêşe.. Biskên Şêrînê Pizota Zînê dimêje Xwe davêje perya Ferhadê hunermend xwe davêje, qirşikên evînê û vediciniqe!! MAÇA MIN, Û PEYMANA ZEMÎNÊ TÊN BÎRA WÊ HELEPÇEYÊ û dawiya şevê bi hev re zîz bûn.. rewanê wê "Izrayîl" û diranê wê bi ser hev de xwîz bûn.. Li nik sipîka çavê wê ro şerpilî. Tava xweşyê haş bû Lehiya reşiyê ser û kaş bû Stiranên baranê Zingilê beranê êvarê Xwe sipartin qurmê hinarê Bazî li ZÊWEYÊ Hêlînê dipekîne.. Serçavka QELEDIZAYÊ bi hêrs direvîne. Şev bê dê ye!! Li derveyî demê ye!! Hênikahiya bayê sibê ye!! Dil li ser balgeha kîjan kêrê ye? Berê rokê li kîjan gorê ye? Û bareş xwe li ba dike, Pênc hezar gul. Pênc hezar peşkên baranê ji xewna çiyan şiyar dike.. Û BAVÊ TÛJO Ji esmanê şehîdan direve!! Û HELEBÇE Nexurya çiyan Ji zikê kevir Ji ava gulan têt herikandin.. Bi mekyaja kîmya nûjen têt xemilandin.. Bîna wê ji çermê me Ji MAÇA MIN difûre Cîhan pêl axê dike dişikim!!Bi navê diktatoran Bi azara deyûz Dibawişkim ! ! Û jena dilê min bi ser pêşanîka Helepçeyê de têt reşandin.. Rût... Li ber tîna agirê me Serê riman ji xwînê dişon.. Her tiştê xweşik talan dikin Hemî sibehên nazik bêcan dikin Xwe fêrî navê şûr û topan dikin û Helebçeyê Lêvên xwe ji nêrgizê Ji tava rokê bernade... Ko ne li ser memikên berbangê be tiliyên xewnê ranade.. Ceng bo wan e!! MAÇ oksejêna Helepçe ye!! Û ji govenda seqemê nareve.. Ji guregura mirinê ji zindana çiyan ji ser piyê ewran nalive DOZA WÊ MAÇ E an mazûbanê wê xerdel e, sêdar û xaç e Esmanê şînîyê têt vegirtin, konê reş, porê Helepçeyê şil dike. -Paşmêr -Dîroka şelû. bi rûpelekî reş ARARAT dinixumînin NEHIŞYÊ MAÇA BÊTIRS IM Li hember mirinê şox û girs im Û tê lorandin: -Bi bayê ber tavê. -Bi çariya lavlavê. -Bi hişkiya Silavê. Sorgula min. Sosreta min. Derbesta min. Darbesta min. Ku dûr bim Bilûreke bêhiş bim, Bo çavsoran çûr bim Û ji nişkê ve, Giwîzan û devê şûr bim!! Da tu li ser zendê vebişirandinê xeweke zelal derbas bikî kaniya şiyar bûnê me lê! Da goşiyên tirsê ji rezê dilê te bidime hev xwe bi mêranî didim nasîn! Da rexên pirsê li ser lêvên te bipîvim Gav bi gav xwe dispêrim MAÇA te !! Bajarên evîna te. Bi ronahiya çav vêdixim. Bi te dikevim! Mîna pilopilo Mîna kêzika hecê. Mîna serê derziyê te di bin çermê dil de vedişêrim. Keskesorekê ji kovana çiyan. bo te hildibijêrim... Helebçeyê! Eger tu keça hîman bî Neviya berf û qeşan bî Gera can û rewan bî Mey û helbestek GORAN bî Dê bên bexçeyên mirina te!! Ji felsefeya axê Ji perwaneya li dor çiraxê Dê bên, Ji hûrê deyaxê Zingil di dest wan de Kevok di mil wan de Dîrok di dev wan de Xerdel di zik wan de Gula heft ber Di xêz û saz û hiş wan de. Tu yê bibêjÎ: Hûn çi divên!? Simbilên MîDYAYÊ zer bûne Mertalên RESTEM kerr bûne Pizikên SELAHEDîN der bûne Û!! Hesrata Cegerxwîn Destgirtiya Hêmin FERATê seranser xwuşîn çav zelal û şîn Şerbikê bûkê Şoreşa enîgirêdayê Welatê gulperîn divên!! Welatê dil xemgîn divên!! Ji paytextên xweliyê, ji EHMED ARIF Ta dilovaniya zencîrên kevn. Ji pêlên riha ŞÊX SEîD ji cama qirika wî Ta sînorê mizgînxêra Zûhayiyê... Ji bejna Zozik ji hina simbêlê SEYIDXANÊ KERR Ta sîle û pêkenîna bayê... Ji giwîzên dilrevîn Ta xwêdana pişta NEMRÛD Ta peqên zimanê min Hustxwarkirina tîp û stiranên min Ta kilîta buhiştê Ta dismal û qermîçokê dilê dayê.. Ji bîranîna te, Ji sersala te, Ji berfa sor. Ji sibehên zerikî, Ji naveroka êşeke tîr - pîr. Ta biservebûna şopa tayê.. Te dinivîsim Helepçeya min bi ava payê.. . Çend sedsalan te guvaştin te kuştin!? Çend caran MAÇEK bo min li ser gula xwîna te nehiştin!? Çend lehî, xwînrijî, te vexwarin Çend singoyên rizyayî ji destê felekê, te xwarin!? Helebçeya min! lê moxila vê serdeşrnê. Dizê hêlîna bêguneh Kî ye? Dengbêjê hilata rojhilat Kî ye? Kurm û tirşahiya roj felat Kî ye? Neynika çavşikestî Kî ye? Helbestvan Kî ye? Pê zan? Ezbervan? Bê çend zindan te li xwe girtin? Bê çend koremaran bi te vedan? Bê çend kilîlên bûkaniyê te guhertin? Bê çend berfan sînga kewan himbêzkirin? Bê çend hesp û kevanan. Bê çend tajî û nêçîrvanan di qafê berbangê de te genî kirin? Te dinivîsim Helebçeyê bi ava payê... îro!! Ji qada berûyan koça xwe bar kiriye oksejênê!! "EHMEDÊ MALA MÛSÊ yadê min dixwaze û min nadinê!" Goristanek dirêj e li dor xewna te ye Helepçeya min "Hey ho li me xerîbê! Bê rizq û nesîbê Xerîba xwedê mo. Tara li devê rê mo hesreta mala bavê mo" pêt û ar û tirêj e. Li dor newqa te ye HELEBÇEYA min. Tava te kezyan dihûne li ber dengê balefiran, Mistek ji stiranên bêriyê li kerbela dilê te diçêrin di dojeha MAÇA min de Tama axê tal dibe. Rezen şîniya giranbuha Nexşeyên eşqa bê reng Helbestên girî û hawarê Hinarkên Helebçeyê diqelêşin.. Rêçên ji toza sermest Gundên bê navnîşan Aso ji tovê hejîrê dikêşin.. Te li dor govenda mirinê dicivînin.. Bêhişiya xerdelê bi pola çavan dimeyînin.. Te ji afatiya mirina bê tembî direvînin. (Ehmed Huseynî, 13. 08. 1988 Qamişlo) |
|||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Foruma nerden katılıyorsun? | bawero | Sınırsız Muhabbet Burada | 184 | 14-10-2007 11:15 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.