|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Mewlûda Melayê Batê
Hemdê bê hed bo xwedayê alemîn Ew xwedayê daye me dînê mûbîn Em kirine ûmmeta xeyr-ûl beþer Tabi’ê wî muqtedayê namuwer Ew xwedayê malikê mûlkê azîm Daye me mîrasa Qur’anâ kerîm Dînê me kir kamîl û ni’met temam Yanî daye me Ehmed û dar-ûs selam Ew xwedayê bê nazîr û zûccelâl Bê mîsal û bê heval û bê zewal Raziqê bê dest û pa û mar û mûr Alîmê sýrra ne gotî der sudûr Karî sazê bende û sultannê can Rahîm û rehman latîf û mîhrîban Asîmanê bê sitûn Wi kir bedîd Suretê bê xal û xat wî aferîd Hîwîdarin em ji te þahê kerîm Îhdîna ya rab sîrat-el mûsteqîm Nê ji me sûc û xeta tên û sîtem Lê ji te îhsan û xufranâ kerem Ya rab îmanê di xwazin em mûdam Jêrê alâya muhemmed wes-selam GER DÝVÊTÝN HÛN JÝ NARÊ BÝBÝN FELAT BÝ EÞQ Û ÞEWQ HÛN BÝ BÊJÝN ES-SELAT Bert û bad her zaman û an û hîn Ey Mihemmed sed hezaran aferîn Ey þefî’ê darûyê her illetê Dîde û bînahîya vê ûmmetê Deste gîr û mistaxasê herdû kewn Bo gunehkaran penah û piþt û ewn Sallî ya rabbî ela xeyr-ûl beþer Ta hebin teyr û bi xwinin ber secer Ew hebîbê ronahîya heft asîman Herdû alem qalib ew ruh û rewan Xakî payê Ehmed ew beyt-ûl heram Lew þerîfîn zemzem û rikn û meqam Sallî ya rabbî êla xeyr-il wara Ma teþîr-ûþ-þems fîs-seb’il -ûla Fexrê îbrahîm û îsmaîl û nûh Mustafa ê ba wefa ê ba fitûh Ma rameyte îz rameyte gûþîdâr Destê wî destê xweda der kâr û bâr Sallî ya rabbî êla xetm-ir rusûl Ma yemûc-ûl aþîqûne fis-sibûl Ew kelîmê xweþ newayê çerxî tûr Daxîdarê bo wî sîmayê bi nûr Ey þefî’ê sahibê alâyî hâmd Min hene bê hed Gûneh nîsyan û âmd Lê me hîvî wasîqe dê ez feqîr Jîrî alâya te bim roja êsîr Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat Her kesê gûhdarê mewlûda nebî Dergehê mîzgînîyan dê li vebî Gotî wî peyxamberê alî sifet Mewlûda min her kesê mezin biket Ez þefî’ê wî me roja mehþerê Dê vexwût ew tasek ava kewserê Serfi mewlûda me yek dirhem fere Hemberê yek kohê zêrê ehmere Fî sebîl-îlleh bêbexþê ber feqîr Qedrê mewlûdê bizanin hûn kebîr Hem ji bo Bekr û Êmer hat ev xeber Hem ji Osmân û Êlî çêbun eser Dirhemek bêt serfê mewlûda nebî Xeyrek mezin ji bo hasil dibî Hem ji þêxan bû rîwayet ew xeber Þêxê kerxî Fexrê razî bâ dîger Her kesê hadir biket ew yek te’am Bâ bixûr û þerbet û qedrek temam Gazî biket îxwan û hilbêtin çira Bête xwendin mewlûda xeyr-il wera Tête heþrê ew digel xelqê berê Yanî ba peyxamberanê enwerê Her çi bînit hindî tiþtê xwarinê Dê mûbarek bit li ber vê xwendinê Bête xwendin ger li avê ê vexût Rehmi nazil cûmle ê îllet dibit Bête xwendin ger li yek sikke dirav Dê mubarek bit dirahîm bêne zehv Her cihê lê bête xwendin rehme lê Dê melek bêne tijî wê menzelê Xanîyê lê bête xwendin ev salâ Dê bibête ba’isê def’a belâ Bo xwûdanê zadî û bo hem nûþîn Her selatan dê bidine kerr û bîn Dafi’ê cûmle hesûd û çav xerab Der mezarê sehle lê redda cewab Pir kesan dîtin keramet û eser Ji xwendina mewlûda sultanê beþer Her wekî hatîye gotin bê hîsab Lê neþîm bêjim tâdwîlê Kîtab Qedrê mewlûdê nizanim bêjim ez Li yek hiþyarbin dane bête cerge bez Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat Girtî yek qebza ji nura xwe xweda Gotî wê kûnî hebîbê Ehmeda Hêj ne erþ û ferþ û kûrsî û qalem Hêj ne lewh û enbîyayê muhteþem Salîha tesbîh kirî nûra þikerf Þeþ miet elf û çihar û bîst û elf Paþî bo wî çêkirin duwazdeh hîcab Her yekî xweþtir ji yâdî der hîsap Qudret û ta’zîm û mînnet merhemet Hem sa’âdet hem keramet menzîlet Hem hîdayet hem nûbuwet rif’ete Ta’ate yazdeh þefa’et temmete Her yekî westabû têde çendî Sal Lê’adet me sipare ilmê lâyezal Her yekî tesbîhekî xas û cudâ Daîmâ tesbîhê xwendin bo xwedâ Paþî avête çihar behrê mezin Wî xwedayê lâyezalê ins û cin Behrê nûsret sanî behrê merhemet Behrê qûdret behrê îrfan în hemet Çûn ji behrê merhemet ew hate der Qetre jê werya bi îlham ev qeder Sed hezar û hem çihar û bîst û elf Her yekî bû nebîyê dil þikerf Paþî wî çêkir nûra nâmûwer Cewherek lê kir nazer ew bû dûker Nisfê ewwel dayî çavê heybetê Nisfê sanî dayî çavê þefqetê Hem kelî ew behr û kef da û dûxan Kef buye erd û hem dûxan bu asîman Nivîka di çêkirin çarî çîz Erþ û kursî û qelem lewhe temîz Hate emrê padîþahê lâyezel Malikê mûlkê celîlê zûc-celal Ya qelem binvîs bi emrê padîþah Ez çi binvîsim bi ferman ya îlah Qale uktûb lâ îlah illâ ene Hem muhemmed qasidê emrê mine Sacîdû bê hiþ kirî sed salî dî Ser hîlîne got îlahî seyyîdî Ez dizanim lâ îlâh îllâ tûwî Ew muhemmed hemberî ismek bûwî Kêjke ya sultanê ba cud û kerem Padîþahê sermedê got ya qelem Ger nebûya ew muhemmed lewh û erþ Min ne tânîne wucûdê ta bi ferþ Ney tû ney cennet û narê mezin Cûmle eþya min ji bo wî çêkirin Mûhbetê hingavtî þeq bû ew qelem Ma li ser lewhê nivîsî dem bi dem Serxwoþ û þûkranê wî navê þêrîn Paþî ba îlhamê rabb-ûl alemîn Gotî ewwel ya muhemmed es-selam Hem eleyke gotî rabbî lâyenam Da cewaben an hebîbê izzetê We eleyke es-selam û rehmetê Bûye sûnnet lew selam û radd û ferd Cûmle ehwal paþî hingî kirne erd Wî nivîsî pêkve ûmmet qencîkâr Cennetî û asîyan dê biçne nâr Ûmmeta Ehmed nivîsî ehlê nûr Ûmmet-ûn mûnzîbet-ûn rabb-ûn xafûr Cûmle î ehwalê alem pêþ û kem Wî nivîsî bûrî û hiþk bû qelem Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat Çûn îradet hate sultanê refî Çêkitin Adem bi vê þiklê bedî Emrî hate goþê cebrail emîn Qebda ê bêne ji beyda ê zemîn Ew dilê erdê û hem hûsn û beha Zîneta meknûn û dûrra bê bîha Hatî cebrail û ba emrê letîf Çengekî axê ji wê qebra þerîf Girt û ba tasnîm û safî kir hevîr Têkveda heta ku ew qenc bû xemîr Bu wekî dûrra sipî wê seatê Xewta da der cûyîbarê cennetê Emrê cebrail kirî paþî cûnan Wî bi girê der zemîn û asîman Berr û behr û þerq û xerbê alemê Hate gêran hêj ne behsa Ademê Nê hezaran Salê çûne axîrî Ew nebî bû Adem hîj av û herî Paþî hingî xaliqê her sûretê Çêkirî Adem bi destê qûdretê Pif kirî ruhê xwe ew bû nazenîn Lew melek hatin ji bo wî sacidîn Bû xezîne ew ji bo dûrra yetîm Danîye piþta wî ew nûra azîm Paþî bir avête baxê cennetê Xeyrî darê jê bixwe her nîmetê Saf bi saf westane piþta wî melek Nazirê nûra muhemmed ew melek Gotî Adem ew melaîk bo çi her Wî li piþta min dikin daîm nezer Rabbê alem gotî Adem ey mûlî Tû ji bo nûra muhemmed hamilî Ew hebîbê min di piþta te zûhûr Lew melek têne temaþeyê ji dûr Gotî Adem ey xwedawendî felek Min divêt bêne pêþ min ew melek Hem bi firmanâ xweda wê seatê Nûr ji piþtê hate nîva cebhetê Hin di bêjin hate tilya þahidê Lê heqîqet her di zanitin xwedê Mislê rojê hatîye ew câ felek Hem teheyyûr Adem û hindî melek Gotî Adem ya rabb ew nûra qebul Maye tiþtek gotî eshabê resul Gotî adem ya îlahî qencebêt Bête tilyan her çi maye min divêt Nûra Bûbekri diwastayê Emer Binsar û Osman di xinser misteqer Hate îbhamê dibên nûra Elî Þolê tilyan û cennet mûncelî Hate Hâwa û nezer da nûrâ saf Gotî ya Adem çi nûre pir þefaf Gotî nûra yek nebîyê mezine Seyîd û serwerî nesla min e Çûnkî bê emrê ji Adem bû zîhar Nûr ji enyê hate piþtê bû sitar Nê ji darê xwarin herdûkân þêrîn Hûlle ê cennet ji bejnê da firîn Ýhbîtû mînha cemî’en hate emr Adema dê bête vehlâkin bi sebr Der ser endîbê bi erdê ket girî Çendî salan rohnikê wî bûn herî Rohnikê wî þîn kirin dar û nebat Çûn di erdê ded û pa û mayê mat Pir girî û xweþ girî bê hed gelek Newhe ê înna zelamnâ çû felek Rojekî ew der sûcudê bê mefer Pir girî û hem li erþê kir nezer Dît nivîsî lâ îlâhe îlâllah Bâ mûhemmed ba resûlahê þah Got bi heqqê an mûhemmed key te neqþ Wî kirî bâ ismê xwe ber saqê erþ Tû bi xafrînî min ê bêçare bê âh Hate cebraîl û bâ emre îlâh Ser hilîne Adema afwâ celîl Bo te hat û rabe ey zîba cemîl Hûrmeta navê mûhemmed an resûl Tewbeya te Bû qebûl û her qebûl Çûn ji Adem nûra muhemmed bû cûda Hate piþta þîs û burhan-il hûda Hate aslabê bîtûnê tahirê Qet nebû yek Jê xerab û facirê Fewqê Ednan tâ Ji Adem îhtîlâf Tê heya lew bi tifâqê ev mesaf Jêrê Ednan tâ bi Abdullah gûhist Bîst û yek babin hemî rast û dûrîst Hin yekî Ednan û Ma’d û hem Nezar Mûdr û îlyasin bîzan ey goþîdâr Mudrîke paþî Xûzeyme taze eyþ Hem Kenân e paþî Nadir bû qureyþ Malik û hem Fexr û Xâlib hem Lûwey Ka’b û Mûrre hem Kîlâb û hem Qusey Hem ji piþta wî Quseyî pâk û saf Ew emanet hate nik Ebdûlmenaf Hem ji nik Ebdûlmenaf ew mûxtefî Hate piþta Haþim ew nûra safî Hem ji Haþim bû emenet mûnqelib Hate bû mêvanê Ebdûlmuttalib Silsîlâ wî tâ bi Adem dâ û bâb Pêkve di biçne bihîþtê bê hîsab Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat Hem ji Abdûlmuttelîb bû hamîle Fatîme hem mûdde teþ bû kamîle Ji bo Abdullah bi hûkmê sabîqe Nûra Ehmed der cebîneþ barîqe Mazharê nûrâ Mûhemmed hatî ew Pâk û nûranî mûeyyed hate ew Cûbbeyê Yehya di þamêdê nûmûn Sûfekî sipî hemî têkda bû xwîn Girtî xwinê cûbbe ê yehya çûnar Wê demê bû yek þehîdê bê þûwar Hiþkê bû ew xwinê birin rûzîgâr Tâ wûcudê Abdullahê namîdâr Taze bû ew xwin û mercân bune rêz Rahibân got ay û way exbarê nêz Wextê rabit Ehmedê alî alem Nasixê tewrat û încil û sanem Hat xudanê seyf û Qur’ana mûbîn Xwinê Yehya bû nîþana wî yeqîn Lêk vegeryan hem sûal û hem cewab Way û weylê kefte nav ehlê kîtab Wan yeqî kir Abdullah hate wucûd Ba’adawet qast kirin qetla wî zûd Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat Ehlê kizb û ehlê zûr û îftira Çendî carân hatine um-mûl qura Abdullah der hivzê sultanê wedûd Nûra Ehmed dafi’ê þerrê yehûd Abdullah mezin bu ba nâz û delal Canê Abdûlmuttalib ew meh û sal Xweþ divê babê azîzê maderê Rohnîya malê û zîba esmerê Þikl û sîma mislê bedrâ asîman Nazik û ranâ û nûra xanedan Dîlber û mehbûb û þîrîn wek þeker Herkesî ew dî û dil lê bu duker Dohtî çâkanî kureyþ û hem ereb Muntezir bun pêkwe bo wî roz û þeb Her yekî hîvî dikir ew bit qebûl Ba yekî wî qet neda meylâ wusul Bu di aza ew ji fikrî în û an Yumnî nûra Ehmedî bûba sîban Rojekî wî gote babê ey emîr Saeta ez biçme betha û sebîr Min ji piþtê tê te der nûrek mezin Radibitê ser serê min ew ji min Ez di bînim minqasim bu ew duker Yek di þerqê yek di xerbê çuye der Tête vehcespân û çapûk bide reng Tête ser yek mislê ewrê taze reng Ez dibînim asîman buye dû þeq Radibit ew nurê ta bi heft tebeq Tête veh-fil- halî zanalî maqam Ez dibînim tête piþtamin temam Seata rûnim li ser mehda zemîn Min acaîp tête pêþmin aferîn Hem ji erdê tête semê ev kelam Wî digelte Ehmed wes-selam Her çi darê hiþkê ez çume binî Bu hîþîn kesk ji bekan pir xenî Bû sî û sewan li ser min nagîhan Ez ku çum bu hiþk û bê belk û xûsan Ew remz û hale babo bêje min Gote babî rohnîya çavê di min Çavê min mizgîn l ite ey nazenîn Dê ji te zahir bitin þahê emîn Hêvîya min wasiqe Dê radibîtin Ekrêmê alem ji te peyda bitin Eþrefê mexlûk û siltanê cîhan Dê ji te zahir bîtin bê þik bi zan Min dîye der xewab û mame mûntezer Ehmed ji piþta teye canê peder Çûnkî Ebdillahê rabû pâkî zat Xweþ li qetla wî cihûdan kir xebat Rahib û ehbar û hem ehlê kîtab Ji agirê kerbê hemî bune kebab Hatine heftê cihûd ez milkê þam Taze beyat best û ehd dane temam Cengî û merdê dila wer þûreger Pêkve xwarin sund û bestên taze þer Ta neêtê kuþtin ew zîba heram Yek ji me naêtê ax û milkê þam Rahê sehra girt ewanê kîne dûz Mislê kûndê her bi þev çune birûz Zû gihîþtin çune dorâ mekkihê Ketne bestan mislê ava bin kehê Da bibîn kengî dê bêtin firsatê Newbedar ketne kenarê heyþetê Rojekî wan di bi çolêde meþî Talibê neçîr û ahûyê xweþî Wan ku di raburî Evdillah çunan Ba tenê tenha bi çolêde rewan Firseta xwe dîn û rabun þûr û hesin Çun di payde mislê gûrê dev bi xwîn Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat Hem di wê rojê li sedyê bu weheb Yanî babê Emîna alî neseb Çun seda hat û weheb lê kir nezer Hate Evdillahê qewmê xwînceger Refde gûrkek hate berxê newciwan Lê belê hiþyare lê zîba þivan Nagîhan fikrî weheb di ji asîman Hate xwarê leþgerê rewhanîyan Xeybeyanê keksê puþî gulîzar Hatin û jêk rakirin ew tar û mar Terfetûl eynê cihûd berbat kirin Wan ji iqlîmê cîhan winda kirin Seata sirrê ji xeybê dî weheb Maye heyran û fe maye der eceb Çun ji Evdillahê dît ew sir û hal Xweþ li lewhê dil nivîsî ev xeyal Ger qebul ket min daye wî Emîna Pak û masûmê hebîb û mûqîma Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat Paþî wê sirra azîm û nûr û tab Nazîlê qelbê weheb bu îttirab Çapûk û çespan vegerya hate mal Wî hîkayet got ji bo mala xwe hal Hem hîkayet ji bo zewcê weheb Hem keramet hem ji cenga bûl-eceb Gote zewce qence qasit bî ji min Rabî bî çî xanedana der mezin Bêje Evdilmittalîb min Emîna Wê li nîk zîba afîfa mûqîna Gotî Evdillah bi bitin ew qebûl Temþîyet dê bit û çê bît usûl Nazik û sîma xweþ dîlber ewe Layiqê wî babê ta wî her ewe Hatî Evdîlmûttalîb kir ba xeber Hem di Evdillahi hûbbê kir eser Gotî dayê rabe ey zîba xîsal Zewceyê bo min bi xwaze bes delal Ba cemal û ba kemal û ba edeb Xweþ eda þîrîn lîqa alî neseb Zu di rabu Fatîma dil þadî man Mazirê ber suretê gûlçehre kan Pir þepal û gûl rixanê taze eyþ Sakînanê perdeyê alê qûreyþ Dil newa û pêkve naz û qende leb Kes nedî þîrîntir ez binta weheb Emîna gûl bu di gûlzarê cemal Hûsnî û bê hed qad û qamet ittîdâl Dê çi bêjim ez cemal û marîfet Walidê Ehmed bese her ew sifet Fatîma dît û vegerya da mina Gote Evdillahê behsê Emîna Mislê wê nebûn þepal û nazenîn Nê di dînyê ne di firdewsa berîn Carîdî çu dît û ew nazik nîhal Lê vegera babetin herdû heval Hate Evdilmuttalîb rakir ji mal Çun ji babê xwestin ew ranâ þepal Weqîyek zîv û weqîyek zeheb Sed þitûr sed pez e wî dane weheb Sed beqer cûmle ciwan û samîne Bu hinarên pêkve nexta Emîne Hate Evdilmuttalîb vê seatê Kir tedarîk kar û barê dawetê Çêkirin zâd û teamam bil-eceb Hem qureyþî xwendin û hindî ereb Emîna xemlê ji rengê gûlþenê Zend û bazin rêþtine ji rengê hinê Xweþ newa û xweþ eda hatin ereb Cuma bu ew þeb nehê mahê receb Wê þevê anîn nîkah û aqdê best Bûk û zava mane þerbet dane dest Der Mekkê meþhûrî bu ev gotina Evdillah zavaye bûke Emîna Hesret û kerbî hemî berbat kirin Wê þevê sed jin temamî jê mirin Bû û zava herdû çune xelwetê Þahîyane kefte baxê cennetê Zu di ridwanê vekir babê cinan Daketin dergehê nîran nagîhan Hur û xîlman û çem û teyr û nebat Hatine hemd û senayê xweþ lûxat Ez demê can bexþî cîbrîlê emîn Mijde da ehlê semawat û zemîn Rabê mizgînî bibe ji mexlûqan re Ji asîman û erdê ta teht-es-sere Xûlxulê peyde bu der heft asîman Sewtê tesbîhê melek çu lamekan Hate xwarê Cebraîl û mijde da Keksê alâ yek li banê Kabê da Mijde da mexlûqê ha ê behr û ber Cûmle heywanetan zanî ev xeber Xweþ nîda hat ez yesar û meymene Nura Ehmed hatî çu nîk Emîne Hatê nuranî þef-îl mûznîbîn Hatê xeyr-ûn-nasê xetmûl mûrselîn Wê þevê hindî sanem bun sernûgun Textê Ýblîsê leîn buwa ji gun Lew li ser suret revî teþbîhê mar Hate gohê bo qûbeysê kir hewar Zûryeta wî cûnle hatin bê newa Ew çi hale bêje me wî gote wa Lew li min çêbuye tirs û zelzele Ba Muhemmed Emîna bu hamîle Hatî dewra Ehmedî dewra me çu Lat û Ýzza dê bikat bê av û ru Yek j ime êdî nehiþtin bit eyan Wî li me rê girt çuna asîman Ronîya herdu cîhan û millatan Ummeta wî çêtirîne ummetan Hate xwin rêzê cîhan qir seffaq Em ji deste wî hemî dê bin helaq Dê çi bit halê me û tedbîr û ray Ay û way û ay û way û ay û way Hem di sûbha wê þevê dewlet fûzun Textê þahanê cîhan bun sernûgun Bê tekelûm ma devê hindî milûk Þah eger hakim eger mîrê bilûk Emîne gote þeþ meh çune ser Min ji hemla xwe nedî qet yek eser Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat Paþî þeþ meh gote min awazê xeyb Min li te mizgîne Pakîze ceyb Wî digel te xatemê peyxemberan Nasixê herfa kîtab û defteran Lê di xewnê de me dîtin bê eded Enbîya û remz û nîþan û sened Ewwela min dî ji min nurek diçit Qesrê bûrsa min ji Eqsa wî didît Mahî ewwel hatî Adem teyyîba Kir selam û gote hemlê merheba Mahî sanî hatî Þît ez meymene Gote min mizgîn li te ya Emîne Mahî rabi Nuh û Xamis Hud û hem Hatine mizgînî da min ez kerem Mahî sadis hatî Ýbrahîm Xelîl Da min mizgînî ji wê hemlê celîl Mahî sabi hatî Ýsmaîl zebîh Mijde bexþî min ji wî hemlê melîh Mahê samin hatî Mûsa ba wefa Ýbþîrêya Emîne bil Mistefa Mahê tasi hatî îsa ji asîman Mijde da min hatî siltanê cîhan Ew ku þeþ meh çun ji hemlê mûnqelîb Gote Evdillahê Evdilmuttalîb Ba ticaret dê biçita semtê þam Der Medîne bar bikî temr û team Wê demê dê Emîna godek bibê Yek ziyafet lazime dawet bibê Evdillah an meh û ruwê gûlîzar Der Medînê þerbeta mergê wexwar Emrê Evdillahê bîst û pênc û sal Burî û kir ji wê dinya îrtîhal Çun ji Evdilmuttalîb ew waqîe Herdu çavê Emîna bun damîe Esmerê min ma ji xelkê karîwan Hatine pey dane ew ruh û rewan Kan habîbê min dilê min bu dûnîm Ax û hesret godekê min ma yetîm Dar û ber bo wî girîn wê seatê Av û ronîk nedînê qet mûhletê Hem melek rabun û gotin ya kerîm Nê hebîbê te Mihemmed ma yetîm Malikê milkê ezîm da ew cewab Çêtirim bo wî ji xeyra dê û bab Ey xwedawendanê aqlê mûsteqîm Kes nizanit qiymete dûra yetîm Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat Ez rebî-ûl ewwela þeb ruþene Heþtê þev burîn li helmê Emîne Ya nehê zail jbu ji tirs û xena Ya dehê bu mijdedar xîf û mîna Yanzde hem bu xûlxûl û awaz û hem Zimzima tesbîh û hindî der herem Diwanzde hem hil bu þemala dewletê Emîna mabu tenê der xelwetê Wê þevê der Kabê Evdilmuttalîb Mabu bo tamîra erdê mûxelîb Emîna got mam bi tenî bê mêr û jin Ez demek tirsam û lerze hat emin Min dî xanî ronî bu xayet belê Çarî jin hatin ji riknê menzelê Ba cemal û hisn û nuranî qemer Hûlleyê istebreq û sûndûs li ber Leleha têr ew ji ava kewserê Zûlfîha sed tena dane enberê Bejn û bala ser û sîmayê þefaf Min þibhandin tuxmeyê Evdilmenaf Yek li destê rastê hat û yek li çep Yek li piþt û yek li pêþ min ba edeb Ew kî bun Hewa û Sara Asîye Yek li pêþ min Meryema îmranî ye Meryemê hisn û melahat zêde bu Palveda bu ew ji bo min tekye bu Nagîhan bu zimzim û tesbîh û deng Ba lûxathayê muxtelîf reng û reng Rast û çep min di kewakip têk firin Qafê ta qafê cîhan bu enwerîn Pêkve dinya min dî buye qûrsê nur Meþriq û mexrib didîtin min ji dur Keskê alâ yek di xerbêda me dî Yek li þerqê yek li banê Kabê dî Emrê Cebraîl kirî mîrê mezin Mijde da ehlê semawat û zemîn Daketin dergahê nîran bê guman Þahîyane hur û wîldanê cinan Xûlxûlûn horî di qasrê cennetê Kî dizanit kar û barê qudretê Hatî Cebraîl melaîk fewce fewc Çar kenarê mekkehê bune mewce mewc Nagîhan ez tîhnî bum wê seatê Min dî da destê min tasek þerbetê Sipî û wek þîr þêrîn wek esel Nê ji wê þî û esel bune mesel Min wexwar û tîhnî çu filhal ji min Teyrekî sipî hat û per malî di min Wê demê min bu Mihemmed Mistefa Nura can û madena sidq û sefa Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat Cûmle zeretê cîhan da ev nîda Kirne gazî pêkve gotin merheba Merheba ey sirrê furqan merheba Merheba ey derdê derman merheba Merheba ey canê baqî merheba Merheba ey iþþaqî saqî merheba Merheba ey alî siltan merheba Merheba ey kanê îrfan merheba Merheba ey þemsê taban merheba Merheba ey canî canan merheba Merheba ey qurret-ûl aynî xelîl Merheba ey xasê mehbûbê celîl Merheba ey rehmeten-lil-alemîn Merheba ente þefî-ûl mûznîbîn Merheba ey afîtabê bê zewal Merheba ey mahê tabê lâyezal Merheba ey bûlbûlê baxê wîsal Merheba ey eþînayê zûl-celal Merheba ey nurî xurþîdê xweda Merheba ey tû ji heq nabî cuda Merheba matlubê alem her tû wî Merheba ewlâdê Haþem her tû wî Merheba ey nura heq ra mazharî Merheba ey ewlîyan ra serwerî Merheba hatî þivanê ûmmetê Merheba hat bo me nura dewletê Merheba ey bedrê alem ya mûnîr Merheba ey xelkê girtî destegîr Merheba siltanê cûmle embîya Merheba ey nurê çeþmê esfîya Ger divêtin hun ji agir bibin felat Bi esq û sewq hun bibêjin es-selat |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Melayê Cizîrî (1407-1481) ... Jî Edebiyata kurdi ya klasik | Mirza | Helbesten Kurdi | 16 | 07-02-2007 03:57 PM |
| mewluda seydaye bate bi kurmanci tipe latini | simerg | Ýslami E-Book, E-Kitap | 13 | 09-11-2006 12:06 AM |
| şair ve edebiyatçılarımız | hezann | Biyografi | 11 | 02-08-2006 07:43 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.