|
|
#1 (permalink) | ||||||
|
MİN SOND XWAR
Min sond xwar sedsalan berê Li hêmîna Kawayê nemir Noşîrewan pir namîdar Min soz daye dayika mezin Li hêmîna Rustemê Zal Nakim tu car gilî gazin Ezê derxînim ji welat Wan xunmij û wan kedxwaran Bi dest û diranên xwe Diçirînim roj bi roj ala zulmê Di qewirînim hemû neyaran Dikolim ji ser axa pîroz Şopa devê çar seyên har Ez dilezim bê dawestin Bi gavên dirêj, gavên nebez Pêşwaz dikim dayika xweşik Pîroz dikim bi navê gel Di Newrozan de Lê Medya, Dayika nazdar! Baş dizanim birîndarî Pir nexweş û pir bê halî Xeman neke ne lorîne Dilê xwe bi xwe neşewtîne Dawiya kulan serxwebûn e Dayika Medya Çi dibe Jandar neke rûyê xwe, Neşewtîne dilên me Bila nemîne di dilê te de Nemîne tirs û mîtole Ez bi milyona me Ne bitenê me Em dizanin û dibînin Bi hezar salan e Li welatê Medya mezin Xunmij û mijdewanên neftê Ciritan davêjin bêsekan Li welatê şêrên navdar, Hey gazî û hey hawar Hemû rovî bûne seyda Zerengê didin sîxuran Lê waye xuya ye Çiya û zinar War û bajar Dijminin ji dijminên me re Cîhan xalî û bêdeng e Şeş reşahî û sê oqyanûsên mezin Hêvîdar in, hêviyan dikin Ji zarokên te dixwaz in An azadî an jî mirin Eklenme: 15-11-2006 Şair: Mahmut Aydin Yazan: mamoste25 Hit: 8 ![]() |
|||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Heft Bra*** | rebuwarr | Çiroken Kurdi | 5 | 25-09-2006 09:44 AM |
| halepçe eskere boyik | simerg | Şiirler | 4 | 16-08-2006 07:03 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.