Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Helbesten Kurdi

Kayıt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 22-11-2006, 09:18 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 25872
Rep Puanı : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Unhappy Çavên te


Dilbera min
Dema dilê te
di nav ronahiya çavan re
herikî dilê min
û kete nav stêran
hemû çavan xwezî
bi govendgirtina mijgûlên çavên te
dianîn
dema min tu
maç kirî
giyan pêhatina te
min dît
çavên texwe dispartine melûliya stêran
bi maçkirina te re
stêr diketine dilê min
tu dibûyî bûka rojê
çavên te
ji stêran spehîtir dibûn
mîna zelalîya deryayê
zelal dibûn
wê kêliyê
neşêm bidime nasîn
çavên te
bibûne kaniyên
bêhempayê gerdûnê
ne dixwestin
govendgirtina mijgulan raweste
ji hezkirina jiyanê mişt bûn
bi nêrînên
baweriya zarokiyê paqij bûn
bi salan avdana
çem û rûbaran şa bûn
ronahî direşandine
ser dîrok û mirovahiyê
şevê din
guh li helbesta çavên te bûn
dilbera min
di nav tehliyê de
temen diçû
bê dengiyeke
dirêêêj, dirêêêj…..
di çavên te de hebû
qîrîn û hewar
weke gereke bêdûmahî bû
ji bo vê
jiyan nîvcûtî ma
cara pêşî
ku te dilê xwe dayî min
berî niha
bi salan bû
di nav werzê şimamokan de bû
gûliyên te şil bûn
çavên te bi xunav bûn
di destên te de
baqekî gulan hebû
tu li civanê min
di bendîxana
bê aramiyê de difûrî
Te got
bi ketin û derketina dilê min
tu ê berz û bilind bibî
Dilbera min
bi nêrîna çavên te re
cure, curên
jiyanê min di wan de dît
min xwe
di wan de şûşt
di nav wan de
min xwe neqand
mîna gula nû pişkivî
lêvên te
bi dilovanî
nêrînên
çavên te
weke nêrîna hilata rojê ye
dil germiyê wê bigire
weke gera baxê qedexekirî
weke riya dûmahî lê ne wê ye
her û her mirov bimeşe
Dilbera min
dostanî û pêkvebûna me
tu pê dizanî
ku yekîtiya dijberiyan e?
kî dizane
dibe ku ji ber vê ye?
dema te
di nava xwe de
nabînim.
ne helbest û ne raman hene
lê çaxê bayê te tê
dişêm paş sînoran bipîvim
helbesteke şêrên î tû
min ji vê helbestê hez kir
di nav vê helbesta mezin de
min xwe de xwarin
wê şevê li nav baxçên gulan
li te digeriyam
ji xweşbêhna gulan mest bûm
min ji gulan re
gazin dikirin
min dît
pirpirîkên ser gulan jî
guhdar dikirin
xweziya mina mezin î tu
helbesta mina mezin î tu
rastiya mina mezin î tu
dilbera min
te ronahî pêşkêşî min kir
ji ronahiya te serxwaş im
awaza di çavên te de
rêwitiya herî dirêj e
trajêdeya mezin î tu
dibe ku ji ber vê ye
tu caran min xwe
ji nebûna te re
amade nekir
nêrînên te
weke ronahiyên
di sarincê dan
di baxê nazelîn de
difetisin
min dît destên te
ronahiyê digirin
di riyên asmanê şîn de
stêrka zer li paş çiyan dihila
cîhana ronahiyê dibirî
bibû pira
paşerojê di nav şevê de
di nav tehliyê de
derbas dibû çerx
lê çi dema te
bi bîr bînim
helbest ji nû ve dest pê dike
û jiyan derdikeve tê
hişê min
li dera helbest û ronahî lê ye
hatiye girêdan
cîhana min
di siya wan çavan de
li xwe digere
ew kenê te yî
tenik di bin konê şevê de
û bi dizî jimartina stêran
min jî roj girêda
da jiyan neyê tarîkirin
bi destên xwe neqişê şahiyê
li asmên çêkir
kenê te
di nav helbestê de
bi min re
ez gîhandime ciwanî û spehîtiya felsefê
têrbûn
ji êvariya çavên te
nabe
dilbera min
dema li ber ronahiya stêran
min tu maçkirî
hingivî diherikî
di nav lêvan de
rêç ji jiyanê re teng dibû
di nav xwe de
û di çiyan de
bi cî nedibû
xirexira evînê
dima li ser rûyê erdê
lê çi di dilê min de heye
di parastina rojê de ye
di kakilka xwezayê de ye
di çav û dilên dildaran de ye
dibe ji bo vê be
ji bo bigîhîjime te
ji te
direvim
bi wî dengê te
yê xweş
strana raperîyê guhdar dikim
bipejirîne
van herdu hevokan
bike nav refê dilê xwe
bila di bin toza salan de
bimînin li wir
ji te re hatiye gotin
pey bilindbûna
wan hevokan
rastî tenê di herdu çavan de ye
di nav herdu çav kevokan de ye
ev çav
mirovan dibine mirinê
an dibine serkeftinê
bûme bendiyê
wan çavên te
û wê ala serkeftina te
min tu
di nav dilê xwe de
di helbestê de
di dostaniyê de
di hevaltiyê de
di evînê de
xwedî kirî
dilbera min
gulên ji çavên te
dikevin
di nav wan de
ronehiya helbestê heye
dinya û dildarî heye
kaniya
ava jiyanê heye
mirovê bi tenê
êdî qedirê dildariyê zanê
wate jiyana min
xeyela dildariya te ye
çaxê min tu
maç dikirî
helbesta dildariyê
dibû awaz
diçûme cîhaneke nenas
Stêr di dilê min de hildihatin
bi maçkirina te re
gotinên pêşiyan dibûne rast
bêhina gezwa çiyan
ji devê te dihat
bêhna Azadiyê
ji gezowa çiyan tê
te qet bilbizêkên
çiyan bêhn kirine?
bêhna wan kulîlkan
ji te tê
bi te re
ewqasî mest im
çiyan dirawistin
dilê min
hesinê keştiya xwe
davêje deryayê
ew çiya dilêriyê didin
evînê jî didin
li gel azadiya jînê
evîndarî awazeke nayê gotinê
evîndarî kenê
li ser lêvên lehengên
li ber tîrebarê ye
peyva wî ya
dawiyê ye
qêrînên biçûkên
nû têne jiyanê ye
dibe evîndarî
awirên me bin
bi bûkên çavan
gera bê wate be
dilbera min
tu
bi kersantiya min re
wisa bûyî yek
û te di dilê min de
cih girtiye
roj bi rojîtiya xwe
neşê te
ji wir derînê
weke dildariya dûr
ku bîranînên wê paqij
weke nama evînê
hê nehatî xwendin germ
gulîyên te
neşiyan xwe
bi kevokan bidine pejirandin
êşa xençera dîrokê
di pişta min de zeng girtiye
kevoka evîna min tu yî
kevoka aramiya min tu yî
dilbera min
ji min re bêje
Di ku dera dil de
te veşartiye helbesta me
an di nav baxê dil de
li seyranê ye
tu dizanî jiyan hemû
di çavên te de ye
heta îro
kiryarên ciwan û spehî
min dîtî
di çêkirina çavên te de
min dî tin
di nav wan de
evîn heye
azadî heye
rûmet heye
rêzdarî heye
ji nav ronahiya xwezayê herikîne û hatine
dema dikevime nav ronahiya wan
li nav stêran digerim
neqişên stêran di çavên te de ye
dilbera min
min tu ji awaz û helbestê afirandî
ji ronahiya peyva zanatiyê
hêêdî, hêêêdî……
dilooop, dilooop palandî
paşî di kûrtiya
jîn û ronahiyê de veşartî
ez bi te re
li ser vê holejînê bextewar im
ji ronahiya salan jiyam
şilbûna dilê min
ji hêstirên çavên te
yên pêşî
lê wêrekî
li gel hemû kul û kovanan
zanîna hezkirina evînê ye
yên di bin van mercan de
helbesta dîroka evînê gotî gewre ye
mirov bi evîna xwe re heye
an ne li jiyanê ye
ji zimanê xwe
fire şîrê ku tu
didî min
hemû astengîyên
li pêşiya xwe radikim
dilbera min
mîna ez ji rayên te
hatibim afirandin
min tu
anîbî cîhanê
ji te hez dikim
wer dibêjim
ji me herdûyan û pê ve
kesî din nîne
li vê cîhanê
dîwar hemû hatine herifandin
sînor rabûne
li çar terefan
kevokên zanistiyê difirin
tu
weke birca ku neşêm
bikevimê
li ser hemû riyên min î
te
derbasî helbestê dikim
di nav helbestê de
dimeşînim
weke zaroka nûhatî
te bêhn dikim
mîna kulîlkên dara belalûkê
bi nazelînî
li te dinêrim
bê deng dibim
cihê helbesta evîna te
dest pê dike
tu kevoka min a çar çeng î..
tu zeviya min a çar reng î.
tu ramana min a çar deng î.
tu kaniya pênûsa şeng î.

berxwedan is offline  
Eski 22-11-2006, 09:21 PM   #2 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Aug 2006
Konum: plakam bozuldu valla :(
Mesaj: 1,092
Üye No: 17912
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 0
Rep Puanı : 3454
Rep Derecesi
manapat_06 has a reputation beyond reputemanapat_06 has a reputation beyond reputemanapat_06 has a reputation beyond reputemanapat_06 has a reputation beyond reputemanapat_06 has a reputation beyond reputemanapat_06 has a reputation beyond reputemanapat_06 has a reputation beyond reputemanapat_06 has a reputation beyond reputemanapat_06 has a reputation beyond reputemanapat_06 has a reputation beyond reputemanapat_06 has a reputation beyond repute
Varsayılan


sax bi hevalé héja

manapat_06 is offline  
Eski 22-11-2006, 09:22 PM   #3 (permalink)
 
Giriş Tarihi: May 2006
Konum: MogadişU
Mesaj: 27,725
Üye No: 4306
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 62240
Rep Puanı : 6221009
Rep Derecesi
PCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond reputePCkopat has a reputation beyond repute
Varsayılan


keke berxwedan keda deste te saxbe....spas

__________________
PCkopat is offline  
Eski 22-11-2006, 09:22 PM   #4 (permalink)
 
Giriş Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,972
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 25872
Rep Puanı : 2586029
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Varsayılan


Alıntı:
manapat_06 tafarından gönderildi Mesajı Görüntüle
sax bi hevalé héja

serçawemına delal

Alıntı:
keke berxwedan keda deste te saxbe....spas


spasxweş jı dera bawemın

__________________
berxwedan is offline  
Eski 22-11-2006, 09:23 PM   #5 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jul 2006
Konum: batman
Mesaj: 1,222
Üye No: 15320
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 60
Rep Puanı : 5663
Rep Derecesi
hünerment has a reputation beyond reputehünerment has a reputation beyond reputehünerment has a reputation beyond reputehünerment has a reputation beyond reputehünerment has a reputation beyond reputehünerment has a reputation beyond reputehünerment has a reputation beyond reputehünerment has a reputation beyond reputehünerment has a reputation beyond reputehünerment has a reputation beyond reputehünerment has a reputation beyond repute
Varsayılan


yuregıne saglık heval yıne dokturmuşsun...

__________________
hünerment is offline  
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konuları
Sizin İçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin İçin Seçtiklerimiz-2:

Şeftali Yetiştiriciliği
Ekolojik Tarım ve Hayvancılık
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salımı yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakır) Tarihi
İç Anadolu Hakkında Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlığı müfettiş yardımcılığı
2008 yılı icra müdür ve yardımcılığı sınav ilanı

Sizin İçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doğum gününüze göre hangi hayvansınız?
Doğum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çıkarma
Virüs taşıyan keneler dehşet saçıyor
Şiddetin genlerle ilişkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapıyor
Panasonic Sony'yi tahtından etti!
Mehmet Atlı - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
Kürtçe SMS'ler rojekanu Sms Sözleri 69 01-12-2008 08:25 AM
Kurmancî Tevlîhev Numberone Helbesten Kurdi 12 02-12-2006 03:37 PM
Sranen Kurdi (kürtçe şarkı sözleri karışık) Ararat Şiirler 0 21-08-2006 11:31 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 07:37 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.