|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Zozan Zozan Zozan Zozan Zozan lê lê Zozan lê lê Zozan Zozan Zozan Zozan lê lê Zozan kewê canê Ref tê refê qazan lê lê Zozan lê lê Zozan Ref tê refê qazan lê lê Zozan kewê canê Firya serê gazan lê lê Zozan lê lê Zozan Firya serê gazan lê lê Zozan kewê canê Pezê Zozan reş e lê lê Zozan lê lê Zozan Pezê Zozan reş e lê lê Zozan kewê canê Hûrik hûrik dimeşe lê lê Zozan lê lê Zozan Hûrik hûrik dimeşe lê lê Zozan kewê canê Gotin û Muzîk: Gelêrî Yar yar yara min Yar yar yara min Yar yar yara min Govend gerya l’hewşê ye Yar yar yara min Ketme milê Eyşê ye Yar yar yara min Govend gerya l’ sûkê ye Yar yar yara min Ketme milê bûkê ye Yar yar yara min Navê yaram Emîne Yar yar yara min Bin dawetan namîne Yar yar yara min Govend gerya l’ bin darê Yar yar yara min Ketme milê yarê ye Yar yar yara min Gotin û Muzîk: Gelêrî Yar yarê Yar yarê yarê lê yar yarê yarê Yar yarê yarê lê şar hêşînokê Şar hêşînokê lê xort xapînokê Xort xapînokê lê xemrevînokê Carek min gotî lê hîva me wa ye Du car min gotî lê hîva me wa ye Rûkê ezman da lê wa ye xuyaye Derdê min kula min keçka Keya ye Carek min gotî lê hîva me zîz e Dmin gotî lê lê hîva me zîz e Orta ezman da lê wa ye dilîze Derdê min kula min keçka Ezîz e Gotin û Muzîk: Gelêrî Dêresorê Dera sorê biçûk e lêlê lêlê lêlê lêlê lêlê Dera sorê biçûke Dest bi hinne û neynûk e Par qîz bû îsal bûk e lêlê lêlê lêlê lêlê lêlê Par qîz bû îsal bûk e berxê sebra mala minê Dera sorê mezin e lêlê lêlê lêlê lêlê Dera sorê mezin e Dest bi hinne û bazin e Par qîz bû îsal jin e lêlê lêlê lêlê lêlê Par qîz bû îsal jin e berxê sebra mala minê Gotin û Muzîk: Gelêrî Tûzik Tûzik li ser ava ye Av li binya mala ye Kî nexweş e bela ye Tûzik dermanê dila ye Baranê rêşe-rêş e Kî nexweş e zaf dêşe Tûzik jê ra bipêje Tûzik dermanê dilêş e Pîrê rabû ser piya Gazî kire gundiya Amanata tûzikê Tûzik heyata hemiya Gotin û Muzîk: Gelêrî Koçerê Koçerê yar koçerê narînê narînê hoy nar Koçerê yar koçerê çi digot wan çavên te Koçera bêrya bê av narînê narînê hoy nar Koçera bêrya bê av çi digot wan çavên te Ez kuştim bejna zirav narînê narînê hoy nar Ez kuştim bejna zirav çi digot wan çavên te Naxwazim keçka bê bav narînê narînê hoy nar Naxwazim keçka bê bav çi digot wan çavên te (Dîsgotin) Koçerê ji bêryê tê narînê narînê hoy nar Koçerê ji bêryê tê çi digot wan çavên te Ez kuştim keçka xelkê narînê narînê hoy nar Ez kuştim keçka xelkê çi digot wan çavên te Naxwazim keçka bê dê narînê narînê hoy nar Naxwazim keçka bê dê çi digot wan çavên te (Dîsgotin) Koçera lata jorî narînê narînê hoy nar Koçera lata jorî çi digot wan çavên te Ber mala me re bihurî narînê narînê hoy nar Ber mala me re bihurî çi digot wan çavên te Naxwazim keçka golî narînê narînê hoy nar Naxwazim keçka golî çi digot wan çavên te (Dîsgotin) Ax lê Wesê Ax lê Wesê lê lê lê, Wesîlayê way way Te porsorê lê lê lê hene dayê way way Teşî ristî lê lê lê çû serayê way way Mala Wesê lê lê lê ji malan wê de way way Ez radimûsim lê lê lê l’mala bavê way way Riya bajêr lê lê lê rê dikşîne way way Çon derê Wesê lê lê lê Av dikşîne way way Bîngol şewitî Bîngol şewitî mij dûman e Megrî, megrî dayê megrî Zekî kuştin ber malan e Zeman xirab em têda ne Bingol şewitî mij dûman e Megrî, megrî, dayê megrî Esker ketin nav gundan e Zeman xirab em tê da ne Va qomandan, bê îman e Megrî, megrî, dayê megrî Millet topkir, bi copan e Zeman xirab, em têda ne Ehmedo Ronî Ehmedo Ronî heyran tu ne mîr î ne hekîm î Kuro gedê tu ne mîr î e hekîm î Li bala dilê min evdala Xwedê de Tavî kî ji tavî ya biharê Meha Gulan û Nîsan û Adar e Li ser sing û berê min evdala Xwedê de Ne dixûricî ne dibarî Ehmedo lo lo ... Ehmedo Ronî heyran navê min Besna ye Kuro gedê navê min Besna ye Li tilî pêçê minê ar morî werçî maye Li sing û berê min evdala Xwedê Ji te re kûşk û seray werçî ma ye Li berê qeranê pezê xwe ser de ker ke Min ê hemdê xwe ji te re destûr da ye Ehmedo Ronî heyran dê û bavê min ne Xêrê bike dê u bavê min ke wê qet nebînin Wezê çewa neda me Ehmedê kur û barî Ma di gûnd de min dil tê da Wezê da me gedê kurapê min ê Çepelê mêra xudanê heft jina heftê salî Wezê pêra vere xwe didemê zihfarek diran tune devda Ehmedo lo... Ez berf im Ez berf im berf im berf im Lê lê nar lê lê nar Ez berf im berf im berf im Lê lê nar tu delal î Ez berfa çiyakê reş im Lê lê nar lê lê nar Ez berfa çiyakê reş im Lê lê nar tu delal î Hemeyloka bi neqş im Lê lê nar lê lê nar Hemeyloka bi neqş im Lê lê nar tu delal î Xwestiya ya lawk keleş im Lê lê nar lê lê nar Xwestiya ya lawk keleş im Lê lê nar tu delal î Ez berfa çiyakê sor im Lê lê nar lê lê nar Ez berfa çiyakê sor im Lê lê nar tu delal î Hemeyla dor bi mor im Lê lê nar lê lê nar Hemeyla dor bi mor im Lê lê nar tu delal î Xwestiya lawkê pispor im Lê lê nar lê lê nar Xwestiya lawkê pispor im Lê lê nar tu delal î Ez berfa çiyakê spî me Lê lê nar lê lê nar Ez berfa çiyakê spî me Lê lê nar tu delal î Hemeyla dorbendî me Lê lê nar lê lê nar Hemeyla dorbendî me Lê lê nar tu delal î Dosta lawkê gundî me Lê lê nar lê lê nar Dosta lawkê gundî me Lê lê nar tu delal î Bu mesaj en son " 19-12-2006 " tarihinde saat 07:36 PM itibariyle Numberone tarafından düzenlenmiştir.... |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Helîm can
Te gelekî malê’m xwar lê lê lê lê Lê lê, lê lê, lê lê, lê lê lawo Helîm can Qirika te da neçe xwar lê lê lê lê Lê lê, lê lê, lê lê, lê lê lawo Helîm can Ji te ra bibe kul û jar lê lê lê lê Lê lê, lê lê, lê lê, lê lê lawo Helîm can Bibe kula sala par lê lê lê lê Lê lê, lê lê, lê lê, lê lê lawo Helîm can Gulê hoy nar hoy narê Gulê hoy nar hoy nar hoy narê Dînê hoy nar hoy nar hoy narê Gule min çavên belek xwarê Dînê min çavên belek xwarê Gulê sêva sor li guliyê darê Dînê sêva sor li guliyê darê Gulê ço davêm were jêrê Dinê ço davêm were jêrê Gulê hoy nar hoy nar hoy narê Dînê hoy nar hoy nar hoy narê Gule min çavên belek xwarê Dînê min çavên belek xwarê Gulê tu qismeta vê carê Dinê tu qismeta vê carê Gulê ço davêm were xwarê Dînê ço davêm were xwarê Gulê hoy nar hoy nar hoy narê Dînê hoy nar hoy nar hoy narê Gule min çavên belek xwarê Dînê min çavên belek xwarê Kin im kin im Kin im kin im lê lê lê Dirêj nabim way way Zêrê zer im lê lê lê Xirab nabim way way Paşa were lê lê lê Ber ranabim way way Pirsa xelkê lê lê lê Xirab nabim way way Kin mehacira lê lê lê Deşta Mûşê way way Kin şerbet bû lê lê lê Berda şûşê way way Kin rindik e lê lê lê Gula geş e way way Ez radimîsim lê lê lê Te dergûş e way way Gotin û Muzîk: Gelêrî Wî de mala min (Bavê Lalo) Wî de mala min Wî de mala min Mala bavê min mala mêran e eywax De here mala min hê hê…. Lê mala min mala mêran e De konê mala bavê min rebena xwedê konê mala mêran e De here çawa bi destê Bavê Lalo girtin xistin kelepçê Berê wî dane hepisxana bajarê Qersê digo: ”yallah lo Kurdo” De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane Guhê van gundan e de oy oy.. De mala bavê min mala mêran e De herê malan min hê hê…. Wî de mala min, mala min, mala min.. Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… Û çadira bavê Lalo danî li ber çema Xeybetê berxê mala Emer Begê vê sibekî danî li ber çema Were vê sibekê naziman û qomandarê Qolordîya Dîyarbekir Hatî kon û kozikê xwe danî cem me Belê wezê nakevime ber kûştin û girtina Bavê Lalo, Suwarê Kovê Wezê ketime ber heyfa wê heyfê De herê çawa destê wî xistin darê kelepçê, berê wî dane hapisxana bajarê Erziromê De herê çawa berê zarok û zêçên wî dane nav Ecem e oy oy… Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… De herê malan min mala min mala min, Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo… Û çadira bavê Lalo danî li ser latê Belê îro sê roj e Alayê Sêrtê Tevî mufreza cendirme tabûra eskerê vî Xelatê Belê digerîne li Bavê Lalo, Suwarê Kovê Li vê dews û li vî rêç û li vî deşt û taqîbatê Wele wezê nakevime ber girtina û kuştina Bavê Lalo Wezê dikevime ber heyra vê heyrê Û axalerkê me ser re dibêjin Çawa tu bûye firar û mehkûm û qacaxê hikûmatê Hoh oy de hoy oy… Mala bavê min mala mêran e ha wa weylo... Genc Xelîl Were lolo,were lolo,were lolo,were lolo….ax Were lolo…were lolo,were lolo,were lolo,were lolo,were lolo….waê….. Were lolo,were lolo,were lolo,were lolo,were lolo nemaê; Ê nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê….wax, Ezê ji bona genc Xelîl lawê apê…xwe nemî..yîyîîîîyîyînim li dunyayê. De lolo gec Xelîlo subebû çemê paşo newala hope bişewite ji dilê min û tera newel li pale Dilê min ji bona pismamê min yane,yane,kale,kale Bihîstina min bihîstiye,pismamê min nexweşe nexweşekî jê dib ê hale Ezê rabim destê genc Xelîl lawê apê xwe bigrim leylîfkim yalî male, Ji êvarê heyanî sibê jêra bibime naz balîfe,balgîbe,berpale. Bira sere xwe bide ser cotê zendê mine zer badayî, Sûretê xwe bide ser cotê zer memikê minê nîşanî bi xale. Dema tuê berê xwe bidî welatê xerîb û vê xerîbstanê; Ezê cotê reş gulîyê xwe jêkim ji hespê pismamê xwera bikim doxhevsare, Xizêma poze xwe bikime bizmale; Kimbera pişta xwe dîsa vê subengê mal xirabo ji hespê pismamê xwera bikim nale. Ezê kimbera pişta xwe ji hespê pismamê xwera bikim nale, Dema tuê berê xwe didî welatê xerîb û xwerîbstanê,di nava heval û hogira, Ay de bira kesekî mebêje genc Xelîl Kurmance,Kurmancekî bê pergalê nemaê; Ê nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê….wax, Ezê ji bona genc Xelîl lawê apê…xwe nemî..yîyîîîîyîyînim li dunyayê. De lolo genc Xelîlo subebû min sondxwarî ; Bi sonda qesemê dema tuê berê xwe bidî welatê xerîb û xerîbstanê Gelo vê subengê wezê didû tera tu car û tu zemanî ji xwera tu malê nakim. Ezê pismamê xwe di hêşa konê Erebî ji xew rakim, Kolozekî deveturkî bînim nava çavakim,qondirekî Helebî di lingakim, Ebakî Besra bînim nava milakim. Eger pîra dê,kali bavê qayîl bûne,jixwe qayîlbûne; Gava ku qayîl nebûn,koma bira û pismama teva bi qurbankim. Xwe berdime welatê xerîb û xerîbaê,welatê di Türkîya ê,Stembol a şewitî nîvê dunya ê, Xwe berdime Hemuş û Heka ê,Musil û Bexda ê,Beyt a Şerîf Beytulla ê; Qasekê rûnêm li ber kanîka vê sera ê,cotê şalûl û bilbil,têlî tembûra peydakim, Bînim ser sere pismamê xwera bi dardakim,bi surra subêra,bi azan a mellara, Bi qêrînê dîkara,bi kile kilê meşkara,bi lûbe lûbê jinebîyara. Bi dengê qîzan û bûkara,bi fîtînê nêçîrvanê serê çiyanra,bi hokînê şivanê ber keryara. Bi zereqî tavî serî subêra,bi dengê lawî Kurdanra,bi birqinê di şûranra, Bi engê dengbêjan,bi defê dewrêşan,bilûr ê bilûrvanan,bi sazî sazbendan, Bi dengê şalûl û bilbilan,têlî tembûran qasekê; Ji kedera dilê xweyê bi mereqê bi kederra,Gelo segmanê cindî dîsa ji dilê xwera ji xew rakim nemaê; Ê nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê,nemaê….wax, Ezê ji bona genc Xelîl lawê apê…xwe nemî..yîyîîîîyîyînim li dunyayê. Malan barkir Malan barkir lê lê çûne waran lê Dînê lê dînê lê Dînara min Goştê me xwar lê lê mişk û maran lê Keçê lê rindê lê bermaliya min Ez sewî me lo lo ber desta me lo Delalo delalo delalê min Brîndar im lo lo bê xwedî me lo Hevalo hevalo hevalê min Malan bar kir lê lê koç bi rê ket lê Dînê lê dînê lê Dînara min Dilêm eşiya lê lê agir pê ket lê Keçê lê rindê lê bermaliya min Jana te ya dil jana min e lo Delalo delalo delalê min Ger min nedin ne gunehê min e lo Hevalo hevalo hevalê min Dodo Dodo kete kemînê Kemîn jibo evînê Şax bi şax digere Çarekê jê nabîne Dodo Dodoooo Dodo dodo te çi kir Çû parsînê şuxul kir Heta hat û keçik mir Kullik danî bavo kir Tellik danî bavo kir Seyrê qîza axê ye Delalîka serey e Qelenê xwe buha ye Dodo liser helyaye Dodo xortek hêja ye Seyranê heda meda Tevir girt û erd veda Jibo evîna Dodo Çavê te ma di rê da Te canê xwe kir feda Gotin û mûzîk: Gelêrî (Serhed) Bizinê Bizinê ha bizinê ha na na Bizinê ha bizinê tew can na na Bizina serê lodê ha na na Bizina serê lodê tew can na na Dev avêt gurza kodê ha na na Dev avêt gurza kodê tew can na na Bizinê bidine tobê ha na na Bizinê bidine tobê tew can na na Bizina zik mezine ha na na Bizina zik mezine tew can na na Salê cot kara tîne ha na na Salê cot kara tîne tew can na na Yek dimre yek dimîne ha na na Yek dimre yek dimîne tew can na na Bizina pir bi leze ha na na Bizina pir bi leze tew can na na Nanê şivan didize ha na na Nanê şivan didize tew can na na Şivan bizinê dikuje ha na na Şivan bizinê dikuje tew can na na Gotin û Muzîk: Gelêrî (Serhed) Welatê me Kurdistan e Welatê me Kurdistan e Cîh û meskenê me Kurdan e Welat ji mere ruh û can e Millet hemî bira ne Cîh û meskenê me Kurdan e Temam baxe û bistane Welat gul e gulistan e Millet hemû birane Welatê me pir şêrîn e Merg û çem e û zevî ne Qîz û bûke tev cindî ne Eslê xwe da horî ne Kurdistana me zeynet e Cemata wî pir hurmet e Temam qedr e û qîymet e Welatê me cennet e Gotin û Muzîk: Mecîdê Silêman Meyrik Xeber hate ji Mereşê Xeber hate ji Mereşê Halê Meyrik pir nexweş e oy oy... Li Hekimê Loqman geryam Li Hekimê Loqman geryam Pey min hat xebera reş e oy oy... Oy Meyrik Meyrik Meyrik Ez heyrana te me Meyrik Ez qurbana te me Meyrik Hey wax li min Meyrik mirî Hey wax li min Meyrik mirî Mereş ket nav şîn û girî oy oy... Gelî dostan loma nekin Gelî dostan loma nekin Xudê nede serê kesî oy oy... Oy Meyrik Meyrik Meyrik Qurbana te rabe Meyrik Dinya bê te nabe Meyrik oy Oy Meyrik Meyrik Meyrik Ez heyrana te me Meyrik Ez qurbana te me Meyrik Baran barî tene tene Baran barî Gulê Gulê tene tene Vana rêçên were Gulê min û te ne De bilezin Gulê Gulê, zu bimeşin Rojên giran were Gulê li benda me ne Baran barî Gulê Gulê hûr hûr lêkir Gul û sosin were Gulê rengê xwe vekir Çiya û zozan Gulê Gulê tev xemilîn Kanî û rûbar were Gulê tevde der kir Baran barî Gulê Gulê her der xweş kir Dar û zevî were Gulê tevda geş kir Tu ciwan î Gulê Gulê pir bedew î Dilê fesadan were Gulê te pir reş kir Ziravê Zirav zirav ziravê Leylo leylo ziravê Zirav zirav ziravê Ax keçê zalimbavê Ew zirava wek derzî Leylo leylo ziravê Li devê deriyê me dibezî Ax keçê zalimbavê Ew zirava wek teşî Leylo leylo ziravê Li devê deriyê me dimeşî Ax keçê zalimbavê Zirav qiza keşê ye Leylo leylo ziravê Rind e qiza kese ye Ax keçê zalimbavê Zirav çûye qirşikan Leylo leylo ziravê Rindê çûye qirşikan Ax keçê zalimbavê Şirpa şirpa şimikan Leylo leylo ziravê Şirpa şirpa simikan Ax keçê zalimbavê Zirav dendik diqelîne Leylo leylo ziravê Rindê dendik diqelîne Ax keçê zalimbavê Paya xortan hiltîne Leylo leylo ziravê Paya keçan diqelîne Ax keçê zalimbavê Leylo Leylo Ziravê Leylo Leylo ziravê Zirava Elîparê Leylo Leylo ziravê Ax keçê zalimbavê Ew zirava wek derzî Leylo leylo ziravê Li devê deriyê me dibezî Ax keçê zalimbavê Ew zirava wek teşî Leylo leylo ziravê Li devê deriyê me dimeşî Ax keçê zalimbavê Zirav qiza Keşê ye Leylo leylo ziravê Rind e qiza kese ye Ax keçê zalimbavê
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
Kerîm lawo çeqilmast
Kerîm lawo çeqilmast Min meyan û nebû mast Kuçikê mexmer alast Bû koçerkê bi rast Kerîm lawo çeqilmast Ez çûme Şam û Heleb Anin sê bizinê celeb Yekê kor û yekê pîr A dinê bizina tiştîr Bûm hemberê mala mîr Helbest: Baba Tahirê Uryan Muzîk: Gelêrî Oy nergiz Oy nergîz nergîz nergîz Nergîzê narê cîwanê Oy nergîz nergîz nergîz Sorgulê Berîvanê Ez nergîza çîyayê sorim nergîzê narê cîwanê Ez nergîza çîyayê sorim sorgulê Berîvanê Zozan zozan dimorim nergîzê narê narê cîwanê Zozan zozan dimorim sorgulê Berîvanê Ez nergîza çîyayê reşim nergîzê narê cîwanê Ez nergîza çîyayê reşim sorgulê Berîvanê Zozan zozan dimeşim nergîzê narê cîwanê Zozan zozan dimeşim sorgulê Berîvanê Hatim Besta Beleka Hatim Besta Beleka Hey lê lê û hey lo lo Hatim Besta Beleka Hey lê lê û hey lo lo Ciwana mala bavê min Evar e dema heneka Hey lê lê û hey lo lo Evar e dema heneka Bûka mala bavê min Min yar dît li nav rezî Hey lê lê û hey lo lo Min yar dît li nav rezî Ciwana mala bavê min Dilê min bir û dizî Hey lê lê û hey lo lo Dilê min bir û dizî Bûka mala bavê min Bejna wê dara bî ye Hey lê lê û hey lo lo Bejna wê dara bî ye Ciwana mala bavê min Ji ramûsana sor bûye Hey lê lê û hey lo lo Ji ramûsana sor bûye Bûka mala bavê min Birca Belek Botana Hey lê lê û hey lo lo Birca Belek Botana Ciwana mala bavê min Diparêzin ji dil û cana Hey lê lê û hey lo lo Diparêzin ji dil û cana Bûka mala bavê min Ordek Ez ordek im ordek im Lê lê ordekê ordekê Ez ordek im ordek im Memik şemalê şevêo Ez ordeka golan im Lê lê ordekê ordekê Memik şemalê şevêo Şev û rojan li çolan im Lê lê ordekê ordekê Şev û rojan li çolan im Memik şemalê şevêo Dosta lawikê şalreş im Lê lê ordekê ordekê Dosta lawikê şalreş im Memik şemalê şevêo Ez ordeka serî sor im Lê lê ordekê ordekê Ez ordeka serî sor im Memik şemalê şevêo Şev û rojê dipalim Lê lê ordekê ordekê Şev û rojê dipalim Memik şemalê şevêo Dosta lawikê çuxsor im Lê lê ordekê ordekê Dosta lawikê çuxsor im Memik şemalê şevêo Ez ordeka serîreş im Lê lê ordekê ordekê Ez ordeka serîreş im Memik şemalê şevêo Şev û rojê dimeşim Lê lê ordekê ordekê Şev û rojê dimeşim Memik şemalê şevêo Dosta lawikê keleş im Lê lê ordekê ordekê Dosta lawikê keleş im Memik şemalê şevêo Gotin û Muzîk: Gelêrî Zozan Ref hatin refê qazan Lê lê Zozan lê lê Zozan Ref hatin refê qazan Lê lê Zozan lê lê gewrê can Firyan diyarê sazan Lê lê Zozan lê lê Zozan Firyan diyarê sazan Lê lê Zozan lê lê gewrê can Min silav li keçikê lazan Lê lê Zozan lê lê Zozan Min silav li keçikê lazan Lê lê Zozan lê lê gewrê can Ref hatin refê çûçikan Lê lê Zozan lê lê Zozan Ref hatin refê çûçikan Lê lê Zozan lê lê gewrê can Firyan diyarê sûkan Lê lê Zozan lê lê Zozan Firyan diyarê sûkan Lê lê Zozan lê lê gewrê can Min silav li keçik û bûkan Lê lê Zozan lê lê Zozan Min silav li keçik û bûkan Lê lê Zozan lê lê gewrê can Ref hatin refê betan Lê lê Zozan lê lê Zozan Ref hatin refê betan Lê lê Zozan lê lê gewrê can Firyan diyarê xetan Lê lê Zozan lê lê Zozan Firyan diyarê xetan Lê lê Zozan lê lê gewrê can Min silav li keçka metan Lê lê Zozan lê lê Zozan Min silav li keçka metan Lê lê Zozan lê lê gewrê can Gotin û Muzîk: Gelêrî Serê malan Serê malan darik lê lê darik lê Binê malan darik lê lê darik lê Wê darê ji narik lê lê narik lê Wê darê ji narik lê lê narik lê Her ro her şev yarik lê lê yarik lê Her ro her şev yarik lê lê yarik lê Serê malan çûkik lê lê çûkik lê Binê malan çûkik lê lê çûkik lê Wê çûkê jî tûkik lê lê tûkik lê Wê çûkê jî tûkik lê lê tûkik lê Her ro her şev bûkik lê lê bûkik lê Her ro her şev bûkik lê lê bûkik lê Serê malan gûzik lê lê gûzik lê Binê malan gûzik lê lê gûzik lê Wê gûzikê gûzik lê lê gûzik lê Wê gûzikê gûzik lê lê gûzik lê Her ro her şev qîzik lê lê qîzik lê Her ro her şev qîzik lê lê qîzik lê Gotin û Muzîk: Gelêrî Nav meniyan Nav meniyan nav meniyan bejnzirav Nav meniyan nav meniyan bejnzirav Berfik barî serê çiyan, serê çiyan bejnzirav Berfik barî serê çiyan, serê çiyan bejnzirav Sê zeriyan dew dikiyan dew dikiyan bejnzirav Sê zeriyan dew dikiyan dew dikiyan bejnzirav Gişt rûniştin wer giriyan, wer giriyan bejnzirav Gişt rûniştin wer giriyan, wer giriyan bejnzirav Tu bi çûçika nav darikan, nav darikan bejnzirav Tu bi çûçika nav darikan, nav darikan bejnzirav Bervê çûm û xwe melisan, xwe melisan bejnzirav Bervê çûm û xwe melisan, xwe melisan bejnzirav Destan girt û rû ramîsam, rû ramîsam bejnzirav Destan girt û rû ramîsam, rû ramîsam bejnzirav Min digo bes e wê digo dîsan, wê digo dîsan bejnzirav Min digo bes e wê digo dîsan, wê digo dîsan bejnzirav Gotin û Muzîk: Gelêrî Memmir memmir Memmir memmir Memo lo Memo lo Memo Memmir memmir Memo lo Memo lo Memo Xelkê jina te bir lo Memo lo Memo Celkê jina te bir lo Memo, pismamo Xwelî li serê te kir lo Memo lo Memo Xwelî li serê te kir lo Memo, pismamo Baxçê Memo rezî lo Memo lo Memo Baxçê Memo rezî lo Memo pismamo Bin da marê tevizî lo Memo lo Memo Bin da marê tevizî lo Memo pismamo Min tirs e te bigezî lo Memo lo Memo Min tirs e te bigezî lo Memo pismamo Baxçê Memo tirî lo Memo lo Memo Baxçê Memo tirî lo memo pismamo Bin da marê mirî lo Memo lo Memo Bin da marê mirî lo Memo pismamo Min tirs e te bigrî lo Memo lo Memo Min tirs e te bigrî lo Memo pismamo Gotin û Muzîk: Gelêrî Werî Xan Werî Xan werî Xan werî Xanê lê Xana min Werî Xan werî Xan werî Xanê lê cana min Deşta Temranê av e lê Xana min Deşta Temranê av e lê cana min Sê sîwaran xwe da nav e lê Xana min Sê sîwaran xwe da nav e lê cana min Revand Xana bejnzirav lê Xana min Revand Xana bejnzirav lê cana min Deşta Temranê ap e lê Xana min Deşta Temranê ap e lê cana min Sê sîwaran xwe da paş e lê Xana min Sê sîwaran xwe da paş e lê cana min Revand Xana çavreş e lê Xana min Revand Xana çavreş e lê cana min Xanê te digo mêr nakim lê Xana min Xanê te digo mêr nakim lê cana min Kofiya zêran xwar nakim lê Xana min Kofiya zêran xwar nakim lê cana min Lawikê xwe dayndar nakim lê Xana min Lawikê xwe dayndar nakim lê cana min Deyndarê evdan nakim lê Xana min Deyndarê evdan nakim lê cana min Qimîş nabim ji xew rakim lê Xana min Qimîş nabim ji xew rakim lê cana min Taskî av li destan kim lê Xana min Taskî av li destan kim lê cana min Werî Xan werî Xan werî Xanê lê Xana min Werî Xan werî Xan werî Xanê lê cana min Gotin û Muzîk: Gelêrî Misto Ha berde berde berde Min go Misto destê min berde Ha berde berde berde Min go teres zendê zer berde Oda Misto li hember e Min go Misto destê min berde Oda Misto li hember e Min go teres zendê zer berde Kevrê ortê mermer e Min go Misto destê min berde Kevrê ortê mermer e Min go teres zendê zer berde Yara Misto dîlber e Min go Misto destê min berde Yara Misto dîlber e Min go teres zendê zer berde Oda Misto biçûk e Min go Misto destê min berde Oda Misto biçûk e Min go teres zendê zer berde Kêrangê orta çûk e Min go Misto destê min berde Kêrangê orta çûk e Min go teres zendê zer berde Yara Misto biçûk e Min go Misto destê min berde Yara Misto biçûk e Min go teres zendê zer berde Oda Misto hezizî Min go Misto destê min berde Oda Misto hezizî Min go teres zendê zer berde Kêrangê orta rizî Min go Misto destê min berde Kêrangê orta rizî Min go teres zendê zer berde Kê yara Misto dizî Min go Misto destê min berde Kê yara Misto dizî Min go teres zendê zer berde Gotin û Muzîk: Gelêrî
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Naven Kurmanci Keçık u Kurık(Kürtçe İsimler-Kız,Erkek) | NisêbînaRengîn | Sınırsız Muhabbet Burada | 39 | 16-11-2008 12:32 PM |
| Kurdish Academy of Language !! kurmanci ogrenelim !! | Zengari | E-Book, E-Kitap | 16 | 10-10-2008 02:48 PM |
| Kurmanci Dil Dersleri Ders Devamı 3 | berxwedan | Çiroken Kurdi | 10 | 24-09-2006 11:18 PM |
| Kürt parlamentosu: Kurmanci yasaklanmadı | Kajîn Jîr | Sınırsız Muhabbet Burada | 1 | 20-08-2006 11:34 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.