|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Sorgula Min ez di xitimandina peyvên xwe ên sist û pist de eşqa xwe diyarî dilê te yê berketî dikim ji çarguliyên porê te yê xumrî bêhna gulên biharê tê bi bayekî xerîb re li hinava canê min belav dibe di agirê şeweta awirên te de xwe dibînim tu bûyî bîranîneke ji tîrêja heyva çardeh şevê di giyana min ê newêrek de li ber pencera hilmgirtî evîndar û bendewarê te me xulamê koşka dilê te me di xemkêşiya helbesta gora dilê te de binax dibim tu heyîna min a jîndar î çavkaniya helbesta li ser lêvên pênûsa min î xweşbêhna gula baxçeya min î min girnijîna li ser lêvên te di nasnameya gerdena xwe de kola henasa qefesa te ya germ di kefa mista xwe de vedişêrim min riya xwe di pisûlaya sewdaya te de winda kir berê xwe da oxira felekê ez mişextê melûliya çavên te me mehkûmê zîndanên xemzeya te me li dadgeha bejna te ya zirav têm darizandin di bijang û ebrûyên te de dilbirîndar im were bi zimanê xwe ên hingivî birîna kezeba min bikewîne berxa min yara min sorgula min Xîzan Şîlan 2006-03-03 Stockholm |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Were te bi fermana ba û bahozan ez dame nasandin beybûnên giyan li mêrgên dil çilmisandin ji baskên hechecikan xwîna penaberiyê dipijiqe rûyê çarenûsa min kolan digirîn kevir diqîrin were di kefa mistê de gora îxanetê bikole ji birîna zarokên me bêhna şeweta barûtê tê li goristanan kulîlkên demsalî şîn girtine were agirê dojeha kolanan vemirîne jîn di tora jiyana bêbextiyê de dipirpite bi kilîta dîlitiyê deriyê hêviyên min girtin tirsa xewnê bedena min radipêçe nifiran li tenêtiya şevên xwe dikim bi rojê li goristana biyaniyê termekî mirî me di bêçaretiya gewdê xwe de têm guvaştin ji henasa min mij û dûman difûre bîranînên zarokatiya xwe di paşila çiyan de vedişêrim feryad û axînan di aso de dibînim ji gewriya xwe hevokên xwînê vedirişim li baxê dil demsal û sersal qurmiçîn te tevna tenêtiya şev û rojan li eniya min hunand were min bi hêviyên xwe efsûn bike birîna movikên pişta min bi werîsê keskesor bipêçe stêra şadiyê diyarî pîroziya dil bike stûxwariya simbilê zeviya dilê min bi barana giyanê xwe avde were bi rondikên çavên xwe êşa qolincên jiyana min mizde li beyanan bi dengê çivîkan re xem û xeyalên min birevîne were 2006-04-12 Stockholm Xizan Şîlan
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||
|
Gewra Min bi mijgulên xwe xwêdana eniya min vemalî ne hestên min di bêdengiya xwe de koçber in li şevereşan rondikên xeman diniqutin hembêza bêxewiya min xêrnexwezan ax û nalîn li qolinca xewnan siwar kirin dilop dilop keda min mijandin axa bedenê diheje!! li germa havînan ciwanî dîl girtin min êş û tirsa dilê xwe kedî kir li biharan gula Gulpik çilmisandin li berbangan çûkên beytik hevparên sirên êşa min in carnan peşkên barana sibê ji rûyê min xemgîniyê difirîne bêhna yasemînan li giyana min direşîne carnan ewrên tarî xwe dispêrin ber deriyê qefesê bêhn li min diçike peyv nîvco dimînin hevok diqurmiçin helbest di gewriya pênûsê de difetise pênûs jî di êşa helbestê de dilerize çavbirçî û binaran kîn û nefret di dûmana cixara min de meyandin sebir bû gule di devê lûlê de rojan ez mişextî tenêtiya şevê kirim çingîna bayê reş di guhên min de dinale giyana min bi lapûşkên hovan tê naperûçkirin ez kaptanê keştiya deryaya ramanên bêbinî me li nav çar dîwaran bi neynokên dilê xwe hêviyan dikolim gewra min ji lehiya bedewiya awirên xwe qurtek av bide lêvên min ên ziwa 2006-07-04 Stockholm Xizan Şîlan
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Bêrî Bihar - Kurte Jiyan û Helbestên wê | Siberoj | Helbesten Kurdi | 4 | 27-05-2008 05:20 PM |
| Hêviyên Tazî ....Xizan Şîlan | Mirza | Helbesten Kurdi | 13 | 07-03-2007 02:22 PM |
| Jiyan û helbestên Mele Tahirê Huseynê Kewê | heci | Helbesten Kurdi | 6 | 20-02-2007 06:25 PM |
| Melayê Cizîrî (1407-1481) ... Jî Edebiyata kurdi ya klasik | Mirza | Helbesten Kurdi | 16 | 07-02-2007 03:57 PM |
| CiyÊ CigerxwÎn (1903 - 1984) Di WÊjeya KurdÎ De | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 1 | 23-11-2006 10:18 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.