|
|
#21 (permalink) | |||||||||||||||
|
LÊ LÊ BEJNFODILÊ
li gulîstana xewn û xeyalan morî û mircanan li gerdana dilê te dineqşînim ji pêta maçên lêvan şerbeta gerdeka şevên te vedixwim li mestbûna bejna fodil bextewariyê dihûnim wek zarokekî şîrve bûyî xwe diavêjim dest û ling û bextê te bi lezeta awirên hesretkêş hîqehîqa henasa gewriyê diramûsim ji pêsîra xemgîniyê şîrê ken û şadiyê dimijim ez li nav baxê bêdengiyê guleke sêwî me di giyana gerdûnê de gerstêrkê bêrêgeh im li dor şewqa çira odê perperikê şevistana me li nav mêrg û çîmenan çemekî rût im êşa giyanê xwe dispêrim bayê gulgenima porê te li kolanên koçberiyê li siya germa henasa te digerim di rêwitiya serdeman de sembolê êş û keserê me êdî bese were bi kilîta dilovaniya xwedawendan deriyê bihuşta dilê min veke çûka şaxa taristanên xwe di sîngê asîmanê min de bifirîne rondikên nalînan di doşeka qefesa xwe de haş bike li ser textê Cîhana min bibe sultana stêrkên asîmanê nava min bi tîrêjên melûliya awirên xwe kul û birînan bikewîne li çerxa aşe hêviyê kîn û nefretê bihêre evîndarî li hesreta bendewariyê kal û pîr bû firmêskên bîbikên çavên ziwa bi xumîna şîpa kenê xwe rawestîne neynika dil li seqema bêçaretiya demsalan di koçberiyê de kûd û şerpeze bûn qêrîn li wargeha awaza dil qurmiçîn pêjn di bin lihêfa axînan de qurifîn were westîbûna bîranînan li seyrangeha payîzên xwe vehesîne şopa siya mirina min bi sakoyê jana helbestan bipêçe di taldeya newaleke bêîman de binixumîne û straneke kezebşewat di ferhenga destanan de bilorîne Xizan Şîlan 2007-07-07 Stockholm |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#22 (permalink) | |||||||||||
|
DI XEWÊ DE PAYÎ ME
ez li nav pêlên bablîsoka jiyana pûşt tamikê devê masiyê mirî me li koçberiya berbangan qajîn û hawara gewriyê çûka me jana helbestên xwe li pêşangeha mirina bêwext ji roja mehşerê re pêşkêş dikim stêrkên şermok li tenetiya şevistanên bizdonek li dor xem û xeyalên xwe direqisînim çirûskên rojê li koretariya şevan di rojhilata nava dilê xwe de diçirisînim hosînameya mirina xwe li qefesa tofana okyanûsan dinivisînim rengê dîroka çilmisî bi bêhna kulîlkan dineqşînim ez li şiyarbûnê di xewê de me di xewê de payî me rêya karwanê kul û kederan di movikên laşe çarenûsa min re dibihurin bi saya dengê lorînên dayikan mayîn û têlstriyan ji nav tixubên axa zeviyê xwe dineqînim ji xemgîniya pênûsa hesretê îlham dipale min tova hêviyên tarûmar bûyî li kendalên avhewaya ekvatorê hinavê xwe çand ji henasa salnameya demsalan bêhna barûta genî difûre şev û rojan çembera îxaneta qehpik li stûyê bihuşta giyanê min alandin awaza strana bilbilê baxê min di darbesta jiyanê de fetisandin fanosa eşqa dil tefandin aramî li stargeha temenê kin herimandin bîleta mirineke zû hatî ji bazara reş diyarî min kirin êdî qeyika kesera dil li perava mestbûna xeyalan di rûbarê xeman de diçeliqe nalînan di bin lihêfa êşa xewan de kevz girtin bîr û bawerî li têkçûyîna bêrîkirinan hatin rûxandin ne jiyan layiqî min bû ne jî ez şayanî mirinê bûm werin xweliya şewata termê min bi destmala kefa destê dilberan verê bikin Xizan Şîlan 2007-08-08 Stockholm
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Bêrî Bihar - Kurte Jiyan û Helbestên wê | Siberoj | Helbesten Kurdi | 4 | 27-05-2008 05:20 PM |
| Hêviyên Tazî ....Xizan Şîlan | Mirza | Helbesten Kurdi | 13 | 07-03-2007 02:22 PM |
| Jiyan û helbestên Mele Tahirê Huseynê Kewê | heci | Helbesten Kurdi | 6 | 20-02-2007 06:25 PM |
| Melayê Cizîrî (1407-1481) ... Jî Edebiyata kurdi ya klasik | Mirza | Helbesten Kurdi | 16 | 07-02-2007 03:57 PM |
| CiyÊ CigerxwÎn (1903 - 1984) Di WÊjeya KurdÎ De | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 1 | 23-11-2006 10:18 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.