|
|
#16 (permalink) | |||||||||||||||
|
DENGVEDANA BÊDENGIYÊ di cihêrengiya min û we de hêsirên çavên me wek hev dirijin dewlemendiya diravên we di qultek ava gewriya xwe de dibînim ez li gerdûnê nependiyekî neferisandî me encamê diviyatiya xwezaya xwe me di hebûna giyanê xwe de dijberê rastiya xwe me li asoya çolistanan pijiqîna ava kaniya bêbinî me li tenhatiya şikeftan dengvedana bêdengiya zinara me azadî henasa jiyana min e li asîmanê hinavên xwe wizîna tofanên har im serpêhatiyên min sîtavka navxweyiya min in min di çirisandina rojê de siya xwe wenda kir ji pêsîra êşan meya serxweşiyê dimijim di qirpandina awirên lal de qalikê tenetiyê dişkênim jehra dîroka rûreş ji salnameyan dipale dilê siruştê xwîn vedirişe xêrnexwazî di xweperestiya xwe de dixeniqe ez pîneyên heyama veçiriyayî bi tevnepîrkê dihûnim êdî min rik û nefret di goristana genî de veşart xweşbinî bexşandin û hezkirin li şanên xwîna xwe çandin 2006-12-17 Stockholm Xizan Şîlan |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#17 (permalink) | |||||||||||
|
GULSOSINA MIN ez li feryad û fîxana deman gerokê heyveroniya xewnên te me li baxê kelecana dilê xwe şereba tiriyên kefa destê te me xewên şevên min bêyî te tarûmar in li temenê xwe yê wêran tepînka kana madenê me germahiya hezkirina dil di gewriya min de bû gilokek werisandî min lezeta lêvên te di şewqa finda lerzok de kola di rûkeniya te de girî û di giriyê te de kenê xwe dît li bejn û bala te ya fîdanî hest li ramûsanan şiyar dibin ji kovaniya awirên te bêhna gulsosinan tê were êşên giyanê min li paşila pêlên lehiya xwe siwar bike bi rengê kenê şîn û narîn li qolincên asoyê min bialîne şeweta kezeba min bi hênikahiya êvarên xwe vemirîne bi melûliya birûyên xwe toza gula hinavên min vemalîne êdî peyv li ser tirsa lêvan hişk û ziwa bûn xewn û xeyal di kesera robaran de xeniqîn heyv li bêkesiya min stûxwar e helbest li tenêtiya hilmgirtî di axînan de dinale were bêhntengî bedbextî û bêbaweriya min di tîrêjên şefaqa asîmana xwe de biperçiqîne bihelîne û tune bike 2006-11-24 Stockholm
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#18 (permalink) | |||||||||||
|
BÊHNA BÎRANÎNAN ez ne jiyam ne jî mir im di wêraniya zaroktiya xwe de derbeder im Cîhan penihî dilê min ez li ser axa welatê xwe hê penaber im dem û heyam di rûyê ciwaniya min de kal û pîr bûn pêşeroj di qilfa gumaneke tehl de digindire li nav okyanûsê giraveke bêkes im li çolistana giyana xwe hesretkêşê dilopek baranê me ax û nalîn bedbextiya min ji telpa ewran û tenetiya min ji dîmenên qelebalixan bipirsin ez rêwiyê herika demê me di leyistika satrancê de wezîrê berxwedanê me li siya jana xerîbiyê dostan berhev dikim şev hêsirên dergûşa dil di qefesa xwe de vedişêre li rojan xewa xwe li xilmaşkiya çavên xewê radizênim kul û keder êş û keser fotokopiya temenê min in li reşetariya şevê siya bijangên xwe dibînim ken û şadî li ser lêvan qurifîn li sahneya şanoyê fîgûranê êşa me qenciyê li ser kevirê mermer û xirabiyê li tozê dinivîsim bêhna bîranînên min yên berba bûyi ji stran tembûr bilûr mizrab û têlan bipirsin!! 2006-11-01 Stockholm Xizan Şîlan
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#19 (permalink) | |||||||||||
|
QALIBÊ SIYA XWE ME ez beravejî herika ramana civatê diherikim di giyana xwe de dergevanê felsefeya ramanên Sokrates im li dadgeha navnetewan bi Heredot re dîroka kavilbûyî pirsyarî dikim Cîhan erd û asîman jiyan û giyan evîn û viyan cin û perî zindî û mirî qencî û xerabî dojeh û bihuşt agir av û siruşt gerdûn Ferişte Û Ehrîman ez im dengê bêdengiya tesadufan afirîneran ez im him pir tişt im him jî qet ne tu tişt im ez ne rastiya xwe me qalibê siya xwe me di xwe de veşartî me li xwe vedigerim û di xwe de winda dibim Xizan Şîlan 2005-10-18 Xizan Şîlan
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#20 (permalink) | |||||||||||
|
PÊJNÊN LAŞÊ MIRÎ
ez li seqema zivistanên xopan dergevanê ber deriyê asoya havîngehên te me di fala qehweya esmer de li şewqa rûyê te yê fîncanî digerim dil û kezeb li kelkela bêrîkirina evînê hatin biraştin yasemîna guldanka dilê çilmisî bi hêstirên êşa bîranînan av didim li ber bayê pekîna gavên te di derûniya giyanê xwe de kaş dibim ji salnameya temenê wêran keser û nalîn dipale ser sîngê min wêneya siya bejn û bala te li gerdena rawestgehên meyxaneyan dineqişînim ji piyala dest û lepê serxweşan meya awirên te yê efsûnî dinoşim ji rengê hineya kefa destê te bêhna hesreta min difûre di dûmanê cixara xeman de noqî deryaya şefaqên te dibim li ser balgiya xewa şevistanan mişextî xewn û xeyalên te dibim tu li ser rafa koşka dil çirûskên finda kerba şeven min î êdî bese were qêrîn û hawar di gewriyê min de fetisî bi neynokên eşqa dilê xwe êşa perdeya giyanê min bidirîne veçirîne di hêlîna kenê şermok de awirên min yên sêwî bihewîne cemeda hestên tevzînok bi hilma henasa xwe bihelîne ji kaniya bostanên xwe bereketa xwedawendan li ser şuva bedenê min bibarîne bihareke bi gula helbestan dagirtî diyarî jana dilê min bike pêjnên laşe mirî bi lezeta zimanê hingivî û bi maça lêvên qedîfe ji nû ve vejîne Xizan Şîlan 18-09-2007 Stockholm
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Bêrî Bihar - Kurte Jiyan û Helbestên wê | Siberoj | Helbesten Kurdi | 4 | 27-05-2008 05:20 PM |
| Hêviyên Tazî ....Xizan Şîlan | Mirza | Helbesten Kurdi | 13 | 07-03-2007 02:22 PM |
| Jiyan û helbestên Mele Tahirê Huseynê Kewê | heci | Helbesten Kurdi | 6 | 20-02-2007 06:25 PM |
| Melayê Cizîrî (1407-1481) ... Jî Edebiyata kurdi ya klasik | Mirza | Helbesten Kurdi | 16 | 07-02-2007 03:57 PM |
| CiyÊ CigerxwÎn (1903 - 1984) Di WÊjeya KurdÎ De | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 1 | 23-11-2006 10:18 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.