|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Gula min î hêyva min î tu gula devê derî
Ez dixwazim tu bikenî tu tu carî nedî girî Ji bo te ez dilbikul im tu jî her gav ji bo min Neweşîne wan pelê xwe her tim bimîn vekirî Gula kesk î dil di gez kî tu gula nav rezê min Te bi xwîna sor av didin her ro xort û qîzê min Min hesreta te pir kişand tu jî vêna baş zanî Êdî bes e kêlîkê wê bêhna xwe bide pozê min Gula sor î te diçinim te dîn im ber bêhna xwe Sibê û navroj û êvarê te av didim bi xwîna xwe Sed salê min qediya ku sekinîme li hêvya te Ji dil û can te dixwazim, feda dikim jîna xwe Gula zer î li kû digerî te avêtin beyara Tu ya min bû belê îro ketyî destê neyara Min li ser te pirr xwîn û xwêdan rijand Min te avda payîz, havîn, zivistan û bihara Gula şîn î weke şênî tu vedibî li ser rêya Te diçinim bela dikim didim destê rêwiya Wan rêwiya tuxumê te bi destê xwe reşandin Tu şîn dibî li serê çiya li nav deşt û beriya Gula sipî zû vedibî tu çiqasî bêhnxweş î Ez dixwazim te bêhn bikim belê nadin bi dilgeşî Sonda mezin li canê mi be, te ji wan re nakim yar ADAR JIYAN |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Kürtçe SMS'ler | rojekanu | Sms Sözleri | 69 | 01-12-2008 08:25 AM |
| Gula min | berxwedan | Helbesten Kurdi | 3 | 12-10-2008 01:28 PM |
| Beyto Cané Farqİnİ | amedfarqin | Kürtçe Lyrics | 4 | 12-01-2007 12:24 AM |
| Beytocan | ALiSeR | Kürtçe Lyrics | 2 | 07-09-2006 08:52 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.