|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
kulîkên jînê bi kenê çavên stêran me diçandin şev nasê şevê rojperestê hatinê bûn em çirûska sebra dilê dayîkan xunava maçên lêvên yaran gulvanê baxê wêrekiyê çira reştariya şevan bûn em evîna em bihev re li nav siya awazên wê goveda jîn û mirinê direqisîn firî zelaliya temen bihûrî mijê çiya girt berf barî bihar çû havîn şemitî xemgînin kulîlkên bîst û heştê avdarê di bêbiniyê de dinalê sibe roj mandû dil perçe û aso nediyar e melûliyên tijî av westandin dil û çav xewn û hêviyên şad di awirên qulingê baskşikestî de man dilop dilop dipalime derûniya xwe tirs û hêza Gilgamêş siya mirina Enkîdu me ez ez di nava xwe de dilê min di dilê welatê xwe de dîroke îro ez ne ez im û hûn ne hûn in stêrên ken jibîr kirî hûn findên dirûşima salvegeran ne tu kes kovanên min nizane biqasî hûn dizanin êşa tenêtiya di çavên min de biqasî hûn dizanin tu kes vê janê nizane |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.