|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Zeriya min ! Dema xatir ji te dixwazim
Zeriya min ! Dema ku ez xatir ji te dixwazim; Bê hêz û melûl Dibim Girnijandin û ken Ji min di revin Hêsir di çavê min de Kom dibin Tiliyên dest di lerizin û Bi tirs, silavên xatirxwestinê ji te Dixwazin.. Zeriya min ! Dema ez dêmê te winda dikim; Di nav bahoza xewin û xeyalan de Di mînim Can, di nav rewrewk û leylanê de Li ber ba dibe Şîhîniya hespan Di hinavê min de Li dahola dûrbîniyê Dixîne û Dem, firehtirîn qunaxan Di navbera min û te de Ava dike.. Hingê Zeriya min ! Agirê bêrîkirina te Min di sotîne û di êşim, pir di êşim Rojan di êşînim Roj min di êşînin.. Û wiha xwe jibîr dikim Xewin min ji bîr dikin û Toşî kul, xem û bêrîkirina te Dibim.. Zeriya min ! Di dûrbûna te de Şahiyên min yên dûr Jibîr dibin Şîn û şadiyên min dibin Wek hev û Êdî nema cûdahiyê di navbera Ken û girî de Razan û şiyariyê de Dibînim û Ji neçarî Ez ala têkçûna xwe ji dostan re Bilind dikim... Erê Zeriyê Eve halê min ?! Bi hêvîme Di dûrbûnê de Tu nebe hevpara jiyana min Tu deriyê dilê xwe ne qepitîne Tu bi min re nekeve şeran de Tu çûk û çivîkan ji nav buhara min Ne qewirîne û Perperîkan ji ser gul û kulîlkên min Ne firîne ... Ji xwe bi wan Ez sebra xwe tînim Ji ber ku tu ji min re Kaniya evînê ye Nanê hêviya ye û Xwêya jiyanê ye . |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Leyla Fîgaro | MÊVAN | Çandi Gişti | 0 | 24-02-2008 07:21 PM |
| Newala Qesaba | newalaqesaba | Çandi Gişti | 3 | 03-02-2008 10:44 PM |
| Bidestxistina Rayeka LÊkeran | heci | Çandi Gişti | 7 | 25-10-2007 03:34 PM |
| Bernav Û CÎnav | heci | Çandi Gişti | 1 | 08-01-2007 03:04 PM |
| Hazretî Elî Kerremellahu wechehû (599-662) | berxwedan | İslami Sohbet | 4 | 23-11-2006 08:16 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.