|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
QEDEXE
Xwe nelivêne. Termê min e ev wêne. Sinorên peyvê, bajarên li hêviya min û te dikole. Di kozikên Şevên giran de, me ji kul û kederan dadigre. Bi wir ve diçûm. li derdora pirsên me bajar ji xewê hiŞyar dibû. Li dengê giriyê te hiŞyar dibû. Birîna te, bi spêda ji xemla mijê, dibuŞkuvî! Ez di nav gunehbariya xwe de, zuha dibûm. Ji keserên te, awirên min bar dikirin. Bablîsoka mizginiyê nexêr bû, li destpêka gulvedana Şeva me. Dudiliyê di gavên te û min de, Şax vedabûn. Kenwar bû PoŞmaniyê sirûda xwe weŞand. Delala min: - Derew be ya jî rasteqîne! - Dîtin be yan jî xewnerojk! - Şêtbûn be yan jî bêŞa bedewî û xemê! Tu dimînî ez, Ez dimînim tu, Tu û ez dimînin êŞa Şeva bêdawî, li kolanên wî b a j a r î. Ev zivistaneke dilkevir e, ji Şermezariya demê, tozê bi ser nevîçirçirkên me de dirijîne! Hevrê min in îske-îskên wê kolanê Sade û têkel bûn, Şevbuhêrkên xewnên me, ne hatin parastin. Jiyana me li ber tolaziya xwe digere. Tevna kavilên Şûnwarê min û te ne. Destar e, li me tê gêran. Malzaroka bêhna qerfê ye ev jiyan. peymanên bêhnefiŞka qîrêna me, didirin! Borîna sîbera te kêm dibe. Bi zimanê mitalan, Şeva me Şil dibû. Derya ji keservedanên me sehew wergirt. Li ber awazên xatirxwestina me, balinde giriya û.. ez û te jî cana min! Min rondikên xwe.. nal û bismar dikrin. Çip-çepa yên te, bi ser kesera dilê min de di he ri kî. Destpêk e, Tîrêjên raketî di dengê te, dicivin. Ez ji xwe parçe dibim. Di sermestiya xema te de, tême pêçan. Bi nehênî, xwîziya me kildanên xwe vedihûne. Tu neqrîskan li.. tenikiya qulinca bîra min dixî ! Xeyala te û min, ji bêdengiya sira sibehê diŞêliya. Awirên min di bejna te de Di Te Vi Zîn. Sûnda bê ba, ax û agir, Zîneta keservedanên Şeva revînê bû ! Asîman.. nêrdewana rengên dêmên te bû. Sefera xwîna min, pirsên strana bêdeng di çan din! Di tewldana nîgaŞên min de, te hilma wêneyên bêciriya xwe.. himbêz dikirin. Mirina bi serê xwe bû, dawî li seyrangeha qereçiyan anî. Li çêregehên pirsan dimexelin Tu û ez tu û tu ez û tu ez û ez..... (Tengezarê Marînî, Sirûdên Nûvîna Qedexe) |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Di telefonê de kurdî qedexe ye | MÊVAN | Beşa Rojane | 1 | 09-05-2008 03:32 PM |
| Çûyîna zozanan qedexe ye! | MÊVAN | Beşa Rojane | 1 | 21-04-2008 03:53 PM |
| Welatên ku înternetê qedexe dikin | MÊVAN | Beşa Rojane | 0 | 03-11-2007 01:06 AM |
| Li cîhanê qedexeyên ecêb | PCkopat | Pekenok | 2 | 06-10-2007 02:48 AM |
| Qedexe | Ararat | Şiirler | 2 | 31-08-2006 05:47 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.