|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Rom û ecem tev welat vegirtin
Bindest dijîn em, ji ber ku kurdin Çira û rewşen li me vemirtin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Xwendin nehiştin li nav me kurdan Ne hiş, ne bîr man ji êşû derdan Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Şêx û began tev em kirne kola Bê maf û bê cî berdane çola Dan ser milên me darên dehola Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Mizgîn! Tu şabe va em dixwênin Azadîxwazên cîhan dibînin Divê ku dijmin bi zor derênin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Va em şiyarbûn, xwende û zana Me rê tev girtin ji ber nezana Zû, zû me naskir ev reng dizana Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Dijmin du nifşin: hundur û derve Hinek di binve, hinek di serve Kurdên nezan jî tên me bi serde Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Divê ji bo te em rast bibêjin Bindest û kola tim jîndirêjin Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Em tev diçin tên, dolab û çerxin Mebîne ko em ciwan û ferxin Divê ku dijmin ji nav xwe derxin Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Divêt bi leşker herin zinaran Konê xwe vegrin li pêş neyaran Êrîş bikin em bi gullebaran Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Reşa xwe bavêj, dayna cilên xwe Kelaşînkofê bavêj milên xwe Xeman em derxin ji nav dilên xwe Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Sûndê dixun em bi pût û late Heta ku negrin Zab û Ferate Serbest nekarin em bêne ba te Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Rabe bi hev re em herne şaxan Derman bikin jin: lash û kelaxan Ronî bidin xweş rengê çiraxan Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Milên xwe bidne milên me şêran Di şevreşan bin rengê sitêran şêr tevde şêrin, çi jin çi mêran Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Dayê em xortin xwîna me germ e Bindest bimênin ji bo me şerm e Ta kengî dijmin paşa li ser me ? Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! Îdî me nabên ev reng û ev jîn Em tev shiyarbûn Ferhad û şêrîn Em guh didêrin dengê Cigerxwîn Ger bêne kuştin, dayê tu megrî ! |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Bingol Sewitî | dojehist | Kürtçe Lyrics | 5 | 22-11-2008 07:02 PM |
| Kilamên Zazakî...... | ebulenin | Kürtçe Lyrics | 0 | 08-06-2008 06:39 PM |
| Kilamên Zazakî | Zengari | Kürtçe Lyrics | 0 | 10-02-2008 09:28 PM |
| Kilamên Zazakî-Zazaca şarkı Sözleri | zîvûzêr | Kürtçe Lyrics | 2 | 22-10-2007 07:37 PM |
| zazaki tev lı hew | zorewa | Kürtçe Lyrics | 0 | 21-10-2007 08:03 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.