|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Bixwin Efendîno Bixwin
Bixwin efendino bixwin, wek malê dê û bavê xwe Ger we zikê xwe têr nekir, hinekî têxin çavê xwe Tev ê we ne efendîno, qesr û qonax welat û war Giştî bixwin bikin serbar, bixwin û bibin gurê har Bixwin efendîno bixwin, hûn pirr birçî û naçar in Ji birçîna hûn bêhalin, zirav û derzî û dar in. Bicivînin zêr û zîvan, weka Bel’am û Qarunan Gora xwe jî bixemlînin, bi hevirmiş û bi zêran Qe di ber de xemgîn nebin, serê xwe pê neêşînin Xizan heye sêwî heye, çav bigrin qe wan nebînin. Ma ji te’r çi zulm û zalim, ew îşkence û neheqî Li sifra ber xwe binêre, xwedê dikim tu biteqî Bixwe keko rojê çar car, şîv û paşîvê bide ser Weka wan ga û kerê pîr, kês û ka û ce bide ber Bira alem bişewute, tu û malbata xwe têr bin Dinya tev rût û tazî be, hûn bi xişr û zîv û zêr bin Wer bi xwîna gel bimijin, weka wan gur û xînmijan Jiyanê li xwe xweş bikin, gir bibin weka wampîran Xwedê dikim tevî bixwî, bibî kelek weka beqê Hûn bi xwîn û bi xwîdanê, bi keda me tev biteqê. FİKRÎ AMEDÎ |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Tevfik Fikret in de buna benzer bir şiiri vardı...
Yiyin efendiler yiyin,bu hanı iştiha sizin Doyunca tıksırınca çatlayıncaya kadar yiyin Tşk ler paylaşım için
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.