|
|
#16 (permalink) | |||||||||||||||
|
KEKO ZIMAN DIRÊJIM Keko ziman dirêjim Mexeyde ez çi bêjim Ez xêrxwaz û dilovan Bê toz û be Qerêjim. Ziman ê min û te ye Nîsk û genim û ce ye Gelek zîwan têde ye Niha jêre werbêjim. Genim hemî zîwane Bê rûmet û erzane Bi ser hev de ber dane Lê ez jêre girbêjim. Zimanekî kevnare Çend sale ko beyare Di bin lingê neyare Bi ser we de navêjim. Ne ez shêxim, ne mewla Li kes nakim teshqela Ji ber van der û kula Bê rojî û nimêjim. Kurê Kardox û Mîtan ! Di tarîxê pehlewan Menêre ko bindestim Kevnare û ji mêjim. Rîsê xwe min bada ye Min ristîye, rada ye Xelkê tenûr dada ye Ez nanê xwe dipêjim. Tarîx diçî ber bi pêsh Barê we min bire êsh Nû hatiye hebûnê Tu rûnî, ez dewêjim. Tim dixwazim azadî Diwêm xweshî û shadî Bê zor kesek heq nadî Ne fashist û xwînrêjim. Sher naxwazim, hashtîxwaz Bi lav-lav û gaze-gaz Nabî sherê borcewaz Ez ne dînim, ne gêjim. Min xwest ku bibme rêber Bi tîp û top û leshker Bi dijmin re bikim sher Lê nikarim bipêjim. Ma ez çibkim nîne pisht ? Çibkim ji tizbî û xisht ? Çûkim dikim qishte-qisht Van ristan e dibêjim. Çi hatîye serê min Bar girane kerê min Ez lê didim mexel tê Nizanim ez çi bêjim ? Heftê salin Ciger-Xwîn Dil û kezeb bûn birîn Gelek fersende me dîn Zanabî ez ne hêjim ! |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#18 (permalink) | |||||||||||
|
EZ Û GUNDÊ HESARÊ Hesarê qundê me ye Deshtek ne pir fireye Hawîr deshtawê çiya Li jor darên devî ya Herdû alî rez û dar Heta dighê ber zinar Çend çiyayên xwedî nav Ko me li wan dikir rav Shêx Sultan û shêx Sehor Çim û Hopê hawîrdor Deshta wê tev kanî ne Xo ew jêre danî ne Hatina wê gelek pir Rokê nebûn dexilkir Tirî, êmîsh navdarin Heta berf tê li darin Doshaba wê pir biha Girantir bûye niha Ceh û genim gelek tên Nîsk û sholik belek tên Pez û sewal gelek bûn Li nav çiyan bi lek bûn Pembû, gelek diçandin Bi çinîn û kishandin Qitî, ecûr û shebesh Lê petîxên me pir xwesh Hirmî, Bihok û hejîr Li ser daran dibûn pîr Nifshên tirî hezarin Belkîjî bê jimarin Rêçel û gûz û benî Gelek xwesh bûn, ezbenî Gundê me j î gelek shên Du ça dinav gund re tên Qesra axê li jore Hinqî kevne reng sore Qesra sora pir bilind Bûye keleh ji bo gund Abora gund zêde ye Dewletek serbixwe ye Tishtek tenê neçê bû Zordestî ya axê bû Kurtêlxwerên wî dijwar Ji ber zora wan hewar Bêsh û bela giran bûn Ji ber wan em xezan bûn Ji ber zora sengela Derewên shêx û mela Pishta me bû xwar û xûz Bi axîn û kûze-kûz Eshîr dibûn dubendî Çi axa û çi gundî Sher û shewat û talan... Malik li me bû wêran Dijmin diket nav welêt Xwîna me tevan dimêt Dar û qamçî û lêdan Yan pere û yan zindan Tev nezan û nexwendî Yek jî nebû efendî Jin û mêr tev diçûn kar Karê tevan pir dijwar Palevan û gêrevan Tevan pembû avdidin Shivên rezan didinhev Herdû alî weke hev Kebanîya xweshmirês Dolabrês û teshîrês Kevanjen û tevinker Destevala diçû sher Derb û ber û av û nan Dibir ji bo ê shervan Hem nanpêj û rishtebir Karê malê tev dikir Lê dar bi destê mêr bû Li ser jinê çi shêr bû ! Li vî gundî mezin bûm Ez biçûkî wek cin bûm Sêzde salî derketim Bi ber bayê xwe ketim Ji ber axê û Gerebêt Ev gund nema bi kêr têt Bavê min bû wilo got Em derketin cot bi cot Dil tijî bû ji derda Ko me gundê xwe berda Çûn cem Osmanê Temo Pashê çûn Bêdermemo Biner çib serê me hat Sibeh zû nû, Rojhilat Hate ser me Gerebêt Ji dev diçin ar û pêt Bi candirme, zirte-zirt Bi ser me de sibê girt Lê xelkê gund wek mêra Em veshartin wek shêra Ew serkarê dîn û bar Çi anî serê muxtar Ji bo me pir li wî dan Lê em nedan destê wan Candirme ko siwar bûn Hê ji nû em shiyar bûn Vegeriyan , hatin gund Lê dixwênin bûn û kund Birçîbûn û giranî Heçî nedî, nizanî Nexweshî û birçîbûn Derketin û bêcîbûn Giranî yek pir dijwar Xelkê goshtê keran xwar Sherê giran kete jor Dijmin welat girt bi zor Du milyon kurdên bêçar Bi ser me de hatin xwar Birçîbûn û nxweshîn Di nav me de dimeshîn Bi vê êshê mirin pir Mêrê xushka mijî mir Bavê min çû Amûdê Tenê mane, ez û dê Birayê min çûbû sher Li hinda Balîkeser Lê raborîn meh û sal Shevek revî hate mal Tev rizî û perîshan Dey li me kir: kanî nan ? Ew kesê ko direvî Nema karî derkevî Ew jî me shand Amûdê Dîsa mane ez û dê Zivistan çû, hat bihar Ez û wê jî hatin xwar Lê çawa borî sibat Hala mezin li pey hat Bavê min jî bi wê çû Nexwesh ket û ranebû Em diçûne ser xetê Dibûn palên dewletê Tirên, dibirne Mûsil Dixwbitîn em ji dil Pashê ji Amûdê çûn Bêdermemo me kir shûn Bûne pêwanên reza Ji nû ketin nav diza Diya mina kevnejin Tevinker û kevanjen Dilovan û bîrewer Ev jîn pêre neçû ser Diya ji min hezdikir Nexwesh ket û li wê mir Çawa tê ber çavê min Agir tê hinavê min Mele Xelîl jin anî Li min bû bargiranî Di wê çaxê, wê mehê Vegerîyam cem xwehê Nazdar û efendî bûm Yanî quranxwendî bûm Lê wê ez kirim shivan Tenê ji bo kinc û nan Heta salên min bûn bîst Hish û mijî ji nû lîst ; Çiman ez dibim shivan ? Çima nabim xwendevan ? Ji nû çûme xwendinê Min çav berdan vê dinê Melayê Hazda banî Bîst û heshta jin anî Lê min hespê xwe bezand Ta shihada xwe sitand Hingî derbas dibû jîn Serpêhatî me pir dîn Sher û shewat û kushtin Dil û ciger dimishtin Ji sala bîst û çara Ketim rêza hishyara Ji bo jîn û felatê Ketim nav kêferatê Ji çîroka Mem û Zîn Navê xwe kir Cigerxwîn
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#19 (permalink) | |||||||||||
|
FORT Û PORT
Kurdim: kurmanc, lor, gor û kelhorim Zazim, bext û mil û kîk û torim Shorishgêrim ez azadîxwazim Pîkolê dikim, hawîr bor-baorim Derketim çiyan, ne razan, ne xew Nawêm vî sedî weha raborim Bi arox û rext gêrbûm ser qadê Berjor dibezim, tim ber li jorim Benda sipîdê mame ku bêder Çavnerê shewq û shefaqa sorim Dijminê maldar, koledar herdem Çibkim, hevçaxê mirovên korim ?! Kurdim gernas û mêrxas û dilbak Sînorparêzim, li êsh bi dorim... Çend sînor danîn li ser dilê min Xwedî qadim ez, lê bê sînorim Bax û rez û pez, qad û xanî tev Dijmin sitandin, yanî natorim Lê çima dijmin tim xurt û ez qels ? Bê dezgeh, xwendin çi ton pisporim ?! Ciger-xwin dikî hewar û qêrîn Pêncî salin ez qore-qorim
__________________ Bu mesaj en son " 19-08-2006 " tarihinde saat 11:00 PM itibariyle pýlýngo tarafýndan düzenlenmiþtir.... |
|||||||||||
|
|
|
|
#20 (permalink) | |||||||||||
|
MELA YÛSIFÊ HESARÎ Mela Yûsif Hesarî bû Gelek jîr û shiyarî bû Dema êrîsh dikir yekî Wek agir û dijwarî bû Wezîrê axayê me bû Axa li wî pir ewle bû Herkes diçûn ber dest û pê Hêvî di wî de pir hebû Dijûn didan xelkê bi tov Wî tim digo: ey hirç û hov ! Dengê xwe nakin, bûne tat Win sêsed û ew yek mirov Dema axa derket ji gund Hate Cizîrê serbilind Wî pir mirov, diz û çilek Li xwe civandin bûne lek Herdem diçûn nava welêt Li gund dibarand ar û pêt Kurtêlxwerên wî tim li pey Tev xwînmij û dijwar û shêt Talan û sed bêsh û bela Li gund dikir sed teshqela Gundî bi qêrîn û hewar Bi wan re hevpar bû mela Serdarekî turk û neyar Dihate nav wan car bi car Gilyê Mela Yûsiv kirin Gotin: melê malê me xwar Hevalê axê derketî Nan dayê herçî binxetî Ew bûye altaxê çetan Herçî ji turkan dûrketî Ferman bi kushtin daye wî Jêre nemane shûn û cî Ew birne Eynkafê sivik Dema ku serdar lê nerî Kut-kut kete dilê melê, Çawa bikevme vê belê ? Çare nemaye, kushtine, Kê xistime vê teshqelê ? Cibê dirêj û rîsh û shash Xeftanekî sade qumash Bi qûndera kabik bilind Sivik revandin ew ji gund Ev gotinin, seyda dibê Leshker birim cem, lê sibê Quran me derxist, daye pêsh Sed sûnd me xwar bê firk û bêsh Quran ji dest min girt û go : Bawer bi vê nakim, kero ! Ew zorkerê pir bar û xurt Bi ser me de kir zirte-zirt. Quran çirand û perçe kir Avête ber pê hûr û gir Lê wî bi tirkî go: bibin ! Ez dame ber xwe pezk û gur Min dî ku hêvî maye hêj Min gote çawîsh jêre bêj : Kurkê mine li mektebê Hêvî dikim bishênî pê Çawîsh dema ev jêre got Yek rêkire mekteb bi lot Çawa kurik anîn mi dî Hêstir me berandin bi cot Kengî kurik hat, pate da Destê wî girt û berneda Go: raste ev bavê te ye ? Çawa wî destûra te da ? Axa ku çûye binxetê Bûye nevarê dewletê Çawa dibî dostê neyar ? Çawa wilo qîma te tê ? Lawik kenî, go: ez xulam, Gundî, dizanî shîrheram Bavê mi pir zana û jîr Tim alîkarê bêqiram. Serdar ji min re go: veger ! Dûrî herin, ka virde wer ! Te ev kurik shand mektebê ? Niha tu azad bû, de her ! Ne cibe û ne rîsh û shash, Tev xwendina min çûn belash. Herçî dibêjî raste ew Ê shash emin, neko tu shash Çend sale ko min xwend û xwend Çend sal me ders gotin li gund Quran û shash, karek nekir Mekteb ji bo min bûye find Shêxên ko wek Ebû-Bekir Li cem ne kurdan wek shekir Yekî li ber sêdar û ben Keshf û keramet çênekir Herçî digotin tev derew Min guh dida pirsên qelew Hemî nezan û bîrnebir Hishyar nebûn ne ez, ne ew. Tu rast dibêjî ey bira Shêx û mela rengê gura Bibêje, binvîs aferîn ! Ez hew dibêjim: gawira Shex û mela tev hov û din Wan xistîye destê xwe dîn Barê me îro bû giran Ceng û hinav tev bûne xwîn
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Nivîsên li ser Cegerxwîn di Internetê de | JÝYAN ADAR | Çandi Giþti | 0 | 27-01-2008 03:28 PM |
| C E G E R XWÎ N nasbike! | renuma | Þair ve Yazarlar | 4 | 03-05-2007 09:35 PM |
| Mele Þêxmûs ( Cegerxwîn ) 1903 - 1984 | rojekanu | Sanatçý Tanýtýmlarý | 2 | 26-03-2007 01:45 PM |
| Melayê Cizîrî (1407-1481) ... Jî Edebiyata kurdi ya klasik | Mirza | Helbesten Kurdi | 16 | 07-02-2007 03:57 PM |
| CiyÊ CigerxwÎn (1903 - 1984) Di WÊjeya KurdÎ De | Kajîn Jîr | Çandi Giþti | 1 | 23-11-2006 10:18 AM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.