|
|
#11 (permalink) | |||||||||||||
|
CEGERXWİN'İN BESTELENMİŞ ŞİİRLERİ
Şivan Perwer 1-Ala Rengîn. 2- De Lorî. 3- Ey Ferat. 4- Ey Karker û Xebatkar. 5- Kurdistana min Ka. 6- Karker û cotkar. 7- Kîme Ez?. 8- Bila Buhar Bi Xêr bê. 9- Apê Ho. 10- Pir Xweş e. 11- Ey Felek Gulistan Perwer Kurdistan Bexçê Gulan. Mihemed Şêxo 1-Aman Leylê. 2- Nalînek tê guhê min. 3- Şêrînê nû gihaye. 4- Bexçê gula. Ciwan Haco 1- Hate ber derî. 2- Leyla Qasim. 3- Hevala Evîndar. 4- Ey Dîlberê. 5- Pêjna te nayê. 6- Te zû tê deranî. 7- Çav Reş. 8- Li Şarê jînê. 9- Giryanim Bese. 10- Li min lêlê. 11- Zemano. 12- Pir xweşe Aram Dîkran 1- Şev çûye. 2- Çav beleka min. 3- Adare. 4- Newroze. 5- Ez ji xew rabûm. 6- Lolo pismamo Seîd Gebarî 1-Aferî Qadî Mihemed. 2- Diyariya Yarê. 3- Herdû Çav Hikmet Cemîl 1-Kurdistan. 2- Zinara Erebî Xoşnav Ebrû Şevê. Hesen Şerîf Nazika min. Nîzamettîn Ariç Tu jî wek min ger bibûna kurd……… Behzad Betê 1-Leşker im. 2- Sêvê. Şevger 1-Keko Ziman dirêj im. 2- Hevalên delal zû bibin Marksî. 3 – Bibêjin bo herkesî. 4- Komela Mirova. 5- Zaravê Evînê. 6- Pîr û kalim. Şêxo 1-Şoreş. 2- Sebra dil e. 3- Hawar. 4- Kurdin ser bilind in. 5- Xwe karbikin ji bo Şer. 6- Here Here. 7- Nizanim. 8- Hoho Şivan. 9- Namûse Rabin. 10- Birca Belek. 11- Pîr û Kalim. 12- Keko. 13- Kurdistan. 14- Evîn perwerim. 15- Ez nizanim çi bêjim. Şêrîn Mele 1-Herçar Xêzên Kurdistan. 2-Keçê Rabe. Huên Tewfo 1- Di Tarîka Şeva Hicran. 2- Newroze Sibe. 3-Ez li vir Dîlber li Şam. Eyşeşan Destê Şêx Maçî mekin. Selah Osê 1- Cûdî Seîdaxa Cizîrî (Seîdê Hemo) 1- Ey Felek hey Zalim Felek. |
|||||||||||||
|
|
|
|
#13 (permalink) | |||||||||||
|
![]() NEZANÎ BARGIRANÎ Ez û tu kine? Çine ev newal û shax ? Hebûn û nebûn çine ? Çine ev av û ev ax ? Valabûn, dagirtin çine ? Çine ev ger û sitêr ? Bîrewer û hirç û hov, Hishkeber û hishkewer û sax ? Hin dipeqizin û dixwazin jîn Û hin diherivin bê tevger Gerok bê armanc û hov Nizanim çawa diçin tên Raste, ko em mîkrobin, lê; Ew çine, kî zanî, kî ? Dawî li kûye, nizanim ez Emê herin kû bêje, ey dûrbîn ! Di ser wan ve diborin em Hemî, çi kevn û çi nû Kî zanî çi hat û kî zanî, Kî zanî çi çû ? Hebûneke bêser û bêdawî Gavan tavejin û pêshve Diçin ez û ew û tû Ji kû qihane ne ka bêje ka ? Ev evîn, ev jîn ev dîdar ? Ev cihan, tev gêj lê em Tenê têde bûn hishyar Kê dayê me ev zanîn û vîn, Û jîn û serbestî, nizanim ? Bi kuve diçin ev candar gelo ? Mikrob, gerok tev jîndar Ev cihan bi carek tevger Û seranser tarî resh Ev sitêr ronî didin me Û ez û tu pir dilxwesh Em hemî hevdî dixun Û diser hev re diborin Hin bi me pir xwesh Û em bi hinan xwesh Ez û tu hev dixwazin Ka çiye ev xwestin ? Hin ji me serbest û Hin ji me bindestin Rista ko ez û tu têde Bi hevre azad em çê bûn Hewek hev anîne lê Em nêr û mêr derxistin Eger xwedê hebûna, Ez û tu dibûn ew xwedê Efsane û çirok pirin Bicarek guh medê, guh medê !.. Em tev bê ser û sho û bê bin Hêj kes ji me neghaye ser sedê Lotan didin xwe bicarek tev Ev bîrewer, jîndar, cenawer Mê pingava jîne lê nêr Kanîya jîne, bingeh û jêder Lê ji kû hatine em hemî Wê herin ku, kî zanî ? Ne pêshî heye û ne pashî Jîneke bê ser û bê bin û bê ber.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#15 (permalink) | |||||||||||
|
LI ROJHILAT Shev resh û tarî, bahoz û bandev Nakevî dest me: ne razan ne rev Hewrên rêzanî tarî û giran Berfê bibarî, yan gulebaran ? Em reshhewravin kevneperestî Tênin bîra min dîlî, bindestî Dar bikevî dest mirovên xwînxwar Dîsa dimênin birçî û hejar Karê me dibî veshartin û rev Tavê nabênin bi rojê em tev Tênin ber çavan dijûn û lêdan Shemaq û qamçî, kawçûk û zindan Pêlên zordestî wek lehî û çêm Xwe berdin ser me xum-xum û lem-lem Di ber xwe dibin bîr û serbestî Pashve dishkênin nûjenperestî Tên perçiqandin tev destûr û rist Raserî me tên ev kevnepirist Benda Azadî li xwe napirsî Belkî ez shashim, ji wan natirsî Tarîx û abor, herdu di gel me Eger bitirsin ji bo me sherme Badîhewane ev tav û bahoz Eger em rabin hemî dibin toz Vane, shiyarbûn cotar û karker Dijmin têshênin bê ceng û bê sher Çiqas bimênî ev cihan bê deng Bê sher, bê kushtin, be halan û ceng Em her diçin pêsh, dijmin diçin pash Bê av digerin ev dolab û ash Sermayeperest, tev top tavêjin Nabênin îro çawan sergêjin ?! Ew çi talan û çi ceng û pevçûn Bila xwesh bikin hemî cî û shûn Hemî em mirov bibin wek bira Cî nedin diza, rê nedin gura Cihan xwesh bikin tev bax û bihisht Ne shûr, ne xençer, ne derf û ne xisht Keser nemênî wek min dilbirîn Ev dinya xweshe, dinya Cigerxwîn
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Nivîsên li ser Cegerxwîn di Internetê de | JİYAN ADAR | Çandi Gişti | 0 | 27-01-2008 02:28 PM |
| C E G E R XWÎ N nasbike! | renuma | Şair ve Yazarlar | 4 | 03-05-2007 08:35 PM |
| Mele Şêxmûs ( Cegerxwîn ) 1903 - 1984 | rojekanu | Sanatçı Tanıtımları | 2 | 26-03-2007 12:45 PM |
| Melayê Cizîrî (1407-1481) ... Jî Edebiyata kurdi ya klasik | Mirza | Helbesten Kurdi | 16 | 07-02-2007 02:57 PM |
| CiyÊ CigerxwÎn (1903 - 1984) Di WÊjeya KurdÎ De | Kajîn Jîr | Çandi Gişti | 1 | 23-11-2006 09:18 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.