Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Helbesten Kurdi

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 18-01-2008, 07:15 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Aydýnlanmak Acýdan Kaçmak Deðil, Acýyý Anlamaktýr.!
Yaþ: 26
Mesaj: 13,425
Üye No: 2663
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 148674
Rep Puaný : 14865896
Rep Derecesi
tubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond repute
Arrow Durvê hunerî yê Mem û Zîn a Xanî


Durvê hunerî yê Mem û Zîn a Xanî.

Rêdûzkirin
Gelek nivîskaran, naveroka çîroka Mem û Zîn a helbestvanê gewre Ehmedê Xanî, dane ber xwe, û xwe pê mijûl kirine; nêrîn û behweriyên wî mirovî kêm-zêde diyar kirine. Lê durvê çîrokbêjiya wê, tevî ko balkêþ e jî, piraniya nivîskarên, ko Xanî û Mem û Zîn ji nivîsarên xwe re kirine mijar, bala xwe nedane vî durvê hunerî.
Di pirtûka xwe de "Ehmedê Xanî di destana helbestî: Mem û Zînê de", Ya ko bi zimanê erebî çap bûye, Ez di ber vê mijarê re bi lez derbas bûme. Vêca ez dê di vê lêkolînê de, li gel wê mijarê hinekî bi firehî rawestim.

Lê divê ji bîra me neçe ko durvê hunerî û naverok, bi carekê, ji hevûdû bidûr nakevin. Çunkî têkiliya herdiwan li gel hev, wek ya giyan li gel gewde ye. Lewre ev durv û naverok, hîç, ji hevûdû naqetin, ji ber ko gewde bê giyan miriye, jiyan tê de nîne. Arnest Fisher dibêje: "Ger em bala xwe, tenê, bidin naverokê, û durv jî li pêpelûka diduyan deynin, hingê em karekî bê hiþ dikin. Çimkî huner, bi xwe, durvkirin e; huner durvê tiþtan dide, û tenê durv her afrandinekê dike karekî hunerî. Durv ji bo huner û jiyanê tiþtekî gelekî pêwîst e, mercê serkeftin an binkeftina her karekî hunerî, durvê wî karî ye, ji ber ko ev durv, di qelsbûn, an bi hêzbûna wî di karê hunerî de roleke girîng heye."
Avahiya çîrokbêjiyê yekîtiyeke hevgirêdayî heye, ko bi carekê nayê jihevxistin an beþkirin, çunkî hemî beþên wê avahiyê li gel hevûdû, di wênekirin û birêvebirina bûyerê de hevkar in.
Lê tevî van rastiyan, rexnegir û lêkolînvanan, ji neçarî, durvê hunerî û naverok ji hev dubeþ kirine, da karibin herdiwan bidin ber ronahiya ravekirinê. Lewre jî em, li vir, xwe bêçare dibînin ko vê rêkê bernedin.
Gava mirov Mem û Zîn a Xanî dixwîne, pehlewaniyeke payebilind di teknîka avahiya wê, û þêweyê derbirinê de dibîne. Ev pehlewanî jî di paþ gelek tiþtan de numa dibe, wek zindiyeke nerm ko deziyên bûyer tê de dilivin, û hêzeke balkêþ ko wêneyên mirovan, yên derûnî û ramanî pê re diherikin, û çelengî û germiya rengan, û rewneqa wêneyan, û rindiya wekhevkirinên hunerî, ko di navbera zimanekî zîz, û bi hêmanên helbestiyê gelekî dewlemend re numa dibe.
Çarçewa gelemper a çîrokê
Ev çîrok, wek destaneke helbestî, Xanî þêweyê wê ji zargotina kurdî wergirtiye, û xistiye durvekî helbestî gelekî bi hêz û lihevhatî ko li ser rista mesnewî ava bûye.
Çarçewa gelemper a vê çîrokê, ji ya hunera destana rojhelatê bi dûr nakeve. Hemî destanên rojhelatê ji Þehnama Firdewsî ve bi pêþgotineke, ko axiftin tê de di gel Xwedê û pêximber dibe, dest pê dike, di dûv re jî helbestvan hemî beþên destanê li gel hevûdû girêdide, da ko derbasî hundirê bûyeran bibe, û paþê dest bi vegotina bûyeran dike, û bi pendekê yan bi þîretekê, ko ji bûyeran, an ji destanê tevî, tê wergirtin, destana xwe kuta dike.
Xanî, di çîroka xwe de, ji vê rêgayê derneketiye. Hemî beþên çîrokê bi vî awayî birine serî. Destan, li gel Xanî, bi navê Xwedê dest pê dike:
Ser nameyê namê namê Ellah
Bê namê wî na temame wellah.
(rûpelpel: 17. malik:1 k:1)
Pêþgotina çîrokê, li gel Xanî, bi þeþ beþên ko bi 284 malikan dagirtîne, hatiye raxistin. Xanî tê de pesnê Xwedê û karînên wî, û pesnê pêximber dide, di dûv re jî nêrînên xwe di dinyayê û jiyanê de diyar dike, û derbasî pergal û rewþa gelê xwe dibe, wek pêþengekî ramyarî rêgayên çareserkirina doza wî pêþkêþ dike, û hin bi hin rê dûz dike, da têkeve hundirê bûyerên çîrokê, lewre wêneya mîr pêþkêþ dike, û di nav re jî berê xwe dide kesên çîrokê yên dîtir, her yekî ji wan di navbera hin malikan re pêþkêþ dike, û pênasîneke kurt dide, di dûv re jî bûyer û beþên destanê diherikin, û bi encamên ko ramana Xanî numa dikin , kuta dibin.
Ev çarçewa gelemper (pêþgotin, rêdûzkirin, bûyerên çîrokê û encam) ne tenê derdora çîrokê bi tevayî digire, lê her beþekî çîrokê jî hembêz dike. Di pêþgotinên beþan de, pirê caran hin malikên ko Xanî tê de li ser rojhilatin û rojavabûnê dipeyive, tên, an jî karînên Xwedê di afrandina dinyayê de berçav dike, wek vê pêþgotina beþekî:

Xellaqê cîhan ji feydê qudret,
Heyatê felek bi wecih futret,
Bê qalib, û bê muhît, û miqyas
Bê alet, û bê muþîr û miqyas.
(rûpelpel: 51. malik: 470-471)
Hin caran jî, li gel Xanî, wek ko di hemû toreyên rojhelatê de, nemaze jî ya erebî, di pêþgotinê de pesnê þûnmayên dilberê, yan jî pesnê meyê tê, wek vê pêþgotinê:
Saqî tu ji bo Xwedê kerem ke,
Yek cur`eyê di camê cemke.
(rûpelpel. 30. malik. 189)
Carcaran jî beþên çîrokê, bi hin destpêkên folklorî dest pê dikin, û di dûv re jî rêdûzkirin tê, lê bi þêweyekî helbestî, hunerî û qeþeng, ko xwendevan ji cîhana helbestî bi dûr naxe. Xanî di vî þêweyî de gelekî jîr û jêhatî ye, bi destên xwandevanê xwe digire, wî dibe nav bûyeran, an jî wî bi bûyran re dimeþîne; ew bûyerên ko xwendevan bi boneya encama beþê çûye, û pêþgotina beþê tê, jê bi dûr ketibû.
Xanî, ne tenê bûyeran pêþkêþ dike, û dide me, lê nêrîn û ramanên xwe jî li wan bûyeran siwar dike, bêyî ko me ji germiya bûyer û lihevhatineke hestî bi dûr xîne.
Dawiya beþan jî pirê caran wek pendekê, an þîretekê tê, ew pend jî an ji metelokên gelêrî hatiye birin, an jî ji hin metelokên gelêrî, ko niho hene, hatine girtin. Ev yek jî girêdayên Xanî li gel afrandinên gelêrî diyar dike.

Hêmanên hunerî:
Hêjayî gotinê ye, em bibêjin ko her çîrokek, an romanek xwe dispêre hin hêmanên hunerî. serkeftina çîroknivîs jî ne tenê bi heyîna wan, lê bi cihgirtina wan ve jî girêdayî ye.

CÎGEH
Hêmanekî giring e ji hêmanên avahiya çîrokbêjiyê, ko bûyer tê de pêk tê, û mirovên çîrokê tê de dilivin. Çunkî her bûyerek jê re cîgehek dive, û bi nîr û adetên wî cîgehî ve girêdayî ye. Ev yek heyameke zindî dide çîrokê, ji ber ko hundirekî derûnî ji bo çîrokê peyda dike. Ev hêman di çîrokê de, rola tabloyan di þanoyê de dilîze, ji ber ko tiþtekî xuya ye; berçav e, ko alîkariya xeyala xwendevan dike.
Cîgeh, bi wêneyên xwe, yên ber bi çav, û bi rewiþt û gerdîþe û adetên mirovên ko tê de dijîn, û têkliyên wan mirovan bi hevûdû re roleke sereke di çîrokê de werdigire, da naveroka wê, çi civakî û çi konevanî be numa bike.
Lê tiþtê herî giring ew e, ko di çîrokê de divê cîgeh û hêmanên dîtir lihevhatî bin. Çi gava çîroknivîs cîgeh ji bo çîrokê bike destpêk, û di dûv re bûyer û kesan wêne bike, an cîgeh di navbera wênekirina kesên çîrokê re birewþîne, ev yek kengê be, û di çîrokê de li kû be, bê wênekirina heyama tevayî nabe, pênasîna vê heyamê zor girîng e, da xwendevan her tiþt û nîrên ko li derdora bûyeran hene, binase.
Bûyerên çîroka Mem û Zînê, li nik Xanî, li Cizîra Botan dest pê dikin, û diçine dawiyê, vebijartina vî cîgehî ji bo vê çîrokê nîþana serkeftineke hunerî ye, ji ber ko gelek girêdanên bi rewneq û qeþeng di navbera xwerista Cizîrê û evîna herdu evîndaran de hene. Xwerista Botanê, bi kohên xwe yên bilind û daristanên xwe yên, ko nigên xwe berdidin çemê Diclê, û gulþengên xwe yên rengareng, û payebilindiya Botan ko di dîroka tevgera azadîxwaza gelê kurd, ji bo ji dayikbûna evîna herdu evîndaran "Mem û Zînê" cîgehekî hêja ye.

Cîgeh li nik Xanî bi destpêka bûyerên çîrokê re xuya dibe, lê tiþtê hêjayî gotinê ew e, ko Xanî ciwaniya cîgeh di þênahiyê de dibîne, lewre dibêje:
Sehra û çîmen dikirin mesken,
Beyda û dîmen dikirin gulþen.
(rûpelpel: 53. malik. 489)
Sehra û beyda herdu jî peyvên erebî ne, wateya wan çoleke bê dar û bê zevî û bê av e, lê belevbûna mirovan li wê çolê, wê dike gulistaneke xweþik û rengareng. Dîsan Xanî dibêje:
Rabûneve xanim û xewatîn,
Wan jî tijî gul kirin besatîn.
(rûpelpel: 54. malik. 503)
Ev herdu malikên jorîn didine xuyanîkirin, ko cîgeh bê heyîneke mirovane, bê nirx dimîne, heyîna mirovan diþê çolê jî bixemlîne, û çendî gulþen rindik be jî, lê hebûna mirovan tê de, wê hê ciwantir dike. Em dikarin bibêjin gava Xanî vê girêdanê di navbera cîgeh û mirov de peyda dike, û gava cîgeh bi vê rewþê dike hêlîna evîna evîndaran, hingê hejêkirina cîgeh, û pêre jî ya welêt, di dil û derûna mirov de germ dike, û rolahelbestvanên xweristê di warê niþtîmanperweriyê de teqez dike.
Cîgeh li nik Xanî, ne tenê ev rola xwe ya ramanî heye, belê roleke wî ya hunerî yî girîng jî heye. Lewre gava mîr diçe nêçîrê, Xanî bi awakî rê dûz dike, da karibe girêdanekê di navbera hestê mirov/xwendevan û heyama nêçîrê de peyda bike:
Her koh ji rengê torê Mûsa,
Ji enwar tecellayê te Îsa.
Her nehr ji rengê ejdeha bû
Her sebze bi muícûzan e´sa bû
Her dar ji feydê nubuharî,
Yek þu´le dida ji nûr barî.
Her gul ji mîsal ateþê tor
Yek meþe´el bê qisûr pir nor.
Her murx seher bi xwe kelîmek.
Her totî û qumriyek nedîmek.
Her nexel neda kunende her gah,
Teþbîh Þecer, digo: Enellah.
Xergoþ û xezal û gur û aho,
Ew qaz û quling û kebîk û tîho.
Ker ker diçêrîn li koh û deþtan,
Ref ref difirîn di nêv bihiþtan.
(rûpelpel: 116. malik: 1426-1433)
Xanî wisa cîgehê nêçîrê raçavî me dike, û tîne bîra me ko armanca mîr û began ji nêçîrê ne tenê kuþtin û girtina balinde û koviyan ne, lê armanc seyran û ger e jî. Lewre ev malikên jorîn me dibin deþtan û kohiyan, û me li nêv gulþen û daristanan digerînin. Ev yek dide xuyakirin ko cigeh li nik Xanî karmendiyeke derûnî ye, ji ber vê jî ev
herdû malikên jêrîn, yên ko zîndana Mem li hundirê wê hatiye avêtin, direwþînin, bihna mirov teng dikin:
Havêtine çalekê bi zarî
Teþbîh bi gor teng û tarî
Mekrûh wekî dehan ejder
Min kir wekî nikîr û munkîr.
(rûpelpel:140. malik:1782-1783)

DEM
Gava Xanî, di cejna Newrozê de, xunceyên evîna Mem û Zînê dibiþkivîne, hîngê dilê xwe dide gelê xwe, û vî gelê jar û bindest, tev êþ û kovanan, di dilê xwe de dicivîne. Lê rola demê ya hunerî, di çîrokê de, ne tenê ji vê yekê peyda dibe. Dem tevgerekê jî di çîrokan de peyda dike, livekê diyar dike, û çendî bûyer bi hêsanî û zelal di nav demê re biherikin, ewqasî çîrok jî berbi pêpelûkeke hunerî ya payebilind ve hildikiþe. piþtî 284 malikan, çîroka Mem û Zînê li nik Xanî destpêdike, ew jî destpêkeke hêdî ye, ko dem tê de paþeroj e(Musteqbel e), ango bûyer hê nebûye. Helbestvan bangê li meygêr dike, ko perdaxeke meyê bide wî:
Saqî bike cam asmanî
Raha weko roh cawdanî.
(rûpelpel: 39. ma: 285)
Ev destpêkirin li dirêjiya 75 malikan hatiye raxistin, û dem jî tê de tev mand e , rê li pêþ salixdana bûyeran dûz dike. Lewre tê xuyakirin ko Xanî ne tenê xwe ji gotin û nivîsandina çîrokê re amade dike, lê dixwaze xwendevan jî têxe pergaleke derûnî, ko jê re alîkar be, da bikaribe guhdar bike, û bûyeran, bi hêsanî, werbigre. Lewre dibêje:
Dilber li Memê bikin girînê
Aþiq bikenin bi derdê Zînê
(rûpelpel: 41. malik: 328)
Ango dilê dilberan biqirqiçe, û bo Memo bigrîn, û kesên þeyda ji dilsotiya xwe, ji bo Zînê bikenin.
Ev herdu kiryar "bikin girînê, û bikenin" diyar dikin, ko hê bûyer neqewimiye, ji ber ko herdu jî mandeyî ne. Kiryarên mandeyî tevgerê di çîrokan de sist dikin, an berbi nebûnê ve dikþînin, û asta hunreriya wan nizim dikin. Lê ev ziyan negîhaye çîroka Xanî, ji ber ko Xanî, li vir ne çîrkê dibêje, lê xwendevanê xwe amade dike, da çîrokê bixwîne, û wî têbigihîne. Ango Xanî bi nêrîneke xweser li demê temaþe dike, dem li ba wî rola agehdariyê dilîze, da girêdanekê; têkiliyekê di navbera çîrokê û xwendevan de peyda bike.
Lê gava dest bi çîrokê dike, wê li þêweyê vegerînê siwar dike, û dem li gel wî berbi paþ ve dizêvire, lewre jî kirarên buhêrekî, û kesên çîrokê yeka yek, bi vî þêweyê buhêrekî direwþîne:
Ko padiþahek zemanê sabiq,
Rabû di hikmeta xwe faiq.
(rûpelpel: 44. malik: 363)
Çîrok li gel Xanî bi salixdana kesan dest pê dike, ev salixdan jî di nav demeke buhêrekî re tê, û pê re jî girêdaneke hunerî bi hêz di navbera pêþgotinê û çîrokê de tê girêdan, ji ber ko çawa dem di pêþgotinê de hêdî û rewan bû, wilo jî di destpêkê de hêdî dom dike.
Xanî, bi vê yekê, ji alîkî ve xwendevan bi hêsanî dixe nav bûyeran, û ji alîkî dîtir ve jî paþeroja kesên çîrokê numa dike û rê li pêþ birêvebirina wan kesan dûz dike.
Ji ber van xalan, dem di çîroka Mem û Zînê de, demeke dîrokî xuya dibe, Ev yek du tiþtan eþkere dike, yek ji wan hebûna çîrok û nav û evîna Mem û Zînê berî ji dayikbûna Xanî ye, û ya dîtir jî ew e, ko Xanî ji dîrok û kelepûrê gelê xwe peyamê werdigire.

BÛYER
Hêmanekî giring e, ko çîrok bê wî ne çîrok e. Hemî hêmanên çîrokê, yên dîtir dixebitin da karmendiya wî bikin. Ev hêman di bingeha xwe de, pir girêk e, çinkî her lêkerek di hundirê xwe de pir lêkeran dicivîn e, û ji wan hemiyan peyda dibe.
Xanî, bûyerên çîroka Mem û Zînê bi awayekî klasîkî ava dike; ango bûyer, li gel wî, di sê qonqxan re derbas dibe, ji wan her sêyan re tê gotin: destpêk, navend, û dawî.
Di destpêkê de, ko jê re (rawestin) jî tê gotin, em agahdar dibin ko dem buhar e, xelkên Cizîra Botan xwe amade dikin, da sibê ji bajêr derkevin, biçin koh û deþtan, seyranê bikin, ji ber ko roj 21ê avdarê, cejna Newrozê ye. Sitî û Zînê; herdu xûþkên mîrê Botanê, cilên mêran li xwe dikin, da bikaribin tev li wan bibin, û her yek ji xwe re xortekî layiq hilbijêre. Tajdîn û Memo jî cilên jina li xwe kirin da tev li jinan bibin, û wan herdu keçikên ko çelengiya wan li Cizîrê nav û deng daye bibînin. Li vegerê her çar hevûdû dibînin, lê bêyî hevnasînekê Sitî û Zînê nigînên xwe bi yên wan diguhêrin, û têne malê. Piþt re her çar dipirsin, bizav dikin da hevûdû nas bikin. Pîrejinek, ko li seraya mîr berdestiya Sitî û Zînê dike, dibe alîkar, û wan bi hevûdû dide nasîn.
Tajdîn ji xwe re Sitîyê dixwaze, û mîr wê daxwazê dipejirîne. Mem û Zîn weha, du evîndarên ko ji hevûdû dûr dimînin, û bi sotin rojên xwe derbas dikin..
Li navendê bûyer birêve diçe, û astengên pirgirêk û dijwar dikevin pêþ Mem û Zînê. Beko; dergevanê mîr wan astenga bi hêz û dijwar dike, û agirê neqenciyê gurtir dike, û bi sergermî mîr têve dide, da Memo bavêje zindanê. Tajdîn û herdu birayên wî Arif û Çeko, dostan li dora xwe dicivînin, û diçin ba mîr, rizgariya Memo dixwazin, ger mîr bi ya wan neke, wê bi hêza þûran wî ji zindanê bi derxin. Mîr jî, li gor nêrîna Beko, dest davêje planan, soza berdana Memo dide wan. lê soza xwe bi cih nayîne.
Li dawiyê, Beko planên xwe yên qirêj didomîne, þîretê li mîr dike, ko hemiyan bikuje, jehrê bide: Tajdîn û birayên wî, destûrê bide Zînê, da biçe ba Memo, hîngê ne Memo, û ne jî Zînê dikarin xwe bigrin, hevdîtina wan dê wan bikuje.
Tevî ko mîr dizane ko ev pêþniyara Beko gelekî qirêj e jî, lê beþê wê yê diwem bi cih tîne. Hingê Zînê xemlandî û gelek jinên Cizîrê li pey wê, ji malê derdikevin, diçin zindana ko Memo tê de ye, lê berî bigihêjin wir, dergevanê zindanê tê, û nûçeya mirina Memo pê re tê, û wek birûskekê li bin guhên Zînê dikeve. Tajdîn dibihîze, û bi hêrs diçe; Beko dikuje, lê gava diçe ko mîr jî bikuje, ew tê girtin û girêdan.
piþtî rojekê, hemî xelkên Cizîrê, bi girî û þîn li pey termê Memo diçin goristanê, û wî di gorê de vediþêrin. Zîn digihêje gorê û ketineke bê rabûn bi ser de dikeve, vêca gorê vedikin û Zînê jî li kêleka Memo datînin.
Ev in hersê qonaqên bûyerê di vê çîrokê de, her yek ji wan bûyer dighîne ya dîtir, û hersê jî wî bi rê ve dibin. Bi hebûna wan her sêyan, bûyer yekîtiyeke hunerî distîne, û ji nûçeyan cida dibe.

WATE
Lê gelo ev bi rêvebirina ko bûyeran di sê qonaxan re derbas dike, û yekîtîtiyeke hunerî jê re peyda dike, dikare bûyereke lihevhatî bi wêne bike?. Em dibêjin: Na, nikare. Çinkî bûyer bi xwe, wênekirina kesîtiyeke, ko di kar de ye, ew kar jî bê wate nabe. Lê bi carekê çênabe ko ev wate wek perspanekî têkeve ser bûyerê, dive wate ji hundirê bûyerê bê, ne ji derveyî wî, ango ew beþek e ko qet ji bûyerê naqete, ji ber ko her sê hêmanên bûyerê; lêker û kirar û wate yekîtiyeke nebeþkirî peyda dikin. Eger lêker û kira bê wate bin, bê nirx jî dimînin.
Ev rastiyên jorîn pirsekê li ber me datînin: Gelo çîroka Mem û Zînê, xwedan wate ye?. Ger hebe, ew wate çi ye?.
Xanî ev çîrok di demekê de, ko bûyerên germ û balkêþ, li Kurdistanê dibûn afirandiye. Di hundirê Kurdistanê de gelek birînên kûr hebûn, maka hemiyan jî perçebûna mîrîtiyên kurd bû, ko bûbû sedemeke sereke ji sedemên du beþkirina Kurdistanê ya di nevbera Osmaniyan û Sefewiyan de, wisa serax û binaxa welêt ketibû destên wan, mîrên kurd jî her yek li serê xwe siwar bûbû, û guhên xwe nedidan deng û bangên welathezan û gelê xwe perîþan û di bin destê dijmin de hiþtin. Di wan nîrên teng û dijwar de, Xanî di sala 1695an de ev çîrok nivîsandibû.
Eger em li çîrokê vegerin, em dê bibînin ko Xanî, di navbera herdu kesan de ji kesên çîrokê, girêdanekê peyda dike: Sitî û Zînê, Tajdîn û Memo, Mîr û Beko. Lê gava Tajdîn û Sitîyê digihêjin hevûdû, li hemberî girêdana ko di navbera Sitî û Zînê de, û ya ko di navbera Tajdîn û Memo de heye, sist dibe, lê ya di navbera Mîr û Beko de heye bi hêz dibe, dom dike, ta ew herdu bi serdikevin. (kuþtina Beko ziyanê nagihîne vê encamê).
Livandina kesên çîrokê bi vî awayî, ne ji ber xwe ve wilo bûye, wateyeke vê livandinê heye, ew jî wek em dibînin ew e ko Xanî dixwast bigota: Bê yekîtî û hevgirtin, serkeftin nîne.
Ji hêleke dîtir ve, me dîtibû ko mîr bi carekê guhê xwe nedabû gazin û nalînên xûþka xwe Zînê. Lê her û her guhên wî li pêþ pendên dergevanê wî vekirîbûn. Xanî, xwestibû þêweyê karbidestiya wê demê, di navbera van têkiliyan re bide xuyakirin, û neyîna sergêrên gelê kurd di hiþ û xewnên mîran de diyar bike.
Ev wate ji hundirê çîroka Mem û Zînê tê wergirtin, û dide xuyakirin, ko lêker û kirar; ango bûyer û kesên çîrokê jê re karmend bûn. Ango huneriya vê çîrokê bi vê gavê digihêje asteke bilind.
Eger em bêne hêla kesên çîrokê, em dê bibînin ko ew kes yekser derbasî nava bûyer nabin. Helbestvan bi pênasîneke kurt, rê li pêþ derbasbûna wan dûz dike, ew rêdûzkirin jî bi navê wî kesî dest pê dike, û di piþt re, Xanî rewþên wî diyar dike, û wêneya wî dikole. Bi vî awayî ew kes derbasî nava bûyeran dibe, da, bêyî hêrs, û bêyî ko alîkariyekê ji hêla helbestvan bigire, xwe bi xwe, xwe numa bike.
Herdu keç; Sitî û Zînê, wek hev in, hevxwiþk in, ji malbata mîr in, çeleng in. Lê kîjan wê ber bi navenda bûyeran ve biçe, bibe lehenga çîrokê?. Helbestvan bersivê nade. Rê dide herduyan. Lê yek ji wan tê pêþ, û li gel bûyer hin bi hin mezin dibe, û tîrêjan ber bi xwe ve dikiþîne.
Me ew herdu, bi cilên mêran dîtibûn, ji mehrecana cejna Newrozê vedigeriyan, û þanên evînê li wan beloq bibûn. Hêlana pîr tê ba wan, gustîlkan di tiliyên wan de dibîne, gustîlkan dixwaze, da xwediyên wan nas bike. Li vir rê ber bi sayîbûnê ve diçe, û nîþanên hundirên kesan ber bi roniyê ve diçin.

tubiranes is offline  
Eski 18-01-2008, 07:17 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Aydýnlanmak Acýdan Kaçmak Deðil, Acýyý Anlamaktýr.!
Yaþ: 26
Mesaj: 13,425
Üye No: 2663
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 148674
Rep Puaný : 14865896
Rep Derecesi
tubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond repute
Arrow berdewam


Hazir Sitiyê nigîn deranî,
Da dest ´ecûzeya zemanî.
Zînê weha gote heyzebonê:
Min dil bûye werteyek ji xwînê.
Gava weko werte tête coþê,
Weqtê ko dikît bikit xweroþê.
Teskîn dikît ew nigîn dilê jar,
Dem dem ko didin di çeþmê xwînbar.
Zinhar eger dibî nigînê,
Zû bîneve bo me dil hezînê.
Lew re bûye bo me sebr û saman,
Ew bo mine xatema Silêman.
(rûpelpel: 69. malik: 720-725)
Ev malikên jorîn didine xuyakirin ko Zîn xwe têvedide navenda bûyeran. Li hêla din, herdu evîndarên þeyda; Memo û Tajdîn jî evan gavên bê tebat dijîn, û ew pîrejin tê ba wan, nigînan (gustîlkan) ji wan jî dixwaze. Ma gelo kîjan wê xwe têvede navenda bûyeran?. Ne helbestvan, lê ev malikên jêrîn bersivê didin:
Tajdîn nigîn ji dest deranî,
Da dest ´e cûzeya zemanî.
Mem tê fikirî ko bê nigînê,
Kengê diketin medar û jînê.
Go: Dayê tu min bidêre me´zûr
Kî can didet ji dest xwe destûr.
Ev xateme ism e ger tilsim e,
Min can ew e, qalibê me cism e.
Sedeqê ser û zilf û xalê zînê,
Mestîne ji dest me nigînê.
(rûpelpel: 75. malik: 813-818)
Belkî ev xal, ji bo girêdanekê di birêvebirina hundirê kesayetiya Memo, û girêdana wî li gel bandorên derveyî û bûyeran tevan, bûbe destpêkek, da ev kesayetî hin bi hin mezin bibe, û di navbera bandor û per lêxistinên hunermendekî gewre de, ber bi hev bê, ev hunermendê ko hunera xwe û hemî tiþtên der û hundirê cîhana lehengê xwe, bi dest xwe xistine, û tiliya xwe bi hêz, daye ser alavên xwe yên hunerî, da ew kesayetî ji navbera komên bandoran bi hêz derbas bibe navenda lehengiyê.
Bi vî awayî kesayetiya Memo, li gel bûyerê, bi rê ve diçe, ango kesayetiyeke venîþtî ye, bi liv e, hin bi hin mezin dibe û bi pêþ ve diçe.
Gava helbestvanê me kesayetiya Beko nîgar dike, ev wênekirin li himber a Mem û Zînê, tê guhertin, û digihêje asta karekî gihiþtî, ji bo wênekirina kesayetiyeke berz û balkêþ, û xwedî wêneyê xwe yê dîrokî, wek nûnerekî hêzên neqenciyê.
Çi reng û sixêf û rewþ hene, helbestvanê me ewan giþkan bi kartîne, da wêneyeke qirêj û ne qenc ji vê kesatiyê re peyda bike, û piþt re jî rê bide wê, da ew, di çîrokê de, wek roviyekî, dek û planan bike, û tevger û bizavên xwe bidomîne.
Li hezar plan û rêkên nedurist siwar dibe, ber bi armanc û daxwaza xwe ve diçe, dide û distîne, gotgotan dike, armanca xwe nîþan dike, da di dema keysdar de lê de, û daxwazê bi cih bîne.
Kesatiya mîr û ya Beko, di çîrokê de hev û du temam dikin. Xanî dide xuyakirin ko yek bê yê din nabe. Guh bide mîr çi dibêje:
Em qismê mîr, qismê aþin,
Pirr fetl û gerîn, pêþ û paþin.
Naçar ji bo me aþvanek,
Labude ji bo me dergevanek.
Hingî bi hikmetê dikin dewr,
Geh ´edle ji bo mekar, geh cewr.
Her çend Bekir weled zîna ye,
Aþê me ji wî bi fetl û ba ye.
Ev zumre ko zalim û ´ewanin,
Subaþî û þehne dergevan in.
Aþêd me zaliman digerin,
Dexlêd me zalima dihêrin
(rûpelpel: 96-97. malik. 1140-1145)
Bi vî awayî, Xanî, kesayetiya mîr ber bi çav dike, û hevalbendiya wî û dergevanê wî, li gel hevûdû girê dide. Eger Xanî, ji vê yekê nêrîneke taybetî, ko bedkariya karbidestên dema xwe diyar dike, heye, bê guman ew bi vê yekê, me bi pêþeroja vê hevalbendiya qirêj jî hayedar dike, ko ewê astengan deyne pêþ evîna Memo û Zînê.

TEVNA ÇÎROKÊ
Eger em bêne ser tevna hunerî, em dê bibînin ev tevn, li gel Xanî, bi alavên derbirîneke hunerî dewlemend û zindî ye jî. Alavên wî hin caran vebêjî ye (serd), û hin caran jî pesn û salixdan e û carcaran jî axiftineke xweyî û hundirînî e, û hevpeyvîn e jî. Ev alav tev li milên zimanekî zîz, ko karînên zimanzanîna Xanî ber bi çav dikin, siwar dibin.

ÇÎROKBÊJÎ
Çîrolbêjî hêmanekî giring e, di çîrokê de xwedî roleke payebilind e, çimkî bûyer ji wêneyên hebûyî (waqiî´) diguhêze wêneyekî zimanî-hunerî, karê çîrokbêjiyê jî ew e ko bikaribe rewþên axaftina hunerî, di dest xwe de, bike alîkar, da hiþê xwendevan têxe pergaleke nîþankirî de, ji bo bikaribe naverokeke çeleng, wek ko çawa nivîskar dixwaze, bighîn e.
Ji bo pêkanîna vê daxwazê, dive nivîskar, di avakirina durvê derbirîna vê naveroka çeleng de, ya ko di hiþê xwe de ava kiriye, dive bi karekî gelekî mezin rabe. Lewre em dibêjin vebêjî û çîrokbêjiya di çîrokê de rolek e girîng dilîze.
Ji bilî vê jî gelek cureyên xeberdanê(vebêjiyê) hene, wek xeberdana xwebixweyî, ko nivîskar tê de bernavê "ez" bikar tîne, an jî xeberdanê dide dest çîrokbêjekî. Ev cure hêsantirîn þêweyên xeberdana bûyerên çîrokê ye, lê kêmasiyên wê jî hene, çinkî hin caran xwendevan, û belkî rexnegir jî, vî cureyî wek jînenîgariya nivîskarî dibînin.
Cureyekî dîtir heye, jê re tê gotin (þêweyê bîranînan). Nivîskar li vir jî cînavê "ez " bi kar tîne, û bi zimanê lehengê çîrokê diaxive, û ji her bîranînekê re dîrokekê datîne. Di vî cureyî de, nivîskar lêkerên buhêrekî, ko di nav wan re bûyerên çîrokê numa dibin bi kar tîne.
Cureyên sêyem, ko jê re (þêweyê nameyan) tê gotin, nivîskar tê de ji nameyên ko di navbera lehengên çîrokê de diçin û tên sûdê werdigire, û kesên çîrokê û sergêrên wan kesan numa dike, û heyama gelemper a çîrokê ber çav dike.
Lê cureyê herî binav û deng, ko Xanî jî di çîroka xwe de bi kar tîne, xeberdana yekser e, ko (þêweyê destanî) jê re tê gotin.
Di vî cureyî de, nivîskar, bernavê nediyar bi kar tîne, kar û barê wî, di vî cûreyî de karê dîrokzanan e, bûyeran li pey hevûdû vedibêje, kesan pêþkêþ dike, bizavên wan þirove dike. Nivîskar li gel wan bûyeran, û wan kesan meþeke xweþik dimeþe, ta ko bûyer digihêjin dawiyê.
Hêjayî gotinê ye: Di vî cûreyî de, nivîskar hêza xwe nade ser kesên çîrokê, zanîna wî ya li ser wan, ji wan bi xwe ne pirtir e. Lewre ji dûr ve çîrokê vedibêje, bûyer û kesan ji derve salix dike, tenê tiþtên numa wek azadî, têkilî û encamên wan, dibêje. Lê wateyên ko di paþ wan tiþtan de hene, ji xwendevan re dihêle, da ko xwe bi xwe tê bigihêjin.
Xanî ji destpêka çîroka xwe ve vî cûreyê çîrolbêjiyê bi kar tîne. Eger mirov lê vegere, dê bibîne bê çawa kesên çîrokê pêþkêþ dike:
Ko padiþahek zemanê sabiq
Rabû di hikometa xwe de faiq
Textê wî cizîr û bext mes`ûd
Tali´qewî meqam mehmûd
Asar þeca´eta wî þahî,
Dagirtî ji mah ta bi mahî.
(rûpelpel 44. malik: 363,365,371)
Û gava kesên Cizîrê xwe ji bo cejna sersalê amade dikin, Xanî dibêje:
Hikmet ew e ew hemî li kar in
Hindek di peya û hin siwar in
Bîlcumle diçûne der ji malan
Heta digihêþte pîr û kalan.
(rûpelpel: 52. malik: 474,487)
Çîrokbêjiyê firehtirîn cîgeh di çîroka Mem û Zînê de dagirtiye lê mixabin huneriya wê hin caran ji dest helbestvanî derdikeve û hêza wî ya xeberdanê giran dibe, wek ko em di van malikên jêrîn de dibînin, Xanî rê nade me, da em bi xwe mîrê Botanê nas bikin, û ne jî dihêle ew xwe bi me bide nasîn, dîsan nahêle em bi xwe bibînin bê çawan xelkên Cizîrê ji malan der tên, lê ew bi xwe þanî me dike. Ev yek huneriya xeberdanê qels dike. Ma gelo Xanî nedizanî karê xeberdanê çi ye? Em bawer nakin. Çinkî hin caran xeberdan hêsan û zelal dixuye, û nerme-nerm diherike, hêza helbestvanê me li ser xuyanî nake, ango hin caran xeberdan, li nik Xanî digihêje astayên hunerî yên bilind, wek çawa di van malikên jêrîn de tê xuyanî kirin:
Tajdîn ji tewabi´ên xwe yek pîr,
Tê´în kir, û þihande cem mîr.
Gotê: here bêje mîr û axan,
Bêninde venakujin çiraxan
Em çar bira hebûn di sadiq
Herçar li xidmeta wî di aþiq
Însafê ko zêdetir ji salê
Mem mayîye vê xwedan, çalê?
Dijmin li me þa ne, dost xemgîn
Ferde mirina çeko û Tqajdîn
(rûpelpel: 14 ma: 1916-1921)
Lê tiþtê hêjayî pesnê ew e, ko pirhatina xeberdanê tu ziyan negihandiye avakirina çîrokê, ango di çîrokê de xeberdan ji derveyî bûyeran nehatibû, û her car xweþiktir û tevlî salixdanê dibû, û ciwanî jê werdigirt.

SALIXDAN
Salixdanê çîrok tev girtiye, û perê Xanî tê de wek ê hostayekî zîrek xuyanî dibe, li hember salixdana ko Xanî dide gulistana mîr, û ya ko dide herdu xûþkan "Sitî û Zînê" û dilêrî û dilsoziya Tajdîn, mirov behitî dimîne. Û gava li hember xwerista Cizîra Botan disekine û bêhna xwe jê dadigre, vê dîmena çeleng wek tabloyekê diyarî me dike:
Her yek ji newal û koh û deþtan
Reh þubheyê goþeyê bihiþtan
Her rewde riyad xuld ekber
Her ceþme ji e´yn ab kewser
Herr koh ji reng torê Mûsa
Ji enwar tecelayê teyîsa
Her nehre ji rengê ejdeh bûn
Her sibze bi mui´cuzan e´sabûn
Her dar ji feydê nubuharî
Tek þui´le dida ji nor barî
(rûpelpel: 116. malik: 1424-1428)
Tiþtê balkêþ ew e, ko salixdana Xanî ne xav e, û nejî rij e, ji ber ko li gelek wêneyên hunerî siwar dibe. Ev yek jî heyameke tijî tevger û reng di çîrokê û di þêweyê helbestvan de peyda dike, û pê re jî çîrokê dike tabloyeke hunerî, ko helbestvanê hunermend di afrandin û çêkirina wê de karekî mezin û xebateke gewre kiriye. Keçên bedew li deþtan û çolan belav dibin, û wan beriyan dikin gulþen:
Sehra û çîmen dikirin mesken
Beyda û dîmen dikirin gulþen
(rûpelpel: 53. malik 489)
Û gava dixwaze bandora, ko evîna herdu keçikan; Sitî û Zînê li Tajdîn û Memo kiriye, numa bike, pirsê dide dest herdu evîndaran, û bi zimanê wan dibêje:
Ew mêwe li kî cihî gihane
Ev gul li çi gulþenê numane
(rûpelpel: 59. malik: 574)
Diyar e ko mêwe nîþana bandora evînê ye, û gul jî herdu keçikên çeleng in, lê gava germbûna evînê ber bi çav dike, evîndaran dixe nava êgir, cegerên wan disotîne:
Ew bûne li van ceger kevandin
Ew bûne ko van bi dil hebandin
(rûpelpel: 62. malik: 624)
Pirîcaran wêneyên hunerî li ber perê Xanî dibine tabloyeke hunerî, bê kêmasî, ko zîrekî û jêhatiya wî di afrandina wan zindî û gerînî de ber çav dike, wek vî wêneyê, ko ji þingîniya tîr û þûran, heyamek tijî deng û qîrîn tê de peyda dibe:
Dirrinde dirandibûn bi þîran
Perinde pirandibûn bi tîran
(rûpelpel: 117. malik: 1449)
Hincaran jî em dibînin wêneyên gulan dicivîne, li kêlekên hevûdû datîne û di pê re jî hin wêneyên nû, ko li wekhevkirinên hunerî yên nû siwarbûne, jê peyda dike.
Çelengiya gulan ya di gulþenan de, û ya ko di helbestan de hatiye çêkirin, di van wêneyên nû de kom dike, lê di navbera hemberhevdaneke hestî wijdanîke, ko ji reh û hinavên evîndarekî þeyda dertê, û bergehên ko di navbera herdu kêlekên wekhevkirina hunerî de, hene, tune dike, û dilberê ji gulan þepaltir û þengtir dibîne:
Gul yek ne tenê, ko sedhezar in.
Gulþen didîtin di nû buhar in.
Me´þoqê ko mislê wan gelek bin
Her çend ko horî û melek bin
Ew nabin mûcibê çi derdan
Lew ra ko heyin li cumle erdan
Yek bêt, û nebit mîsal hemta
Mestûr ji rengê Zîn ´enqa
´Aþiq bi çi dê bikit medar.
Bê sebr û mirin emê çi çare.
(rûpelpel:123-124.malik: 1538-1542)
Hin caran jî wêneyên hunerî yên Xanî pir girêkî û li hev geryayî tên, sûdê ji wêneyên nasbûyî werdigre. Rojava, bi hemî hêman û alavên xwe, wek roj, aso, û stêran li nik Xanî tê guhartin, û ev wêne jê peyda dibe:

__________________
tubiranes is offline  
Eski 18-01-2008, 07:19 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Aydýnlanmak Acýdan Kaçmak Deðil, Acýyý Anlamaktýr.!
Yaþ: 26
Mesaj: 13,425
Üye No: 2663
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 148674
Rep Puaný : 14865896
Rep Derecesi
tubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond repute
Arrow berdewam


Êvarî ko asmanî menqel
Danî, û li wan veþar meþ´el
Yê´nî ko vekuþt çirax zêrîn
wergirt ji nû libas rengîn.
(rûpelpel: 152. malik: 1964-1965)
Wênyên huner, li nik Xanî, ji hêmanên suruþtê tije dibin:
Ew çend ji a´ridêd gulgûn
Vêkra diwarîn serþik pir xwîn
Goya ko di feslê nubuharî
Baran li gulþenan dibarî
(rûpelpel: 173-174. malik: 2283-2284)
Tiþta ko di wêneyên Xanî de balkêþ e, rojhilatiya wan e, bêhna hêsaniya jiyana kurdan, û derbirîna gelêrî, ya ko ketiye çarçeweke nû, jê tê:
Go ey hewesa dil û hinava
Her yek ji we rohniya du çava
(rûpelpel 64. malik 656)
Ev gotin "rohniya du çavan" her rojê pirîcaran di derbirîna gelêrî û filoklorî, û ji devên pîrejinên kurd der tê. Ev yek bergehan di navbera Xanî û kelepûra kurdî de tune dike.

HEVPEYVÎN
Di navbera van hemî tiþtên ko derbasbûne de, gava derî ji hevpeyvînê re vedibe, ew jî di cihên ko bêyî wê nabin de, tê, û bingeha hunerî diparêze, da derbirîn zelal û zindîtir bibe, û bikaribe hundirê derûna kesên çîrokê numa bike.
Hevpeyvîn, bi xwe, axiftinek e, ko di navbera du, an pir kesan de dibe. Çîrok û þano di vî warî de hevbeþ in, lê di çîrokê de, hin caran tê, û di þanoyê de stûneke giring e ji bo xwesipartina nivîskarî, ji ber ko þano ji bingeha xwe de, li ser hevpeyvîna ko di navbera kesên wê de peyda dibe, ava dibe.
Hevpeyvîn, di çîrokê de, li kêlek xeberdanê, roleke hunerî, û armanceke rewþenbîrî dileyizin, ji ber ko heyameke germ di çîrokê de peyda dike, û þêweyê drbirînê zindîtir dike, û zanîn û rewþenbîriya nivîskaran eþkere dike.
Kar û barê hevpeyvînê di çîrokê de ew e, ko perdeyan ji pêþ bûyer û hêrsên kesên çîrokê hilîne, û wan biwênîne, û çîrokê bi rê ve bibe, da hêmanê dramatîka wê xurtir bibe, û hundirê derûna wan kesan ronî bibe.
Bi rastî jî hevpeyvîn li nik Xanî, roleke hêja di çîrokê de lîstiye. Eger em li malikên jêrîn mêze bikin, em dê bihêsanî bibînin ko ji hevpeyvînê pê ve, wê tu tiþtê dîtir nikaribe wêneyên derûnî yên herdu lehengan, nemaze di hevdîtina dawî de numa bike:
Perwanyê go: Tu xweþ delîl î
Þeme´yê wehe go: Tu xweþ xelîl î.
Perwaneyê go: Tu rehnema yî
Þeme´yê wehe go: Tu can fiza yî.
Perwanyê go: Tu dil fizor î
Þeme´yê wehe go: Tu sîne soz î.
Perwaneyê go: Tu padîþah î
Þeme´yê wehe go: Tu quble gah î.
Perwanyê go: Tu hor zat î
Þeme´yê wehe go: Tu nor zat î
(rûpelpel: 168. malik. 2192-2197)
Eger ne hevpeyvîn bûna, wê salixdan, an xeberdanê, bi tenha xwe nikarîbûya ev wêneyên derûnî û ramanî yên mîr û dergevanê wî biafranda. Hevpeyvînê roleke bingehîn û girîng di vê pergalê de lîstibû, û rasteqîniya wêneyên herdiwan ber bi çav kiribû. Em li mîr guhdar bikin bê çi ji Tajdînî re dibêje:
Ev renge mîr digote Tajdîn:
Fî´lêd Bekir negir nizanîn
Em qismê mîr qismê aþ in,
Pir fetl û gerîn, pêþ û paþ in
Naçar ji bo me aþivanek,
Labudde ji bo me aþvanek.
Hingî bi hikometê dikin dewr
Geh e´dle jibo me kar , geh cewr.
Her çend Bekir weled zîna ye,
Aþê me ji wî bi fetl û ba ye.
Ev zumre ko zalim û e´wan in,
Sûbaþî û þehne û dergevan in.
Aþêd me zaliman digêrî
Dexlêd me zalima dihêrin.
Ev a´det tenê xas mîran
Nabînî li ber derê feqîran
(rûpelpel. 96-97. malik. 1139-1145,1148)
Û carekê Bekir dibêje mîr:
Zahir meke tu evê î´nadê
Carek vekuj agrê fesadê
Ji ew paþ tu bêxe weqt firset
Zinhar medê eman û mihlet
Xesmê ko neþê bibî muqbil
Derman çi ye? þerbeta helahil
Lew lazim e ji hakiman du fincan
Yek xas xerab e yêk qencan
(rûpelpel: 150. malik: 1936-1939)
Eger em li nik evan malikên jorîn rawestin, hêdî hêdî li wan mêze bikin, em dê du wêneyên zelal, ko mîr û dergevanê wî tê de bi awakî sayî numa ne, bibînin. Ew herdu wêne tije dek û plan in. Bê guman, hevpeyvîn arîkariya me dike, û me dighîne wan wêneyan. Ji min ve diyar e ko Xanî ev yek baþ zanîbû, lewre her yek ji wan, li cihê ko xwe tê de rehet dibîne, û li ba mirovê ko pê bawer dike, bi dengkirin dabû.
Ev tiþtên ko me diyar kirine, diþên teqez bikin ko hevpeyvînê li nik Xanî, karibûye derûna kesên çîrokê wergerîne, ronahî avêtibû ser wan pêlan, û hundirê derûna wan kesan li pêþ me vekiribû, heyameke zindî tijî ger û liv di çîrokê de pêkanîbû. Vê yekê jêhatiya perê Xanî di avakirina wan kesan de numa kiriye, ew jî avakirineke zindî bû, nîþanên penahên derûn û hundirê wan kesan tê de têne xuyakirin, û ramanên ko di hiþên wan de li hevdu dikevin, sayî têne wergirtin, û me dide hember hevdijîtiyeke gelekî sayî, nêrîneke heyînî, ko ji newekheviya daxwazên xizanan û yên mîrên fewdal peyda dibe, bingeha wê ye.
Xanî li pey kûrkirina wêneyên hunerî, yên kesên çîrokê, û þirovekirina wan wêneyan, hê bilez û bez diçe, destan jê bernade. Pirîcaran axiftina monologê bi kar tîne, rê dide kesên çîrokê, da bi xwe, tiþt û ramanên hundirê xwe
derînin. Lewra hin caran em dibînin Zînê di nava çar dîwaran de ye, derî û pencere girtî ne, bi xwe re dipeyive.
Xanî, rewþ û pergala wê, nesaxî û jarbûna wê, ji der ve de wêne dike, û piþt re xwe li hember wênekirina hundirê wê bê çare dibîne, ko nikare têkeve wî hundirî, hingê divabû rê bide xwedî, da çi tê de heye, ew bi xwe derbibire. ji ber vê yekê Xanî xwe dide alîkî, û Zîn li gel nediyaran diaxive:
A´þiq bi we wasitê cemalî
Salik bi we nailê celalî.
Wêrane ye dil we maye xalî
Qet xeyra we kes nahin hewalî.
(rûpelpel: 104. malik:1256-1257).
Hin carên dîtir, em wê dibînin ko çawa berê xwe dide sîbera xuþka xwe Sitiyê, û pê re diaxife:
Kay rûh û rewan qelbê Zînê
Nûra besera diyar û dînê.
Þahî ji te re, û xem ji bo min
Tajdîn ji te re û Mem ji bo min.
(rûpelpel: 105. malik: 1265,12673)
Ev xwe bi xwe axiftin, bi dilsotin li gel Zînê didomîne, cidayiya ko di navbera rewþên herdu xuþkan de peyda bûye numa dike, lê Zîn ne tenê li gel sîbera sitîyê diaxive, pirê caran ew li hember perwaneyên ko li derdora agirê findan digerin radiweste, û bi wan re diaxive, û keser û hesretên dil û sînga xwe der dike.
Em vê monologê li cem Memo jî dibînin, Xanî rê dide wî, da derkeve, bi tenha biçe, li koh û newalan bigere. Bi xwe re biaxive, an bi sîtava dilrevîna xwe re , an jî li kêleka çemê Diclê raweste, û keserên xwe jê re bilorîne:
Kay þubhetê eþkê min rewan e
Bê sebr û bê sikûnê a´þiqan e.
Bê sebr û qirar, û bê sikûn î
Yan þubhetî min, tu jî cinûn î.
Qet nîne ji bo te re qirarek
Xalib di dilê te dane narek.
(rûpelpel: 109. malik: 13201323)
Pirê caran Memo li nik bê jî radiweste, û bi sotin û dilêþ pê re diaxive, û lava jê dike da rêka xwe bi dilbera xewrevîn xîne, û bi dilekî þikestî eniya xwe ji wê re berjêr bike, silavên germ bighîne wê:
Kay cismê letîf þubhetê rûh
Dergehê beden li ber te meftûh.
Ez hêvî dikim ko bê tewequf
Rincîde qedem bibî tekeluf
Carek here suddetil-se´ed
Gavek here sudretil-nîhayet.
Ewel here bibûse astanê
Paþê here pêþ dilistanê.
Emma bi tewadi´ û te´zîm
Sed mertebe ihtîram û tekrîm.
Ahiste ji bo bike du´ayê
Dabeste wê bike senayê.
Þayiste bike tu ihtîram
Dest beste vewest bike selam.
(rûpelpel: 110. malik: 1337-1343)
Tevî ko helbestvanê me, di vir de, dide pey þopên hin helbestvanên rojhilatê yên dîtir, nemaze yên ereb, û Feqê Teyran (1564-1660), lê karîbû wêneyeke zelal û sayî çêbike, ko pêlên derûnî û hêrsên herdu lehengan tê de eþkere xuya bibin.
Ev nimûneyên ko me nîþan kiribûn, didine xuyakirin, ko Xanî bi zanîn û bi jîrbûneke payebilind monolog bikar tanîn.
Çimkî karê monologê ew e ko, me têxe hundirê kesên çîrokê da tiþtên tê de hene, dûrî pêþkêþkirina bûyer, yan hevpeyvîna bilêv, berçav bike, ji ber ko monolog, wek ko zanyarên derûnî dibînin, ji bo ronîkirina asteyên hiþyariyê alîkarekî hêja ye; berî ko bi derbirinê bêne wergerandin.
Ev cûre teknîka hunerî, bi cûreyê nivîskarê Firansayê Edward De Jordan (1861-1949) tê naskirin. Çawa tê gotin ewî mirovî ev teknîk di çîroka (Darên Daristana Qutbûyî) de, ya ko di sala 1888an de li Parîsê der çûye, pêk anîbû û dabû nasîn, ko monolog axiftina kesekî naskirî ye, armanc jê ew e ko bêyî alîkariya nivîsevan, me têxe hundirê wî kesî de. Monolog axiftineke bê guhdar e, guhdar jê re nîne, ji ber ko axiftineke bê lêv e.
Tiþtê balkêþ ew e, ko berî monolog weke alaveke hunerî binav û deng bibe, berî vê yekê bi dused salan, Xanî karê vê alavê nas kiribû û sala 1695an, di çîroka Mem û Zînê de, bi kar anîbû, lê em neþên bibêjin ko Xanî xwediyê wê ye, ji ber ko Feqê Teyran berî wî bi kar anî bû, belê em diþên bibêjin ev xelek nirxê wî yê hunerî digihîne asteke bilind.
ZIMAN
Di tevna hunerî de, ziman roleke payegiran dilîze, ji ber ko ev curetevn bi zimên tê ristin û xwendin, û çîrok pê heyîna xwe bi cih tîne. Ji vê pê ve ew rola nirxbilind, zindiya zimên bingeha wê ye. Lê wê çawa ziman zindî xuya bibe?. Þêweyê tijî tevger û liv, û nêzî jiyana rojane, û ji peyvên hêsan pêkhatî, zindiya zimên berçav dike.
Hêjayî gotinê ye em bibêjin ko çendîn bergeh di navbera heyama çîrokê ya gelemper, û þêweyê derbirinê de hebin, ewqasî zimanê wê qels, jar û bê giyan xuya dibe. Lewre bidestxistina zimên ji hêla nivîskar ve zor giran e.
Zimanê Xanî di vê çîrokê de zindî, tijî hêmanên helbestiyê xuya dibe, çunkî di navbera heyama gelemper a çîrokê û zimanê wê de, bergeh nîne. Du tiþtên sereke vê yekê teqez dikin:
1- Tevlihevkirina çar zimanên, ko Xanî baþ desthilatê wan bû, ew jî, zimanên kurdî, ´erebî, tirkî û farisî ne, ko di wê demê de, li rojhilatê bi kar dihatin.
Bikaranîna peyvên biyanî, li nik helbestvanên rojhiletê, yên dema Xanî, ne kêmasiyeke zimanzanî bû, û ne jî þermeke hunerî bû. Tevî vê jî, tiþtê balkêþ ew e, ko Xanî ewan peyvên biyanî dixe ristina siwarkirina hevoka kurdî:
Rabûne ve rojekê pêkve
Fikrîne bi reng û rûyê pêkve.
(rûpelpel: 60. malik: 597)
Di vê malikê de Xanî peyva ´erebî (fikir) bi kar tîne. Ev peyv di wî zimanî de nav e, lê Xanî paþkîta lêkerê kurdî pê dixe, û lêkerekî jê peyda dike, wateya wî, di malikê de, dibe (nêrîn), çimkî wateya malikê weha tê: Rojekê herdu (Tajdîn û Mem) pêk ve rabûn ser xwe, berê xwe dane hevûdû.
Xanî ne tenê vê peyva ´erebî bikar tîne, lê belê pala xwe dide hin zimanên dîtir jî, û biserbilindî jî vê yekê eþkere dike:
Kurdî, ´erebî, durrî û tazî,
Terkîb kirin bi hezl û bazî.
(rûpelpel:186.malik:2476)
Bidexistina van zimanan, þêweyê Xanî dewlemend dike, û jê re dibin alîkar da dergehên afrandinê li pêþ wî firehtir vebin, wî ji xelekên sînorkirî rizgar dikin, da çi þiyanên van zimanan hebin, giþan ji bo armanca xwe bike karmend, û festîvala jidayikbûna destana kurdî, ji hundirê derûna kurdî ya dilovan der bixe.
2- Xanî hemî zaravayên zimanê kurdî, û beþên wan zimanan bi kar tîne. Bingeha zimanê çîroka Mem û Zînê, devoka botan e, ji kurdmanciya jor e, lê pirîcaran Xanî destên xwe dirêjî zaravayên kurdî yên dîtir dike, û peyvên wan bi kar tîne, wek vê peyva (nedêrîn) ko fileyên Lorî wê bi kar tînin:
Ey waqifê waqi´etê dêrîn,
Em xeyrete mehreman nedêrîn.
(rûpelpel:77.malik:852).
Xanî ne tenê peyvan ji wan zaravayan werdigire, lê gava hevoka xwe siwar dike jî, bi ser ristina hevoka wan de pal dide:
Êdî çi bibêjim , ez nizanim,
Bilmez ge ne sûyleye zubanim.
(rûpelpel:126. malik: 1577).
Di vê malikê de du zaravayên kurmancî hene, û hevokek bi tirkî û kurmacî, tevlihev, heye. "Êdî çi bibêjim, ez nizanim" bi kurmanciya jor, (Zubanim) bi kurmanciya jêr, û (bilmiz ge ne sûyleye) bi tirkî, ango: (zubanê min jî nizane çi
bibêje). Lê tiþtê ko bala me dikþîne ne tenê ev yek e, lê siwarkirina hevokê ye jî.
Di zaravê Xanî de, (Devoka botanî ji kurmanciya jor) cînav bi navan nakeve, lê di zaravê kurmanciya jêr de, dikare weha çê bibe. Ango kurmanciya jor dibêje (zubanê min), û ya jêr dibêje (zubanim).
Gelek caran Xanî hevoka xwe bi kurmanciya jêr dirêse, wek çawa di malika 765an de dibêje (þêxim), û di ya 1610,1974an de dibêje (mîrim), nabêje (mîrê min).
Nimûneyên ji vî cûreyî, li gel Xanî gelek in. Çimkî wek tê zanîn, di devoka botanî de, ji kurmanciya jor, pergala pirjimarî ya navan, bi paþkîta (an) tê nas kirin, wek nimûne (bajar-bajaran), lê gava ev pirjimarî têkeve ser navekî dîtir, hingê (an) tê guhertin, û dibe (ên), wek (bajarên Kurdistanê). Lê belê ev (ên) di devoka Hekarê de, dibe (êd) wek (bajarêd Kurdistanê), û di devoka Badînanê de, dibe (êt), wek (bajarêt Kurdistanê).
Her kesê ko bi hûrbînî li Mem û Zînê vegere, dikare bibîne, ko Xanî ev her sê wêne bi kar anîne. Di malika 1067an de dibêje (zilfêd, destêd) nabêje (zilfên, destên), û di yek malikê de, herdû wêneyan bi kar tîne:
Ahoye sipî, û çavêd reþ bûn,
Biskên di siyah bihn di xoþ bûn.
(rûpelpel: 129. malik: 1617)
Û di malika 1085an de dibêje (kêfêt) nabêje (kêfên) û ne jî dibêje (kêfêd).
Ev nimûneyên jorîn didine xuyakirin, ko zimanê Xanî gelekî dewlemend e, û ji jiyana rojane ve gelekî nêzîk e. Ev numande jî wek em dibînin, di ramana Xanî de nîþana du tiþtên hunerî û neteweyî ye. ji hêla hunerî ve, zindiya zimanê çîrokê teqez dike, û ji hêla neteweyî ve jî dide xuyakirin ko þiyanên yekkirina zimên, li nik kurdan gelek in.
Li dawiyê hêjayî gotinê ye em bibêjin, ev çîrok çîrokeke helbestî ye, ko ji 2655 malikan hatiye raxistin. Ev dirêjayî belkî karînên helbestvan, di tenga bi karanîna yek rêzbendê re qels û jar bike. Lê Xaniyê gewre çareyeke hunerî ya hêja jê re dibîne. Helbestvanên tirk û farisan destanên xwe beþ-beþî dirustin, û her beþek li pêlewazekê û rêzbendeke cida siwar dikirin, da xwe ji vê astengê rizgar bikin. Lê Xanî ev destan tev li pêlewaza (Hezec) siwar kiriye, û yekemîn car bû ko di helbesta kurdî de rê li pêþ hilma xwe vekirî hiþtibû, û rêzbend guhertibû malika (Mesnewî), ko herdu birên wê xwedan rêbendek in, ji ya malika dîtir cida ye.

Ji kovara DUGIR. J8, Zivistana 1998an

__________________
tubiranes is offline  
Eski 18-01-2008, 07:22 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2008
Mesaj: 1
Üye No: 233055
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 0
Rep Puaný : 10
Rep Derecesi
ahmet347 is on a distinguished road
Varsayýlan


kürtçem olsa da yorum yazsam

ahmet347 is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Raza Di Mem Û ZÎnÊ De heci Çandi Giþti 1 25-10-2007 03:35 PM
Xwendekaren Kurd û Ehmede Xanî ronahi_hive Dirok 3 13-04-2007 03:54 PM
LÝ Ser JÝyana ÞÊx EhmedÊ Xanî beyazöfke Helbesten Kurdi 0 25-02-2007 06:27 PM
Li Ser Jîyana Þêx Ehmedê Xanî hmpoo Çandi Giþti 0 24-12-2006 09:14 PM
Ehmedê Xanî ve eseri Mem û Zîn Þoreþger Çandi Giþti 4 02-07-2006 08:39 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 07:31 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada