|
|
#1 (permalink) | ||||||
|
Wek hemû zimanên dewlemend û þareza zimanê kurdî jî ji kurahîya mejûyê peyda bûye û bi bingeh û basûtê xwe ya bihêz xwe gihandîye roja me ya îroyîn.Kurd xwedî zimanekî ê ku ji malbata Hînd-Ewrûpa tê ku navê wî Kurdî ye ye.Zimanê Kurdî niha li baþurê Kurdistanê zimanê perwerdeyêye lewma xetera ku ser Kurdî hebû ji holê rabuye.Lê bakurê Kurdistanê rewþ berevajî vê yekê ye.Ehmedê Xanî 400 sal berê þaþ dima ku çima dewletekê serbixwe a Kurdan tuneye.Lê piþtî 400 salî rewþ li bakurê Kurdistan hin xirabtire.Berê medreseyên Kurdî hebû niha ev jî nîne.Kes bi Kurdî qisenake,naxwîne pereya cixareyekê jî nadin bo kovarekê Kurdî.Ger bi zimanekî perwerdehî tune be ev zimên li dawîya dawî ji holê radibe.Yek ji kevintirîn zimanên di nav cihanê de Zimanê Kurdîye.Ji ber ku dewletekî Kurdî tunebuye lewma zimanê Kurdî di nav vê sedsala dawî de nikarî buye xwe pêþbixe..Her wiha gelê Kurd zêde xwedî derneketîye zimanê xwe.
Lê dîsa jî Kurdî li Kurdistana Azad zimanê perwerdeyêye,bi sedan kovar,rojname derdikevin,bi sedan malperên Kurdî heye,bi dehan radyo û TV heye,her sal hindik be jî sedan pirtûkên Kurdî têne çap kirin.Çand û hunera Kurdî jî -muzîk,sinema,þano û hwd.- her roj ber bi dewlemend buyîne ve diçe û zimanê Kurdî jî pêþ dikeve.Divê zimanê Kurdî di nav zimanên cihanê de cihê xwe layiqê bigre ango bikeve nav zimanên pêþîn 30an.Bo vê yekê jî divê zimanê Kurdî zimanê zanistî,aborî û teknolojî be.Divê zankoyên Kurdistanê di her astê de Kurdî bikarbînin.Divê Kurdî di programên kompîturê de jî were bikaranîn û di zanistê de jî-týp,metametîk hwd.- pêþbikeve.Divê medyaya Kurdî jî pêþ bikeve û bi dehan tv û hwd. werin damezirandin. Zimanê ku zimanê 40-45 mîlyon mirovê be û tenê 4 televîzyonên satalaytî hebe.Bi vî avahî zimanê Kurdî nikare pêþ bikeve û xwe bixwe nav zimanên serdest.Welatek wekî tirkîye de ji 1000 zêdetir TV heye û rewþa zimanê Tirkî berbiçave.Gerek gelê Kurdistan hin zêdetir xwedî li zimanê xwe derkeve û wî pêþ bixe.Kêþeya zaravayan jî di nava demê de çareser dibe.Belam bo wan tiþtan hewceye ku zimanê Kurdî him li Kurdistan Azad him li hemû Kurdistan bibe zimanê perwedeyê û ziamê zanist,teknolojî û bazirganîye.Zimanê ku,zimanê 40-45 mîlyon mirovan be û li bakurê Kurdistanê girseyekê mezin zarokên xwe hînê Kurdî nekin.Zimanê ku,zimanê 40-45 mîlyon mirovan be elfebeyek yekgirtî yê vî zimanê nebe.Ev jî kambaxîya me ya Kurdane. Revîngîya zimanê gelê Kurd hezaran sal B.Z bi zimanê Avesta destpêkirîye, bi pehlewîya eþkanî berdewam kirîye û bi Kurdî buye zimanê serdest a Kurdistan.Zimanê Kurdî bi girêdayî rewþa sîyasî ya Kurdistan pêþketîye yan jî di cihê xwe de maye.Lê bi hezaran sale bi nivîskî û devkî buye zimanê gelê Kurd û her li ser pîyan maye.Di wan konaxan de rola herî girîng navên ku wêjeya klasîk a kurdî dane destpêkirine.Ango bi gotineke din pêþengên dîrokî yê zimanê Kurdî ne.Di vê nivîsê de emê ji dema destpêkirina wêjeya Kurdîya klasîka nivîskî heta sedsala 20an navên ku pêþketina zimanê Kurdî û edebîyata Kurdî de rolekî dîrokî leystine bidin.Bi sedsala 20 an serdema wêjeya Kurdî hêdî hêdî tê girtin.Zimanê Kurdî jî dikeve konaxake nû.Rewþa civakîya Kurdistan tê guherîn.Piþtî sedsala 20an dewra hêdî hêdî edebiyata Nûjen a Kurdî despêdike.Ango dewra FAIQ BÊKES,QEDRÎ CAN,DILDAR,OSMAN SEBRÎ,MIDHAT ELÎ BEDIRXAN,CELALED BEDIRXAN,KAMURAN BEDIRXAN,NUREDDÎN ZAZA,EREBÊ ÞEMO,ELADDÎN SECCADÎ,HESENÊ QIZILCÎ,HÊMÎN MUKRÎYANÎ,CEGERXWÎN Û HWD... an destêdike.Ango edî pêþengîyek bo zimanê Kurdî diqade û geþedan û pêþketin bo Kurdî destpÊdike. Ên ku dibêjin "Kurdî nebûye zimaneke nivîskî" bila bala xwe bidine vê listeyê.Þairên ku di listeyê de hatiye rêzkirin,piranî demê mirektiyên kurd de jiyane.Em wêjeya xwe ya klasîk hebûna mirêktiyên Kurd re deyndarin. Ger dewletekî serbixwe hebûya þairên me hin zêdetir buya.Her wiha pirtukxaneyên Kurdî gelek caran rastî talana ereban re rûbirû maye ji ber vê yekê jî gelek berhemên kurdî negihiþtîye roja îroyîn.Wekî mînak ger erþîv û pitûkxaneyên mîrên Bedlisî li ber destê Kurdan bûna niha gelek berhemên Kurdî destê Kurdan de hebûna.Lê demên mirêktiyan de jî hin þairên kurdan zimanê erebî ji bi karanîne.Serdestîya Erebî ji ber bandora Îslamîyetê dertê.Ne tenê Kurdistanê her wiha di nava tirk û farisan de jî erebî zimanê fermî an jî nîv fermî bû.Bi þêweya listeyê -bi kurtayî- emê navên pêþengên zimanê Kurdî û salên buyîn û mirinên wan destnîþan bikin.Piranîya tarixa bûyîn û mirinên pêþengên zimanê Kurdî mixabin bi duristî nayê zanîn.Ji hinek wan jî tenê navên an tê zanîn. LISTEYA PÊÞENGÊN ZIMANÊ KURDÎ YÊ NIVISKÎ(200-1900) -Heta destpêka Wejeya Nûjen a Kurdî- MANÎ (216-276): Navê berhema wî ya bi navûdeng ARJANGe.Kevintirîn berhema bi Kurdîye ku haya me jê heye.Berhama Manî wekî zanînnameyeke.Di dema MEDYA de jiyaye.Berhem bi Kurdîya MEDAN(Medî jî ji proto-Kurdîye) hatîye nivîsandin.Manî hunermend û ramangêrek mezin bû.Mani oleke nû nêzî Zerdûþtîyê afirandibû.Lê ji Zerdûþtîye cewaztir bû.Dokrîna Manî hemû rojhilat nêzik û Ewrupayê belav bûye.Her wiha berhemkî dinê Manî heye ku ev jî ÞAHPUKAN e. ANU ÞIRVAN-NUÞÎRVAN- (400?..) : Tê rivayet kirin ku di sedsala 5an de kesekî bi navêANU ÞIRVAN an jî bi navê kî din”ÞEYTANÊ BEXDAYE” jiyaye.Bi Kurdî þiîr nivîsandîye. HELBESTEKÎ KURDÎ LI SER PERÇEYEKÎ ÇERMÊ HATIYE NIVÎSANDIN (600?..) : Berhemekî din jî di serdema navînde hatiye li pênûsê xistin helbestekî Kurdîye ku ser perçeyekî çermê de hatiye ditin.Ev helbest di sedsala 7an de hatîye nivîsandin.Kurdîya ku hatiye bikaranîn Kurdîya navîne.Ji alîye naverok û hêza vêgotinê de ev þiîr bêhempaye. BASSAMÎ KURDÎ (800) : Bassam-i Kurdî di sessala 9an de jiyaye.helbestên xwe bi zaravaya Kurdî ya Goranî nivîsîye. BEHLÛLÊ MAHÎ(800?..) : Li gorî agahîyan Behlulê Mahî ji Hemedanîye.Yek ji wan wêjevanan,yekemîn wêjewanê kurd e. PÎR ÞARÎAR(900?..) : Pir Þariar di sedsala 10an de jiyaye.Çarînên wî ji alîye gel ve pir hatiye hez kirin.Ji ber vê hezkirinê çarînên Pir Þariar di nava gel de heta rojame ya îroyîn wekî gotinên bavûkalan gihîþtîye. GILANÎ(900?..) : Gilanî þagirtê Pir Þariar e.Wekî duyemîn Pir Þariar jî tê naskirin. BABA QEYSERÊ HEWRAMÎ,BABA SIRINCÊ KELATÎ,BABA GERÇEKÊ HEWRAMÎ (942-1006) : Ev 3 nav di dema dugela Henewiye de jiyane.Di vê serdemê de gelek wêjevanên din jî derketine. DAYÊ TEWRÊZA HEWRAMÎ(950?) : Yekemîn jina kurde ku xwe nav wêjevanên kurd de cih girtîye. FATME XANIM,CELALE XANIM,ÞAXWEÞÎN (923-1055) : Dema dewleta Deylemî de jiyane. BABA TAHÎRÊ URYAN-HEMEDANÎ- (938-1010) : Baba Tahirê Uryan an jî Hemedanî di dawîya sedsala 10an de jiyaye.Berhemêkî wî ye bi navê DUBEYTÎ heye.Ev berhem bi zaravaya Kurdî ya Lorî hatiye nivîsandin.Farsan Baba Tahirê Uryan wekî destpêka wêjeya Îranî dixwazin nîþan bidin.Li gorî angaþta wan Lorî ne lehçeyekî Kurdîye,lehçeyekî Farsîye.Di rojameya îro de ev ozan di nav gelê Kurd de bi hormeteke mezin tê bî anîn.1(*) XATÛ MEYZERD,DAYE XEZAN,BABA BUZURGÎ,QAZÎ NEBÎ,EHMEDÊ CAF,KAKE RIDA (990-1117) : Di dema dugelê Ayarî jiyane.Vê dugel girîngî dida çand û hunera Kurdî. ALÎ TEREMOKÎ (1000-1056) : Alî Teremokî li gundê Termak hatiyê dinê.Berhemên xwe bi zaravaya Kurmancî li pênûsê xistîye.Termekî yekemîn kese ku di derbarê rêzimanê Kurdî de berhemek nivîsandîye.Ango yekem zanyarê rêzimanê Kurdîye.Berhema wî di Akademîya Zanistîya Rusyayê de tê parastin. IBN WEHÞÎYE (1000) :Kevintirîn pexþana Kurdî ku tê zanîn nivîsîye.Navê pirtuka wî "Pirtuka Derxistina Avê" ye. ELÎ HERRÎRÎ (1010-1077) : Eli Herrirî li Hewlêrê ji dayik bûye.Pirtûkekî wî ya helbestê heye.Zaravaya Kurmancî bi kar anîye.Di wêjeya serdema-navî aKurdî de cihêkî pir mezin digre. ÞÊX ADÎ (1073-1162?) : Di Hekkarî de dugela êzîdî avakirîye.Þexsiyeta sereke ya êzîdîyan e.2 berhemên Kurdî a Þêx Adî heye.Yek CILWE ye,ya din MISFEHA REÞe.Þêx Adî wek pêxamberê ÊZÎDÎYAN TÊ PEJÝRANDÝN.Felsefa û nêrîna wî diþibe Zerdûþtîyê.MISFEHA REÞ ku bi Kurdî hatiye nivîsandin bo Êzîdîyan pirtûka pîroz e.Hemû duayên wan bi Kurdîye.MISFEHA REÞ piþtî pirtuka IBN WEHÞÎYE kevintir pexþana kurdîye. NÎZAMÎ GANJEVÎ (1176) : Nizamî ji nav ozanên vê serdemê kesekî herî bi navûdenge.Nizamî Azebaycana îro de -ku berê perçeyekî Kurdistanê bû- hatiye dinê.% berhemên wî heye.Berhemê wî ya herî navdar “Leyla û Mecnûn” e.Him Fars him jî Tirkan Nizamî wekî xwemalê edebîyatên xwe nîþan didin.Lê ev nêrîn þaþe.Nizamî di helbestên xwe de bi eþkere Kurd buna xwe tîne ziman. MUHAMMED IBN ADEM ( M. 1205) : Yekemîn serhildana çandî,nivîskîya Kurdî dijî desthilatîya erebî MUHAMMED IBN ADEM pêk anîye.Ýbn Adem vê demê de bo hîn bunê Farsî digere,li rojhilatê Kurdistanê îroyîn de kesek nabîne ku ji wî re alikarî bide.Ev yek jî nîþan dide ku zimanê Kurdî vê demê de çikas zindîye. MEWLANA XALID (M. 1242) : Ji Silêmanîye.Li þamê çûye rehmetê.Hin qasîdeyên wî bi Kurdî û Farisîye. ÞÊX ÎSA BERZENCÎ (1353) : Li bajarê Sine jiyaye.Bi Kurdî perwede ditîye.Helbestên wî heye. PÊRÎÞAN DÎNAWARÎ(1395..): Bi goranî heweramnî/laki MELAYÊ CIZIRÎ (Sedsala 12an An jî 1407-1481?) : Di derbarê buyîn û mirina Melayê Cizirî de dîtinên cewaz heye.Li gor Mele Mehmudê Bayazîdî Melayê Cizirî di slal 1145an hatiyê dinê.Lê em dîroka ku Eladîn Sencarî dide bingeh digirin.Li Cizîrî ji dayik bûye.Di vê konaxê de dibistanekî Kurdîya herî girîng avakirîye.HelbestênMelayê Cizirî gelekî navdar bûn.Di medreseyan de wekî ders dihate xwendin.Di wêjeya Kurdî ya klasîk de bandora Melayê Cizirî zor zêdeye.Bandora berhemên wî ser edebîya Kurdî heta sedsala 20an jî berdewam kirîye.2(*) FEQIYÊ TEYRAN (1302-1375? An jî 1590-1660) : Di derbarê buyîn û mirina Feqîyê Teyran jî alozîyek heye.Li gorî .J.Kurdo ev di navbera salên 1302-1375 de jiyaye.Hin çavkanîyên din jî diroka 1564-1562 didin.Lê tê zanîn ku Feqîyê Teyran piþtî Melayê Cizirî hatîye dinê. Di nava gel de tê bawr kirin ku Feqîyê Teyran bi teyran re dikarîbû qisebikira.Þagirtê Melayê Cizirî ye. Feqîyê Teyran bo folklora Kurdî bûye çavkanîyek berfireh.3(*).Bi zaravaya Kurmancî. MELLA PARÊÞAN (1398) :Bi zaravaya Hewrmanî SELÝM SALMAN: Destana evînê Yusiv û Zileyha nivîsandiye. MELAYÊ BATÊ(1414-1490?) : Cihê Melayê Batê jî di wêjeya Kurdî de gelekî bilinde.Berhemên ku Melayê Batê di nava gelê Kurd de navdar kirîye MEWLUDa wî ya Kurdî û destana ZEMBÎLFIROÞe.Mewluda wî di nava gel de demekê direj hate xwendin. 4(*) NÊRGÎZ XANIM,SEMAN XANIM,WELEDXANÊ GORAN,ÞÊX ÞEHABÊ SOREBERDÎ,MELE EBÛBEKRÊ MUSENNÎF (Dema dugela Erdelan 1220-1800) : Dema dugela Erdelan de jiyane.Mîrên erdelanî gelek ji wêje û zanistê hez dikirin.Ji ber vê yekê vê demê de wêjeya Kurdî gelek pêþ çuye. ÞÊX REMEZAN(1500?) : Li Cizirê jiyaye.Hin helbestên wî gihîþtîye destê me. ÞEREFXANê BIDLISÎ (1580) : Yekem pirtukê derbarê dîroka Kurdistan de nivîsîye.Navê berhama wî ÞEREFNAMEye.Ji ber ku berhama wî ne bi Kurdî ye eem derbarê wî de agahîyên zêdetir nadin.Lê divê xwendevan derbarê wî de xwedî zanyarî be.ÞEREFNAME de gelek navên ji edebîya klasîk a kurdî derbas dibe.5(*) SELÎMÎ SILÊMAN(1586) : Li bajarê Hîzanê jîyaye,þair û dengbêj bû.Berhemên wî negiþtîye roja me ya îroyîn.Lê tê zanîn ku destanek bi navê ÛSIV Û ZELIXA nivîsîye.Bi zaravaya Kurmancî RIZA XAN(1570-1640): ALÎ TIRMAXÎ (1600) :Rêzimanê Erebî,bi Kurdî nivisîye. MUHAMMED KANDULAYÎ(Derdora 1600an): Bi goranî heweramnî/laki IBN-UL HAC (1640):Navê berhemê vî "Mehdîname" ye.Bi qasê ku tê zanîn hin berhemê wî yên dinê Kurdî jî hebûye lê negihiþtîye arþîva Kurdî. EHMEDÊ XANÎ (1651-1707) : Ehmedê Xanî stêrkekî herî geþ geþ e di esmana wêjeya Kurdî de.Li bazîdê hatiyê dinê.Ehmedê Xanî ji ber destena xwe ya neteweyî MEM Û ZÎN nava gelê Kurd de pirr qedirbilinde.Gelê Kurd bo peyitandinên wî yên li ser civaka Kurd,çareserkirina kêþeya kurd ya sîyasî,civakî,aborî rûmeteka pir mezin dide wî.Ehmedê Xanî li gorî þertên demê xwe welatparêzekî pirr mezin bû.Berhemekî yê din ya Ehmedê Xanî ferhenga Kurdî-erebî NÛBARe ku bi þêwazekî balkeþ hatiye nivîsandin.Vê konaxê de belkî 2-3 Ehmedê Xanî yên din jî hebûya Kurdistan serxwebûna xwe bi dest bixistaba.Xeterên ku Ehmedê Xanî berîya 400 sal destnîþan dikir niha bi taybetî li Kurdistan Bakur bihin girantir pêk hat.Banga Ehmedê Xanî ku 400 sal berê bo xwedî derketina çand,ziman bi giþtî xwedî derketina Kurdistana xoþewist kiribû ne vê demê de ne jî îro gelê Kurd xwe kerr kir û nebihîst.Em dikarin bêjin ku Ehmedê Xanî heman katê de ramyarekî mezin a Kurdan bû.MEM Û ZÎN îro jî li hemû Kurdistanê pirr navdare,filmêwî hatiye kiþandin,wekî pirtuk hatiye weþandin,þanoya wî hatiye lîstin,opreayê wî hatiye çêkirin.Berhama xwe de Ehmedê Xanî rewþa Kurdistan bi giþtî tîne berçavan.6(*) MISTEFA BESERANÎ(1641-1702):Bi zaravaya Hewremanî. ÞEREFXAN (1689) :Li Hekkarî ji dayik bûye.Gelek þiîr û tiþtên edebî bi kurdî nivîsye. ÎSMAILÊ BAYEZÎDÎ(XAMIL)(1660) : Bi navê GULÎZAR ferhengekê bi kurdî,erebî û farisi amade kirîye.Gelek helbest û beytên bi Kurdî jî nivîsîye. SIYAH PUÞ (?..) : Helbestên Kurdî nivîsîye. Zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye.Xwedî bîr û ramanên neteweyî bû. AXAYOK-AXAYÊ BÊDARÊ(?..) : Hin dûrikên Axayok bi dest ketine. MIHEMED QULÎ KONDALAYÎ(Dawîya Sesdala 17an):Bi zaravaya Hewremanî. MEKÎ(?..) : Navê wî tenê di þiîrên Siyah Puþ de derbas dibe.Ji xeynî navê wî zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye. ÞÊXÊ BABEÞÎR(?..) : Navê wî tenê di kovara Hawarê de derbas dibe.Zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye. MARUF EL NUDHÎ(?..) : Ferhenga Erebî-Kurdî amade kirîye.Navê berhema xwe kir “el ahmediye” ji ber ku navê bavê wî Ehmd bû.Ji tarîkata Kadirîye. MELE YAHYAYÊ MIZÛRÎ(?..) : Bi qasê ku tê zanîn ji Duhokê ye.Zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye. MELE XELÎLÊ SÊRTÎ(?..) : Ji xeynî navê wî zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye. AXAYÊ BÊDARÎ: tu eserên vî þahirî neheatîyê dîtin. MELA ÛNISÊ ERQETÎNÎ - Vî melayî daye pey Elî Teremaxî û kitebên tesrîf, zirûf û terkîbê bi zmanê kurdancî nivîsandine. MELAYÊ ERWASÊ - Melayê Erwasê kitêbeke piçuk nivîsandiye. Kitêba wî li ser nexweþî û dermanên wan e. Mela tê de qala nexweþiyan dike û dermanê her nexweþiyê û çêkirina dermanên jî dibêje. ÞÊX EVDILQADIRÊ GÊLANÎ(?..) : Bi qasê ku tê zanîn ji Mêrdînê ye.Zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye. ÞEYHUL-ÎSLAM EBUS’SUUD (?..) : Ji xeynî navê wî zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye. GANCÎ (1600?..) : Li Bedlêsê jiyaye..Li gor agahîyên ku Evliya Çelebî dide gelek beryemên Kurdî a Gancî hebûye. MUHAMMED ZENGANA GAMNAKÎ KERKÛKÎ(Destpêka sedsala 18): Bi goranî heweramnî/laki HANA QUBADÎ (1700-1759) : Bi goranî heweramnî/laki SERHANG ELMAS(Derdora 1700an): Bi goranî heweramnî/laki MÎRZA ÞAFÎ DÎNAWARÎ (Derdora 1700an): Bi goranî heweramnî/laki IBN-UL HAC(1700?..) : Berhemêkî wî ya bi navê “mehdîname” heye. MELAYÊ JABA(1700?..) : Pirtuka wî di sala 1860î de ji alîye kurdnasekî Rûsî hatiye çap kirin.Bi kurdî helbestên wî hene. XANEY QÛBADÎ(1700-1759): Bi zaravaya Hewremanî. WELÎ DÎWANE(1747-1798): Bi zaravaya Hewremanî. MURAD XAN(1737-1785) : Muradxan li bajarê Bayazidê ji dayika xwe bûye.Murad Xan gelek helbest û Xezelên bi Kurdî nivîsîye. XARIS BIDLISÎ (1758) : Xaris Bedlisî li Bedlisê hatiyê dinê.Derbarê berhemên wî agahîyênzêde nîne.Zaravaya Hewremanî bikaranîye. WEDAYÎ (1790-1850) : Cihê buyîna wî nayê zanîn.Wedayî helbestên bi Kurdî û Farisî nivîsye.Çîrokên Kurdî jî nivîsîye.Berhemên wî ji ber sdemek ne dîyar di nava gel de belav nebûye û di medreseyan de nehatiye xwendin. Xwedî bîr û ramanên neteweyî bû. MÎRZA ÞAFÎ KÛLYAYÎ(1763): Bi zaravaya Hewremanî. EHMED BEG KUMASÎ(1796-1889): Bi goranî heweramnî/laki SAYDA HEWRAMÎ(1784-1852):Bi goranî heweramnî/laki MACIN(?..) : Ji xeynî navê wî zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye. BEKIR BEGÊ ERZÎ (?..) : Ji xeynî navê wî zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye. MENSURÊ GIRGAÞÎ (?..) : Ji xeynî navê wî zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye. MÎNA (?..) : Ji xeynî navê wî zêdetir zanyarî derbarê wî de tuneye. EHMED BEGÊ ZENGENE (?..) : Di dema dugelê Baban de jiyaye. MELE MUHAMEDÊ QUTUB (1750?.) : Bi Kurdî pexþanan nivîsîye. ZIYADDIN MEVLANA XALID EL ÞAHRIZORÎ (1779) : Navê berhemê vî "Akidenameyî Kurdî" ye.Ev kes sofîyek bû û bi qasê ku tê zanîn bi Kurdî pexþanên wî jî heye. MELE XALIDÊ SÊRTÎ(1835): Bi zaravaya Kurmancî. MESTURA MEH-ÞEREF XATÛN QADIRÎ ZEND(1805-1851): Bi goranî heweramnî/laki.Jin PERTEW BEGÊ HEKKARÎYÊ (Derdora 1800) : Ji xeynî çend helbestên wî berhemên wî negihîþtîye roja me ya îro. ÞÊX NUREDÎNÊ BRIFKANÎ (Derdora 1800) : Çîroka wî ya bi navê Siltan Ebubekirê Þiblî heye. EVDIREHMANÊ AXTEPÎ(Derdora 1800) : Pirtukekê wî bi navê REWZEL NEÎM heye. ABDURRAHMAN PAÞA (Derdora 1800) : Di dema dugelê Baban de jiyaye. NALÎ (1800-1856) : Di dema dugelê Baban de jiyaye.Listenbolê perwede buye.Gelek berhemên wî ên bi Kurdî heye. SALIM (Derdora 1800) : Di dema dugelê Baban de jiyaye. KURDÎ- MISTEFA BEGÊ SAHIBKARAN(Derdora 1800) : Di dema dugelê Baban de jiyaye. EHMED BEGÊ KOMASÎ(1793-1876): Bi zaravaya Hewremanî. MISTEFA KURDÎ (1809-1866):Yekemîn kese ku bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr). berhem afirandinîye.Zaravaya soranî encax vê demê de berhem daye. SEYDAYÊ HEWRAMÎ(1784-1852): Bi zaravaya Hewremanî. EHMEDÎ KOR(1856): Bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr). ABDULRAHMAN SALIM(1800-1866): Bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr). MELAYÊ ERWASÊ (Derdora 1800) : Pirtûkek kurdî ser nexweþî û dermanên wan nivîsîye. MELAY CEBARÎ (1806-1876): Bi zaravaya Hewremanî. ABDULRAHÎM MEWLEWÎ(1806-1882): Bi zaravaya Hewremanî. WASMAN H.ÎSMAÎL:1796-1889): Bi zaravaya Hewremanî. PIRTÛKEKE HESABÎ (Derdora 1850) : Di vê pitukê de beytên wek “Neh caran ney bi xwe hesap ke biltemam,Heþtêûyek in,tu bi zan ya ez xulam,Heþtê caran çar çendin eya þîrînbira...” heye.Nivîskara wî ne diyar e. HECI QADIRÊ KOYÎ(1817-1897) : Kesayetîyeke pirr mezine.Li stenbolê perwede bûye.Dîwaneke wî bi qasê 800 rûpel heye.Di wejêye Kurdî de cihê wî gelek girînge.Hecî Qadirê Koyê li ser þopa ehmedê Xanî çû.Hacî li stenbolê çû koça xwe ya dawî. ÞÊX RIZA TALABANÎ (Derdora 1850) : PIRÊMERD : SEDAT(1837-1906): Bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr). MELE MARIFÎ KOKEYÎ(130-1904): Bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr). MIHEMED MEHWÎ SALIH HERÎQ(1952-1907): Bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr). ABDULLA EDEB(1859-1912): Bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr). ABDULREHÎM WEFAYÎ(1844-1914): Bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr). TAHIR BEG CAF(1875-1917): Bi zaravaya soranî(kurmancîya jêr). M.NUR ELÎ KONDOLAYÎ(Sedsala 19an): Bi zaravaya Hewremanî. MIHEMMED WELÎ KIRMANÞAHÎ: (Sedsala 19an): Bi zaravaya Hewremanî. MIHEMED EMÎN SAY’UL(Sedsala 19an): Bi zaravaya Hewremanî. MELE EHMEDÊ XASÎ(1866-1951) : Bi zaravaya Zazakî Mewlida wî heye. OSMAN EFENDÝ (Derdora 1850) : Li Siwergê jiyaye.Bi zaravaya Zazakî Mewlida wî heye. SEY QAJÝ(1871-1936) : Berhemên xwe bi zaravaya zazakî nivîsîye. MELE MAHMUDÊ BAYAZÎDÎ (1799-1867) : Mele Mahmudê Bayazîdî bi lêkolînerekê rûsî Aleksanr Jaba re ser edebÎta Kurdî lêkolînên kûr dike.Nivîsekî amade dike û vê nivîsê de navê heþt þairên Kurd rêz dike.Di vê nivîsê de Elî Herrirî wekî “þairê kurdan ê pêþî” bi nav dike.Xebatên Mele Mahmudê Bayazîdî bo edebîyata Kurdî gelek bi nirx e.Wî pirtûkek Kurdî bi navê ADETÊN KURDAN jî nivîsîye.Her wiha Mele Mahmudê Bayazîdî nivîskara yekem çîroka Kurdîye.Þerefname wergerandîye kurmancî. |
|||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Zimanê Kurdî | Albatros | Çandi Giþti | 4 | 26-06-2008 05:59 PM |
| Geþedan û Rewþa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Giþti | 3 | 05-09-2007 05:26 PM |
| Kurtedîroka Çîroka Kurdî | PCkopat | Çandi Giþti | 4 | 03-09-2007 09:26 PM |
| Dîroka Zimanê Kurdî | rojekanu | Dirok | 7 | 02-07-2007 07:05 AM |
| kurdi | kelagerm | Çandi Giþti | 0 | 30-06-2007 03:29 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.