|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Werin guh biden halê me kurda çima dimînîn bê milk û mewda?Boçî bi tinê em hosa di jarîn? Tera û berayên her çar kenarîn Ne tev di nezan û bê milk û halin Lê di kes perist û bo para dikalinHeyfe to bikujî biray bo para An to bi girnijî bo kurd neyara Ger çî em kurd hêşta ho mayne Li ber bayê xelkî em qirş û kayne Nehezên yektir dujmin perêsîn Hirya me xave xelet di rêsîn Yê ku mebivêtin her mafê meye Ma ji bilî rastîyê ma çi dî heye? Duhok û Amed,Efrîn û Sine Bextê dujminî heftê û heft kune Ku jêk vekirin çar xwîşk û bira Yêl me di herêfin tev rêk û pira Ma kes nemaye li evê cîhanê? Pîçek bi wîjdan neket zîyanê Carek binêrît halê me kurda Herdem li me şeve tarî biserda Ji Helebçe rabon hawar û fîxan Amed di nalît ji tuxmê Xaqan Serdeşt û Bane herêt ken gazî Kurdîn hûn rabin herin li pey Qazî Qamîşlo Efrîn mane birîndar Ji dest nemerdî rûvîyê xeddar Qed çi bawerî mi bi kurda nîne Carek bibin êk nebên yê dîne Piştî mi dîtîn Enfal û kuştin Zarok û landik hatîne sohtin Em jêk belav bûyn hatîn bişaftin Li ber sir û serma nahêyn nixaftin Hind jî bi saxî birin bin axê Hêşta kurd pîçek naden xo zaxê çima nabin êk biken xebatê? Bo serxwbûnê rêka necatê. Sherzad Zeynelabidîn |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Mela Mehmûdê Bazîdî ... Ji Edebiyata kurdî ya klasîk | Mirza | Helbesten Kurdi | 8 | 17-07-2008 07:46 PM |
| Awirek rexnegirî li dîroka kurda | MÊVAN | Çandi Gişti | 0 | 27-11-2007 03:39 PM |
| Yekemİn Romana DİrokÎ A Kurda Derket | berxwedan | Çandi Gişti | 0 | 13-03-2007 08:31 PM |
| mezİnÊn Kurda | kiremit | Dirok | 51 | 11-02-2007 05:25 PM |
| Bîranînên Yevgenî Prîmakov bi Mustefa Barzanî re | berxwedan | Çandi Gişti | 2 | 10-02-2007 03:17 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.