|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
kî bû....?
Silêman Azer Kê...? hilma te hingavte xwîna min...? û dilê min diyarî mûmdanê peresetgehên azariyên te kir..? tiliyên gurbûnên te dirêjî şewatên min kirin.. kabokên silbûnên min, xiya kirin, di tarî qorziyên jibîrbûnê de... şevên westiyayî ji rêbiwariya tozgirtî ji bênaxiyê.., lûs dibin, di himêza sawîrên min de.. li pişt dergehê mijûliyê raxistime, bi şîrvekirina wê pirsê. kî bû...? xwe ramedand di kefenê sersariya bizdandinên min de. xepartî li noqa zaroktiya xwe pingehane bêrîkirinin şînhatî bi kizirandinên min ve.. kê...? ez firşik kirim bi wê dilbijandinê.. kê..? ew dil vezîlandiye qamek ji xwelêgirtina oxirê re. ji dêrana derdorên xwe re sed henasin bê ser û ber, xwe pelo dikin dirindiya vekirinin badayî bi asêbûnan. çiqasî hingufî tîjikirina ye temenê, bi kotekan xwe şêlaye li wê dilberiya westiyayî ji pêve daleqandina awiran.. kî bû...? ew bajar wergirte şevan perdeyên xwe vehesandinê û dergehên dadayî di navtenga celdeyin ji hişçûyî de ji xirecira piyin şepirze û kevalên.., tenêtiyê dipîvin bi ji hevketina laşê min. dîtinin pûrisandîne bi bêdengiya xwe ve alin tozgirtî, ji çîmên serqot ji kewijandinan re. di xelin awirin belqitî di lepên peristiya zeliqî bi eniya ji bîrbûnan ve. bajarê xwe vedizî ji çarika vedana te û ez rekeh kirî tîşkên devdawa hilatbûnên xindirî,.. ji sîtavin,gelicî bi heriftinan.. kê hat...? û li memikên bînayiyên min rewrewekên xwe banandin. kê hat...? û refên xweziyên min bi qîrînên xwe bezandin. kê hat...? û xwe bi şikestinên min di tivtivandin.. kê hat... û zixurên gunehkariyên xwe li rûmetiya min dibarandin... Hooo.. xwedayoo.. çi sînorekî asê me ji cendekê xwe re. û bi bêçêjiya xwe, di haveynê pejalên xwe de.. tême keyandin... |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.