|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Bêriya Botan
( Ji giyanê Şêx Evdirehmanê Garisî re ) Kanî Derwêş, ka Herekol, ka Kepir Ka zozanên bavê - Têlî ka kê bir Dibêjin ko Burca - Belek hilweşî Text û bextê botiyan de ka geşî Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû Naxuyin qet xişr û xemlên wê li kû Ka Westanî ka Qesara ka kanî Kanîn zozan, cihên bilind kebanî Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng Basiret kû, meqşibendî, terîqet Ka şêxên me, kanî rêzik şeriet Kanî Seqlan, Seq nefis kû Nêrgizî Gul û rihan zeriyane, tev rizî Ka Azîzan, şêx û seyda û axa Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî Kanîn ew rim, ka huwêzî, şeşperî Mîr Mihemê ê nêçîrvan kanî kû Çeper li kû, kovî, hevor, nêrî kû Ka gêra wî, Gera - Xanî, gejgering Ka salên me, bekirbegî, xweş devling Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng Kanî lolo, lê lê li kû, kanî deng Kanîn çeper, betî li kû, ka celab Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab Ka banê me, yê Azîzan, kanî war Kepirê de ne kozik in, ne jî dar Bor - mirişkan tenik biye kete ba Ez botî me diştexilim her bi pa Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim Pa bi Xwedê wek nexweş im û gêj im Kanî dîwan, ne diyar e xafa Mîr Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr Teter li kû, Axayê - Sor û ew reng Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî Tirşik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî Kanî civat, fîl û setrenc, ka zindan Ko tê de Mîr, şahê mexrib, Mîr - Alan Dotmîr li kû, ka Mîr Şeref, Mîr Ezdin Kanî bavê sitiya Zîn, Mîr Zengin Beg û axa kanî tovrind, kanî dot Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr Ne rîsipî, ne kefxwê ye, ne kizîr Ne Buhar e, ne Havîna mîr Şeref Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf Ne dêmir in, ne şahînet, ne hevşîn Kanî Mîr Şem, kanî Tajdîn û Gurgîn Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer Sadon li kû, ew serekê şevînger Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî Ka li kû man ew gernasên nedîtî Ka zirtxane, gurz û cidî, kanî hesp Xencer û rim, kanî şûrên rast û çep Pira Bafet belê ev e, kevane Kevin bûne, ne tirîne, sorane Ji delavê qitikan ve naye deng Kew û kevok di şînê de ne man ceng Şeylo bûne kaniyên me ka rejû Maziyan de ne pel mane ne gezû Kanî Xanî, Feqeh - Teyran û Mela Ê Cizerî, ne jî Batê, kes nema Şax li kû ma ka Berwarî, ka Dêrgul Tu tişt nema, vemirîne deng û gul Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêliyan Şûvî li ku, Welat - Kelhok û Goyan Batûyan kû, Welat - Kilîs, Sipêrti Ne Soran in, ne Mûsereş, Silopî Kiçan, Teyan, Dûdêran kû ka Mîran Hacibêra, kanî Şernex, Garisan Ne Hesinî, ne Elikî, ne Memî Eruh li kû, ne Alîyan, Gergerî Ji garisan ne koçer in, ne dêman Kanî Zêwkî, Welat - Kêver, Ebasan Dawûdiyan, Omerkan jî, ka Kheran Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan Kanî Xaltan, bira Zerdeşt, Hewherî Şûrkêşên me, filehên me Hevêrkî Ka şikefta Mîr Miheme, ka perî Kanî Dasnî, kanî keçên surperî Kanî Şingar, ka xwalên me, yezîdî Belav bûne, bê rêzik in bê serî Dêra - Reben weke berê vala ye Hejare jî diyar niye raza ye Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj Tîr û kevan, şûr û mirtal û destrêj Ne eşîr in, ne bajarî, ne fileh Burc û kelat, ne segman in, ne şergeh Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen Tarî her der, ne kulekin ne rojen Di Tanzê de ne feqehin ne mela Medresa - Sor xerabeye ji nû va Kela Ewrex her bbaye, kela kevn Tê de îro pîrhevokin û çend tevn Kanî Şêx im, Evdirehman garisî Ew jî kuştin sorgula me çilmisî Herê lawo tev de çûne nînin nin Destê me de ne hesp mane ne jî zîn Kurdistanê tu abadin, her heyî Îro, sibe û hergav jbî dê hebî Celadet Alî Bedirxan |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Koma Botan | Ersin | Kürtçe Albüm Tanıtım | 4 | 22-08-2008 03:36 PM |
| Teorîya Peresanê-Evrim teorisi | PCkopat | Zanisti | 0 | 02-05-2007 07:39 PM |
| koma botan | tahaa | Kürtçe Lyrics | 4 | 23-02-2007 07:33 PM |
| Mîrên Botan kî bûn ? | berxwedan | Dirok | 6 | 08-01-2007 12:39 AM |
| Koma Botan | ALiSeR | Kürtçe Lyrics | 4 | 22-08-2006 09:14 AM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.