|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
![]() Hecî Qadirê Koyî (1815-1897) MEHMÛD LEWENDÎ Piştî Ehmedê Xanî (1651-1706) yek ji şaîrên me yên millî Hacî Qadirî Koyî ye. Ew di 1815an de, li Kurdistana Îraqê, nêzî bajarê Koyeyê, li gundê Gorqerecê hatîye dunyayê. Navê bavê wî Mela Ehmedê Mela Salihê Mela Ehmedê Gewre ye. Navê diya wî jî Fatê ye. Hacî Qadir derheqê dê û bavê xwe de di helbesteke xwe de weha dibêje: Bawkim Ehmed bû nawî fikrim dê, Xelqî ladê bû, daykî min Fatê. (Bavê min Ahmed bû navê wî, tê bîra min Xelkê gunda bû diya min Fatê.) Hacî Qadir hê biçûk e bavê wî dimire. Diya wî, wî dide ber destê Mela Ehmedê Gunbetî daku bixwîne. Lê Hacî Qadir dibe neh salî diya wî jî dimire. Mela Ehmed, Hacî Qadir digre cem xwe wî dide xwendin. Paşê Hacî Qadir diçe bajarê Koyê, li wir dixwîne. Pistre wek mela li Koy, Xoşnav, Serdest, Mehabad, Kerkuk, Silêmanî, Hewlêr û gelek bajarên Kurdistanê digere, dixwîne û melatîyê dike. Piştî salên 1850î Hacî Qadir ji Kurdistanê derdikeve, diçe Îstenbolê. Li Îstenbolê danustendinên wî bi gelek kurdan re çêdibe. Bi taybetî pistî ku malbata Bedirxaniyan dinase, Mîr Bedirxan wî wek mamoste ji bo zarokên xwe digre. Hacî Qadir piştî ku dibe mamostê zarokên Mîr Bedirxan, ew bêtir fêrî pirsa kurdî dibe. Çi li Îstenbolê be, çi xususî li mala Mîr Bedirxan be, gelek tiştên nû yên derheqê kurdan de fêr dibe. Wek nimûne, cara pêşî Mem û Zîn a Ehmedê Xanî li mala Mîr Bedirxan dibîne, wê dixwîne, felsefa Ehmedê Xanî fêm dike. Û ev felsefa Ehmedê Xanî ya millî tesîrê li wî jî dike ku di helbesteke xwe de weha dibêje: (Wî ev helbesta xwe li ser kitêba Ehmedê Xanî bi destnivîsa xwe nivîsiye.) "......... Eman qedrî bizane em kitêbe le dunya êstakey hemtay nemawe Le eyyamî heyatî Şêxî Xanî le ser nusxey xetî ew nusrawe Le lay erbabî xoy bo qedr û qîmet xezîney gewhere w kîse diraw e Le mecmûî duwel; Soran û Botan le sayey em kitêbe nasirawe Le Kurdan xeyrî Hacî w Şêxî Xanî esasî nezmî kurdî danenawe." Dîsa di helbesteke xwe de ji bo kurdan weha dibêje: Ta rêk nekewin qebîlî ekrad Her wa dibine xerabe abad! Enwa'î mîlel le gewre ta çûk Xemilîwe memalîkî wekû bûk Yek berg in û yek zuban û yek reng Bê xeybet û xeyb û 'ar û bê deng. Hacî Qadirî Koyî ji hin helbestên wî xuya dike ku nezewicîye. Di vî warî de di helbesteke xwe de weha dibêje: Her min im êsta warisî Îsa Bê kur û mal û bê jin û mewa. Lê ji bo Hacî Qadir kur û mal û jin, welatê wî, milletê wî û bi taybetî helbestên wî ne. Dîsa di rêzekê de ji bo vê yekê jî weha dibêje: Ewî şaîr nebê koreocaxî Le sayey şîîrekan babî kuran im". Hacî Qadirê Koyî di 1897an de li Îstenbolê wefat dike. Tirba wî jî dîsa li Îstenbolê li Goristana Karaca Ahmed |
|||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
1815 yılında (1824 tarihi de zikrediliyor), Koy bölgesindeki Qoreqerac köyünde doğdu. Küçük yaşta babasını kaybetmesi üzerine annesi tarafından Koy’a getirildi ve burada ağa, bey gibi varlıklıların yardımıyla okutuldu. Koy Camii’nde Ahmed Gunbetî’den ders aldı. Koy’dan sonra Balek’e gitti ve ünlü alim Mehmûdê Ibn-û Adem’e intisab etti.Bir şiirinde sözünü ettiği gibi Balek’e çıplak ayaklarla gitmiştir ki, bu da şairin ne büyük yoksulluklar yaşadığını gösterir niteliktedir. Ardından aldığı fakih derecesiyle Xoşnav, Serdeşt, Erbîl, Kerkük, Süleymaniye, Mehabad ve Şîno gibi yerlerde bulundu. Koy’a dönünce şiiriyle şeyh, ağa ve derebeylere savaş açtı. Her zaman yoksul ve ezilen Kürt emekçi kitlelerinden yana oldu. Şêx Nebî gibi molla ve şeyhlerle yaşadığı ihtilaflar neticesinde İstanbul’a göç etti ve bir daha Koy’a dönmedi. İstanbul’da Kürt ileri gelenleriyle bir arada bulundu. Yazdığı şiirlerin bir kısmı günümüze ulaşmış olsa da büyük bir kısmı, özellikle basılması için Abdulrezak Bedirxan’a verdiği şiirler, Bedirxan’ın İttihatçılar tarafından öldürülmesi üzerine kaybolmuştur. Hacî Qadirê Koyî, Kasım 1897’de İstanbul’da öldü ve Karacaahmet Mezarlığı’na gömüldü.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | |||||||||||
|
zor spas verdiğin bilgiler hergencin bilmesi gereken ama ne yazıkki bilmediği bilgilerdir.....
gerçi kimsenin suçuda yok faşist devletin uyguladığı ağır asimilasyon politikasıyla okullarda her türlü edebiyatçıyı vs. ezberledik durduk ama kendi tarih ve edebiyatımızı yok saydırdılar... bide biz size baskı uygulamadık diyorlar....hey rebbî tu çêki...
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Çîrokê Gelêrî- Hecî Mihemed Eliyê Qelşo | Numberone | Çiroken Kurdi | 3 | 26-03-2008 12:37 AM |
| Bajaré Farqînê | tubiranes | Çandi Gişti | 0 | 14-12-2006 05:33 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.