|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Mizgîn Mehmûd Ji buharê ta buharê Çend binefş bişkivîn….? Çend nêrgiz çilmisîn….? Çend gelawêj çirisîn.…? Çend barbang fetisîn….? Ji Helabça ta Qamişlo Çend aheng Çend Festîvalên jiyanê Têne li darxistin….? Ji cejnên mirinê ta cejnên jînê Çend Leyla Çend Agîd Çend Samî Çend Ciwan çend Qasimlo Ji dayik Dibin….? Çend Pêxemberên nuh Çend Zaradeştên kal Avistayê didomînin….? Ji buharê ta buharê Çend Barzanên nuh Ji biskên hetaw têne der….? Çend Qadî Di zikê Mihabadê de Bûne çira û fener Çend Şêx Seyidên nuh Ji mizgeftan Ji hicrikên bi ocax Vedan kesser Çend Maşûqên nuh Dijîn bi hêrs Bo qada sor û zer Ji adarê ta adarê Çend Anahîta Çend Yezdanên dilbijok Têne xapandin Çend Şaxoşînên nuh Têne perçiqandin Ji serê salê ta binê salê Çend bêrîkirin Dikevin bin pêlavên biyaniyê de Çend firmêsk Di qermîçokên riwên zuha de Têne veşartin Ji Nesrînê ta M. Şêxo Çend Şeydayên nuh Distirînin ji bo Dilberê….? çend zeriyên nuh Dinerin ji pencerê....? Ji Cegerxwîn ta Tîrêj Çend helbestvanên nuh Dest tavêjin kemberê….? Ji Işqa Nîşanî ta evîna Feqhê gerhok Çend Bêkesên nuh Hildigrin pênûs û fenerê.…? Çend Agirdadên nuh Vêdixin luksa berê….? Ji Urkêş ta Qamişlo Çend Pakrewan Ji pêsîra goristanan Ber bi asîman ve hilperikîn Çend Agirdadên nuh Ji xuncên gulan herikîn….? Dê tu Agirdad bî Dê 12 adarê jî cejn bî....! Ji buharê ta buharê Dê tu Agirdad bî Samana Newroza me bî Dê tu arama çavên ku di bendamanê de Melûl,….melûl Şilo pilo dibin û dîsa bi omîdên dîtinê avis dibin Ji adarê ta adarê Çendîn mahîtab rawistandin Çendîn afîtab di binê awran de nixumandin Dê tu Agirdad bî Dê tu ronî bikî xewnên me Dê tu germ bikî dilkê dilê me Dê tu Agirdad bî keftelefta mendalekî Ku ji nuh, îro ji dayîk dibe Dê tu hilm û bîna rîhaneke di nav kavilên wêran de Hewl didî ku serî rakî Dê tu bejna findeke Ku ji nuh ve tête vêxistin Dê tu Agirdad bî Di şopên buhara me de Tu ne buyer î Di hinavê dîroka me de tu SERHILDAN Î |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.