Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi

Kayıt Ol SSS
Eski 27-01-2009, 07:01 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Aug 2006
Konum: DİYÂR DİYÂR GÊRYAM!DİSA HÊPSA TÊDA MÂM!
Yaş: 19
Mesaj: 5,016
Üye No: 19933
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 257710
Rep Puanı : 25770196
Rep Derecesi
KANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond reputeKANLI KARTAL has a reputation beyond repute
Post AŞtÎ Xwestin BÛn SÛcdar !!!!




Der heqê aktîvîstên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê yên ku di 31`ê cotmehê de li Pira Galata ya Stenbolê bi pankarta "Ji bo şer bisekine bila bi Ocalan re diyalog were pêşxistin" vekiribûn, doz hate vekirin. Di îdianameya ji aliyê dozgeriyê ve hate amadekirin de spartî daxuyaniyên ji aliyê KCK`ê hatine dayîn aktîvîst bi "endamtiya rêxistinê" tên sûcdarkirin. Her wiha nûçegihana DÎHA’yê Derya Bayram ku di dema bûyerê de nûçe dişopand jî, bi organîzekirina çalakiyê tê sûcbarkirin.
Der heqê aktîvîstên Însiyatîfa Dayikên Aştiyê ku ji bo şer raweste di 31`ê cotmeha 2008`an de li Pira Galata ya Stenbolê pankarta "Ji bo şer raweste bila bi Ocalan re diyalog were pêşxistin/Êdî bes e" vekirin doz hate vekirin. Di îdianameya hatiye amadekirin de, nûçegihana DÎHA’yê Derya Bayram jî, bi "organîzekirina çalakiyê" tê sûcbarkirin. Jinên kurd 3 meh berê li daketina Emînonu ya Pira Galata pankarta "Ji bo şer bisekine bila bi Ocalan re diyalog were pêşxistin/Êdî bes e" vekiribûn û xwestibû çalakiya rûniştinê li dar bixin. Lê çalakî rastî mudaxaleya polîsan hatibû, 14 jin û nûçegihana DÎHA’yê hatibûn binçavkirin. Piştî bûyerê bi 2 rojan kesên hatibûn binçavkirin li ser esasê daraza bêyî girtinê hatibûn berdan. Dozger Celal Kara di îdianame ji bo rê bike 13`emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê amade kiriye de, îdia dike ku bi girtina Pira Galatayê ya ji trafîkê re "Propagandaya rêxistinê" hatiye kirin.
Di îdianameyê de ji bo jinên ku bi daxwaza şer bê rawestandin dengê xwe bilind kirin Kadriye Yîgît, Turkiye ******** Rabîa Sagniç, Saadet Çaçan, Meryem Soylu, Mehdiye Taş, Gulperî Îlbasan, Sakîne Goven, Nazîme Avras, Melîha Can, Lutfiye Gurbuz, Latîfe Bugday, Canşah Çelîk, Nîsbet Tekîn û nûçegihana DÎHA’yê Derya Bayram a nûçe dişopand de, hate xwestin ku bi sûcdariya "Propagandaya rêxistinê kirine, endamtiya rêxistinê" der heqê wan de doz bê vekirin.

Di îdîanameyê de hate îdîakirin ku pankarta "Ji bo şer raweste bila bi Ocalan re diyalog were pêşxistin, Êdî bes e" parçeyek ji çalakiyên bêîtîatiya sivîl ên PKK/KONGRA-GEL in. Dozger Kara ku îdiaya xwe spart nivîsa bi sernavê "Ji bo Ocalan kampanyayeke nû` ya di sîteya înternetê ya bi navê www.firatnews.eu, bersiva jinên ku navnîşanên xwe nizanibûn jî wekî bi zanebûnî navnîşanên malên xwe nadin hesiband û îdîaya "Bi vê yekê hewl didin pêşiya desteserkirina dokumanên rêxistinî bigirin" pêş xist.

DÎMEN KIRIN DELÎL
Di îdianameyê de dîmenên di wênekêşa nûçegihana DÎHA’yê Derya Bayram de wekî delîl tên nîşandan û tê îdiakirin ku Bayram çalakî organîze kiriye. Dozger xwest ku li gorî xalên 250`emîn û 252`yemên ên CMK`ê ya hejmar 5271 der heqê 15 kesan de bi sûcdariya "Propagandaya rêxistinê, endamtiya rêxistinê" ceza were dayîn. Îdianameya hatiye amadekirin ji 13`emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê re hate rêkirin. STENBOL



alıntıdır!

KANLI KARTAL is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
dohl, xwestin, xwezginî (li xelîka) resko Folklora Kurdi 7 17-11-2008 09:32 PM
Yekbûn dojehist Notalar ve Akorlar 0 16-10-2007 08:19 PM
Aştî jiyana zarokan e berxwedan Beşa Rojane 1 21-09-2007 04:17 PM
Çarşî: Rojek aştî, 364 roj şer çênabe! jannas Beşa Rojane 0 03-09-2007 09:18 AM
Êzidiyan xwestin werin parastin berxwedan Beşa Rojane 0 27-08-2007 02:40 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 09:27 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.