|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Payiza 1984 an, 9 ê meha Ilonê, roja wefata hunermendê bibahwer û miltan Yilmaz Guney e.
Gelê Kurd pirr kesên navdar û şareza derxistine. Di nav hêja û xwiyayên me de serok, dîrokzan, nivîskar, sînemakar û serleşkerên mezin hene. Navdar û şarezayên me heyfe ku pirr caran ji yên me zêdetir bûne yên deshelatdar û dagîrkerên welatê me. Eslê xwe, netewê xwe û ax û ava xwe înkar kirine, yan jî dereng bi xwe hesiyane, dereng xwe naskirine. Hin li sorgonan, hin mina Cemal Sureya berî mirinê ne bi gelekî, hinek jî piştî tevgerarizgarîxwazî xwurt û bihêzbû, hê nû li xwe varqilîne, Em Kurd in gotine. Yilmaz Guney jî zû xwe nasnekir. Piştî xwe naskir jî mirina malxerab mefer û derfet nedayê bi nasname û zanava xwe ya rasteqîne şah bibe. Yilmaz Guney, Ii Parîsê li Firansa dûr ji welatê xwe, di 47 saliya xwe de sere xwe danî. Destpêka wan salan, ango sala ji dayikbûna wî sala 1937 an e. Temen û jiyana wî, di nav salên 1937 û 1984 an de bi cîh dibe. Di demeke wuha de ku temenê weset li hin welatên mina Siwêdê di ser 75 an re ye, 47 sal jiyan, hindik û kurt e. Heger ev jiyan û temen jî yên mirovekî mina Yilmaz Guney biber be. Bêgoman e, heger Yilmaz Guney ne 47, belê 75 sal temen kiriba, ango 28 salên din jiyaba dê ji bo me kurdan û ji bo gelên Rojhilata Navîn bûbûya dan û îmkaneke hunermendî. Di wext û temenekî kurt de, hêvîtijî û projebarkirî de, koçberiya hunermendê me, êşa dilan mestir kir û zerera gihande me çendqattir kir. Yilmaz Guney zû mir, belê li dû xwe helwest û dîtinek sînemayî, rewşenbîrî û hunermendî hişt. Hedef ji vê bîranînê ne ne ew e, ku em ji serî de sal bi sal têkevin pey jiyana Yilmaz Guney û tiştên ku her sal têne gotin li vir jî dugîsinî bêne kirin. Li aliyê din ev jî heye ku jiyana Yilmaz Guney di nivîsandineke kurt de naye qef û zeftê. Barekî wuha bi çend gotinan naye hilgirtin. Belê çend gotin jî, gava bi baldarî, bi nişmîtî û ekonomîk bêne neqandin û bikaranîn, dibe ku ya di rojevê de ye û gerek bê gotin bikaribin bibêjin. Di van salên dawî de bi nave parastin û xwedîderketina li Yilmaz Guney, kerwanek bazirgan ketiye rê. Ev kerwan, kerwanê şewibandin û dejenerekirina Yilmaz Guney e. Ne li xêra Yilmaz Guney e û ters û bervajê jiyan û felsefeya wî Ye. Hewla bênaverokirin û deformekirina Yilmaz Guneyê di ewqas filîm, senaryo, meqale, roman û lêkolînên xwedîşop de bilaş û gewdbûye û li şûna wî çêkirina Yilmazguneyekî li gora zihniyet û mentalîteya dijkurd, deshelatdar û mizawir de, sal bi sal damarên nû digre nav xwe û ev hewil firehtir û mestir dibe. Êdî ji cîhekî û pêde bûye kampanya. Kampanya, bûye kampanya çêkirina Yilmaz Guneyekî bêhedef, bêîdeolojî, bêteref û reformîst. Yilmaz Guney ne reformist û ne jî navcîxwaz bû. Ew li dijê reformîzmê û navcîxwaziyê bû. Li dijê dewletê, çewsandin û newekheviyê bû. Ew hunermendekî şervan û radîkal bû. Dive bê gotin ku mina Kurd xwe dereng nas kir, belê di vî alî de jî ketibû ser rêyeke baş û xwediyê proje û bername bû. Li paş vê kampanyê ku bi taybetê salên 90 î gurr bû kî hebûn, hê kî hene ? Çend alî hebûn û hene: Dewlet heye, şovenîst û sosyalşovenîstên Tirk hene, sînema Tirk “hunermendên” Tirk hene. Deshelatdarên Tirk di vî alî de xwedî azmûn in û kesên bi xwe dikujin, sorgon dikin û wek xayin şecera wan dihûnin, roj tê mina Nazim Hikmet ji bo xwe bikar tînin, ji wan re peykeran jî berezman dikin. Her alî Yilmaz Guneyekî û di xizmet û şopa xwe de bilaş û gewd dike. Salên 1990, 91, 92 ev alî zêde bûn. Li Firansa û li Siwêdê bi minasebeta branîn û jiyandina Yilmaz Guney hejmarek şev hatin kirin û hejmarek çalakî li dar ketin, xebatên bi vî rengî heta roja îro jî nesekinîn. Di heman salan de li Tirkiye jî hinek tişt çêbûn, çêdibin. Yên doh jî yên îro jî giş li dijê felsefe û ruhê Yilmaz Guneyin. Di encam de wa xwiyaye du Yilmaz Guney hene: Yilmaz Guneyê di wextê xwe de Adnan Kahwecî di pey debû. Atila Dorsay û Tuncer Kurtiz di pey de ne, Fatoş û dora xwe di pey de ne. Yilmaz Guneyê din yê xelkê ye. Yilmazguneyê têkoşer, berxwedanvan û dijberê dewletê, Yilmaz Guneyê Kurd, serhildêr, rast û dirust. Têkiliya Yilmaz Guneyê rastîn ne bi Adnan Kahveci re, ne bi mirovên mîna Atilla Dorsay re û ne jî bi xanima Fatoş re heye. Yilmaz Guney malê gel e. Kes û partiyên li gelê Kurd, welatê wî Kurdistan xwedî derdikevin, xwediyên Yilmaz Guney jî ne. Sandyar : instituta Kurdi li Almanya.. |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Pirtûkên hilbijarte -7- Gabar Çiyan | kelagerm | Çandi Gişti | 0 | 08-07-2008 09:37 AM |
| binlerce soru ve cevap.8..istediginiz her sorunun cevabı burada | Global | Genel Kültür | 14 | 21-04-2008 02:57 PM |
| 100 Dilde Seni seviyorum | Nuhkentli | Aşk ve Sevgi | 3 | 04-12-2007 03:58 PM |
| HevpeyvÎnek Bi Yilmaz GÜney Re | heci | Çandi Gişti | 6 | 03-08-2007 01:27 PM |
| 100' Dilde Seni Seviyorum | NucLeaR_02 | Aşk ve Sevgi | 0 | 24-03-2007 05:05 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.