|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Hûnermend û dengbeja kurd Aslîka Qadir cara yekeme ji bo ji bok enser bernameyan tê Tirkiyeyê. Wek te zanîn Asrîka Qadir dengbejêke jin a kurd e li Ermenîstanê ku bi sala di radyoya Erîwanê de sitranên xwe pêþkeþ kiriyê. Stranan Qadir a ‘Welatê me Kurdistan e’ ve gele tê nasîn. Ev strana bi ser lêvên gelek kesan bû û ji aliyê kurdan ve gelek hate ecibandin. Aslîka Qadir hatina xwe Stenbol û Amêdê ve careke din radyoya Erîvanê xiste bîra gelek kesan. Me li ser radyoya Erivanê, çanda kurdên Ermenîstanê û ser mûzîka kurdî Qadir re hevpevyîn çêkir. Qadir anî ziman ku: ‘Mûzîka kurdî behreke bê biniye’
* Hun di karê xwê bidê nasîn, Asrîka Qadîr kî yê? Ez jinêkê kurdim, keçeke kurdîm, li Ermenîstanê ji gundê Elegezê dayîk bûmê min li vir perwerde dît û li vir xwend. Wek hûn jî dizanin gelêk rewþênbîr û kesayêtiyên kurd en navdar ji gundê, Elegezê derketinê. Ev gûnd gûndekî bi nav û dênge. Min li wir dibistana xwe a yêkêmîn qedand, paþê ji ez hatim paytexta Ermenîstan ê Erîvanê, min li wir zanîngêh gazançkir. Beþa wêjê û zimanê ermenî xwend û qedand. Zanîngeha ku min dixwend û bînaya radyo ya Erivanê nêzî hevbûn bi vî awayî çûyîn hatina min a radyoyê çebû. Kurd wê demê nav tevgerîkî de bûn. Kurdê Ermenîstanê welatparez bûn, ez jî li gorî xwê wek wan welatparez bûm. Wê çaxê li bakur û baþurê li kurdistanê þoreþa kurdan hebû. Pîþtî ku ez ji zanîngehê derdiketim min di got ka ez herim radyoyê be çi heyê çi tûnêyê. Bi vî awayî min rewþênbîr û kesayêtiyên kurd nasîn. Wisa eleqeyên min çebûn. We çaxe Egîte Cimo, Xelîlê Çaçan, Dîtanê Avdê, Fêrikê Usiv, û Mikaîlê Reþît ku bi xwe helbestvanêkî me bû. Van teva gelêk alîkarî min kirine, spasiya xwe ji wan re diyar dikim. Ev Kesayêtiyên me e navdar ku niha çend heb ji wan ji çûnê rahmet. Em dêyndarên wanin. Gelêk ji wan ji min re bûn alîkar û me hin xebat bi hev re di radyoya Erîvanê de meþandin. Haya niha 25 sitranên min di radyoyê de hene û kasetek û sîdiyêke min hatine çekirin. Haya niha ji ten weþandin. Niha repertuvareke min mezin heye ez dixwazim li ser muzîkê xebatên xwe bikim lê li vir þikyat dikim kes alîkar nabe. * Te çawa dest muzîkê kir. Radyoya Erîvanê ve dest bi mûzîke kir an bi avayekî din? Na min bi radyoyê dest pê nekir. Çaxê ku ez li Ermenistane bûm li dibistanê koroyek ermenî hebû. Ez jî tevî we komê bûm min li vir dest pêkir. Ev kom komekî giredayî komînistan bû. Ez diçûm kesra biyaroye hebû weçaxe li wir koroya ermeniya bû. Li we dere ez hînîn sitranbeji yê bûm di mekteban de. Di cihê olî de em wek koro derdiketin. * Li ermenîstanê ji bilî we jinên dengbej kî ne? Tekîliyên we çawa ne bi hev re? Belê henê. Sûsîka Simo, Zadîna Þêkir, Belga Qado, Kubara Quto, Sîsa Mecîd henê. Wexte Sovyêt hebû gelêk eleqêya me bi hevre hebû. Lê ez niha nikarim bejim eleqeya me hev re baþê. Lê berê hin xebatên me bi hev re di tv û radyo yên Ermenistanê de çebûnê. Yêk ji van xebatên me jî di telvîziyona ermeniyan de me solo konserek da 9 stranên kurdî got. Bi koma welatê me Kurdistan, Di bin serokatiya Egîtê Cimo de. Ji bo konserê cilê min tunebun. Min cilê Zadînê lê stand û xwekir. Zadîne me mezintir bû, Zadînê girubeke ermeniyan de dans jî dikir. Me we çaxe nezî nêh stranên kurdî gotin. Wan deman gel li ermenista nê qedir û qîmêt didan mê. Le mixabin niha ew dostaniya wan. hema bejê qet nemayê. Ji bo ku helwesteke faþist derketiye holê. * Di van demên dawîde gelêk jinên dengbej û hûnermend derketinê hûn jî wek jinêk dengbej ve peþketina van jina bi çi ve giredidin? Niha ez bejim ku çend keçikên me hene ku dengên wan xweþ e. Mînak Aynûr Dogan hatibû mêhrîcana Amedê bi rastî dengê we pir xweþê. Aynûr dikare gelêk tiþtan bike, ez bi hevîmê. Le mixabin em kurd di karê mûzîkê de cîdî nasekinin. Di kar û barê xwe de ne cidîne. Mînak li ermenîstanê haya ku tu sitranekî çebike meh û sal diçin, haya ku serastbikin. Çend kese zana û di vi karîde zanenê di ber çavan re derbas dikin. Ji bo ku tiþtek baþ derkeve zede sere xwe teþînin. Yanî ev karekî pir hesan nîne. Yek derdikeve stranekî dibejê û dibe ez bûm hûnermend. Na ev yêk ne raste. Mînak koma Çar Newa heye ez vana hê dem Koma Amed da guhdar dikim, pir baþ dixebitin. Ev kom li ser stranên kurdi e bi awayêkî lêkolîn û xebatêk cidî dixebitin. Hewceye ku em ritim û awaza kurdî bi kar bînin. Ne ya erêb û tirk û gelên din. Bi rihêkî kurdê warî em mûzikê çekin û bistirinîn. Pewiste em mûzîka kurdî a moderin çêbikin . Pewistê em degbejiya kurdi hinekî moderîn çekin. Ev yek ji giredayî xebata me ye. * Bi taybetî dema ku mirov li radyoya erîvanê gohdar dike û li civaka kurde me en ezîdî dinhêre di stranên wande xemgînî heye. Li gorî we çima ev xemgîn heyê tu çawa di binê, nerîna te çiyê? Ji xwe jiyana kurdan bi tevahî xemgîniyê. Em nikarin bejin en erîvane tenê, em bakurê kurdistanê çune li vir em Qersê çune li vir, zordestiyê em çûn. Jiyana kurdan çi li bakur çi li baþur li her dere ku kurd lê ne jiyana wan bi tevahî xemgîniyê. Li xerîbiyê çi hatiyê sere me kurdan me ji bo wan stranek gotiyê û miriyekî me çe bûyê me ji bo wî stran gotine. Mînak Strana 'Qasimo' ' Lawikê Metînî ' Ev tev bûyêren ku hatine qewimîn û li ser van rastiyan staran hatine gotin. Ev cîrokên çebûne li ser van hatiye gotin. Milete kurd bi çavekî dikenê bi çavêdin digirî! Li helekî miriyê xwe binax dike li hela din daweta xwe li dardixe. Em kurd miletekî mûzîkalin. Li kurdistanê hê niha jî gelek ciwan tên kuþtin û cenazeyên van tên ji aliyê din ve jiyana rojane de dewat tên kirin. Ji aliyekî ser miriyên xwe dilorînin ji aliyê din radihejin desmalê di leyîzin di dawetande. Ev jiyana me yê. Ev rewþeke pir êcêbe û mirov matmayî dihelê. Mûzîka kurdî rengo rengo ye. Yekî stran avêtiya ser lawo xwe, yekî avetiye ser miriyê xwe yekî avetiye ser hezkiriyê xwe, yekî avêtiye ser birê xwe. Mûzîka kurdî bahreke be biniyê. Her çiqas didizin û dixwazin berhemên kurdî bixin malê xwe jî ev na qedê. A niha jî tu here Hekarî tê çiqas stranên qe nehatiyê guhdarkirin bibîhizî. Niha hûnermendê ermenî Aram Xaçaturyan, komîtasa cirida kurdan xistiye malê ermeniya û ev dinyayê daye nasîn niha hemû dinya nasdike. Ev berê bi cem me reqsa þivanên kurd dihate nasîn, dema buk malê derdiket berê ev strana dihate gotin, bi avayekî hêdî tê gotin. Navê we jî xistin reqsa bi þur (Balet Qayanê) ji kerema xwe re weya binvîsinin. Em çima nikarin we ya çêbikin! Em karê xwe cidî nagrin. Îro eger tu here kurdîstanê û gundê ku kurd le dijîn tu binerê bi milyona stranên kurdî we derkevin,tu di kare berhev bike. Hewceye ku wek qomîteyek baþ û bi zanebûn bê avakirin û li ser van xebatan bisekinin. Buhayên wan derxin nava civake. Li cihanê mînake usa pirin. Ku hatine avakirin û berhemên gelê xwe dane jiyandin.Çima em jî xebatên wiha nakin. Li Almanyayê Komites stranên kurdî berhev kirye û kirye arþîv bi rengekî din van a çêdikê û þîrove dike. Miletên din stranên kurdî ve meþhur dibin, dinya van nas dike lê em nikarîn xwe stranên xwe xwe bidin nasîn. * Ev cara we a yekemîne ku hûn ten bakûre kurdistanê. Ve yêke hestek çawa bi wer çekir? Ez niha nizanim bêjim çi. Hema ez qet naxwazim derheq ve rewþe de nerîna xwe bînim ziman. Ma gelo berê qet xebat nehatine kirin?. Kes bi kurdî naxivê. Dema ez hatim Amedê min got qey ez li tirkiyê me. Behna kurdistane je ne dihat. Bi zarok û mezinen wan bi tirkî di axivin. Hinekî en mezin disa carna hewldidin ku bi kurdî bi axivin. Lê zarok di kolan û kuçeyan de bi tirki dipeyîvin. Ez we rewþê vana hem gûnekar dibînim û hem jî gûnekar nakim. Ez bi xwe di nava dilê ermeniyan Erîwanê de jiyame. Bi zimanê wan min perwerde dîtiye. Pispora zimanê wana me. Lê çima min kurdiya xwe ji bîr nekir?.Çima ez strane xwe bi kurdî dinvîsînim, distirînim? Ev nayê we wateye ku em li dijî zimanan tên. Haya ku ji me bê em zimana bi zanibin. Le naye wê wateye ku em zimane xwe di rezên dawî de bi peyîvin. Pewiste kurd ne kevin komplesa zimanê xwe. Zimanê xwe piçûk nebînin?. Çi qasî dizanin wêya bi kar bînin û bi axivin. Hewceyê em qîmetê bidin zimane xwe û zimanê xwe biparêzin. Eger em qimêt nedin ziman, em qîmet nadin koka xwe jî. Ev rewþ eger dibistan bên vekirin we peþî li ve rewþe bigrin. Di mekteb û dibistanên kurdî bê vekirin. Ev ji giredayî welatekî demokratikê? Ji bo ku rûhe van kesan bi kurdiyê. Ez bawerim ku ev tev wê baþ bi kurdî hînbibin. Mînak li ermenistane yahudiyan ew qas navê xwe, di gohartin, xwe wek yahudî neditîtin, di nasnameyê xwe de rûs dinvîsîn, Le belê nehatin windakirin. Le belê ev rewþ giredayî xebateyê. Hewceyê em ji bo van pir baþ bi xebitin. * Di hela parastina ziman û çanda nesnamê de. Ermenîstanê rewþ çawaye, erê gelek salin hûn li vir derketinê dîsajî bi kasî zanebuna ve li vir çawa ye? Hêca jî min anî ziman li Ermenîstane rejîma faþîst li ser kar e. Hemû bune þovenîst. Dema þoreþek çê dibe, serkeftin dibe yên bi aqil jîr dikevin bin avê ê din jî wek kefeke ser avê dibin rêvebir. Di dema soviyete de gelek qedir û rêz didan me kurdên li Kafkasyayê. Lê em niha nikarin bejin ku ev didome. Ji xwe piraniya kurdên me li wir Ezdiyên kurdin. Lê kurdên Êzdî ên li vir nasnameya xwe êzditiyê derdixin pêþ. Piraniya wan dibe em ezdî ne em ne kurdin, lê hewceyê bejin ez, em Kurdên ezdîne.? Pewiste em nekevin van þaþiyan. Ev rewþeke pir qiretîke. Bi rastî gelê me li ermenîstanê zahmetiyan dikþînin di gelêk waran de. Hem civakî û hem jî aborî. Ji xwe niha zêde nemanê. Ji bo ku kar û bar tûneyê ciwan goç dikin, diçin welatên ewrupan. Çend gûndên wan hebûn çend ji wan hatine valakirin. Mixabin. * li gorî agahiyan zext li ser êzdiyên kurd çê dibe û ji bo bibin xiristiyan, tiþtekî wiha heye? Ere rest e. Niha îdî piroblêma dînî jî ketiyê nava me. Li ser civaka ezîdî zextên ku dibên bibin xiristiyan henê. Çawa bere mislimana ji bo ezidiyan kirinên wiha dikirin îro li vir jî problemeke wiha heye. Ermenî goç dikin, Diçin welatên ewrûpa îdî dixwazin hesabê ve yêk ji kurdên me ezîdî derînin. Le ez bawer nakim tû caran ezîdî xwe naxin ermenî an jî xristiyan. Bila kes ji xw re xeyalan çêneke. Ezîdî di xwazin xwe wek miletekî îlanbikin û xwe bi ezîdîtiya xwe xwe bidin qebûlkirin. Nerînek bi vî awayî li ermenistane heyê. Ji bo ve yêke kurdên mê en ezîdî pir hersdibin ji van zextan. Ji bo ku ev dûcaran li ser wan ol ten ferzkirin. Ber mislimana ji wan re digot bibin misliman. Îro jî xiristiyan ji bo wan di bejin ev yek wan zede deþîne. Wek min li jor jî anî ziman, ev ezîdiyan teþîne û haya carna hin ezidî dibeEm ne kurdin em ezidînê nerazîbûne xwe tînin ziman. Ji bo ku ve yekê di dîroke de gelêk caran sere wan eþandiyê. Mînak pirin. Dema ku yek bejê kuro tu kurdî di be na kuro ez ne mislimaninm ez ezîdîmê. Ev di van demên dawîde bi peþketiyê li ermenistane. * Sazî rexistinên kurdan û rewþên bîrên li ermenîstane ji bo van rewþên qiretîk çi dikin? xebat û helwesta wan çî yê? Belê me komêk avakir koma rewþênbîren kurda me damezirand. Wek ku em li dijî veyêke derkevin. Ev bûyêren ku di qewimin ne tene kes dikin. Ev bi deste dewleta Ermenistane ten çekirin. Bi zanebûn ten meþandin. Mîna ez li kare fermî de di xebitim carekî min mezekir ku belgeyêk anîne û ji min re di be îmzakê. Min xwend û min got bi deste min bi milete min re neyarti nekin. Min li wir got hûn çi dikin bikin ez vay qebûl nakim. Yanî îro nave gelêk rewþen bîre me ezeditî danîne, kurdatiya van naxin bîr. Ev di saziyê dewlete de te kirin. Hewceyê ku kurdê me en ezîdî nekevin van þaþiya. * Denge Radyoya Erîvane hem dûr tê hem jî nêz tê. Demê berê me guhdar dikir ji bo me gelek qiymet bû li vir me wisa dihate xuyakirin li vir çawa bû? Rojekî yekî serhedê min re gilî kir got bavê min hespe kî wî hebu, hespa xwe gelek hezdikir. Go çu ev hespa xwe firot û radyo kirî anî danî malê ji bo dengê radyoya Erîwanê bibîhize, ewqas heskirine. Gelek kesan j imin re digot dema me strana te ‘welatê me kurdistan e’ guhdar dikir me digot kurdistan heye. Gelek kes wê demê ji radyoya Erîvanê ve çavê van vebû. Îro þikir radyoyên me jî zê de bûne televizyonên me jî zêde bune, lê radyoya Eriwanê mora xwe danî ser mêjiyê kurda. Wê demê roleke pir girîng lîst. Berê rewþa radyoyê li gorî niha daha baþ bû berê rusyayê radyo fînanse dikir. Niha tengasiyê dikþîne. Niha çi xebatî dikin û xebatên we ê pêþerojê hene? Eger alîkar bibin kasetî min gelek delal heye, gelek makam û stranên baþ tê de heye. Dixwazim wê ya bidim derxistin. Stranên hinek cuda û baþin mîna hinekan qumê ew qumê elo didin serê bilo qumê bilo didin serê elo meriv van stranan divaste ez dixwazim tiþtên cuda bikim. Dîsa ez rojnamevaniyê dikim. Gotinên we dawî hebin em bigrin? Stranên me em gihandin van rojan. Varin em muzîka xwe xwedî derkevin. Gerek em yekitiya kurdan çêbikin û em dikarin wêya muzîkê ve çêbikin. Muzik hêzeke wisa ye dikeve dilê herkesî. Em yekitiya xwe ava bikin. Em bindestiya xelkê xilas bibin. Çetin ALTUN - Reyhan SARHAN |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Serhado:Hip hop a Kurdi | MÊVAN | Kürtçe Albüm Tanýtým | 26 | 14-09-2009 02:55 PM |
| Dîroka Zimanê Kurdî | rojekanu | Dirok | 7 | 02-07-2007 08:05 AM |
| kurdi | kelagerm | Çandi Giþti | 0 | 30-06-2007 04:29 PM |
| Edebiyata kurdî ya Nûdem | rêwî | Çandi Giþti | 5 | 30-06-2007 10:41 AM |
| Di sedsala dawîn de, rewþa ziman û weþanên bi zimanê kurdî di nav Kurdên Binxetê de | Kajîn Jîr | Çandi Giþti | 1 | 20-01-2007 09:33 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.