Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi

Kayıt Ol SSS
Eski 14-06-2007, 04:45 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Sep 2006
Konum: XuRuÇTaN__aMeDe
Mesaj: 6,077
Üye No: 26632
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 26061
Rep Puanı : 2605161
Rep Derecesi
JuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond reputeJuSTiN__TiMM has a reputation beyond repute
Thumbs up Famkir


Famkir
Şefak nû lê dabu.Seydixan ji nava nivînê xwe derket û berî da diya xwe û wê jî ji nava nivînê wê derxist.Hinekî bi hevre miqersî kirin û bi kêf û henek çun nava goma pêz.seydixan ji diya xwe re bi serê pez digirt û diya wî jî pez didoşt.wê gava karê wan bi dawî bu seydixan pezê xwe ji bona ku avbidê wan bir ser hewd û diya wî jî derbasi xanî bu ku ji seydixan rê turê wi amadebikî. Seydixan rahışte tifing bilûr û darê xwe yî şivantiyê û li benda diya xwe sekinî ku jêre turê wî bînî.Gava turê seydixan hat, pezê xwe da pêşiya xwe û berê xwe da çêregehê.

Buhar nû hatibu. Rojê serê xwe ji nava çiyan nû derxistibu.Mirov di bêjê qey jibona seydixan şewqa xwe didî cîhanê.Derdor hemu bubu gul û sosin.Bêhna şînahîyê diçu heya ser kezeba seydixan û bêhna wî baştir diçu û dihat.Seydixan buhar dişibande bukeke xemilandî.

Seydixan ji pezê xwe pê adet hez dikir.Lê bi taybetî ji beranê xwe î qemer zêde zêde hezdikir,mîna dayika jı zarokê xwe hezdikî.Seydixan bangkire beranê xwe î qemer û hinekî pê henek kir, dawiyê jî pirça wî xwerand kû beranê wî jî kêfxweş bibî.

Seydixan mirovekî bejin dirêj,çav şîn,por xelek, xweşik û pir bi qevetbu.Qeweta seydixan zêdebu ewqas bi xwe bawerbu ku digot; ez karim ava kevir derxînim.Bi rastî jî wûsa bu lı gûnd bi pehlewanî tû kesî nikarîbu ku pişta seydixan dînî erdê.

Seydixan bi hatina buharê re pir kêfxweşbu.Derdora wî hemu gul ,sosın û şînahî bu.Seydixan gava li çiyan nêrî ji buharê bêtir li ser zivistanê fikirî û gotinên şevbuhêrkan hatin bîra wî.Xalê Evdo digot ku hinek mirov li van çîya jîyana xwe dest pêktînin û dinava berf û sermayê de pir zahmetîya dikşînin.Li gora ku Xalê Evdo digot ev kesana di şikeftan de dirazihin û nan dixun.Tevahîya van zahmetîya jibona nasname û zimanê dayîka xwe dikşînin.Seydixan tu wate nedida ku ew mirov wê jibona zimanê dayîka xwe van zahmetîya bikşînin.Jibona ku ew ji roja çêbuyî heya îro bi zimanê dayîka xwe peyivîye û tu kesî jêre tu tişt ne gotîye.Seydixan hê ev tişt difikirî giha çêregehê.Pezê xwe berda nava çêregehê û çu li ber sîya tahtekî runişt.

Tûrê ku dayîka wî jêre amade kirî ji milê xwe kir û lê nerît ku penîr,nan,dims û zeytun têdeye.Tevahî derxist û bi kêfxweşîyeke mezin hêdî hêdî xwar.Seydixan têr xwar û paşî xwe hinekî ser piştê avête erdê.Hinekî bîhna xwe veda û paşê rahişte bilura xwe û pifkirê.Gava li bilurê da pezê wî bihevre li dora wî kombun û li Seydixan guhdar dikirin.

Rojê vî şivanê ciwan bi wî awayî derbasdibu.rojê wî wek kasetekî dubaredıkır.lê îro wê gûherandinek di jiyana wîde çebivi.şivan li xistina bilura xwe qedand u pêv xwe piçkî li bin siyê dirêjkir.seydixan bi janek giran ji xewa xweyî şêrîn veniciqî.toza binê solekê li ser dilê wi peyda bubu.gava ku şivanê êcêmayî mayî serê xwe rakir penç şeş hep leşkerê mad tirş dibind çavadê lê dınerin.ev jî nebes bi zimanê ki ku ew jê famnaki pêr dipeyivin.civan bi avayêkî şaşmayî li derdora xwe dineheri.mirov dibêji qey qey cinê çav hesin ketiyi.

Serdarê leşkera piştî ku çend şîlmaq u çend xeber ji seydixanrê da u pêv berê xwe da beranê seydixan u meşiya.gava gihaşt ber beran u destê xwe avêt serê wî ku bivi ,seydixan ji cihe xwe firiya u kûlmek danî nava serdar.gava ku seydixan waha kir leşkerê dibin emir gûle li şivanê xort reşandin.seydixan bi êşek giranrê xwe bera êrdê da.bedena wî mîna seradê qûlqulî bubu .birîndar nema zanibu ki wê destê dîni ser kîjan birîna xwe.


Birindar zanîbu ki xelasîya wî nemayi.di nava êşê girande diperpitî.lê ji nişka ve li wechê wî kenek ji dil peyda bu.seydixan ,dergistiya xwe xeyal dikir.xun şêrîna wi ,delala wî ,ru pak u kezî zera wî di mejî ye wî de baz dida.bîna wî dîsa teng bu mîna ewrê jivistanê ruyê wî tarî bu.vê neqle jî gotînê xalê evdo hatin bîra wî.famkir ku ev mirovê l ipê jiyana azad direvin u wêkas zahmetiyê digşinîn ne besebebî.vê zordestîya jibona ku dê ,bav ,kalik u pirika wan kişandiyê nehelin ku zaroka wan bikşînin. seydixanê feqîr ku hayê mejiyê wî ji dinê tûneyi berî ku bimiri nu ronî bu.

Xwediyê ku hay ji dinê tuneyi pişti xeyal u famkirinê xwe çav hedî hêdî dicivand ser hev.êdî xelasî nemabu.daxwazyê yî davî bêrî vê rewşê bi van tişta bihisiya u jibona zimanê zikmakî u azadiya xwe jiyana xwe di nava zahmetiya le belê bi azad bijiya.êdî ruhistin liser serê şinanê reben sekinîbu u bi dert karê xwe kirbu



Nurullah Kılıç


JuSTiN__TiMM is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 04:56 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved



Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.