|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
![]() ![]() ![]() ![]() Min got hema ez wan pincaran* hemûyan bikirim. Em li ser rê sekinîn, em bi zarokan re peyivîn, me kereng kirrîn û bi xwe re birin malê ku ji me re xwarinê çêkin. ![]() Kereng Kereng navê gîhakî ye. Kereng li gelek deverên Kurdistanê hene. Di destpêka biharê de şîn dibin. Mirov koka wan dixwe. Pelên wan bi strî ne. Kereng di nav çend hefteyan de qert dibin û êdî nema tên xwarin. ![]() Kereng hem bi xavî tên xwarin hem jî tê kelandin û jê xwrin çê dibe. Qelandina kerengan ya bi hêkan û tirşika kerengan ya bi nokan navdar e. ![]() Axbandir Gîhakî tazirav e. Dişibe ben. Hem kok hem jî pelên wî tên xwarin. Beş ê di bin erdê de, ango koka xwe spî, beşê sererdê kesk e. Beşê nêzî sererdê jî mor e. Cûreyekî axbandirê yê perrfireh jî heye. ![]() Li deştê çêdibe. Li derdora Ruhayê di destpêka adarê de derdikeve û heta dawiya nîsanê mirov dikara bide hev û bixwe. Mirov ta bi ta ji bin erdê dikşîne. Dişibe zirîyan. Ku erd hişk be berhevkirina axbandir zehmet e. Di destê mirov de diqurmiçe. Axbandir bi xavî nayê xwarin. Di pîvaz û rûn de tê qelandin û tê xwarin. Pûng: Li cihên avî, di ber çeman de, xwe bi xwe çêdibe. Cûreyekî nehne/mynta ye.Hem xavî hem jî bi awayê kelandî tê xwarin. Selete û tirşika pûngê navdar e. ![]() Di destpêka biharê de, li deverên çîyayî şîn dibe. Bi xavî tê xwarin. ![]() Di destpêka biharê de gelek zarok û jin diçin çolê kereng, dêjnik, pûng û axbandirê berhev dikin û tînin li bajaran difroşin. Bi vê bazirganîya biçûk alîkarîya aborîya malbata xwe dikin. ![]() Haydar Diljen |
|||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| kereng | kelagerm | Bydigi Sözlük | 20 | 14-02-2008 07:26 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.