|
|
#1 (permalink) | ||||||
|
Li Tirkîyê gava sazîya zimanê Tirkî di 1926an de hatîye damezirandin, zana û pisporên Tirk hemû nivîsên xwe yên pêdivî ku bi alfabeya erebî û zimanê osmanî bûne, veguhaztine tirkîya nû û bi alfabeya latînî nivîsîne. Bi wê yekê, nivşên nû yên Tirk, kêm-zêde ageh ji mêjûya xwe mane û dîroka zimanê xwe nasîne.
Lê di 1926an de gava zimanê kurdî hatîye qedexekirin, zext û zordestî jî li serê pir hatîye kirin. Ji ber hindê Kurdên Bakûr xasma jî nivşên nûhatî bi derbekê ji koka xwe hatine qetandin. Lê belê jibilî jîyana kurdên li bajaran, ji bo parastina ziman û Toreya Kurdî, di nava kurdan de sê faktorên pir girîng hebûne ku wan Ziman û Toreya Kurdî li pêşberê hewqas mercên giran parastine. Ew hersê faktor ev bûne: 1- Medreseya Kurdî 2- Sazûmana Şêxantîyê 3- Sazûmana Axatîyê *** Çawa ku tê zanîn, hemû miletên pêşketî yên ku îro li dinyayê hene, vê çanda xwe ya nûjen, li ser du bingehan ava kirine. Yek berhemên wan ên klasîk in, ya din jî berhemên wan ên folklorî ne. Li gor wan belge û materyalên ku di lêkolîna min a li Folklora Kurdî de, eşkere bûye ku Çîroka Folklorî, pir dewlemend e û di bingeha wê de bi sedan tiştên girîng û pir balkêş hene ku herdem pêdivîya Kurdan pê heye. Ew dewlemendî nakeve ber çembera mejîyê mirovan. Wek mînak: Heft şaxên çîroka GUL û SÎNEM hene. (Min çar şaxên wê bi dest xistine û kirine yek pirtûk. Lê hêj sê şaxên dî mane ku bi destên min neketine.) Ji ber vê dewlemendîya zimanê kurdî, tirsa min bi xwe ji asîmîlasyonê pir tune. Tirsa min tenê ji vê yekê heye: Eger Forma Toreya Kurdî û ya Zimanê Kurdî bêne guhartin, hingê siqûmata mezin derdikeve holê. Bi bawerîya min, di salên sihî de eger Zimanê Kurdî li Bakûrê Kurdistanê bi awayekî fermî qalibê xwe girtiba, wê îro ne xwedîyê vê dewlemendîya hanê bûya. Çîrokên Folklora Kurdî bi gelek tewrên babetcihê hatine honandin û di bingeha wan de gelek fentezîyên pirtexlît û xeyalên cihêreng hene. Çîrok bi awayekî wisa geş û xweş derketine holê ku pir zehmet e mirov salixê wan bi dev û pênûsê bide. Tenê eger mirov saline dirêj lêkolîn li wan bike, hingê mirov têdigîje ku deryayeke bêkevî û bêbinî ne. Xwendina Çîrokên Folklora Kurdî sûdeke pir mezin didin mirovan, xasma jî didin zarokan. Herweha astengîyeke mezin li pêşberê asîmîlasyonê çêdikin, hem ji alîyê nijadî ve mirov gelekî serbilind dikin, ji alîyê şixulandina mejî ve jî rohnîyeke pir xurt derdixînin holê. Gelek babet di Çîrokên Folklora Kurdî de hene ku hicirkên mejîyê mirov, pirr didine şixulandin. Bi wê yekê, dinyayeke bê sînor li pêşberê mirovî vedibe. Îcar dema ku mirov bi têgihîştina folklora xwe rewşen dibe, mirov girêdana reha xwe ya nijadî, saxlem dibîne. Mirov êdî xwe bi bav û kalên xwe serbilind dike. Tiştê herî girîng ev e ku mirov êdî xwe ji kirina xirabîyan dide paş. Herweha bawerîya mirov pir zêde bi mirov çêdibe. Mirov pir dixwaze ku şexsîyeteke rind bigire. Mirov dixwaze ku di her karê xwe de serkeftî bibe. Mirov hertim xwe berpirsyar dibîne ku destên alîkarîyê dirêjî belengaz bike. Û bi dehan xeysetên baş ên wisa... Ha ji ber van giringîyên ku hatin gotin, îro pêdivîya Kurdan pir heye ku berhemên folklora xwe bixwînin û bi zarokên xwe bidin xwendin. Xasma jî, dê û bavên Kurd, zarokên xwe bi çîrokên Folklora Kurdî mezin bikin. Ji wan re çîrokên rawilan bibêjin, meselokan bibêjin, pêkenokan bibêjin, serpêhatîyan bibêjin, heyranok û Payîzokan bibêjin, şîret û nesîhetên bav û kalan bibêjin, şîroveya Gotinên Pêşîyan bibêjin, klasîkên Kurdî bi wan bidin naskirin, herweha xwezaya Kurdistanê jî bi wan bidin naskirin. Guman ji gotinê re nîne ku Çîrokên Folklora Kurdî rihê nijadî ne, adana jîyana netewî ne û xweşîya qulçavkên dilê kurdayetîyê ne. Ji ber ku Xwendina çîrokên Folklora Kurdî, têbînî û tîjîfemtîya mirovan gelekî xurt dikin û zanîna mirovî derdixînin asteke bilindtirîn ku tîrêjên hicirkên mixê mirov ber bi asoyeke bê dawîn ve dibezînin û wan rewantir dikin ku pê gelek geremolên di mejîyê tarî de zelal dibin. BALKÊŞÎYA DI ÇÎROKÊN FOLKLORÎ DE: Di Çîrokên Folklorî de, bi giranî ev babet hene: Balkêşî, fentezî, têkilîya kulturî, heskirina ji zimanê nijadî, nasîna nijada xwe, naskirina xwezayê, xweparastina li pêşberê bela û siqûmatan, bawerîya bi xwe, tewrê jîyana rawilan û hwd... Di Çîrokên Folklorî de tewr û terzên jîyana neteweyî, bi awayekî pir xurt cih girtine. Herweha rewşa jîyana çînayetî û perwerdekirina mirovan, xasma jî ya zarokan tê de xweş xuya dibe û astengîyeke mezin li pêşberê dek û dolabên sextekaran jî heye. Di çîrokan de hin xeyal û fentezîyên derdemî hene ku ne aqilê mirov wan tiştan dipejirîne û ne jî mimkun e ku mirov karibin wan tiştan bi hêz û birîya xwe bikin. Di Çîrokên Folklora Kurdî de, çêyî, xirabî û mirovatî, bi awayekî eşkera têne dîtin. Herweha çîrok tiştên weke şîret, nîşandana rîya rast, xweşbêjî û qewîtîne dilovan jî pêşkêşê mirovan dikin. Di Çîrokên Folklorî de gelşên malbatî jî hatine çareserkirin. Ji van zêdetir, di Toreya Kurdî de demokratî, mirovatî, rêzgirtin û biratî, xwe bi awayekî eşkere nîşan dane. Çawa ku tê zanîn, sînor ji çîrokan re tune, ew serbest in û çawa ji wan re xweş hatîye, her wisa jî xwe berfireh kirine. Îcar eger zarokên Kurdan bi van Çîrokên Folklorî kame û fêrnas nebin, wê valahîyeke mezin têkeve navbera nivşên niha û yên berê ku dagirtina wê di pêşerojê de pir zehmet dibe. Îcar ev tiştên ku di bingeha Folklora Kurdî de hene, eynî tişt di bingeha Klasîkên Kurdî de jî hene. Hêvîdar im ku dê û bavên Kurd, girîngî bidin ser vê yekê û pêşeroja zarokên xwe rewşen bikin. Her şad û bextewer bimînin ZEYNELABIDÎN ZINAR |
|||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Zimanê Kurdî | Albatros | Çandi Gişti | 4 | 26-06-2008 05:59 PM |
| KÜRTLER ve SANAL - (Bydigi Kaizen Team Çalışmasıdır) | PCkopat | Bydigi Kaizen Team | 86 | 13-06-2008 07:26 AM |
| Geşedan û Rewşa Hilberîna bi Zimanê Kurdî | heci | Çandi Gişti | 3 | 05-09-2007 05:26 PM |
| Kurtedîroka Çîroka Kurdî | PCkopat | Çandi Gişti | 4 | 03-09-2007 09:26 PM |
| RomannivÎserÊn Kurd Çi Dikin? | heci | Çandi Gişti | 3 | 31-08-2007 12:10 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.