|
|
#1 (permalink) | ||||||
|
Dohl Li Xelika edet a kû bi riza dê û bavê xwe keçik û xort dizewicandin, îro êdî ew edeta nemayê. Xort û keçên me hevdu bixwe nasdikin bi hev qayîl dibin û dizewicin. We dil e Ne kevcikî şîr û bulxur e Li Xelikan keçikên nezewicî şar di dan serê xwe, fistan li xwe dikirin û bervank li ber xwe girêdidan. Piştî kû zewicin şar û şarpê, bi nav salan ve diçun û an jî bûn dayîk kitan didan serê xwe, şar a sirmê li xwe dikirin. Edet a `bisik birînê` jî wek edetên din, ji holê rabun. (bisik: jina, telakî pûr ji cênigên xwe berdidan) Xwestin Heger keçik û xortêkî bi hev qayilbun, mezin ên malê diketin tekîlîyê. Hêla lewik xeber di dan nasekî hêla keçikê û nedirekt keçik dixwastin û bivê sedemê nêrînên wan jî derdikêt ortê. Ew xebera ku hatî şandin dihat veşartin, hetanî kû gotin `erê`. Heger gotin erê hêla lêwik, xwe ji bo xwestinê amade dike. Xwezginî Gava çuyin a mala keçikê û ji bavê keçikê keçik xwestin, ji we re: `xwezginî` dibêjin. Kal, pîr u jin ên kû pêşengî ya mala lêwik dikin rojekî ku pêşda tê tayîn kirin de (bi piranî roja pênçsemê rojekî bixêr û bi oxir dihat qabul kirin) diçun mala keçikê. Her du hêla jî sedem a hatine dizanî bû û sohpet a xwe tîr dikirin û ji mezinen ku hatî yekî mesele vedikir û digot: „em hatine xwezginî.‰ Hêla keçikê jî, ji bo biryarê dibêjin: „emê ji mezinên xwe bipirsin û di demeke nêzik de xeberê bidin we.‰ Şîranî Wextê ku hêla keçikê got: erê, mala lêwik xwe ji şîranî yê re amade dikin. Mal a lewik ji bukê re gustirikek a nîşanê, garik, qûrek zêr, sawê, şerpê, îşlik, gore, meres, nênik, şê, herwiha qumaş û kinc wekî xelet ên curbecur jê re distînin. Bi niyeta şiranî jî loqum, biskeut, fistiq wek ihtiyac ên girîng tên standin. Xeletên ku pêda kirî se roja ti gozekê mal a lewik de tê pêşkeş kirin. Cîran, merîyê xwe xeletan tînin şîranîye û pîroz dikin. Se roja şunda, grubek ji hêla lewik de terin mala keçikê. Dezgêyên ku ji mala lêwik de hatî, yek bi yek tên peşkeş kirin û ji alî end kesên kû hatî hilbijartî de, tê belaw kirin.( ew kesên kû hatî hilbijartin, ji jinên hêla lewik û keçikê ve pêk tê ). Ji bo cîranên ku nehatî şîranî ji, rojekî dine mala keçikê şîranî tê belaw kirin. Dergîst Car a yekemê ku lawik diçê mala keçikê. Bi piranî xweng a mezin yajî a biçuk, bûka malê yanjî cîraneke nêzik, alaqayê (tekîlî) çêdike. Ew zîyaret her demmê qut tê girtin. Piştî hevdîtînê şunda lawikê dergîstî, xeletên xwe didê dergîst a xwe. (Xelet a dergîst ji gûstirkêkê, yêr, tînek Pere ye). Herî Herî: gava li biharê herî ya pez tê birîn edet a heriyê pêk tê. Jinên mal a lêwik rojekê xwe tayîn dikin û diçin mala keçikê. Bixwe re hinek ji herîya ku hatî birîn u xeletên ji bo cîzê bukê jî dibin. Li ser şuştun, helaç kirin a herîyên ku ji bûkê re çuyî, bi hev re cawa bê organîze kirin, li vê ziyaretê tê deng kirin. Den Li xelika şuxula ku bi hev re dikin, jê yek jî den e. Jin û keçikên ku hatin cem hev, wan herîyên ku werin şuştun, helaçkirin, çekirin a bena û hetanî dor were den ê ji her şuxulê bihev re dikin. Di broşhên gir de av a ku dikele rengên curbecur tên ilavekirin. Ew benên ku hatî amadekirîn davêjin nav av a kelî. Li xelika sibê heta êvarê, carna çend rojan berdewam dikin û bi kêfxweşîyeke wekî îdekî tê derbasdikirin. Cîz Ber ku keçika malê dergîstî bibe, nîvê Cîz a keçikê amadeye, xali, gelt, kilîm, çal, balîf, mînder, kors ji cîzên ku berê de amade ne. Ji dan ê şunda grubek dîsa ji jina û keçika pêk tê, ji mala lêwik dicin mala keçikê û wan cîz ê ku hatî çekirin bibînin. Destreysan Mala lewik û kecike rojekê ji bo destreysanê tayîn dikin û mehkê pêşda merîyên xwe, cîran û nasê xwe gîştka ji bo wê rojê davet dikin. Li xelika mala lêwik ji bo destreysanê şerbete çedikin. Şerbet ji şekir, kukqornafîl, û rêngê şerbetê, çend broşên gir de tê çekirinê. Her mal hejmar a biroşa gorê dewlemendîya xwe pirdike. Carna pênç, carna jî deh broş tên çekirin. Ji bo her biroşeke Du keçik, heryek bi hêleke biroşan ve digre û şerbete dibin mala keçikê. Xortek ji mala lêwik li peşiye keçikan re hetanî mala keçikê diçe. Bi taybetî li destreysan ên Xelikan ji mala lêwik nanê keva tê lêxistin, helaw tê standin. Qatêk kinç, çend zêr jî bixwe re dibin. Keçik jî ji bo xemilandina bûkê diçin mala keçikê. Mala keçikê jî çîra, mûja, dikelînin û bi qozîyên ji nanê keva tên peşkeşkirin. (service kirin). Piştî nan xwerinê zinîyek yajî boxçek li ber mêvanan tê vekirin, ji bo mesrefê alîkarîya herdu malbatan perê tên komkirin. Piştî ku destreysan belaw bu ew perê li herdu malbatan tê parvekirin. Qeling- Rala Bukê Heftêk du hefte pêş de mala lêwik û kecikê tên cem hev, li ser ihtîyacên ê kû bizewicin û mesrefê davetê tê deng dikin. Dezgê ji bo bûkê û zava jê re tê standin. (Navê we jî Rala Bûkê yê) ew dezgê diçê mala keçikê. Ser heqîyê Li Xelikan tênê ji bo bûkê se roja ber dohlê (davetê) hetanî şeva henê, mala keçikê xeberê dide nasên xwe û nasên kû hatî jî ji bo Rala bûkê xeletên xwe didin. Ew xelet bi piranî ji dezgê malê pêk tê. Bi vê edet a ser heqîyê tê îna kirin ku mafê (heqê)bûkê kû liser cîran û hevalan yê tê dayîn. Hêne Hinê li Xelika rojekê ber dohlê destpêdike. Dohla ku li mal a lêwik berdewam dike, se roja carna heft roja dajû, rojekî ber derxistina bûkê, bi koma dohl û zurnê ve diçun mala keçikê. Mala lewik ji bo nanê hêne çend pez ên bo qurbankirinê, bi nîyeta şîranî jî şekir, fistiq û ji bo bûkê jî kinca henê bixwe re dibirin. Bi beşdarbûyîna koma dohl û zurnê goven dihat kişandin. Piştî nan xwerinê her kes belaw dibe, tenê çend keçik li ba bûkê jibo amedekirina bukê şevêkê li mal a keçikê dimînin. Hêne ya ku ji mala lêwik de hatî, bi deste jinekê xêrdî (jinekê dilsa) di destê bukê, ê din jî li jinên cîran û mêvan tê belaw kirin. Bûk derxistin Rala Bûkê Di roja bûk derxistinê, li ber malê Rala Bûkê, didin ber çava. Bi işlemê û benên rengbireng tê xemilandin. Piştî derxistina bûkê, ralê bukê jî bi çend wesitaya diçê mala lêwik. Bûk Sibê zu keçik û jin li mala keçikê li hev dicivin. Keçik bûkê amade û dixemilînin. cuxa , solte, qolos(meresê bukê) û şar a sirmê li bûkê dikin. Ya xalê bukê yajî birayê bûkê „pişta herîrî„ didin serê bûkê. Mala lêwik bi dohl û zurnê tê mala keçikê ku bûkê derxin. Çend xort derî yê mala bûkê kilît dikin û hetanî ku xort ji hêla lêwik pera nestînin derî venakin. Ew daxwaza xorta tê cîh û derî vedikin. Xalê bukê yajî birayê bûkê hetanî bûk ji malê derkeve xwe didin kêleka bukê. Bûk li wesitayêke xemilandî sîyar dibe û li dora gundê Xelika turekê davêje.Bûk berê diçe kaynak: xelkedondurma |
|||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.