|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
Kevê Rýbat & Þahê Dengbêjan: ÞAKIROGava ku Hesenê Cizîrî li Zaxoyê wefat kir, cendekê wî yê ku sê rojan ji neçarî li mal ma, ji hêla Belediyeya Zaxoyê ve hate hilanîn û veþartin. Eyþe Þan, di nav feqîrî û belengaziyê de, li xûrbetê mir. Bi tevahî deh kes li pey cenazeya wê tunebûn. Nesrîn Þerwan, salên xwe yên dawîn li kûçe û kolanên Bexdayê ligel dermanên xwe derbas kirin. Tevahiya mal û milkê Nesrînê, boxçikeke wê bû ku di nava wê boxçikê de bi tenê çend cil û berg û reçeteyên dermanên wê hebûn. Reso, Þakiro û Mihemed Þexo jî, ligel jiyanên trajîk xatirên xwe ji me xwestin. Dengbêjên me jiyan, karesat û mirinên bi vî awayî tu carî heq nekiribûn.
Ji bo bîranîna Hesenê Cizîrî, Eyþe Þan, Nesrîn Þerwan, Reso, Þakiro, Mihemed Þêxo û bi dehan dengbêj, stranbêj û hunermendên ku bi awayên trajîk û karesatî ji nav me bar kirine………. Li welatê bav û bapîran, tesîra dengbêj ango goranîbêjan li ser gel pir xurt û giran e. Êdî îro ji hêla bi sedan rewþenbîr û zimanzanan tê saloxdayîn ku çand, edebiyat û zimanê kurdî bi saya dengbêjan li ser piyan maye û ji tunebûn û piþaftinê rizgar bûye. Dengbêj li welatê me kaniya dîrok û çandê ne. Ew, di kilam û gotinêri xwe de carinan dibin Siyabend li ser Xecê dibêjin; carinan dibin Emê Gozê posteya dewleta Roma Reþ diþelînin; carinan dibin Filîtê Quto, diçin pêþiya karwanê Mamê Elê Etmankî; carinan jî dibin Biþarê Çeto û li dijî Ûris þer dikin… Þakiro, yek ji dengbêjên me yên bi nav û deng bû ku bi taybetî li Bakur, bi giþtî jî li seranserê welatê me dihate naskirin. Bêyî mûbalexe em dikarin bibêjin ku ev naskirin her diçe berz û bala dibe. Bêguman îro lêkolînek bê kirin, wê bê dîtin ku di her maleke kurdan de kasetên Þakiro hene. Li ser vê yekê dixwazim bîranîneke xwe bînim zimên. Di demsalên bihar û payîza par de, ji bo xebata lêkolînî û rojnamegeriyê ez li Macarîstanê bûm. Ji bilî paytext Bûdapeþteyê gelek caran ligel heval û dostên xwe yên li vî welatî, em derdiketin derveyî bajêr. Baþ tê bîra min di rojekê de em li bajarên bi navê Sentedre, Vîþegrad û Zîgetvarê geriyabûn. Di vê gera me de, ber bi êvarê beriya ku em vegerin Budapeþteyê, ji bo ku em zikê xwe têr bikin me xwe avêtibû restorantekê. Li vê xwaringehê ligel xwarineke xweþ û çêjdar, tiþtê herî xweþ ew bû ku ji fonda muzîkê awazeke kurdewar bilind dibû: “Hey zalim zalim zalim zalim hey zalim Hey zalim keçikê digo lawiko wele tu kal î Lawik digo keçê wez ne kal im Nêzîkî heftê heþtê nod sal im Bila mala xwediyê kalbûnê ne Bi xana xwedê be li min kal kir Xortaniyê xwe ji min qelapt Qîza dilê xwe ji min sar kir Jinebiyên malikxirab Malên xwe ji kêlekê malên me bar kir Hey zalim zalim hey zalim hey zalim Koçer im xirabmal im ****************** Akincî me bêpergal im Rêvingî me bêheval im Nexweþ im gelek bêhal im Gava berê min û lawikê min Dikete welatê xerîb û xûrbetê Ezê çiqas ji halê xwe û lawikî mala xwe re dinalim Hey zalim hey zalim Hey zalim hey zalim….” Belê, hûn ne þaþ in! Ew deng û awaza þêrîn, deng û awaza Mamê Þakir bû….. Rehmetiyê Þakir, þagirtê dengbêjê mezin Reso bû. Her çiqas ji Qereyaziya Erzeromê tê zanîn jî, ew bi eslê xwe ji Patnosa Agiriyê ye û wekî "Þakirê Mezin" ango "Þakirê Bedîh" jî tê naskirin. (Gelo pêwîst dike ku em bibêjin mamê ‘Ozcan Denîz ê beredahî ye…!?) Þakiro, di paþeroj û pêþeroja stran û kilamên me yên klasîk de xwedî kûrahiyeke dewlemend e û di vî warî de yek ji bingehên qedîmî û pîroz e. Yek ji dengbêjên bi nav û deng Kazo di gotûbêja ku me pê re kiribû de li ser Þahê Dengbêjan Þakiro wisa digot: “..Li rûyê cîhanê, Þakiro heger ne di rêza yekem de be jî, miheqeq di rêze duyem de ye. Qirok û xûlxûlandina ku bi Þakir re heye, îro ez ne bawer im ku bi sê-çar dengbêjan re mabe. Nîvrojek em bi hev re man. Mirovekî xwîngerm û xweþsohbet bû. Ji ber ku ew 'dîwanbir' bû, dîwan û dîwanxaneyan bi rêve dibir...” Kilamên wekî 'Gulê Dêran', 'Þerê Mala Nasir', 'Eliyê Pûrto’, ‘Nêçîrvano', 'Geliyê zîlan', 'Melazgir', 'Þêx Seîd', ‘Dîlber', 'Esmer', 'Kejê' û 'Sebrê' awazên þêrîn in di devê Þakirê dengzêrîn de. Bi taybetî gava di kilama 'Esmer' de rêzikên wekî: .…Esmera min bilind e Di ser re çiya di binî de gund e Esmera min yeka bejn bilind e Çav belek e Tu çiqas bêjî hewqas rind e.... bi awaza Þakiro re dibin yek, mirov dibe bendewarê evîndarê/a xwe ya zarokatiyê. ".....Þakir, þêrînahiya dinyayê bû. Ronahiya çavê min bû. Mirovê dîwanxane û civatan bû. Sercivat û serbêje bû. Gelek dengbej ji ber ku nikaribûn wekî wî bibêjin, jê dihesidîn. Ji hevalên xwe hez dikir. Rehma Xwedê lê be. Ji me dengbêjan, dengbêjtir û çêtir bû..." Belê, ev gotinên hanê jî, gotinên Dengbêjê navdar Zahiro ne ku li ser Þakirê Nemir ji me re gotine. LI GORÎ KURDÊN ÎRANÊ ‘KEWÊ RIBAT’ Wekî di destpêkê de jî hatibû diyarkirin, Þakiro ne bi tenê li Bakur, her wisa li çar taqên welatê me 'þêrînê ber dilan' bû. Bi taybetî li nav kurdên rojhilatî Þakiro tê wateya jiyanê. Kurdên Rojhilatî bi Þakiro re radibin û bi Þakiro re rûdinên. Yek ji rojnameger û rewþenbîrê rojhilatî Îkram Balekanî ku bi eslê xwe ji Urmiyeyê ye, der heqê vî dengbêjî de wisa dibêje: "….Li tevahiya bajar û gundên kurdên me yên Îranê de, kasetên Þakiro hene. Ez bixwe bi Þakiro re mezin bûm. Ew ji bo gelê me yê rojhilat 'Kewê Ribat' bû. Dengê wî wekî dengê 'Kewê Nêr' bû. Her çiqas dengbêjê bi nav û deng 'Xalê Birê' ango ‘Birahîmê Newrozî’ li Urmiyeyê dijiya, dîsa jî wekî Þakirê Rehmetî nedihat hezkirin. Bi kurtasî ew ji bo birîna keç û xortên evîndar derman; ji bo kal, pîr û navsereyan jî efsane bû….!" Her çiqas piraniya dengbêjan ji hev hez nakin û gelek caran dikevin nava hewldanên ku hev dihetikînin jî, mirov nikare vê yekê ji bo Þakiro bibêje. Werin em li ser vê yekê dêhn û bala xwe bidin awazxweþe herêma Xerzan, Dengbêj Salihê Qubînî: "…Piþtî mirina wî kilam û stran sêwî man! Piþtî Þakirê rehmetî, min ne bawer e ku çend kesên wekî wî ji nav me rabin. Þakiro kilamên xwe bi du ‘hawînî’ yan digot. Dengbêjên ku bi vê terz û þêwazê kilaman dibêjin, gelek kêm in. Bi rastî jî dengbêjekî gelek þareza û zana bû. Li gorî baweriya min, du dengbêj didin pey rêç û þopa Evdalê Zeynikê, Ferzê û Reso. Yek ji wan Karapetê Xaço yê ermen e, yê din jî rehmetiyê Þakiro e. Temenekî direj ji Mamê Karapet re dixwazim û ji bo Þakiro jî dibêjim ‘Rehma Xwedê li te be Kekê Þakir…. ” Tu caran ji bîra min naçe; Beriya ku ji nav me bar bike û rehma Xwedê xwe lê bipêçe, nexwestibû pirsên rojnameger Rahmî Batur bibersivîne. Her çiqas Rehmî, ji bo ku pê re hevpeyvînekî pêk bîne, piþta serê xwe jî dîtibû, lê wî daxwaza hevpeyvînê nepejirandibû. Sedema vê yekê jî ji Rehmî re wisa anîbû ziman: "…Ez ji kurdan dilþikestî me. Kurd, li dengbêjên xwe xwedî dernakevin. Ka dêhn û bala xwe bide tirkan. Aþiq Weyselekî wan hebû ku te bîdîta, dilê te li hev diket, sê roj te nikaribû xwarin bixara, lê Resoyekî me hebû, hostayê me tevan....Birçî mir..! Ka bibêje ezê çawa bi te re mijûl bibim û dilê xwe ji te re vekim…!?" Belê rast e, gilî û gazincên wî gelek bûn. Dengbêjekî wekî wî ku li seranserê cîhanê li nav kurdan tê nasîn, ne xwedî çend dîmen e ku di televizyonên me de bên nîþandan. Gelo heta niha nivîsên ku li ser vî camêrî hatine nivîsîn, wekî tiliyên destekî jî hene? Mixabin tunene û min ne bawer e ku ji îro pêve jî bêne nivîsandin…. Mamê Þakir! Çend sal bêyî te derbas bûn. Her çiqas em li xwe mikûr neyên û li ser te çend rêzikan nenivîsin jî (!) Lê dê tu bi deng, awaz û kilamên xwe yên mêraniyê, bi kilamên xwe yên dilan, bi kilamên xwe yên mêrxasî û welatperweriyê her bijî û her bistirî…. Kerem bikin ji bo yad û bîranîna wî, em bi hev re guhê xwe bidin beþek ji kilama wî ya bi navê ‘Nêçîrvano’ ku heta niha ji hêla gelek dengbêjên me ve hatiye gotin: …… Lo nêçîrvano li vî berî lo li wî berî Lo seydvano ez bi qurbana li vî berî Ha li wî berî Min dî tu siwarê bozekî çaçanê Qefesxezalê dilhineyî Gava te xwe dayî gaz û pêlanê bilind lawo Ez texmîn dikim tu karî xezalan digerî Lo lo nêçîrvano te xwe da gaz û palên bilind Tu li nêçîra karî xezalan digerî ********* Ez xezal im Sî û sê gulî li nava milê min bûne Fena çîtê çepilê min dirêj e Çav û birûyên min reþ û belek in Mala te mîrato Heyran wele li ser serê min ketî Daw û doza bîst û çar serî Seydvano lo nêçîrvano ********** Nêçîrvan got Lê lê Xezalê ez Þemo me Xwedanê heftsed mîhê zozanê Heft kihêlên serê têlê me Zalim dûrî min here Ez ne aþiqê qîz û bûka me Ez aþiqê rehma Xwedê me …….. Awazxweþ Mamê Þakir, awazxweþ! Deng li dinê be...! [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] SALIHÊ KEVIRBIRÎ |
|||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Jiyana Dengbêj Ebdurehîmê Mûþî û Dengbêjên Bi Nav û Deng Kî Ne! | rojekanu | Sanatçý Tanýtýmlarý | 2 | 24-04-2008 12:30 AM |
| ÞAKÝRO-'Kewê Rýbat' | toraman-25 | Biyografi | 4 | 30-05-2007 01:04 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.