|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Serfirazîya Koma Folklora KOMKAR-LondonKoma Folklora Kurdî Komkar-London, di navbera 09-15/07/2007 li Brîtanya mezin Galler ê, di peşbirik û leca mîhrican ango (Festîvala) navnetewî da beşdarbu. Wek te zanîn, Koma Folklore Kurdî Komkar Londra di sala 1994-2004-û 2005 an da dîsa di vê Festîvalê da, sê 3 caran seran serî cîhanê da, dereca yekem wergitibu. Îsal dîsa bi rêvebirya mamosta yê hêja Hüseyîn, Koma Folklora Kurdi, ku buye serbilindîya gele me dîsa dest tijî wegerîya. Wak tê zanîn ku, ve mîhrîcanê da nêzikî 70 welat pêşdar dibin. Ser nave gelê Kurd, wek her sal dîsa vê festîvalê da, bi navê (Kurdish Folk Dance) îsal di sê beşa da kete lecê.Di beşa Reqasa kuçe û kolan da (Street Dance )dereca Yekem (1); Di beşa Reqasa mezinan da dereca duyem 2; û di beşa Karografî ê da dereca sêyem 3 wergirt. Koma Folklora Kurdî, dîsa wek her sal di çepamanîya Brîtanyêda, wek televizyonên S4C, BBCWALSE, ITV, Llangollen Tv; û wek rojnama Shrophire STAR, Evening Leader, Daly Post da cîkî teybetî û balkêş girt. Mamoste Hüseyin,dereqa çand û hunera Kurdî da, li gel wezîrê çanda Brîtanya birêz Keith Khan û seroke balyozxana (Konsolusluk) US Birêz Robert Holmes Tuttle, ra hevdîtinek çêkir. Mamoste Hüseyîn, vê hevdîtîna xwe da daxwaz kir ku, li gelê Kurd çanda Kurd û dîroka gelê Kurd û Kurdistan xwedî derkevin.Her waha xwedî derketina vê çandê erk û berpisîyarîyeka mirovaniye. Mamoste Hüseyîn, hevdîtina xwe ya li gel birêz serokê balyozxana US Robert Holmes Tuttle, got bi alîkarîya wê iro parçekî welatê me azad e. Gerek hun vê şîpa mirinê û sivra guran da me tene nehelin. Seroke balyozxana US Birêz Robert Holmes Tuttle, ser daxwaza mamoste Hüseyîn, got ez sozdidim te û şagirtên te ku, ezê vê daxwazîya we bighinim Birêz Serok W.BUSH. Wê hevdîtinê da wezîrê çanda Brîtanya birêz Keith Khan, got derîyê min herdem ji bo we vekirîye hun kîngê bixwazin dikarin bênê. Tebinî: Kesên ku bixwazin vê mîhrîcan (festîvala) navnetwî mêzekin dikari bi rîya internetê vê nav nîşanê bi tikinin. Llangollen tv Li gel google hun dikarin bi hêsanî bibinin. Kerema xwe bi peyam (mesaj) xwe Koma Folklora Kurdî(KOMKAR)Londra yê tenê nehêlin! Azad Ayyıldırım |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçları | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Başlatan | Forum | Yanıt | Son Mesaj |
| Bütün Kürt Sanatçı Ve Grupları | RojA SoR | Kürtçe Albüm Tanıtım | 180 | 21-11-2008 09:39 PM |
| Lîsteya muzîkarên kurd | MÊVAN | Sanatçı Tanıtımları | 28 | 07-09-2008 03:22 PM |
| Koma Berxwedanin 20 Yillik GeÇmİŞİ | Ersin | Müzik Sohbet | 7 | 27-08-2007 09:17 AM |
| Koma Azad | Mirza | Sanatçı Tanıtımları | 25 | 18-12-2006 08:30 PM |
Bir Forum sitesi
olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
İletişim'e bildiriniz.
Mesajınız incelenip, kısa bir süre içerisinde gereken müdahale yapılacaktır.