|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||
|
Þeref Han - Þerefname..
Þerefname ew kitêb e ku di tarîxa kurdan de cara pêþîn ew seranser li ser dîroka mîr, eþîr û xanedanên kurdan, têkiliyên wan ên bi hev re, bi gel û dewletên cîran re û þerê wan ê li gel Împaratoriya Osmanî û Îrana sefewî, zilma van her du dewletên super a li ser kurdan hatiye nivîsîn. Ew, her wiha behsa ziman, kultur û zanyariya nav kurdan dike, zana û alimên wan ên dewra nivîskarî dide nasîn. Þerefname ji du cildan pêk tê. Ew nusxeya pêþîn a ku Þeref Xanî bi destê xwe nivîsiye îro jî li Îngîltereyê li Kutubxana Bodleiana Oxfordê di bin reqema 312-yê de tescîlkirî ye. Mamosta Abdulreqîb Yûsuf kopyeyeka vê destnivîsê ji wê kutubxaneya binavkirî daye anîn û lêkolînek li ser kiriye. Li gora agahdariyên ku ew dide, destnivîs wekî du cildan, lê bi hev re; wekî dewama hev hatiye amadekirin. Li ser vê destnivîsê -bi nivîseke ku diyar e piþt re hatiye nivîsîn- navê kitêbê wiha hatiye danîn:''Þerefname Tarîxê Kurdistan''. Þeref Xan bi xwe navê ''Xatîme'' li cildê duduyan kiriye. Kitêb bi zimanê farisî hatiye nivîsîn. Di dawiya cildê yekê de wiha hatiye nivîsîn:''Weqíe tahrîreh we teshîheh åela yed muellîfetuíl feqîr we musennîfetuíl heqîr -el muhtac îla rehmetî el-melikiíl barî Þeref bîn Þemseddîn el-Kisrayî hafîzehullahuíl teíala åenzellatuíl qelem we hefattuíl reqem fî selx zilhicce sene 1005 mîn-el hîcretî nebewîyye(S.A.W.)''(Ev di dawiya meha zilhicca sala 1005-ê ya piþtî hicreta pêxemberê mezin(S. A.W.) de bi destê nivîskarê hejar û musennifê feqîr ê muhtacê rehmeta Xwedê Þerefê kurê Þemseddînê Kisrayî hatiye nivîsîn û teshîhkirin, Xwedê qelema wî ji þemitandin û þaþiyan biparêze.[Hin þaþîtiyên çapê ji bal min ve hatine rastkirin M. C.] (19: 1991, r. 15) Nusxe hemî ji 247 rûpelan pêk tê. Cildê yekê heta nîvê rupelê 155-ê ye û cildê duduyan jî ji vî rûpelî destpê dike. Cildê yekê li ser tarîxa kurdan, cildê duduyan li ser tarîxa paþayên osmanî û þahên Îran û Tûranê ye. Þeref Xan di navberekê de li nik Sultan Muhammed Xanê kurê Sultan Mûradê Sisiyê maye û ev cildê duduyan li ser daxwaza wî nivîsiye. Cildê duduyê ji bûyerên 689-ê hicrî(1290) destpê dike hata digihîje bûyerekê ku di çaryeka dawîn a meha rebîulewwela sala 1005-ê hicrî(25-ê tiþrîna yekê a 1596-ê) bûye dewam dike.(19: 1991, r. 15-16). Ew tarîxa ku tê gotin tarîxa xelasbûna Þerefnamê ye(14-ê tebaxa 1597-ê dawiya zilhicca 1005-ê) esas tarîxa temambûna cildê yekê ye. çimkî di wê destnivîsa Þeref Xan bi xwe de ev tarîx li dawiya cildê yekê hatiye nivîsîn. Tarîxa temambûna cildê duduyê ne diyar e. çimkî di vê destnivîsê de Þeref Xan her eynî tarîxa xelasbûna cildê yekê li dawiya cildê duduyan jî danîye. Li gor qenaeta Dr. Kemal Mezher Ahmed cildê duduyan teqrîben di dawiya meha heþtan an destpêka meha nehan a 1598-ê de xelas bûye. (3:1983 r. 107). Di nava vê nusxeya destnivîs de 20 tabloyên mînyaturî hatine resimkirin ku þazde ji wan dikevin nava cildê yekê û çar ji wan jî di cildê duduyê de bi cih bûne. Her tabloyek bi wî awayî di kitêbê de bicih bûye ku li gor mijara nivîsê hatiye eyarkirin. (19:1991, r. 24). Mînyatura yekê û ya duduyê di rûpelê 33-yê vê detnivîsê de ne û teswîra fermanrewatiya Hekariyê ne, yên sisê û çarê di rûpelê 39-ê de ne û li ser fermanrewatiya Bahdînan in, yên pênc û þeþê di rûpelê 43-yê de ne û li ser fermanrewatiya Botan in, yên heft û heþtê di rûpelê 56-ê de ne û li ser fermanrewatiya Hesenkêfê ne, neh û deh di rûpela 66-ê de ne û li ser fermanrewatiya Egilê ne, yazde û duwazde di rûpelê 77-ê de ne û li ser fermanrewatiya Hîzanê ne, sêzde di rûpelê 89-ê de ye û li ser fermanrewatiya Tercilê(Hezroyê) ye, ya çardeyan di rûpelê 132-yê de ye û ablûqekirina kela Bedlîsê ya ji alî Akkoyunluyan ve teswîr dike. Mînyatura panzdeyan di rûpelê 145-ê de ye û teswîra meclisa mîrê Bedlîsê dike, ya þanzdeyan jî di rûpelê 145-ê de ye û ew Þah Tahmasb li bajarê Xelatê nîþan dide. Mînyatura huvdeyan ku di rûpelê 158-ê de ye teswîra sultanekî osmanî yê kevn e, ya hijdeyan ku di rûpelê 173-yê de ye teswîra þerê Edirneyê ye, ya nozdeyan ku di rûpelê 191-ê de ye Sultan Muhammed Fatîh(Fatih Sultan Mehmet) teswîr dike û ya bîstê ku di rûpelê 208-ê de ye teswîra Þerê çaldiranê ye. (19: 1991, r. 25). Kevntirîn, binirxtirîn û rasttirîn nusxeya destnivîs ev e (3:1983: r121). Dr. Kemal Mezher Ahmed dinivîse ku cildê yekê ya çapa yekê ya farisiya Þerefnameyê 459 rûpel û cildê dudyê ya çapa yekê 307 rûpel in (1: 1991, r. 23 û 3: 1983, r. 111) Qenaeta zanayan ew e ku Þeref Xanî piþtî ku ji Îranê hatiye ser mîrîtiya Bedlîsê dest bi nivîsandina Þerefnamê kiriye. çavkanî û malzemên Þerefnamê ew kitêbên dîrokê yên wê demê û beriya wê, behs û rîwayetên zana, rîsipî, gerok û xwedîtecrubeyan, þiîr û destanên þairan, belgenameyên li ber destê nivîskarî bi xwe, jiyan, tecrube, serboriyên wî, yên der û dora wî û hemdemên wî ne ku gîhaþtine wî. Lê wî, tiþtên ku bihîstine heta tehqîq nekirine, rastiya wan tekûz nekiriye û dilê wî lê rûneniþtiye nenivîsîne. Eugenia Vasilieva di vê behsê de dinivîse ku: Nivîskarî bi hedê zêde yê dudilî li wan xeberan dinihêrt, kengî ku gûmana wî ji rastî û durustiya wan nemaya wê çaxê bikar dianî. ( 3: 1983, r. 115) Li cihekî din Vasilieva dinivîse ku bi ya wê tu çavkanî tuneye ku qasî Xatîmê mewzûî û rastgoyaneyê jiyana navbera îranî û osmaniyan a sedsala þazdeyan teswîr kiribe. ( 3: 1983, r. 116). Mewzûiyet û bêalîtî, ew du þertên giring ên pêdiviyê serkeftina dîroknivîsiyê, di Þerefnameyê de diyar in. Wê wexta ku Þeref Xanî dest bi nivîsîna Þerefnameyê kiriye, têkiliyên wî li gel þehên Sefewiyan xerab û li gel sultanên osmaniyan lirê bûne. Gava ku hatiye ser kê ji wan, hewl daye ku çavê wî ji ser rastiya bûyeran neþemite. Di mesela nêrînên Þeh Tahmasb û Sultan Mûradî de yên li hemberî hev, wek yekê ji wan nekiriye, di þerê navbera wan de bêalî maye, heta ew bi xwe di bin hukmê osmaniyan de buye jî gava cih hatiye texsîr nekiriyre ku pesnê Þah Tahmasbî bide (3: 1983, r. 116). Zernov nivîsiye ku''tu gûman li ser rûmetê zanistî yê vê dîroka kurdan nîne. Tevî ku sêsed sal di ser re derbas bûye heta niha li rojhilatê karekî din ê bi vî awayî nehatiye kirin ku bi taxa Þerefnameyê bikeve'' (14: 1860, r. 82). Ne bê sebeb e ku zanayekî mezin ê wekî Petroçevsky, Þerefnamê digihîne payeya çavkaniyên ermaniyan yên kevn ku kes tune gûmanê ji qîmeta wan bike. Her çendîn Þerefname ji du cildan pêk tê hem di nava kurdan de, hem jî di nava rojhilatnasan de pirtirîn cildê yekê yê li ser kurdan bal kiþandiye ser xwe. Dr. Kemal Mezher dinivîse ku sedemê vê yekê ne ew e ku qîmetê cildê duduyan ne qasî yê yekê ye. Her du cild qasî hev bi rûmet in û cih didin bûyerên balkêþ û belgeyên dîrokî. Li gora qenaeta Kemal Mezher Ahmed ji bo ku cildê pêþîn li ser kurdan e û ne berî wê ne jî di dema jiyana Þeref Xanî de tu kesî bi wê berfirehî û giþtayetîyê cih nedaye jiyana kurda, bûyerên li nav û li ser wan, loma jî yên ku li ser dîroka kurdan rawestiyane serî li vê cildê dane û bi vî awayî ew cild balkêþtir bûye. Lê Kemal Mezher Ahmed destnîþan dike ku di cildê duduyan de jî hem li ser kurdan û hem jî li ser sultanên osmanî û þahên îranî behsa bûyerên bi wî awayî hene ku lu tu derên din bi wê zelalî û firehiyê li wan nayê rasthatin. Ev cild jî hem ji bo kurdan, hem jî ji bo rojhilatnasan çavkaniyeka hêja ye (3: 1983: r. 110-111). Kemal Mezher Ahmed li ser van tesbîtan hin bûyeran jî ji cildê duduyê neqil dike ku wiha ne: Bi saya gellek çavkaniyên kevn mêjûnas agadar in ku çewa Rûkslanê rûsnîjad ê hemsalê xweþdiviyê Qanûnî Sultan Suleyman(1520-1566) kariye wiha li Sultan bike ku ew Mistefayê kurê xwe yê mezin bikuje ku ji dêlva wî ve kurê wî yê bi navê Selîm karibe were ser textê padîþahiyê. Lê belê heke cildê duduyê yê Þerefnamê nebûya kesî nedizanî ku destê Seyid Muhammedê mîrê Hekariyan di rêkxistina vê planê de heye. Li gora Þerefnamê, gava Qanûnî Sultan Suleyman di sala 960-ê hicrî de(1553-yê mîladî) ji bo sefera ser Îranê ji Îstanbolê derdikeve, li ser rê gava li Erkelê datîne kurê wî yê mezin Þehzade Mistefa ji bo dîtina bavê xwe ji Amasyayê tê cem wî. Wezîrê Azam Rustem Paþa ku gellek tirsa wî ji Þehzade Mistefa hebû bi alîkariya Seyid Muhammedê mîrê Hekariyan nameyeka sexte ku guya ji bal Þah Tahmasbî ji Þehzadeyî re hatiye hinartin, pêþberî Qanûnî dike. Gava Qanûnî vê nameyê dibîne gellek hêrs dibe, derhal Þehzade Mistefayî dide girtin û bi dizî wî dide xeniqandin.(3: 1983, r. 112) Nimûneyeka din jî ew agahdariya li ser xezîneya Þah Tahmasbî ye. Gava Þah Îsmîlê Duduyê tê ser text, wazîfe dide Þeref Xanî ku tesbîta xezîneya Þah Tahmasbî bike. Ew jî bi tekûzî hemî dewlemendiya xezînê tesbît dike û bîlançoya wê di cildê duduyê ê Þerefnamê de dinivîse. Li wir derdikeve ku Þah Tahmasb çi qas dewlemend e. Ev agahdarî jî li tu ciyê din bi vê firehiyê tunene(3:1983, r. 113) Behsa bûyera liberxwedana boxtiyên kela Ercîþê jî bûyereka gellek balkêþ e û di cildê duduyê de diyar dibe ku ji berxwedana Kela Dimdimê ne kêmtir e: ''... Þah berê xwe da Ercîþê û ferman da ku bi hiþkî kelê abloqe bikin. Qizilbaþan bi tevayî dor lê girtin, heta ku ji wan hat li hemberê ewên di nava kelê de ketin þerî. Lê roj hatin û roj çûn, ji çar mehan zêdetir di ser abloqê re buhurî, zivistan, serma , þilope û berf û baranê dayê, Þah Tahmasb ku bi xwe jî li gel leþkerê xwe di çileyê zifistanê de di nava xîvetan de ji ber berf û baranê dest hilnedigirt, ferman da ku tu firsendê nedin wan. Diyar bû ku çend deste ji boxtiyên wek Îbrahîmê Gurkêlî û merivên wî di kelê de ne û bi tu awayî ne amade ne ku xwe bidin dest. Lê bi eksê, romiyan(tirkan) piþtî hemû wê berxwedanê dixwestin teslîm bibin. Wan di binî re li gel qizilbaþên abloqedar li hev kirin û destê xwe gihandin hev, bi hev re bi tîr û tiving erîþ birin ser wan. Boxtiyên ku nedixwestin dev ji þerî berdin û kelayê teslîm bikin, naçar kirin têkevin kuncekî teng û vê carê ew bi xwe naçar man ku qelayê teslîm bikin. Peyayên Þah Tahmasbî ku yekser fermana kuþtina boxtiyên palewan dan, her li wê derê postê serê wan bi zindîyî guran( 3: 1983: r. 114) Destnivîsên Þerefnameyê Þerefnamê her zû bi zû bala xwendevan, dîroknas û dîrokhezan kiþandiye. Yên ku ew bidest xistine ketine jibernivîsîna wê ya bi destxet a her du cildan jî. Bi vî awayî hê gellekî berî çapbûna wê ew di navbera zana, alim, dîroknivîs, mîr, beg, þah û paþayan de belav bûye û ketiye nav kutubxanên miletên Rojhilata-navîn. Sala 1606-ê li bajarê Kilîsê, Hesenê kurê Nûreddînî di 327 rûpelan de bêyî ku tê de guhertinê bike ji ber destnivîsa pêþîn a Þerefnamê bi dest nivîsî ku ev nusxe jî niha li Kitêbxana Bodleiana Oxfordê tê parastin. Hesen Begê Yezdî jî kesek e ku sala 1645-ê Þerefnamê nivîsiye. Niha bes di kitêbxaneyên navdar de 22 nusxe destnivîs ên Þerefnamê hene (3: 1983: r. 120). Wekî me berê jî nivîsî nusxeya herî kevn û rasttirîn a Þerefnameyê ya bi bîst tabloyên mînyaturî ku Þeref Xan bi xwe nivîsiye ew e ku li Kitêbxaneya Bodleianê ye. Di pêþgotina xwe de Zernov destnîþan dike ku wî çapa xwe ya farisî li ber çar nusxeyên destnivîs amade kiriye. Ew, bi vî awayî agahdariyê li ser wan nusxeyên destnivîs dide. 1) Desnivîsa Kitêbxaneya Qeyser li Peterburgê ku sala 1007-ê hicrî -piþtî nivîsîna nusxeya pêþîn bi du salan-[salek û hîjde rojan M. C.] hatiye nivîsîn û xwediyê kitêbe; Þeref Xanî çav lê gerandiye. Lê gellek kêm û kurrî di vê destnivîsê de hene. (14: 1981, r. 88) Dr. Kemal Mezher Ahmed dinivîse ku Þeref Xan bi xwe ev destnivîs redakte kiriye û bi destê xwe yê pîroz mora xwe lê xistiye. Ev, ji wan kitêbên bi nav û deng ên kitêbxana sefewiyan bûye ku rûsan di dema þerê 1826-28-an de ew kitêbxane ji Erdebîlê anîne Rûsyayê(1: 1991, r 24). 2) Destnivîsa M–sy– Xanîkof. Ev zana û rojhilatnasê han sala 1854-ê li Îranê konsulê giþtî yê Rûsyayê bû. Wî pêþiyê nusxeyek ji alî Dîlmekan-Salmasê- peyda kiriye, du destnivîsên din jî ji kitêbxaneya Yehya Xanê xanê fermanrewayê Azerbaycanê wergirtine, ew dane ber hev û ya xwe li ber wan durust kiriye. Destnivîsa Xanîkof di nozdeyê meha þabana sala 1252-yê hicrî(1837-ê mîladî) de ji alî kesekî ku navê wî Mehmûd Rizayê kurê Sabir Alîyê Kerbelayî ye, bi fermana Rewþen Efendî, li gundê Dîlmekanê ji ber destnivîseka Þerefnamê hatiye nivîsîn ku dîroka wê vedigere sala 1007-ê hicrî (1598)û di dawiya wê de wiha hatiye nivîsîn: ''Ez danerê hejar ê nivîskarê bêtaqet û çav li rehma Xwedayê mezin; Þerefê kurê Þemseddînê rojekî yê kisrayî di dawiya meha muharrema 1007-ê hicreta Pêxemberî de -silavên Xwedê li ser bin- li bajarê Bedlîsê -Xwedê ji belayan biparêze- ji nivîsîn û rastkirina wê bûme.''(14: 1981, r. 89) 30-ê muharrema 1007-ê hicrî dike 1-ê îlona 1598-ê. 3) Destnivîsa Muzeya Asyayê ya Akademiya Qeyser li S:t Peterburgê. Ev bi reqema 756 li ser navê Ruso qeydkirî ye. Nayê zanîn ku kengî hatiye nivîsîn lê xwediyê wê Ruso li serê notek daniye ku ew diyarî ye ji hakimê Sawucbulaxê(Mehabada niha). 4) Destnivîsa Muzeya Asyayê ya bin reqema 576-ê ku Baron Bud ji Îranê aniye. Ev nusxeyeka gellek kêm e.(14: 1981, r. 90) Zernov di pêþgotina xwe de destnîþan dike ku ji bilî van destnivîsan li Awrûpayê jî hin destnivîs hene û agahdariyên bi vî awayî li ser wan destnivîsan dide: Ji bilî van destnivîsên li Rûsyayê sê destnivîs jî li Avusturyayê li nik Dr. Barbe hene, Sir John Malcolmî jî li Londonê nusxeyek heye ku niha li nik Komeleya Asyayê ya Qiralî ya Birîtanya û Îrlandayê ye. Li Parîsê jî nusxeyek heye. Li Muzeya Birtanyayê jî nusxeyeka Mr. Rich heye ku li Kurdistanê bi destê wî ketiye. Ew du tercumeyên bi tirkî jî li Muzexana Brîtanyayê ne.(14: 1981, r. 93) Destnivîsên din li kutubxaneyên Brîtanyayê û yên Îstanbulê hene(3: 1983, r. 121) Me berê bahs kir ku M. Alî Awnî nusxeyek li Helebê li Kitêbxaneya Medresa Osmanî peyda kiribû û cildê pêþîn ji ber wê nivîsîbû, nusxeyek jî li ba Sureyya Bedirxanî hebû. Xebatên li ser Þerefnameyê Hacî Xelîfe(Katip çelebî) ji bo danîna kitêba xwe ya bi navê cihannuma ji Þerefnameyê gellek fêde girtiye û navê wê jî di kitêba xwe de li gellek ciyan anîye(14: 1981, r. 82, û 3: 1983, r.121) Her wiha Zeynelabidîn ku kitêba Riyad el-Seyahe çêkiriye jî, di heqê kurdan de gellek tiþt ji Þerefnameyê wergirtine.(14: 1981, r. 82) Þerefnamê du caran hatiye wergerandin ser zimanê tirkî. Yek ji wan ên ku ew wergerandine navê wî Samî bûye û wî, ev werger ji bo mîrekî kurdan ê bi navê Mistefa Beg kiriye1 (14: 1981, r. 82). Ev werger di salên 80-yê yên sedsala 17-yê de hatiye kirin û wergereke temam e. Wergera din berî vê ji bal Mehemed Begê Ahmed Begê Mîreza ve di sala 1078-ê hicrî(1667-68) bi kurtebirî hatiye kirin û heta niha du nusxeyên wê hatine dîtin(1: 1991, r.24 û 3: 1983: r. 121) Li Awrûpayê cara pêþîn Herbilo behsa Þerefnameyê kiriye û di du nivîsarên xwe de cih daye navê wê carekê bi navê Tarîxa Þeref Xan Bedlîsî carekê jî bi navê Tarîxa Kurdan.(14: 1981, r. 82)Wî navê kitêbê ji cihannumaya Katîp çelebî bihîstiye û di sala 1776-ê di wê kitêba xwe ya fransizî de ya bi navê Kitêbxaneya Rojhilatê ya Ferhanga Giþtî cih daye wê(3: 1983, r. 122) Wiha diyar e ku berî hemû awrûpayiyan Þerefname ketiye destê Sir John Malcolm(1769-1833) ê ku demekê li Hindistanê û li Îranê konsuliya Brîtanyayê kiriye û zimanê farisî baþ zanîbûye. Di cildê dudyê ê wê kitêba xwe de ya li ser tarîxa Îranê ew bikar aniye2. Vê nusxeyê mazinê eþîra mihêziyan ya kurd dayiyê. Wî li ser vê nusxeyê nivîsiye Kurden Kronik a von Sheref.(14: 1981 r. 82) Dîroknivîs Etienne Marc QuatremËre ê Faransiz di tarîxa xwe de ya bi navê Tarîxa Moxoliyên Îranê çend perçe ji Þerefnameyê wergirtine. Ev kitêb di 1836-ê de hatiye weþandin(3:1983, r. 122). Li bajarê Vîyanayê, paytexta Avusturyayê, Þerefname ji alîyê G. A. Barbe ve hatiye wergerandin ser zimanê Almanî û beþ bi beþ di navbera salên 1853 û 1859-ê de li gel pêþgotineke wergêr hatiye belavkirin(1: 1991, r.25 û 3: 1983, r. 123). Þerefnameyê zû bi zû bala rojhilatnasên rûsî jî kêþaye. X. D. Frahn zanayê pêþîn ê rûs e ku sala 1826-ê di yek ji wan rojnameyên Peterbûrgê de behsa navê Þerefnamê wekî ''çavkaniyeka mêjûyî ya yekcar giring'' kiriye. Her wê salê M. Volkoviç bi dirêjî behsa Þerefnamê kiriye. Piþtî sê salan Frahn careka din di yek ji wan nivîsên xwe de hatiye ser behsa Þerefnameyê û dawe kiriye ku zûtirîn wext orîjînalê kitêbê bê weþandin û bê derengî bê wergerandin ser zimanekî awrûpî. Piþtî Frahn, hin rojhilatnasên din jî dawe kirine ku Þerefname bê wergerandin. (3: 1983, r. 123). Sala 1860-ê rojhilatnas û karbidestê Akademiya Zanyarî ya Rûsyayê F. Viljaminov Zernov(1830-1914) cildê yekê ê Þerefnameyê li Peterburgê da weþandin. Wî bi vê re pêþgotineka bîst rûpel a lêkolanê ya hêja bi zimanê fransizî jî pêþkêþ kir bahsa xebatên li ser Þerefnameyê ên heta dewra wî, hin agahdariyên li ser nusxeyên destnivîs ên Þerefnameyê û qîmeta wê ya zanistî ya di dîroka gelên Rojhilata-navîn de dike. Zernov du salan piþtî vê bi pêþgotineka heft rûpel cildê duduyê ê Þerefnameyê jî bi farisî da weþandin. (1: 1991, r. 23). Prof F. B. Charmoy, ku di wextê xwe de mezintirîn farisîzanê Awrûpayê dihat hesabkirin di navbera salên 1868 û 1875-ê de Þerefname wergerand ser zimanê fransizî û her du cildên wê jî bi vî zimanî li Peterburgê da weþandin. Bi saya vî zanayî Awrûpayî bi awayekî berfireh hay ji Þerefnameyê bûn. Ev karê han berhemê bêwestanê 30 salan bû. Wî wergera xwe ji ber çapa farisiya Zernov amade kiribû, lê ew dabû ber du nusxeyên destnivîs ên din jî. çapa fransizî ya Þerefnamê çar cildên serbixwe bûn. Beþa yekê a cildê pêþîn di sala 1868-ê, beþa duduyê a cildê pêþîn di sala 1870-yê, beþa yekê a cildê duduyan di sala 1873-yê û beþa duduyê ya cildê duduyê di 1875-ê de hat weþandin(1: 1991, r. 25-26). Morli jî di fihrista Þerefnameyê de navên wan eþîr û mezinên ku þeþ hatine nivîsîn li ber wan her du tercumên wê yên tirkî rast kiriye ku di Muzeya Britanyayê de ne. Larssen di behsa kurdan de kurtegotarek li ser tarîxa kurdan nivîsiye çend bûyerên balkêþ neqil kirine ku ji Þerefnameyê wergirtine.(14: 1981, r. 87) Rojhilatnasiya sovyetî û Þerefname Hejmarek zêde ji rojhilatnasên Sovyetê, çi ji bo nivîsên xwe yên li ser dîroka Kurdistanê, çi jî yên herêmên din ên Rojhilata-navîn be, gellek ji Þerefnameyê îstîfade kirine. Di salên 30-an de, ji rojhilatnas û kurdnas F. P. Rastopiçin hat xwestin ku ew Þerefnamê wergerîne ser zimanê rûsî, lê gellek mixabin ku mirina bêwext musaeda cîbicîkirina vî karê zanistî yê pêwîst neda (1: 1991, r. 19-20). Di dawiya salên 50-yan de Beþa Kurdî ya Liqa Lenîngradê ya Unîversîteya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî ya Sovyet karê wergerandin Þerefnamê ji farisî ser bi zimanê rûsî siparte Eugenia Vasilieva. Xebateka wiha çend sal dixwestin. Di encama vê xebata rojhilatnas û kurdnasa jêhatî de, di sala 1967-ê de cildê yekê hat weþandin(1: 1991, r. 19-20). Cildê yekê yê Þerefnameya bi zimanê rûsî 619 rûpel in, 412 rûpelên wê ji nivîsandina Þeref Xan pêk hatiye. Yên din ji pêþgotin, paþgotin û kurtebahseka bi îngilîzî ye ku li ser kitêbê hatiye nivîsîn. Ev hemî ji bal Eugenia Vasilieva ve hatine amadekirin(1: 1991, r. 21). Eugenia Vasilieva di pêþgotinê de li ser giringiya Þerefnameyê sekiniye û qîmeta wê ya bilind a zanistî daye diyarkirin û gellek zanyarî û agahdariyên di vî warî de xistine navê. Di vê pêþgotinê de Vasilievayê bi dirêjayî behsa dîroka lêkolînên Þerefnamê û destnivîsên wê dike(1: 1991, r. 21). Cildê duduyan ê Þerefnamê ku Þerefxan navê Xatîme lêkiriye jî, ji bal Eugenia Vasilieva ve hatiye wergerandin ser zimanê rûsî û bi pêþgotinekê di sala 1976-ê de li Moskovayê hatiye weþandin.(3: 1983: r. 125) çend mehan piþtî vê, fermanberê zanistî yê Unîversîta Gelên Rojhilata Nêzîk û Navîn a ser bi Akademiya Zanyarî ya Azerbaycana Sovyetî Mehmet Þemsî payeya xwe ya doktorayê bi wê xebatê stend ku bi navê Þerefnameya Þeref Xanê Bedlîsî wek Serokaniya[çavkaniya] Dîroka Gelê Kurd li ser Þerefnameyê amade kiribû(1: 1991, r. 20). Ev nameya han a ku di 1967-ê de temam bûye(3: 1983: r. 124) bi azerî hatiye nivîsîn û kurtiyeka wê jî bi rûsî hatiye weþandin. Piþtî vê bi demekê doktoraname bi xwe jî wekî kitêb serbixwe li Bakuyê hatiye weþandin.(1: 1991, r. 20). Dr. Mehmet Þemsî di doktoranameya xwe de bi dirêjayî behsa jiyan û serpêhatiyên Þeref Xan û rewþa jiyana siyasî û civakî ya Kurdistanê ya sedsala16-yê dike û li ser naveroka Þerefnamê disekine. Ji bo zelalkirina van bahsên han hejmarek gellek zêde çavkaniyên wekî Nuzhetuíl-Qulûba Hamdullah Qezwînî û berhemên birrek dîroknivîsên hevçaxê Þeref Xan bikar tîne, her wekî berhema Qazî Ahmedê Xeffarî(1: 1991, r. 28 û 3: 1983, r. 125). Dr. Þemsî jî bi dirêjayî li ser qîmeta Þerefnamê radiweste û wiha dinivîse: dîroknivîsên piþtî Þeref Xanî ên wekî Katip çelebî, Ewliya çelebî û gellekên din di berhemên xwe de ji hemû çavkaniyan zêdetir Þerefname bikar anîne.(1: 1991, r. 28) Di eynî wextê de Dr. Þemsî þaîþtiyekê jî rast dike ku grûbek dîroknivîs êdîa dikin guya Þeref Xan, Þerefname bi teþwîqa þahê Îranê nivîsiye. Di rastiya xwe de wextê Þeref Xan Þerefname nivîsiye nêzîkayiya wî bi sultanên osmaniyan re zêdetir bûye û heta osmaniyan alîkariya wî jî kirine(1: 1991, r. 28). Dr. Mehmet Þemsî ji bilî doktoranameya xwe zincîregotarên zanistî li ser Þeref Xanê Bedlîsî û Þerefnameyê nivîsîne, her wekî ''Dîroknivîsê bi nav û deng ê kurd Þeref Xanê Bedlîsî'' û ''Behsa serîhildanên sedsala þanzdehan a eþîrên kurdan di Þerefnameyê de.''(1: 1991, r. 28). Xebata kurdan a li ser Þerefnamê Mele Mehmûdê Bayezîdî kurdê herî pêþîn e ku Þerefname wergerandiye ser zimanê kurdî. Wî ev kar di sala 1858, an 1859-ê de temam kiriye ku Aleksandre Jaba; konsolosê Rûsyayê yê wê demê yê Erzuromê yekser ev werger þandiye Peterburgê. Ev karê ku bi destxeta Mela Mehmûdê Bayezêdî bi xwe hatiye nivîsîn îro li Kitêbxaneya Giþtî ya Saltikof Þêdrîn li Peterburgê tê parastin. Di van salên dawiyê de kurdnasê hêja J. S Mûsaelian lêkolînek li ser vê wergerê kiriye û bi pêþgotineka xwe û ya K. K. Kurdoev a muþterek orîjînala wê ya kurdî daye çapkirin. Ev çap di 1986-ê de li Moskovayê pêk hatiye ( 7: 1986, Moskova). Muhemmed Alî Awnî(1897- 11-ê temmûza 1952-yê li Qahîreyê) cara pêþîn di sala 1931-ê de çapa farisî ya cildê pêþîn ê Þerefnamê daye weþandin. Wî ji bo vê çapê pêþgotin û jêrenotên hêja amade kirine. Ew cara pêþîn di sala 1922-yê de, di Kitêbxana Medreseya Osmanî de nusxeya destnivîs a Þerefnameyê dibîne, cildê pêþîn ji ber dinivîse û li gel xwe dibe Misrê. Li wir bi Þêx Ferecullah Zekî Kurdî re li ser Þerefnamê diaxive û dibîne ku nusxeyek ji çapa rûsî ya 1860-ê û nusxeyeka destnivîs a Sureyya Bedirxanî li nik wî hene û ew jî li ser vê eserê kar dike (14: 1981, r. 76). Piþt re Þêx Muhyeddîn Sebrîyê Kurdî (bavê wî Zekeriyya Muhyeddîn e ku destê rastê yê Cemal Abdulnasir bû) ji ber ku baþ farisî dizanî û di edebiyata farisî de þareza bû xwe gîhand wan û her siyan bi hev re dest bi karê amadekirina çapa farisî kirin (14: 1981, r. 77). Hersê nusxe dan ber hev lê çapa Rûsyayê kirin esas û di xebata salekê de ew amade kirin. Ev nusxe di 1931-ê de li Qahîrê weþiya. Muhammed Alî Awnî, her du cildên Þerefnamê kirine erebî û Yehya Xeþab ji her cildekê re pêþgotinek nivîsîye. Piþtî mirina Muhammed Alî Awnî wergera cildê yekê di sala 1958-ê de, ya cildê duduyê jî di 1962-yê de li Qahîrê hatiye weþandin (15: 1991, r. 5-6). Ew pêþgotina ku Zernov li Rûsyayê ji bo çapa pêþîn a farisî nivîsiye di van wergeran de jî heye. Mela Cemîl Bendî Rojbeyanî(1912- ) ji bo wê wergera xwe ya erebî pêþgotinek nivîsiye, li berhemên Husên Huznî Mukriyanî û Muhammed Emîn Zekî Beg û gellek kitêbên tir bi hûrî nihêrtiye û agahdariyên ku bi dest xistine wekî þerhan di wergera xwe de bicih kirine. Ev wergera han di sala 1953-yê de li Bexdadê weþiyaye (14: 1981, r. 45 û 54). Mamosta Hejar Mukriyanî cara pêþîn cildê pêþîn ê Þerefnameyê wergerandiye ser zimanê kurdiya baþûr(soranî) û ev çap di 1972-yê de li Necefê ji bal Korrî Zanyarîy Kurdî ve hatiye weþandin. Her ev çapa han bêyî dest lêdan cara duduyan di sala 1981-ê de li Tahranê hatiye weþandin. Di pêþiya vê wergerê de pêþgotin û sipasnameyeka Mamosta Hejar, agahdariyek li ser wan kurdên dîroknas ên ku di amadekirina Þerefnameyê de bi kêrî Hejar hatine; her wekî Husên Huznî Mukriyanî, Muhammed Emîn Zekî Beg, Muhammed Alî Awnî, Mela Cemîl Bendî Rojbeyanî hene. Piþt re hin bîr û baweriyên wan zanayan tên ku li ser wergera Þerefnameyê ya bi ser zimanê kurdî nivîsên xwe pêþkêþ kirine. Nivîsara Mesûd Muhammed, Elaeddîn Seccadî, Hêmin Mukriyanî û Dr. Kemal Mezher Ahmed ev nirxandin in. Piþt re pêþgotina ku Muhammed Alî Awnî ji bo çapa farisî a 1931-ê nivîsîye û di pey wê re ew pêþgotina lêkolînî ya hêja ku ji bal Zernov ve ji bo çapa pêþîn a farisî hatiye nivîsîn jî di wê wergera kurdî ya Hejarî de cih digrin. Îhtîmal e ku pêþgotina Zernov di çapa Misrê ya farisî û piþt re jî di ya erebî de ku ji bal Awnî ve hatine amadekirin cih girtiye û ji wir jî hatiye wergerandin ser zimanê kurdî û di wergera Hejarî de bicih bûye (14:1981, r. 74 û 81). Li pey pêþgotina Zernov vê carê pêþgotina Muhammed Alî Awnî tê ku ji bo çapa erebî nivîsiye. (14: 1981, r.96). Dîroknasê misrî Yehya Xeþab jî lêkolîneka dûr û dirêj li ser dîroka kevn û nû ya kurdan ji bo vê wergera Muhemmed Alî Awnî amade kiriye û ew di wê çapê de hatiye weþandin. Piþt re ev lêkolîn hatiye wergerandin ser zimanê kurdî û di Þerefnameya wergera Hejarî de jî wekî pêþgotinekê ciyê xwe girtiye. (14: 1981, r. 109) Her wiha di vê wergerê de nivîsareka lêkolînî ya li ser Þerefnameyê û kurdnasiya Sovyetî ji bal Dr. Kemal Mezher Ahmed ve hatiye amadekirin. Wê nivîsara nirxandin û lêkolînê ya Dr. Kemal Mezher Ahmed piþt re bi hin nivîsarên din re wekî berhevokekê di nava kitêba wî ya bi navê çend lapere le Mêjûyî Gelî Kurd di sala 1985-ê de li Iraqê hatiye weþandin. Dûv re Elî Þêr ev kitêb kiriye kurmanciya bakur û ew di sala 1991-ê de li Stockholmê hatiye weþandin. (1: 1991, Stockholm). Di kitêba Hejarî de, piþt re wergera cildê yekê ê Þerefnameyê tê. Gava ew xelas dibe nameyeka Ziya Þerefxan, fîhrîst û ferhengokek û jiyannameyek ku Hejarî bi xwe nivîsîye tê. Herî dawîn jî, li ser dema berî sala 1972-yê ya tevgera Kurdistana Iraqê lêkolînek heye. Bi tevayî ev wergera Hejar Mukriyanî 176 rûpelên pêþgotinan û 871 rûpelên din in(binêre; 14: 1972 û 1981). Mehmet Emin Bozarslan cildê yekê yê çapa Qahîrê ya weregera erebiya Muhemmed Alî Awn? kiriye tirkî û cara pêþîn tirkiya wê di sala 1971-ê de li ­stanbulê hatiye weþandin. Her vê wergera han cara duduyan di 1976-ê û ya sisiyan jî di 1990-ê de li Istanbulê hatiye weþandin(15: 1990, Istanbul) Qanadê Kurdo jî di sala 1972-yê de di wê gotara xwe de ya bi navê ''Kurdnasî'' weþandiye, behsa Þerefnameyê kiriye. Di vê gotarê de Q. Kurdo, bi taybetî bal kêþaye ser destnivîsên kevn ên Þerefnamê (1: 1991, r. 30). Ji kurdan yek jê jî yê ku bala xwe pirr daye ser Þerefnamê Dr. Kemal Mazhar Ahmed e. Ew wek dîroknas bi awayekî ciddî li ser vê berhema hêja rawestiyaye, lêkolîn li ser kirine ew kesên ku li ser wê xebat kirine û bi taybetî rojhilatnas û kurdnasên sovyetî yên ku li ser Þerefnameyê rawestiyane raxistiye ber çavên xwendevanên kurd. Nivîsara wî ya pêþîn a di vî warî de ew e ku me li jorê binav kir ku wekî pêþgotin di Þerefnameya wergera Hejar de hat weþandin û cara duduyan ji di kitêba wî de ya bi navê çend lapere le mêjûyî gelî kurd ciyê xwe girt. Ev kitêb wekî me berê jî nivîsî cara duduyan bi kurmancî li Stockholmê hat weþandin. Dr. Kemal Mezher Ahmed di sala 1983-yê de kitêba xwe ya bi navê Mêjû - kurtebasêkî zanistî mêjû we kurd û mêjû li Bexdayê da weþandin ku ev kitêb li ser teorî û dîroka mêjûyê radiweste, behsa dîroknasên dewra kevn û yên nuh ên kurdan û berhemên wan, cih û rola wan di dîroka gelê kurd de dike. Di vê navberê de cihekî gellek giring jî dide Þerefnamê û nivîskarê wê Þeref Xanê Bedlîsî. Wan xebat û wergerên ku li ser Þerefnamê û nivîskarê wê hatine kirin dinasîne û bîr û baweriyên wan pêþkêþî xwendevanên kurd dike. Di vir de jî xebatên kurdolog û rojhilatnasên Rûsya Qeyserî û Yekîtiya Sovyetan cihekî giring digre. Ew bi xwe jî bîr û baweriyên xwe li ser Þerefnamê û nivîskarê wê dide û qîmetek gellek mezin dide wan. (binêre; 3: 1983, r. 104-132) Mamoste Abdulreqîb Yûsuf nivîsareka lêkolînî li ser wan mînyaturên di nava nusxeya pêîþn a destnivîs de nivîsiye. Ew nusxe bi destxeta Mîr Þeref Xanî bi xwe hatiye danîn. Beþekî ji nivîsara Abulreqîb Yûsufî di hejmarên 116 û 117-yê Rewþenbîrî Nwê de di 1988-ê de li Iraqê hatiye weþandin. Piþt re tevlî beþê neweþandî Elî Þêr hemû wergerandiye ser kurmanciya bakur û ew li gel 20 mînyaturên rengîn di nava weþanên Jîna Nû de sala 1991-ê li Swêdê wekî kitêb bi navê Hunerên Tabloyên Þerefnamê hatiye weþandin. Di vê lêkolînê de Abdulreqîb Yûsuf bi hûr û kûrî li ser wan 20 mînyaturan radiweste û wan ji alî hunerê neqqaþî û resamî ji alî naveroka mînyaturan a dîrokî û etnografî tehlîl dike. Wî bi xwe kopyeka vê destnivîsa Þerefnameyê ji Kitêbxaneya Oxfordê ya bi navê Bodleianê daye anîn û lêkolîna xwe li ber kopyayên reþ û sipî yên mînyaturan amade kiriye. Piþt re Jîna Nû nusxeyên rengîn ên van mînyaturan ji kitêbxaneya navderbasbûyî daye anîn û kitêb li gel van mînyaturên rengîn ên gellek bi qîmet hatiye weþandin. Qîmetê van mînyaturan gellek zêde ye. çimkî ji aliyekî ve ew teswîra wê demê ya civaka xanedanî û bi giþtî ya kurdan a mîmarî, kultur û medeniyeta wan nîþan didin. Ji aliyê din ve jî Abdulreqîb Yûsuf êdîa dike ku îhtîmaleka mezin ev mînyatur ji destê Þþeref Xanî bi xwe derketine. Gava meriv bibîr bîne ku Þeref Xanî di dema piçûktiya xwe de di harema xas a Þah Tahmasbî de xwendiye, yên li wê derê hunerên neqqaîþ û resamiyê jî hîn dibûn û bi gellek hunermendên wê demê yên bi nav û deng re radibûn û rûdiniþtin, ev îddîa ne gotinaka vala ye. Þeref Xan yekî herî bi nav û deng ê xetatên farisî hatiye hesibandin û navê wî li gel navên xetatên mezin derbas bûye; wekî Mîr Elî Tebrîzî, Îmadeddînê Huseynî, Muhemmed Riza Tebrîzî û Hesen Þamîlo (19: 1991, r. 23-24). Em ji bîr nekin ku karên wiha yên hunerî, di qesra xanedaniya mîrên Bedlîsê de gellek belav bûn. Gava Ewliya çelebiyê tirk li gel Melîk Ahmet Paþa çû Bedlîsê wê gavê neviyê Þerf Xanî Mîr Evdal Xan li ser hukum bû. Ewliya çelebî gava behsa Mîr dike bahsa bi dehan huneran dike ku Mîr di wan de bikêrhatî û zîrek bûye. Ressamî û neqqaþî jî di nava van huneran de ye. Lewra jî mesela zanîna van huneran ne xas e bi Þeref Xanî tenê ve, diçe digihîje mîrên din jî (binêre, 19: 1991). Elî Þêr ev demek e li ser Þerefnameya wergêra mamoste Hejarî radiweste ku wê wergerîne ser kurmanciya bakur. Wergera wê temam bûye. Di dema ku ev nivîsar tê nivîsîn ev werger ji bo ku bi munasebeta 400 saliya Þerefnameyê bigihîje ber destê xwendevanên kurmancîaxêv di çapxanê de bû. Þeref Xan kî ye? Þeref Xan di navbera salên 1579 û 1597-ê de mîrê Bedlîsê bû. Ew, ji xanedaniya mîrên Bedlîsê tê. Mirovên ji vê xanedaniyê serokên konfederasyona eþîrên rojkî (rozkî, rozekî, rûzekî) ne û xanedaniya wan heta dema nivîsandina Þerefnameyê li gorî Þeref Xanî 760 salan li ser mîrekiya Bedlîsê fermanrewatî kiribû. Ji van 760 salên Bedlîsê 110 sal di bin dagirkeriya dijminan de derbas bûbû.(15: 1990, r. 419)Mîrên Bedlîsê, þecera xwe dibin digihînin qiralên Kisra û nesla Nûþîrevan (15: 1990, r. 418)ê hukumdarê Sasaniyan. Yanî ew wek mîrên Botan xwe nîjad ereb û ji nesla pêxember hesab nakin lê reh û rêçikên xwe digihînin îraniyan (bi maneya aryayiyan). Navê Þeref Xan ê eslîn, Þeref e (di hin çavkaniyan de Þerefeddîn jî derbas dibe) ew kurê Mîr Þemseddînê kurê Mîr Þeref Xanê IV-ê ye. Bi xwe jî piþtî ku bûye fermanrewayê Bedlîsê bi payeya ''xan''tiyê bi navê Mîr Þeref Xanê V-ê tê naskirin. Mîr Þeref Xanî heft salan piþtî bazdana bavê xwe Mîr Þemseddînî ya ji ber sultanê osmaniyan û mayina li Îranê li nik Þah Tahmasbê I-ê, li Kerheruda ser bi bajarê Qûmê di 26-ê adara 1543-yê (20-ê zilhicceya 949-ê) de rojeka duþemê hatiye dinyayê. Mala ku ew lê hat dinyayê mala qadiyên Kerherudê bû. (15:1990, r. 514) Destnîþankirina vê malê û binavkirina malbata qadiyan, ji bo Mîr Þeref Xanî gellek giring e. çimkî ew bi xwe dinivîse ku: '' bi saya bereket û berhemên pîroz ên vê malbata payeberz, ji rojên min ên zarotiyê de heta niha ku ez gihîþtime 50 saliya xwe heta ez ji 50-yê derbas bûme û nêzîkayî li 60 saliyê dikim, Xweda ez muweffeq kirim ku ez karibim têkevim nava wan zanayên ku li gora zanîna xwe hereket dikin û li gel kamil û têgihiþtiyên xwedan fazîlet rabim û rûnêm. Ew qas ku ez tu carê ji hevaltiya van zanayên bifazîlet û mirovên xwedanrûmet veneqetiyam''(15: 1990, r. 514). Dayika wî keça Emîr Xanê Mûsûllûyê kurê Gulabî Begê kurê Emîr Beg e.(15: 1990, r. 514) Ew ji Bayindiriyan (Akkoyunluyan) tên û Azerî ne. Mûsûllû navê eþîra wan e.(6: c. 2, 1990, r. 438) Gava bapîrê Mîr Þeref Xan ê bi navê Mîr Þeref Xan ê IV-ê li Bedlîsê fermanrewa bû, Emîr Xanê Mûsûllû jî bi navê Emîr Beg waliyê Diyarbekirê(Amedê) bû(1505-6). Sala 1506-ê Þah Îsmaîlê I. ê sefewî êrîþ bir ser Dulqadiriyên Xarpêtê, bajar fetih kir û bangî Emîr Begê Mûsûllû yê waliyê Diyarbekirê jî kir ku ew jî tevî sefên wî bibe. Li ser vê yekê Emîr Beg tevî maiyet û eþîra xwe derket huzûra Þah Îsmaîl, bajarê Ameda(Diyarbekira) ku di bin fermandariya wî de bû tevî der û dorê pêþkêþî bin fermanrewatiya Þah kir(1506)(6: c. 2, 1990, r. 438). Jê pêþtir gellek diyarîyên nadir pêþkêþî wî kirin. Di nava van diyariyan de laílekî di þiklê keriyê pezî de jî hebû ku ew ji xezînên sultanên berê gîhaþtibû xezînên Bayindiriyan û ji wê derê jî gihîþtibû wî begê binavkirî. Gava çavên Þah Îsmaîlê sefewî ev cewherê bêhempa dît gellekî kêfxweþ bû û beg bi payeya ''xan''tiyê payedar kir. Ji wê rojê pêve navê wî bû Emîr Xanê Mûsûllû. Þah her wiha wazîfa muhurdariyê jî dayê û ew kir lalayê kurê xwe Þehzade Tahmasb, pêre jî Eyaleta Herat û Xorasanê da wî, Ustaclû Mehmet Paþa jî di þûna wî de anî ser fermanrewatiya Diyarbekirê (15: 1990, r. 471) Tê gotin ku mohra Þah Îsmaîlî di hustuyê wî de bû û wî ji dêlva wî ve mohr li bin fermanan dida.(6: c. 2, 1990, r. 438) Gava Þah Îsmaîlê sefewî demeke kurt berî þerê çaldiranê hatibû Xoyê, mîrên kurdan hemî çûbûn pêþiya wî, lê li ser fesadî û kîndariya Ustaclû Mehemed Paþayê Diyarbekirî wî, ew li zincîr û prangayê dabûn, derdest kiribûn û biryar dabû ku her mîrek teslîmî fermandarekî qizilbaþan (sefewiyan) bibe. Wê gavê Emîr Þerefê bapîrê Þerf Xanê Bedlîsî jî teslîmî maiyeta Emîr Xanê Mûsûllû bûbû. Lê ku xeberek gîha Þah Îsmaîlî ku Þeybek(Þeyban) Xanê ÷zbekî ji alîyê Xorasanê ve bi armanca îstîla û dagîrkeriyê ber bi rojava va tê Þah tirsiya, poþman bû û ji mîrên kurdan re got ku min divê ez we berdim lê ji min re bêjin bê kî serokên we ne. Mîrên kurdan jî navê Mîr Þerefê IV-ê û yê Melik Xelîlê Eyyûbî (Mîrê Hesenkêfê, M. C.) dan. Li ser vê yekê Þahî ew her du derdest kirin, yên mayî serbest berdan û berê xwe da Xorasanê. Lê bi rê de bi alîkariya hin serokên rojkiyan Emîr Þeref û Melîk Xelîl ji esîrtiyê reviyan û vegeriyan Kurdistanê (15: 1990, r. 475-6). Piþtî vê bûyerê, begên kurdan bi alîkariya Îdrîsê Bedlîsî gîhaþtin tifaqê serî li hemberî waliyên Þah Îsmaîlê sefewî yên li Kurdistanê hildan, peyman bi Yawuz Sultan Selîmê Osmanî re bestin û li gel wî sala 1514-yê li çaldiranê þerek li hemberî Þah Îsmaîlî li dar xistin û ordiya wî têkþikandin. Piþtî wê li ser peymana bi sultanê Osmanî re mîrên Kurdan hemû çûn ser îdara mîrekiyên xwe û dest bi fermanrewatiyê kirin. Emîr Þeref Xanê bapîrê Þeref Xanê Bedlîsî jî çû ser fermanrewatiya Bedlîsê. Gava di sala 1534-ê de Emîr Þerefê IV-ê di þerê li hemberî Ulame Paþa û Fîl Yaqûbê wezîrê Azamê osmaniyan de tevî 700 peyayên xwe li nehiya Tatikê hat kuþtin kurê wî Mîr Þemseddînê bavê Mîr Þeref bû mîrê Bedlîsê(15: 1990, r. 499). Qedera Mîr Þemseddîn jî bi sultanê osmaniyan; Qanûnî Sultan Sulyman re li hev nekir. çimkî Ulame Paþayê turkman çav berdabû mîrekiya Bedlîsê û têkilhevî û dijayetî di navbera mîrên Bedlîsê yên kurd û sultanên osmanî de derdixistin. Her çendîn bi xêra têkiliyên bêîstîqrar û bêbawer ên navbera osmanî û îraniyên sefewî jî hin caran Mîr Þemseddîn wezîrê azamê osmanî razî kir û rê vekir ku baweriya sultan bi alî xwe va rakêþe jî, dawiya dawîn gava Qanûnî Sultan Suleyman ji sefera Îran û Bexdadê vedigeriya û li dora Axlatê karwanê wî danî, bi pîjkirina Ulame Mîr emseddîn Þderxistin huzûra Sultanî, wî jî ferman kir ku Bedlîsê bidin Ulame û Mîr Þemseddîn jî here fermanrewatiya Meletiyeyê bike. Her çendîn bi baweriya ku wê piþt re karibe Sultan qanií bike Mîr Þemseddîn bi vê fermanê razî bû û hetta berê xwe da Meletiyê jî merivên der û dora wî û Mîrê Sasonê yê wê demê Suleyman Begê Azîzî ew hiþyar kirin ku neçe Meletiyê, yan na kare mîrasa Bedlîsê ebediyen ji bin destê xanedaniya wan derkeve. Wê demê Þah Tahmasbê ku piþtî bavê xwe bûbû þahê Îranê jî tevî ordiya xwe hatibû heta dora Ercîþê. Li ser vê yekê, ji bo ku here xwe bavê bextê Þah Tahmasb Mîr Þemseddîn tevî maiyeta xwe berê xwe ji Meletiyeyê vegerand û da Tebrîzê ku wê demê paytexta îraniyan bû. Piþt re hin reîs û begên rojkiyan yên din jî li hemberî paþa û waliyên osmaniyan serî hildan, welatê xwe bi cih hiþtin û berê xwe dan Azerbaycanê. Li ser vê yekê Þah Tahmasbê I-ê rûmeteka bilind da Mîr Þemseddîn û ew bi payeya ''xan''tiyê teltîf kir, ew xist nav fermandarên xwe yên mezin, eyaleta Serabê û der û dorên wê dan wî. Piþt re li gor þertan carinan hin derên din jî diketin bin fermandariya Þemseddîn Xanî lê piranî, ew bi maiyeta xwe ya 150 kesên ji serok û rêberên rojkîyan pêkhatî, havîn û zivistanan li gel Þahî bû. Wî ev kesên xwe xistibûn nava maiyeta muhafiz a Þah.(15: 1990, r. 509) Heta ew bi xwe jî bû reîsê muhafizan. Lê belê piþt re ji bo ku kurmê afyonkêþiyê ew xist halekî welê ku ji çavê Þahî jî ji yên derû dora wî jî ket. Heta sala 1558-ê jî ku wê salê mir bi vî awayî ma. Gava mir li eyaleta Þîrwanê li Qezwînê wekîlê katibê kurê xwe; Þeref Xanê xwediyê Þerefnamê bû.(15: 1990, r. 511-12). Li Îranê ew bi keça Emîr Xanê Mûsûllû re zewicîbû. Tarîxa zewaca wî ne diyar e, lê wekî me berê jî nivîsî heft salan piþtî ku ji welatê xwe pena biribû Îranê kurê wî yê bi navê Þeref di 26-ê adara 1543-yê de ji diya xwe bû. Þeref Xanî birayekî bi navê Xelef hebû. Ne diyar e ku ew ji Þeref Xanî mezintir an piçûktir e. Wî çend salan muhafiztiya Þah Tehmasbî kiriye piþt re di dema Þah Sultan Muhammed de gihîþtiye rutba begîtiyê û bûye yek ji mirovên Hamze Mîrza. Pitþî Mirina Hamze Mîrza, ew derbasî alî osmaniyan bûye, Sultan Mûradê Osmanî jî senceqên Eleþgird û Melazgirdê teslîmî wî kirine.(15: 1990, r.513) Adeteka Þah Tahmasbî hebû ku zarokên beg û fermandaran hê di jiyê piçûktiyê de digirt harema xwe ya xas, ew li gel zarok û piçûkên wî diman, li wê derê dixwendin û digihîþtin. Þeref Xan jî gava bû neh salî, di 1552-yê de hat verêkirin ji bo harema xas a Þah Tahmasbî.(15: 1990, r. 515) Li gora Þerefnamê ev piçûkên ku diçûn harema xas a Þahî li wê derê li gel zarokên Þah qurían, hukmên fiqih û þerîetê dixwendin, hînî dîndarîyê, pakiya ruh û bedenê, rabûn û rûniþtina li gel merivên dîndar, xweparêzên ji gunehan, yên xas û pêbawer dibûn. Her wiha wazîfên wiha didan wan ku ew xizmeta wan alim û xwedanfazîletan bikin ku bi mêvandarî dihatin qesra wî ya alî. Gava piçûk balix dibûn, zanînên leþkerî an go tîrkêþî, siwarî, leyistika çoganan, cirîd û gellek qaîden þer ên din û bingehên însanî fer dibûn. ''Ji bo ku zerafet têkeve zewkên wan, qarekterên wan rast bibe, zekaya wan vebibe, bikêrhatinên wan diyar bibin û derkevin meydanê'' ew hînî hunerê resim û neqqaþiyê jî dibûn (15: 1990, r.515-16) Piþtî mayina sê salan a li harema Þah ji bo hîndekariyê, gava bavê wî Mîr Þeref di 1555-ê de ji Þahî rica kir ku îstîfa wî ya ji hemû wazîfeyên xwe yên li qesra Þahî were qebûlkirin û ew vekiþe înzîwayê, eþîra rojkiyan hemûyan bi tifaq daxwaz ji Þahî kirin da fermandariya ku di destê bavê Þeref Xanî de bû bide wî bi xwe. Li ser vê daxwazê hê 12 salî, ew bi fermana Þah Tahmasbî bi payeya begîtiyê hat teltîfkirin û herêmên Salyan û Mehmûdabadê(Mezher- Mehemedabad?) yên ser bi Þîrwanê ve bi wî ve hatin girêdan. Ew li ser vê fermanê çû wê herêmê. Ji bo ku umrê wî biçûk bû Þêx Emîrê Bilbasî yê ku hem lala, rêber û hem jî wekîlê wî bû, ev herêm îdare kir. Piþtî sê salan gava Þêx Emîrê Bilbasî mir, Þîrwan ji Þeref Xanî hat stendin, ew careka din vegeriya qesra Þahî ya ku wê demê li Herqanê bû. Ji vê derê jî ew hat þandin nik xalê xwe Muhammedî Begê waliyê Hemedanê. Ew di nava zarokên xalê xwe de ma, piþt re xalê wî keça xwe bi wî re zewicand. Þah Tahmasbî jî ferman da ku ji bo karibe kar û barê îdarekirina eþîra rojkiyan bimeþîne meaþ û xercekî bidin wî. Sê salan jî ew tevî maiyeta xwe li Hemedanê ma (15: 1990, r. 516-17). |
|||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Gava ku Sultan Bayezîdê kurê Qanûnî Sultan Suleyman çû xwe avêt bextê Şah Tahmasb û tansiyona têkiliyên navbera îranî û osmaniyan bilind bûn Şah Tahmasbî ji nuh ve gazî bavê Şeref Xanî kir, ew bir Qezwînê begîtiya rojkiyan da wî, Kerheruda(Qereherud-Mezher) bi ser Qumê(Gum -Mezher) ve da bin fermanrewatiya wî û ew tevî eşîra wî şandin wê derê. Piştî çend salan careka din bavê wî daxwaz kir ku ew ji van hemû wazîfên xwe bê ezilkirin. Şahî jî bi şertê ku Şeref Xan li Qezwînê di nava muhafizên wî de be ev yek qebûl kir û ferman da ku hemû mesrefên lazim ji maliya Isfehanê bidine Şeref Xanî. Ew du salan bi vî awayî li gel Şah Tahmasbî ma.
Pişt re, gava di serîhildanekê de li herêma Geylan waliyê Biye; Xan Ahmedê Geylanî êsîr ket, Şah ferman da ku ebediyen vê wîlayetê bi xwe ve girê bide û bi vê mebestê ji bo ku bi tevayî baweriya xwe bi fermandarên qizilbaşan nedianî Şeref Xan kir serfermandarê wan û ew verêkirin da wê herêmê zeft bikin. Ew çûn herêmê, şerî di navbera Sultan Haþimê Geylanî û Şeref Xanî de destpê kir. Ordiya Şeref Xan ji 450 kesan û ya Sultan Haþim ji 18.000 kesan pêk dihat. Dîsa jî Şeref Xanî Sultan şikand. Di vî şerî de ji geylaniyan 1.800 kes hatin kuştin. Şeref Xan bi xwe bû fermanrewayê Geylanê û heft salan ew der îdare kir. Lê av û hewaya vê herêmê li eşîra rojkiyan nehat, gellek ji wan nexweş ketin û mirin. Ji ber vê hindê, Şeref Xanî hêvî ji Şahî kir ku wî ji vê wazîfê ezil bike, Şahî jî daxwaza wî qebûl kir û ew anî Qezwînê qesra xwe, xist nava dîwana xwe. Lê Şeref Xanî dît ku tifaq û yekîtî di nava qizilbaþan de nemaye, li hev nakin, fesadiya hev dikin û di qesrê de dek û dolaban li pey hev digerînin, wî neviya di hewayeka wiha de li qesrê bimîne, gîhaşt wê baweriyê ku çêtir e xwe ji vê yekê dûr xe. Ji Şahî xwest ku li dervayî merkezê îdareya herêmeka Îranê bide bin destê wî. Li ser vê daxwazê jî Şahî hin herêmên bi ser eyaleta Şîrwanê ve dan bin destên wî. Ji bo jiyana eşîra rojkiyan jî cihên wekî Terakemat, Areş, Akdaş, Kabale, Baku û Kenrabê da bin emrê wan ku ser bi Şîrwanê ve bûn û mulkiyeta xas a şahîtiyê dihatin hesibandin . Şeref Xan û eşîr û maiyeta xwe çûn li Şîrwanê bicih bûn (15: 1990, r. 519). Heþt meh di ser re derbas bûn, Şah Tahmasb mir, piştî hin tevliheviyan Şah Îsmaîlê II.yê hat ser hukum û hêvî ji Şerf Xanî kir ku ew ji Şîrwanê biçe nik wî. Li wê derê wê Şah mîrêmîrantiya Kurdan bidaya wî ew jî wê di maiyeta Şah de bûna bi vî şertî wê îdara kar û barên mîr, beg û serokeşîrên Kurdistanê, Loristanê û Goran bimeşanda, tiştên giring ên ji van karan jî pêşkêşî Şahî bikira, welhasil di dîwanê de bibûya wezîrê Şah ê berpirsê van herêman. Şeref Xan ev wazîfe qebûl kir û çû Qezwînê, dest bi karê xwe kir. Şahî ew qas baweriya xwe pê anî û rûmeta wî girt ku ev bû sebebê çavnebarî û hesûdiyê di nava serok û fermandarên qizilbaşan de. Bêbextî kirin ku Şeref Xan bi dizî li gel Huseyîn Mîrzayî bi rê ketiye û li dijî Şahî komployan çêdikin. Şah di bin tesîra van fesadiyan de ma, hin kes ji serayê kuştin, hin hefs kirin û hin jî ji wazîfên wan ezil kirin. Hukumeta Naxîcewanê jî da Şeref Xanî û ew ji bajêr derxist, yekîneyek eskerî jî li gel wî bi rê xist ku ew heta Azerbaycanê muhafiziya wî û maiyeta wî bike.(15: 1990, r. 520-21) Ew çû ser îdara Naxîcewanê, salek û çar mehan li wê derê ma. Li wir xeber jê re hat ku bi saya xebata mîrêmîranê Wanê Xusrew Paşa, hakimê Hekkariyan Zeynel Beg û Hesen Begê Mehmûdî sultanê osmaniyan; Sultan Mûradê III. berat derxistiye ku Eyaleta Bedlîsê bidine wî (15: 1990, r. 521). Li ser vê yekê roja 2-yê meha 12-ê ya 1578-ê(3-ê Şewala 986-ê) ku rojeka sêşemê bû, bi maiyeteka şeş sed kesan ku du sed kes ji wan rojkî bûn ji Naxîcewanê birê ket, pşitî sê rojan; roja îna 5-ê 12-ya 1578-ê gihîşt Wanê. Pşitî gellek merasim û kêf û şahiyan ew hat li ser Eyaleta Bedlîsê ya mîrasê bav û kalan rûnşit. Wî jî li hemberî vê qenciyê, deh salan bi sedaqet alîkariya Sultan Mûradî kir, di wan şeran de ku ji bo fetha Şîrvan, Gurcistan û Azerbaycanê ordî hatin şiyandin, Şeref Xan bi xwe tevî ordiya xwe ciyê xwe girt (15: 1990, r. 522). Di 1597-ê de mîrîtî teslîmî kurê xwe Mîr Şemseddînê IV. kir û xwe da xebata tarîxê û kar û barên ilmî yên din. Hîn ew sax bû, Mîr Şemseddînê IV. mir(1603), kurê wî yê din ê bi navê Ziyaeddîn Xan bû hakimê Bedlîsê (20: 1982, c.2 r. 1392). Dr. Kemal Mezher Ahmed, dinivîse ku tarîxa mirina Şeref Xanî heta niha diyar nebûye û li gor hesabê ku wî kengî Şerefnameya xwe (cildê duduyê) xelas kiriye hesabekî dike û dininvîse ku îhtîmala mezin Şeref Xan demeka kurt piştî meha nehan a 1598-ê mir, yan jî tûşî nexweşiyeka giran bû.çimkî dinivîse ku ew piştî wê bi gellekî bimaya, diviye hin berhemên din jî bidaya. Madem tu berhemên din nînin nexwe ew zûtirekê piştî xelasbûna Şerefnameyê miriye (3: 1990: r.107). Bi baweriya min ev rêveçûn nabe delîlê dilbicihkirina li ser tesbîta tarîxa mirina wî. Berî her tiştî her çendîn heta niha ji bilî her du cildên Şerefnamê tu berhemên din neketibin destên me jî ev nayê wê maneyê ku tu berhemên wî yên din nînin an nebûne. Ew bi xwe di Şerefnameyê de dinivîse ku wî li ser tarîxê hin nivîsar nivîsîne. Lê ew jî îro li ber destên me nînin. Geva Ewliya çelebî bahsa talankirina kutubxana Evdal Xanê mîrê Bedlîsê yê neviyê Şeref Xanê xwediyê Şerefnameyê dike, meriv çêtir tê digihîje ku gellek belge û berhemên mîrên Bedlîsê û yên kurdên din, gellek xezînên kulturî bi çi hovîtiye wenda bûne. Wekî din, hin delîl hene bi eşkereyî nîşan didin ku Mîr Şeref Xan sal û şeş mehan piştî xelaskirina cildê pêşîn ê Şerefnamê jî (heta dawiya çileyê paşîn ê 1599-ê) jiyaye. Rojhilatnasê Rûsya çarî F. Viljaminov Zernov di wê pêşgotina Şerefnameya farisî de ya ku sala 1860-ê li Peterburge daye weşandin, li ser hin nusxeyên destnivîs ên Şerefnameyê jî radiweste. Di wir de ew bahsa nusxeyeka destxet dike ku di kutubxaneya Peterburgê de bûye, sal û şeş mehan piştî xelasbûna nusxeya pêşîn a Şerefnameyê; di dawiya meha yekê ya sala 1599-ê (dawiya meha cemazîyel axira1007-ê hicrî) de ji ber destnivîsa pêşîn hatiye nivîsîn, Şeref Xan bi xwe ew nusxe di ber çev re derbas kiriye û mora xwe ya mîrîtiyê jî li ser daye.(14: 1981, r. 88, jêrenot). Mamoste Hejar Mukriyanî gava Şerefname wergerandiye ser zimanê kurdî û xwestiye li ser jiyana Şeref Xanî jî hin agahdariyan têxe vê kitêbê ji Ziya Şerefxanê ku bi eslê xwe ji malbata mîrên Bedlîsê tê pirsa mirina Şeref Xanî kiriye. Ziya Şerefxan wê gavê ji Tirkiyê baz dabû, li Lubnanê dijiya. Di mektûba xwe de ku wekî bersîv ji mamosta Hejar re verêkiriye, dinivîse ku Şeref Xanê bapîrê wî di 1603 an 1604-ê mîladî de wefat kiriye.(14: 19. r.790-91)Ansîklopediya tirkî ya bi navê Yurt Ansiklopedisi jî di cildê xwe yê duduyê de; di maddeya Bitlisê de gava li ser Şeref Xanî radiweste dinvîse ku ew sala 1604-ê miriye (20, 1982: c.2 r. 1392). Gava meriv agahiyên li ser jiyana Mîr Şeref Xan dixwîne eşkere diyar dibe ku ew hem ji alî xwendina ilmî, dînî, edebî, dîroknasî, siyasetzanî û hunerên estetîk ve gellekî zane ye, hem ji alî îdarekirina civata mîrî û dîwanê û hem jî di warê hunerê şer de têgihiştîye. Ew bi gellek alimên jêhatî yên bi nav û deng ên dewra xwe re yên li Îranê, Kurdîstanê û nav dewleta Împaratoriya Osmanî rabûye rûniştiye. Ew bi şah û şehzadeyan re mezin bûye wî hîn di 12 saliya xwe de dest bi îdarekirina welatan kiriye. Ew li gellek cihên Rojhilata-navîn geriyaye, seranserî Îranê ji Azerbaycanê bigre heta Kerbelayê ji Hemedanê bigre heta rojavayê Kurdistanê û Gurcistanê dîtiye, beşdarî gellek şer û pevçûnan bûye, bûye şahidê entrîkayên seraya şahîtiya sefewiyan, ji bavê xwe û mezinên eşîra rojkiyan dek û dolabên sultan û paşayên osmaniyan bihîstiye. Ew hînî gellek zimanan bûye(kurdî, farisî, erebî, tirkî, azerî) wî gellek milet û kultur nas kirine. Di hemû van hînbûn û karên xwe de ew biserkeftî bûye wî teqdîra şah û sultanan, ya malmezin, rîsipî, mîr û begên wê demê kişandiye ser xwe, hezkirin û hurmeta wan ji bo wî peyda bûye, di nava eşîra xwe de û di nava qebîle û mezinên kurdan de jî yekî hezkirî û bi îhtîram bûye. Tevî ku jiyana wî ya li ser mîrîtiya Bedlîsê dirêj nekêşaye, wî îdareyeka adil û bi rûmet aniye nav hudûdên xanedaniyê, milet li hev civandiye, qîmeta ilim û îrfanê di Bedlîsê de bilind kiriye ku alim, hunermend, şair û edîbên wê demê xwe li wir bigrin. Wî gellek avayîyên dînî û medrese li Bedlîsê dane avakirin. Tenê di sala 1591-ê(999-ê hicrî) de wî li Bedlîsê 5 medresên ilmî ava kirine ku navên wan Xatibiye, Hacîbegîye, Şukrîye, Îdrîsîye û Îxlasiye ne. Ew medrese wê demê bi edîban, şagird û feqiyan, bi alim û muderrisan tijî dibûn. (15: 1990, r. 399) Şeref Xan û dîroknasî Şeref Xan însanekî alim e ku di gellek waran de têgihîştiyê dereca bilind e û bi taybetî jî di ser her tiştî re, heta di ser mîrîtiya xwe re ew dîroknas e. Şeref Xan ne bi mîrîtiya xwe, lê bi dîroknasiya xwe naskirî ye. Her du cildên wî yên Şerefnameyê jî eşkere nîşan didin ku ew li gor dema xwe dîroknasekî mutexasis e, hay ji ilm, uslûb û mîrasê dîrokî yê wê demê heye, ew di hemû van waran de şareza ye loma jî di nava dîroknasên dema xwe de bûye xwedanê cihekî bilind. Şeref Xan ne ku hema ji bêkesî û ji dilxwaziya bahskirina bav û bapîrên xwe Şerefname nivîsîye û ne ku tesadufen bi serketiye û buye hezkiriyê neslên piştî xwe yê miletê xwe. Na. Wî hîn ji piçûkatiya xwe de hez ji dîrokê kiriye, di vî warî de xwendiye û xwe gihandiye, heta ku hatiye sewiyeka bilind a pisporiyê. Ew di Şerefnamê de wiha dinivîse: ''Piştî ku min xwendina xwe ya ilmê dînî xelas kir, piştî ku min hîndekariya xwe ya mutleq bawermendkir îkmal kir, xwe bi wan zanyariyan xemiland ku meriv karibe kar û barê dîwanê bimeşîne, piştî ku min kamiliyeta ruhî wergirt, hê ji destpêka rojên xwe yên gêncîtiyê, hetta ji destpêka heyata xwe, min dest bi muhawelê kir ku ez çav li behsa heyatên padîşah û qiralên rabihurî bigerînim ku bi heddekî bê hed min jê hez dikir û cardin min dest bi lêkolana behsa rewþa qewm, gel û milletên din kir ku bi evineka bêhed ez pê ve hatibûm bestin. Nîhayet ez di vî ilmê pîroz û hunerê zirav de gîhaştim dereceyeka berz. Di encama vê de heta taqeta min têrê kir min di vî warî de nivîsar jî nivîsîn.'' (15: 1990, r. 10) Ev xetên han nîşan didin ku Şeref Xan erê bi dereceyeka bêhed ji dîrokê hez dike lê tenê bi hezkirinê nemaye, xwe gîhandiye, bûye pispor û heta ji bilî Şerefnameyê jî nivîsar nivîsîne. Li gora baweriya Şeref Xanî, dîrok ''ilmekî pîroz'' û ''hunerekî zirav'' e. Ew her wiha dinivîse: ''Dîroknas û edabiyatnas li ser wê yekê gihîştine hev ku ilmê dîrok û biyografiyê birûmettirînê zanyariyên edebî ye, dereceberztirînê wan e û ciyê herî giring îşgal dike. Sebebê vê ew e ku ilmê tarîxê bi dersên xwedanîbret, elametên aşkera, xeber û rîwayetên giring dagirtiye. Ilmê tarîxê wan armancên bişeref û hêjayî pesinandinê pêk tîne ku hêvî ji wan tê kirin.'' (15: 1990, r. 8) Loma jî Şeref Xan rûmeteka bilind dide wan bîr û baweriyên Muhammedê kurê Hand Şahê kurê Mehmûd ê ku bi navê Mîr Hand naskiriye û ku wî ev bawerî di destpêka kitêba xwe ya bi navê Rewzetuíl-Sefayê de pêşkêş kirine. Di wir de tê nîşankirin ku deh feydeyên ilmê dîrokê hene (binêre 15: 1990 r. 8-9). Gellekên ji wan îro jî di rewacê de ne û hêjayî teqdîrê ne. Şeref Xan û kurdewerî Şeref Xan wekî kesekî dîroknas hê gellekî berî nivîsandina Şerefnameyê fikir kiriye ku esereka wiha binivîse ku heta wê wextê tu kesê dîroknas dest nedabe wê bahsê. Ew jî nivîsandina kitêbekê ya seranser û serbixwe li ser tarîxa Kurdan bû. Ew hemî caran li ser vê yekê difikirî, lê gava ku li Îranê bû ''ew maniên ku ji alî zemanî ve dihatin derxistin, bûyerên ku bi şev û rojan dihatin meydanê, rê li ber digirtin'' ku ew vê xweziya xwe bicih bîne (15: 1990, r. 10). Lê rojekê ew mizgînî jê re tê ku êdî dikare vegere welatê xwe, li ser erdên bav û kalên xwe rûnê, dest bi îdareya Bedlîsê bike. Ew jî tevlî maiyet û der û dora xwe, tevlî tebía û eşîra xwe tê Bedlîsê û dest bi îdara xanedaniyê dike. ''zilm ji meydanê rabûn'' dibêje Şeref Xan ''di pey wê re dilên bêtaqet û mezlûman di mal û welatên xwe de gîhaştin aramiyê, jiyana wan kete rêzanekê, reaya û tebía di dergûşên ewlekariyê de bêendîşe gîhaştin çêja wê bexteweriya bêkêmasî.'' (15: 1990: r. 11) Piþtî vê, Şeref Xan fikir dike ku êdî roj hatiye wê kitêba xwe ya mezin a bi tevayî li ser behsa kurdan binivîse. Wî hê ji berê de ji kitêbên erebî û zimanên din rîwayet û belge civandibûn. Di gel van bûyerên ku ew jiyabûn yan wî bihîstibûn û hemû dan ser hev û dest bi nivîsîna Şerefnamê kir. Armanca xwe ya amadekirina kitêbeka wiha ew bi xwe dinivîse ku ji şuûra xwedîlêderketina civak û welatê kurdan hatiye. Şeref Xan wiha dinvîse: ''Armanca min ji vê ew e ku ez nehêlim serboriyên dilxweşker û pak ên malbatên Kurd ên ku di jiyana tevayî ya Kurdistanê de roleka aktîf girtine di bin perde û poşiyan de bi dizî û veşartî bimînin.'' (15: 1990. r. 11) Fikir û şuûreka wiha ku meriv her çendin mîrê bes perçeyekî Kurdistanê be, tenê xwedanê eyaleteka wê be, lê meriv bes fikra vê eyaletê neke, ya hemû perçe û eyaletên din jî bike û bi wê hêviyê ku tarîx û serboriyên wan di bin ba, babelîsk û sûlavên zeman de wenda nebin dîrokekê binivîse, helbet fikr û şûûreka xwehesabkirina ji miletekî ye. Nexwe her çendîn li gorî wê dema feodalî ya ku Kurdistan di nava gellek mîran de parvekirî bû û ew qewmên ku ji etnîsîteya kurdîtiyê tên di nava hudûdên van dewletên feodal de ji hev cudakirî bûn û her yekê tenê hudûdê mîrektiya xwe ji xwe re welat hesab dikir, tu mafê huqûqî yê Şeref Xanî li ser wan perçên din tunebû jî, wî xwe ferdekî ji wan hesab kiriye, xwe xistiye bin berpirsiyariya wendanebûna jiyan û serboriyên wan. Xwedî li wendanebûna navê temamê kurd û Kurdistanê derketiye, ne ku tenê li ya eyaleta Bedlîsê. Ev şuûra kurdewerî û kurdistanşumûliyê ye. Ji ber vê hindê jî wî hem wek dîroknas hem jî wekî yekî kurd gava tarîxa xwe nivîsiye, mewzûiyet, bêterefî û rastgoyiya xwe parastiye, mîrekiyên ku wê demê bi wan re ne li hev bûne, heta dijminatiya wan jî kirine, ew li hemberî wan neketiye terefgiriyê û jiyan û serboriyên wan reş nekirine. Ji ber şer, qehremanî û liberxwedanên wan serbilind bûye, bi şanazî behsa qehremaniya wan kiriye, gava zilm li wan hatiye kirin û ew bindest û mexdûr bûne dilê wî bi wan şewitiye. Agirê kurdayetiyê di wan bûyer û cefakêşiyên di navbera her du împaratoriyên super ên zalim û bi dek û dolab de tim di kûreya dilê wî de awir daye, wî bi dilsojî bûyer û serborî neqil kirine. Lê ya Şeref Xanî ne bes kurdîniyeka dilsojî ye. Ew zanayekî welê ye ku li seranserî Kurdistanê geriyaye, hema hema nasîna wî bi hemî qebîle, eþîr û xanedaniyên kurdan re çêbûye, geh li serayên şahan maye; kar û barên wan ên merkezî meşandiye, geh çûye nava wan ew îdare kirine, li gel wan rabûye-rûniştiye, yan jî xizmet alîkarî û xwedîlêderketina wan ji wî re bûne sîneyên şefqetê. Ew têra xwe baş dizane ku kurd kî ne û hudûdê kurdan ji ku derê heta ku derê ye. Ev, bi eşkereyî di Şerefnamê de diyar in. Wê demê, li her herêmekê herkesî navek li xwe dikir, jiyan di navbera mîrekî, xanedanî, eşîr û qebîlên piçûk piçûk de perçe bûbû, belkî gellek caran ziman, dîn û mezhebên wan jî ji hev cuda bûn. Şeref Xanî ev rastî hemû dîtine û karibûye di ser van hemû perçebûnan ra wê etnîsîteya di ser van hemuyan re bibîne û van civakan bi navê miletê kurd binav bike û hemuyan bike tabiê vî miletî. Ew di vî warî de wiha dinivîse: ''Civak û eşîrên kurdan ji alî ziman, enane û rewşa civakî ve beşdarî bi ser çar qismên mezin (ji vir jî diyar dibe ku ew hin qismên piçûktir ên di bin van qisman re jî dinase M.C.) dibin: qismê yekê kurmanc, qismê duduyê lor, qismê sisiyê kelhur, qismê çarê goran.''(15: 1990, r. 20) Şeref Xanî, navê Kurdistanê jî li gellek ciyên kitêba xwe anîye. Ew mefhûma ''Kurdistan''ê ya ku ew tîne, ne li gor wê mefhûma resmî ya huqûqî ya îraniyan e ku tenê ji eyaleteka xwe re digotin ''Kurdistan'' û ne wek ya osmaniyan e jî ku ji çend eyaletan re digotin. Şeref Xan, gava dibêje ''Kurdistan'' behsa erdekî wiha dike ku perçeyekî wê di nava hudîdên Îranê de, perçeyek jî di nava hudûdên Împaratoriya Osmanî de ye, hin qewm, eşîr û xanedan li serê dijîn ku ji ziman, enane û rewşên civakî yên cuda pêk tên lê bi tevayî ji wan re ''kurd'' tê gotin. Hudûdê welatê kurdan di Şerefnamê de bi vî awayî tê kêşan: ''Hudûdên welatê kurdan, ji peravê Behra Hurmuz(Delavê Basrayê M. C.) destpê dike ku ev behr ji okyanûsê vediqete; li ser xeteka rast ji wê derê dere dikiþe heta dawiya bajarên Meletiyê û Meraşê. Bi vî awayî aliyê bakur ê vê xetê Fars,Acema Iraqê, Azerbaycan, Ermenîstana Piçûk û ya Mezin teşkîl dikin. Iraqa Ereb, bajarên Mûsil û Diyarbekirê jî dikevin başûrê vê xetê. Li gel vê jî, gellek xelk û qebîlên ku ji eslê van însanan tên, ji rojhilat heta rojava li gellek welatên din jî belav bûne'' (15 1990, r. 20). Gava meriv bala xwe dide vê hudûdkêşanê eþkere dibe ku hudûdkêşaneka etnîkî ya kurdewariyê ye ku di navbera ereb, faris, ermenî, gurc, tirk û rûman de dimîne. Ne tiþtekî tesaduf e ku sed sal piştî vê tesbîtê gava Ahmedê Xanî welatê kurdan kiriye ''ji ereb heta ve gurcan'' her ew tesbîta Şeref Xanî bi xwe bikar aniye. Şeref Xanî di Şerefnameyê de tenê behsa dîroka mîrê kurdan nekiriye, ew her wiha li ser rewşa dînî, kulturî, edebî, ilmî, eşîrî, mezheb û terîqetî ya kurdan jî rawestiyaye û li gor zanînên xwe ev rewş û xusûsiyetên kurdan jî şîrovekirine ku teşmîlî hemû kurdan dibe. Ev tiştên diyarkirî me digihînin wê qenaetê ku Şeref Xan yek ji wan zanayan e, belkî jî yê yekê ye ku fikr û şuûrên kurdayetiyê bi maneya nasyonalîzmê tê de peyda bûne û wî bi zîldana fikrên wiha di şuûra xwe de li cihanê temaşe kiriye, bi çavekî wiha dinya dîtiye, bûyer û xeber bi vî awayî tehlîl kirine. Meriv dikare bibêje ku ew destpêka rehên neteweperweriya kurdan e. Loma jî ne gellekî ecêb e ku Şeref Xan jî wekî Ahmedê Xanî di quncika dilê her kurdekî neteweperwer de bi germayetiyeka nazenîn tê parastin. Şerefname jî di kutubxaneya wan de li gel Mem û Zînê wekî du kitêbên ku hevdu temam dikin ciyê xwe yê xas digire. ________________________________________ Yên referens 1- Ahmed, Dr. Kemal Mezher; çend rûpel ji dîroka gelê kurd Stockholm, 1991. 2- Ahmed, Dr. Kemal Mezher; çend lapere le mêjûyî gelî kurd, Bexdad, 1985. 3- Ahmed, Dr Kemal Mezher; Mêjû, kurtebasêkî zanistîy mêjû û kurd û mêjû Bexdad 1983. 4- Ahmed, Dr. Kemal Mezher; ''Şerefname le Kurdnasî Sovyet da'', Şerefnameyî Şeref Xanî Bedlîsî, Hejar kirdûyetî be kurdî, Necef, 1972. 5- Awnî, Muhammed Alî Awnî Pêşgotinên wî yên ku di Şerefnameyên çapên Qahîrê de cih girtine û piştre hatine wergerandin ser zimanê kurdî û di wergera Hejar de wekî pêşekî cih girtine. 6- Beysano§lu, Şevket; Anûtlarû ve kitabeleriyle Diyarbakûr tarihi, 1. ve 2. cilt, 1990, Ankara. 7- Bayezêdî, Mela Mehmûd; Tewarîxê Qedîmê Kurdistan, Moskova 1986. 8- Îskendero§lu, Memed[Şemsî, Dr. Mehmet]; Şeref Xan Bedlîsînîn Şerefname eserî Kurd xelginin tarîxî menbeî kîmî, Baku 1972. Û rûsiya vê kitêbê wekî doktoraname, Moskova, 1967. 9- Kurdoev, Qanatê "Kurdnasî", Muzexaneya Asyayê-Liqê Leningradê yê Unîversiteya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanyarî ya Yekîtiya Sovyetan, Moskova 1972, rûpel 386-87. 10- Malcolm, John; The history of Persia from the most early period to the present time, Vol. II, London 1815, pp207-208 11- Musaelian, J. S.; Bîblîyografya Kurdnasiyê, bi zimanê rûsî, Moskova, 1963. 12- Şaraf-xan Bidlisi; Şaraf-name, cildê 1-ê, wergêra E. I. Vasilieva, Moskova 1967 13- Şaraf-xan Bidlisi; Şaraf-name, cildê 2-yê,wergêra E. I. Vasilieva, Moskova 1976. 14-Ş eref Xan; Şerefnameyî Şeref Xanî Bedlîsî, Hejar kirdûyetî be kurdî 1972, Necef û 1981 Tehran. 15- Şeref Han, Şerefname; Arapçadan çevîren Mehet Emin Bozarslan, 1. baskû Îstanbul, 1971, 2. baskû Îstanbul 1976, 3. baskû 1990 Îstanbul. 16- Şemsî, Dr. Mehmet; ''Dîroknivîsê bi nav û deng ê kurd Şeref Xanê Bedlîsî'' Kovara Gelên Asya û Afrîka h. 6 1968, Moskova. 17- Şemsî, Dr. Mehmet;''Behsa serîhildanên sedsala şanzdehan a eşîrên kurdan di Şerefnameyê de", kovara Nûçeyên Akademiya Zanyarî ya Azerbaycana Sovyetî, bi zimanê rûsî û azerî h. 1 1967. 18- Xeşab, Yehya; ''Kurdistan''. Ev pêşekî ji bo çapên Şerefnameyê yên Erebî yên li Qahîrê hatin amadekirin û di wan de çap bûn. Pişt re hat wergerandin ser zimanê kurdî û di wergera Hejar de wekî pêşekî hat weþandin. 19- Yûsuf, Abdulreqîb; Hunerên Tabloyên Şerefnamê 1991, Sweden. 20- Yurt Ansiklopedisi; cilt 2, Bitlis mad. ­stanbul, 1982. 21- Zernof, V. VËliaminof; Scheref-nameh ou Historie des Kourdes par Schref, prince de Bidlis, Texte persian. T. I. S. Peterburg, 1860. Ev pêşgotin di çapên farisî û erebî yên Şerefnameyê de jî heye ku li Qahîrê hatine çapkirin. Pişt re hatiye wergerandin ser zimanê kurdî û wekî pêşekiyekê di wergera Hejar de jî ciyê xwe girtiye. |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
Şerefnamenin büyük bir bölümünü okumuştum ama tamamını okumayadım ...
Zaten kitabın orjinali farsça ancak çeviri yapıldığı kadarıyla okuyabiliyoruz... spas heval deste te sağbe
__________________ |
|||||||||||
|
|