|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Þêx Ehmedê Xanî: Feylezof û Civaknasê Kurdistanî Di Kovara ''Tîroj'' u malpera ''Amîdakurd''de, paþî jî, di ''Navkurd'' de; bi navê ''Melayê Def'a Belayê, Bilbilê Koþk û Serayê': Þêx Ehmedê Cizîrî'' nivîsarek min çap bu. Jîyan u serborîya þairê me yê qedirbilind, Melayê CÎZIRI, bi qederê zanîn u karîna xwe, me raxistibu ber çavan. Di vê nivîsarê de, tiþtê here berçav ew bu ku, me lî dawîyê pirsekî kiribu. Ew pirs, li ser Mem u Zîna Ehmedê xanî bu. Eger em bînini bîra xwe, me li fawîyê bi kurtahî gotibu: Mela, berî Ehmedê Xanî, bi sed sala jîyaye u xalek helbesta xwe de behsa Mem u Zînê kirîye. Baþe çawa dibe ku Ehmedê Xanî, di sereka Mem u Zînê de, deibêje me vê meselê ji tu kesî negirtîye, ev bi tevahî, eserê min e. Me vê pirsê kir, lê tu camêrek bersîv neda u ez mame li ser ya xwe. De min jî got, qet nebe ez bersîva xwe bidim. Ka gelo Ehmedê Xanî, çima weha gotîye, bi çî mexsedî, hewcehîya gotinek weha buye. Pêþ hemu tiþtî lazime ku em bêjin, Xanî, ulumdarek mezin e. Ewî, paþeroja Kurda, hêj di wê demê de dîtiye. Þîret u têbînîyên ku Xanî di wan roja de kirîye, iro mewweyê wan tê ditin. Lewra Xani, giringîya serxebun u ziman, ji wan rojan ve gelek baþ dîtîye. ''Aqîda Îmanê'' nivsandîye ku, di paþerojê de, neslek bi îman u aqîde u bi bir u bawerî, rabe. Lewra, bê îqade u bawerî, tu armancek naçe serî. Ku mirov jî bawerîyê u jî îmanê mehrum bî, siuda mirov çiqas jî, baþ be, dîsa jî, serkevtin, nakeve dest. Eger me bivê ku em, miletek derheqê jîyanê de, perwerde bikin; her weha di vî karê xwe de jî, muafiq bibin; lazime pêþ hemu tiþtî em rêya bawerîyê nîþanî milet bidin, paþî em tiþtan jî wanre bêjîn, yan þîreta lî wan bikin ku ew bime bawer bibin. Destpêka zanînê, heta binyata zanînê, bêy bawerîyê nayê danin. Lewra zanîn li ser xîmê bawerîyê tê avakirin. Civatek, ku mehrumê rohê bawerîyê be, xwe nasnake u Ehmedê Xanî, di rastîyê de, hemu heyîna Kurda jî nu ve daye destê xwe u li serî xebitîye. Ka gelo Kurd çî kes in u xasyetên wan yên berçav çî ne. Hal u ehwalê civata Kurda, jî alîyê sosyolojîk u psîkolojîk ve çîye, çawane. Dîtîye ku Kurd gelek nezanin, bindestin, lewra nezanin, nezanin lewra bindestin. Wekî welathizek paye bilind, nezanî u bindestiya Kurda jî xwe re kirîye kul u derd u hemu jîyana xwe bexþandîye vê mijarê. Xwestîye ku Kurd, zane bin, u jî tarîtî u cehalet u nezanîyê xelas bibin. Lewra nezanî, serkanîya hemu xirabî u nedelalîyan e. Lê Kurd, layîqê baþî u delalî u rîndîyê ne, u gereke ku wisan bin u wisan bijîn. Ji bona xemla zanînnê bawerî lazime. ''Aqîda Imanê'' bi min, bi vê mebestê hatîye nivsandin. Xanî, gelek umud u hêvîyek mezin, yanî qedr u qîmetek mezin daye zarokan. Xasima Zarokên di Kurmancan. Her weha, gelek pêwîstîyek mezîn daye zimanê eslî, ango zimanê zîkmakî. Sedem ku, zarokên Kurda bi zimanê xwe bi karibin bi xwînin u binivsînin, ''Nubar a Piçukan'' ku wekî, ferhengek e, u bi terhek helbestvanî hatîye nivsandin. Eger mirov zanînê bi zimanê xwe ne tamîne, tu lezetek nabîne. Yanî, ziman hacetê ramanê ye u pêþ hemu tiþtekî, divê ziman were ajdan ku mirov bikaribe bi zimanê xwe hertiþti hîn bibe. Lewra zimanê mirov ji hemu tiþtî xweþtir u baþtir e. Wisane, yek: bawerî, didu ziman. Ev herdu tiþt binyata hemu pêwîstîyan e. Xanî, van tiþtan, di wan rojan de dîtîye ku iro jî, pirsa here giring a serxwebun u serketînê, pirsa ziman u bawerîyê ye. Felsefeya Ehmedê Xanî û hewcedarîyên kurda di rojê ayende de Ehmedê Xanî, filozofek here mezin ê dema xwe ye ku Kurd pê çiqas kubarîyê bikin, heqê wan e. Babeta felsefeya Xanî, insan e, yanî milet e, bi taybetî, miletê Kurd e. Xani jî Eflatun u zanayên dema xwe istîfadeyek gelek mezin dîtîye. Bê guman Xanî, zanîyarek hevdemi u pêþketîye. Ew bi buyerên cihanê agadar u haydar e. Zanîye ka gelo, çî jî bo insan lazime u Kurd hewceyê çîne. Ewi gelek bi baþî, kemasîya Kurda dîtîye u lî ser vê yeke sekinîye. Dewlet, adelet u hurîyet. Yanî, serxwebun, dadî u wekhevî u azadî. Ev tiþt di felsefa Xanî de gelek bi baþî xuya dikin. Ewî dîtîye u hewce u maqul pejirandîye ku kurd, jî serxwebun, adalet u azadîyê bê parin. Her weha mina kaxîsek spî ne jî. Siti u Zînê, gustîlên ku Xanî xistîye tilîkên wan, Mem u Tajdîn, kesên mayîn u rolên wan ên di Mem u Zînê de, yer yek agadarî û mesajek in. Almast u Yaqut du madenên XWEDI XASYET ÎN KU HERDUK JÎ, DÎ TEBIETê DE GELEK ZEHMET BÎ DEST DÎKEVÎN. Bi kurtahî; her xeml u remz u nîþanek ku di Mem u Zînê de hatîne xal kirin, her yek gelek bi zanîyarî hatine bijartin. Ew rol u lîyaqat, ne tesadufî ne. Civata kurda, mihtacê mesasjan buye. Xanî, vê yekê zanî ye u diema van rola dabeþ kirîye, van hewcehîyan li ber çavan girtîye. Xanî, ulimdar e, zanîyar e, pispor u lêzan e. Bê guman ewî çîroka Memê Alan bihistîye. Ew destanek Kurdî ye. Destanek gelek xweþ u navdar e. Gelek ji vê destanê hezkirîye. Dîtiye ku xelq jji vê destanê gelek hez dike. Vê fersendê Xanî, gelek bi baþî, karîye bike pergal jî bo armancên xwe. Sedem vê yekê em dikarin bêjin ku destan u çîrok Memê Alan e, lê Mem u Zîn, navê ruyê felsefeya Xanî ye u di rastîyê de, çirokek bi vî navî tune ye. Vê çîrokê Xanî, ji ber xwe ve çêkirîye. Lewra ew idel u nîzama Xanî ye. Ehmedê Xanî, di vê berhemêde, dîtinên xwe, anîye ziman. Yanî, ev têbînî u serborî, rohê felsefeya Xanî ye. Tiþtên ku Xanî di Mem u Zînê de anîye zimên, di rastîyê de ne qewîmine. Yani Mem u Zîn, ne destanek wisaye ku jîyabe. Lê ew tiþteke ku çawa hatibe jîyandin. Xanî bi hostayî, vê kitêbê nivsandîye, lê wexta ku nivsandîye, wê jî tama destanê dur nexistuye. Ew kitêbek felsefeyê ye ku biþiklê destan hatîye amadekirin. Destê te xweþ bî, Xanîyê nemir. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Þêx Ehmedê Xanî: Feylezof û Civaknasê Kurdistanî Ehmedê Xanî kî ye? Celadet Alî Bedir-Xan Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî »Mesnewî« de gotiye: Men çi gûyem wesfi an alîcenab Nîst pêxember welê dared kitab. Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba wî heye. Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her awayî li bejna Mewlana têt. Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî »Memozîn« de, bi min be, mirov dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn. Xanî di wextekî welê de rabû ko - beriya niho bi sê sed û neh salan - ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hiþyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo ketolîkî an protestaniyê dikuþtin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiþtî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin. Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî gotiye: »Þahirê pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê wî ji tayifeyê hekariyan ji eþîreta xaniyan e. Bi xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî de Memozîn nav kitêbek aþiq û maþûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê wê Nûbihar e. Zarokê di Kurdistanê hemû di piþtî Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û eþharan û beyt bi zimanê kurmancî gotiye. Û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî qewî mahir û sahibi irfan e. Û ji þierayê di Kurdistanê hemûyan jî meþhûr û faiq e, belkî ji hemû þieran meqbûl û memduh e. Û dii hezar û þêst û sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e« . Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û þêst û yekê hicrî de ji diya xwe bûye. Lewra ko dema ji xeyb fek bû Tarîx hezar û þêst û yek bû Kengê emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandiye çil û çar salî bû. Îsal gehiþte çil û çaran Ev pêþrewê gunahkaran Xanî ji Memozînê pê ve hin eserên din hene. Nûbihar: ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî ji bo Nûbiharê dibêje: Ji paþ hemd û selewatan Ev çend kelîme ji ji lixetan Vêk êxistine Ehmedê Xanî Nav lê Nûbihara biçûkan danî Ne ji bo sahibi rewacan Belkî ji bo piçûkê di kurmancan Ji Eqîda îmanê: Sifatê di sebhe ji bo zilcelal Bizan heft in ey arifê pir kemal Xweþî, þîn û zanîn û vên û kelam Bihîstin digel dîtî bû temam Xanî li Beyazîdê dibistanek jî danîbû û tê de dersa zarokan bi kurdmancî digot. Di pey mirina wî re þagirtê wî Ssmaîn bîst salên din li wê dibistanê guhdar bû û dersên kurdmancî tê de gotin. Li gor atiþtê ko min bihîstiye Xanî kitêbeke cexrafyayê jî çêkiriye û tê de qala ezman û stêrkan kiriye. Herçend ez gelek lê geriya bim jî ev kitêb neket destên min. Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye. Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin. Seyda dibêje: Sazi dili kul bi zîr û bem bit Sazendeyê 'eþqi Zîn û Mem bit Þerha xemi dil bikim fesane Zînê û Memî bikim behane Nexmê we li perdeyê derînim Zînê û Memî ji nû vejînim Derman bikim ez ewan dewa kim Wan bê mededan ji nû ve rakim Meþhûr bikim bi terz û islûb Mimtaz bikim mihibb û mehbûb Ewreng bikim ji nû serefraz Da bêne temaþeyî nezerbaz Dilber li Memî bikin girînê 'Aþiq bikenin bi derdê Zînê Ev meywe eger xirab e ger qenc Kêþaye digel wê me dused renc Ev meywe eger ne avdar e Kurmancî ye, ew qeder li kar e Ev tifl e eger ne nazenîn e Nûbar e bi min qewî þirîn e Ev meywe eger ne pir lezîz e Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e Mehbûb û libas û gûþiwar e Milkê di min in ne miste'ar e Ez pîlewer im ne gewherî me Xudreste me ez ne perwerî me Kurmanc im û kûhî û kenarî Ev çend xeber in di kurdwarî Memozîna Xanî di sala 1919an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze - îro midirê dibistanên Hesiçê ye - jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ko Xanî Nûbara xwe di sala 1094ê hicrî de nivîsandiye. Li gora vê tarîxê Beriya qedandina Memozînê bi neh salan. Tirba Xanî li Beyazîdê ziyaretgaha xelkê ye. Ehmedê Xanî Tablo ji alî hunermendê kurd Qulîxanê Memed hatiye çêkirin. Ehmedê Xanî þairê kurdan yê netewî ye. Xanî di sala 1651 da li navça Hekkariya hatiye dinê, di sala 1707 da li Bazîdê wefat kirîye. Berî Ehmedê Xanî hozanên wek Elî Herîrî, Baba Tahirê Hemedanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran bi zimanê kurdî berhemên hêja afrandibûn, ango Xanî ne kesê yekemîn e ku bi kurdî helbest nivîsandine, lê ferqa wî ji wan þairên berî xwe ew e ku wî doza azadiya gelê kurd wek mijara sereke daye ber xwe. Berhema wî ya manzûm "Mem û Zîn" wek sertaca edebiyata kurdî ya klasîk tê pejirandin. Ew ji bo gelê kurd bûye çavkaniyeke netewi ya giranbiha. Xanî ji bo afrandina nasnama netewî, ji bo bilindkirina ala yekitî û azadiya kurdan ev berhem nivîsandiye. Herçend ew dastan-çîrokeke evînî be jî, hozanê mezin xwestiye bi riya wê çîrokê fikir û ramanên xwe, daxwaz û pêþniyazên xwe pêkêþî gelê xwe bike. Bilî "Mem û Zîn" du berhemên wî yên din jî hene, "Nûbar" (Nûbahara Biçûkan) û "Eqîda îmanê".Wek tê zanîn Nûbar ferhengoka kurdî ya pêþîn e, wi ji bo zarokan nivîsandiye. "Ez mame di hik**** Xwedê da, Kurmanc di dewleta dinê da, A ya bi çi wechî mane mehrûm Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?" * * * Kurmanc ne pir di bê kemal in Emma yetîm û bê mecal in, Fîlcmle ne cahil û nezan in Belkî sefîl û bê xudan in. Ger dê hebûya me jî xudanek Àlî-keremek, letîfedanek, Ìlm û huner û kemal û iz´an Þi´r û xezel û kitab û dîwan Ev cins bibûya li ba wî me´mûl Ev neqd bibûya li ba wî meqbûl, Min dê `elema kelamê mewzûn `Alî bikira li banê gerdûn Bi navê ruhê Melê Cizîrî Pê hej bikira `Elî Herîrî Keyfek we bida Feqihê teyran Hetta bi ebed bimayî heyran.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
Þêx Ehmedê Xanî: Feylezof û Civaknasê Kurdistanî Heke meriv li gor milletên cîhanê û xebatên wan ên li ser nivîskar û navdarên wan bifikire, xebatên li ser Ahmedê Xanî gellek hindik in. Lê heke em li gor xebatên xwe yên li ser nivîskarên xwe bifikirin, Ahmedê Xanî cardin ew kes e ku li ser wî, bîr û baweriyên wî û berhemên wî ji herkesî pirtir hatiye rawestandin. Her çendîn kitêb û meqaleyên ku behsa wî û eserên wî kiribin ne hindik bin jî, lêkolînên ciddî yên ku li serê hatibin kirin ji hejmarên pêçîkên du destan nabihurun, Cara pêþîn sala 1730-an Ahmet Faik Mem û Zîna Ahmedê Xanî wergerand ser zimanê Tirkî û ev werger di 1969-an de li Tirkiyê hat çapkirin1. Di sala 1858 ían de Aleksandre Jaba hin beþên Mem û Zînê kirin Fransizî û ev, di cildê 3-an ê kovara MÈlanges Asiatiques de(r. 242-255) li St. Petersbourgê hatin weþandin2. Di 1859ían de Peter Lerch di kovarekê de behsa vê wergera A. Jabayî kir, agahdarî di heqê xebatên wî yên vî warî de da xwendevanên xwe3.Li ser Ahmedê Xanî cara pêþîn em di kitêba Alexandre Jaba(1801-1894) de rastî hin agahdariyan tên ku navê wê kitêbê Recueil de notices et rêcits kourdes, servant ý la connaissance de la langue, de la littÈrature et des tribus du Kurdistan (1860, St. Petersburg) e. Ev agahdarî ji nav wan notan hatine girtin ku Alexandre Jabayî di wextê xwe de li Erzeromê ji Mela Mehmûdê Bayezîdî û hin kesên din stendibûn4 û þandibûn ji bo Akademiya Zanistan a çariyê a li St. Petersbourgê. Piþtî ku Alexandre Jaba vegeriya Rûsyayê hin ji wan tekstên li Kurdistanê berhevkirî di kitêba li jorê binavkirî de berhev kirin û kitêb sala 1860`an ji alî Akademiya Zanistan a çariyê ve hat çapkirin. Ew kurteagahdariya Mela Mehmûdê Bayezîdî wiha ye: ííÞairê pêncê jî Ehmedê Xanî ye, eslê wî jî ji taîfeya Hekariyan ji `eþîreta Xaniyan e, bi xwe hatiye Bazîdê. Di tarîxa hezarî da tewetun kiriye. Di zimanê Kurmancî de Mem û Zîn nav kitêbek aþiq û maþûqan gotiye û kitêbek luxatê jî bi Kurmancî û Erebî gotiye, navê (kitêbê) Nûbihar e û zarokê di Kurdistanê hemû piþtî Qur¥anê dixûnin û zehf jî xezaliyat û eþ¥aran û beyt bi zimanê Kurmancî gotiye û di zimanê Erebî û Farisî û Tirkî jî disan xezeliyat û eþ¥aran û ebyat zehf gotiye û di ulûmê funûnan jî qewî mahir û sahib îrfan e û ji þuerayêd Kurdistanê hemuyan jî meþhûr û faîq e, belkî ji hemû þueran meqbûl û memduh e û di hezar û þest û sê jî merhûm bûye û di nêv Bazîdê da mizgevtek jî bi navê xwe bînakiriye û bi xwe jî li kenarê mixgevtê medfûn e. We Ellahu¥l alem.íí Aleksandre Jaba5 bi xwe jî û piþtre, Peter Lerch6 û Martin Hartmann7 gellek bi kurtî be jî cih dane jiyana Ahmedê Xanî û Mem û Zîna wî. Lê ew agadariyên ku wan li ser jiyana wî dane, yên A. Jabayî ne û ji alî tarîxê ve þaþîtiyên wan hene. Di sala 1894-an de Yûsuf Zîyaeddîn Paþa El Xalidî, di dawiya ferhenga xwe de, ya ku navê wê El Hedîyeíl Hemîdîyye fî elíluxeíl Kurdîyye ye, cih daye hin tekstên piçûk ên kurdî û þiîrên hin þairên Kurd, piþt re maneyên wan bi Erebî diyar kirine. Di nav van helbestan de Nûbara Biçûkan û Eqîda Îmanê ya Ahmedê Xanî jî hatine çapkirin. Piþtî Nûbara Ahmedê Xanî Yûsuf Ziyaeddîn Paþa di beþa Xanî de cih dane sê þiîrên din jî ku yek jê navê wê ííFî Beyanî Erkaníl Îslamíí e, ya duduyan navê wê ííFî Beyanîíl Îmaníí e. Ya sisiyan nav lê nehatiye danîn nîvê wê Kurmancî û nîvê wê Erebî ye8. Þiîra sisiyan a Erebî û Kurmancî ne ya Xanî lê ya Melayê Cizîrî ye. Di þiîra duduyan de jî þika min heye. Îhtîmal e ku ji du þiîran jî pêk hatibe. Nîvî ya Ahmedê Xanî, nîvî ya Melayê Cizîrî be. Me ev herdu þiîr heta niha ji bilî vê kitêbê, di tu cihên dî de nedîtine û kesê jî behsa wan nekiriye. Bes nîvê pêþîn ê þiîra duduyan ; beþa ku ez dibêjim ya Ahmedê Xanî ye, di berhevoka A. von Le Coq a bi navê Kudische Texte de jî heye, nîvê dawiyê û heta beytek ji dawiya nîvê pêþîn jî di vir de cîh negirtiye. Di beþa þiîrên Ahmedê Xanî de me cîh daye van her du þiîran û em berfirehtir li ser wan rawestiyane. Piþtî wê, Mîqdad Mîthet Bedirxanî di hejmara 2-yan(14 Zulhîcce 1315 - 6-ê gulana 1898-an) a rojnama Kurdistan de ku li Qahîrê derdixist, dest bi weþana Mem û Zîna Ahmedê Xanî kir. Di pêþiya Mem û Zînê de Mîqdet Mîthet Bedirxanî pêþgotinek kurt nivîsîbû ku bi vî awayî ye: "Rehma Xwedê lê be, Xwedê gunehê wî bixefirîne, sala hezar û sed û pêncê de, Cizîrê Ehmedê Xanî kitêbek menzûm nivîsîye; navê wê kitêbê kiriye íMem û Zîní. Ev kitêb hemî beyt û þê¥r in; eþkare hîkata eþqa du ciwana ye, batin gelek meqsed û hîsse û hîkmet jê tên fehmkirin. Loma divê mirov bi dîqet bixwînitin. Her cerîdekê de ez¥ê ji wê kitêbê hinê binivîsim, heta xilas bibe. Ew kitêb berî du sed û deh sala hatiye nivîsandin, hin derê wê heþifîne, nayên xwendin, înþellah ez ê bikarim bi xwe temam bikim. Hekî ji vê kitêbê destê yekî de hebitin, ez hêvî dikim ji min ra rêket, da ez ya li destê xwe de rast bikim; paþê ez ê dîsa kitêba wî jê re rêkim. Niyeta min, ez ê wê kitêbê tebi¥ jî bikim. Heçiyê vê, bila niho ve ji min re binivîse. Ehmedê Xanî, rehmetullahî eleyhî, li wê kitêbê de ewil dest þikir û munacat û ne¥ta kiriye, paþê dest eslê hîkatê dike. Min ev kitêb carna hin ulemayên Tirk û Ereba re xwendiye û tercume kiriye, hemîya jî gotiye ku "vê rê de ji vê kitêbê çêtir me nedî tiye.í"9 Di 1903-an de A. von Le Coq bi navê Kurdische Texte kitêbek daye çapkirin ku ji çîrok û metelokên bi Kurmancî û Zazakî(Dimilî, Kirdkî, Kirmanckî) û þiîrên hin þairên Kurd pêk tên. Di nava van tekstan de Nûbara Biçûkan, Eqîda Îmanê ya menzûm û Eqîdeya Îslamê ya menzûm û ya nesir a Ahmedê Xanî jî cih digrin. Ev her çend berhem ji ber destnivîsarên Mela Muhemmedê kurê Mela Ahmedê Wanî hatine wergirtin ku wî bi xwe ev di meha Zîlqaídeya 1305-an(1887) de nivîsîne10. Mem û Zîn cara duduyan di sala 1906ían de ji bal Abd¸laziz Halis çûkûntaþ(1867-1937)11 ve hat wergerandin ser zimanê Tirkî, lê mixabin ku ev bi tu awayî wekî kitêb nehat çapkirin. Þevket Baysano§lu di 1960-an de nivîsiye ku nusxeyeka destnivîsa wê, li nik keça wî Meliha Xanimê ye. Nivîskarî, her wiha pêþgotinek jî ji vê wergerê re nivîsiye ku tê de wiha gotiye: "Mem û Zîn, ku fîdanên nûgîhayî yên gulîstana Kurdistanê, mîsala berbiçav a Mecnûn û Leylaya newala derd û belayan in". Ev wergera Mem û Zînê 131 rûpel e12. Wergereka din a Mem û Zînê bo ser zimanê Tirkî ji alî Sûrrû Numan Bilge hatiye kirin. Ev sala 1957-an di hejmarên 124 û 125-an ên kovara Bilgi de wekî 57 beyit hat weþandin ku ev kovar organa resmî ya T¸rkiye Muallimler Birli§i(Yekîtiya Mamosteyên Tirkiyê) bû13. Mem û Zîn ji bal memûrê telgrafa Sîlvanê(Farqînê) Z¸lfikar Fethi jî bi awayekî menzûm hatiye wergerandin ser zimanê Tirkî, lê piþt re, wî gotiye ku ev ji ewraqê muzirr e û ji tirsa xwe þewitandiye14. Di hejmara 3-yan a Rojî Kurd de M. Salih Bedirxanî meqaleyek bi navê "Berî Þîrî Qelem" nivîsiye, li dawiya meqalê jî nivîsîye "Qesîda Hezretî Þêx Ahmedê Xanî" û perçeyek ji Mem û Zîn Ahmedê Xanî di dawiya meqala xwe de daye çapkirin15. Her di wê jimarê de M[odanî?] X[elîl?] jî bi navê "Bextreþî û Mehrûmiya Kurdan" meqaleyek nivîsiye û wî jî parçeyek ji Mem û Zîna Ahmedê Xanî di dawiya meqala xwe de daye weþandin16 Heta em tên sala 1919-an Kurdiya Mem û Zîna Ahmedê Xanî (çend beþên wê yên ku di rojnameya Kurdistan de hatine weþandin ne tê de) bi metbeê peyda nebûye, her ji dema Ahmedê Xanî û heta 1919- an, bi destxetî li nav mela, feqî û xwendayên din ên Kurdistanê belav bûye. Lê cara pêþîn bi tevayî wekî kitêbekê ji alî komeleya Kurdan a bi navê "K¸rd Tamim-i Maarif ve Neþrîyat Cemiyetî (Komeleya Belavkirina Zanînê û Weþanan ya Kurdan) bi tîpên Erebî hatiye çapkirin. Hemze Begê Muksî pêþgotinek ji vê çapê re nivîsîye ku tê de behsa wê yekê dike ku ziman û edebiyat ji bo milletan çend girîng in. Ew piþt re di vê çarçewê de rû**** Mem û Zînê û mezinayiya Ahmedê Xanî tîne zimên. Agahiyên ku li ser jiyana Ahmedê Xanî di vê pêþgotinê de tên dayin, ew in ku Ahmedê Xanî bi xwe di Mem û Zînê de diyar kirine.17 Bi munasebeta çapbûna Mem û Zînê, Memduh Selîm Beg di hejmara 16-an a kovara Jînê de pîroznameyekê dinivîse û qîmeteke bilind dide Mem û Zînê, wê dike îsbata hebûna zima nê Kurdî di derceyeka bilind de.18 Esas Hemze Begê Muksî ji hejmara 1-ê heta ya 20-an serkarî û berpirsiyariya kovara Jînê jî kiriye. Piþtî wî, berpirsiyariya kovarê û piþt re ya rojnama Jînê ketiye ser milê Memduh Selîm Begî19. Eqîda Îmanê ya Ahmedê Xanî, piþtî ku di ferhenga Yûsuf Ziyaeddîn Paþa de û di kitêba A. Le Coq a bi navê Kurdische Texte(1903) de, bi hin berhemên din re çap bû vê carê di sala 1919-an de li Îstanbûlê bi serê xwe wek broþurekê hat weþandin20 Sala 1925-an Pîremerd(Hacî Tewfîqê Silêmaniyeyî) piyeseka Mem û Zînê bi Soranî ji ber Mem û Zîna Ahmedê Xanî hazir kir û ev, bi navê Serguzuþtey Mem û Zîn li Silêmaniyê di nav weþa nên Jînê de hat çapkirin. Eser ji 24 rûpelan pêk tê21. Mamosta Alaeddîn Seccadî dinivîse ku"di El Qediyyeíl-Kurdiyye de Bileç Þêrko dibêje: Þêx Ahmed destana Mem û Zînê di 1591-ê de daniye û di sala 1652í-yan de miriye. Di Muhît el Mearîfî Îslamiyye de tê gotin ku [Ahmedê Xanî]di navbera 1000 û 1063-yê hîcrî de jiyaye. Emîn Zekî Beg jî di Tarîxî Kurd û Kurdistan û Meþahîríl Ekrad de her bi pê van tarîxan dikeve. Her wiha ji rojhilatnasên wekî A. von Le Coq, Oskar Mann, Hugo Makas û Roger Lescot her yekî ji wan tiþtek gotiye, hemûyan jî bi texmîn dane navê. Ne dûr e ku di vê tê de lêkolîneka ilmî ya bi tevayî nehatiye kirin, loma jî hemû jî ji hev dûr in, hevdu nagirin."22 Rohat Alakom di lêkolîneka xwe de dinivîse ku di serê sedsala me de cara pêþîn Mem û Zîn ji bal Rojhilatnas Orbe lli(1887-1961) ve ji nuh ve keþifkirin.çimkî vî akademîsyenê bi nav û deng heyraniya xwe ya li hemberê vê destanê misêwa aniye ser zimên û bi vî awayî di nav aliman de meraqek peyda kiriye. Orbellî cara pêþîn gava di sala 1911-an de li nehiya Muksê a qeza Gevaþa bi ser Wanê ve hin lêgerîn dikirin hay ji destana Mem û Zînê bû û hin xebatên berhevkirinê kirin. Piþtî mirina Orbelli bi gellekî, lêkolîna wî ya bi navê Li Muksê Jiyan û Folklor sala 1982-yan hat weþandin ku tê de hin tesbît hene. Bi taybetî mesela tebdîlê qiyafetkirina kur û keçan di þahî û ahengan de gellekî bala wî kiþandiye. Ew, di xebatên xwe yên din de jî li ser aliyên cuda yên Mem û Zînê rawestiyaye, balê dikþîne ser wekheviyên navbera destana Mem û Zînê û evîndariya li Awrûpayê naskirî ya bi navê Trîstan û Îsolde. Em ji maqala J. Mûsaelyan a bi navê "Akademik Yusuf Orbelli û Edebiyata Klasik a Kurd" hîn dibin ku Orbelli dixwest Mem û Zînê wekî kitêbeka bêrîkan çap bike û bigihîne hemû Kurdan. Rudenko teleba wî bû, wî ew teþwîq kir ku li ser Mem û Zînê teza xwe ya doktorayê bide23. Di sala 1942íyan de, Roger Lescot kitêba xwe ya bi navê Textes Kurdes weþand. Di cildê duduyan de di beþê Memê Alan de pêþnivîsarek ji bal wî ve hatiye nivîsandin ku li gel tiþtên din ew li ser ferqa navbera Memê Alana folklorî û Mem û Zîna edebî ya Ahmedê Xanî jî radiweste24 . Elaeddîn Seccadî di Mêjûyî Edebî Kurdî de dinivîse ku çapa duduyan a Mem û Zînê di sala 1947-an de li Helebê li ser hîsabê Beþîr Þêx Hesen Haþîmî li çapxaneya Aras hatiye çapkirin25. Li ser vê yekê M. Emîn Bozarslan jî dinivîse ku "çapa Stanbolê ya 1919-an, di sala 1947-an da li Helebê, di çapxana Aras da jî hatiye ducarkirin; wisa tê zanîn ku klîþa çapa Stenbolê wek ayînek hatiye girtin û li helebê eyn wek çapa Stenbolê % Eye çapkirin"26. Celadet Alî Bedirxan di hejmara 33-an a Hawarê de, bi navê "Klasîkên Me" maqaleyek nivîsîye ku bi piranî agahdariyên wê ji kitêba Alexandre Jabayî ne ku li ser hin þairên Kurd hatine nivîsîn. Di wir de ew agahiyên A. Jabayî yên li ser Ahmedê Xanî jî hene ku Celadet Alî Bedirxanî wekî çavkaniya van agahiyan navê "melayê Jaba"(dibe ku di vir de qesda Celadet Alî Bedirxanî ew mela be ku yê agahdarî dabe Jabayî û ev jî Mela Mehmûd Bayezîdî ye) jî dayê.27 Celadet Alî Bedirxan, di vê maqala xwe de behsa çapa Hemzeyê Muksî jî dike û tarîxa hicrî ya jidayîkbûyina Ahmedê Xanî jî ji beyta wî rast dide, lê bi hesabekî þaþ dinivîse ku Ahmedê Xanî beriya niha bi sêsed û neh salan rabûye. Yê ku rûmeteka bilind daye Ahmedê Xanî yek jê jî Celadet Alî Bedirxan e ku Mem û Zîna wî bi navê "kitêba milletê me" binav kiriye. Celadet Alî Bedirxan, di hejmara 45-an a Hawarê de ya ku di hezîrana 1942íyan de derketiye, beþ bi beþ dest bi weþandina Mem û Zînê jî kiriye. Di vê jimarê de pêþnivîseka Celadet Alî Bedirxan bi xwe li ser eserê û li ser xwediyê wê Ahmedê Xanî heye. Di nivîsa xwe de, Bedirxanî cîh daye þiîra Hacî Qadirê Koyî ya ku Hacî Qadirî bi xwe li ser nusxeyeka destnivîs a Mem û Zînê nivîsîye, paþê ev ji alî Mîqdad Mîthet Bedirxanî ve di hejmara 3-yan a rojnama Kurdistan-ê de hatiye weþandin28. Weþandina Mem û Zînê di Hawarê de heta hejmara 57-an(ku ev hejmara dawîn bû) dom kiriye. Bedirxan di vir de li ser varyanta Memê Alan jî radiweste.29 Cara pêþîn agahdariyên heta dereceyekê fireh, berbiçav, rast û durust, sala 1952-yan di kitêba Alaeddîn Seccadî ya bi navê Mêjûyî Edebî Kurdî de hatine weþandin. Alaeddîn Seccadî di vê berhema xwe de beþek veqetandiye ji bo jiyan û berhemên Ahmedî Xanî û bi taybetî li ser bîr û baweriyên wî yên millî rawestiyeye. çavkaniyên zanînên Alaeddîn Seccadî, eserên berî ya wî ne, Mem û Zîna Ahmedê Xanî ye û bi taybetî kesek e ku navê wî Mela Salih e, ku bi xwe ji xelkên Bedlîsê ye, tevî Þoreþa 1925-an a Þêx Seîd bûye, piþtî þikestina þoreþê, çûye li Iraqê li gundekî Amediyê bi cîh bûye30. Gava meriv vê çîrokê û agahiyên li ser jiyana Ahmedê Xanî ji nivîsa Alaeddîn Seccadî dixwîne, pirtir qenaeta meriv diçe ser wê yekê ku ew agahdariyên ku Alaeddîn Secaddî li ser jiyana Ahmedê Xanî û li ser Mem û Zînê nivîsîne ji devê vî melayî hatine girtin. çimkî diyar dibe ji bilî van agahiyan Alaeddîn Seccadî bi xwe zêde li ser Mem û Zînê kûr ranewestiyaye, heta Mem û Zîn bi xwe baþ nexwendiye. Di rûpelê 201-ê yê kitêba xwe de dibêje ku du keçên Mîrî hebûne bi navê Sitî û Zîn. Her wiha gava behsa hersê birayan, Tacdîn, çeko û Arif dike; li þûna Arifî dibêje Hîfo. Eger wî Mem û Zîn baþ bixwendaya wê ev þaþîtî nekira û bizanibûya ku Sitî û Zîn ne keçên Mîr in, lê xwiþkên wî ne. Tevî þaþîtiyên wekî vê jî lêkolîna Alaeddîn Seccadî, nivîsara herî pêþîn a ciddî ye û yek ji wan berçavtirîn û birûmettirîn agahdarî ye ku heta niha di heqê Ahmedê Xanî û bîr û baweriyên wî de hatiye dayîn. Piþtî wî tu kesî agahdariyeke konkret li ser jiyana Ahmedê Xanî nedaye ku di nivîsa wî bi xwe de nebe. Heta gellekan agahiyên di nivîsa wî de û gellek caran jî bi kurtkirin û herimandin girtine, di kitêb û meqalên xwe de nivîsîne û hinekan navê wî jî nedane. Alaeddîn Seccadî piþtre di kitêba xwe de ya bi navê Edebî Kurdî w Lêkolînewe Le Edebî Kurdî da jî li ser Ahmedê Xanî rawestiyaye. Ew di vir de Ahmedê Xanî dike pêþrewê þeqa edebiyata neteweperweriyê ya ku di sedsala 17-an de destpê kiriye31. Gîwî Mukriyanî, di sala 1954-an de, li Hewlêrê Mem û Zîn tevî pêþgotineka xwe da weþandin. Ji bo ku Gîwî Mukriyanî, çapa Îstenbûlê a 1919-an çapa yekê û çapa 1947-an a Halebê ya duduyan hesab dike, ya xwe jî kiriye çapa sêyem32. Her ev çapa wî , di sala 1968-an(li gor hinekan 1967-an33) de cara duduyan dîsa li Hewlêrê hatiye weþandin. Li gorî meqaleya bi navê "çapekanî Mem û Zînî Xanî" ya ku di 1971íê de di Rojî Kurdîstan/Þemsî Kurdîstan de hatiye weþandin ya balkêþ ew e ku wî ji bo vê çapa xwe jî gotiye "çapa sisiyan". Di vê çapê de Gîwî Mukriyanî êdî çapa Îstenbûlê ya 1919-an û ya Helebê ya 1947-an nake bingehên çapên xwe, lê ji dêlva vê ve behsa wê yekê dike ku wî di sala 1915ían de cara yekê li Helebê li çapxaneya Kurdistanê 1000 nusxe dane çapkirin, lê dinivîse ku wî ji bîr kiriye ku ew di çapa pêþîn a Hewlêrê de behsa vê çapê bike. Di meqale de nivîsîsandiye ku çapeka bi vî awayî qet ne hatiye dîtin û ne jî hatiye bihîstin û ev agahdarî ne rast e. Her wiha ew meqale îdîa dike ku Gîwî Mukriyanî di çapa xwe ya Hewlêrê de beyteka Ahmedê Xanî jî guhertiye, li ciyê ku Ahmedê Xanî nivîsiye: "Ecnasê milel mutîí û munqad Nesla wî Ereb, emîrê Ekrad", Gîwî Mukriyanî nivîsiye: "Ecnasê milel mutîí û munqad Fexrî Mîdiya, emîrê Ekrad"34 Muhemmed Seîd Remezan Botî, Mem û Zîn bi awayekî nesir wergerandiye ser zimanê Erebî û ev werger di 1957-an de li Þamê hatiye çapkirin35. Lê mixabin, Muhemmed Seîd Remezan Botî ew qismên Mem û Zînê yên fikrî millî, felsefî û tesewwufî wernegerandiye, tenê beþên çîroka evîndaran wergerandiye36. Piþt re, ev, çend carên din jî hatiye çapkirin. Ji wan çend kesên ku li ser Ahmedê Xanî û Mem û Zîna wî xebatên hêja kirine yek jî mamosta Hejar Mukriyanî ye. Cara pêþîn wî Mem û Zîn bi wezin wergerandiye ser zaravayê Muk riyanî û ev, di sala 1960-an de li Bexdayê li çapxaneya Necah hatiye çapkirin. Di vê çapê de Hesen Qizilcî û Hejarî her yekî pêþ gotinek nivîsîne ku ya Qizilcî, li ser jiyana Ahmedê Xanî û girin giya Mem û Zînê ye. Lê agahiyên ku di vî warî de ew dide pirtir xwe dispêrin yên Alaeddîn Seccadî bêyî ku navê wî bê dayîn. Mamosta Hejar piþt re careka din vegeriyaye ser xebata li ser Mem û Zînê, vê carê orîjînalê Mem û Zînê bi þîrovekirina gotinên Erebî, Farisî, Tirkî û yên felsefî û tesewwufî amade kiriye. Bi navê "Mem û Zînî Xanî çiye?" pêþgotineka lêkolînî ya hêja jê re nivîsiye ku li vê derê behsa giringî û mana Memû Zînê dike, wan fikrên Ahmedê Xanî yên di Mem û Zînê de diyarkirî destnîþan dike û payeberziya fikrên wî radixe ber çavan. Ji bo ku mamoste Hejar hem þair, hem jî zanayekî ilmî û dînî yê Kurdan bûye ku bi Erebî, Farisî, Tirkî û herdu lehceyên Kurdî Kurmancî û Soranî baþ zanibûye, hem di jêrenotên xwe de ku ji bu orîjînala Mem û Zînê hatine amadekirin, him jî di wergera xwe ya menzûm de pir bikêrhatî bûye, þerheka gellek bi qîmet pêþkêþî xwendevanan kiriye. Ev xebata wî ya duduyan ji alî Enstîtuya Kurd li Parîsê sala 1989-an hatiye çapkirin. Di vê çapê de berê pêþgotina Hejarî tê, piþt re orîjînala Mem û Zînê li gel têbiniyên xwe tên. Dûvre pêþgotina Hesen Qizilcî û ya Hejarî a sala 1960-an tê, di dawiyê de ji wergera Hejarî ya manzûm a bi ser Mukriyanî cih digre37. M. B. Rudenkoyê(1926-1977) sala 1954-an li ser Mem û Zînê doktorenameya xwe amade kir. Ev doktorename bi navê "Destana Mem Û Zînê ya þairê Kurdan ê sedsala 17-an Ahmedê Xanî" ye, 131 rûpel in û hê nehatiye çapkirin38. Kurdologa hêja Margareth Borisova Rudenkoyê, Mem û Zîna Ahmedê Xanî jî bi herfên Erebî û bi tercumeya wê ya Rûsî amade kir, ev kitêb sala 1962-an li Moskovayê hat çapkirin39. Pêþgotineka Ruden koyê ya lêkolînî ya bi Rûsî û yeka Prof. Qanatê Kurdo ya bi Kurdî jî di vê çapê de cîh digre. Rudenkoyê neh nusxeyên destni vîs ên Mem û Zînê dane berhev û tekstê orîjînal tekûztir daye çapkirin. Me bi xwe ev xebata Rudenkoyê nediye, lê tiþtê ku heta niha li ser vê hatine nivîsîn ji gellek aliyan didin nîþandan ku hetta îro xebata herî hêja ya ji derveyî welêt hatiye kirin ya Rudenkoyê ye. Gellek mixabin ku ev xebat heta îro jî bi Rûsî maye, Kurdên Rûsînezan ji vê bêpar mane. M. B. Rudenko her wiha ketiye nava destnivîs û berevokên Aleksandre Jaba ên ku li kutubxana Lenîngradê(ku niha navê wê Kutubxana Millî ya Rûsyayê ye û li Petersbourgê ye) hatine parastin, hemû ji hev derxistine, kontrol kirine, naveroka wan tesbît kiriye û ev lêgerîn û lêkolîna xwe wekî kitêbekê amade kiriye. Ev kitêb sala 1961-ê li Moskovayê hatiye weþandin40. Di vir de reqemên arþîvên kutubxanê, nav û naverok, nivîskar, berhevkerên tekstan, tarîx û ciyê berhevkirina wan diyar in. Bi vî awayî, agahdarî li ser Mem û Zîn, Nûbar û hin þiîr û xazelên Ahmedê Xanî jî di vê kitêbê de hene. Di hejmara 1-ê a kovara Ronakbîrî de ku di Adara 1995-an de çap bûye meqaleyeka Rudenkoyê bi Soranî hatiye weþandin ku navê wê "Edebî Kurdîy sedeyî hevdeyem" e. Li vê derê ne diyar e ku Rudenko ev meqale kengê nivîsiye û ew li ku derê çap bûye. Her wiha ne diyar e ku kê ew wergerandiye jî. Meqale behsa edebiyata Kurdî dike ku beþekî mezin ê wê li ser Ahmedê Xanî û bîr û baweriyên wî ne. Rudenkoyê di vê meqala xwe de jî rûmeteka bilind daye Ahmedê Xanî41. Gellek mixabin ku di nava Kurdan de hetta îro lêkolîneke ciddî û berfireh li ser xebatkareke weka Rudenkoyê nehatiye kirin û Kurd wê qenc nasnakin. Ji bilî van, diyar dibe ku Ruden koyê hin lêkolînên hêja yên din jî li ser þiîrên Ahmedê Xanî yên nav tekstên A. Jabayî kirine. Þevket Baysano§lu, sala 1960-an, di kitêba xwe ya bi navê Diyarbakûrlû Fikir ve Sanat Adamlarû de, cîh dide jiyan û xebata Abd¸laziz Halis çûkûntaþê þair ê Diyarbekirî, di vê navberê de behsa wê yekê dike ku vî þairî di sala 1906-an de Mem û Zîna Ahmedê Xanî bi awayekî wezin wergerandiye ser zimanê Tirkî. Baysano§lu dide diyarkirin ku ev werger nehatiye çapkirin û di kitêba xwe de cîh dide muqedîma Abd¸laziz Halil çûkûntaþ a ku wî ji bo wergera Tirkî ya Mem û Zînê nivîsiye, di pey re jî cîh dide hin beytên wergera Tirkî ya Mem û Zînê42 Musa Anter, sala1962-yan, di hejmara 2-yan a rojnameya Dicle-Firatê de bi îmza "Rahþan" nivîsek li ser Ahmedê Xanî nivîsîye ku navê wê "Þêx Ehmedê Xanê" ye43. íUbaydullah Ayyubiyan, di sala 1962-an de kitêbek bi zimanê Farisî amade kir ku navê wê çirîkey Mem û Zîn: Kurdî-Farisî ye. Di vir de bi navê "Barírasî-i tahqîqî-i íçirîkeh-i Mam û Zin va shahkar-i Ahmad-i Khanî-i Mam û Zin" beþek heye ku Ayyubiyan Mem û Zîna folklorî û ya Ahmedê Xanî hemberî hev dike44. Abd al Hamid Husayni[Abdulhamîd Huseynî], sala 1963-an meqaleyek bi navê "Ahmad-i Khanî va manzûmah-yî Mam o Zin," di nav Nashriyah-yî Danishkaadah-yî Adabiyat va íUlûmî Însanî-yî ew Tabrizê de weþand45. M. L. Chyet, rexneyeka tûj li vê meqaleyê digre û dibêje ku ferqekê naxe navbera versiyona edebî ya Ahmedê Xanî û yên devkî û piþt re îddîa dike ku yên devkî ji ber ya Ahmedê Xanî hatine girtin, lê di esasî de bi eksê wê ye46.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#4 (permalink) | |||||||||||

#5 (permalink) | |||||||||||
|
Þêx Ehmedê Xanî: Feylezof û Civaknasê Kurdistanî M. Emîn Bozarsalan, Mem û Zîn wergerand Tirkî û ev werger sala 1968-an li Îstenbûlê bi Kurmanciyeka bi herfên Latînî re hat çapkirin. Ji bo ku qanûnên Tirkiyê rê nedidan, M. Emîn Bozarslanî beþên kitêbê yên li ser Kurdîtiyê û bîr û baweriyên millî yên Ahmedê Xanî jê derêxistibûn û bi vî awayî dabû çapkirin. Ev nusxe li ber çapa Îstanbûlê ya 1919-an û li ber nusxeyeka destnivîs a bavê Bozarslanî hatiye amadekirin. Ev çap bi wê kêmasiya xwe li Îstenbolê cara duduyan di 1975ían de(li ser çapa sisiyan nivîsandiye ku çapa duduyan di 1973ían de bûye), cara sisiyan di 1990-an de hat çapkirin47. Bozarslanî, piþtî van çapan jî xebata xwe ya li ser Mem û Zînê ranewestand. Dest pê kir bi awayekî menzûm ew wergerand ser Kurdiyeka xwerû, piþtre pêþgotineke lêkolînî ya dirêj a hêja bi navê "Roja ku di tarîtiyê de hilat: Ehmedê Xanî" li ser jiyana Ahmedê Xanî, bîr û baweriyên wî yên li ser Kurdîtiyê û gellek warên din û li ser Mem û Zînê bi xwe amade kir û bi vî awayî hem orîjînalê wê hem jî Kurdiya xwerû li rex hev, sala 1995-an li Upsalayê da çapkirin. Ev çapa nuh a keda Bozarslan ji bo ku xebatên heta wê rojê yên li ser Mem û Zînê bi taybetî tecruba xwe ya wergera Tirkî û xebata Hejar li ber çav girtiye fêde ji wan girtiye, gellek tekûztir bûye û xebata herî pêþkeftî û berfireh û cidîtir a heta îro ye. Lê gellekî balkêþ e, ku M. Emîn Bozarslan di vê lêkolînê de hema hema qet cîh nedaye bîr û baweriyên Ahmedê Xanî yên felsefî û tesewwufî. Lê em dizanin ku bîr û baweriyên di vî warî de yek ji aliyên herî girîngtirîn ên Ahmedê Xanî ye48. Abdulreqîb Yûsuf, sala 1970-yan, li Kurdistana Îraqê bi navê Dîwana Kurmancî kitêbek da weþandin ku tê de li gel hin þiîrên þairên kevn, lêkolînek li ser rastî û tarîxa Mem û Zînê û þiîreka Ahmedê Xanî jî cih girtibûn. Ev þiîr bi çar zimanan hatiye nivîsîn; Erebî, Farisî. Tirkî û Kurdî. Her rêzeka qitayeka wê bi zimanekî ye. Ev þiîr piþtr re di hin ciyên din de jî derketine. Di beþa þiîrên Ahmedê Xanî yê vê xebatê de me ev þiîr dane ber yên piþt re çapbûyî û weþandiye. Dîwana Kurmancî ya Abdulreqîb Yûsuf sala 1988-an li Swêdê, li Uppsalayê bi navê Þaîrên Klasîk ên Kurd di nava weþanên Jîna Nû de hat weþandin49. Cemal Nebez tercumeyeka kurtkirî ya Mem û Zînê bi zimanê Almanî ya bi navê Mam und Zin: genannt Romeo und Julia der Kurden: Ðbersetzung Vorwort und Kommentare, sala 1969-an li Almanyayê da çapkirin50. Kemal Fuad di kitêba xwe ya bi navê Kurdische Handschriften de li gel destnivîsên Kurdî yên din behsa gellek nusxeyên destnivîs ên Mem û Zînê û yên Nûbara Biçûkan dike ku di kutubxanên Almanyayê de hene. Mesela ew (di r. 86-an de)behsa destnivîseke Nûbarê dike ku yek ji wan sê nusxeyan e ku di Kutubxana Marburgê ya Dewletê de ne, di sala 1121-ê Hîcrî de(1709-1710-ê Mîladî de an go du sê sal piþtî mirina Ahmedê Xanî li Hîzanê hatiye nivîsîn51. Sala 1978-an, di Govarî korrî zanyarîy Kurd de lêkolîneka Qanatê Kurdo ya bi navê "Derheqa þovêd Mem û Zîna Zargotî û þova Mem û Zîna Ahmedê Xanî," hat weþandin52 Prof. Dr. Îzzedîn Mustafa Resûl di dema amadekirina nama xwe ya doktorayê de li Enstîtuya Lêkolînên Rojhilatî ya Akade miya Zanistî ya Moskovayê xebateke hêja li ser bîr û baweriyên Ahmedê Xanî kiriye, ev xebat paþê bi navê Ehmedê Xanî, Þaîren we Mufekkîren, Feylesûfen we Mutesewwîfen di sala 1979-an de li Bexdayê ji alî çapxaneya El Hawadîs hatiye weþandin. Tiþtên ku li ser vê eserê hatine nivîsîn, destnîþan dikin ku ev jî yek ji wan lêkolînên hêja ye ku li ser Ahmedê Xanî hatine kirin. Ciyê mixabiniyê ye ku ev berhem heta niha nehatiye wergerandin ser zimanê Kurdî û bi taybetî xwendevanên Kurdistana Tirkiyê jê bêpar mane. Meqaleyeka Prof. Dr. Îzeddîn Mustafa Resûl ya bi navê "Mem û Zînî Pîremêrd û Mem û Zînekanî tir", di hejmara 3-4-an a Ronakbîrî de hat weþandin. Di wê derê de ew li ser Mem û Zîna piyes a Pîremêrd radiweste û dinivîse ku her çendîn Pîremêrd îlham ji Mem û Zîna Xanî û yên folklorî wergirtibin jî ev ne wergêran an teqlîda yekê ji wan e, lê berhemeka serbixwe ya Pîremêrd e ku li gorî nasyonalîzma sedsala bîstan a Kurdan hatiye tefsîrkirin û hûnandin. Di 1971-ê de, Hafiz Mustefa Qazî, di Rojî Kurdîstan\Þemsî Kurdîstan de bi navê "Ahmedê Xanî" meqaleyek nivîsiye53. Di hejmara 5-6-an a kovara Rojî Kurdîstan/Þemsî Kurdîstan de di 1971-ê de bi navê "çapekanî Mem û Zînî Xanî" meqaleyek hat çapkirin ku tê de li ser hin çapên Mem û Zînê tên rawestandin, di nav re rexne li çapa 1968-an a Gîwî Mukriyanî tê girtin54. Mehemmed Enwer Elî ku ji Kurdên Kurdistana Sûriyê ye, sala 1972ían bi navê Ahmed el Xanî Felsefetuíl-Tesewwuf bî Dîwanîhî "Mem û íZîn" li Beyrûdê nama we ya lîsansê ya ji bo beþê edeba rojhilatî ya Unîversîta Qedîs Yûsif li Lubnanê li ser felsefe û tesewwufa Ahmedê Xanî daye. Ev xebat 201 rûpel in, bi Erebî ye û mixabin ku hetta niha nehatiye çapkirin jî55. Asker Þamîlov, Mem û Zîn wergerand ser zimanê Azerî û ev werger, di 1976-an de li Azerbaycanê hat weþandin56. Kasim Kasimzade jî jê re pêþgotinek nivîsiye û tê de gotiye ku Mem û Zîn ansîklopediya jiyana Kurdan e. Ew pirtir li ser aliyên humanist ên Mem û Zînê radiweste û li ser vê, tefsîrên xwe dike. Ew beþên dînî yên ku di beþên pêþîn ên Mem û Zînê de hatine, ji bal wergêr ve nehatine wergerandin û bi îddîa ku pêwistî bi wan nîne di wergera Azerî de nehatine weþandin57. Ji bilî vê di kovara Azerbaycan(10/1971)de ku li Bakuyê weþiyaye, lêkolî neke Asker Þamîlov a bi navê "Ahmedê Xanî û Destana wî ya Mem û Zînê" derket. Asker Þamîlov di vê lêkolîna xwe de îdîayeka nuh tîne ser ciyê jidayikbûna Ahmedê Xanî û dinivîse ku Ahmedê Xanî li bajarê Hanlik hatiye dinê ku ev bajar li rex çemê Hakkarî yê nav Azerbaycanê ye58. Dr. Nûreddîn Zaza, gava berhevoka Memê Alan a ji bal Roger Lescotî ve di 1942-yan de hatiye weþandin xwerû dike û ji nuh ve dide ber weþanê pêþgotinekê jî jê re dinivîse ku di wê pêþgotinê de ji hin aliyan ve Mem û Zîna AhmedêXanî û Memê Alan a folklorî hatine raberîhevkirin. Memê Alan a bi pêþgotina Dr. Nûreddîn Zaza bi nasnavê çîroknivîs cara pêþîn di nava weþanên Bahozê de hat weþandin. Cara duduyan, ev kitêb di 1978-an de li Tirkiyê ji bal weþanên Özg¸rl¸k Yolu(Riya Azadî) ve tevî wergera wê ya Tirkî hat weþandin. Cara sisiyan bi navê Weþanên Riya Azadî di 1990-an de li Almanyayê bêyî wergera wê ya Tirkî hat weþandin59. Sadiq Bahaeddîn Amedî di kitêba xwe de ya bi navê Hozanvanêt Kurd ku sala 1980-yî li Bexdayê ji alî çapxaneyî Korrî Zanyarîy Îraq(Akademiya Zanistî ya Îraqê) hatiye çapkirin cihek ji bo jiyan, berhem û bîr û baweriyên Ahmedê Xanî jî veqetandiye û yek du þiîrên wî jî çap kirine60. Agahdariyên ku Sadiq Bahaeddînî li ser jiyana Ahmedê Xanî dane, ew agahdariyên Alaeddîn Seccadî ne ku Amedî carina rasterast ji wî bi xwe û carina jî di riya Hesenê Qizilcî re(ku ev pêþgotina xebata Hejar Mukriyanî ye) ji wî girtine. Sadiq Bahaeddîn Amedî, her wiha cih daye çîrokeka gelêrî ku di heqê têkliyên Ahmedê Xanî de ye bi mîrê Cizîra Botan re. Amedî cîh dide nameyeka Kurdekî ji Hekariyan ku di wextê xwe de þandiye radyoya Kurdî li Bexdayê û gotiye ku Xanî ji Xana Sêmalan e û ev gund di nava hidûdê Hekariyan de ye. Sadiq Bahaeddîn Amedî, di vê derê de dinivîse ku E. B. Soane, di kitêba xwe ya bi navê Grammar of Kurmanji or Kurdish Language, (London, 1913) de dinivîse ku"Ahmedê Xanî yê Hekarîyê ku kiryarêt wî yêt zor(gellek) çi ji Kurdperweriyê yan ji layêt dî ve ji hemiya binavûdengtir e li Kurdstanê û ji derve. Xanî xwendingehek vekir li Bayezîdê digel mizgeftekê"61. Ji meqaleyeka Prof. Qanatê Kurdo ya bi navê "Nûbara Ahmedê Xanî" ku di sala 1980-yî de hatiye nivîsîn û hîn nehatiye weþandin, tê fahmkirin ku di salên 1970-yî de Sadiq Bahaeddîn Amedî, Nûbara Ahmedê Xanî li Îraqê daye çapkirin62. Albayê teqaudbûyî yê hêzên jenderman Nazmi Sevgen, di Akademiya Herbê de(Akademiya Eskerî ya Tirkiyê) konferansek bi navê "Do§uída K¸rt Meselesi"(Li Rojhilatê Pirsa Kurdî) da, piþt re di sala 1970-yî de ev konferans di nava weþanên Akademiya Harbê de hat çapkirin. Nazmi Sevgen di vê nivîsara xwe de behsa Mem û Zîna Ahmedê Xanî û behsa gorra Mem û Zînê jî dike. Di mesela gorrê de wiha dinivîse Nazmi Sevgen: "Gorra Mem û Zînê li Cizîrê, li gorristana Camiya Emîr Abdullah e. Ev ji alî dostê min Abdullah Cîzre hatiye tesbîtkirin. Her du bi hev re di bin kêla gorrekê de ne"63. Prof. Qanatê Kurdo, di kitêba xwe de ya bi navê Tarîxa Edebiyata Kurdî, li hin cihan; bi taybetî jî di wî beþê lêkolîna xwe de ya bi navê "Tarîxa Lêgerîna Edebiyata Kurdî li nav Kurdan da û Rûsistanê da" û di wê beþa taybetî de ku li ser Ahmedê Xanî jiyan, berhem bîr û baweriyên wî ne, behsa xebatên Aleksandre Jaba û yên M. B. Rudenkoyê jî dike ku li ser Ahmedê Xanî û berhemên wî kirine û bi vî awayî behsa wî û eserên wî jî dike64.Qanatê Kurdo dibêje ku wî han daye ku Rudenko vê xebatê amade bike. Loma jî ew her wiha bûye redaktorê kitêba Rudenkoyê ya li ser Mem û Zînê û hem jî pêþgotinek jê re nivîsiye. Tiþtekî balkêþ ew e ku tevî ku M. B. Rudenkoyê Mem û Zîn hemû wergerandiye Rûsî û di Mem û Zînê de Ahmedê Xanî bi xwe gotiye ku ew kengî hatiye dinyayê jî, Prof. Qanatê Kurdo di Tarîxa Edebiyata Kurdî de, nivîsiye ku Rudenkoyê di pêþgotina kitêba xwe de nivîsiye ku "Ne eyan e kîjan salê A. Xanî ji dayika xwe bûye..."65 Piþt re ji þîrovekirinên Prof. Qanatê Kurdo diyar dibin ku wî bi xwe jî Mem û Zîna Ahmedê Xanî bi dûr û dirêjayî lênekolaye û ew Mem û Zîna Ahmedê Xanî û Memê Alan a folklorî têkilhev dike, navên qehremanên Mem û Zînê þaþ dinivîse(Ji dêlva Arif re Erfan) û hin navên qehremanên destana folklorî jî wekî yên qehremanên berhema Xanî destnîþan dike ku bi rastî ev qehreman tenê di destana folklorî de hene(wekî Qeretajdîn)66.
__________________ |
|||||||||||
|
|