|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Licêya kevn: Licêya kevn, di qontara çiyayê Þîro û Kaþê Reþ de bû. Zencîra çiyê ji rojhilat ve, ber bi rojava, ji Pasûrê ve tê Licê, Hênê, Pîran, Erxenî, Çêrmûg, Semsûr, Mereþê re derbasî Torosên Behra Spî dibe. Çiyayên piþt Licê heta 2990 m bilind in. Licêya kevn, di qontara vî çiyayî de ji rojhilat û rojava ve nêzîkî 2 km yî dirêjtir bû. Ji ber ku xaniyên Licê seranser li berpalên rêza çiya bûn, di dema berf û baranê de, zinar û ax ji çiya diherikîn û bi ser xaniyan ve dihatin xwarê. Bi taybetî di mehên zivistanê de dema gelek berf dibarî aþîd dihatin xwarê û xaniyên Licê di bin berfê de diman. Hinek xaniyên mehelên Kalê, Delûwan, Mela, Çarþî û Qeya gelek carî di bin berfê de mabûn û gelek kes miribûn. Dewletê li jorê mehelên Qeya û Çarþiyê dîwarekî dirêj û bilind li pêþ zinar û keviran çêkiribû ku zinar û aþîd bi ser malan re neyên xwarê. Lê, ev ne çare bû. Ji ber ku bajar zirav û dirêj û seran ser di bin qontara çiya de bû, diviya ku bi kîlometreyan dîwar bihata lêkirin. Piþt re dewletê biryar girt ku ew taxên zêde di bin tehlîkê de ne, ji wan re li rasta binê Licê xanî bên çêkirin. Di sala 1957 an de, dewletê li rasta binê Licê 150 xaniyên bi tuxla û kremît dane çêkirin û di sala 1960î de ew xanî amade bûn. Dewletê bi tirkî navê Yenîþehîr li vê taxê kir lê Liciyan bi kurdî jê re digotin ”Binê Bexçan.” Piþt re Liciyan jê re gotin Þantiye. Herweha heta îro navê Þantiyê li ser ma. Xaniyên ku dewletê çêkir, gelek biçûk bûn û bi kêrî Liciyan ne dihatin. Ew nikaribûn li wir du mirîþk xwedî bikin. Ji aliyê din ve bihayekî gelek giran li wan xaniyan kirin. Xwediyê xaniyan dikirin deyndarê bankê û diviya wan di navbera 20 salî de, deynê xwe yê bankê bidana. Ji ber van sedeman ew xaniyên ku dewletê li Þantiyê çêkir, çend sal vala û bêxwedî man. Piþt re memûr û çend dewlemendên Licê çûn di wan xaniyan de bi kirê rûniþtin. Heta berî sala 1975an Licê 12 mehele bû. Ji rojava ve, ji mehela Xincis dest pê dikir û li rojhilat bi mehelên Þeer û Mominaxa diqediya. Navên mehelên Licê ev bûn: 1. Xincis, 2. Qerehesen, 3. Kalê, 4. Delûwan, 5. Camîkebîr, 6. Mela, 7. Qeya, 8. Çarþî, 9. Kortik, 10. Mominaxa, 11. Kalû, 12. Þeer. Li ser çend meheleyî gom jî hebûn. Mehelên ku hejmara gomên wan herî zêde bûn mehelên Qerehesen, Kalê û Çarþî bûn. Eqro, Serê Þirt, nîvê Qijikbehîv, Mala Bazarxweþ, Emînê Zelo, Kaniya Feyzo (Xanûq), nivê Dabilo, Mala Mamo, Qerengoz, Xecîgan û Panav gomên mehela Qerehesen bûn. Goma Mala Fetê Edo, Xindiros, nîvê Dabilo û Qijikbehîv li ser mehela Kalê û herdu gomên Ehmed jî li ser mehela Çarþiyê bûn. Di derheqê nifûsa Licê de dokumenta herî kevn salnameya wîlayeta Diyarbekirê ya sala 1871 ye. Li gor vê salnameyê rewþa Licê weha ye: 296 gund, 15 mehele, 8.188 xane, 21.474 mirov li Licê dijîn û ji wan 3.523 xeyrî muslim û 17.951 kes jî musulman bûne. Dîsa li gor vê salnameyê di wê demê de nehyeyên wek Hertê, Ziktê, Hêne, Tawusî û Darahênê li ser sencexa (qeza) Licê bûne. Mîmarî: Bajar zirav û dirêj û bi qontara çiyê ve hatibû zeliqandin. Li rojhilat du cadeyên teng û zirav hebûn û heta mehela Kortikê dihatin û li wir herdu dibûn yek. Ev mesafe gelek kurt bû. Piþt re ji mehela Kortikê ber bi rojava ve heta mehela Qerehesen yek cade bû, çarþî gelek teng û dirêj bû. Ji derî çend ciyan du otomobîl nikaribûn di kêleka hev re derbas bibin. Dema ji herdu aliyan ve wesîte bihatana, bê gav diman ku yek ji wan bi paþ ve here heta ciyekî fireh û li wir rê bide ya din. Ev cadeya dirêj bi kevirên paket hatibû çêkirin. Liciyan jê re digotin kevirên doþirme. Li herdu aliyên wê cadeya teng û dirêj ji bakur û baþûr ve dikan rêz bi rêz hatibûn avakirin. Bi tenê li rojava, di navbera mehela Qerehesen û Xincisê de goristan hebû û ji ber wê yekê jî, li wir mal û dikan tune bûn. Piþt re li wê navbera vala dewletê nexweþxaneyeke mezin çêkir. Çemê Þîro ji çiyayê Kerekurê derdiket û piþt re bi çiyayê Þîro ve dihatin xwarê û di mehela Mela, di ber Mizgefta Mezin de, ji bakur û baþûr ve Licê tam di nîvî de dikir du beþ. Li ba Mizgefta Mezin li ser ava çem pireke biçûk hebû. Liciyan digotin ”vî aliyê Pirê û wî aliyê pirê.” Ji aliyê rojhilatê Pirê re digotin Çarþiya Mezin û ji rojavayê pirê re jî digotin Çarþiya Biçûk. Li çarþiya Mezin meydaneke fireh hebû û li wir zad û genim dihatin firotin. Navê wê çarþiya Genim bû. Ji derî wê cadeya mezin a Licê, di nav mehelan de kuçên biçûk û teng hebûn. Ew weha teng bûn ku otomobîl nikaribûn bikevin nav wan kuçan. Bi tenê ker û hesp dikaribûn di wan kuçên teng re herin û werin. Gelek xanî weha li qontara çiyê bûn ku hesp û ker jî nikaribûn derbikevin wir. Barên êzing û tiþtên xwe heta ciyekê dibirin û ji wir bi þûn ve, bi hembêz û piþtî dikiþandin malê. Xanî: Ji derî çend xaniyên mala mîran plan û mîmariya hemû xaniyên liciyan yek bû. Hema hema hemû xanî du tebeq bûn. Li qatê jêrî axurek, kadînek, cilþoyek û li herî pêþ jî hewþeke mezin hebû. Li qatê jorî jî, du ode, kîlerek û li ser hewþê jî eywaneke pêþ vekirî hebû. Di plan û mîmariya xaniyên Liciyan de mitfex û avdestxane (tûwalet) tune bûn. quncikeke axurê wek avdestxane bi kar danîn. Liciyan ji avdestxanê re daþil jî digotin. Xanî, dikan û avahiyên Licê bi kevir û axê hatibûn lêkirin û çêkirin. Pêþî hîm dikolan, kevirên mezin didan ser hev û cebil dikirine nav. Firehiya dîwêr 40-50 cm hebû û valahiya navê bi kevirên hûr ku jê re buxre digotin tijî dikirin. Carnan darên pan û fireh jî davêtin nav kevirên dîwar û cebil dikirin ser wan. Ji wan daran re digotin qitor. Dema dar di nav dîwar de hebe, dîwar saxlemtir dibe û zû bi zû terk lê nakeve û naqeliþe. Li ser dîwarên qata jêrîn çend kêranên mezin û stûr datanîn û li ser wan jî mirdyaq bi cî dikirin. Percîn û çilo li ser mirdyaqan radixistin û axa cebilkirî dikirin ser û ser wê jî sîwax dikirin. Baniyên qatên jorîn maxên seqî bûn û li ser wan jî texteyên rendekirî hebûn. Li ser text çilo radixistin, cebil û ax dikirin ser. Bilindiya wê axê di navbera 30-40 cm de bû. Di demên bihar û zivistanê de mêran xanî lox dikir ku dilop neke. Li qeraxên dîwarê banî, tehtên reþ ên dirêj û fireh bi cî dikirin û ax dikirin, jê re sifirne (sivnik) digotin û sifirne þonik dikirin. Jorê banî serniþûn bû û di ciyê serniþûn de, li ser dîwar ji darê qelaþtî yê dirêj ku jê re çirik digotin, lê dixistin û ava ser xanî çir dida û dirjiya jêr. Dema baran dibarî çirikên xaniyan bi metreyan dûr çir dida. Zarokan bi yarî hevdu tahn didan û davêtin bin. Yê ku biketana bin çirika xanî þilopilo wek tûle dibû. Li qata jorîn di navê de eywaneke mezin a pêþvekirî û du ode û kîlerek hebû. Di odeya rûniþtinê de du pencereyên mezin hebûn û bi kember bûn. Pencere bi cam, camxane û perde bûn. Di odeya rûniþtinê, di nav dîwarê navbera ode û kîlerê de ciyê nivînan hebû. Ciyê nivînan di nav dîwar de ji texte dihate çêkirin. Nivînên Liciyan ji doþek, lihêf, balîf, nazbalîf û betanî pêk dihatin. Ji derî hinek balîfên mezin hemû nivîn ji hirî û livayên berxan dihatin dagirtin. Rûber dikiþandin ber doþek û lihêfan. Nazbalîv ji balîfê biçûktir û ziravtir bû. Rûberê nazbalîfan padîsqê nexþkirî û serê wan jî bi tentene bûn. Dema mêvan bihatana, nazbalîfan bi kar danîn. Bi roj hemû nivîn di ciyê nivînan de bi ser û ber dihatin tewandin û bi ser re perdeyên nexþkirî berdidan. Kes nizanibû ku nivîn li piþt perdê hene. Her dem sîlahê malê di nav nivînan de bûn. Dema esker davêtin ser malê cara pêþî nivînan ji hev dixistin û yek bi yek davêtine nav malê. Licî di payîza paþîn û mehên biharê de li eywanê radizan. Li pêþ eywanê elî û havînan herkes li ser wê rûdiniþtin û bi þev li wir radizan. Xelkê bi percînan der-dora xanî û eliyên xwe digirtin ku kes jin û keçên wan nebîne. Di mîmariya Licê ya kevn de mutfex tune bû. Li qatê jêrî kuçik û li qatê jor jî sobe hebû. Xwarin li ser kuçik an jî sobê dihate çêkirin û li odeya rûniþtinê li ser text an jî sêniyeke mezin datanîn û li dorê rûdiniþtin û dixwarin. Dîwarên malê bi cis dihatin sîwax kirin. Gundiyên Melê û Xweylînê barên cisa hûrkirî û seradkirî daniyan li Licê difrotin. Jinan cisê dikirin avê û bi dareke tev didan. Dema cis baþ dipiþifiyan û dibûn wek dew, vê carê bi pot di dîwarên malê de didan. Hemû dîwarên malê çîl spî dikirin. Çend roj piþt re dest bi sîwaxa binê malê dikirin. Her biharê mêran ji binê Xincisê heriya þîn û ecûq danîn ji bo ku jin binê malê sîwax bikin. Ji wê heriyê çamor çê dikirin û bi mele di binê ode û eywanan de didan û rast dikirin. Piþtre kître dikirin firaqekê û av dikirin ser. Bi darekî tev didan ku bimehe. Paçekê dikirin navê û dest pê dikirin di ser sîwaxa binê malê de didan. Û herweha jinan digotin; ”Em kortal û kiþorên xwe digirin”. Dema kître bi ser re dihat dayîn him binê malê dibiriqî û him jî zû bi zû bi lingên mirov re ranedibû û toz dernediket. Liciyan li nav mala xwe bi piranî berr (kilîm) radixistin. Memûr û kesên dewlemend li mala xwe xalî radixistin.. Yên herî feqîr û bi taybetî gundiyan li nav mala xwe pelas radixistin. Pelas jî bi qasî xalî û berrê mezin bûn lê ew ji mûyên bizinan dihatin çêkirin. Her çiqas kêm be jî hinek malbatan li mala xwe kulav û hesîr jî radixistin. Li herêmê jinên ermenî berr û jinên kurdan jî pelas çêdikirin. Ji aletên çêkirina wî karî re tevne digotin. Bi taybetî li Qijikbehîv pelas û li gundên wek Fûm, Sernis, Melê û Licokê jî berr li tevne dihatin xistin. Dikan û çarþî: Mîmariya dikanên Licê jî wek ya xaniyan bûn. Ji kevir û cebil hatibûn çêkirin. Ser wan jî dar û mirdyaqkirî bûn. Dikan yek qat bûn û deriyê wan jî texteyî bûn. Di piraniya dikanan de pencere tune bûn. Zivistanan di manqarê de agir dikirin an jî sobe dadidan. Dema di manqarê de agir bikira ji bo ku dûman here der, derî vedikirin. Çendên mezin bi pencere û camxanekirî bûn. Piþtî salên 1950 di þûna deriyên darîn de derebeyên hesinî li dikanan xistin. Çarþî gelek teng bû û dikan li herdu aliyan rêz bi rêz bûn. Piraniya dikandaran bihar, havîn û payîzan mêwe û hêþînahî difrotin. Gundiyan havîn û payîzan zêde firingî, balîcan, îsot, xiyar, petêx, qawind û tirî danîn li Licê difrotin. Bi payîza paþîn re gundiyan dest pê dikir bi xiraran barên ka, êzing û percînan danîn çarþiya Licê. Berî serrez gundiyan ji her alî ve barê gûzan danîn li çarþiya Licê lod dikirin. Piranî ji herêma Dimbilyan dihatin. Licî ji gûzan re goz dibêjin. Li Licê gûz bi hesabê hezarî dihatin firotin. Gûzan bi du destan dihejmartin. Herdu destên xwe bi hev re dikirin nav çiwalê gûzan, her destek pênc gûz dikirin navê û jê re destek digotin. 100 car herdu destên xwe tijî bikira dibû 1000. Zivistanan jî dikandaran ji Amedê porteqal, þekir û gaz ku jê re don digotin danîn û difrotin. Gundiyan jî bi êzing û kayê re hêk, çermên heywanên nêçîrê û kewên kuþtî û mirîþk danîn û difrotin. Gundiyan hewcedariyên xwe yên mehane an jî demsalane (mevsîmî) dikiriyan. Bêtir sabûn, don, þekir, çay û serûgo dikiriyan. Cil û serûgo ji manîfatoreciyan bi deyn dikirîn. Payîzê piþtî bêderê, heywan difirotin û piþtî serrezan dihatin deynê xwe didan. Berê gelek dikandarên wek goþkar, pînedoz, sefarker û manîfatorevan hebûn. Sal bi sal dikanên weha kêm bûn. Li Licêya kevn hotel û hemamek hebû. Xaniyê mala mîr yek jê kiribûn hotel û dema kesekî xerîb an jî memûrek bihata li wir dima û hemam jî nêzîkî hotelê bû. Memûr û xelkên xerîb diçûn hemamê. Li Licê kitêpxane tune bû lê li her taxê çend qehwexane hebûn. Qehwexaneyên bi navûdeng wek qehwa Omer, Þefo, Hemê Kalê bûn… Di wan salên dawî de qehwexaneyên wek Teyo û Feso nav û deng dabûn. Di qehwexaneyan de ji sibehê heta êvarê stranên kurdî dida ne ser. Þakiroyê Serhedî li qehwexanên Licê wek hespên Liciyan ên rewan dihîriya. Na, wek kewê rebat dixwend lê diçixiyan! Licêya nû: Weha bi serê Licê anîne an jî hat ku niha mirov nikare bêje Licê heye. Belê çar car Xwedê û pênc car jî dewletê li Licê xistiye. Yanî çar car erdhejiya ye û pênc car jî dewletê Licê þewitandiye. Erdheja 1975an û Licêya nû: Licê, di herêma erdhejê de, di dereca sisêyan de ye. Licê, di vê sedsala dawî de, di navbera 37 salan de (1938, 1955, 1965 û 1975 an) çar erdhej derbas kiriye. Ji derî du erdhejan hemû yên din sivik û biçûk bûne. Yek ji wan di sala 1938 an de bûye ku ji derî zerara madî çend kes mirine. Erdheja herî mezin di 06.09 1975an saet 12.23 an de, bi 6.9 dereceyî çêbû; Licê sero bino bû û ji binî ve cûm bû. Xanî û avahî li piya neman û hemû xerab bûn. Li gor qeydên resmî 2.385 kes mirin, 3.339 jî birîndar bûn û 8149 xanî li herêma Licê xerab bûn. |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Li gor gundan hejmara miriyan weha ne:
Di dema erdhejê de dewletê bi zanebûn ji Liciyan re alîkarî nekir. Çend mehên pêþî mamoste, þoreþger û welatparêzên kurd di bin serokatiya komela mamosteyan TOB-DERê de kon li binê Licê vegirtin û ji xelkê re alîkarî kirin. Xwendekar û ronakbîrên kurd ji rizgarkirina bin enqazê heta xwarin û vexwarinê alîkariya gelê herêmê kirin. Alîkariyên ku ji Ewropa û welatên din ji bo erdheja Licê hat, dewletê dest da ser û neda Liciyan. Xelkê Licê, jin bi mêr û zarokan ve dixwestin vê rewþê protesto bikin. Di bin însîyatîfa Komela Mamosteyan (TOB-DERê) de, mîtîngek hat amade kirin. Di roja 20.11.1975 an de, ji Licê heta Amedê meþeke dûr û dirêj dest pê kir. Meþê sê þev û sê roj dom kir. Li çemê Embarê hêzên dewletê xwestin pêþ li meþê bigirin. Albayek li komîteya meþê gef û gurr xwend û xwest ku komîte ji wir bi þûn ve dawî li meþê bîne. Baþ tê bîra min ku albay di dawiya axaftina xwe de ji me endamê komîtê re çi got: ” …. Ez jî ji we me û kurdê aliyê Meletiyê me. Dewlet bi qerar e û nahêle ku sibehê hûn bikevin nav Dîyarbekirê. Dewlet vê meþê wek serhildana Þêx Seîd dibîne. Ez ne wek komutanekî, wek birayekî we yê mezin dibêjim, dev ji vê meþê berdin. Ku hûn dev jê bernedin, dikare bûyerên mezin derkevin…” Komîte û meþvan civiyan û biryar girtin ku ”çi dibe bila bibe, em dê heta Amedê bimeþin û meþa xwe bi mîtîngê biqedînin.” Albay bi paþ ve gav avêt û sibehtirê Licî û hevalbendên xwe bi meþeke mezin û xurt gehiþtin Amedê. Ji her derê Kurdistanê û metropolên Tirkiyê kurd hatin û beþdarê meþ û mîtîngê bûn. Li Seyran Tepê, bû wek roja mehþerê. Amed heta wê rojê dibe ku meþ û mîtîngeke hewqas mezin û bi coþ nedîtibe. Ciyê mîtîngê li Derê Çiyê bû. Ew meydana mezin tijî bûbû û dixumxumî. Dengê daxwaz, tilîlî û sloganên Liciyan û yên bav-kalên wan Hûrî ku 5.000 sal berî niha vê bedena Amedê çêkiribûn tevlihev dibûn û heta asîman bilind dibûn. Amediyên ji dema Hûriyan ve heta yên wê rojê hemû li ser piyan bûn. Hevalên komîtê wezîfeya spîkerî ya mîtîngê dan min. Polîs û esker tedbîrên gelek mezin girtibûn û li seranserê Amedê di alarmê de bûn. Hêzên dewletê hemû bircên Amedê girtibûn bin kontrolê û bi çekên giran û modern niþandarên xwe bi cî kiribûn. Liciyan fersend neda ku provakasyon pêk bînin. Ji aliyê sîyasî ve meþ û mîtînga Licê dengekî xurt da û bû destkeftineke polîtîk lê dîsa jî dewletê bi ya xwe kir û ji Licîyên qezazede re alîkariyê nekir. Bi ser re jî, di derheqê komîta meþ û mîtîngê de doza lêpirsînê vekir. Di zivistana 1975 an de yanî çend meh piþtî erdhejê TOB-DERa Licê biryar girt ku bi navê DEPREM (Erdhej) bultenekê derbixe, pirsên xelkê bîne zimên û bala dewletê bikþîne ser pirs û pirsgirêkên xelkê. Redaksîyona Depremê, ji min, Mehmet Çakmak û Mewlûd Îlgîn pêk hat. Deprem di mehê de carek derdiket û 10-15 rûpelên A4 bû. Me her hejmar 300-400 edet çap dikir. Mixabin bi zimanê tirkî derdiket. Me makîneyeke stentîl kirî û bir li mala hevalê xwe yê mamoste Mehmet Çakmak ku di xaniyê Þantiyê de bû, bi cî kir. Mala wî him bûbû TOB-DER û him jî bû çapxane. Me ji her mamosteyê endamê TOB-DERa Licê her meh ji bo Depremê pere digirt. Hinek hevalên ku rewþa wan baþ bûn bi pere difrotin wan û yên din li xelkê belaþ belav dikir. Dewletê li binya Licê ku Liciyan jê re digotin Þantiye, li ser 165 hektarî ji bo 20.000 þêniyî Licêya nû tespît û testîq kir. Bi alîkariya dewletên Ewropî di dawiya sala 1975 an de, li navenda Licê 1568 xaniyên prefabrîke û 40 dikan hatin çêkirin. Herwisa li gelek gundên Licê jî xaniyên prefabrîk hatin çêkirin. Ev 25 sal in ku gelê Licê bi wan prefabrîkeyan îdare dikin. Diviyabû ku dewletê di nav salekê de ji Liciyan re xaniyên eslî çêbikirana. Dewlet ji Liciyan re hîn jî deyndar e. Bi tenê dewleta Libyayê gundê Tûtê bi kevirê birî ava kir. Licêya nû niha wek gundekî xerabe ye. Lê Licêya nû ne wek ya berê xwediyê çarþiyek e. Êdî Licê li ciyekî rast e û gelek çarþiyên wê yên biçûk hene. Demografiya wê hatiye guhartin. Xelkê ji navçê bar kiriye û ji gund û derdorê hatine navçê. Li gor hejmartina sala 1990î hejmara navendê 11.655, yên gund û mezran 35.366 e û tevehiya Licê bi gund û mezrayan ve 47.021 e. Hejmara dibistanan zêde bûye. Li navenda Licê bi navên Havacilar, Alti Eylûl, Demîrçelîk, Cumhuriyet û Ataturk pênc dibistanên sereta hene. Ji sala 1953 ve li Licê dibistaneke navîn (orta okul) heye. Lîse jî di sala 1997an de dest bi perwerde û hîndekariyê kiriye. Polîs hatiye Licê û hejmara esker gelek zêde ye û tabûra tîmên taybetî li Licê ye. Di sala 1971î de ji bo ku fabrîkeya ava firingan were çêkirin kooperatîvek hatiye damezrandin. Koperatîvê li herêma Dabilo xanî û tesîsan çêkiriye lê ji ber bê îmkaniyan makîne heta niha nehatine kirin û fabrîkê dest bi kar nekiriye. Li Licê 282 ciyên kar hene. Dikan jî daxîl in. 8 mizgeft (camî) hene û sê ji wan bi minare ne. 56 gund û 112 gom hene. Ji sala 1984an vir ve piraniya gund û gomên wan ji aliyê dewletê ve bi sedema ku ji gerîlan re alîkariyê dikin hatine valakirin, þewitandin û di yên mayî de jî çend mal mane. Di vî warî de encama hejmartina dewletê ya sala 2000î vê rewþê baþ dide xuya kirin. Li gor hejmaratina 22ê meha cotmeha 2000 î nifûsa navend û gund û gomên (mezrayên) Licê bi resmî weha ne: Gundên ku nifûsa wan yek kes hatiye nivîsîn, ew vala ne, kes tune, ew kes jî memûrên ku ji bo nivîsandinê hatine hilbijartin, xwe li ser nifûsa wî gundî nivîsîne. Ji ber ku qanûnî ye, her memûr pêwîst e ku di sendoqa ku kar dike de xwe binivîse. Piraniya xelkê, koçberê navenda Amed û metropolên Tirkiyê hatine kirin. Zevî û bexçe nayên çandin û rez nayên xwedî kirin. Rez û daristan hatine þewitandin. Xelk nikare bi paþ ve here gundê xwe. Di sala 1871î de bi giþtî nifûsa Licê 21.474 bû û niha di sala 2001î de ku 120 sal piþt re jî, dîsa nifûsa navenda Licê bi hemû gund û gomên xwe ve 21.474 derbas nake. Ev netîca komkujî û koçkirineke mezin e. Sedemên paþvemayîn û biçûkmayîna Licê: Mirov dikare sedemên nemezinbûn û nepêþketina Licê bi van çend madeyan bi rêz bike: • Ji fermanrakirin û qetlîama Ermeniyan, nifûsa Licê ji pêncan yek kêm bûye. • Di Þerê Þêx Seîd de herî zêde qetlîam li herêma Licê bûye. Di navbera 6.000-7000î de li Licê mirov hatine kuþtin. • Ji ber ku xelk nikare îdara xwe bike, xwendin li Licê zêde ye û yên ku dixwînin carek din venagerin Licê. • Zevî û arazî gelek kêm in û ciyê kar tune, xelk bêgav dimîne ji herêmê koçber dike. • Di Erdheja 1975 an de Licê wek navçe bi hemû gundên xwe ve cûm bû û nêzîkî 3 hezarî kes mir. Ji ber erdhejê ji xelkê mayî ji nêvî zêdetir ji navend û gundan koçber bûn û carek din ew venegeriyan Licê. • Ji þerê 1984an heta îro dewletê bi plan û program bajar û gundan vala kir û xelkê bi darê zorê ji Licê da koçberkirin. Navenda bajêr îro bûye gundekî biçûk. Piþtî van agahdariyan em bala xwe didine ser statîstîkên ku di navbera 126 salan de, di derheqê nifûsa Licê de hatine kirin. Belê, tam di 126 salan de nifûsa Licê ne zêde 2.778 kêm bûye. Halbû ku li ciyê wek Kurdistanê di 126 salan de, diviya bibûya deh qat û niha nifûsa Licê bigihêþta derdora 214.740. Çavkanî: 1.Salnamên Amede 2.Amed Tigris, Pirtûka Licê
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Ýbrahim Rojhilat, Xanemîr, Rojda,Koma Rewþen,Koma Hemdem Lice Halk Þöleninde | Kajîn Jîr | Genel Kültür | 3 | 07-08-2007 10:42 AM |
| 3. Lice Kültür Fesytivaline tüm arkadaþlarýmýz davetlidir.. | jetlee | Sýnýrsýz Muhabbet Burada | 0 | 04-09-2006 10:18 AM |
| Lice renkleriyle barýþý çizecek | berxwedan | Genel Kültür | 6 | 23-08-2006 08:19 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.