Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 27-12-2006, 10:41 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 158
Üye No: 416
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 10
Rep Puaný : 779
Rep Derecesi
ESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to behold
Varsayýlan Malbata Bedirxaniyan


Paþeroja malbata bedirxanîyan gelekî kevine. Nivîskarê pirtuka Þerefnamê Þerefxanê Bitlîsî, yê navê vî li Birca Belek kirîn Belek Beg, Mem û Zin, Bedirxan Beg ku devre kê xweyî hikim bu û piþtî vî navê malbatê li vî hatîye navkirin, Celadet û Kamuran bedirxan, rojnamevan, nivîskar û dirokvan Cemal Kutay hinek ji Bedirxanîyane. Ev malbata he heta dema Bedirxan Beg li Cizîrê disekinîne, lê belê li dema Bedirxan Beg de ji ber hinek bûyeran piranîyan malbatê belavî cihên cûda li dinyayê bune. Niha ji Bedirxanîyan hinek kes li cizîrê dijîn. Wekî ku em dizanîn Bedirxanî piranî bilavê van deveran bîne; Misir, Surî, Îrak, Rus û hinek cumhurîyetên kevin girêdayî Rus, Almanya û Fransa. Kesên ku Bedirxanî ji mere binivisinin û zanin derhekê Bedirxanîyan de mejî payedar bikin emê gelek bextewar bibîn. Nivîsandina hewe yê sîtêyê pêþve bibe û yê bibe alîkarî kû em derhekê Bedirxanîyan de xeberên rast bidîn. Ji nihava ji bu alîkarîya we em sipasîya hewe dikîn.

Mîr Bedirxanê Ebdalxan

Mîrê Cizîra Botan e. Di sala 1830'ê li cizîra Botan hate dinê. Di 18 salî îdara Botan xist destên xwe. Mîrê Cizîra Botan yê dawî Mîr Bedirxan e. Piþtî mirina bavê wî Mîr Ebdalxan, kurê wî Mîr Salih Beg dibe mîrê Cizîrê. Mîr Salih Beg dest bi Mîrîtiya Cizîra Botan berdide û Mîrîtiyê dide birayê xwe Mîr Bedirxan. Bi mîrê soran Mîr Mihemed re tifaq çêkir. Ji ber tifaqê, osmaniyan êrîþî herdu mîran jî kir. Bedirxan Paþa, derbasî Îranê bû. Di sala 1838ê de vegeriya paytextê xwe, bajarê Cizîrê. Di demeke kurt de îdara xwe li Cizîrê xurt kir. Li ser navê xwe pere derxist û xudbe da xwendin. Ji bo welatekî serbixwe pîlan çêkir. Bi eþîrên kurdan yên din re û bi filên welêt re tifaq danî. Osmanî, ji xurtbûna Bedirxan Paþa gelekî ditirsiyan. Gelek caran êrîþî hêzên Paþê kir. Lê belê bi serneket.
Dewletê, di sala 1847ê de bi hemû eskerên xwe carek din êrîþî Botanê kir. Ji ber xiyaneta biraziyê mîr, Yezdanþêr, Bedirxan Paþa teslîm bû. Osmaniyan ew sirgunî Stenbolê, paþê sirgunî Sûriyê kir. Bedirxan Paþa li Sûriyê di sala 1868ê de çû ser dilovaniya xwe. Tirba Bedirxan Paþa niha li Þamê ye.

Hijmara zaroyên Bedirxanê Evdalxan giha bû 96 zarokî. Gava ew çû dilovaniya Xwedê ji van 96 zarokan 21 kur û 21 keç ma bûn.


Mîr Emîn Alî Bedirxan (1851 - 1926)

Hijmara zaroyên Bedirxanê Evdalxan giha bû 96 zarokî. Gava ew çû dilovaniya Xwedê ji van 96 zarokan 21 kur û 21 keç ma bûn. Ji ber vê yekê kurên wî yî mezin berpirsiyariya jinbavên xwe û ya xwiþk û birayên xwe yî biçûk dabûne ser milen xwe û li wan dibûn xwedî.

Mîr Emîn Alî Bedirxan di sala 1851ê de çêbû. Wî di xwendegeha Siltanan de, ya ku tenê ji zaroyên mîran re li Stembolê hati bû ava kirin, beþê mafzaniyê, ango hiqûq xwend û bi vê hiþê wî weke mirovekî rewþenbîr vebû. Ew mirovekî gelekî jêhatî û þehreza bû. Wî karî bû êdî bi zaneyî bikeve meydana xebatê, nemaze piþtî ku ew li ser destê helbestvan û welatperwerê mezin Hacî Qadirê Koyî hati bû xwedî kirin. Vî helbestvanê mezin gelek ji rewþenbîrî, zanîn û hijkirina Kurdistanê xisti bû dilê Mîr Emîn Alî Bedirxan de.
Mîr Emîn Alî Bedirxan berpirsiyariya malbata xwe, weke kurê mezin, êdî girti bû ser milê xwe û di riya welatperweriyê re jî, rêcika bav û kalên xwe girti bû û keti bû xebata rizgarkirina Kurdistanê de. Ji ber vê yekê di sala 1889an de wî û birayê xwe Midhet ji Stembolê berê xwe dane Kurdistanê. Wan li bajarê Trabzunê komcivînek bi beg û axayên Kurdan re li dar xist û kara komcivîneke giþtî dikir, da hêrîþeke jiniþkave berdine ser Tirkan û Kurdistanê rizgar bikin.

Belê berî ku ew dest bi þer bikin, Tirk di riya casûsên xwe re bi wan hisiyan û hêzeke leþkerî gelekî mezin bi ser wan de girt. Herdû rex ketine þerekî dijwar bi hev re. Ji ber mezinahiya hijmara eskerê Tirko, yê ku hê ji pêþî ve agadarî li ser hêza kurdî komkiri bûn, wî karî bû di þerê ku di çiya û qelaçên navbera Trabzun û Erzerûmê de çêbûn, biserkeve.

Bi vê ketina Mîr Emîn Alî Bedirxan û ya birayê wî Midhet di sala 1879an de, rewþa zaroyên Bedirxanê Evdalxan li Stembolê gelek lawaz û qels bû. Ji berî vê serhildana Emîn Alî Bedirxan û ya birayê wî Midhet, du birayên wanî din jî, Osman Paþa û Hisên Kenan Paþa ji çavên dewleta Osmaniyan keti bûn.

Vê yekê hiþt, ku Siltanê Osmaniyan, Siltan Abdulhemîd bi xwe bikeve kar, da zaroyên Bedirxan di bin çavan de bihêle û dest li ser wan danî, da ew bê emrê hikûmetê nikari bin xwe tevbidin. Tirkan hêza malbata Bedirxan, ya ku wê demê digiha 3000 mirov li Stembolê dizanî û dixwest rê hê ji pêþî ve li ber her tevgereke wan bigire.

Bedirxanî ne tenê di nav gelê xwe de xwedî nav û deng bûn, belê dan û standinên wan corecor bûn û bi gelek cihên din ve hebûn, weke mînak têkiliyên wan bi Rûsan, Frensiziya û Înglîzan re hebûn. Nemaze Ebdulrezaq Necîb Bedirxan, serekê beþê bixêrhatina mihvanên Siltan xwedî têkiliyên corecor bû.

Ji tirsa vê yekê Siltanê Osmaniyan biryar stand, ku mala Bedirxaniyan li nav Empêriyoma Osmaniyan ya mezin ji hev tert û bela bike. Da karibe vê leystika xwe bibe serî, lê malbata Bedirxan ji armancên xwe yî siyasî re bikarbîne, mîriya Osmaniyan ew bi xwe ve girêdidan û ew di dewletê dixistin berpirsiyarên mezin, ji bo mînak Emîn Alî Bedirxan, Bavê Celadet bû bû mifetiþê dadgeriyê li Stembolê, Enqera û Qonyayê. Belê bi ser vêqas nêzîkbûn û xweçêkirina dewleta Osmanî zaroyên Bedirxan dev ji ya xwe bernedan. Piþtî ku wan dît, ku riyên eskerî li ber wan hatine girtin û di vî warî de hew dikarin xebatê ji welatê xwe re bikin, wan dest bi xebata çandî kir, da bikarin bi vî awayî gel û netewa xwe biparêzin.

Ji ber vê yekê em dibînin, ku wan sala 1898an li Misrê rojnameyek bi Kurmancî derxistin û navê wê kirin "Kurdistan".

Gava sala 1906an serekê nûçebihîzê Siltan, ango serekê istixbaratan, Ridwan Paþa hate kuþtin, Siltan ji xwe tirsiya û got, ku zaroyên Bedirxan in, yên ku bi vî karî rabûne. Bi taybetî navê Abdulrazaq Necîb Bedirxan û navê Elî Þamil Bedirxan di pirsa kuþtina serekê nûçebihîzê Siltan de dihate gotin. Li ser vê yekê wî fermanek derxist, ya ku li gor wê zaroyên Bedirxan di nav sînorên dewleta Osmanî de werin sergom kirin. Bi vê wî Abdulrazaq Necîb Bedirxan û Elî Þamil Bedirxan sergomî bajarê Trîpolîsê li Lîbyayê kirin.

Di vê sergomkirinê de dewleta Osmanî bavê Celadet Bedirxan, Mîr Emîn Alî Bedirxan û birayê wî Salih Bedirxan, bavê Rewþen Bedirxan pîreka Celadet, sergomî Sparta kirin.

Sala 1908 Siltan Abdulhemîd di bin bandora tevgera gelên di bin destê Osmaniyan de dihate mecbûrkirin, bendên destûra dewletê ya sala 1876an bi kar bîne. Naveroka bendên vê destûrê li ser azadî, dadmendî û wekheviyê dinav hemû gelên empêriyumê de bû. Piþtî ku bendên vê destûrê ji nû ve hatine eþkere kirin, ew welatperwer û rewþenbîrên kurd, yên ku bi destê mîriya Osmaniyan ji Stembolê hatibûne dûrkirin, dîse vegeriyan. Bi vî awayî Mîr Emîn Alî Bedirxan jî dîsa vegeriya Stembolê û li wir dîsa kete xebata geþkirina rewþenbîriyê di nav mirovên gelê xwe de.

Sala 1908an Mîr Emîn Alî Bedirxan, Ceneral Þerîf Paþa, kurê Ubeydullahê Nehrî ( Abdulqadir Efendî) û Ceneral Ehmed Zul Kafal bi hev re komeleyek li Stembolê ava kirin û navê wê kirine "Komela Kurdî ji bo bilindayî û pêþveçûnê". Piþtî ku sala 1909an ev komele ji rexê cûnta "Tirkên Yekbûyî" ve, yên ku hikûmet bi dest xwe ve anî bûn, hate qedexe kirin, van welatperweran komeleyeke din ava kir û navê xistin "Komela Kurdî ji bo Weþana Zanînê". Yek ji çalakiyên vê komelê ew bû, ku wê xwendegehek li taxa Cenberî Taþ vekir û Ebulrehman Bedirxan bû mudîrê wê.

Piþtî ku zaroyên Bedirxan û serekên Kurdan î din ji hev cuda bûn, wan komelyeke nû bi navê "Komela Kurdî ji bo Kar û Barên Civaki" ava kir.

Gava Siltanê Osmaniyan dît, ku hedan bi dilê zaroyên Bedirxan nakeve û xebata wan nayê rawestan, wî careke din fermana dûrkirina wan derxist. Heçî Mîr Emîn Alî Bedirxan bû, ji xwe ew her serê demekê dihate sergom kirin, weke mînak wan ew þiyand van bajaran: Ek-ka û Nablus li Filistînê, Salonîkî li Yûnanistanê, û bajarên Tirkan weke Anqera, Sparta û Qonyayê.

Gava ku kemalist di sala 1922an de ketine Stembolê, wan fermana kuþtin û sergomkirina weltperwerên Kurdan da. Ev fermana ha bi taybetî li ser Bedirxaniyan bû, ji ber wan digot, ku ew li cudakirina dewletê digerin. Di nav navên ku di wê fermanê derketin, navê Mîr Emîn Alî Bedirxan û her pênc kurên wî Turey-ya (Sureyya), Celadet, Kamîran, Safder, Tewfîq û kurê Turey-ya yê mezin Heqî jî tê de bûn. Li gor vê yekê ev welatperwerên ha mecbûr dibûn zû xwe vêþêrin û ji Stembolê birevin. Mîr Emîn Alî Bedrixan tev kurê xwe yî mezin Turey-ya karî bû xwe bigihêne Misrê û li bajarê Qahirayê bi cih bibe. Heçî Celadet, Kamîran, Tewfîq, Sefder û heqî bûn, wan di Sûriyayê re karî bû birevin ji destê kemalistên xwînrêj rizgar bibin û herine Elmanyayê.

Sala 1926an Mîr Emîn Alî Bedirxan li bajarê Qahîrayê çû dilovaniya Xwedê. Wî di piþt xwe re 6 kur û keçek hiþtin. Navê keça wî Mezyet bû. Navên kurên wî li pey hev ev bûn: Turey-ya, Hikmet, Celadet, Kamîran, Tewfîq, Sefder û Bedirxan bûn.

Piþtre kemalistan paþnavê Bedirxaniyan guhertin, navê hinan ji wan, yên ku li Tirkiyayê mayî kirin "Çinar", yên hine din kirin "Kotayî" û yên li Misrê mayî, bû "Walî". Yên din î mayî bi paþnavê xwe yî berê, ango bi paþnavê "Bedirxan" man.

Mîqdat Mîthat Bedirxan

Mîqdat Mîthat Bedirxan Kurê Mî Bedirxane. Rojnameya binav Kurdistan ya bi zimanê kurdî ya herî pêþî hatî çapkirin li Misrê "Metbea Cerîdeya Kürdistan" de çap kirî ewe.

Mîqdat Mîthat Bedirxan di sala 1889'an de digel apê xwe Emîn Alî Bedirxan ve Têkil serhildanekê buye.

Sala 1906'an de piþtî kuþtina Ridvan Paþa, surgunê Mekkê bûye.

Mîr Celadet Bedirxan (1893 - 1951)

Mîr Celadet kurê Mîr Emîn Alî Bedirxan e û neviyê mîrê paþî yê Botan, Mîr Bedirxan e.

Herdû jinên bavê wî, ya pêþî û ya paþî çerkesî bûn. Celadet kurê jina didiwan bû. Navê diya wî, "Senîhe" bû. Piþtî birayê xwe yî mezin Hikmet Celadet li Stembolê di roja 26.04.1894an de çêbû.

Wî li Stembolê salên xwe yî pêþî jî derbas kirin. Ew di maleke dewlemend, mezin û xwedî nav de mezin dibû. Wê demê bavê wî Mîr Emîn Alî Bedirxan mirovekî dewlemend bû. Ji derveyî wê ew mirovekî gelekî welatperwer û rewþenbîr bû. Ji ber hikûmeta Osmaniyan dest li ser wan danî bû û wan nikarî bû vegerin Kurdistanê, bavê wî deriyên xwe ji dengbêj, çîrokbêj û helbestvanên kurd re vekiri bû û ew ji Kurdistanê dikiþandine ba xwe, da zaroyên wî hînî ziman, tor û rabûn û rûniþtina kurmancî bibin. Ji derveyî wan wî mamosteyên zimanên din jî ji zarokên xwe re digirtin, weke mînak ji zimanê yûnanî, frensizî, inglîzî û rûsî re, da ji bona zaroyên wî van zimanên cihanê yî giring zani bin.

Ji ber xebata bê westan, ya ku Mîr Emîn Alî Bedirxan di ber rizgarkirina Kurdistanê de dikir, her wekî ku min li pêþ jî got, hikûmeta Osmaniyan ew sergom dikir. Mîr Celadet jî bi bavê xwe re geh li Stembolê, geh li Edirna, geh li Qonya, geh Enqera, geh li Filistînê li Ek-ka û Nablus û geh li Salonîkî li Yûnanistanê bû. Wî di xwendegehên van bajaran de xwendina xwe ye sereta û ya amadeyî, ango lîsa bire serî. Belê ew li dûriyê li kû ba, dilê wî bi welatê wî ve girêdayî dima. Ev rih û dilevîniya welêt malbata wî hê ji zarokiya wî ve di dilê wî de çandi bû. Rast e, ew li sergomiyê dijîn, belê dildariya welêt ew kêlikekê ne diberdan.

Gava Mîr dibe 18 salî, dikeve fakulteya cengdariyê, dixwêne û weke zabit jê derdikeve. Piþtre di cenga cihanî ya 1ê de beþdar dibe. Wî di rojnameya xwe "Ronahî" de, hijmar 25, sala 1944, nivîsiye, ku di sala 1917an de di yekîtiyeke leþkerên Osmaniyan de nêzîkî gola Urmiya zabit bû.

Herwekî ku li banî jî hate gotin, piþtî ku kemalistan di sala 1922an de Stembol xiste destê xwe, wan fermana kuþtina welatperwerên Kurdan û di nav wan de jî navê Mîr Celadet Bedirxan derxist.

Wê demê Celadet û birayên xwe revîne Elmanyayê. Li Elmanyayê jî dilê wî ji tiþtekî tenê re lê dixist, ew jî rizgarkirina Kurdistanê bû. Ji ber vê yekê wî di rex xwendina xwe re, xwe tev tevgera pêþmergeyên (Partizanên) Elmanan dikir, da tev wan hînî þerê pêþmergayetiyê bibe.

Gava serhildana Þêx Seîdê Pîran di sala 1925an de dest pêkir, wî yekser dev ji hertiþtî berda û çû xwe tev serhildanê kir.

Piþtî þikestina serhildana Þêx Seîd ew careke dî vegeriya Elmanyayê û xwendina xwe di beþê mafwariyê de, ango di hiqûqê de bire serî. Wî dixwest hê li Elmanyayê bimêne û nameya doktora binivîse, belê bavê wî Mîr Emîn Alî Bedirxan li Misrê nexweþ keti bû û ew ji ber vê yekê bi bavê xwe ve çû.

Piþtî ku bavê wî Mîr Emîn Alî Bedirxan li Misrê sala 1926an çû dilovaniya Xwedê, ew li Misrê ne ma û wî berê xwe da Bêrûtê, mala mamê xwe Xelîl Ramî Bedirxan. Belê li wir jî hedan pê ne diket, nemaze piþtî ku serhildana Þêx Seîd têkçû bû, ji ber vê yekê ew hat û xwe gihande welêt û têkilî bi serek û girgirekên Kurdan re kirin. Wî xwest careke din Kurdan li hev bicivîne û rêxistineke nû ava bike, ya ku hemû Kurd xwe tê de bibînin û bi hev re bi þoreþeke mezin ji bo rizgarkirina Kurdistanê rabin. Piþtî xebateke bê westan wî karî bû di roja 05.02.1927-an de li bajarê Bihemdûn, li Libnanê civînekê ji serek û girgirekên welatperwerên Kurdistanê re li dar bixe. Di wê civînê de dev ji hemû komelên berê berdan û komeleyeke nû bi navê "Xoybûn" ava kirin. Di wê demê de dilvîn hebû li Çiyayê Agrî dest bi serhildanê were kirin. Ji ber vê yekê wan Cineral Îhsan Nûrî Paþa rêberê giþtî yê vê serhildanê danî.

Konê Reþ, birêz Selman Osman, yê ku min piraniya agadariyên vê mijarê ji wî girtine, di pirtûka (1) xwe de dibêje: "Ka em navê hinekan ji wan ên ku komela Xoybûn ava kirine bi nav bikin, bê çawa rehmetiyê Cemîlê Haco roja 24.01.1990î li bajarê Tirbesipiyê ji min re gotiye:

"Mîr Celadet Bedirxan, Haco Axa û kurê wî yî mezin Hesen, Hemze Beg Meksî, Zaroyên Bozan ji kehniya Ereban û gelek axa û girgirekên Kurdan î din, nemaze ew ên ku wê gavê ji Tirkiyayê revî bûn."

Konê reþ di pirtûka xwe de berdewam dike û dibêje: "Li bajarê tirbesipiyê Mîr Celadet xebat di nav welatperwerên kurd de dikir û bi taybetî bi Haco axa û zaroyên wî re ... bi vî awayî Mîr di nav mala Haco de nêzîkî sînor dijî û gelek roj li gundên wan derbas kirin, weke li gundê Mizgeftê, gava mihvanê Çeçanê Haco bû." Konê Reþ dinivîse: "Li wî gundî latek hebû, Mîr diçû û li bin siha wê dirûniþt. Ji ber wê yekê ew lat heya roja îro bi navê 'Lata Mîr' tê binav kirin. Car bi car ew ji gund diçû bajarê Hisiçe û li wir wî bingihê rêzimana Kurmancî danî.

Hikûmeta Fransa hingî Haco axa dûrî hidûd kiri bû û li Hisiçe dest li ser wî danî bû. Gava Mîr dihate Hisiçe, ew dihate ba Haco axa."

Ji Sûriyayê Mîr piþtî vê çû û xwe gihande þoreþa Agrî, da ji bona li teniþta Cineral Îhsan Nûrî Paþa û Îbrahîm Paþa Têlî li dijî leþkerên Tirko bikeve þer.

Gava Þoreþa Agrî di sala 1930î de þikest, serdarên þoreþê hew dikarîn li bakurê Kurdistanê bimênin. Ew revîn û çûne Îranê. Wê demê Mîr Celadet jî çû Îranê. Li Îranê ew çû û bi darî þahê Îranê, Þah Pehlewî ket û xwestina arîkariya Kurdan jê kir. Belê Þah ber bi daxwaziya wî ve ne hat û ji wî re got, ku ew dixwaze ji dêla wê ve wî bike qunsulekî Îranê li welatekî Ewropî, belê Mîr ev yek ne kir. Gava Þahê Îranê dît, ku Mîr li Kurdistaneke yekgirtî û serbixwe digere, wî ew destqeydkirî ji Îranê da derxistin û þiyande Îraqê.

Îngilîzan, yên ku hingî dijminatiya Kurdan dikir, serdariya Îraqê dikir. Gava Mîr Celadet giha Îraqê wan ew yekser xiste bin çavan, ji ber wan dizanî ew kî ye û tirsa wan jê hebû. Heya Kurdên Îraqê bi xwe jî ji tirsa Îngilîzan ne diwêrîn nêzîkî wî bibin. Ji ber vê yekê Mîr careke din vegeriya Sûriyayê.

Di 25.08.1930 de hikûmeta Fransayê hemû endamên komeleya Xoybûnê ji ser sînor rakirin û ew sergomî Þamê kirin, di nav wan de Mîr Celadet Bedirxan, Haco axa û zaroyên wî, Dr. Ehmed Nafiz û birayê wî Nûreddîn Zaza, Qedrî Can, Ekrem Paþa, Mihemed Cemîl Paþa û Hemzayê Meksî ...

Li Þamê Mîr Celadet giha wê yekê, ku Kurd bi rengekî giþtî ji rexê xwendinê û zanînê ve gelekî bi paþ ve mane. Wî êdî çara rizgarkirina Kurdistanê di hiþyarkirina giþtî ya gelê Kurd de didît. Wî digot, ku gelê Kurd hînî xwendin û nivîsandinê bibe, wê rewþa tehl e, ku ew tê de dijî nas bike û rabe çareyeke giþtî jê re deyne. Mîr dizanî, ku heya gel bigihe vê hiþyariya ha, xebateke dirêj û dijwar divê. Wî dizanî, ku ev hiþyarkirin jî tenê di riya zimanê gelê kurd re kare were kirin. Tenê di riya hînbûna nivîsandin û xwendina zimanekî kurdî netewî yekgirtî re gelê kurd wê kari be bi hebûna xwe weke neteweke serbixwe bihise. Û ji bona lêkirina avayiya yekkirina zimanê kurmancî divê alfabêt weke kevirê pêþî ji vê avayiyê re were danîn.

Ji ber vê yekê wî êdî xwe da çêkirina alfabêteke kurdî, ya ku wî bingihê wê hê di sala 1919an de danî bû û xwest rojnameyekê bi wê alfabêtê ji Kurmancan re derxe. Mîr Celadet di rojnameya xwe "Hawar" de, ya ku wî piþtre derxist li ser danîna alfabêtê dinvîse, ku di sala 1930î de, ji ber ku hikûmeta Sûriyayê li Þamê dest li ser wan danî bû, wî xwe þev û roj daye rêzimana alfabêta kurmancî. Mîr Celadet dixwest, ku Kurd kul û derdên xwe, çîrok û helbestên xwe û wêjeya netewa xwe êdî bi zimanê xwe binivîsin û ne bi zimanê derveyî weke erebî, farisî û tirkî.

Di roja 26.10.1931ê de wî destûr ji hikûmeta Sûriyayê stand, da rojnameya xwe "Hawar" derxe. Di 15.05.1932an de wî hijmara pêþî ji Hawarê da çap kirin û wî heya bi roja 15.08.1943an 57 hijmar jê dane derxistin. Ji derveyî HAWARê, Mîr kovareke din bi navê "Ronahî" da çapê. Ronahî roja 01.04.1942an derket û heya bi sala 1945an 28 hijmar jê derketin.

Mîr di hijmara 20an de sala 1933an li ser roja bibîranîna salekê ji derketina HAWARê bi vê maneyî dinivîse:

"Govara HAWAR bingihê zimanê me daniye. Divê em zanibin ku ziman hîmek ji hîmên hebûna me ye. Bê ziman em nikarin bi gelên din re weke gelekî azad, yê ku bi serbilindayiyê hatiye nas kirin, bijîn. Ji ber hemû gelê dinyayê jî li ser zimanê xwe wisa difikire. Ew gelê bindest, yê ku zimanê xwe ji bîr ne kiriye, weke yekî ku di girtîgehê de girtî be, lê mifta deriyê girtîgehê di destê wî de be, roja ew bixwaze, kare derkeve. Belê ew gelê ku zimanê xwe ji bîr bike, weke yekî ku di girtîgehê de girtî be, lê mifta hebsa wî di destê dijminê wî de be, dijmin deriyê girtîgehê lê naveke. Vêca heçî em Kurd in, hê mifta me di dest me de ye."

Bi 3 mehan berî ku Mîr Celadet govara xwe HAWAR derxe, wî li bajarê Hisiçe komeleyek ava kir, ji bona ku ew li wan Kurdên ku ji bakur di serhildanên kurdî de revî bûn û hati bûn xwarê, xwedî derkeve. Berpirsiyarên vê komelê li Hisiçe Hesenê Haco û li Þamê Dr. Ahmed Nafiz Beg bûn.

Ji roja pêþî ve, gava ku Mîr Celadet giha bajarê Þamê tiþtekî wî ne bû. Rewþa wî ya diravî û armancên ku ew ji bo wan dixebitî gelekî ne li gorî hev bûn. Hemû milk û mewdanê wan î, ku hebû di sergombûnên wan de tert û bela bû bû. Bi taybetî piþtî ku kemalîstan sala 1924an dest li ser hemû hebûna wan danî. Her tiþtê ku hikûmeta Fransayê dixwest bidiyê, wî ne digirt, da ji bo ew nikari bin wî bi xwe ve girêbidin. Di wê demê de Melik/Padîþah Abdullahê Haþimî ew xweste ba xwe û xwest cihekî bilind di dewletê de bidiyê, belê mîr ew jî ne girt, ji ber wî dixwest di bîr û baweriyên xwe de serbixwe û negirêdayî bimêne. Kula wî ye pêþî û paþî Kurd û Kurdistan bû.

Li vir tê xuyakirin, ku Mîr Celadet odeyeke biçûk, hîn û nizim li Þamê çêtir didît, ji girêdaneke li ser hisabê armanc û baweriyên xwe. Sala 1935 Mîr Celadet keçmama xwe Rewþen Bedirxan, ya ku li Þamê mamoste bû, anî. Piþtî hevanîna wan, wan mala xwe li Þamê guheste taxa Salihiyê û rewþa wan hinekî bi perên mamostayetiya pîreka wî Rewþen Bedirxan baþtir bû. Di 21.03.1938-an de keçek ji wan re çêbû û wan navê Sînem Xanim lê kir. Di roja 09.11.1939an de kurek ji wan re çêbû û wan navê wî kire Cimþîd.

Di vê dema paþî de êdî pîreka wî û kurê wî Cimþîd arîkariya wî di derxistina govara HAWARê de dikirin, ango tîp li hev siwar dikirin û dibirin çapxanê.

Sala 1939an Mîr bû midurê þirketa Fransî ya Cigaran "Rêcî".

Sala 1947an hikûmeta Sûriyayê rê li ber vekir, ku di hilbjartinan de beþdar bibe û bikeve parlementoya Sûriyayê. Belê gava wan dît, ku ewê li navçêyên Kurdistanê zor dengan bistêne, wan ew girt û careke din vegerandine Þamê.

Di 15.07.1951ê, seet 9ê sibehê Mîr Celadet Bedirxan li gundê Hêcanê, li nêzîkî Þamê çû dilovaniya Xwedê.

Heya roja îro çîroka mirina wî wisa tê gotin, ku ew li ser devê bîrê rawesta bû û bi qedera Xwedê jiyana xwe ji dest da. Belê ez dixwazim îro bixime bîra rewþenbîr û lêkolînerên Kurdan, ku gelek goman û þika min li ser vê çîrokê heye. Gava mirov xwe bi jiyana Mîr Celadet Bedirxan û malbata wî ve mijûl dike, mirov welatperwerine kurd dibîne, ku xweþiya gelê xwe û rizgarkirina Kurd û Kurdistanê di ser her tiþtî re digirtin. Dijminê Kurdan jî ev yeka han baþ dizanîn û di Mîr Celadet û malbata wî de dijminên xwe yî herî mezin didîtin. Ji ber vê yekê ez di wê bîr û baweriyê de me, ku mirina Mîr Celadet ne mirin bû, belê ew kuþtin bû. Ku mirov fermana kuþtinê, ya ku kemalîstan sala 1922an li dijî Mîr Celadet û malbata wî û nameya Mîr Celadet ji Kemal Atatürk re dixwêne, gava mirov derxistina wî destqeydkirî ji Îranê û tirsa Ingilîzan jê li Îraqê û tirsa Fransiziyan û Ereban li Sûriyayê dibîne û mirov Mîr Celadet û hiþyarbûn û hiþê wî yî tûj têne bîra xwe, mirov tucaran nikare bawer bike, ku Mîr bi wê hesaniyê, li ser devê bîrê rawestiya bû, bîr ji bin ve xuriha bû û deng ji xizana avê hat û avê Mîr bi xwe re avête binê bîrê.

Divê lêkolînerên Kurdan bixine bar ji xwe re û li sedemên rastî, yên ku hiþtin Mîr ji nav gelê xwe winda bibe, li arþîf û belgeyên daîreyên nûçegirt, ango istixbaratên dijminan bigerin.

Mîr Celadet Bedirxan îro jî sax e, ew di nav me de ye û ewê di dilê gelê Kurdistanê de ronahiyeke herheyî be.

Sureyya Bedirxan (1938-1983)

Sureyya Bedirxan di sala 1883'ê lý Surîye Mektele'yê de hatiye dinê. Kûrê Emîn Alî Bedirxan e. Sureyya Bedirxan Xwendegaha Ý.Ü. Ziraat Fakultesi xilas kiriye.

ESVET is offline  
Eski 27-12-2006, 10:43 AM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 158
Üye No: 416
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 10
Rep Puaný : 779
Rep Derecesi
ESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to behold
Varsayýlan


Rewþen Bedirxan (1909-1992)

Di roja 11 Tîrmehê de sala 1909 de li bajarê Qeyserê bakurî Kurdistanê ji dayik bûye.
Di sala 1913 an de fermana Osmanîyan bi ser malbata Bedirxanîyan de hat, wê hingê temenê Rewþn 4 salî bû.

Di sala 1915 de koça wan ji Istanbolê barkirin û çûne bajarê Þamê. Rewþen Li Þamê dest bi xwendina xwe ya dibistanê kir, li dibistana Elteraqî dest pêkirî ye.

Di sala 1924 de ji Instîtûta perwerdekirinê xelas dibe, ango dibe mamoste.
Sala 1925, dibe mamosteya zimanê Erebî. Di ber karê xwe re Rewþen xwe fêrî zimanê Tirkî, Ingilîzî û firansî kirîye.
Her li Ordinê û li bajarê Kerek bibû mamoste ya ziman. Ji sala 1928 tanî 1935 an mamostatîyê li bajarê Þamê dike.Di sala 1934 an de dibe endama yekîtîya jinan û di salal 1944 an de piþtî kongira Al Qahîre devjê berdide. Di sala 1946 an de dibe dîrktora dibistanê.

Di sala 1947 an de dev ji karê mamostetîyê berdide. Paþê Rewþen li bajarê Banyasê nêzîkî derya sipî bi cih dibe. Rewþen du caran mêr dike cara yekê sala 1929 an lê temenê vê jiyana bi hev re gelekî dirêj nekir, sala 1931 de xwe ji mêrê xwe berdide.
Ji wî mêrî qîzeke wê çêbû navê wê Ûseyma ye. Di dema niha de li bajarê Al Qahîre li Misrê dimîne. Mêrkirina wê ya diwemîn di sala 1935 an de bû, û mêrê wê pismamê wê Mîr Celadet Bedirxan bû. Du zarokên wan ji hev çêbûn yek bi navê Sînem-xan sala 1938 an de çêbûye, û kurek bi navê Cemþîd, di salal 1939 an de çêbûye.

Jiyana wan bi dijwarî hate buhirandin û bi belengazî û feqîrî bû. Her dîsa di sala 1947 an de Rewþen kar dike di perwerdekirina zarokan de, li Þamê kardike.

Rewþen di dîroka gelê Kurd ya sedê bîstan de rolek pirr mezin lîstî ye. Û ne- xasim di tevgera jinan de.
Di gelek konfiransên cîhanî de Rewþen nûnerîya jinên Kurd kirîye mîna konfiransa ku di sala 1957 an de Antî Kolonyalîzim li Yûnanê. Rewþen bibû Nûnera Kurdistanê û heft kursîyên wê konfiransê, da nasîn rastî û zordestî ya gelê xwe. Bi alîkarî ya mirovê Ingilîzî Mekênzî, ew konfirans bi serfirazî derbas bû.


Di gelek rojname û kovarên Erebî de berhem û gotarên wê dihatin belavkirin mîna kovara ( Mînerva) du gotar di kovara Hawarê de belavkirine. Di sala 1951 de pirtûkekê bi navê Bîranînên jinekê. Ji zimanê Tirkî werdigerîne ser zimanê Erebî. Çîrokek bi navê Evîn û derdên min, ji Tirkî werdigerîne Erebî, Nivîskara wê Mikrema Kamîle, Sê par ji çîroka (Bîranînên Mamûstayekê) ji Tirkî tîne zimanê Erebî.
Di sala 1954 belavokekê bi navê( Rûpelinin ji toreya Kurdî) bi zimanê Erebî diweþîne.
Di sala 1990 î de pirtûka Mîr Celadet ya ku ji Mistfa Kemal re bi zimanê Tirkî nivîsîbû, ya bi navê Name, Rewþen werdigerîne zimanê Erebî .

Di sala 1991 de pirtûka bavê xwe ya bi navê( Bîranînên min), Salih Bedirxan, çapkirîye, piþtî ku ji zimanê Tirkî wergerandî ye zimanê Erebî. Gelek kar li ber wê hebûn ji wan ya Bîranînin Celadet Bedirxan bû.

Di kat jimêr 4 piþtî nîvro, roja 01.06.1992 an de, li Banyasê dilê Rewþen Bedirxan rawestîya, û li goristana Þêx Xalid Neqþbendî li bajarê Þamê li kêleka Mîr Celadet bi cîwar bû.

__________________
ESVET is offline  
Eski 27-12-2006, 10:52 AM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Aydýnlanmak Acýdan Kaçmak Deðil, Acýyý Anlamaktýr.!
Yaþ: 26
Mesaj: 13,327
Üye No: 2663
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 129832
Rep Puaný : 12981698
Rep Derecesi
tubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spas heval ........ ESVET

__________________
tubiranes is offline  
Eski 27-12-2006, 11:00 AM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 158
Üye No: 416
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 10
Rep Puaný : 779
Rep Derecesi
ESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to behold
Varsayýlan


Alýntý:
tubiranes_21 tafarýndan gönderildi Mesajý Görüntüle
spas heval ........ ESVET
spasxeþ heval saxbi tubiranes_21

__________________
ESVET is offline  
Eski 05-02-2007, 05:30 PM   #5 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2007
Mesaj: 198
Üye No: 62802
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 24
Rep Puaný : 2282
Rep Derecesi
amedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond repute
Varsayýlan


gelek spes hevalé héja

amedsilvan is offline  
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Popüler Konular:
Bydigi Forum'un En Popüler Konularý
Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-1:

Norton AntiVirus 2008
Panda Antivirus & Firewall 2008
AVG Anti-Virus Free Edition 8.0.100
McAfee VirusScan Enterprise 8.5i
Avast! 4 Professional Edition 4.8.1169
Kaspersky Internet Security 7.0.1.325
Anti-Porn 10.4.11.15
BitDefender Internet Security 11.0.9 (2008)
Eset Smart Security 3.0.642
Ad-Aware 2008

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-2:

Þeftali Yetiþtiriciliði
Ekolojik Tarým ve Hayvancýlýk
Süt Verimini Etkileyen Faktörler
Dört barajda su bitmek üzere
Karbondioksit salýmý yüzde 50’den çok artacak
VAN (Wan) Tarihi
Amed (Diyarbakýr) Tarihi
Ýç Anadolu Hakkýnda Genel Bilgi
Kültür ve Turizm Bakanlýðý müfettiþ yardýmcýlýðý
2008 yýlý icra müdür ve yardýmcýlýðý sýnav ilaný

Sizin Ýçin Seçtiklerimiz-3:

Siz Hangi Yemeksiniz ?
Doðum gününüze göre hangi hayvansýnýz?
Doðum Tarihinize Göre Renginiz!
Bebeklerde Gaz Çýkarma
Virüs taþýyan keneler dehþet saçýyor
Þiddetin genlerle iliþkisi olabilir
Karpuz Viagra Etkisi Yapýyor
Panasonic Sony'yi tahtýndan etti!
Mehmet Atlý - Wenda 2008
grup seyran - 2008


Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
ZimanÊ KÛrdÎ(kÜrt DÝlÝ KÜrtÇe Anlatim) rebuwarr Türkçe, Edebiyat 3 09-03-2007 11:48 PM
JiyannameyÊn Hin Helbestvanen Kurd Þevger Dirok 10 02-02-2007 02:23 PM
Mîr Emîn Alî Bedirxan kî bû? (1851 - 1926) berxwedan Dirok 5 24-12-2006 06:24 PM
Kiwexi ji kune u nerinek li diroka wan berxwedan Dirok 0 19-12-2006 06:56 PM
Eyyûbê bavê Sultan Selaheddîn rojekanu Çandi Giþti 1 19-12-2006 06:30 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 04:21 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2008, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.2.0
Copyright ©2006 - 2008 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved

Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com'a yada Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.