Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayýt Ol SSS



 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 25-12-2006, 11:42 AM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: AÞÝTÝSTAN / Barýþ
Mesaj: 5,013
Üye No: 2438
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 3896323
Rep Derecesi
Þevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond repute
Varsayýlan JiyannameyÊn Hin Helbestvanen Kurd


Fêqîyê Teyran (1590-1660)


Di Yek ji helbestvanên mezin ên kurd e.

Perçeyek ji meqele "Klasîkên me – an sahir û edîbên me ên kevin" ya Celadet Alî Bedirxan: Melayê Jaba di heqê Feqehê Teyran de gotiye: »Sahirê siyê Feqiyê Teyran e ko navê wî Mihemed e. Eslê wî ji qesaba Miksê ye, welatê Hekariyan e. Di tarîxa heft sed û diwê peyda bûye. »Hikayeta þêxê Senhanî« û »Qiseya Bersîsayî« jî mewzûn gotiye û »Qewlê hespê reþ« jî wisanî mewzûn gotiye û zehf beyt û eþaar jî qewî mileme û rengîn gotine. Û navê wî jî di sihrê da »Mîm û Hey« e, û miqdarê heftê û pênc salan emir kiriye û di tarîxa heft sed û heftê û heft da merhûm bûye û li Miksê jî medfûn e« .

Gelo Feqiyê Teyran kî bû? û navê wî çi bû? Ji ber ko Feqiyê Teyran leqeba þahir e û ne navê wî ye. Ji eserên wî »Wesfê þêxê senhanî« nik min heye.

Yê ko ev nisxe nivîsandiye di dawiya wê de bi erebî gotiye: »Qesîda wesfê þêxê senhanî ya ko Mîr Mihemed nezim kiriye temam bûye, Ev mîr Mihemed bi navê Feqiyê Teyran meþhûr e« . Li gora vê serhê Feqiyê Teyran mîr bû û navê wî Mihemed bû. Lê mîrê kîjan welatî? Heye ko ji mîrekên Miksê bi xwe bû. Ji eserên Feqî min ji »Wesfê þêxê senhanî« pê ve tu jî ne dîtine. Ji xwe esera »Qiseya Bersîsayî« bi guhê min ve jî ne bûye. Min navê »Qewlê hespê reþ« bihîstiye. Bawer bikin jê re »Hikayeta hespê reþ« jî dibêjin. Min hin xezel û qesîdeyên wî ên peregende jî dîtine.

Dibêjin ko Feqiyê Teyran þagirtê Melayê Cizîrî bû û li ber destên wî xwendiye. Feqe di wefata Melê de jê re mersiyeyek jî gotiye û li tarîxa wefata Melê tê de bi ebcedê iþaret kiriye. Ew mersiye bi destê min keti bû lê di dema nivîsandina vê bendê de ne bi min re ye. Lê qenc tête bîra min ko Feqe di mersiya xwe de dibêje:

»Heft eyn û lam ji hev bûn cida, þîn û girî dîsa tê da« .

Heke mirov ev pirsên ha bi hisabê ebcedê hel kir bawer bikin tarîxa wefata Melê jê xuya bike. Dîsan ji wê qesîdê tête zanîn ko Melayê Cizerî ji gundê Hêsetê ye. Ji ber ko Feqe dibêje:

Îro werin, lazim werin, cîran û xelkê Hêsetê.

Herçî »eyn û lam« Feqeh qala van her du tîpan di »Wesfê þêxê senhanî« de jî kiriye û gotiye:
Miksî ji wê meymestihê
Tewîl diket hîkayetê
Miksî ji eþqê sihtiye
Ev sihir vi þêx ve nihtiye
Halê xwe tê de guhtiye
ji »eyn û lam« a hicretê

Feqe qala nefsa xwe bi xwe dike. Herwekî me got Feqe ji welatê Miksê ye. Lê gelek li Cizîra Botan maye û tê de xwendiye. Gelo leqeba Feqê Teyran çawan bi vî þahirî ve bûye. Dibêjin ko Feqeh bi zimanê teyran dizanî bû ji lewre navê Feqiyê Teyran lê kirine. Di vê babetê de min ji þêx Evdirehmanê Garisî çîroka jêrîn bihîstiye. Feqiyê Teyran diçû Cizîrê. Bi rê ve rastî keþekî hat; pev re hevaltî kirin. Midekî çûn, westiyan, xwe dan ber siha darekê. Bihna xwe didan. Du çûk hatin û veniþtin ser darê. Çûk pev re diþtexilîn û Feqe dikenî. Keþê ji Feqe pirsî û got ê: Ma tu çire dikenî? Feqe got: Ev adeta me ye, em Feqe holê dikenin. Keþe: Divêt jê re sebebek hebe, mirov bê sebeb nakene. Feqe: Xebera te ye, lê heke min ji te re got, ditirsim tu bêbextiyê li min bikî û belakê bînî serê min. Keþe soz da yê ko nabêje tukesî. Feqe rabû mesela xwe jê re qise kir û got:

– Ez bi zimanê teyran dizanim. Tu van çûkên ser darê dibînî, yekî ji ê din re dibêje, ev feqiyê ha diçe Cizîre, lê nizane ko li Cizîrê serê wî dê bête êþandin. Keþe deyn ne kir. Her diwan da xwe û ji nû ve bi rê ketin. Gava gihiþtin Cizîrê Feqe çû Medresa sor, keþe çû Westaniyê. Li Westaniyê xelk giha bûn hev û wek mirovine ko li tiþtekî digerin diçûn, dihatin û li erdê fedikirîn û dipeyivîn. Keþê sehîtî kir û zanî ko remildarekî gotiye ko di erdê Westaniyê de xezîneyek heye, lê nikarî bû cihê wê þanî bide. Mîrê Cizîrê jî li xezînê digere. Vê carê, keþe kenî û çû nik mîr; mesela feqe û çûkan jê re got. Mîr þande pey Feqe. Feqeh gote mîr; belê ezê xezînê derînim, lê para xwe jê dixwazin. Mîr jî þertê Feqeh pejirand, yanî qebûl kir. Feqe jî çû hinek zad anî û reþand nava Westaniyê, û xwe li paþ kevirekî veþart. Teyr hatin ser zad, zad xwarin û bi hev re þtexilîn. Teyrekî ji yekî dîtir pirsî:

-Ma kê ev zad reþandiye vê derê?

- Feqiyê Teyran ev zad reþandiye, seba xezînê.

- Ma tu nizanî xezîne li ku ye ?

- Belê dizanim, sibehî wextê roj hiltêt kevirê ko tavê berî ewilî lê didit xezîne di bin wî kevirî de ye.

Feqeh zivirî medresê û nivist. Sibe zû rabû çû Westaniyê û piþtî ko kevirê xwe nas kir berê xwe da mala mîr û gote wî: Ezbenî min xezîne bi cih kir. Mîr digel xulaman rabû, hat Westaniyê, erd kolan û xezîne derêxistin. Malekî zehf derket. Mîr ji Feqe pirsî: Para te çi ye bêje...

Feqeh got: Beramberê serê keþê bidin min. Mîr got: Serê keþê bi laþê wî ve ye, em çawan beramberê wî bidin te. Feqe got: Rahet e, serê keþê ji laþê wî vekin. Anîn serê keþê jê vekirin û danîn ser sehînê û li milê din hêdî hêdî zêrên xezînê êxistin, hetanî ko zêr temam bûn. Zêr beramberê serê keþê ne hatin. Mîr enirî û gote Feqeh: Te zanî bû ko serê keþê hinde giran e, ji lewre te ev þert bi min re kir. Feqeh deyn ne kir, zêr ji sehînê rakirin û çend kulm ax avêtine þûnê. Milê axê daket, serê keþê rabû. Hingê Feqeh berê xwe da mîr û got ê:

- Mîr im, min zêr navêt, zêr ji te re divêtin, tu ko xwedî xulam û mêvan î. Mexseda min ew bû ko ez þanî we bidim ji serê insên girantir ax heye, û insan bi tenê bi axê têr dibe.

Ev her sê þahirên ha yanî Elî Herîrî, Melayê cizerî û Feqiyê Teyran bivê nevê beriya Ehmedê Xanî ne. Ji ber ko Xanî qala wan dike û dibêje:

Min dê elema kelami mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Bînave riha Melê Cizêrî
Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqiyê Teyran
Heta bi ebed bimaye heyran
Çi bikim ko qewî kesad e bazar
Nînin ji qimas re xerîdar


Ezê niho hin þihrên Feqiyê Teyran bidim zanîn. Ji Wesfê þêxê senhanî:
Van qisetan izhar bikim
Behsan kar û bar bikim
Yar û biran hiþyar bikim
Da ez ji þêx dim wesfekî
þêxek hebû çaxê ewil
Nûrha Xwedê hel bû di dil
Sed gumreh û dal û midil
Bi destê wî tên tobetê
þêxek hebû sinhaniyan
Serdarê pansed sofiyan

Bi kurtî naveroka Þêxê Sen'an

'Þêxê Sen'an' an jî 'Þêxê Senaniyan' yek ji berhemênFeqiyiê Teyran e. Berhem li ser þêxekîye ku wekî Þêxê Sen'an tê danasîn.

Þêxê Sen'an yê herdem di zikr û taeta Xwedê de serdarê 500 sofiyan e. Kar û xebata Þêx tev ji bo axretê ye. Elaqê wî qet ji xweþî û lezetên vê cîhanê tine. Ew ewliyayekî Xwedê ye. Þêt tên ser ji bo ku baþ bibin, kor tên cem ji bo ku bi çav bibin, dîn tên cem ji bo ku saxlem bibin. Feqiyê Teyran kesayetiya Þêxê Sen'an bi van rêzikan tîne ziman.

Dûr bû ji ev dinya fanî
Pir digrî kêm dikenî
Kul bû ji ber secdê enî
Di karê zewada axretê

Wî her zewade kar dikir
Zikrekî bê hejmar dikir
Ji dinyayê istixfar dikir
Dûr bû ji her ci sibhe tê

Temenê Þêx dibe 77. Sofî li hev dicivin û biryara çûna Hecê dikin. Þêxê Sen'an wekî rêberê karwanê 500 sofî tê hilbijartin û dikevine riya Hecê de.

Karwanê Heciyan li nêzîkê bajarê Tiflîsê, ji bo bêhndanê li baxekî rûdinin. Ev bax baxê qîza hukumdarê Gurcan e. Çavên Þêx di vî baxî de bi qîza Gurcî dikeve. Piþtî ku ew qîzê dibîne biryar dide ku li vira bimîne û xizmeta keça Gurcî bike. Sofî dikin nakin bisernakevin ku Þêx ji biryara wî vegerînin, ew mecbûr dev ji Þêxê xwe diberdin û bê rêber divegerin warê xwe.

Þêx li xwe nakit sitaran
Eþkere xwe gote yaran
Ax ji destê dohta kufaran
Bimre dînê þirketê

Bê mezheb û bê dîn kirim
Bê xwendin û yasîn kirim
Ji yar û biran þermîn kirim
Werdek xeyala min ne tê

Lew nesîm werdan bixwûnim
Bejnekê nazik dibînim
Dîn dibim wer dimînim
Dil ji min bir qametê
..........
......
Þerm û edeb çû wê demê
Nalî ji tîra sertemê
Bûye kenînê alemê
Avêt kirasê rûmetê

Þêxê 77 salî, yê di riya Hecê de bi hêviya ku keça Îsawî iþaretekê bidiyê dev ji her tiþtî diberde. Dema Þêx ji qîza Gurcî re evîna xwe diyar dike, qîz xebera dawî jê re dibêje: Eger Þêx bibe Îsawî ewê mecal bide ku ew hevûdin bibînin. Þêx hemû þertên keça hukumdarê Gurciyan ya xiristiyan qebûl dike. Ew Þêxê ewliyayê Xwedê, rêberê karwanê Heciyan di 77 saliya xwe de dest bi vexwarina meyê dike û dibe gavanê berazan. Þêx serpêhatiya xwe wiha tîne ziman:

Hem no kirim, hem bed kirim
Ku ewê ez Îsawî kirim
Ji vê terîqê der kirim
Kafir kirim bê murwetê

Kafir kirim meyxur kirim
Dîwane û epter kirim
Balekê ji pêxember kirim
Ev reng bela li ser min tê

Sofiyên mirîdê Þêx di dawiyê de ji warê xwe cardin tên û Þêx bi xwe re dibin. Qîza Gurcî jî li dûv Þêx diçe, lê dema ku ew digihîjin hev Azrayîl ruhê herduyan distîne û ew bi bihiþtê tên xelatkirin.

* * *

Ay dilê min ay dilo

Dil ji min naket xeyalan

Bûme perwana þemalan

Bêriya husn û cemalan

Ay dilê min ay dilo


Can ferît im te nabînim

Deftera iþqê bixwînim

Serxweþ û sukran û dîn im

Ay dilê min ay dilo


Serxweþ û sukran û mest im

Efa'lê eswed digestim

Sebr û aram çûn ji destim

Ay dilê min ay dilo


Sebr û aram û sikon e

Baziyê nav lê 'uyon e

Dil ji pencan kirbû xwon e

Ay dilê min ay dilo


Bazê me krî sikince

Girtibû ez bi her du pence

Min mûdan dil jê bi renc e

Ay dilê min ay dilo


Hêstirim barîn ji xwînê

Sotim ez derdê evîne

Kes ji min neket yeqînê

Ay dilê min ay dilo


Dax û kovan bê hesab in

Mihnet û eyþ û ezab in

Xem ji qelbê min venabin

Ay dilê min ay dilo


Van deman yek carî xwarim

Dîn kirim dîne bi har im

Agirê iþqê bijarim

Ay dilê min ay dilo


Agirê iþqê û pêt e

Her kesê dê kes navête

Demekî naket tebête

Ay dilê min ay dilo


Demekî naket qerar e

Þev û roj ahî û zar e

Ez xelas bûm bûme dar e

Ay dilê min ay dilo


Rey û tekbîrim xilas bûm

Zilfê çokan çep û rast bûn

Gelew kazin bê qiyas bûn

Ay dilê min ay dilo


Sîne ey hubê heriþte

Bi agirê iþqê biriþte

Qet li min nayên niviþte

Ay dilê min ay dilo


Sîneya hubê sidûr e

Dax bi dil kovan û kûr e

Wan hemiyan dil ji nûr e

Ay dilê min ay dilo


Wan hemiyan agir di nav bit

Min ji daxan dil zirav bit

Bê hisab þîþe di nav bit

Ay dilê min ay dilo


Bê hisab þîþ lê kiþande

Hûr kiro misk lê reþande

Nezera zer þeh veþande

Ay dilê min ay dilo


Nezera sahib nezîra

Teþbîhê berqê di þîra

Dame ser gezmê di tîra

Ay dilê min ay dilo


Gezmeyan carek hinavan

Hûrtira ejnû û nûgavan

Tarûmar kirbûn ji gavan

Ay dilê min ay dilo


Tarûmar kir can û cism e

Pisyar in cîran û xizme

Ev xizmet babet tilisme

Ay dilê min ay dilo


Mîm û hê wesfê xwe hilda

Xweþ mêsal in çûn di cilda

Cerh û kovan çûn di dil da

Ay dilê min ay dilo


Qesîdeke wî:
Bizan ko min yar ti wî
Dil ji birîndar ti wî
Ez kuþtim yekcar ti wî
Çi bikim ko min yar ti wî
Bê dest û hem pa ti wî
Pir li min kubar ti wî
Ê b'xezeb xwendî ez im
Di qeyd û bendê ez im
Zencîr bi zendê ez im
Mistaqi rindî ez im
Aþiqê cindî ez im
Perwazi findê ez im
Xweþ qed û ehla ti wî
Cama piyala ti wî
Sûx bejn û bala ti wî
Delala mala ti wî
Pir bext û tala ti wî
Nîmeta ala ti wî.
Dûr ji wisalê ez im
Yar di xeyalê ez im
Îsa li erdan ti wî
Bi girt û berdan ti wî.

Qesîdeke din ji qesîdeyên Feqe

Guh bidêrin niqtê aþiqan
Da ez bixûnim vê xetê
Hemd û senaya xaliqê
Sibhan ji þahê qudretê
Sibhan ji þahê zulcelal
Fikrê me neqþê bê zewal
Halê bê micaz na ête bal
Kamil dibin bi ulfetê
Kamil dibin ev rengê bela
Sed mift Þêx mela
Ew li sirrê bin mibtela
Ji neynika eksiteyê
Dunya ji kesîre namîne
Ne Þêt ma ne Nûh ma
ne Yûnis ma ne Curcîs ma

ne……….

Ne Eyûbê birîndar e
Ne calînos û Suqrat ma
ne Tatalîs û Yeqrat ma
Ne Zulqurnenîn û Mir`at ma
ne cum-cum ma ne ixbar e
Di derbarê cugrafiya dunyayê de
ev dunya berê av bû
xwelî têde ne xuyabû
av miçiqî xwelî mabû

Þevger is offline  
Eski 25-12-2006, 11:45 AM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: AÞÝTÝSTAN / Barýþ
Mesaj: 5,013
Üye No: 2438
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 3896323
Rep Derecesi
Þevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond repute
Varsayýlan


[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] (1651-1707)


Ehmedê Xanî (1651-1707) yek ji helbestvanên herî mezin ên kurd e.

Ehmedê Xanî, di sala 1651'ê de hatiye dinê. Cihê ku hatiye dinê tam ne diyar e. Li gor gelek lêkolîner û nivîskaran, ew ji êla Xaniyan bûye. Li ser cihê vê êlê dîtinên cuda hene. Li gor van dîtinan, cihê vê êlê ji Cizîra Botan heta derdora Wanê tê guhertin.

Dema ku 14 salî bûye dest bi nivisînê kiriye. Dema ku nivîsîna "Mem û Zîn"ê temam kiriye 44 salî bûye. Xanî li Kurdîstana Jorîn li Bajarê Bayezidê wefat kiriye. Gora wî li Bajarê Bayezidê ye. Tirba Xanî ziyaretgaha xelkê ye.

Xanî, bi "Mem û Zîn"a xwe ya ku destana neteweyî ya neteweyê Kurd e, di dilê neteweyê Kurd de cihê bilindtirîn girtiye û bi wî awayî di nav gelê xwe de bûye "Xaniyê nemir."

Mem û Zîna Xanî di sala 1919an de li Stenbolê hatiye çap kirin. Seyda Hemze jê re dîbaçeyek nivîsandiye. Tê de dibêje ko Xanî Nûbara xwe di sala 1094ê hicrî de nivîsandiye. Li gora vê tarîxê Beriya qedandina Memûzînê bi neh salan.

Celadet Bedixan li ser Ehmedê Xanî
Ji meqeleya Klasîkên me – an şahir û edîbên me ên kevin ya Celadet Alî Bedirxan

Mela Camî di heqê Mewlana Celaledînê Rûmî û kitêba wî »Mesnewî« de gotiye:

Men çi gûyem wesfi an alîcenab
Nîst pêxember welê dared kitab.

Yanî: Ez di heqê wî alîcenabî de çi bibêjim, ne pêxember e, lê kitêba wî heye.
Ev pesnekî bilind û hêja ye û bi her awayî li bejna Mewlana têt.

Di heqê Ehmedê Xanî û kitêba wî »Memozîn« de, bi min be, mirov dikare jê bêtir jî bibêje. Belê Xanî jî xudan kitêb e. Lê Xanî pêxember e jî. Pêxemberê diyaneta me a milî, pêxemberê ola me a nijadîn.

Xanî di wextekî welê de rabû ko - beriya niho bi sê sed û neh salan - ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijadê xwe hişyar ne bû bûn û zelamên ji yek miletî hev û dû ji bo ketolîkî an protestaniyê dikuştin. Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biri bû û ji kurdan re goti bû hon berî her tiştî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.

Melayê Jaba der heqê Ehmedê Xanî gotiye: »Şahirê pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê wî ji tayifeyê hekariyan ji eşîreta xaniyan e. Bi xwe hatiye Beyazîdê, di tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Di zimanê kurmancî de Memozîn nav kitêbek aşiq û maşûqan gotiye û kitêbek lixet jî bi kurmancî û erebî gotiye, navê wê Nûbihar e. Zarokê di Kurdistanê hemû di piştî Quranê dixwînin. Û zehf jî xezeliyat û eşharan û beyt bi zimanê kurmancî gotiye. Û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî qewî mahir û sahibi irfan e. Û ji şierayê di Kurdistanê hemûyan jî meşhûr û faiq e, belkî ji hemû şieran meqbûl û memduh e. Û dii hezar û şêst û sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e« .

Xanî herwekî bi xwe dibêje di sala hezar û şêst û yekê hicrî de ji diya xwe bûye.

Lewra ko dema ji xeyb fek bû
Tarîx hezar û şêst û yek bû

Kengê emirê Xwedê kiriye em pê nizanin. Lê gava Memozîna xwe qedandiye çil û çar salî bû.

Îsal gehişte çil û çaran
Ev pêşrewê gunahkaran

Xanî ji Memozînê pê ve hin eserên din hene. Nûbihar: ferhengeke menzûm e. Kurdî-erebî. Xanî ji bo Nûbiharê dibêje:

Ji paş hemd û selewatan
Ev çend kelîme ji ji lixetan
Vêk êxistine Ehmedê Xanî
Nav lê Nûbihara biçûkan danî
Ne ji bo sahibi rewacan
Belkî ji bo piçûkê di kurmancan
Ji Eqîda îmanê:

Sifatê di sebhe ji bo zilcelal
Bizan heft in ey arifê pir kemal
Xweşî, şîn û zanîn û vên û kelam
Bihîstin digel dîtî bû temam

Xanî li Beyazîdê dibistanek jî danîbû û tê de dersa zarokan bi kurdmancî digot. Di pey mirina wî re şagirtê wî Ssmaîn bîst salên din li wê dibistanê guhdar bû û dersên kurdmancî tê de gotin.

Li gor atiştê ko min bihîstiye Xanî kitêbeke cexrafyayê jî çêkiriye û tê de qala ezman û stêrkan kiriye. Herçend ez gelek lê geriya bim jî ev kitêb neket destên min.

Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe ê ker û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye.

Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ko ew rêzik winda dibin, kurdmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin. Seyda dibêje:

Sazi dili kul bi zîr û bem bit
Sazendeyê 'eşqi Zîn û Mem bit


Şerha xemi dil bikim fesane
Zînê û Memî bikim behane


Nexmê we li perdeyê derînim
Zînê û Memî ji nû vejînim


Derman bikim ez ewan dewa kim
Wan bê mededan ji nû ve rakim


Meşhûr bikim bi terz û islûb
Mimtaz bikim mihibb û mehbûb


Ewreng bikim ji nû serefraz
Da bêne temaşeyî nezerbaz


Dilber li Memî bikin girînê
'Aşiq bikenin bi derdê Zînê


Ev meywe eger xirab e ger qenc
Kêşaye digel wê me dused renc


Ev meywe eger ne avdar e
Kurmancî ye, ew qeder li kar e


Ev tifl e eger ne nazenîn e
Nûbar e bi min qewî şirîn e


Ev meywe eger ne pir lezîz e
Ev tifl e bi min qewî 'ezîz e


Mehbûb û libas û gûşiwar e
Milkê di min in ne miste'ar e


Ez pîlewer im ne gewherî me
Xudreste me ez ne perwerî me


Kurmanc im û kûhî û kenarî
Ev çend xeber in di kurdwarî




Di nav vê qelebalixa pesn û mubelexeyan de car bi car hin agehî jî derdikevin ku nêzî rastiya Ahmedê Xanî ne.


Şairê neteweyî û bavê bîr û baweriya neteweyiya kurd Ahmedê Xanî yek ji wan kesayetiyên kurdan e ku li serê gelek hatiye nivîsîn, lê tiştên ku hatine nivîsîn ne li ser esasên zanyariyên belgeyî, pirtir teswîr û pesindayînên derbirîna hissên neteweyî ne, gelek caran tekrara hev in, xeyalî ne, heta ji rastiya jiyan û bîr û baweriyên wî dûr in.


Di nav vê qelebalixa pesn û mubelexeyan de car bi car hin agehî jî derdikevin ku nêzî rastiya Ahmedê Xanî ne. Gava meriv bala xwe dide wan, ew jî, ew agahî ne ku xwe rasterast dispêrin berhemên Ahmedê Xanî, di serî de jî şahesera wî Mem û Zînê.



-----------------------------------------------------------------------------

Min bi xwe heta van demên dawiyê di nav nivîsarên ciddî de wek fakta tenha cumleyek dîtibû ku ne ji berhemên Ahmedê Xanî bi xwe be. Ew jî xwedan çavkaniyeka nezelal bû û gûman li ser rastiya hebûna wê cumleyê hebû. Ya ku ez bahs dikim ew cumleya erebî ye ya ku bi hesabê ebcedê tarîxa wefata Ahmedê Xanî diyar dike: ”Tara Xanî îlla rebbîhî”. (Xanî ber bi Rebbê xwe ve firiya)


Cara pêşîn mamoste Alaeddîn Seccadî ev agahî di berhema xwe ya bi navê Mêjûyî Edebî Kurdî de daye. Lê çavkanî jî zelal nedaye. Nivîsîye ku wî ev agahî ji melayekî alî Amedîyê yê bi navê Mela Salih wergirtiye. Ev agahî bi destnivîs li pişt kitêba wî ya bi navê Semedîye nivîsandî bû ye. Alaeddîn Seccadî ev Mela Salih li Bexdayê li hewşa mizgeftekê nas kiriye pê re xeber daye û pişt re ew ji hev veqetiyane û nehatiye zanîn ku wekî pêştir ev Mela Salih kî ye, Semedîye çi kitêb e, kê ew destnivîs li wir nivîsî û gelek pirsên din.


Lê di van demên dawiyê de, kitêbek li ser jiyan û berhemên Ahmedê Xanî derket ku ji alî ronahîkirina hin warên jiyana wî de balkêş e, hin belgeyên ji arşîva Împaratoriya Osmanî tê de hene ku Ahmedê Xanî pirtir bi meriv didin nasîn.

Esas him kitêb, him jî nivîskarê wê gelek balkêş e. Nivîskar li ser jiyan û eslê xwe diyar dike ku ew ji malbateka mela û alim tê ku bi esil digihîjin malbata Ahmedê Xanî. Li gora nivîskar Ahmedê Xanî bi xwe li pey xwe kur û keç nehiştine, lê ji nesla birê wî ê bi navê Mela Qasim zurriyeta mala Xanî dewam kiriye û hetiye gihîştiye nivîskarî bi xwe.


Nivîskarê ku ez bahs dikim Ebdullah M. Varli ye. Berhema wî ji du cildan pêk tê. Cildek bi navê Dîwan û Jînewarî ya Ahmedê Xanî ye ku ji 476 rûpelan pêk hatiye, lêkolîn e li ser jiyana Ahmedê Xanî û tarîxa mîrekiyên dewra Xanî, bi taybetî jî ya mîrên Bayezîdê. Cilda din bi navê Dîwan û Gobîdeyê Ahmedê Xanî yêd Mayîn e, 556 rûpel e. Tê de şiirên Ahmedê Xanî yên heta niha naskirî û nenaskirî hene. Ew li ser hev106 şiir in. Pişt re bi navê Qisa Şemû’n berhemeka menzûm heye ku nivîskar dibêje ew ya bavê Ahmedê Xanî Îlyas Bin Eyaz e. Berhemeka bi navê Sîsebanê jî di vê cildê de heye ku li gora lêkolerî ev berhem jî ya Ahmedê Xanî ye. Herdu cild jî di nav berhemên Sipan Yayinevi ve Yayınları de sala 2004ê li Îstanbûlê hatine weşandin.


Esas gava min berhem xwend, min dît ku hem li ser berhemê, hem jî li ser nivîskarê wê lazim e bê rawestan, hûr hûr bê tehlîlkirin û lêkolînên kûr li ser wan bê kirin. Hem agahiyên gelek hêja û balkêş di berhemê de hene, hem jî ji alî metod, uslûb û ziman ew mihtacî lêkolînek û zelalkirineka ciddî ne. Min xwest ez pêwendiyan bi nivîskar re deynim hevpeyivînekê pê re li ser wî û berhemên wî bikim, belkî gelek aliyên vê pirsê zelaltir bibe. Lê mixabin ez li derveyî welêt im û nivîskar bi xwe li Tirkiyê dimîne, heta niha ew derfet peyda nebû.


Di vê nivîsara xwe de ez li ser berhemê û hemû agahiyên ku tê de ne ranawestim. Ez tenê dikarim vê bêjim ku agahî û belgeyên gelek hêja tê de hene, encama xebateka dûr û dirêj û zehmetiyeka zêde ne. Cara pêşîn hin belge tê de hene ku ji arşîva osmaniyan tên û esl û fesl û kar û xebata Ahmedê Xanî rohnî dikin. Ez di vê nivîsê de dixwazim li ser wan belgeyan rawestim û agahiyên ku di wan belgeyan de hene liv vê derê pêşkêş bikim.


Berê ez dixwazim ji devê nivîskarê van herdu cîldan wî bi xwe piçekî bidim nasîn ku bingehê pişt van belge û zanyariyan ronahîtir bibe.


Nivîskar di 1939ê de li gundekî bi navê Hesarê ê navçeya Patnosê hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya destpêkê sala 1946ê li gundê Nenecanê li ba bavê xwe Mela Mehemed (Hoko) destpê kiriye, paşê çuye li medreseyên cuda yên Kurdistanê xwendiye. Sala 1957ê li Şamê li medreseya bi navê Emînîye dawî li xwendina xwe aniye. Di navbera salên 1964-1976ê de li Tirkiyê di nav dezgeha dewletê a dînî Diyanet İşleri Başkanlığı de li Erdîşê karmendî kiriye. Sala 1976ê ji Kurdistanê hatiye sirgûnkirin bo Trabzonê bi şertê ku heta 5 salan nezivire welatê xwe. Sala 1977ê ew bi daxwaza xwe ji vê wazîfê dertê derbasî dezgeha Vakıflar Genel Müdürlüğü (Îdareya Giştî ya Weqfan) dibe. Ew ji bo ku erebî û osmaniya bi tîpên erebî, farisî, tirkî, kurdî zane li Ankarê di arşîvxaneya vê dezgehê de dibe wergêr (mitercim). Di sala 1978ê de ji Ankara tê dûrxistin û tê şandin Edirneyê. Ew li ser vê ji vê wazîfê jî vediqete û di wezareta kulturî de di muzexaneya etnografyayê de dest bi kar dike, dibe berpirsiyarê sicîlên şerî’ (şer’i sîcîller) û nivîsarên kevn ên wê muzexaneyê. Di sala 1984ê de ji wê wezaretê jî tê bidûrxistin û li Halk Kütüphanesi (Kitêbxaneya Gelêrî) dest bi kar dike û dibe berpirsê nivîsên kevn. Di sala 1990ê de buye endamê saziya APK( pisporî lêkolîn, neqişkirin, pêşvaanîn). Di sala 1993ê de, di eynî wezaretê de di beşa Halk Kültürünü Araştırma Geliştirme Genel Müdürlüğü (Îdareya Giştî ye lêkolîn û Geşkirina Kultura Gelêrî) de buye serokê daîreyekê. Di heman salê de ji ber hin meseleyan teqauda xwe xwestiye û ji karê dewletê veqetiyaye.


Çapkirî û necapkirî 32 berhemên wî hene. Li gor agahiyên wî, ew ji malbata mala Xanî tê, wekî malbat wan gelek berhemên Ahmedê Xanî parastine û nesil bi nesil dewrî hev kirine heta gihîştine Abdullah M. Varli bi xwe.


Ew li gelek herêmên Kurdistanê geriyaye, çuye her çar perçeyên Kurdistanê, wî gelek belge, destnivîs, wêne, behs, çîrok û rîwayet li ser dîroka Kurdistanê, li ser navdarên kurd û di vê navberê de li ser Ahmedê Xanî jî kom kirine. Ew bi xwe bahs neke jî diyar e ku ew karên resmî ên wergêriyê ku wî kirine jî îmkan danê ku ew di arşîvên tirkan de ên dema osmaniyan gelek belgeyan bi dest xe, ji xwe hin belge ji wan ên li ser Ahmedê Xanî, belgeyên van arşîva ne.


Di kitêbê de li ser esasê belgeyên nediyarkirî nivîskar dinivîse ku malbata Xanî bi eslê xwe ji Xana Sêgundan e a ku bi Çelê (Çukurcayê) ve girêdayî ye. Û ew dinivîse ku di ”quyûdê qedîm” ên osmaniyan de ên ji wê demê mayî, navê gundê Xanê derbas dibe. Malbata Xanî berî jidayikbûna wî di dewra bapîrên wî de ji wê herêmê bar kirine, piştî hin qonaxan li herêma Bayezîdê bicîh bûne


Ew Xaniyan berê wek malbateka alim û yên ku ji bav û kalan de fermanrewatî, dizdarî, qadîtîya hin keleyên bayezîdê û (debîriya) katibiya mîrên Bayezîdê kirine, mamosteyên (lalayên) mîrzadeyên mîran bûne û di medreseyên bilind ên merkezên mîrayetiyê de midderisî kirine. Wek bavikek peydabûne, fireh bûne û pişt re li Bayezîdê wek hoz jî belav bûne. Û di sicîlên resmî yên osmaniyan de di tehrîratên wan an belgeyên bi navê ”maliyeden muhawwel” de gelek agahî ji 1485ê bi şunde li ser kesên naskirî û malbatên bi hêz û xwedan meqam ên Xaniyan hene (b. n. d. c 1, r. 119) Ahmedê Xanî bi xwe di seraya Bayezîde de debîrê dîwanê bû (120).



Nivîskar tarîxa barkirina malbata Xanî ji Xana Sêgundan û bi taybetî ya bicîhbûna wan a li Bayezîdê 1460-1465 dide (r 118) û dibêje li gor rîwayetan, ew bi fermana mîrê Hekariyan Essedudîn Çengzêrîn bi serweriya mezinê Xaniyan ê bi navê Mîr Hesen rabûne çûne li devera Daroing-Bazîd-Narîn Qelê bicîh bûne (r 119) Mîr Hesen bûye mîrê Kela Zêrinak. Piştî Mîr Hesen kurê wî yê bi navê Mîr Suleyman dibe serwerê Diza Zêrînak. Piştî mirina wî jî Mîr Ebdurrezaq dikeve şûna bavê xwe û dibe dizdarê kela Zêrînakê. (r. 123) Ya baş belgekirî ew e ku tê zanîn bapîrê Ahmedê Xanî e dereca pêncê ê bi navê Mîr Ebdurrezaq sala 1485ê li Qela Zêrînakê dizdar û qadî bûye. Ev di secereya hin malbatan de ku dibêjin em ji Xaniyan tên, diyar dibe. (r 119) Piştî Mîr Ebdurrezaq, Şeyx Ebdurrehman serweriya kela Zêrînakê hildide ser milên xwe. Piştî demekê di encama hin şeran de ew ji Zêrînakê tê bidûrxistin, di pey re ew li Bayezîdê li Qelet Ribat dibe Qadîyê Dizesorê. Pişt re qadîtîya wî bajarî dikeve destê kurê wî yê bi navê Mîr Rostem. Hin pirsgirêkên wê demê rê vedikin ku Mîr Rostem bixeyide bi xwe dev ji dizdarî û qadîtiya wî bajarî berde, bar ke biçe li Qelet Ribat bicî bibe (r. 124-125). Di pey re wek malbatî li wî bajarî mane û Eyazê kurê Rostem û Ilyasê kurê Eyaz û kurê wî Qasim (birayê Ahmedê Xanî) û kurê wî Yusuf û kurê wî Ahmed li vî bajarî jiyane.


Piştî mirina Mîr Rostem kurê wî Eyaz ketiye şûna bavê xwe, di pey mirina wî re jî kurê wî Îlyas ketiye şûnê. Îlyas bi keça Qerexanê kalikê Mîr Qerebehlûlê Pisyanî a bi navê Gulnîgar re zewiciye. Li vir ew bi xizmîtî digihîjin mala serwer. Gulnîgar diya Ahmedê Xanî û Qasim e. Piştî mirina îlyas Qasim dikeve şûna bavê xwe. Piştî wî jî kurê wî yê bi navê Muhemmed, di şûna wî de jî kurê wî yê bi navê Xalid, kurê wî yê bi navê Ahmed. Ev hemû li wî bajarî wek Qadî mane. Giş weke mela hatine naskirin. (r. 126)


Ahmedê Xanî bi xwe nezewicî ye, secereyên ku tên heta demên me xwe wek bavik ji birayê Ahmedê Xanî Mela Qasim tînin xwarê. (r. 128)


Belgeyek li ser vê malbatê ew e ku Şêx Îlyas di berhema xwe de ya bi navê ”Qisa Şem’ûn” diyar kiriye. Wî li dawiya vê berhemê bi erebî wiha nivîsîye: ”Qed ketebe fî eyyemî dewlet Xanî Xanan el kurd, el-e’del Behlûl el-Pisyanî, îlyas bîn Eyyaz bîn Rostem bîn Şeyx Ebdurrehman el kebîr bîn Mîr Ebdurrezaq. Fî senetî 1063[1652 zayînî].” (r 129)


Ji sicîlên herêma Bayezîdê ên ku endamên malbatên eşraf, alim û dewlemend qeyd dikirin da serê wan bijmêrin ji bo bac û qamçûran ji waqn bistînin, gelek agahî li ser endamên malbatan hene. Di yekê ji wan sicîlan de agahî li ser malbata Îlyas û Gulnîgara Qîza Qerexan hene. Ji wan sicîlan tê fahmkirin ku bi keç û kurên xwe pênç zarokên Îlyas û Gulnîgarê hene: ferzendê kebîr (kurê mezin) Qasim, duxterê kebîr (keça mezin) Perî, duxterê wusta (keça navîn) Gulîzer, ferzendê sexîr (kurê piçûk) Ahmed, duxterê sexîr (keça piçûk) Kitan. (r. 173)


Di belgeyek din de ku bi navê Tehrîr Quyûdê Qedîme ye û ew di sala 1063yê koçî de 1682yê zayînî de hatiye nivîsîn li ser mala birayê Ahmedê Xanî Mela Qasim e wiha dinivîse: ”Xaneyê Mela Qasim; ferzendê (kurê) Îlyas Efendî; herem (jin); Gulbihar duxterê (keça) Emîr Muhammed, ferzende (kur) Muhammed, duxter (keç); Şahnaz we duxter Perwîn we duxter Şîrîn. Birader Ahmed; ferzendê îlyas, hemeşîre (xwişk); Perî [xwişka Ahmedê Xanî] haremê (jina) Yusuf bîn Yusuf, hemşîre (xwişk); Gulîzer, haremê (jina) Emîr îbrahîm, hermşîre (xwişk) Kitan; haremê (jina) Emîr Xelîl.) (r. 174)


Ahmedê Xanî berê li cem bavê xwe Şêx Îlyas, pişt re li cem birayê xwe Mela Qasim xwendiye. Sêx Îlyas debîrê Mîr Muhamedê Purbelalî bû, ku ew mir, Mela Qasim bû debîrê Mîr Muhammed. Mela Qasim bi xwe zavayê Mîr Muhammed e. (r. 183, 184) Ji hin şiirên Ahmedê Xanî fahm dibe ku wî li Xoşabê li medreseya Etaîye jî xwendiye. (r. 183)


Belgeyeka wê dewrê heye ku lîsteya şagirdên Medressa Gulgûn Ilim (paşê Kullîya Gulgûn Ilim) rê dide. Di wir de Ahmedê kurê Îlyas jî wek şagird xwiya dibe. Ev medrse ji bal malbata mala Xanî hatiye avakirin, pişt re mezin buye, fireh buye buye kullîye. (r. 183)

Piştî demekê Mela Qasim ji debîriye Mîr Muhammed tê bidûrxistin û pismamê Qasim Yusuf dibe debîr, paşê ew jî tê bidûrxistin û Ahmedê Xanî di tarîxa 2 zîlhîcce 1081 (13 adar 1671)ê de dibe debîrê Mîr Muammedê Purbelalî. Ev mîr yekî kurdperwer û hişyar bûye xwestiye hidûdê mîrîtiya xwe fireh bike û Kurdistanê ava bike. Ahmedê Xanî gelek ji vî mîrî hez kiriye. Gava mîr miriye jî şîîrek pir bi pesn li serê nivîsîye. (r. 219-220)


Xanî bi kurtî di demên Mîr Muhammed Purbelalî, Mîr Ebdî (Çolaq Ebdî Paşa) Mîr Mîrza, Mîr Xelîl, Mîr Îbrahîm û Mîr Mîrza û Mîr Muhammedê duduyê de debîriya Serayê kiriye. Demeka nêzîk berî kuştina Mîr Muhammedê Duduyê ji mîr xeyidî ye û dev ji debîriyê berdaye. Tê gotin ku pişt re di riya Şêx Camî yê Neqşîbendî re ku bi eslê xwe ji alî Mehabada niha bû û li alî Bayezîdê mudderisî dikir û şêx jî bû Ahmedê Xanî ket terîqeta wî. Ahmedê Xanî berê şagirdê wî bû li cem wî xwendibû. (r. 221)

Agahiyeka din jî wekî belge di vê berhemê de li ser wefata Ahmedê Xanî tê diyarkirin.

Me di serê vê nivîsarê de behsa cumleyeka bi erebî kir ku Elaeddîn Seccadî di Mêjûyî Edebî Kurdî de daye û li gor hesabê ebcedê tarîxa mirina Ahmedê Xanî derdixe ku hata niha herkes vê tarîxê wek tarîxa mirina wî qebûl dike: ” Tara Xanî ila Rebbîhî”.


Lê Elaeddîn Seccadî dinivîse ku wî wek destnivîs ev li pişt kitêbekê dîtiye. Helbet belgeyeka wiha ne tekûz e, xwediyê her kitêbekê kare tiştekî li ser qabê an pişta kitêba xwe binivîse, têrê nake ku meriv wê wek belge qebûl bike. Lê cara pêşîn Abdullah M. Varli di vê berhema xwe de diyar dike û dibêje ku ev nivîsa erebî li ser kêla gorra Ahmedê Xanî hatiye nivîsîn. Ew dinivîse ku cara pêşîn ew çûye Bayezîdê, li ser kêla gorra Ahmedê Xanî nivîsa ”Tara Xanî îlla Rebbîhî” ldîtiye û ew li cem xwe nivîsiye. Lê ew dibêje ku wî li wir ”rebbîhî” tenê bi ”r”yekê nivîsiye, loma jî gava ew nivîs bi hesabê ebcedê hesab kiriye tarîxa wî bûye 1119 hîcrî yanî 1707ê zayînî û ev bi vî awayî belav bûye. Heke ev rast be meriv kare texmîn bike ku ev nivîs e ku li pişt kitêba Mela Salih hatiye nivîsîn û ketiye destê Alaeddîn Seccadî. Lê Abdullah M. Varlî dibêje ku van salên dawiyê ew careka din çûye ser gorra Ahmed Xanî, tevî ku ew kêl ji ser gorrê hatiye rakirin jî, wî li nav gorristanê careka din ev kêla keftî dîtiye, şûştiye û nivîsa wê qeyd kiriye, wî ferq kiriye ku di 56ê de wî şaşîtiyeka piçûk kiriye, tevî ku şedde li ser ”r”yê heye jî wî ev şedde destnîşan nekiriye. Di vê ziyareta xwe ya duduyan de ew careka din li gor hesabê ebcedê vê carê ”r”yê bi du ”r” hesab dike, tarîx dibe 1021ê hîcrî, yanî 1709ê zayînî (r. 241-243) Yenî heke ev rast be tarîxa jidayikbuna Xanî dibe 1650-51 û ya wefata wî dibe 1707.

Ji van zanyariyan bêtir hîn gelek zanyarî di derbarê Ahmedê Xanî û dewra wî de, di derbarê malbata wî de, di vê xebata hêja de hene. Cildê duduyan cih dide gelek şiiran ku heta niha li tu derê nehatine weşandin. Lê meriv rastiyê bêje, divê heyetek pispor tevî mamoste Abdullah M. Varlî rûnê ev berhem belgeyên ku bûne çavkaniyên vê berhemê ji nuh ve bên tehqîqkirin û zanyariyên wê bi awayekî ilmî ji nuh ve bên pêşkêşkirin. Hêvî dikim ku ev kar di demeka n^êzîk de were biserxistin ûagahiyên nuh bi awayekî tekûztir û sererastir têkevin ber destên lêkoler û xwendevanan.



__________________
Þevger is offline  
Eski 25-12-2006, 11:46 AM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: AÞÝTÝSTAN / Barýþ
Mesaj: 5,013
Üye No: 2438
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 3896323
Rep Derecesi
Þevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Melayê Cizîrî (1407-1481)
XALID SADINÎ

Melayê Cizîrî, Wêjeya Dîwanî û Dîwana Melayê Cizîrî


Melayê Cizîrî helbestvanekî kurd ê mutesewif e ku di navbeyna sedsalên16 û 17 de li Cizîra Botan jiyaye.

Herçenda ku li gor gelek nivîskar û lêkolînerên kurd tarîtiyek di salên jidayikbûna Melayê Cizîrî de hebe jî; bi qinyata min ev mesele pir tarî nîn e û li gor agahdariyên Cizîrî bi xwe dayine me, Melayê Cizîrî sala 974ê mişextî (koçî) de hatiye dunyayê. Em vê rastiyê ji vê malka helbesta wî derdixin:

Ji herfan mah û salê me

Nehat der şiklê falê me

Wekhemî pêwendîkarên wêjeya dîwanî dizanin, helbestvanên wêjeya dîwanî bi piranî dîrokan bi jimêra ebcedê didin. Di van malkên jorî de jî jimêra ebcedê heye û li gor Abdurrehman Durre pişavtina vê malikê 974 dike.(Rewşen, hejmara 5an Tîrmeh 1992 Îstanbul) ku beramberî 1564ê mîladî ye, bi qinyata min ev rast e, lewra em baş dizanin ku Melayê Cizîrî hevalînî ligel Feqiyê Teyran kiriye û wan herduyan bi hev re sala 1631ê jî li Cizîrê bi hev re helbestek danberhev çêkirine.

Navê Melayê Cizîrî yê esas Ehmed e û ew kurê Muhemmed e. Ji eşîra Boxtiyan e. Ew ji binemaleke pir oldar, zana û pêwendîkarê xwendinê hatiye. Wî pêşiyê li cem babê xwe xwendiye û paşê dewama Medresa Sor a mezin ya ku li Cizîrê ye kiriye. Heyamekê li Hekariyê, li Amêdiyê û Hesenkeyfê jî xwendiye. Îcaza xwe ji Mela Tahayê Sitrabasî wergirtiye. Heyameke dirêj li gundê Sirba melatî û seydatî kiriye. Piştî Hesenkêf û Sirba hatiye Cizîrê û heta dawiya temenê xwe li Cizîrê bûye. Li Cizîrê jî hem mamostetî kiriye li Medresa Sor û hem jî aqilmendiya Mîrê Botan Xan şeref kiriye. Navbeyna wî û mala mîr pir xweş bûye. Piştî Mîr Îmadeddîn (Xan şeref) hatiye ser îdara fermandariya Cizîra Botan kartêkirina Melayê Cizîrî di rêvebirina Cizîrê de çêbûye. Bi îhtîmaleke mezin Melayê Cizîrî qet nezewiciye û bêdûmêz ji vê dunyayê çûye dilovaniya xwe.

Em ji danberheva Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran dizanin ku ew di sala 1631î de li Cizîrê bûye. Herwisa ji Dîwana wî jî tê zanîn ku wî vê salê (yanî 1631) dîwana xwe qedandiye. Em baş dizanin ku ew heta 66 saliya xwe li jiyanê bûye û piştî hingî bo me tarî ye. Çenda ku gelek lêkolîner û nivîskarên kurd dibêjin ku helbesta Feqiyê Teyran ya bi navê “Werin werin xelkê Hêşetê” li ser mirina Cizîrî nivîsiye jî gelek di cih de nîn e. Lê dîsa jî li gor pişaftina malkeke ji vê helbestê, (ku ev malik jî ev e: Heft eyn û lam jê bûn cuda/şîn û girî dîsa dîsa têve dur) Cizîrî di 1641î de çûye dilovaniya xwe. Çenda ku ez ne di wê qinyatê de bim ku ev helbest îlla li ser Cizîrî hatibe nivîsîn jî ne dûr e ku mirina Cizîrî jî ev sal be. Lewra gelek lêkolîner dibêjin ku Melayê Cizîrî di 75 saliya xwe de çûye dilovaniya xwe. Mumkin e ku helbest li ser Cizîrî be jî, lewra dostanî û hevalîniya Cizîrî û Teyran bi danberheva wan jî aşkere ye.

Sedemê bi şohretbûn û binavûdengbûna Melayê Cizîrî û nasbûyina wî bi mutesewwifekî mezin dîwana wî ya rengîn e. Di Dîwana xwe de wî li ser eşq û evînê, li ser eşqa îlahî û beşerî, hebûn û meseleyên hebûnî, mirin û meseleyên bêmiriniyê -baqiyetê-, bûyerên dema xwe û pêşiya xwe, mezinên dema xwe û pêşiya dema xwe helbest nivîsane. Lê pêşiya em bikevin nav deryaya Melayê Cizîrî û tevlihev bikin, pêwîst e em li ser Dîwanê û Wêjeya Dîwanî qise bikin ku em cihê Melayê Cizîr di nav vê wêjeyê de bibînin...

Wêjeya Dîwanî wêjeyek xweser e û pêşiya mislimanetiyê jî di nav ereb, faris, kurd û gelên din de hebû. Lê piştî mislimantiyê û nemaze piştî derketina tesewwifê û selteneta xelîfan rewac da û pir bi pêş ket. Helbestvanên vê wêjeyê yên mezin ku heta hetayê nayên jibîrkirin rabûne û berhemên bêhempa dane. Helbestvanên wekî Ebû Newas (ku şaîrê Harûn Reşîd bû) Firdewsî, Hafiz, Ebulfariz, Gencawî û hwd. hemî ji vê wêjeyê tên jimartin. Di erebî de Ebûle'la el-Muerrî, Ebulariz, di farisî de Hafizê şîrazî, Celalleddîn Rûmî. Se'dî şîrazî, Gencewî, F. Ettar û di tirkiya osmanî de jî Fuzûlî, Nabî, şeyxî, şêx Xalib û hwd, berhem û mînakên pir sereke di vê wêjeya Dîwanî de dane. Di kurdî de jî Melayê Cizîrî, Elî Herîrî, Ehmedê Xanî nûnerên wêjeya kurdî ya dîwanî ne.

Wêjeya dîwanî li ser yekhatina beytan (dumalkiyan) e. Her çenda ku bendên wekî murebba (çarrêz), muxammes (pêncrêz), museddes (şeşrêz), û hwd. giraniyeke mezin di dîwanê de bigrin jî, çûna malê (beytê) ji malkiyê (misra) ku derî ye derbas dibe. Mirov dema ji vî derî derbas bû û kefte hundirê malê digehe wateyê (me'na). Di helbestên dîwanî de hemî tişt me'na ye. Dibe ku wateya beytekê bi çend curan be, lewra helbestvanê mezin yê esilkurd ê tirkînivîs Nabî gotiye ku; “Helbesta bê ma'ne wek behîva bêkakil e.” Hunermendî û mezinahiya di vê wêjeyê de kesê dinivîse pêwîst e peyv û gotinên wisa bi kar bîne ku kesekî din pêşiya wî ew nekiribe. Çenda ku peyvên vê wêjeyê nêzîkî 2-3 hezaran in û 300-400 helbestvanên xurt yên misliman û ji hemî milletan ev peyv bi kar anîbin jî wateya heryekî daye helbestê cûrbecûr e. Her helbestvanekî wêjeya dîwanî bi zimanê xwe yê mader helbest vehûnandine. Wêjeya dîwanî pirxemilandiye û esasên wê jî li ser xemilandin û kokkirinê ye. Lewra helbestvanên dîwanê hemî zanîna xwe, hunermendî û fêhrisiya xwe têxin nava helbestên xwe. Ji ber hindê ye divê helbest hem pir bi wate û hem jî pir xemilandî be, kok be ku kesê dixwîne wekî helbestvanî gêj û mest û serxweş bibe. Eger em helbestê weke dîlberekê bihesibînin, hunerên wêjeyî jî xirş û xal û çekên xemilandinên zînetên delaliyê ne. Çi me'na, çi xirş û çek ji hemî helbestvanan re yek in lê mêrifet û mezinahî di xemilandina bûkê de ne.

Hin kes dibêjin wêjeya dîwanî ji Îranê zaye. Lê çenda ku wêjeya dîwanî ji wêjeya Îranî bêtin jî çavkaniyên wê hemî ne ji Îranê û efsaneyên Îranê ne. Mirov dikare bêje ku ev wêje ji van çavkaniyan mijarên xwe digire.

1. Qur'ana Mezin û Hedîs û kirinên Peyxamber.

2. Zanînên olî, Tefsîr (şîrova Qur'anê), Kelam (zanînên li ser yekatiya Yezdan, Fiqih (bîr û biryarên olî ji bo meşandina jiyana civakî û kesî).

3. Dîroka Îslamê û milletên misliman, bûyerên bi nav û deng yên dîrokî.

4. Tesewwif, gotin kirinên mutesewwifan, peyvên wek mehbûb, yar, me'şûq aşiq, eşq, şerab, mey, xemr, serxweşbûn, mestbûn û hwd, bi wateya tesewwifî bi kar tên...

5. Esatir û efsaneyên Îranî û Arî, ku mezintirîn çavkaniyên şehnameya Firdewsî ye û çîrokên di wê de ne...

6. Çîrokên li ser Peyxamber û Ewliyayan mucîze û kerametên wan, kar û kirinên wan.

7. Dîroka gelêrî, bi piranî Îsraîliyat û buyerên berî mislimantiyê û piştî mislimantiyê.

8. Felsefe, hikmet û dîroka felsefê, Arîsto, Sokrat, Boqrat, Tales û hwd. û herweha zanînên demê, sinya, kîmya, stêrzanî, erdzanî û yên din...

Ji bilî van çavkaniyên (jêderk) tewahî di wêjeya dîwanê de hinek qalibên wêjeya dîwanê hene ku hemî helbestvan di nav wan qaliban de helbestên xwe nivîsayine. Ji wan qaliban jî qalibê ji hemiyan bêtir bi kartê sêgaha eşq-aşiq û me'şûq (Viyan, evîndar û yê/ya tê viyan e). Gelek caran hemberî aşiq, reqîp jî dikeve holê. Di vê helbestê de bi çi cure dibe bila bibe binetar (esas) evîn e, û her tişt li dor evînê derbaz dibe. Çi evîna Îlahî be û çi evîna beşerî yan giyanî be, evîn herdem platonîk e û hema hema esasê hemî beytan-nemaze beytên xezelan- ew e. Helbestvanê dîwanê hemî deman evîndar e, aşiq e, me'şûq a wî evîna wî jî hemî gavan bêwefa û cefakar e. Di ser bêwefa û cefakariya yarê de jî reqîbên evîndar jî hene ku evîndar ji dilê dîlberê ditirse ku xwe deyne ciyek din. Me'şûq yek e, evîndar û reqîb gelek in, mixabin evîn jî bêderman e. Birîna wî kûr e... Ev evîn evîndar, kul û kovanên evînê jî dibin riste, beyt, xezel qesîde û helbest dikevine nava dîwanê. Lê divê em baş bizanin ku dîwan çi yeş

Dîwan her çenda ku bi wateya xwe ya esasî me'na peyvê civat, meclis û şûra be jî di wêjeyê de bêtir di wêjeya îslamî de bi vê me'nayê ye. Dîwan, berhevoka helbestên helbestvanekî ne ku li gor çarçoveyeke taybetî hatibine nivîsîn û di pirtûkekê yan defterekê de hatibine berhevkirin e. Ji vê pirtûkê re dibêjin “dîwan”. Ji ber hindê ye helbestên helbestvanekî bi weznên arûz û li gor taybetiyên wêjeyî yên rojhilatî hatine nivîsîn.

Îcar çi ji aliyê helbestvanî bi xwe, çi jî bi piştî mirina wî di pirtûkekê de tên berhevkirin û li gor taybetiyekê tên rêzkirin. Eger xweyiyê dîwanê navekî xas li dîwana xwe kiribe ji xwe bi wî navî tê naskirin. Weke Dîwana Cegerxwîn a yekan navê wê Sewra Azadî ye. Lê eger helbestvan bi xwe nav li dîwana xwe nekiribe ew dîwan bi navê wî helbestavanî tê zanîn; wek Dîwana Hafiz şîrazî, Dîwana şêx Galib, Dîwana Melayê Cizîrî û hwd. Eger dîwan bi taybetî û bi tertîba xwe ya xas hatibe nivîsîn û berhevkirin jê re dibêjin dîwana rêzgîn (dîwana muretteb, bi tertîb) Çawa ku helbestvanek bi xwe bixwaze dîwana xwe amade bike, herwisa piştî mirina wî yekî din jî dikare helbestên wî berhev bike û dîwana wî çêbike. Ji xwe ez di wê qinyatê de me ku helbestên Cizîrî piştî wî hatine berhevkirin û dîwana wî çêbûye.

Dîwaneke rêzgîn ji van beşên dîwanê û cûr helbestan (menzûmeyan) pêk tê:
Beşa Yekemîn: Qesîde ne. Qesîde li ser yekatiya Yezdanî munacat, na't û helbestên li ser mezinan, peyxamberan, padîşahan hatine nivîsîn ku wan bipesinînin. Ji 33ê heta 99 beyt in. Lê kêmtirî 33 beytan jî hene û dib.

Beşa Duyemîn: Dîrok, helbestên dîrok tê de heyî, wek helbestên behsa dema ji dayikbûna helbestvan, mirin yan jî behsa meselên giring yên demê helbestvan dikin û tê de li gor jimêra ebcedê dîrok hebin.

Beşa Sêyemîn: Musemmat (Bend helbest) in. Musemmat ew helbest in ku ji bendan hatibin çêkirin, wek murebba (çarrêzî-çarmalkî), muxemmes (pêncrêzî-pêncmalkî), museddes (şeşrêzî-şeşmalkî), musebba (heftrêzî-heftmalkî), musemmen (heştrêzî-heştmalkî), mutessa (nehrêz), muaşşer (dehrêzî), Terbî' (çarrêza li ser beytên xezela yekî din hatibe çêkirin), texmîs (pênc rêza li ser beytên xezela yekî din hatibe çêkirin. Wek Texmîsa Laxer, (Dîwana Melayê Cizîrî, Firat Y. Beşa 98.), tesdîs (şeşrêza li ser beytên xezela yekî din hatibe çêkirin) teştîr (pênc, şeş, heft û zêdetir rêz jî dibe, çêkirina wê jî li ser beytên xezela yekî din e) Terkîbî bend (helbesta bend-bend e û her bend bi serê xwe helbestek e) Tercî'î Bend (herwekî terkîbî bendê ye lê kafiya benda dawiyê di hemî benda de wekî hev e.)

Beşa Çaremîn: Xezel in. Xezel cûr helbesteke ku li ser eşq û evînê, bûyerên xwezayî, tebîet, wesfên yezdanî û hwd. tê gotin û nivîsîn. Kêmtirîna wê 5, pirtirîna wê 15 beyt (durez) e. Pêwîst e ku di dîwanê de li gor rêzbûna tîpên erebî qafiye hebe ku peyva dawiya beytê ye. Herwisa pêwîst e ku qet nebe bi her tîpeke erebî helbestek hebe.

Beşa Pêncemîn: Qit'e ne. Ev qit'e jî bi “Metle”, “muemma” (tiştonek), “lugaz” “yekane” (ferde) û “azade” têne navkirin, û her yek bi serê xwe kurtehelbestek e.

Hinek caran dibe ku helbestvanê dîwanê di van beşên li jorî navborî tevan de helbest nevehandibin, wê demê jî dîwana wisa kêm re dibêjine “dîwançe”

Dîwana Melayê Cizîrî

Piştî van agahdariyên li ser wêjeya dîwanî û dîwanê, ez dixwazim bi kurtasî behsa Dîwana Cizîrî ya pirreng bikim. Lê mixabin Dîwana Melayê Cizîrî ya ku niha di dest me de li gor tertîba dîwanî ya li jor nehatiye amadekirin û rêzkirin. Dîwaneke tevlîhev e. Û ez dibêjim dibe ku kêm be jî hinek helbestên Cizîrî hêjî wê winda bin. Lê çenda ku tertîba Dîwana Melayê Cizîrî wiha ne durust be jî kesê wêjeya dîwanê dizane wê bizanê ku Melayê Cizîrî di van beşên li jorî hatine jimartin tevan de jî helbest nivîsîne û pirtûka wî Dîwan e. Lê divê ji aliyê xêrxwazekî ve li gor tertîba Dîwanê bête hilbijartin û tertîbkirin.

Di Dîwana Melayê Cizîrî de bi gişkî 140 helbest hene. Ji van helbestan teqrîben 80 xezel, 13 qesîde, 12 murebba, 1 muxemmes, 1 texmîs, 1 mustezzad, 2 muesser, 27 bend muselsel in ku ew ji tercî'î bend û terkîbî bend, 16 çarîn û 2 yekane û 2 daneberhev tê de ne.

Melayê Cizîrî di helbestên xwe de weke hemî helbestvanên dîwanî ji bo xwe mexles bi kar anîne û mexlesên ku Melayê Cizîrî bi kar anîne ji bilî navê wî yê pîroz Ehmed dudu ne; Mela û Nîşanî. Melayê Cizîrî di 104 (sed û çar) helbestên xwe de mexlesa xwe ya sereke ku “Mela” ye bi kar aniye û di 9 helbestan de jî “Nîşanî” bi kar aniye, di pênc helbestên xwe de ji navê xwe yê giranbiha “Ehmed” bi kar aniye. Cizîrî dîsa wek hemî helbestvanên dîwanî di tercî'î bend, terkîbi bend û helbestên xwe yên muselsel yên din de mexlesa xwe di benda dawiyê de aniye. Di çarînên xwe de mexles negotiye, jixwe di çarînan de mexles nivîsîn ne pêwîst e. Lê yê bixwaze dikare binivîse wek, di gelek çarînên Omer Xeyyam de mexlesa wî heye.

Melayê Cizîrî di helbestê de wêjevanekî pir mahir e. Heta niha min nebihîstiye ku kesekî pêşiya wî bi kurdî dîwanek nivîsî be û çêkiribe, lê dîsa jî eger dîwana wî dîwana yekemîn a bi zimanê kurdî be jî, ji dîwanên helbestvanên mezin yên ereb û faris û tirk çêtir nebe jî ji wan kêmtir nîn e. Ji xwe ji vê zanatî û ewlehiyê ye ku Melayê Cizîrî xwe hevberî Hafiz şîrazî dike û dibêje:

Ger luluyê mensûrî ji nezmê tu dixwazî

Wer şiîrê Melê bîn,te bi şîrazî çi hacet.

Melayê Cizîrî ehlê xwenasînê ye. Li gor wî divê herkes bigihê mafê xwe, şohreta ku heq kiriye, ew dibê: “Ji rengê Se'dî û Camî, ji şohret pêhisîna a'mî.” Herwesa di Dîwana Melayê Cizîrî de helbesteke pir balkêş heye ku, Mela li ser yekî helbestên wî bi nevê xwe xwendinê nivîsiye. Mela Abdurrehman Durre di hejmara 5ê Rewşenê de nivîsîbû, ku Melayê Cizîrî ev helbest li ser Mela Dawidê Finikî nivîsiye. Dibe, lewra Cizîrî di serê helbestê de, dibêje ku “Qewî meşhûr e ku namê te Mela Xemset e'şer.” Xemseeşer, yanî panzde. Mela panzde, hejmara panzde li gor jimêra ebcedê. Dibe ku Dawid be. Lewra D-4, A-1, W-6,û D-4 dikin panzde. Ev xezela Mela pir balkêş e û wiha ye:

Tu ji dehlê were der

Qewî meşhûr e ku namê te Mela xemset e'şer

Tu bi şi'ra ne te gotî, xwe dikî qend û şeker

Durê nasufte dihonî, me nedî mislê te qet

Ne di semtê Ecemî de, ne di iqlîmê Teter

Ev çi şi'r û xezel in, medh û senayê xwe dikîş

Di civatan weh dibêjî me bi te'n û bi xeber

Ev çi teqlîd û şetat in, çi petat in tu dikîş

Serî vê ra dihejînî, bi dused ah û keser

Tu dizanî Finika te ne mekanê xezalan e

Çi buha têne metaê te eya bê ser û berş


Dest û payan ji berê zêde bikî dê te bikim

Mislê Hemmadê Ereb herwekî şêx anî bi ser

Ehmed im, sînesîper pêşberî tîra felekê

De'wedarê te me, îro tu ji dehlê were der!

Herwekî di vê xezala jorî de jî tê dîtin ku Melayê Cizîrî bi zimanekî dewlemend û gelêrî helbestên xwe nivîsîne. Di helbestên wî de pir gotinên pêşiyan, îdyom û guftogoyên kurdî hene. Melayê Cizîrî nêzîkayî bi 1500 (hezar û pênsed) peyvan nivîsiye û peyvên wî bi piranî kurdî ne. Nêzîkî 600-700 peyvên erebî û farisî di helbestên wî de hene, lê ew peyvên wî bi kar anîne peyvên ku gelek helbestvanên dîwanî bi kar anînene. Herwekî me li jor jî gotibû ku di wêjeya dîwanê de nêzîkî 2000 peyv hene ku hevpar in û hemû helbestvanan bi kar anîne. Ji ber hindê, mirov nikare bêje ku Cizîrî bi zimanekî giran helbestên xwe nivîsîne. Gelek caran di vî babetî de anakronîzm tê kirin û gotinên Cizîri û hemî helbestvanên kurd heq nekirine têne gotin. Lê eger em vê nirxandinê li gor hikariya dînê îslamê ku li kurdan kiriye û hikariya zimanê erebî û farisî bînin ber çavan û her wisa pênekarkirina kurdî jî bînin ber çavan emê bizanin ku Melayê Cizîrî pir bi maf nebûye ku zimanekî wiha di helbestên xwe de bi kar aniye.

Di Dîwana Melayê Cizîrî de mirov dibîne ku ew aşînayê hemî çîrok û rîwayetên dewra berê, orf adet û toreyê pêşiya xwe, têgehiştinên ilmî û felsefî yên islamî û pêşiya islamê ye. Herwesa ew aşînayê dîrok û kelepora milletên dora xwe ye... Lewra wî kariye bi hunermendane behsa selteneta Suleyman, gencîna Ferîdûn, mêrxasiya Rustem, Peyxamberiya Zerdeşt, şerkirina Îskender, felsefa Tales, Arîsto û Eflatun, Sihra Harut û Marût, peywirên milyaketan, evîndariya evîndarên pêşiya xwe, helbest, pirtûk û dîwanên pêşiya xwe bike û dema mirov bikeve derya wî, ji xeniqînê ditirse.

Dîsa ji Dîwana Melayê Cizîrî tê fêmkirin ku wî perwerdeyî li ser tefsîr, hedîs, kelam û tesewwif û zanînên klasîk yên îslamî û pêşiya îslamê kiriye. Farisî, erebî û tirkî baş zaniye. Lê dîsa jî wî beravajî gelek helbestvan û zanayên esilkurd ku bi zimanekî biyanî nivîsî ne, wî bi kurdî nivîsiye. Û xwestiye ku milletê wî jî wekî milletên bira yên derudorên wî xwedî pirtûk û xwendin bin. Xwestiye ku eşqa îlahî bêxe dilê gelê xwe... Lewra helbestên wî bi piranî tesewwufî ne. Lê di hinek helbestên wî de jî rastiniya roja wî, behsa dema wî û yên pêşiya wî hene. Cizîrî ne helbestvanekî zarveker (muqellid) e. Ji ber hindê ye, hikariyake mezin li ser helbestvanên li du xwe hatine kiriye. Nemaze li ser Pertew Begê Hekarî mirov dikare bêje ku Pertew Beg suxteyekî Melayê Cizîrî ye û dîwana xwe li ser esasê dîwana wî çêkiriye.

Eger bi jimara beytan be 2000 (Lewra dîwana Cizîrî de 419 çarrêz û gelek bend hene) beytên zêdetir di Dîwana Cizîrî de hene û hemî jî yek û din xweşxwintir, dewlemendtir û bi hunermendtir hatine nivîsîn. Di van beytên şîrîn de hemî hunerên wêjeyî hene. Ji mecaz, îstîare, kînaye bigire heta husn û te'lîl, mubalexe, telmîh, tezmîn, mulemma, secî' û tersî û heta bigehiyö dawiyê hemî hunerên wêjeyî di dîwana wî de hunermendane bi kar hatine.

Helbestên di Dîwana Melayê Cizîrî de bi piranî xezel in. Lewra xezel ji hemî cur helbestan bêtir nêzîkî vegotina eşq û evîn û kul û derdan e. Ji ber hindê ye yekî faris gotiye: “Yek beyt aşiqane be ez sed qesîde est” (Beyteke evîndarane ji sed qesîdan çêtir e.) Mirovê evîn û şaerî bi hev re di dil de nebe nikare di vî babetî de binivîse. Lewra derya xezelan deryayeke pirreng û pir kûr e, kesê bikeve divê bi agirê evînê bişewite ku bi ser bikeve. Agirê evîna Îlahî ye ku Melayê Cizîrî di vê deryayê de mahîr û melavan kirî. Ji xwe felsefa Îslamî di hikariya nubuwet û siha Peyxamberê pîroz de ye. Ji ber hindê Melayê Cizîrî dema felsefa xwe daneye herdem di çarçoveya olî de li jiyanê mêze kiriye. Lewra li gor wî her tişt Yezdanê mezin çêkiriye û her bûyer bi teqdîr û daxwaza wî çêdibe. Tişta xwezayî be olî ye, îlahî ye, eşq, evîn, zanîn, felsefe, hîkmet, dîrok û her tişta bête hişê mirov eger bête şîrovekirin divê li gor vîna Îlahî bête şîrovekirin. Ji ber hindê ye Melayê Cizîrî di kulîlka nêrgizê de jî di çavên reşbelek yên yara xwe de jî û di şûrê şerkerekî de jî Yezdan dîtiye.

Nusxên Dîwanên Melayê Cizîrî

Me li jor jî nivîsî bû ku Dîwana Melayê Cizîrî piştî mirina wî ji aliyê hinekên din ve hatiye berhevkirin û amedekirin ta ku hatiye çapkirin û weşandin. Hindî ku em pê dizanin Dîwana Melayê Cizîrî cara yekemîn sala 1904 li Berlînê ji aliyê Von Martin Hartman ve hatiye çapkirin. Ev nusxa yekemîn hatiye weşandin bi awayê lîtografî (kevirçap-çapkevirî) hatiye çapkirin.

Ji xebatên û nusxên ta niha li ser Dîwana Melayê Cizîrî hatine kirin û min dîtin hêjatirîn xebata Mamosta Sadiq Bihaeddîn Amedî ye ku Dîwana Melayê Cizîrî li ber gelek dîwanên çapkirî û destnivîs tujandiye (hevber kiriye). Em bi rêzê bijmêrin nusxên Dîwana Melayê Cizîrî yên haya me jê heye ev in:

1. Dîwan, Melayê Cizîrî, Amadekar: Zeynelabidîn Zinar û M. Emîn Narozî, Weşanên Roja Nû, 1987 Swêd. Ev Dîwana Cizîrî bi tîpên Latînî: û erebiya wê hatiye çapkirin.

2. Dîwan, Melayê Cizîrî, Wergêr ji bo tîpên latînî Zeynelabidîn Zinar, Firat Yay›nlar›, 1992, Îstanbul. Ev Dîwana Cizîrî jî wekî ya Zeynelabidîn Zinar li Swêdê çap kiriye ye, lê bes bi tîpên latînî ye. Tê de 122 beş hene ku her helbestek bi beşekî jimartiye. Beşê 116 çarînên Melayê Cizîrî ne, lê 3 heb in. Lê em baş dizanin melayê Cizîrî 16 çarînên wî hene. Anko di vir de çarîn kêm in.

3. Dîwana Melayê Cizîrî, Tehqîq û tujandina Sadiq Bihaeddîn Amedî, 1976 Bexda. Ev nusxe ji hemî nusxên ku heta niha min dîtine giringtir e. Lewra hatiye tûjandin li ber van Dîwwan û keşkol û rojnameyan.

4. El-eqîde El-cumhirî fî şerhî Dîwan Eş-şeyx Cizîrî, Ehmed bin Mela Muhemmed el-Botî Ez-zivingî, El-cuz'ul'ewwel wessanî Metbe'eturrafîdeyn, Qamişlî 1378 h. (1959.m.)

5.Dîwana Cizîrî, Mela Taha Ebabekir Elî Wanî, sala 1355ê mişextî beramberî 1937ê zayinî, li Zaxo nivîsî, digel du dîwanên din ji yên wî.

6. Dîwana Cizîrî ya destnivîs, ya ku ne navê nivîskar ne jî dîroka nivîsîna wê li ser nehatiye nivîsîn ku bi navê xwedanê Dîwanê Enwer Mayî navê “Maî” li ser daniye.

7. Fotokopiya Dîwana Cizîrî ya ku Von Martin Hartman sala 1904ê lîtografa wê li Berlînê ligel sertayek bi zimanê elmanî belavkirî.

8. Dîwana Cizîrî ya nemir Muhemmed Elî Ewnî li ber Dîwana Von Martin Hartman nivîsî û digel du dîwanêt dî yên di kitêbxana Darulkutub El-Misriyye de li Qahîrê hevberkirî, cudayî li ser malkêt hellbesta nivîsîn ku navê Dîwana yekê “Bexda” û navê Dîwana duwê Dîwana Hawarê bi nav kirî.

9. Dîwana Cizîrî, muelifî şêx Ehmed El-Cizîrî, tabîî Muhemmed şefîq El-Arwasî El-huseynî, şehzadebaşi, Ewqafî Îslamiye metbaas›, 1337-1340 h.

10. Dîwana Cizîrî, Mustefa Qeredaxî, sala 1924ê bi destê xwe nivîsî, 156 rupel e.

11. Dîwana Eş-şeyx Ehmed Cizîrî, Çapxaneyî Hewlêr, çapî yekemîn, 1964.

12. Dîwana Cizîrî ya ku di kovara Hawara rengîn de di hejmarên 35 ta 57 di navbera salên 1941-1943 de belavkirî.

Ji bilî Kovara Hawarê di gelek pirtûk, rojname û kovar û keşkolan de helbestên Cizîrî ketekete hatine nivîsîn. Mamosta Amedî ew jî wiha nivîsîne: “Mêjûyî Edebî Kurdî-E. Secadî 1952. Edebî Kurdî, Secadî 1958. Xwendina lîteratuyayê Miruyê Esed-Qaçaxê Mirad, Yerevan 1973. Fêrbûna Kurdî,-Dr. Kamîran Bedirxan, 1958. Dîwana Kurmancî, Abdurreqîb Yûsif, 1971. Ziman û Edebî kurdî bo Polî Pêncemî Amadeyî, Kovara Gelawêj, Ronahî, Çiya, Birayî, Birayetî, Hêwa, Hetaw, Dengî Gêtî Taze, Hişyarî, Rojnameyên Jîn û Hewkarî. Ji bilî van kovar û pirtûkan di van keşkolan de jî helbestên Cizîrî hene.

a. Keşkolê sala 1231h. hatiye nivîsîn, navê nivîskar nenivîsiye.

b. Keşkolê Dr. Mesûd Hacî Mustefa Amedî, dîsan navê nivîskarê wê nenivîsîye.

c. Keşkolê Muqeddem Fexrî Abdullah li Zaxo nivîsî, sala 1948ê ku peyivtina Melayê Cizîrî û Mîr Îmadinî ye.

13. Destnivîsa Solî Niştîman, nivîsîna Mamoste Mela Necmeddîn Mela, sala 1361ê hîcrî hevberî 1942 zayînî nivîsî.

14. Dîwana Cizîrî, Amedekar: Hejar, Tehran.

15. Dîwana Cizîrî, amadekarê wê nekifş e. Mamoste Zeynelabidîn Zinar navê vê dîwanê “Bênav” daniye û ji bo çapên xwe yên latînî bingeh girtiye. Li gor agahdariyên Zeynelabidîn Zinar ev dîwana van salên dawiyê li Stenbolê, li ber 14 çapên cuda hatiye çêkirin. Lê min bi xwe ageh ji 14 dîwanên çapkirî nîn e.

Nusxên dîwana Cizîrî ku em pê dihesin ev in. Ji bilî wanên me li jorî jimartin, di gelek kovar, rojname û pirtûkên van salên dawî hatine çapkirin de helbestên Cizîrî hene. Wek, kovara Rewşen, Nûbihar, Welat, Azadiya Welat, Roja Nû, Jiyana Nû, Azadî, Hêvî, Azadiya Welat û pirtûkên Antolojiya Edebiyata Kurdî, A. Balî, Tarîxa Edebiyata Kurdî,Qanatê Kurdo û hwd.

Xulase: Melayê Cizîrî û berhemên wî yên Pîroz Dîwana wî yadîgarên îlahî ne ku bo me kurdan mayin, pêwîst e ku em li wan xwedî derkevin û eger li ciyekî helbestek yan beytek wî bibînin teslîmî sazûmanên kurdî yên pêwandikar bikin.

Hêviya min ew e em ji feyza Cizîrî bêpar nemînin.


Çavkanî:
1. Dîwana Melayê Cizîrî.
2. M. Nacî, Istilahatî Edebiyye, Rîsale, 1996, Îst.
3. Doç.Dr. Îskender Pala, Divan Edebiyat Sözlü€ü, Akçay Y.1995, Ankara.
4. Rewşen, Hej 5 1992 Îst.

5.Nûbihar hej. 58, “Hevpeyvîn digel Ferhad Shakely.”
6. Nûdem, Hej. 18, “Hevpeyvîn digel Ferhad Shakely.”
[Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ]






__________________
Þevger is offline  
Eski 25-12-2006, 11:51 AM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: AÞÝTÝSTAN / Barýþ
Mesaj: 5,013
Üye No: 2438
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 192000
Rep Puaný : 3896323
Rep Derecesi
Þevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond reputeÞevger has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Baba Tahîrê Uryan (938-1010)

Baba Tahirê Uryan an jî Hemedanî di dawîya sedsala 10an de jiyaye.Berhemêkî wî ye bi navê DUBEYTÎ heye.Ev berhem bi zaravaya Kurdî ya Lorî hatiye nivîsandin.

Farsan Baba Tahirê Uryan wekî destpêka wêjeya Îranî dixwazin nîşan bidin.Li gorî angaşta wan Lorî ne lehçeyekî Kurdîye,lehçeyekî Farsîye.Di rojameya îro de ev ozan di nav gelê Kurd de bi hormeteke mezin tê bî anîn.1(*).

__________________
Þevger is offline  
Eski 25-12-2006, 11:52 AM