|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Zimanê kurdî zimanek þaxê îranî yê bakûr-rojava yê malbata zimanên hînt-ewrûpî. Berê her tiþt li Kurdistan tê axaftin, zimanê dayîkî piraniya kurdan e.
Çend zaravên kurdî hene. Kurmancî li bakur û rojavayê Kurdistan, soranî li baþûr û rojhilatê tê bi kar anîn. Kurmancî bir piranî bi tîpên latînî tê nivîsandin, soranî bi tîpên erebî. Zaraven din kurmançkî, feylî ne. Kurmançkî/Zazakî carna jî wek zimaneke din tê dîtin. Zimanê Kurdî Ji ber ku zimanê Kurdî zimanê miletekî ye ku hatiye bindesthiþtin, di îmkana pêþdexistina muesesetiya milî, ji ya lêkolîn û lêgerîn û pêþxistina ziman, kultur û hebûnên civakî û tarîxî hatiye bêparhiþtin, zimanê Kurdî jî têra xwe nehatiye lêkolîn û dewlemendiya wî nehatiye eþkerekirin. Muesese û dezgehên ku karibin vî zimanî pêþdexin bi taybetî li hundurê welêt firsenda avabûnê nedîtine, ji alî lêkolînê û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîþtine, yek du ronakbîrên ku bi îmkan û hewldana xwe ya þexsî xwestine derkevin meydanê jî, hergav tûþî tehdîda dewleta serdest û zordar bûne. Loma jî, lêkolînên li ser zimanê Kurdî, heke em rewþa îstisnaî ya Kurdistana Îraqê li ber oav negrin, bi îmkanên van oend ronakbîran mehdût kirîye ku ew jî ji xwe re li derveyî wel,t peyda kirine. Li Kurdistana Îraqê, ji ber wê serbestiya nisbî ya kulturî ku encama têkoþîna milî ya bêwestan û bênavber bûye û piþtrejî ji ber wê îmkana otonomiya mehdûtkirî ya berhema þerê salên 60'î, li vî peroê welatê me, welê lê hatiye ku hejmara ronakbîr û muesesên ku li ser zimanê me xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûye. Li vî peroê welêt meriv dikare behsa hin xebatên hêja bike. Ji bilî van tiþtê ku li ser zimanê Kurdî hatine nivîsîn, eserên hin rojhilatnas û zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî ne. Ji bilî vê divê em xebatên wan dewletên ku Kurdistan bindest kirine û yên hin der û dorên ku hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî destnîþan bikin, ku ev xebatên wiha yên li ser zimanê Kurdî ne bi mexseda ilmî lê bi ya siyasî hatine kirin. Ewan ne ku xwestine rastiyên zanistî derxin holê, lê xwestine idîa û safsetên ku xizmeta mexsedên wan ên siyasî bikin li nav miletê bêne belavkirin. Dewleta Tirk ji ber ku heta roja îro hebûna miletê me înkar kiriye, û muhawele kiriye ku Kurdan wek peroeyekê ji qewmên Tirk ên Asya Navîn bide nîþandan. Li ser zimanê Kurdî jî idîa kiriye ku ev ziman, zimanê civakeke Tirknîjad(Tirkên oiyayî) e û di netîca asîmilasyonê de bûye zimanekî destkind (sun'î) ê ku ji oend hezar peyvên Erebî, Farisî û Tirkî pêkhatiye. Misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber oavdêrî û lêkolînên xwe yên gelek sathî bi þaþoûnekê nivîsîne ku Kurdî ne zimanekî serbixwe ye, lehceyek e ji Farisiya kevin uyan jî ya nuh. Yên ku li ser zimanê Kurdî tehlîlên þaþ ên qestî kirine yan jî bi nezanîn þaþ oûne, hejmarên kesên wiha ji yek du kesan ne zêdetir in, lê ji alî lehceyên zimanê Kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda cuda nivîsîne û peþkar kirine gelek zêde ye. Li alî din divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku heroî lêkolînên niyetoak û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî ew bi xwe jî li ser zimanê Kurdî gihîþtine bîr û baweriyên newek hev. Ji alî van de jî nezelaliyek heye. Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên, lêkolînên ku li ser fonolojî, morfolojî û sîntakso zimanê Kurdî hatine kirin, nîþan dane ku zimanê Kurdî, zimanekî serbixwe yê xwedan tarîxeka taybetî ya pêþveoûnê ye û yê rastiya han di warê zimannasî de xwe daye qebûlkirin. Li gorî vê, zimanê Kurdî zimanekî Hîndu-Awrûpî ye, dikeve nav þaxê zimanên Îranî û di vir de jî ji grûba Îraniya Bakurê Rojava tê hesabê. Her wekî tê zanîn, zimannasan di encama lêkolînên li ser zimanên dinyayê de, li gor nêzikbûna an dûrbûna, zimanan li ser esasê reh û rêoik û yên gelek aliyên din ev ziman ji hev veqetandine, li gor hin zimanan, hîn zimanên din nêzî hev dîtine û ew di malbatek zimên de hesibandine. zimanên dinyayê dabeþ dibin ser van malbatên zimanan: *Malbata zimanên Hîndû-Ewrûpi *Malbata zimanên Samî: Erebî, Îbramî û Aqadî dikevin nav malbatê. *Malbata zimanên Bantû: ji hin zimanên Afrîka Baþûr û ya navîn pêktê. *Malbata zimanên Çînî: Ji zimanên Çînî û Tîbetî pêk tê. *Malbata zimanên Ural-Altayî: Di vê malbatê de zimanên Fînî, Macarî, Estonî, Uygurî, Samuyetî, Tirkî, Moxolî û Manoûyî cihê xwe digrin. Malbata zimanên Hîndû Ewrûpî ya ku Kurdî jî têde ye, bi navê Asya û Ewrûpa dibe du beþ. Beþa Ewrûpa, bi navê zimanên Cermenî, yên Romanî û yên Slavî dibe sê þax. Di þaxê zimanên Ermenî de Swêdî, Norwecî, Danîmarkî û Îslandî hene ku ev zimanê Îskandînavî ne. Piþt re Flamanî, Almanî û Îngilîzî jî di vî þaxî de ne. Zimanên Romanî ji Portekîzî, Îspanyolî, Fransizî, Îtalî û Romanî pêk tê. Di þaxê zimanên Slavî de jî, Rûsî, Ukraynî, Bulgarî, Sirbî û Lehî (Polonî) hene. Herweha, Yunanî, Arnawutî (Albanî) Lîtwanî, Keltî û Baskî ji dikevin beþê Ewrûpa yê Malbata Zimanên Hîndû-Ewrûpî. Di besê Asyayî yê malbata zimanên Hîndû-Îranî dabeþ dibe li ser esasê zimanên Hîndî û yên Îranî. †axê Hîndî, ji Sanskrîtî, Sindî, Urduyî, Hindiya Îroyîn, Biharayî, Bengalî, Marasî, Kûoûrayî, Pencabî û Senegalî pêk tê. Di þaxê zimanên Îranî de jî Farisiya Kevin (ji wê jî Farisiya Navîn yan Pehlewî, ji Farisiya Navîn, ji Farisiya Nuh), Avestayî, Sogdî, Belûcî, Peþtûyî, Osetî û Kurdî hene. Zimanên Îranî ji alî avabûna rêzimanî dibin oar beþ: Kurdî di grûba Îraniya Bakurê Rojava û farisî di grûba Îraniya baþûrê rojav de ye. Zimanên dinyayê ji alî avabûna xwe jî di bin sê beþ. * Zimanên Yekkîteyî: Zimanê Çînî û Tîbetî ji vê grûbê ne. * Zimanên dûvgir: zimanên Tirkî, Fînî û Macarî di vê grûbê de ne. * Zimanên tewangbar: Zimanên Hîndû-Ewrûpî û yên Samî di vê grûbê de ne. Li gor vê dabeþkirinê, zimanê Kurdî dikeve grûba zimanên tewangbar. Belavbûna Zimanê Kurdî ya Nîgarî Li ser herêma coxrafî ya ku Kurd li ser dijîn, Mîrê Bedlîsê, dîroknasê bi nav û deng ê Kurd Þerefxan, di Þerefnameya xwe de wiha dibêje: "Hudûdên welatê Kurdan, ji peravê Derya Hurmuz (Delavê Basra M.E.B.) ya ku ji okyanûsê vediqete dest pê dike, li ser xeteke rast ji wê derê heta dûmahîka welayetên Meletiyê û Merasê dioe. Bi vî awayî aliyê bakurê vê xetê Fars, Iraqa Acem, Azerbaycan, Ermenîstana Pioûk û ya Mezin pêk tîne. Li baþûrê ve xetê jî Iraqa Erebî, Musil û Diyarbekir heye. Tevî vê jî gelek xelq û qebîlên ji nesla van însanan, ji rojhilat heta rojava li gelek welatan belav bûne." (1) Roja îro, Kurdî li Asiya Pioûk, erdê navbera Anadoliyê, Kafkasyayê, Faris û Ereban tê axaftin Li rojava Tirkî, li bakur Ermenî, li bakurêrojhilat Azerî, li rojhilat Farisî û li baþûr Erebî dibe cîranê vî zimanî. AxaKurdistanê îro hatiye peroekirin û ketiye nav hidûdên Îranê, Iraqê, sûriyê û Tirkiyê. Li gorî vê, rojava û baþûrê rojavayê Îranê, seranserî bakur û rojhilatê bakurê Iraqê, bakurê Sûriyê û rojhilat û baþûrê rojhilatê Tirkiyê welatê eslîn ê zimanê Kurdî ye. Civakên Kurdîaxêv her wiha li Ermenîstanê, Turkmenîstanê, Pakîstanê (Belûcîstana Pakîstanê) Afganîstanê, Hîndistanê û Lubnanê hene. Li paytext û bajarên wekî Horasanê, Tahranê, Bexdadê, Þamê, Ankarê, Îstenbolê, Konyayê û Îzmîrê ji nifûseka kesif a Kurdîaxêv heye. Tarîxa bicîhbûna Kurdan a li van welat û bajaran ji alî hin Kudan ve gelek kevn e, dioe bi sedsalan berî niha û ji alî hin Kurdan ve jî dikeve nav sedsala me ya nuha, bi taybetî jî van deh salên dawiyê. Ku di van salan de yan hatine sirgûnkirin, yan jî ji ber zilm û zorê jî mecbûrî barkirine. Bi vê mahnê, li welatên Ewrûpa. li Amerîkayê, li Awustiralyayê jî li ser hev nîv milyon Kurd hene. Heke em bixwazin hidûdê welatê eslîn ê zimanê Kurdî destnîþan bikin, em divên tabloya jêrîn diyar bikin: Li bakur, li Ermenîstanê ji Lenînekanê destpêdike ber bi rojava de bajerên Qersê, Erzurumê, Erzincanê, rexê rojhilatê bajarê Siwasê û qeza Sarizê ya Qeyseriyê digre nav xwe. Piþt re dikêþe û Merasê, Qiriqxana Hatayê jî digre di wir re ji hudûdê Sûriyê û Turkiyê dibuhure dioe herêma Afrînê (Ýiyayê Kurmênc) ya li Bakurê Helebê. Afrînê digre navxwe û ber bi rojhilat dioe; Kebaniyê (Ayn Ereb), Serê Kaniyê (Rasul Ayn), Dirbêsiyê, Amûdê û Qamiþliyê digire. Piþtî ku hemû herêma Cizîrê ya li Sûriyê girt ber xwe ber bi basûr de rex bi rexê Dîcle dadikeve Musilê, oiyayên Sincêr, qunatrên baþûr ên rêzeoiyayên Hemrîn digre nav xwe, li hundurê Iraqê li baþûr ta digihîje herêma Tikrîtê. Li wir Mendeliyê, û oiyayê Piþtkêw digre, dikeve hidûdê Îranê, li wir digihîje baþûrê Loristanê ku ji Piþtkêw, Pêþkêw, Balagrêwe, Bextiyar, Kahgehî û Momesanî pêk tê. Ji bakur ber bi rojhilat de, gava ber bi bas»r dadikeve, hidûdên zimanê Kurdî, peravê rojhilat ê oemê Erez, li Îranê Makû û Xoyê û peravên rojava û baþûrê Gola Urmiyê, oiyayê Sehend ê ku dikeve bakurê Merexe digre nav xwe. Ji wê derê bi zikzakî dioe û Ahmedawa, Mesîrabad, Bicar (bajarê Kurdî yê paþîn yê li rojhilata bakur) digre ber xwe, ji gund û qesebên Esedawayê derbas dibe ku ev bajar dikeve rojavayê Hemedanê, piþt re dirêj dibe heta Karêzê, Alî Ýadderê û †ar Kurdê ku ev bajar li rojavayê Îsfahanê ye. Ji wir ber bi baþûr de dadikeve û digihîje bajarên Kûzeyrûn û Hesarê (2) Zareveyên Kurdî Zimanê Kurdî yê ku li ser axeka fireh tê axaftin, ji gelek lehoeyan pêk tê. Tiþtên ku li ser lehoeyên kurdî hatine nivîsîn û axaftin gelek ji hev cuda ne. Di vî warî de meriv rastî tesbîtên ji hev gelek cihê û agahdariyên zêde têkilhev tê. Ji ber ku gelek caran navên lehce, herêm, eþîr, dîn û mezheban tên têkilhevkirin, di ber oavkaniyekê de, ji bo lehcan meriv dikare rastî navekî cihê bê. Hin kes hene ku van hersiyan wek lehceyekê dihesibînin û dibêjin ku ev þêweyên lehceyeka zimanê Kurdî ne. Hinekan jî ew wek zimanên cuda yên serbixwe qebûlkirine. Kesin hene ku hersiyan; wek lehceyên cuda yên zimanê Kurdî dihesibînin û hin jê jî ya duduyan (Lurrî) li dervayî zimanê Kurdî dibînin. Lurriya ku bi navê Lurriya Pioûk û Lurriya Mezin dabeþ dibe, hin kes jî hene ku Lurriya Mezin lehceyeka Kurdî qebûl nakin (di nav van de hin kes, wê wek lehceyeka zimanê Farisî dibînin, hin jî wê wek zimanekî bi serê xwe nîþan didin) lê Lurriya Pioûk wek lehceyeka zimanê Kurdî qebûl dikin. Meriv nikare bêje ku li ser lehceyan têra xwe lêkolîn û lêgerîn hatine kirin û netîcên zelal ji alî van ve bi her awayî hatine bidestxistin. Em ê li vê derê li gor oavkanî û wesîqeyên bin destê xwe cih bidin hin dîtinan û þemayekê diyarbikin ku li gorî me ya herî nêztir a rastiyê ye. Li gora Þeref Xan Di warê lehceyên Kurdî de kevintirîn oavkanî, Þerefnameya Þeref Xan e. Seref Xan di vê esera xwe de wiha dinivîse. "Eþîr û civakên Kurdan, ji alî ziman, adet û rewþa civakî ve bi ser oar beþan de dabeþ dibe: * Beþê yekê, Kurmanc * Beþê duduyan, Lor (Lurr M.C.) * Beþê sisiyan, Kelhur Heger, em vê tesbîta Þeref Xan nehesibînin, lêkolînên li ser lehceyên Kurdî heta nîvê pêþîn ê vê sedsala me, di esasî de ji alî biyaniyan ve hatine kirin. Di vê meselê de takeîstisna, ew broþura Mela Mehmûdê Bayezîdî ye ku di 1858`an de ji bo Aleksander Jaba; konsolosê Rûsya Qeyserî yê Erzurûmê amade kiribû û ji ferhenga Sêwa Hekarî û ya Rewendî ya hevberkirî pêk hatibû. Mela Mehmûdê Bayezîdî, di destpêka vê broþurê de, berî ku ji alî rêzimanî ve li ser hin xalan raweste, dide diyarkirin ku zimanê Kurdî jî ji ber ferqîtiyên herêmî û eþîrî xwediyê lehceyên cuda ye. "mesela" dibêje, "Kurmanciya ahaliyê Wanê, Mûþê, Bayezîdê û Qersê û Kurmancên bi ser Rûsya û Îranê ve û zimanê ahaliyê Botan, Hekariyan, Hemedanê, Simtî(?)yê, Diyarbekirê, Mûsilê, heta bigihê hudûdê Bexdayê (ku ji herêmên Silêmanî û Þarezorê û ji taîfên Zerza, Mukrî, Bebe û Bilbasan pêk tê) ji hev cuda ne" (4) Mela Mehmûdê Bayezîdî di vê xebata xwe de, Kurdî bi navê Kurmancî bi nav dike, wek lehce jî behsa navê Botan, Hekarî û Rewendî dike û di ferhenga xwe ya hevberkirî de jî þêweyên Hekarî û Rewendî hevberî hev dike. G. Givrinlîyê ku di salên 1836-1837`an de oend meqale li ser ziman û etnografya Kurdan belav kirin, zimanê Kurdî, bi navê Kurdiya jorîn û ya jêrîn dike du beþ. Li gor Givrimlî Kurdiya jorîn ji Mukrî, Hekarî, Þikakî û Bayezîdî, Kurdiya jêrîn jî ji Lurrî, Gelhurrî, Lekî pêk tê. (5) Peter Lench jî di xebata xwe ya bi navê "Forschungen über die Kurden und die Iranischen Nardchöldaer", (Petersburg, 1857-1858) de zimanê Kurdî bi ser lehceyên Kurmancî, Kelhurî, û Lurî dabeþ dike. (6) Yek ji wan lêkolînerên zimanê Kurdî; Oskar Mann, Kurdî bi navê Kurdiya Rojava, ya Rojhilat û ya Baþûr dike sê beþ. E. B. Soane, di esera xwe ya bi navê "Grammar of Kurmanji or Kurdish Language" (London, Luzak and Company, 1913) de zimanê Kurdî, beþî bi ser sê lehceyan kiriye û ji her du lehceyên pêþîn re gotiye lehceyên bingehîn. Dabeþkirina Soaneyî wiha ye: * Kurmanciya Jorîn * Kurmanciya Jêrîn Li gora Ziya Gökalp Di tehqîqa cara pêþîn a rapora xwe de Ziya Gökalp dibêje zimanê Bextiyarî dikare iltîhaqî Soranî û zimanê Kalhûrî jî iltîhaqî Gûranî bêkirin. Lê di tehqîqa cara dawîn de vê yekê tashîh dike û dinivîse ku "bi þahidiya Þerefnamê tê famkirin ku zimanê Bextiyarî dioe ser Lurrî û zimanê Kalhurî jî dioe ser Soranî".(12) Ziya Gökalp di tehqîqa xwe ya cara pêþîn de dinivîse ku "Heke em zimanên Gûranî, Bextiyarî û Kelhurî veder kin (veqetînin) di destê me de oar zimanên serbixweyiya wan diyar, dimîne: Kurmancî, Soranî û Lurî" (13) Loma jî tê famkirin ku Kurd ne qewmek, lê oar qewm in û Kurdî jî dabeþî bi ser çar zimanên wiha dibe ku mensûbên van zimanan qet ji hev tê nagihên. Ev çar ziman ev in: Zimanê Kurmancî, Zimanê Soranî (Bahdînî, Kalhurî), Zimanê Lurî (Bextiyarî, Feylî)" (14) Ziya Gökalp di wê xebata xwe ya binavkirî de wiha dinivîse: "Xwediyên van heroar zimanan ji zimanên hev tê nagihên. Ji alî serf, nahw û luxet ve ferqeka mezin di navbera wan de heye. Ferqên navberê jî ne ferqên lehceyî, lê yên zimanî ne. her zimanek ji van her oaran ji alî zimannasî ve zimanê serbixwe ye. Her yek jî ji gelek lehceyan pêk tê. Tevî vê jî ev her çar ziman bi tevayî ne dûrî hev in jî. Hemî þaxên Kurdîyeka kevin in ku meriv dikare bi navê "Kurdiya Qedîm" bi nav bike. Têkiliyên navbera zimanên Neo-Latînî û Latînî çi bin, yên navbera Kurdiya Qedîm û van Kurdiyan jî ew in." (15) Ziya Gökalpê ku lêkolînên wî li ser eþîrên Kurda ne li ser "lehceyên" Kurmancî jî radiweste: "Hê bi tetqîqeke ilmî nehatiye derxistin ku zimanê Kurmancî dabeþî bi ser oend lehceyan dibe. Lê gava Ahmedê Xanî di kitêba xwe ya bi navê Mem û Zîn de behsa lehceyên ku bi kar tîne dike, di beyta jêrîn de navê sê lehceyan dijmêre. "Bohtî û Mehmedî û Silîvî Hin lal û hinik ji zêr û zîvî" (16) Li gorî vê, Ziya Gökalp jî Kurmancî bi navê Bohtî, Mehmedî û Silîvî dike sê beþ û eþîr û herêmên ku bi van "lehceyan" diaxivin dihejmêre. Zanayê Kurd Tewfîq Wehbî, di mesela lehceyên Kurdî de wekî Soane difikire (17). Nivîskarê binavûdeng Alaeddîn Seccadî, di esera xwe ya bi navê Destûr û Ferhengî Zimanî Kurdî, Erebî û Farisî de, dibêje ku "di zimanê Kurdî de du lehce hene" û wiha didomîne: "Lehca 'Botan' a ku îro jê re 'Bahdînî' tê gotin. Kurdên Tirkiyê û Suriyê û yên qezayên Mûsilê bi vê lehceyê diaxivin. Ya duduyan jî lehceya 'Mukrî' ya ku îro jê re 'Soranî' tê gotin. Kurdên din, yanî Kurdên bakurê rojhilat û rojhilatê Iraqê û yên Ardelan û Mukriyan bi vê lehceyê diaxivin" (18) Li gora Kemal Fûad Dr. Kemal Fuad “ ku li ser edeb û zimanê Kurdî xebatên wî yên hêja hene, zimanê Kurdî dabeþî lehce û þêweyên jêrîn dike: 1-Kurdiya Rojava (ku hin ji vê re dibêjin Kurmanciya jorîn -bakur-) a- Afrînî, b- Cizîrî û Botanî c- Sincarî o- Badînî d- Hekarî e- Þikakî 2-Kurdiya Rojhilat (ku hin ji vê re dibêjin Kurmanciya Xwarê -baþûr-, hin jî dibêjin Kurdiya Navendî) a- Soranî b- Silêmanî c- Mukrî o- Sineyî 3-Kurdiya Baþûr a- Xaneqînî b- Feylî c- Kirmanþanî o- Lekî d- Kulgayeyî e- Kelhorî ê- Perewendî Dr. Kemal Fûad bi rexnegirî dibêje ku wê lehceya ku ez jê re Lehceya Baþûr dibêjim hin kes wê bi navê Lurrî bi nav dikin. Ew tenê wan lehceyên ku li Loristana Mezin tên axaftin wek lehceyên Lurr qebûl dike û wan wek lehceyên Kurdî qebûl nake. Dr. Kemal Fûad rexne li wê yekê digire ku oima ji hin lehceyên ku di hin çavkaniyan de wek Lurrê Pioûk derbas dibin ji wan re Lurrî tê gotin. Ew wan di nav lehceyên Kurdiya Baþûr de dihesibîne (19). Li gora Fûad Heme Xurþîd Fûad Heme Xurþîd, di xebata xwe ya bi navê Zimanî Kurdî, Dabeþbûnî Cografyayîy Diyalêktekanîy de lehceyên Kurdî bi vî awayî dabeþ dike: 1. Kurmanciya Bakurî 1. Bayezîdî 2. Hekarî 3. Botanî 4. Þemdînanî 5. Behdînanî 6. Diyalekta Rojava 2. Kurmanciya Navîn 1. Mukrî 2. Soranî 3. Erdelanî 4. Silêmanî 5. Germiyanî 3. Kurmanciya Baþûrî 1. Lurrê Eslîn 2. Bextiyarî 3. Mamesanî 4. Gohgilo 5. Lek 6. Kelhurr Fûad Heme Xurþîdî, hem Lurriya Mezin hem jî ya Piçûk Kurdî qebûl kirine û ew di nav Kurmanciya Baþûrî de hejmartiye. 1. Kurdiya bakur yan jî lehceya Kurmancî 2. Lehca Kurmanci ya ku li Kurdistana Navîn tê axaftin. Ji vê lehceyê re carina Kurdiya Baþûrî (Kurmancîy Xwarû) yan jî bi þaþîtî "Soranî" jî tê gotin. 3. Grûba Lehceyên Kurdî yên din ên ku li Kurdistana Baþûrî tên axaftin: gellek þaxên vê grûbê yên bi navên Kermanþahî, Lekkî, Lurrî, Sencabî û Kelhurî hene ku ev ji alî qismek Kurdên nav hidûdên Îranê û Îraqê tên axaftin.(22) 1.Þêweyên Kurdiya Bakurî ev in: * Kurmanciya Rojava: Bi destpêka ji herêma Afrînê Kurdên Entabê, Qiriqxanê, Meraþê, Adiyamanê û Meletiyê, qezayên Ruhayê yên bi navê Surûc, Bîrecik û Xelfetiyê bi vê þîweyê diaxifin. * Rewendî: þêweya ku li erdên bakurê Gola Wanê dimînin tê axaftinê. Li rojhilatî ji herêma þikakan destpê dike, ta dighê cihên rex Çemê Erez, Kurmancên bi vê þêweyê diaxifin. * þikakî: Li herêmên navbera Gola Urmiyê, þemdînan û Baþkalê tê axaftin. * Hekarî: Hema ji baþûrê þirnexê destpê dike û li nav hidûdê wilayeta Hekariyê tê axaftin. Berê ji ber ku ji Mîrîtiya Hekariyan re Mîrîtiya Mehmûdî dihat gotin, ji vê þêweyê re jî "Mahmûdî" dihat gotin. * Botî: Kurdên Cizîra ku li nav hidûdê Tirkiyê û Sûriyê ye yên wê herêma ku ji bakurê Zaxoyê destpê dike ji baþûr û rojavaya þirnexê derbas dibe Eruhê digre nav xwe û ta baþûrê Gola Wanê tê kêþan herêmên rojhilat û baþûrê Bedlîsê, Sêrtê, ta Çemê Batmanê herêma Batmanê û rojhilatê Mêrdînê digre nav xwe, ji alî Kurmancên li ser vê axa fireh tê axaftin. * Bahdînî: þêweya Kurdên Zaxo, Amediye, Akre û Zêbarê û yên Dihokê * Sincarî: Kurdên Çiyayê Sincarî û yên þêxana bi vê þêweyê diaxifin. Kurmanciya Navîn (yan jî Silivî-Kîkî-Milî) Li bajarê Diyarbekirê ji bilî rojhilat, li hemû herêmên Mêrdînê, ji Ruhayê heta peravê rojhilatê Çemê Ferêt Kurmanc bi vê þêweyê diaxifin. Kurmancên herêmên Elezîzê yên rojhilat û baþûrî jî bi vê þêweyê diaxifin. 2- Kuriya Navîn (yan jî Soranî). Hidûdên vê lehceyê ji baþûrê wî hidûdê ku me ji bo lehceya Kurmancî kêþa destpê dike, ber bi baþûrî de dom dike ta digihe, Çemê Sîrwanê û Xaneqînê. Li baþûrî, ji baþûrê Çiyayên Hemrîn ber bi rojhilatî ve vedigere ta Çiyayê Sehend, Mesînabad, Bicar û Esedawayê diçe. Firehiya herêma wê ya baþûrî jî diçe ta digihîje, ser rêka esasî ya Melayir. Kirmanþah, Qesrî þêrîn-Xaneqînê. (30) Þêweyên Kurdiya Navîn ev in: * Soranî: Ji bilî herêma Zêbarê wilayeta zirt û hemû qezayên wê vê þêwê diaxifin. * Silêmanî (Yan jî Babanî): Silêmaniyê, Kerkukê, Kifriyê, Qeretepê, Tuz þiwanê û hin herêmên Xaneqînê digire nav xwe. * Mukrî: þêweya ku Kurdên þino, Nexede, Meraxe,Miyandiwan, þahîndij, Saqiz, Bokan, Bave û Serdeþtê pê diaxifin. * Þineyî: Li herêmên Sinê (Senendec), Bicar, Kengewer, Rewansar û bakurê Ciwanroyê tê axaftin. 3- Kurdiya Baþûrî: Li bakurî ji rêya esasî ya Melayir-Kirmanþah-Qesrê þêrînê destpê dike ta digihê hidûdên herî baþûr yên herêmên Kurdîaxêv þêweyên wê yên jêrîn in: * Xaneqînî * Lurrê Eslîn (yan jî Feylî) * Kirmanþanî * Lekî * Kelhorî * Perewendî * Kulpavyeyî Çavkanî: 1) Þerefxan, Þerefname, Hasat yay…nlar…, 3. bask… 1990 Ýstanbul, M. Emin Bozarslan ji Erebî wergerandiye Tirkî. 2) Fuad Heme Xurþîd, Zimanî Kurdî, Dabeþbûnî Dîyalektîkanîy, oapxaneyî Afaq Al arabiya, Bexdat, 1985, s. 55. 3) Þerefhan, Þerefname, Hast Yayinlari, 3. baski 1990, Istanbul, Wergera M. Emîn Bozarslan ji Erebî bo Tirkî, r. 20 4) Vokabulaire Kurde des dialectes de Hakiari et Revendi, Par A. Jaba Consul de Russie a Erzeroum, Erzeroum le 15 mars 1858. Ji Dr. Marif Xeznedar Le Babet Mêjûyî Edebî Kurdiyewe 1984, Bexda r. 386'an hatiye wergirtin. 6) Peter Lerch, Forschungen über die Kurden und die Iranischen Nordchöldaer, Petersburg, 1857-1858, r. 72 7) Gotûwêjek legel Dr. Kemal Fûad, beþî 2., Sirwe, hejmar 39, rêzberî 1368 9) e. n. d. r. 6 10)Sadiq Behaeddîn Amêdî, Rêzimana Kurdî, Kurmanciya Jêrî û ya Jorî ya hevberkirî, oapa yekê, 1987, r. 34 11)e. n. d. r. 27 12)Ziya Gökalp, Kürt Aþiretleri Hakkinda Sosyolojik Tetkikler, Sosyal Yayinlari, 1992. r. 24 13)e. n. d. r. 24 14)e. n. d. r. 95-96 15)e. n. d. r. 24-25 16)e. n. d. r. 28 29) Fuad Heme Xurþîd, Zimanê Kurdî, Dabeþbûnî cografyayiy Diyalektîkaniy, Bexda, Çapxaneyî Afaq'l Arabiya, 1985, r.60 30) e.nd:r.62 31) Dr. Marif Xeznedar, Le Babet Mêjûyî Edebiy Kurdiyewe, Bexda, 1984 r.88-89. 33) Dr. Marif Xeznedar, Le Babet Mêjûyî Edebiy Kurdiyewe, Bexda, 1984 r. 87 |
|||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Konferansa Parastina Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî pêk hat | Kajîn Jîr | Çandi Giþti | 3 | 30-06-2007 10:54 AM |
| Edebiyata kurdî ya Nûdem | Numberone | Çandi Giþti | 5 | 30-06-2007 10:41 AM |
| Kurdî Hem Hunere Hem Jî Þekire… | Kajîn Jîr | Çandi Giþti | 6 | 09-05-2007 09:09 PM |
| Zimanê Ergatîv | heci | Çandi Giþti | 2 | 25-12-2006 04:00 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.