|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Diyarbekir li ser rojhilatê platoya Bazalt ava bûye. Ev plato, ji qerejdaxê dest pêdike û heya çemê Diclê dirêj dibe. Diyarbekir 100 metroyî ji deþta Diclê bilintir e. Çemê Diclê li ber nigê bajêr qawîsekê çêdike û diherike.
Du taybetiyên sereke yên Diyarbekirê hene; yek ji wan Bedenên Diyarbekirê ne, ya didoyan jî xaniyên Diyarbekirê ne. Li gorî texmîna zanyaran Keleha Diyarbekirê, berî çêbûna Îsa di sala 3000an de ji hêla bapîrên Kurdan, Xoriyan ve hatiye avakirin. Ev Keleh dikeve aliyê rojhilatê bajêr. Piþtî ku împaratorê Roma Constantius di sala 349an de bajêr dagir dike, dest bi avakirina bedenan û tamîrkirina Keleha Diyarbekirê dike. Bedenên ku di dema Constantius de ava dibin, ji Deriyê Mêrdînê dest pê dike û digihîje heta bi Deriyê Nû. Ji Deriyê Nû jî dest pê dike û digihîje heta bi Deriyê Çiyê. Beden, li aliyê rojava digihîje heta bi „Kolana Gazî “ ( Gazi caddesi ). Di sala 363an de împeretorê Roma Joviyanus bi hikumdarê Îranê Þapûr re peymana aþtiyê çêkir. Ev peyman di dîrokê de mîna „Peymana Bêyom ya Joviyanûs“ tê binavkirin. Li gorî vê peymanê hin kelehên Nisêbînê ( Nîsîbîsê ) ji Sasaniyan re man. Jiber vê yekê gelê mesîhî yê wan bajaran hatin Diyarbekirê û li ber bedenên Diyarbekirê li aliyê rojava cîhwar bûn. Piþtî vê bûyerê bedenên aliyê rojava hatin xerakirin û bi firehî ji nû ve hatin avakirin. Bi vî rengî gelên mesîhî yên koçber jî ketin nava Keleha Diyarbekirê. Keleha Diyarbekirê diþibe masiyê pehnik; du beþên kelêhê hene: Keleha Hindir û Keleha Derve. Keleha Derve ji 82 bircan pêk tê û dirêjiya bedenên wê 5 km ne. Bilindbûna bedenan ji erdê 8 - 12 mitro ye, stûriya wan jî di navbera 3 - 5 mitroyan de tê guhertin. Piraniya bircan girover in, lê çend heb ji wan pirqorzî ne jî; Birca Benûsen û ew bircên ku li deþta Diclê dinerin çarqorzî ne. Jiber ku mirov bikaribe derkeve ser bedenan li aliyê hindir li kêleka deriyên bircan du derence hene. Ji wan yek li destê rastê ye, ya din jî li destê çep ê. Li ser hemû bedanan û bircan mezxel hene, rûyên van mezxelan li aliyên cûrbecûr dinerin. Li ser bedenan ji bo parastina riya dewriyê dîwarên mezxelê hene, ev dîwar li aliyê derve dinerin û stûrbûna wan jî 70 cm ye. Bircên kelehê du qat in, qata jêrê embar e û li qata jorê jî leþkerên dema herbê diman. Ceng bi piranî li meydana di navbera Deriyê Çiyê û Deriyê Rûha de çêdibû, jiber wê yekê bircên vê derê pir li ber hev hatine avakirin û ji yên din mezintir in. Li van deran dûrayiya bircan ji hev di navbera 36, 42, 44 metro de tê gûhertin. Di navbera bircan de dîwarên betin ( zexmandin-taqwiye ) hene, firehiya wan dîwaran 1.50 m. ye, kûraniya wan jî 1.30 m ye. Gava ku mirov ber bi aliyê Deriyê Mêrdînê ve diçe dûrayiya navbera bircan zêde dibe; ev dûrayî di navbera 54, 63, 66 m. de tê gûhertin. Beden li aliyê rojhilat, aliyê ku li deþta Diclê dinêre, li ser zinarên bilind û asê ava bûne, jiber wê bircên kelehê li vê derê ji hev dûr hatine çêkirin û bilindbûna wan li gora yên din kêmtir e. Çar deriyên girîng yên Keleha Derve hene. Li bakur Deriyê Çiyê ( Berê Deriyê Xarpût dihat gotin ), li rojava Deriyê Rûha ( Berê Deriyê Rom yanî Deriyê Anatol dihat gotin ), li baþûr Deriyê Mêrdînê (Berê Deriyê Tell dihat gotin) û li rojhilat jî Deriyê Nû (Berê Deriyê Diclê an jî Deriyê Þatt dihat gotin). Bedenên Diyarbekirê ji bazalta reþ hatine çêkirin û pir zexmin. Keleha Hindir dikeve aliyê rojhilatêbakur. Li wir girekî rokirî ( yýgma ) heye, jêre Keleha Wêran (Viran-Kale) tê gotin. Li bakurê kelehê Deriyê Fetîh heye, Deriyê Serayê û Deriyê Kupelî diçin Keleha Derve. Wekî din li wir deriyekî veþartî jî heye û navê wî Deriyê Ogrun e. Mirov di wî derî re dadikeve Diclê. Li ser bedenên Diyarbekirê ev kîtabeyên Dewlet û Hikûmetan hene : Roma bi latînî ( 367 - 375 ), Bîzans bi girekî-yûnanî (449-528), Ebbasî bi erebî ( 909 ), Merwanî ( 996 - 1035 ), Selçûkî ( 1088 - 1092 ), Selçûkiyên Þamê ( 1093 ), Înalî (1141 ), Nîsanî ( 1154 - 1183 ), Artûkî (118-1208), Eyyûbî ( 1236 - 1237 ), Akkoyûnî (1149 - 1479 ) û Osmanî bi zimanê farisî. Bedenên Diyarbekirê piþtî seda Çînê li dinyayê yên duyemîn in. Seda Çînê jiber êrîþên Moxolan hatiye avakirin. Gava ku mirov bala xwe dide seda Çînê, mirov dibîne ku tenê kevir dane ser hev û sed ava kirine, lê bedenên Diyarbekirê ne wisa ne. Li ser rûyê her sûrekî, her dîwar û her bircekê, kîtabe, nexþ û fîgûrekî watedar hene. Bedena Diyarbekirê þahidên dîrok û þaristaniyên cûrbecûr in. Bedena Diyarbekirê þahidê êþ û kedera gelê Diyarbekirê ye. Gelek împarator û qumandanên zalim dîtine. Gava qumandarê artêþa îslamê Xalît bin Welît tê ber Diyarbekirê û hewl dide ku Diyarbekirê zeft bike, li hemberî xwe miletekî tekoþer û bedenek asê dibîne, her çiqasî ew liberxwe dide jî, bedenên Diyarbekirê rê nadin wî ku ew bajar zeft bike. Li gora ku tê gotin rojekê ji rojan Xalît bîn Welît tê aliyê fîskaya û bedenan saxtî dike. Dixwaze ciyekî qels bibîne û ji wê derê têkeve bajar. Li wê derê kûçikek li ber çavê wî dikeve. Mêze dike kûçik ji qûlikekê dikeve hindir û derdikeve. Gava ku ew diçe nêzîkî qûlikê, dîbîne ku cihê qanalîzasyonê ye. Þevekê bi dizî leþkerên xwe di wê qûlikê re xistin hindir û bajar zeft kir. Di vî þerî de lawê Xalid bîn Welîd Osman tê kuþtin. Ji bo ku ew tola lawê xwe hilîne, radibe serê bi hezaran xortên Kurd li serêxanî jê dike û xwîna wan xortan li ser rûyê bedenê dixe. Li gora ku tê gotin xwîna wan xortan hîna jî xûyane. Li ber her deriyekî Diyarbekirê hemamek heye. Li gora ku tê gotin berê gava yek ji derve bihata bajêr berê diçû li hemamekê ji wan xwe paqij dikir û piþtre diket nava bajêr. Li ber Deriyê Rûha, Hemama Melik Ehmed û Hemama Biçûk heye. Li ber Deriyê Mêrdînê, Hemama Devê heye. Li Deriyê Çiyê jî Hemama Wehab Axa heye. Li gora ku tê gotin li Diyarbekirê 20 hemam hebûne. Di sala 1930an de waliyê Diyarbekirê jiber kompleksa xwe ya siyasî xwestiye bedenan xera bike û vê þahesera gerdûnî ( unîversal ) ji holê rake. Waliyê contirk sedama xerakirina bedanan jî wiha þîrove kiriye : „Jiber ku beden derûdora bajêr digre, bajar nikare hewayê bigre.“ Wan deman profesorê Îngîlîz A. Gabriel jo bo lêkolîneke arkeolojîk li Diyarbekirê bûye. Profesor gava ku dibîne walî dest bi xerakirina bedanan dike, raporekê dinivisîne û serî li wezareta perwerdekariyê dixe û ji wan daxwaz dike ku vê xerakirina bedenan bisekinînin. Ev daxwaza prof. A. Gabriel tê pejirandin û xerakirina bedanan tê sekinandin. Prof. A. Gabriel bi vî karê xwe dilê rewþenbîrên Diyarbekirê fetih dike. Kesên ku doh dixwestin bedenên Diyarbekirê xera bikin, îro jî li ser navê restorasiyonê mîna dîwarekî beredayî ji nû ve ava dikin. Armanca wan ewe ku nasnameya bajêr ji holê rakin û nasnameyekê nû bidin bajêr. Halbûkî bedenên Diyarbekirê hunera 5000 sala ne, li ser her kevir û li ser her qorziya wan keda hostayên payebilind heye. Bedenên Diyarbekirê mabeda siran e. Bedenên Diyarbekirê sirên xwe heta niha ji tu kesî re negotine. Kî dizane, dibe ku rojekê sirên xwe ji camêrên xwe dîlsoz re bêjin. Mehmet Çetintaþ |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Min navê xwe kola li bircên Diyarbekir | Bedirxan | Helbesten Kurdi | 1 | 13-12-2006 06:52 PM |
| WeÞanÊn EnstÎtuya KurdÎ Ya AmedÊ | heci | Çandi Giþti | 0 | 13-11-2006 11:46 AM |
| Amed'e Fotoðraflarla Yolculuk | paradox | Ýlginç Resimler | 25 | 25-09-2006 11:24 AM |
| Uzay dan amede bakmak isteyen varmý... | xemkar | Ýlginç Resimler | 11 | 28-08-2006 10:21 PM |
Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
5651 Sayýlý Yasaya Göre, Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yine 5651 Sayýlý Yasaya göre Sitemiz mesajlarý kontrolle yükümlü deðildir.
Sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com adresine bildiriniz.
Bildiriminiz incelendikten sonra gereken müdahale yapýlacaktýr.