Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayıt Ol SSS










 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 19-12-2006, 09:41 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Konum: Güya Avrupanın Kültür Başkenti
Yaş: 26
Mesaj: 9,872
Üye No: 737
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 384000
Rep Puanı : 34322364
Rep Derecesi
rêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond reputerêwî has a reputation beyond repute
Exclamation Şêx Rizayê Talebanî


Şêx Rizayê Talebanî ( 1835-1909 ) helbestvanê kurd e.

Şêx Rizayê Talebanî di helbestên xwe yên hîcîv de gotin û peyvên herî mustehcen bi kar anîye. Çi merivên hikûmetê bin û çi jî merivên wî bi xwe bin, kê neheqî an xetayek li dij wî an jî li dij xelkê kiribe, Şêx Riza bi hicîvên xwe, bi rexneyên xwe çûye ser wan.

Şêx Rizayê Talebanî kurê Şêx Evdirrehman Talebanî ye, di 1835an de li hêla Kerkukê li Qirixê hatîye dunyayê. Pêşî li ber destê bavê xwe xwendîye. Paşê ji bo xwendine çûye Kerkuk, Koye û Sîlêmanîyê.

Şêx Riza di 1860î de diçe Helebê, paşê diçe Îstenbolê. Du salan li Îstenbolê dimîne, pîşt re vedigere Kerkukê. Piştî ku bavê wî dimire ji Kerkukê diçe bajarê Koyeyê cem apê xwe Şêx Xeffûr. Kaşo apê wî soz daye wî ku keça xwe bide Şêx Riza, lê paşê nadê. Şêx Riza jî li ser vê yekê diqehire ji Koyeyê diçe Kerkukê û dest pê dike helbestan li ser apê xwe dinivîse. Mesela rêzek jê weha ye:


"Mamekem qehpejine dewletî Seddadî heye
Talihî rahber û bextî xuda dadî heye......"
Şêx Riza di 1866 an de diçe Erzerûmê û di wir re jî diçe Îstenbolê. Çi li Îstenbolê be û çi jî li derdorên padîşah be, di demeke kurt de nav û dengê wî belav dibe. Şêx Riza nêzî heşt salan li Îstenbolê dimîne. Paşê di 1874an de vedigere Kerkukê. Pişt re ji karbidestên Kerkukê û ji hin malbatên mezin û şêx û axayên Kerkukê diqehire, ji Kerkukê bar dike diçe li Bexdayê bi cîh dîbe. Heta ji bo vê yekê di helbestek xwe de weha dibêje:

"Bem hale eger def'eytir biçime Kerkûk
Me'lûm e be merdî neriwawe le serim tûk".
Dîsa di rêzeke helbesteka xwe de, ji Şêx Hesen re weha dibejê:

"Bo kerî îlan-î herb kird legel min Şêx Hesen
Seyrîken yaran çi gobendêkî gêrra em kere".
Şêx Riza, Şukrî Fezlî û Cemîl Siddîq Zehawî çi bi erebî û çi bi kurdî gelek hîcîv li ser hev nivîsîne. Tê gotin ku Şêx Riza welê li ser wan nivîsîye ku êdî herdu şaîran jî ji ber Şêx Riza pes kirine. Mesela Şêx Riza di rêzekê de ji bo Şukrî Fezlî weha dibêje:

"Pûre Şukrî besîye ba netgêm û şemet leq nekem
Dayke kêrxurut hewaley sûrî ser ecleq nekem".
.....
Kone hîzî sarî Bexda lêm heram bê şaîr î
Ger kuzî xuşkit wekû eywanî Kesra şeq nekem".
Dîsa di helbestek xwe de henekê xwe bi hin şaîran dike û weha dibêje:

"Çunkî şaîr zor bûwe lem esre da
Bote heşrî nêreker lem hucre da".
Şêx Rizayê Talebanî di 1909an de di 74 salîya xwe de li Bexdayê wefat dike. Wî li Bexdayê nêzîkî gorra(mezelê) Şêx Evdilqadirê Geylanî vedişêrin.

Şêx Rizayê Talebanî bi kurdî, farisî, erebî û tirkî helbest nivîsîne. Ev helbestên wî hemû wek dîwan cara pêşî di 1935an de li Bexdayê hatîye çapkirin.


rêwî is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 06:55 PM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2012, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2010 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved



Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
5651 Sayılı Yasaya Göre, Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yine 5651 Sayılı Yasaya göre Sitemiz mesajları kontrolle yükümlü değildir.
Sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com adresine bildiriniz.
Bildiriminiz incelendikten sonra gereken müdahale yapılacaktır.