|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Mîr Emîn Alî Bedirxan
(1851 - 1926) kî bû? Hijmara zaroyên Bedirxanê Evdalxan giha bû 96 zarokî. Gava ew çû dilovaniya Xwedê ji van 96 zarokan 21 kur û 21 keç ma bûn. Ji ber vê yekê kurên wî yî mezin berpirsiyariya jinbavên xwe û ya xwiþk û birayên xwe yî biçûk dabûne ser milen xwe û li wan dibûn xwedî. Di vê navê re mîriya dewleta Osmaniyan berê xwe da zaroyên Bedirxan û xwest bi leystikên rêzanî di riya wan re, ji ber pir bûn û xwedî nav û deng bûn, Kurdan li xwe kombike. Ji ber vê yekê wê 13 ji wan kirine paþa û yên mayî kirine walî û zabit, lê ew li derveyî Kurdistanê danîn. Tê zanîn, ku heya roja îro jî kesên ji malbata Bedirxanê Evdalxan li Misrê, li bajarê "Al-Fay-yûm" dijîn. Belê ew li wir ne bi navê "Bedirxan" tên naskirin. Li wir ji wan re dibêjin "Walî", ji ber ku ew di dema xwe de bûbûne waliyên wî bajarî. Bi ser ku dewleta Osmaniyan gelekî xwe ji wan nêzîk dikir û ji bo ya dilê xwe ew dikirine paþa û walî, belê zaroyên Bedirxan rojekê cihê bav û kalên xwe, Botan û Kurdistana xwe ji bîr ne dikirin. Ew li kû derê bana, dilgermî û hijkirina wan ji Kurdistanê re sar ne dibû. Dilê wan ji tiþtekî tenê re lê dixist, ew jî rizgarkirina xaka bav û kalan bû. Ev evîna welêt û xebata bê westan di ber de hê bêhtir gur dibû, gava wan dengê serhildanên Yûnan, Balqan û Ereban dibihîstin û hêviya wan bi pêkanîna armancên wan ji wan re nêzîk dihate xuyakirin. Yek ji kurên mezinî Bedirxanê Evdalxan, Mîr Emîn Alî Bedirxan, bavê Celadet bû. Mîr Emîn Alî Bedirxan di sala 1851ê de çêbû. Wî di xwendegeha Siltanan de, ya ku tenê ji zaroyên mîran re li Stembolê hati bû ava kirin, beþê mafzaniyê, ango hiqûq xwend û bi vê hiþê wî weke mirovekî rewþenbîr vebû. Ew mirovekî gelekî jêhatî û þehreza bû. Wî karî bû êdî bi zaneyî bikeve meydana xebatê, nemaze piþtî ku ew li ser destê helbestvan û welatperwerê mezin Hacî Qadirê Koyî hati bû xwedî kirin. Vî helbestvanê mezin gelek ji rewþenbîrî, zanîn û hijkirina Kurdistanê xisti bû dilê Mîr Emîn Alî Bedirxan de. Mîr Emîn Alî Bedirxan berpirsiyariya malbata xwe, weke kurê mezin, êdî girti bû ser milê xwe û di riya welatperweriyê re jî, rêcika bav û kalên xwe girti bû û keti bû xebata rizgarkirina Kurdistanê de. Ji ber vê yekê di sala 1889an de wî û birayê xwe Midhet ji Stembolê berê xwe dane Kurdistanê. Wan li bajarê Trabzunê komcivînek bi beg û axayên Kurdan re li dar xist û kara komcivîneke giþtî dikir, da hêrîþeke jiniþkave berdine ser Tirkan û Kurdistanê rizgar bikin. Emîn Alî Bedirxan Ev wêne bi destûra birêz Malmisanij ji pirtûka wî a bi navê « C.B.Bedirhanîler hatiye » girtin.Bêyî destûra wî divê ev wêne di tû deran de neyê weþandin Belê berî ku ew dest bi þer bikin, Tirk di riya casûsên xwe re bi wan hisiyan û hêzeke leþkerî gelekî mezin bi ser wan de girt. Herdû rex ketine þerekî dijwar bi hev re. Ji ber mezinahiya hijmara eskerê Tirko, yê ku hê ji pêþî ve agadarî li ser hêza kurdî komkiri bûn, wî karî bû di þerê ku di çiya û qelaçên navbera Trabzun û Erzerûmê de çêbûn, biserkeve. Bi vê ketina Mîr Emîn Alî Bedirxan û ya birayê wî Midhet di sala 1879an de, rewþa zaroyên Bedirxanê Evdalxan li Stembolê gelek lawaz û qels bû. Ji berî vê serhildana Emîn Alî Bedirxan û ya birayê wî Midhet, du birayên wanî din jî, Osman Paþa û Hisên Kenan Paþa ji çavên dewleta Osmaniyan keti bûn. Vê yekê hiþt, ku Siltanê Osmaniyan, Siltan Abdulhemîd bi xwe bikeve kar, da zaroyên Bedirxan di bin çavan de bihêle û dest li ser wan danî, da ew bê emrê hikûmetê nikari bin xwe tevbidin. Tirkan hêza malbata Bedirxan, ya ku wê demê digiha 3000 mirov li Stembolê dizanî û dixwest rê hê ji pêþî ve li ber her tevgereke wan bigire. Bedirxanî ne tenê di nav gelê xwe de xwedî nav û deng bûn, belê dan û standinên wan corecor bûn û bi gelek cihên din ve hebûn, weke mînak têkiliyên wan bi Rûsan, Frensiziya û Înglîzan re hebûn. Nemaze Ebdulrezaq Necîb Bedirxan, serekê beþê bixêrhatina mihvanên Siltan xwedî têkiliyên corecor bû. Ji tirsa vê yekê Siltanê Osmaniyan biryar stand, ku mala Bedirxaniyan li nav Empêriyoma Osmaniyan ya mezin ji hev tert û bela bike. Da karibe vê leystika xwe bibe serî, lê malbata Bedirxan ji armancên xwe yî siyasî re bikarbîne, mîriya Osmaniyan ew bi xwe ve girêdidan û ew di dewletê dixistin berpirsiyarên mezin, ji bo mînak Emîn Alî Bedirxan, Bavê Celadet bû bû mifetiþê dadgeriyê li Stembolê, Enqera û Qonyayê. Belê bi ser vêqas nêzîkbûn û xweçêkirina dewleta Osmanî zaroyên Bedirxan dev ji ya xwe bernedan. Piþtî ku wan dît, ku riyên eskerî li ber wan hatine girtin û di vî warî de hew dikarin xebatê ji welatê xwe re bikin, wan dest bi xebata çandî kir, da bikarin bi vî awayî gel û netewa xwe biparêzin. Ji ber vê yekê em dibînin, ku wan sala 1898an li Misrê rojnameyek bi Kurmancî derxistin û navê wê kirin "Kurdistan". Gava sala 1906an serekê nûçebihîzê Siltan, ango serekê istixbaratan, Ridwan Paþa hate kuþtin, Siltan ji xwe tirsiya û got, ku zaroyên Bedirxan in, yên ku bi vî karî rabûne. Bi taybetî navê Abdulrazaq Necîb Bedirxan û navê Elî Þamil Bedirxan di pirsa kuþtina serekê nûçebihîzê Siltan de dihate gotin. Li ser vê yekê wî fermanek derxist, ya ku li gor wê zaroyên Bedirxan di nav sînorên dewleta Osmanî de werin sergom kirin. Bi vê wî Abdulrazaq Necîb Bedirxan û Elî Þamil Bedirxan sergomî bajarê Trîpolîsê li Lîbyayê kirin. Di vê sergomkirinê de dewleta Osmanî bavê Celadet Bedirxan, Mîr Emîn Alî Bedirxan û birayê wî Salih Bedirxan, bavê Rewþen Bedirxan pîreka Celadet, sergomî Sparta kirin. Sala 1908 Siltan Abdulhemîd di bin bandora tevgera gelên di bin destê Osmaniyan de dihate mecbûrkirin, bendên destûra dewletê ya sala 1876an bi kar bîne. Naveroka bendên vê destûrê li ser azadî, dadmendî û wekheviyê dinav hemû gelên empêriyumê de bû. Piþtî ku bendên vê destûrê ji nû ve hatine eþkere kirin, ew welatperwer û rewþenbîrên kurd, yên ku bi destê mîriya Osmaniyan ji Stembolê hatibûne dûrkirin, dîse vegeriyan. Bi vî awayî Mîr Emîn Alî Bedirxan jî dîsa vegeriya Stembolê û li wir dîsa kete xebata geþkirina rewþenbîriyê di nav mirovên gelê xwe de. Sala 1908an Mîr Emîn Alî Bedirxan, Ceneral Þerîf Paþa, kurê Ubeydullahê Nehrî ( Abdulqadir Efendî) û Ceneral Ehmed Zul Kafal bi hev re komeleyek li Stembolê ava kirin û navê wê kirine "Komela Kurdî ji bo bilindayî û pêþveçûnê". Piþtî ku sala 1909an ev komele ji rexê cûnta "Tirkên Yekbûyî" ve, yên ku hikûmet bi dest xwe ve anî bûn, hate qedexe kirin, van welatperweran komeleyeke din ava kir û navê xistin "Komela Kurdî ji bo Weþana Zanînê". Yek ji çalakiyên vê komelê ew bû, ku wê xwendegehek li taxa Cenberî Taþ vekir û Ebulrehman Bedirxan bû mudîrê wê. Piþtî ku zaroyên Bedirxan û serekên Kurdan î din ji hev cuda bûn, wan komelyeke nû bi navê "Komela Kurdî ji bo Kar û Barên Civaki" ava kir. Gava Siltanê Osmaniyan dît, ku hedan bi dilê zaroyên Bedirxan nakeve û xebata wan nayê rawestan, wî careke din fermana dûrkirina wan derxist. Heçî Mîr Emîn Alî Bedirxan bû, ji xwe ew her serê demekê dihate sergom kirin, weke mînak wan ew þiyand van bajaran: Ek-ka û Nablus li Filistînê, Salonîkî li Yûnanistanê, û bajarên Tirkan weke Anqera, Sparta û Qonyayê. Gava ku kemalist di sala 1922an de ketine Stembolê, wan fermana kuþtin û sergomkirina weltperwerên Kurdan da. Ev fermana ha bi taybetî li ser Bedirxaniyan bû, ji ber wan digot, ku ew li cudakirina dewletê digerin. Di nav navên ku di wê fermanê derketin, navê Mîr Emîn Alî Bedirxan û her pênc kurên wî Turey-ya (Sureyya), Celadet, Kamîran, Safder, Tewfîq û kurê Turey-ya yê mezin Heqî jî tê de bûn. Li gor vê yekê ev welatperwerên ha mecbûr dibûn zû xwe vêþêrin û ji Stembolê birevin. Mîr Emîn Alî Bedrixan tev kurê xwe yî mezin Turey-ya karî bû xwe bigihêne Misrê û li bajarê Qahirayê bi cih bibe. Heçî Celadet, Kamîran, Tewfîq, Sefder û heqî bûn, wan di Sûriyayê re karî bû birevin ji destê kemalistên xwînrêj rizgar bibin û herine Elmanyayê. Sala 1926an Mîr Emîn Alî Bedirxan li bajarê Qahîrayê çû dilovaniya Xwedê. Wî di piþt xwe re 6 kur û keçek hiþtin. Navê keça wî Mezyet bû. Navên kurên wî li pey hev ev bûn: Turey-ya, Hikmet, Celadet, Kamîran, Tewfîq, Sefder û Bedirxan bûn. Piþtre kemalistan paþnavê Bedirxaniyan guhertin, navê hinan ji wan, yên ku li Tirkiyayê mayî kirin "Çinar", yên hine din kirin "Kotayî" û yên li Misrê mayî, bû "Walî". Yên din î mayî bi paþnavê xwe yî berê, ango bi paþnavê "Bedirxan" man. |
|||||||||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Dr. Kamûran Elî Bedirxan | hmpoo | Çandi Giþti | 0 | 10-12-2006 12:20 PM |
| Mezopotamya’nýn Kadim Halký Kürtler | Þoreþger | Tarih | 4 | 07-07-2006 11:22 PM |
Bir Forum sitesi
olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara
aittir.
Yinede sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum
görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com'a yada
Ýletiþim'e bildiriniz.
Mesajýnýz incelenip, kýsa bir süre içerisinde gereken müdahale yapýlacaktýr.