Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayıt Ol SSS

 

 

LinkBack Konu Araçları
Eski 19-12-2006, 06:02 PM   #1 (permalink)
 
Giriş Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,885
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 35614
Rep Puanı : 3560098
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Lightbulb Mîrên Botan kî bûn ?


Mîrên Botan kî bûn ?


Mihemed Emîn Zekî di pirtûka xwe de: Kurtiya Mêjûya Kurd û Kurdistanê, wergera Mihemed Elî Ewnî, ya ku li Qahîrayê, sala 1936an, derket, di rûpelên 142-146an de dibêje: "dipey ku dewleta Eyûbiyan mîrî, (ango hikûmeta) Zenkî ji navê rakir, mîriyeke kurdî ji Azîzan li Cizîra Botan hate ava kirin".

Vê mîriyê Cizîra Botan û navçêyên wê di bin hêza xwe de bi rêve dibirin, heya mîriya Bayinderiyan, yên ku Tirkuman bûn, hat û Botan xiste bin destê xwe de. Belê vê mîriya Bayinderiyan pir dirêj ne kir û Azîziyan careke dî welatê xwe vegerand û xiste bin destê xwe de. Azîzî di welatê xwe de demeke dirêj, nêzîkî du sedsalan serbixwe bûn û karî bûn azadiya xwe biparêzin, heya Osmanî hatin. Hingî ew ketin bin destê Osmaniyan de.

Yek ji vê malbata Azîzan Şerefxanê Evdilezîz bû, yê ku di sala 1585an de mîrîtî li Cizîra Botan dikir. Xwendegeha pêşî, ya ku li Cizîrê vebû, navê wê "Xwendegeha Sor" bû, û ew bi gotina Şerefxanê Evdilezîz hati bû avakirin. Ji vê xwendegehê piştre gelek nivîskar û helbestvanên navdar weke Ehmedê Xanî derketin.

Di sala 1821ê de Mîr Bedirxanê kurê Evdalxan kete cihê bav û bapîrên xwe. Ew hingî 18 salî bû. Mîr Bedirxanê Evdalxan, mîrê paşî ji vî bavikî bû, yê ku hê li ser axa Kurdistanê mîrîtî dikir. Gava vî mîrî keys li Osmaniyan anî, wî rê li ber wan girtin û dest bi berxwedanê li dijî wan kir.


Piştî 21 salî, ango heya bi sala 1842an wî karî bû beşekî fireh ji xaka Kurdistanê di bin serekatiya xwe de bigihêne hev. Ji navça bakurê gola Urmiyayê heya bi Rawendûz û Mûsilê li başur, wî hemû bi dest xwe ve anî û kire yek. Wî perên zîvî bi navê xwe derxistin. Li rexekî "Mîrê Botan Bedirxan" hati bû nivîsîn û li rexê dî sala 1258an koçî hati bû nivîsîn.

Gava ku mîr Bedirxanê Evdalxan gelek guhertinên nû di Kurdistanê de kirin û kara xwe ji bo Kurdistana mezin kir, hikûmeta Osmaniyan bi hemû xap û rîpên necamêrî xwest, ku wî ji rê bibe. Piştî ku wan dît, ku mîr bi derew û tolaziyên wan bawer nake, wan leşkerekî mezin, bi serekatiya Osman Paşa şiyande ser wî.






Yên rûniştî, ji çepê ber bi rastê ve: Emîn Alî Bedirxan, Alî şamil Bedirxan, Mîqdad Mîdhat Bedirxan


Yên şipyayî li melê çepê: Mirad Remzî Bedirxan




Li ber çemê Zaytûnê, nêzîkî gola Urmiyayê leşkerê herdû aliyan ketine singa hev. Piştî şerekî gelekî dijwar, yê ku tê de hijmareke mezin ji Tirkan hate kuştin û Tirk ber bi paş ve diçûn, Mîr Yezdan Şêr, kurmamê Bedirxan û serekê leşkerê Kurdan, bêbextî li kurmamê xwe kir û xwe bi çend serleşkerên xwe ve gihande Tirkan. Wî xwe gihande Tirkan û bi hêviya ku ewê êdî bibe mîrê Botan, şerê gelê xwe kir. Belê dîse leşkêrê Osmaniyan di şer de bi ser ne ket.


Hê ji nû piştî 8 mehan ji xap û derewên Osmaniyan, wan karî bû bi navê dînê misilmantiyê leşkerê Kurdan bişkênin. Di şer de mîr Bedirxan dîl hate girtin. Osmaniyan ew, birayê wî yî mezin Mîr Salih, birayê biçûk Ased, herdû kurên wî yî mezin û birek ji endamên hikûmeta wî bi xwe re birine Stembolê.

Ji Stembolê ew sergomî ser girava yûnanî Krêta kirin û li wir cezayê ku Osmaniyan dabûyê xwar. Piştî ku cezayê wî ne ma, siltanê Osmaniyan rê dayê ku here Şamê. Ew li Şamê ma, heya ku çû dilovaniya Xwedê. Li wir ew di goristana Şêx Xalidê Nexşebendî de, li taxa Kurdan li Şamê hate veşartin. Li ser quba wî ev gotina ha hatiye nivîsandin: "Al-Fatiha, Mîrê Cezîra Botan, Mîr Bedirxan Azîzan, bila dilovaniya Xwedê li ser wî û xwediyên wî be, sala 1287an koçî."

Ji destpêka sala 1848an ve Osmaniyan dest bi sergomkirina zaroyên Bedirxan kiri bû. Piraniya wan anîn û li Stembolê hiştin, da dibin çavan de bimînin.

berxwedan is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 24-12-2006, 12:29 PM   #2 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,402
Üye No: 258
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 40624
Rep Puanı : 4061829
Rep Derecesi
rojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond reputerojdi_440 has a reputation beyond repute
Varsayılan


spass hewale bedirxan

__________________
rojdi_440 is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 24-12-2006, 12:34 PM   #3 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jun 2006
Konum: IN NOONE HEART
Mesaj: 14,476
Üye No: 10512
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 25617
Rep Puanı : 2559816
Rep Derecesi
hmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond reputehmpoo has a reputation beyond repute
Varsayılan


spas heval

__________________
hmpoo is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 24-12-2006, 12:55 PM   #4 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Jun 2006
Mesaj: 186
Üye No: 4787
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 1201
Rep Puanı : 119604
Rep Derecesi
Eziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond reputeEziz has a reputation beyond repute
Varsayılan


gelik spas hewal

Eziz is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 24-12-2006, 12:58 PM   #5 (permalink)
 
Giriş Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 157
Üye No: 416
Cinsiyeti : Bay
İtibar Gücü: 12
Rep Puanı : 779
Rep Derecesi
ESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to beholdESVET is a splendid one to behold
Varsayılan


tam istediğim ilgimi çeken bir konu malum cizreliyizspas heval

__________________
ESVET is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
 


Konu Araçları
Mod Seç

Gönderme Kuralları
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanıtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarınızı düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçık
SimgelerAçık
[IMG] kodu Açık
HTML kodu Kapalı
Trackbacks are Kapalı
Pingbacks are Kapalı
Refbacks are Kapalı

Benzer Konular

Konu Konuyu Başlatan Forum Yanıt Son Mesaj
BÊRİYA BOTAN MiR Celadet Alî Bedir - Xan Bedirxan Helbesten Kurdi 10 25-11-2006 08:10 PM
Botan Yiğitleri! hmpoo Hikayeler Efsaneler 19 23-08-2006 10:54 PM
Koma Botan ALiSeR Kürtçe Lyrics 4 22-08-2006 08:14 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Şuan saat: 10:03 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2010 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved



Bir Forum sitesi olduğumuzdan, kullanıcılar önceden onay almadan her türlü görüşlerini yazabilmektedir.
5651 Sayılı Yasaya Göre, Yazılanlardan dolayı oluşabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanıcılara aittir.
Yine 5651 Sayılı Yasaya göre Sitemiz mesajları kontrolle yükümlü değildir.
Sitemizde yasalara aykırı herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com adresine bildiriniz.
Bildiriminiz incelendikten sonra gereken müdahale yapılacaktır.