|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||||
|
Pêþgeh
Rewþa gelê kurd ya jeopolîtîkî û dabeþbûna wan, kiriye ku rewþa helbest û toreya Kurdî bi giþtî wekî rewþa ramyarî û civakî be. Temenê toreya Kurdî, ne kêmtirî deh bebilîskan e. Ji dema mîretiyan, ji babilîskên navîn, ta bi dawiya babilîska nozdehan ve, xwe dirêj dike. Ev dîroka dûr û dirêj, di çend qûnaxan re derbas dibe. Gopîtka yekemîn di dema babilîska dehan de, bi serkêþiya helbestvan Baba Tahirê Hemedanî, xwediyê çarînan e. Ev helbestvan xwediyê pîtolî û zanyariya yekîtiya jîwerî (Kozmosî) ye. Bi raman û hizra yarî ya xwe, di Xweda û xweberiyê de dihingavt. Gopîtka diwemîn di babilîska panzdehan de bi serkêþiya mele Ehmedê Cezîrî ve tê xuya kirin. Ev helbestvanê Kurd yê pêþî bû ku helbesta (xezelî) ya Islamî derbasî toreya Kurdî kiriye û nuhtiye. Gopîtka siyemîn di bebilîska hevdehan de, di çîroka navdar (Mem û Zîn)a Ehmedê Xanî de, diyar e. Tiþtê balkêþ, ku di wê demê de, li Ewropayê, ji bo olî û dêrê Kasolîk û Pirotistanî hevdû dikuþtin(1). Lê, li Kurdistanê dengê zengilê hiþyarî û rizgariya gelê Kurd li ser destê Xanî xweþ dihat. Di babilîska nozdehan de gopîtka kilasîkiyeta nû di berhem û nivîsandinên helbestvan Nalî, Salim, û Mustefa beg de tê nuhtin. Ev kilasîkiyeta nû ji bo rizgariya neteweyî jî dihat bikaranîn. Nemaze, di navîna dawîn ji babilîska nozdehan de li ser destê helbestvanê mezin Hacî Qadirê Koyî. Ta bi vê rojê, ev þêwe, di nav helbestvanênên Kurdan de tê bikaranîn, û navin mezin di vê riyê de, di ezmanê helbesta Kurdî de geþ bûne. Ji þerê cîhanê yê yekemîn ve helbesta nûjen linik Kurdan dest pê bûye.Li gorî baweriya min, ew jî di çend qûnaxan re derbas dibe: Qûnaxa yekemîn di nevbera herdû þerên cîhanê de, bi serkêþiya Qedrî Can, Þêx Nûrî þêx Salih û Goran xuya dibe. Qûnaxa diwemîn piþtî serîhildana tevgera Ruwange bi serkêþiya helbestvanê mezin Þêrko Bêkes e. Manîfestoya Ruwange, ji bo tazekirina helbesta Kurdî hawarek bi serê xwe bû. Mirov dikare bibêje ku ev manîfesto digel nûkirin û azadiya helbestê, nûkirin di ziman, raman, çîrok û nêrînin nû di civatê jî de bû . Piþtî vê tevgerê, qûnaxeke nû, li ser destê çend rewþenbîrên Kurd mîna; (Ferîd Zamdar, Enwer Misyefî, Kerîm Deþtî, Dilþad Ebdile, Ferhad Þakilî û Letîf Hilmot......htd) xuya bû. Evan rewþenbîran bi nuhbûn û nûxwaziyê bang kirin. Di nav Kurdên Sûriyê de dest bi nivîsandina helbesta nû bûye. Kelandinek li ser pêmayên mîrê ronakbîran Celadet, Dr.Kamîran, Qedrî Can, Cegerxwîn, E. Namî, Osman Sebrî, Ehmedê þêx Salih û Tîrêj dibe.Hin xortên nûhatî bi þêweyên nûkirî, dixwazin dest bi hûnandina helbesta kurdî ya nû bikin. Di hin helbestan de çirîska hêviyê dibînim.Lê neyê hevotin ku helbesta nûjen cihê xwe li nav me girtîye û bûye mîna helbesta kilasîk, xwedî dibistaneke serbixwe. ?þt û sedemên vê yekê pir in. Derd û kulên me jî gelek in. Ev cih ne cihê serseknandina vê yekê ye.Tenê diþtê balkêþ ev e: Rehên helbestvaniya van kesan, yan ji çevkanîya Erebî an ji helbestvanên ku helbesta nujen nivîsandine, werdigrin, û rê û þopek wan î serbixwe nînin, û di bin bandûra peyrewî û hevenda vê diyardekê de mane. Raste, merov nikare þîretan li helbestvanan bike. Lê merov dikare nerîna xwe di helbestê de bide. Xwendina helbestê ji mirovekî ta bi mirovekî din ne tenê cuda û tê guhertin. Lê belê, xwediyê (afrandekê) helbestê bixwe, piþtî çend xwendinan, tiþtin nû jê re xuya dibin.Ev jî ji ber ku (hest) di sînora þorzaran de nayê bestîn, û ne jî tê hevragirtin.Ji ber ku ziman nikare (hest) di bûyîna wî ya xweberî de jiber bike. Divê têkiliyeke giyanî di navbera xwendevan û helbestê (pirsur û pirsurî)yê de hebe. Helbest, ne diyaredeke sekinî û bê liv e. Ne jî dîtaniyeke ekadîmî ye.Liv û guhêzeke hundirî di cîhana peyv û þorzaran de digere, û jiyaneke sermedî ye. Di pêþketin û nûkirina raman, hizir, ziman, huner û civakê de roleke mezin dilîze. Helbest deryake ji evîna bê dorpêç û sînûr e. Bê rawestandin û miçiqandin, dizê û diherike. Jînenîgariya Helbestvan Qedrî can: Çaxê mirov bixwaze lêkolînekê an nivîsan-dinekê li ser helbestvanekî an nivîskarekî çêbike, berî her tiþtî, pêwîste mirov li nivîs û berhemên wî vegere, û serpêhatiya jiyana wî bizani be, û li hin çavkanî û jêderan vegere.Wê gavê ez bawerim karê mirov wê pir hêsan be. Lê çaxê ku tu nivîsan-din li ser jiyana wî tune bin, û berhemên wî di kovar û rojnameyên ku di destpêka sala sîhî de der ketibin û di yek pertûkê de nehatibin civandin, û tu çavkanî û jêder-pêvî çend -gotarok-li ber destan tunebin. Ez bawerim wê karekî ne hêsan be. Helbestvanê me Qedrî can e.Berhemên Qedrî can rûpelin ji jiyana wî ne.Ew berhem û nivîsan-din mîna bîranînên zarotîyê bi awayekî çîrokî hatine nivîsandin. Di baweriya me de, çevkanî û jêderê rast û dirust berhem û nivîsên wî ne. Qedrî can, ew bixwe ji xelkê Dêrika çiyayê Mazî ya paþroyê bajarê Mêrdînê ji bakurê Kurdistanê ye. Pireya nivîskar û rewþenbîrên ku li ser jiyana wî nivîsandine, û bi taybetî li ser dîroka zayîna wî, ne wek hev gotine. Herdû nivîskarên Kurd M.Uzun û Firat Cewerî dibêjin:”Di sala 1919an de hatiye dinê”(2), lê mamoste Izedîn Mistefa Resûl mîna Rewþen Bedirxan dibêje: ”Di sala 1916 an de hatiye dinê”(3).Diyare ku mamoste Izedîn Mistefa Resûl ev dîrok ji pertûka Rewþenê (Rûpelin ji toreya Kurdî) wergirtiye(4). Rojnamevan Hesen Qeya di rojnameya (Dîmoqratî)(5) û li ser zimanê malbata helbestvan gotiye:”Di sala 1911an de hatiye dinê”, Nivîskar Edîb Nadir ew jî di gotara xwe de ya di kovara (Metîn) de daye belavkirin dibêje: ”...Qedrî can di sala 1911an de hatiye dinê û di sala 1972an de miriye”(6), lê nivîskar Silêman ‘Elî di gotara xwe de ya di rojnameya (Armanc) de hatiye belav kirin dibêje:” Qedrî can di destpêka babilîska bîstan de hatiye dinê”(7), bê ku dîrokê bicî bike, lê Perofesor Qenatê Kurdo di pertûka xwe de (Tarîxa edebiyeta Kurdî)(8) de, qet behsa dîroka zayîna wî nake. Piþtî tevgereke dûr û dirêj, û pirsîneke hûr û kûr, me du reþbelek peyda kirin.Ev herdû reþbelek dudiliyê di vê mijarê de nahêlin û dîroka bûyîna Qedrî can bi zelalî bicî dikin, û li ber çavan diyar dikin. Reþbelekek jê (Wesîqeya jin anînê), û ya din (nasnameya xwendinê) ye. Di herdû reþbelekan de, bûyîna Qedrî can sala 1911an bi cî dike. Ji hêlekê din ve, me gotibû çîrokên Qedrî can rûpelin ji serpêhatiyên jiyana wî ne. Di vî warî de Qedrî can dibêje:”Ew pelên ko ji kitêba jiyana min hatine çirandin, îro perçên wan î riziyayî belav dikim, bi hev dizeliqînim.. dixwazim ji wan, kitêba bextiyariyê çêbikim.Sond.. Guneh..Rojên derbasbûyî.. Serencam.. her yek ji van, ji kitêba jiyana min a hezîn rûpelekî rengîn in. Lê rengîn dibin, zengîn dibin...dîsa pelinin çiriyayî û riziyayî ne...”(9) Di sala 1943an de, çîroka (Serencem), di rojnameya (Roja Nû) de hatiye nivîsîn, dibêje: ”...Serencam jî rûpelek ji wan pelan e...Berî bîst û pênc salan bû.. Bi meh û hefteyên xwe, bi þev û rojên xwe, bîst û pênc sal... Di nav hundirê mala me de , ji niþkave, hay û hoyek çêbû:birayê min Fethî, piþtî ...du sê rojan dimir...”(10). Li ser gotina Qedrî can, heger em bîst û pênc salan ji dîroka nivîsandina çîrokê hilînin, dîroka mirina birayê wî zelal dibe, ku di sala 1918an de miriye.Li cihekî din ji çîrokê dibêje: “Her êvarên zivistanê..., ji zarokên mîna min þeþ-heft salî, tije dibûn...”(11) Heger dîsa em ji 1918an dîroka mirina birayê wî Fethî, heþt salan bikujin, dîroka bûyîna wî ji me re zelal dibe, ku di sala 1911an de hatiye dinê.Bi vê gotinê Qedrî can bixwe bûyîna xwe diyar dike û di tu reþiyê de nahêle. Li vir gotina M.Uzun û F. Cewerî þaþ derdikevin, û gotina Dr.Izedîn Mistefa Resûl û Rewþen Bedirxan jî þaþ in . Ji ber ku zarokekî di temenê du salan de nikare vê bûyerê bîne bîra xwe û ne jî xwe navkoyê vê çîrokê diyar bike.Nemaze çaxê ku em dibînin Qedrî can di hejmara yekê ji kovara HAWARê(12), ya ku di sala 1932an de derdiket, gotarek daye weþandin.Di wê demê de temenê wî bîst û yek salî bû.Heger em dîroka M. Uzun û Firat Cewerî rast bigrin, gerek temenê wî sêzde salî be çaxê di HAWARê de nivîsandiye.Ev jî ne rast e. Ji ber ku li gorî gotina hemû lêkolînvan û nivîskaran, nivîskarê herî biçûk yê di kovara HAWARê de nivîsandiye, Dr. Nûredîn Zaza ye, ne Qedrî can e.Lê li ser dîroka Izedîn Mistefa Resûl û Rewþen xanimê wê temenê wî þazde salî be dema di kovara HAWARê de nivîsîye.Ev jî ne rast e, ji ber ku di wê demê de bi Reþîdê Kurd re li Qonyayê dixwend. Navê wî yê rast Ebdilqadir ‘Ezîz can e. Di nasnameya xwendevaniyê de hatiye; Qedrî ‘Ezîz can e. Navê diya wî ‘Eyþê ye. Ji xelkên Dêrika çiyayê Mazî ye.Di destpêka xortaniya xwe de tevlî tevgera welatparêzan dibû.Ji ber sedemên ramyarî dûrî welatê xwe dikeve.Berê xwe dide binya xetê. Di vî warî de, Cegerxwînê nemir di bîranînên xwe de dibêje .. Du xortên ciwan ji Kurdistana Turkiyê hatine Amûdê, xwendina xwe ya lîse xelaskiribûn, herdû xort Qedrî can û Reþîdê Kurd bûn”(13), ji hêlekê din ve hevalê wî Dr.Xalid Qotreþ dibêje:”Qedrî can ji ber sitema Turkan xwendina xwe nebir serî, di sala didiwan ji xwendina xwe (Mala Mamostan =Dar el-mû’elimîn) reviya û hate sûriyê”(14). Lê di reþbeleka xwendinê de, diyare ku ew di sala çaran de bû, û li bajarê Qoniyayê dixwend. Dr.Xalid Qotreþ gotina xwe berdewam dike:”Di sala 1928an de temenê wî (17)e salî bû dema hatiye Sûriyê. Di salekê de hînî zimanê Erebî bûye. Li bajarê Selemiyê xwendina (mala mamosteyan) yên çandiniyê dixwîne. Piþtî ku xwendina xwe kuta dike, li bajarê Entakyê dibe mamoste”(15). Li wir zanyarê mezin Memdûh’ Selîm nasdike. Qedrî can li bajarê Qamiþlo û Amûdê mamosteyî kiriye.Li gorî gotina þagirtê wî Mustefa Kurê Hesen Hiþyar dibije: “(Di sala 1942an de Qedrî can li bajarê Amûdê kargîrê dibistanê bû)(16).Li bajarê Þamê, Taxa Kurdan, û derdûra wê jî mamosteyîyê kiriye.Piþtî demekê, li wizareta perwerdiyê mîna rêvebirê kar xebitiye. Li wir jî pir dirêj nake, li tomara giþtî ya karkirên dewletê kar dike. Demek têre naçe tevlî komkarên azadîxwazan dibe, û mîna endamekî zîrek, di nav de, cih digre.Qedrî can mîna mirovekî xebatkar , ramyar û rewþenbîr tê nas kirin.(17) Wekî me gotî, Qedrî can di hejmara pêþî ji kovara HAWARê nivîsîye. Edîb Nadir dibêje:”Di 15-5-1932an de, Qedrî can, bi pêþewaziya mîrê Kurdan Celadet Bedirxan, di eniya dî de, eniya çandeyîyê de, nivîskarekî afirandî, stêrka wî geþ bû, û têkoþerekî þervan bû.(18) Di sala 1936an de Qedrî can helbesta xwe (Reya Teze) nivîsîye. Edîb Nadir dibêje:”Ev helbest (Reya Teze), helbesta pêþîn e, di dîroka helbestên nûjen û azad, di toreya Kurdî de”(19).Ev dîrok, bûye mîna qûnaxeke nû di toreya Kurdî de, û hem di nûjankirina helbesta Kurdî ji hêla ruxsar û naverokê de, û hem bûye bîhnokeke di navbera herdû qûnaxan de.Qûnaxa nuhbûn û ya kevniyê de.Ew qûnaxa kevneþop ya nav lê dikin kilasîk, û qûnaxa nûxwaziya bi mînake spehî û hevdemî û resenî di yek demê de gihandiye hev, û di nav xwe de hilgirtiye. Di sala 1944an de piþtî nasîna Qedrî can bi ramana Markisî û Lênîniyê ve qûnaxeke nû û dîrokî di ramana wî de destpêbûye. Bûye dostê ramana qomonistan. Silêman Elî dibêje Qedrî can di nav rêzên partiya qomonistên Sûriyê de kar dikir)(20). Lê Dr. Qenatê Kurdo bi vê yekê razî nabe, dibêje Qedrî can endamek ji endamên partiya dîmoqrat ya kurd li Sûriyê bû)(21) . Dr.Xalid Qotreþ bi herdiwan jî rajî nabe û dibêje:”Qedrî can, ne partî û ne jî qûmûnîst bû. Xebatkar û welatparêzekî pêþketî bû.Mîna min endamê komela Xoybûnê bû)(22). Di sala 1957an de , di meha tîrmehê de, Qedrî can bi girûpek xortên Kurd re beþdarî mehrecana ciwanên cîhanê yê þeþan li Moskoyê dibe.Li wir, diçe serdana serdarê Kurdan Berzanî yê nemir û helbesta xwe ya bi navê (serdarê Kurdan Berzanî) diyarî wî dike. Di sala 1958an de piþtî vegera Berzanî, li bajar Bexdadê careka din hevûdû dibînin. Di wê dîtinê de, nameyekê bixêrhatinê dispêre destê serdarê Kurdan, û di kovara Hêwa û Azadî de helbesta xwe ya bi navê (þêr hat welat) belav dike. Di çaxê ku li Moskoyê bû. Diçe nik Prof-Qenatê Kurdo.Di vî warî de Prof-Q.Kurdo dibêje: ”Ewî ji bajarê Adêsê ji min ra birqî (têlêgram) bi kurmancî bi van xeberan þandibû”têda nivîsî bû” Ez Qedrî can im, tevî xotan tême festivalê dixwazim te bibînim”(23). Qedrî can çend helbestên xwe yên ne belavkirî bi xêza destê xwe diyarî Qenatê Kurdo dike.Qenatê Kurdo dibêje: ”..Deftera çend þê’rên xwe yên çapnekirî pêþkêþî min kir....Ji wan þê’ra, þê’ra wî ya bi sernavê “Ez diçim Mosko” wextê Festivalê bi rûsî hatibû çapkirinê û li rojnama “Îzvêstiya da”(24).Navê wan þê’ra ev in:”Ez diçim Mosko, Begê axir zeman, Reya teze, Gula sor”. Di nav salên (1959-1961)an de li zindana Mezê girtî bû. Seydayê Cegerxwîn dibêje:”Qedrî can du-sê caran derbasî zindana Mezê bûye)(25).Ji bo xebata ramyarî û toreyî çend salan li Libnan û Îraqê maye. Qedrî can pireya berhem û nivîsên xwe di kovar û rojnameyên ku li Sûriyê û Libnanê derdiketin ( HAWAR , Ronahî û Roja Nû), belavdikir. Çend helbest li Îraqê, di Kovara Hêwa, Gelawêj û rojnameya Azadî de jî belavkir. Pêvî Çîrok û helbestan, çend gotarên wî di kovara(Hawar, Ronahî û Roja nû)de hene.Ji wan: ”Silêman Bedirxan, Gelo ne wisa ne, Bihara Dêrikê, Þîna Xalê min, Inqîlaba sor, û Yaney serkewtin”. Qedrî can ji sazkar û nivîskarê pêþîn di van kovar û rojnameyan de bû. Evî nivîskarî li kêleka helbestan kurteçîrok, gotar û karê wergerandinê jî kiriye. Alîkarî di wergerandina romana(Þivanê Kurd) ya Erebê Þemo de kiriye, û pêþgotina dîwana yekê ya Seydayê Cegerxwîn nivîsîye. Ji destpêka sala þêstî ta bi sala heftêyî tu berhemên wî bi dest me neketin.Me ji keça wî Dr. Þêrîn can û mala wan pirsî, lê mexabin tu destnivîs an reþbelek linik wan tune bû. Qedrî can rojên dawîn ji jiyana xwe li bajarê Þamê bûrandiye. Di meha Tebaxa sala 1972an de, li þarê Þamê, li taxa Kurdan li goristana Þêx Xalidê Neqþebendî hatiye veþartin. Di sala 1939an de jin aniye.Du kur û keçek wî ji xanima wî (Neylûfir)hene. Zayîna zarokên wî ev in: Mizgîn 1943, Þêrîn 1945, Serwer 1948 an(26).
__________________
| Üye Ýmzalarýný Görmek Ýçin Buraya Týklayarak Kayýt Olabilirsiniz. | |
|||||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Çîrok û helbestên Qedrî can:
Pireya naverokên nivîsên Qedrî can li ser xwendevanên dibistanan û cîhana jiyana wan e, û ji hêlekê din ve li ser gerdiþ û serpêhatîyên Kurdan in. Bi awayekî jîwerî û rewan dihingive dilê merovan.Mînakekê dide ber çavên te-yeveneke çîrokî yan helbestî bi ruxsareke pir sipehî diyar dike, tu dibêjî qey wênekêþ, ew mînak, bi kamîreya xwe girtiye, û xwe bera nava kûrahiya derûnê te dide.Lê di wê kûrahiyê de pir dirêj nake, zû zû tê der, û reng û salixdanên diyardekan dirave û rê li ber rûçikên kesatiyên çîrokên xwe dûz û þayik dike; ji bo derûnên wan diyar be, û wan bide naskirin. Naveroka çîrokên Qedrî can di cîhana bîranînan û demên bûrî de digere, mîna:bîranînên zarotiyê, birayên xwînê, xewn û sawêr, û berhaweyên Kurdî. Pir dûrî ramyariya rojane ya gerim diçe.Lê bîna niþtimanperweriyê ji hemiyan tê. Naverokên çîrokên wî tersî naverokên helbestên wî ne.Pireya mijarên helbestên wî bi ramyariya rojane ve têne girêdan. Çîrokên Qedrî can: Emê niha jî bi kurtî naverok û stîla her çîrokek ji çîrokên Qedrî can bi kurtî bidin naskirin. Çaxê merov çîroka pêþîn(Hawar hebe gazî li dû ye) dixwîne, merov bîna nivîskarekî xwedî zimanekî ciwan û þêweyekî hunerî bilind dike. Riya nivîsandinê bixwe diþopîne, û cihekî xwe yî bejinbilind di toreya nûjen de çêdike.Vê çîrokê bi þêweyekî Diyalok#danûstendin di navbera bav û law de dinivisîne, û rewþa welat û azadîxwaziyê þirove dike. Vê çîrokê diyarî xebatkarê hêja Osman Sebrî yê nemir dike. Di çîroka (Gundê nûava) de, pesnê spehî û xweþikbûna gund dide. Pesnê rez û dar û beran dide. Pesnê deng û awazên þalûr û bilbilê birîndar dide. Dil dikeve dengê wan yê þewat. Rewþ û kula welat û miletê xwe tîne bîra xwe.Biyaniya malwêran, hinav û dilê wî diþewitîne.Li vir, þîretan li xortên ciwan dike, dibêje: ”...Carekê werin, hindirê min verojin dilê min jê derînin û bi kêreke tûj çînî çînî bikin, wê gavê ev çîniyên dilê min ewê bêne peyivîn û pê re bêne girîn..”. Vê çîrokê(Besreka zêrîn), diyarî Qedrî beg dike, û bi malek ji helbestê çîroka xwe pêþber dike.Em dibînin hemû bûyerên çîrokê li ser du êl û hozên Kurdan û berberiyên di navbera wan de çêbûye û digere. Bûyerên çîrokê li dora keça sereke (Pîroz), keça mîrê Besreka Zêrîn û mîrê Burca Metînan (Mîrzo)beg yê bi darê zorê (Pîroz) ê ji xwe re dixwaze, digere. Mîrzoyê zorkar, bajarê wan talan û wêran dike.Bi darê zorê (Pîroz) ê ji xwe re tîne. Bavê wê (Meks) ji ber susreta ku hetiye serê wî dimre. Di vê çîrokê de, nivîskar hunera nameyî an toreya nameyî bikar tîne. Piþtî pêncî salî, di roja îro de, em dibînin nih nivîskar vê hunerê di çîrok û romanên xwe de bikartînin. Di çîroka(Hêva çardeþevî) de, nivîskar rewþa derûna xwe di riya xewnê re diyar dike, û ekama di hindirê xwe de der dike, û gazî û bangî heyva çarde þevî dike.Bê çewa ewrê reþî tarî mîna dêwekî wê heyvê dadiqurtîne, û her tiþt winda dike. Di çîroka(Sond)de, nivîskar gerdiþeke kevin an serhaweyek di civakên kevin û bûrî de tîne bîra me û ji nû ve divejîne. Ew gerdiþ (Birayê xwînê= xwînbira)ye. Zarok xwîna hevdû dimijin, û bi hev re sond dixwin.Yên sondxwarî dibin xwînbirayên hev û heta mirinê bi her hawî arîkariya hev dikin. Ev gerdiþ ta niha di nav ola Êzîdiyan de heye, û jêre dibêjin (destbirakê axretê), her mirovek Êzîdî xuhek an birayek ji xwe re dihelbijêre; ji bo li axretê gunehê wî hilgire. Lehengê çîrokê zarokekî biçûk e. Li dibistanê hevalekî xwe gunehkar dibîne. Lê hevalekî din xurt û bi hêz xwe dide ber gunehê hevalê qelis û hûrik, û ji dêvla wî lêdanê dixwe. Evê yekê bandûreke mezin li ramana wî kir. Rojekê tiliya wî birîn dibe, berî dide hevalekî xwe û xwîn-birayiyê jê dixwaze.Li gorî baweriya wî ku hevalê xurt dikare wî ji gelek dijwarî û alûzan riha bike. Em dibînin, di dawiya çîrokê de, hevalê wî yê xurt ne tenê ew ji darê mamoste û alûzan diparêze, belê ew ji devê kûçikê har riha dike, û xwe bi qurbana wî jî dike. Di çîroka (Guneh) de, li vir jî nivîskar li ser rewþa zarokên dibistanê dinivisîne, û gelek serpêhatîyên zarotiyê tîne bîra xwe. Dibêje:”Qey gava meriv zaro be, mejiyê meriv hêj bêtir nerm û taze ye;ji lewra dîrok û serhatiyê meriv bi hêsanî tê de cih digrin” Çend zarokên dibistanê diçin nêçîra çêlkewan...Þikeftek ji gundê wan bi sê çar katan dûr bû.Ji ber germa havînê, kewan tev çêlîkên xwe, xwe davêtin bin siha vê þikeftê.Di þikeftê de kaniyek jî hebû.Lê li gorî tê gotin þikeft cihê pîrebok, cin û periyan bû. Cimo berî da kaniyê. Lehengê çîrokê xwest mêraniya hevalê xwe bibîne, xwe jê vedidize, gava nêzîkî wî dibe dengekî ji xwe derdixe. Cimoyê reben navqetandî dibe;jê weye cin in.Ji tirsa veciniqî û ket.Zimanê wî nema geriya. Bavê Cimo ew dibe nik þêx. Þêx jî bi daran li Cimo dixe;ji bo cinan ji laþê wî derxe. lê Cimoyê reben di nav destê þêx de dimre. Lehengê çîrokê#nivîskar vê bûyerê jibîr nake. Sawêrên Cimo ji bîst salan ji ber çavên wî nare, û her xwe pê gunehkar dibîne. Vê carê Qedrî can çîrokekê li ser jiyan û serhatiya mamosteyekî li bajarê Amûdê bi navê (Rojên derbasbûyî) dinivisîne, û bi þêweyekî bîranînan þirove dike.Mamoste#nivîskar li ser gotina bijîþkî ji Amûdê berê xwe dide Eyndîwerê; ji bo hewa guhestinê, ew cih jê re berpêþ û nîþan dikin.Mamoste pesnê herêmê bi zelalî dide, û behsa dost û hogirên xwe dike.Bi guhertina cih û dûrketina ji xelkên herêmê pir diêþe.Di vî warî de dibêje: ”Gava meriv li cihekî dimîne, bi însan û axa wê derê ve bi benên nexuyayî tê girêdan, kînga meriv ji wir diçe, ev benên ha dilê meriv ber bi xwe ve dikþînin û diêþînin...”. Çîroka (Sehên Zozanan), nivîskar li ser zimanê du mirovên ku ev çîrok jê re gotine dinivisîne.Ew dibêje: ”Çîroka sehên zozanan ne derew e û ne tiþtekî xeyalî ye.Min, bi çavê xwe ne dîtiye, lê min bi guhê xwe bihîstiye..”. Ji ber vê yekê cidayiyeke mezin di navbera vê çîrokê û çîrokên wî yên din de heye. Lehengên vê çîrokê seh in, ne mirov in. Ev çîrok li Zebedanî (herêmek li dora Þamê ye) çêbûye. Ji berê de, ji Kurdistanê pez dihat Sûriyê, Felestînê û carina diçû heta Misrê jî.. bazirganek ji dora Erziromê pezê xwe aniye Sûriyê û li Zebedaniyê firotiye...Bi bazirgan re sehekî zozanan jî hebû. Mêvandar sehê wî jê dixwaze. Dibêjin di wê demê de, Zebedanê wargehê gur û hin tebayên din ên kûvî bû, û pezên wê herêmê ji guran nedihatin parastin.Lê piþtî sehê zozanan ew herêm ji guran riha dike. Dem tê re diçe, se kal dibe, û ji hêza xwe dikeve. Gurên derdora herêmê tev dicivin û li sehê zozanan dibin yek. Sehê zozanan ji mirinê riha dibe. Seh berê xwe dide welatê xwe û du sehên ciwan û bi hêz bi xwe re tîne , û li Zebedanê þêwra xwe dikin. Sehê kal wekî her carê diçe nav pez, herdiwên dî xwe vediþêrin. Gurên Zebedanê dîsa têne sehê kal , lê ji niþka ve herdû sehên zozanan xwe davên ser guran û wan tar û mar dikin. Tola sehê kal hiltînin û vedigerin welatê xwe . Di çîroka (Gulçîn)ê de, nivîskar naveroka mijareke kevin û nû di yek demê de bikartîne.Þax û baxan jê berdide.Gulçînê keça Newroz begî ye.. nûxuriya dê û bavê xwe ye. Ji alî xweþikbûnê yekta ye. Ji xortekî xizan hezdike, lê ne ji qata wê ye. Bavê Gulçînê ji bo berjewendiya xwe wê dide neyarê xwe Seydo beg.Lê Gulçîna reben, çi bi serî tê?. Dinya li ber çavê wê tarî dibe. Ji neçarî, di riya pîra Bêzê re berê xwe dide þêxê ku dilan digihîne hev. Piþtî demekê þêxekî biçûk di zikê Gulçînê de dilive. Þêx jî bi vî tiþtî haydar dibe. Hinek ji tozika teberika kalikê xwe dikir nav piyalek av û dida Gulçînê, .. roj bi roj Gulçînê, mîna reyhanekê diçilmisî, .. weke mûmekê dihiliya, .. rojekê mîna çirakê ji niþkave vemirî. Belê Gulçîn mir lê hêj di hundirê wê de þêxekî biçûk, þêxekî bê guneh diliviya. Gulçîn dibe qurbana nezanî û ezezîtiya bavê xwe, û bi destê þêxê yado û fêlebaz çira jiyana xwe vemirand. Qedrî can di vê çîroka (Nêçîra berazan)de jî, xewnê bikar tîne.Di nêçîra berazan de, þerekî nexweþ, tev bi tirs, dibîne.Paþî xwe li malê , li ser nivînan, û li dora xwe xelkên malê û bijîþkê ku bi kevçî derman derbasî devê wî dike, dibîne. Tevgera bûyerên çîroka(Serencam) mîna hemû çîrokên wî yên li ser demên bûrî û bîranînên zarotiyê ne. Qedrî can ji rewþa biyaniyê pir diêþe û her çîrokek ji çîrokên xwe mîna rûpelek ji rûpelên jiyana xwe dibîne. Di vî warî de dibêje: ”Ew pelên ko ji kitêba jiyana min hatine çirandin, îro perçên wan î riziyayî berev dikim, bi hev dizelqînim... dixwazim ji wan, kitêba bextiyariyê çêbikim. Sond.. Guneh.. Rojên derbasbûyî.. Serencam.. her yek ji van, ji kitêba jiyana min a hezîn rûpelekî rengîn in. Lê rengîn dibin, zengîn dibin, dîsa pelinin çiriyayî û riziyayî ne..”. Di vê çîrokê de (Serencam), nivîskar navên çîrokên xwe dihejmêre, û serhatiya biçûkatiya xwe û birayê xwe Fethî tîne zimên, û behsa pîra çîrokbêj û sincoq û beniyan dike.Qedrî can xwe gunehkarê mirina birayê xwe Fethî dibîne. Birastî heger ne ji nivîsandina vê çîrokê biwa, dîroka bûyîna nivîskar, wê ji me ne zelal biya. Qedrî can di destpêka çîroka xwe de (Muhra Silêman), hêvî û lavan dike ku ew xurtî û hêza helbestvaniya Melayê Cizîrî li nik wî jî hebiwa. Çîroka xwe bi çend xêzên melê destpê dike. Çîroknivîs dikeve xewin û sawêran , muhra Silêman li nav destên xwe dibîne, Silêman pêxember wî hînî zimanê teba û firokan dike. Nivîskar li dadgeha firokan (goyîn) pepûk û Kund beþdar dibe. Li ser zimanê wan dibêje:”Þahê min, tu guh didî kurm û kêzikê zeviyan...ji bav û kalan de ew nêçîra me ne.. gêrik û mûrî jî koleyên me... ne hedê wan ku li min gilî bikin û bi min re muhakeme bibin”.Goyîn wekîlê mûriyan rabû û got: ”Çavê xwe veke, efendî! em tovê babilîska bîstane..îro bendeganî û zandeganî nemaye...her kes serbest û azad e..”. Li hêviya biryara dadmend e, lê giriyê kurê wî yê biçûk ew ji xewê þiyar kir. Çîroka (Roviyê xapînok) ji folklorê Kurdî hatiye wergirtin. Mijara çîrokê li ser xapandin û rîpên rovî ne, û li ser pepûkî û çavpehinkirina kewk û çêçika mirîþkan, bi zimanekî hêsan hatiye nivîsandin. paþgotin : Qedrî can mamosteyê dibistanê bû. Di gelek çîrokan de, ew bixwe nivîskar#lehengê serekî yên çîrokên xwe ye.Mijarên çîrokên xwe ji civaka Kurdî ya jîwerî werdigre.Çi jiyana zarokên dibistanê be, çi çîrokên Kurdî yên kevin, yan li ser zimanê teba û baleyan be. Li gorî xwendina me ji çîrokên Qedrî can re, diyare xwediyê yek þêweyî ye.Di hemû çîrokên xwe de, astayê hûnandina nivîsandinê pir nêzî hev in. Ji niha#dema niho destpê dike û xwe bera nav dema bûrî dide, û çîrokê þirove dike, dîsa vedigere li ser dema niha, û dawiya çîroka xwe tîne. Li gorî hûnandina çîrokan, em dibînin du asta hene, ev jî du astayên di bahewayê çîroknivîs, û dem û çîrokbêjê de hene, ku ew bixwe nivîskar e, û çîrokê dibêje û dipesinîne.Ew hevparê çîrokê ye. Astayên çîrokbêj û bahewayê tevlî hev dibe. Bi rastî em naxwazin li ser vê mijarê pirtir bipeyivin, ji ber ev cih ne cihê vê mijarê ye. Emê ji rojên pêþ re bihêlin.Tenê me xwest em nerîna xwe bi kurtî li ser diyar kin. Helbest: Di dema ku di toreya Erebî de dibistana jîwerî destpê nebibû, Qedrî can sazkarê dibistana jîwerî ya nûjen di toreya miletê Kurd de bû. Ala helbesta nuhbûn û nûjeniyê li cîhana toreyîyê hildabû jor.Toreya miletê Kurdî bi kok û rehên wê yên resen ve girêdida û ji êmîþ û kaniyên welatê xwe vedixwar. Te digot qey dixwaze ji cîhanê re bibêje: Em in xwedanê þaristaniya kevin di cîhanê de, xwedî rewþenbîriyeke serbixwe ne.Em neviyê Cizîrî ne, li hemberî dirêjahiya bejna demê ne, me rehên xwe bera xaka dîrokê dane.Em dikarin bi pêvajoya demê re afrandinên nû û pêþveçûyî di meydana tore û rewþenbîriyê de biafirînin. Qedrî can serwerê toreya Kurdî ya nûjen e.Bi pênûseke nû xwe bera meydana toreya Kurdî dida û helbesta pêþîn (Reya Teze) di dîroka helbesta Kurdî de dinivîsand.Bi vê afrandinê, ruxsarî û naveroka helbesta Kurdî ji reh û dûvikîya helbestên miletên cînaran birî û riha kir. Heger xwendevan li berhem û nivîsên wî hûr binêrin wê li peyvên nûbûn, nûjenî, nûkirinê varqilin. Rojê Lîsko dibêje:”Em dikarin helbestvan Qedrî can sazkarê helbesta Kurdî ya nûjen bibînin, digel Þêx Nûrî û pîremerd û Goran”. Helbesta Kurdî ya nû, bi þêweya nû, di navbera herdû þerên cîhanê de, bi serkêþiya Qedrî can dest bi gulvedana xwe kiriye. Guhertinin bingehî di helbesta Kurdî de kirine.Berê helbestê ber bi cîhaneke nûtir vekiriye.Helbesta Kurdî ji kêþan û pêlewazên helbesta ‘Erebî qut kiriye.Ne tenê nûbûn di þêwe û kêþan de kiriye, belê nûbûn di ziman, raman, jiyana civakî û ramyariyê jî de kiriye. Bi nerîneke nû li efsane û jiyana civakî dinêrî. Zimanê wî yê helbestî rewan û pir hêsan e. Mijarên helbestên wî bi mijarên ramyarî yên rojane û gerim ve tên girêdan.Em dikarin bibêjin nihrevanê dema xwe bû.Gelek ji helbestên wî bûn stiran, û li ser zimanê gel dihatin gotin.Nemaze helbesta wî ya bi nav û deng (Berzanî Berzanî), (Begê axir zeman), û (Loriya Bedirxan), ya pir bi hostayî hatiye hûnandin. Di sala 1944an de qûnaxeke dîrokî nû di raman û zanyariya Qedrî can de dest pê dike.Nemaze piþtî nasîna wî bi ramana Qomonist, û ev diyarde di mijarên helbestên wî de xweþ diyarin. Helbestên wî yên pêþîn di sala 1930î de hatine nivîsîn, tev rengê kilasîk in.Mîna Loriya Bedirxan), (Tabûta bi xwîn), (Cegerxwîn), (Þîn li ser giyanê M.Seyda), û....HTD. Qedrî can helbestin li ser beg û axan jî nivîsîne û þerê qata serdest kiriye.Mîna helbestên wî Begê axir zeman), (Hesenker)... Gelek caran Qedrî can helbestên biyanî û bîranînan jî dinivisand. Mîna: (Name ji xortên Cizîrê re), (Xewna hiþyariyê), û ... HTD. Bêguman hemû helbestên Qedrî can li ser Kurdayetî û niþtimanperweriyê ne. Piþtî sala 1944an-wek me gotî-qûnaxeke nû di ramana Qedrî can de dest pê dike. Ciwantirîn helbest li ser hin lehengên navdar nivîsandine. Mîna: (Berzanî Berzanî), (Þêr hat welat), (Serokê komara Mehabadê), û...HTD. Çend helbestên ku bi bûyer û demê ve têne girêdan nivîsîne. Mîna Çardehê gelawêjê), (Name bo êstegehê radyo Tehran), (Cejna Oktober), û....HTD. Hin helbestin þoreþgerî û miletperwerî jî nivisandiye. Mîna Gula sor), (Niþtiman birîndar e), (Karwanê demê), (Li zindanê þoreþa me), (Heyva sor), (Dadê), (Di þorezarekê de), (Reya Teze) ya bi nav û deng, û.....HTD.
__________________ |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
Wergerandin:
Rewþenbîrekî mîna Qedrî can, jîr û jêhatî, jê nedûr e, ku giringî û pêwistiya wergerandinê jî haydar bibe, û di vî warî de çend karên hêja xebitî be.Evî nivîskarî çîroka nivîskarê Misrî (menfelûtî) ya bi navê(Tayek porê sipî) wergerandiye zimanê Kurdî. Tayek porê sipî linik nivîskar angoya kedxurên Ewropî dide nîþan kirin, û welatê mirovê reþik (serî)dibîne. Ango porê reþ. Tayê porê sipî cihê xwe di nav porê reþ de çêdike. Porê reþ, bivê nevê, welatê wî talan dibe.Vêca ji neçarî radestiyê li ber tayê porê sipî dike. Pertûka rêbarê Rûs Grigorî Pêtrof (Di welatê zembeqê gewir de), li ser daxwaza Dr.Ehmed Nafiz werdigerîne zimanê Kurdî, û di rojnameya Roja Nû de, mîna gotaran, perçe perçe, dide belavkirin. Qedrî can di pêþgotina xwe de dibêje: ”Ne hewceye ku ez pesnê vê kitêbê bikim...gava xwendevanên me bixwînin ewê bizanin ku ji bona miletê me çiqasî bikêr e. Hêviya min ev e ku miletperwerên me ji dil û can bixwînin û jê ibretê bigrin...”(27). Ji dû wergerandina her karekî armancin temîz û bilind hene. Armanca wergêr ji dû vî karî ev e: sûdê ji çanda miletên dî bê dîtin, û zimanê miletê Kurdî pê zengîn û dewlemend bibe.Ji hêlekê din ve, Serpêhatiyên berxwedana miletekî mîna miletê Finlendî bindest û perîþan, li hemberî zordarên Siwêdiyan pir dirêj û zengîn e.Finlendî welatê xwe bi serkêþiya peyayên zana û hiþyar mîna Senleman rizgar kirin. Senleman bi zanîna xwe welatê xwe tev kire Senlemanên jîr û xebatkar. Qedrî can hêvî dike ku xortên Kurdan jî mîna wan xebatkar û têkoþeran bin, û nifþên nû li ser perwerdeyeke niþtimanperwerî û kurdayetiyê xwedî bibin.Welatê xwe yê bin dest ji zorkeran rizgar û riha bikin, û bi azadî û serxwebûnê þa bibin. Çevkanî û jêder:
__________________ |
|||||||||||
|
|
| Konu Araçlarý | |
| Mod Seç | |
|
|
|
||||
| Konu | Konuyu Baþlatan | Forum | Yanýt | Son Mesaj |
| Igor Ivanovich Sikorsky ( 1889 - 1972 ) | TuBiRaNeS | Biyografi | 2 | 25-11-2006 01:47 PM |
| Hasankeyf'in 1911 yýlý resimleri - Gertrude Bell'in objektifinden | pýlýngo | Duvar Kaðtlarý, Fotoðraflar | 31 | 27-07-2006 03:27 AM |
Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
5651 Sayýlý Yasaya Göre, Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yine 5651 Sayýlý Yasaya göre Sitemiz mesajlarý kontrolle yükümlü deðildir.
Sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen,
bydigi@gmail.com adresine bildiriniz.
Bildiriminiz incelendikten sonra gereken müdahale yapýlacaktýr.