Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayýt Ol SSS
Eski 17-12-2006, 02:18 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,885
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 35614
Rep Puaný : 3560098
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Lightbulb JÎyana SeydayÊ Mele Muhemmed Ê ZÝvÝngÎ


Her bi navê Xwedayê Rehman û Dilovan
Bê hejmar hemd û pesn ji bona afrendekarê insan û cinanbe û pir selat û silavên Xweda bibarin li ser Peyxanberê dilovan û liser heval û hogirên wî jî, yên ku ji bona doza wî ya mezin canê xwe dan û gelek berxwedan. Ew hemo ji bona me çira ne û rêber û ronahî ne.
Piþtî vêyekê, ez dixwazim li gora zaninpêgihiþtina xwe jîyana hindek zanyarên Kurdên li devera Botan de binivîsim, da wekü bête zanîn ka ewan çilo bûn û jîyana wan bi çi awayi bû? Hem da wekü gelê me wana bo xwe bikine rêber ü çira û da ku neyêne ji bîrkirin. Pêkhatin û serkeftin her bi Xweda ye û sipartina me jî her bi Wî ye..
Yek ji wan zanyaran Seydayê Mele Muhammed Zivingî ye (Zivinga Þikaka)
GUNDÊ ZÝVÝNGÊ BÝ AWAYÊ COÐRAFÎ

Beri ku em dest bi nivîsandina jîyîna seyadayî bikin, em dixwazin ku Gundê Zivingê bi awaayê coðrafi bi xwendevanan bidine naskirin. Pêwiste bête zanîn di herêma Botan da du gund bi navê Zivingê hene:
1- Zivinga Þikaka ku ew gundê Seyda ye. Biqasê pencî km. dikeve rojavayê baþurê Eruhê (Dihê). Cihek têrþikefte, têrdar e (darê kizwane), cihê çandahîyê lê kême, di bakurê gund de newalekî têrbað û têrbostan heye ku ew milkê gund e. Divê newalê de darê tirê, hêjîr û hinaran hene, tê de birinc tê çandin anko cihê gund newal û gelî û çiya ne.
2. Zivinga Haci Elî ye. Bi qasi 15 km. dikeve rojhilata gundê Seyda. Ev gund jî bi awayê coðrafî weke Zivinga Þikaka ye. Têrþkeft û darê kizwana ye. Bes gelek kêmave. Gundê Seydayê Mele Ehmed ê kurê Mele Muhemmed e –di sala 1958 de ku miftîyê bajarê Qamiþlokê bû- ku xwedanê Þerha Diwana Seydayê Þêx Ehmed ê Cizîrî ya binavê “El-Eqdul-Cewherî Þerha Diwana Cezerî” ye.
Mizgefta Zivinga Þikaka þikeft e. Þikeft bi xwe jî du beþ e; yek jê tarî ye, bi navê xwe; Medresa Þêx Dawud e. Beþê dîtir ji der ve ye, bi eqdê hatîye damezrandin û du hewþê wê hene. Di hewþa beþa ku þikeft e bîrek heye. Belê di hewþa beþa tarî de bîr tuneye. Hinek ferþ hene feqe û þagirtan li ser wan nimêj dikirin, ders dixwendin û di hewþê da jî metin dixwendin. Bi awayê dîrokî zanebona me derbarê medresa Þêx Dawûd de tuneye. Em pê nizanin ka ev þexs kî bû, çi demê hatîye dinyayê û çu kes e?. Bes tête zanîn ku cihekî pir kevne, dikarim bêjim ne kêmê 700 salî ye. Çünkî; min bi çavê xwe goristana Þêx Dawud dîtîye ku di nav rêlistanek bi nav û deng û pir kevne ye. Darên wên gelek pîr dihatin dîtin. Ziyareta Þêx Dawud ji alîyê rojhilata gund ve ye, di kêleka gund de,ye. Piþt ziyaretê,ve Mila Büka heye, cihê geþt û seyranê, cihê mitala feqî û xwendina þakirtan bü. Di fesla bihar û peyîzan de cihê birê û kêl û vêlan bü.
Gelê gund feqe bi nanê xwe xwedi dikirin. Gund di sala 1962yan de çil kusur mal bü. Jîyana gundîyan li ser pez, fekî û sabûna kizawanan bü. Hindek dexl, nîsk û birinc jî hebü. Vêgavê gund xirabe ye. Xweda ji gundîya razi bit û li wan bibühûre.
Malbata Seyda

Seydayê Mele Muhemmed, kurê Mele Tahir, kurê Mele Hisên, kurê Mele Resul ê kal e. Êdî li gora gotina pak, malbata wî ji vir û pê de keþe ne. Anko malbata wi malbata zanyaran e. Seyda, bi gotinek hêz û qewi, li dor sala 1880ê zayînê de, li gundê Zivingê hatiye dinyayê. Piþti ku bavê wî wefat kir; jibo tehsila ilmê, ji derveyê gundê xwe, çüye Cizîra Botan û li wir dest bi jiyana xwendina medresê kirîye. Bi dil nizanim ka seydayê wî yê li wê derê çü kes büye. Li gundê Basret jî xwendîye. Belê nizanim li wêderê jî ka seydayê wi kî büye. Li gundê Goveþîl (Miþar)ê li cem Mele Resul ê Goveþîlî xwendîye. Li çend deverên dî jî xendin kiribe ez pê neilimedarim. Belê dawîya xwendina xwe li gundê Sînanê [Linkleri Sadece Üyelerimiz Görebilir... ] li cem Seydayê xwe Usameddin ê Sani; Mele Ýbrahîmê Kenânî temamkirîye û “îcaza” xwe ji wî wergirtiye.

Li gor ragihandina me ya kum e ji Seyda kirî: dema ku wi jîyana xwe ya medresê didomand; dayika wi çüye mêr kirîye. Bo vê yekê heyanî ku Seyda xwendina xwe bidawî ne anîye; ne ziviriye Zivingê. Piþti ilana Cumhuriyetê di sala 1927ê de riwayeta ku min ji Seyda bihistîye; di dewra Sultan Ebdulhemid de ketiye imtihanê û biserketiye. Vêca bivî þikli ji çüyina erka leþkerî rizgar bûye.
Piþtî ku Seyda vegerîya gundê xwe zewiciye. Xwedê 3 keç û kurek danê. Belê hevjiyana wî, diya zarokên wî wefatkir. Piþtî wefata kebaniya xwe dîsa zewicî. Evê pîreka wî ji wefatkir, belê tu zarok ji wê çênebün. Cara sêyê, ji gundê Basa (Güçlükonak)ê bi jinekê re ku bi navê xwe Rahime bü zewicî. Xwedê ji vê jinê; 4 kur û pênc keç danê.
Þikl û Simayê Seyda

Bejn û balekî bilind li Seyda hebü. Di gel bilindayîya xwe du ta û zexm bü, bi rih û þaþ bü. Cil û bergê wî sade bün. Milê kurtekê wî bê biþkuv bü. Êlekê pembü ku bi tayî hatî raçandin, dürütin werdigirt. Pêlava wi cizlewêt bü, kêm cara gore li xwe diwergirt. Mirovên bîyanî dema ku ew dîtibana ne dizanîn ku mela ye. Sere ser mirovek sade bü. Belê binvebin ve pir xwedan ilm û xwedan huner bü. Pir xwedan ihtiþam û heybet bü. Yani ehlê medresê pir jê ditirsîyan, çavên wî pir tûj û ciwan bün. Berçaveka wî ne bü. Bi þev li ber çirayê ibaretên hûrnivîsî bi hêsanî dixwend. Di sala 1961ê de ta 1963an de min li cem dixwend. Ji kitêba “Müðnittulabê” heya kitêba “Þerh Þemsî”yê min li bal wî xwendine. Wê demê temenê wî 75 sal habü, belê li ser hêz û quweta xwe bü. Pir xwedan ixlas û pir mutewazi bü. Ji bona ku feqe û þagirt bîra mala xwe nekin ji bona wan pir henek û laqirdiyê xweþ dikirin. Warê wî biheþt be, sewaba xizmeta wi bê hejmar be.
Zarokên Seyda

Ji pîreka wî ya yekem yek kurek bi navê Mele Talhe û sê keç hebûn; Halime, Beþire û… Ji ya duduyê keçek û ji ya sisêyê jî ku navê wê Rehime bü çar kur; Mele Ebdulðefur, Mele Þefiq, Ebdulkerim, Zeki û pênç keç hene.
Jiyina Seyda ya Melatîyê

Ligor zanebüna me, Seyda saleki tenê li gundê Xêste melatî kiriye. Bi teybetî ji ber dersdayînê zemanê wî tunebü ku digel gundîyan bicivê û bi wan re sohbet bike. Li ser vê yekê gundîyan jê gazinde kirin. Seyda jî got: Ez ne hatime gundê we ku tenê ez li pêþiya we nimej bikim, bes ez ji bona dersdayinê hatime, vêca bi xatirê hewe ez diçim gundê xwe. Bo vê yekê Seyda mala xwe ji Xêste barkir, zivri gundê xwe. Bes bi dersdayînê ve mijûl büye heta dawîya temenê xwe. Seyda ev heyata xwe ya dersdayînê heta dawîya umrê xwe domandîye. Heta ku li bajarê Enqere di sala 1971ê de wefat kirîye. Cismê wî yê þerif li qebristana Mamaqê medfûn e.
Dikarim bibêjim piþti ku Seyda icaza xwe ya ilmî wergirt ji bilî tedrisê bi çü tiþtî demê xwe derbas nekirîye. Anko berîya çü kesî nimêj nekirîye, xudbe ne xwendîye. Þagirtan li pêþiya cemaetê nimêj dikir ü wan xudbe dixwendin. Bi kurtî jiyana Seyda û tewr û hereketên wî ji yên hemo Melan cuda bü. Rihê wi þad û bextewar be.
Pisporîya Wîya Ýlmî

Seyda di ulûmên Erebî; nehv, serf, mentiq, beyan, bedi, meani, de pir xwedan ixtisasek kür bü. Herwiha di ilmê fiqhê da jî pir zanabü. Mehareta wî di van ulüman da bê qiyas bü. Dikarim bêjim mesailên þer’î ji sedî notê di hafîza (bîra) wi de bün, çi mesele jê bihata pirsiyarkirin te dit ku digot: ka hûn Ýbn Hacer yan ji rameliyê, filan cildi, filan sehifê bênin vekin.
Usüla tedrisa wî jî ji rengên seydayên di cüda bü. Feqe çend qeder fehma wi kuh biya bi temsîlek eqlî bi serê wî têxist. Dikarim jê gelek misalan misalek bidim. Belê carekî di ilmê serfê de, di behsa fê’la mudari de ders dida. Feqeheki got: Seyda bo çi tête gotin fila mudari? Seyda wiha bersiv da: lewra di çend deveran de muþabihê ism,u failî ye. Þagirt got: ez tê ne gihiþtim Seyda! Seyda got kurkê min! Tu guhê xwe bide min fila mudari çü serdana ism,u faili. Ji ism,u failî re got: min ji bona te emel (kar) aniye. Ýsm,u failî ji got: min jî irab kiriye xealata te, pêþkêþê tekir. Lewra esil di filê da emel e û esil di isme da ji irab e. Bi vî awayi her dü büne müþabihê yeküdü.
Misalek ditir ji ev e: yeki liser vê beyta di Elfiyê da (welismu minhu murebun we mebni liþebehin minelhurufi mudni) got: Seyda! bo çi illetê bînaê ji bo ismê heye û bo çi illetê irabê bo ismê tuneye? Seyda got: kurkê min, Hemo yê Ýsa yê Zivingî ji Zivingê ye, tü kes jê re nabêje tu çima li Zivingêyî? Belê xelk dikarin bêjin: Salihê Dihî tü çima li Zivingê yî?
Misalek ditir ji eve: feqeheki pirsî: Seyda! mefhum çî ye, masedeqe çiye? Seyda wiha bersiv da: kurkê min! El-fê’lu ma delle ala manen fi nefsihi muqterinen bi ehedilezminetisselaseti) ev mefhum e, masedeqe jî lefzê ( ضرب) ye
Rewþa Jîyana Seyda ya Aborî

Jiyana Seyda ya aborî jî gelek cuda bü, anko ne bar bû li ser milê xelkê û ne ji barê dewletê bu. Bes idara wî ya meiþetê li ser hindek mal û milkê wî bü, ango xwedî pez, dexl û dan û fêki bû. Ne maldar bü, belê Xwedê bereket êxistibû malê wî de. Ji ber sexawet û comerdîya wi û ya pîreka wî (jinseyda Rahime), minnneta çukesî li ser tunebü, ji bilî ya Xwedê teala.
Di gel vê, Seyda, mezinê gund dihate hesêbê. Ew hem müderris bü hem ji mezinê gund bü. Memürek dewletê weki qaymaqam, hakim, müdür vs bihata gund li Seyda dibü mêhvan. Bi vî þiklî ewî ne ji dewletê maaþ distan ne jî ji gundîya zikat di wergirt. Jîyana wî azad bü û cuda bü. Tedrisa wi bes ji bona Xwedê bü bi ixlas bü. Ji ber vê yekê çi þagirtê bihata Medresa Seyda, di demek kurt da guhê wi vedibün, çavên wi didîtin hiþyar dibü û êdî ji xwendinê fêhm dikir. Ev jî bi sedema ixlas û dilpakiya Seyda bû. Warê wî her beheþt be. Amîn
Xelkê gund jî gelek maldar ne bûn. Belê hemîyan ratibên feqehan didan. Carnan jî feqe diçûn gundê Goyîna ratib tanîn. (5 km. ji gund dür bû) ji gundê Banîkük (gundê Tamer aðayê kurê Haci Muhammed aðayê eþireta koçerê Didêran) jî pêxarin dihat yani meiþeta feqehan jî fereh nebü. Belê xwendin pir rind bü. Ax xwezî bi wî zemani (1961)

berxwedan is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 17-12-2006, 02:20 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,885
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 35614
Rep Puaný : 3560098
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Arrow


Rewþ û Jiyîna Seyda Ya Civakî

Seydayê Mele Muhammed hevalê heqîyê bü, neheqî û zordari qetiyyen qebul nedikir. Ji çü kesî bihatiba bê þerî qebul nedikir. Hevalê mezluman bü, heqê mezllüman yan bi destê xwe yan ji bi zimanî xwe berevanîya wî dikir. Pakî ji tükesi nedikir û neditirsîya. Mer bü û egid bü. Di vî warî da gelek misalan dikarim jê bidim.
1-Min ji Seyda bihistiye, digot: Kurkê min! Xeber gihiþte gundîya ku xulamên Emerê Temer ê aðayê eþira Batuyan ters û talan ê Tacdin ê Zivingî (ku neqeba min û wî nexweþ bü me ji hev hez nedikir) talankirin. Min got belê ev roj roja ðîretêye çawa be ev talan yê Zivingê ye ev neheqî nayête qebulkirin, hawar li gund ket, þev ji tariye, min tivinga xwe hilgirt, ez çüm, min pêþî li talan girt û di çeberê da rüniþtim. Min bi awayek nerm gazî wan kir û min got: hün bi xweþi malê me bihêlin û vegerin herin mala xwe. Ma me çu neheqi li hewe kiriye hûn ji nav Batuyan hatine talanê me dibin! Demê min wiha got yekî ji wan got: wax wax wax! Ez ðulamê Emerê Temerim, ezê çawa bê kuþtin talanî berdim! Bi vî awayî nav li xwe da. Min jî got: wax wax wax! ez ji Mele Mihemmed ê Zivingî me, de bila axayê te bihata pêþberî min. Sond dixum bi Xwedê; bê rijandina xünê hûn vî talani nabin. Hewe êdî xwîna xwe helal kir. Piþti vê yekê min þaþka xwe ji serê xwe danî erdê û min got: melatîyê tu here iznê, min ew dane ber qîrên û bi ser wan de gule barand. Yek ji wan çü, talan hêlan û revîn. Me jî talan vegerand. Seyda bi vî awayî xwedan þecaet û hüner bü
2- di sala 1962-yê da min li cem Seyda li Zivingê di Medresa Þêx Dawûd de dixwend. Vêca Þêx Seyda, bi sedema meselekî teybetî xelkê gundê Serdehlê ji gund der kiribun, di fesla havîna de dem dema rakirina dexl û danê bü, Seyda got kurkê min ! eve Þêx Seyda bê þer’î kiriîye, ðesb kiriye. Kurkê min, kani behsa ðesbê di Nihayetütedribê da bixwêne: min -ji exzu mali xeyrihi bi xeyri heqqin- xwend. Got: ma ev ne mefhumê xesbê ye? Eva masedeq jî li Serdehlê ye. Bo vê yekê gereke em herin Cizîrê cem Þêx Seyda jê ra bêjin eva te kirî bê þer’î ye, bila xelkê gundê Serdehlê vegerin gund, ser mal mü milkê xwe û dexl û danê xwe hildin. Vêca ez digel Mele Hesen kurê Hacî Aðayê Dêrþewî û digel Hemo yê Ýsa yê Zivingî ji gund derketin; çün Cizîrê. Di huzura me da Seyda, ji Þêx Seyda re got: Ew mesela em ji bo wê hatîn çawaye? Þêx Seyda wiha got: Mele Muhemmed! Ehlê malê karê xwe qençtir dizanit ji ne ehlê malê. Li ser vê yekê Seyda jî wiha got: Þêxê min, ev yeka te kirî bêþer’î ye, vêca tu bi keyfa xweyî û bi xatirê te. Bi sedema vê buyerê û sedemên gelek büyerên dî jî Seyda ji Þêxên zemani hez nedikir. Lewra ji pirên wan bêþer’î peyda dibü, þêxên dinyayê bün, armanca wan dinya bü. Þêxê niha jî wisan e. Ji Sedi 95-ê wan, þêxên dinyewî ne.
RÊZ Û MÝQAMÊN SEYDA YÊ HÎNKÝRÝN Û DERSDAYÎNÊ

Rêz û miqamên Seyda yê dersdayînê bi awayek xerib û cüda bü. Teqrîra wî pir xweþ bü û demê kitêba þagirtî biketa piþtî kitêba el-Camî yê Seyda feqe serbest dikira anko dixwesta ku feqe bi xwe ibaret bixûne û mane bikê. meger ku feqe þaþ bikira Seyda digot: kurkê min! Qenc manayê bide ibaretê xû yan ji guhê xwe bide min. Anko çawa ku em dibînin teyr ferxkê xwe hînê firê dikin, Seyda ji þagirtên xwe bi wî miqamî hînê xwendinê dikir. Ev miqam li cem melayên dîtir kêm peyda dibü.
Seyda û Ýcazetdayîn

Ji bona ku Seyda xwedanê ixlasek mikemmel bü, li gor ragihandina min ji Seydayî vî demê dirêj di dersdayînêda ku þêst sal hebû bi kêmayî, ji bilî yek carê icaza ilmî ne daye tu þagirtên xwe. Divî warî da Seyda wiha digot: Kurkê min ji pêþîyê heya dawiyê þagirteki xwendina xwe tev li bal min temam kir, vêca daxaza icazetê ji min kir. Min got kurkê min heya vê gavê min icazet ne daye tu þagirtê xwe û naxazim bidime çükesi bes hevalek yê minê xwendinê li filan cihîye (nav nayê bîra min) ez dê nameyeki binivisim tu here bal wi bila ji dêl minve ew icazetê bide te. Feqe ji nameya Seydayî hildigirê û diçê bal wi melayî. Ew mela ji qebul dike ku icaze bidîye. Vêca kar û barê icazetê tê kirin bi teybetî þaþ û cübbe amade dikin bo ku li xwe bikê û icaza wîya ilmê bête xwendin, di vê demêda ew þagirt bi dest girîyek dijwar dike. Dibêjinê bo çi tü digirî û cübbe û þaþik li xwe nakî? Þagirt wiha bersivê dide: Mirovek zevîkî baju û bireþêne, pelê wê bi kolê û aþêv bike û av bide, bidrû û bêne bênderê¸ gêre bike¸ bidê bayê, ka û dexlê ji hev veqetêne, bê insafîye ku yek were wî dexlî ji bo xwe bibe bihêre bixwe. Li Ser vêyekê ew Seyda dibêje Wêllahî ez jî vêyekê nakim. Ez icazê nadime te. Vêca Seydayê Mele Mihemmed got ew hevalê min ji ser awayê hêvîyê nameyeki bo min diþine û þaþ û cübbeyî jî pêra redike. Êdî kurkê min min jî bi vî rengi icaze da vî feqehî.
Seyda got: piþti þagirtî icaza xwe wergirt û xwest ku xatirê xwe j imin bixazê carik dî bi dest girî kir. Min got kurkê min tü çira digirî? Got Seyda: kani ezê bi çi awayi xatirê xwe ji te bixazim û ji te veqetihim! Hin qeder te emek dayî min kani eze çawa heqê te li xwe bidime helalkirin ? ji bo vî karî ez digirîm. Min got: kurkê min tü negirî belê tü heqê xwe li min helal bike, lewra eger tü nebüyayî min ji ilim ne dizanî. Bi vî awayi min ew da rawestandin û kete rê çü.
Seyda û Yüzbaþî

Seyda, liser dersdayînê pir bi xîret û xwedan hemiyyet bü. Pakî ji tu karbidestan (yetkililer) nedikir û ne ditirsîya. Li ser doza xwe weki Bilal ê Hebeþî bü. Li ser ragihandina min ji wî Seyda wiha digot:
Piþti bi destê karbidesta xwendin bi zimanê Erebi qedexe bü, rojekî ji berîya rojhilatê yüzbaþiyeki digel çend nefer eskeran li ser medresa me da girtin. Min jî di hewþa medresê da ders dida. Temamê feqehan di mizgeftêda bün. Ewî yüzbaþîyi feqeh hemu ji mizgeftê derexistin û di hewþa medresêda rêzkirin. Ez jî li rexê rêzê dame seknandin. Temamê kitêban jî komkirin û danîne berîya min. Yüzbaþî ekserê xwe jî li rex xwe da dane rêzkirin û tivingê xwe bi destê xwe girtibün.
Vêca wî Yüzbaþîyî berê xwe da min ku pirsîyara ji min bike. Bes min zimanê Tirkî ne dizanî û feqehan ji nedizanîn. Lewra hemo jî bê cüzdanbün û ekserî nekiribun. Bi wan ra terecümanek hebü. Yüzbaþî gote tercümanî bêjîyê tü çü kesî?
Min gote tercümanî bêjîyê ma tü çük esî?
Yüzbaþî got ez yüzbaþî me.
Min gote tercümanî bêjîyê ez jî yüzbaþîme.
Yüzbaþî got bêjîyê ev çi kesin li kêleka te bone rêz?

Min got tü bêje ma ew çi mirovin li kêleka te büne rêz?
Yüzbaþî: ew cendirmê minin.
Seyda: Ev mirovin henê ji cendirmê minin.
Yüzbaþî: ev çi kitêb û defterin te li cem xwe komnkirîn?
Seyda: Ma ew çi dar û hêsinin di destê te û cendirmê te da ne?
Yüzbaþî: ew çek û silahên me ne em bi wan berevanîya xwe dikin.
Seyda: Ev kitêbin henê ji çekên me ne em biwan berevanîya dînê xwe dikin. Tü Yüzbaþî yî, xwedan çek û silehê maddî ez jî yüzbaþiyê xwedan leþker û silehên menewî me. Vêca ez û tü wekî yekin. Çi cudayi di neqeba me da nîne.
Li ser vêyekê Yüz baþî wiha got: Madem tu wiha qabilcewabî tu mirovek durustî ,xwedanê dozeki heqqî, ez te li ser dürüstbünê pîrozdikjim. Veca tü ji layê min de di vî karê xwe da serbestî.
Yüzbaþî ji bona min serbestnameyek da nivîsandin û bi muhr û imza da destê min û got heya ez li van devaran kar bidestim tü jî serbestî, meger ez çüme deverek dî eze þîretê li cihgerê xwe bikim bila ew jî çavnêrrê te be. Û xatirê xwe ji me xwestin û çüne ser rêka xwe.
Seyda wiha di doza xwe da durust bü xwedan ixlasek bi mikum bü Xweda ji di gel wî bü ew bi tene nedihêla. Hezar heazar caran Xweda jê razîbe û rihê wi þad be.
Ýþq û Hezjêkirina Seyda li Ser Xwendinê

1-Li ser ragihandina min ji Seyda, digot: Demê ez li Gundê Sinan ê li cem Seyda yê Mele Ýbrahim ê Kenanî (Usameddin ê Sanî) min dixwenda rojekî ji rojên Biharê min ji derveyê medresê metin dixwendin, min pêþberê medresê deþta Sinanê genimê wê seridibü, bayê çep û rast lê dida, kêrvuþik diketanê û rüyê wê deþtê menzereki pir xweþ bü, keyfa min bi wê xemla þîrîn zahf dihat. Belê min bo xwe got: ger xwedanê vê deþta genimî temamê wê bibexþîne min û bêje min: bes lazime tu ji xwendinê bi qerihê ji bedelê vê deþta tu dibînî ez dê bêjim naxêr naxêr! Min xwendin ne ev deþta genimî. Xwendin hewqas li ber dilê min þîrîn bü.
Belê ey birayê xwendevan wî demî xwendin pir þîrîn bü lewra demek pir xweþ bü.
2-Seyda digot: Cihek ji kitêba Ýmtihanü’l-Ezkiya yê di behsa halê da dineqebqa min û hevaleyek min da miþkilbü. Ez û ew têda pêknehatîn. Vêca ez digel hevalkê xwe çüyîn Silîvan (Meyyafarqîn) cem Seydayek xwedan hüner û xwedan ilmek hûr. Me seyda ziyaret kir û me cih danî ber Seyda û me got: Me tu bo xwe hekem qebulkirî ka binêre mana vî ibaretî çiluye? Li ser vêyekê careki ibaret xwend û mana lê da, belê wekî yek j ime mane nekir. Êdî me guhê xwe nedayê çend cara seyda hat û çü mene kir heya xuhdanê di rûyê wî da da der. Me di dilê xwe da got: ma ne emê hatîn cem seyda da ku em guhê xwe bidine wî, meyê ew bo xwe hekem qebulkirî kanî vê carê em guhê xwe qenc bidine seyday ka dê çi manayê bide ibaretî? Vêca dîsa Seyda ser ibaretî ve çü û mana kir mana ibaret kete mejîyê me. Me got Seyda ez xulam ev mana henê kete serê me. Seyda got: ne min ji serîda jî ev mana lê dida hewe ber çi hinqeder zehmnet da min ma ez guneh nînim?
Me got: Seyda tu li me bibuhûre me xeta kir. Seydayi got: çünine xemnake. Belê me daxaz ji seyda kir ku guhê xwe bide mana me herduka jî ka ew jî durstin an na? Seyda got bilanê hûn jî keremkin mana xwe bêjin. Vêca wextê me jî li gor zanebaüna xwe mana kir Seyda destê xwe li piþta me xist û got: aferîn kurên min ger hirç hêka bike mana we jî durust dibe!!!
Demê Seyda li ber tehsîla xwendinê feqe û xwendina ilmê Erebî li cem karbidestên dewletê jî bi qedr û qîmetbü
3-Dîsa li ser bihîstina min Seyda digot: Emrê karbidestê dewletê hat ez çüme Amedê (Diyarbekrê) da em bikevine imtihanê (Wî demîda feqeh imntihan dibün ku serbikeftana ji wezîfa leþkerîyê muaf dibûn. Eva di dewra Sultan Ebdulhemid bu. Vêca hevalekê min hebü navê wî Mele Ebdurrehman bü, pir çespan û jêhatî bü, zirek û zekî bü. Dema navê wî hate xwendin herê huzura qomisyona imtihanê vêca wî sakoyê xwe (Çakêt) avête ser namilê xwe û kumê xwe xwehr kir, tizbehek sih û sê lib girte destê xwe û lingê xwe li derê salona qomisyona imtihanê da û kete mal da. Demê heyeta immtihanê çav bi vê rewþa Mele Ebdurrehman ket, heyret dimênin, dibêjin ev mirov yan serseme, yan jî bi ilm û zanebûna xwe qureye. Li ser vêyekê çend pirsiyarên giran jê pirs dikin, ew jî bi rast û dürüst bersiva wan pirsîyaran dide. Wî demî da dersxet jî dersek bûye. Jêre dibêjin destxetê te ji heye tu binivîse? Dibe belê hûn bi kerema xwe qelem û kaxizekî bidine min da ez li ser lingan binivîsim. Vêca li ser lingan bi awayê þiirê çend cümle û peyaman dinivîse. Mefhumê wê þiirê jî, bersiva itiraza wan ya li ser wê rewþa wîya hatî huzura qonmisyonê da bü. Mele Ebdurrehman di wî destxetî da wiha gotibü: Madem karbidestê yê mezin Sultan Ebdulhemide karbidestê imtihanê ji ev alimên þerifin, ma bü çi feqeh xwe qure nekin û ser vê rewþa min ku ez ketîm malde neçin malda. Endamên qomisyonê wî destxetî berçavên xwera derbas dikin pir xweþhal dibin. Vêca serokê qomisyonê gazî yawerê xwe dike dü zêra dide destê wî û dibêje tu here filan cihî bi bihayê van herdü zêran kefîyek bi qîmet bikire bêne were. Ew kefî jî dema kurê padiþehek dibü zava xelata wî bü di stoyê wida girê didan. Yawer çü ew kefî kirî û anî. Serokê qomisyonê ew kefî avête sitoyê Mele Ebdurrehman û di neqeba herdü çav û birhên wî ramüsan û heyeta imtihanê ew bi vê rewþ û serfirazîyê piroz kirin û paþî jî serok got: hûn berê xwe bidine lîstê çiqas feqeh mabin hemükan jî ewraq û dosyên wan pêkbênin û damezrênin û bixatirê Mele Ebdurrehmanî hemükan ji derbas bikin bila bizivirîn xwendina xwe li medresan.
Aha vêca ew esir wilo qenc bü, berkeftî bü, esrê berîya sed salan bü. Nühû jî weko pêþîyan gotî: Malxweyê me bü Silo xarina me bü çilu. Anko, karbidestên me nezan be rewþa me jî wê wihanbe. Em daxaza hidayetê ji Xwedayê mezin dikin.

__________________
berxwedan is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 17-12-2006, 02:21 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,885
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 35614
Rep Puaný : 3560098
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Arrow


Rewþa Seyda Di Gel Gurê Har

Wewke min ji Seyda bihîstî wiha digot: Rojekî ez ji Desta Sinanê ji cihekî rêve dihatim. Min dengek ji dûr bihîst dibêje: Waye gurê har hate te vêca tu haj xwe hebe! Min jî derdora xwe fekirî min dît waye bi rastî wê gurek guhþikestî devê xwe vekirîye wê baskî min da bi lez têt. Ez jî tenha me û erd ji deþtek raste bê dar û bere belê destê min da teverek tibrîzî heye devê wî pehne û tûje. Min jî ji bilî ku teverî bigirime her dü destên xwe pêþberê gur ser nîvê rê rawestim çü çara min nema. Gur hate nêzingê min hêj miqdara sê metra ji dürê min mayî xwe avête min. Tesadüfen eniya xwe li devê teverê min xist, serê xwe kir dü qet û kete erdê bêdeng ma. Min jî got: ey heywanê Xwedê min tü ne kuþtî belê te xwe kuþt. Bi vî awayi Xweda Teala ez paristim.
Vêca ger Xwedê dost be bila ehlê dinyayê hemü neyer bit neþê çi li mirovî bike.

HENEK, LAQÝRDÎ Û GOTÝNÊN SEYDA

Bila bête zanîn Seyda insanek pir mütewazi û nefisþikestî bü li gor her rengê insanan dikari xwe bide naskirin û nîþandan. Ji bona ku feqe keyfxweþ bin neþa wayan teshîlê hebe bîra mala xwe nekin bo wan gelek henek û laqirdi dikirin. Ezê jî bi qas bihistina xwe ji Seyda hijmarek ji van laqirdîyan binivîsim:
1-Seyda digot: kurkê min! Rihîma ma (Jinseyda) sê gotinê wê hene gelek xweþin; libbê, belê û ez nizanim.
2-Kurkê min! Wellahi Wellahi hetta xün ji bin te neherike tu ilmê bi dest nake.
3-Seyda gote feqeheki Kurkê min! Tu here tevrê me ji dehla Bindeqê bêne were. Feqeh ji çü û hat got: Seyda min tevir nedît. Liser vêyekê Seyda bangê feqehakir kombün. Seyda her dü destê xwe danîn ser çavên xwe û got: Wellahi ez tükesî ji hewe nabînim. Gotin mesele çîye Seyda? Seyd got: Evi feqehî jî weke min çavê xwe girtîye û dibêjê min tevir nedît. Seyda got: Kurkê min ka te çavnêrîya bin dara gozê û li bin dara hêjîrê ü libin mêwê û li bin dara tûyê kir?
4-Seyda Sibiha zû hate dersdanê þev kurtbün feqehan jî dersên xwe mitale nekiribün. Vêca yek û yek û dü û dü derketin da biçin herin Mila Bûka ji nüve mitale bikin. Seyda jî ma tenê û got: heware heware heware! Gur hat û pez hemî ji hev bilav bü û çü.
5-Syda digot: Heta ku bacan û hejîrên me negihêjin dostê Rihîma me tünînin.
6-Weko tê zanîn Seyda mirovek sade bû, nefisþikestî bü û hayatek bi tengî derbasdikir. Keseki ku berî da ew nasnekiriba, dema ku bidîta ferqa wî ji gundîya nedikir. Ji ber vêyekê feqehek diçê Zivingê da ku li cem Seyda cihê xwe bike. Nezingê gund rasta Seyda tê; gurzika çilü li bin milek wîye û daska wî ji di destê wîdabüye. Feqe silamê didîye belê nizanê ku Seyda ye. Seyda dibêjê feqe ma tü newê biçî Zivingê bona xwendinê? Feqe dibêje: bele mamê sofi. Seyda dibêje: feqe tü çi kitêbê dixwîni? Feqe dibêje ma ez bejim jî tu çi fehm bikî? Seyda dibeje bele raste belê dema Seyda tê dersê dide, ez jî li mizgeftê dimênim bivî awayî bi sehkirinê jî be ez ji hinek kitêba xeberdarim. Vêca digelhev têne gund. Seyda diçê mala xwe û feqeh jî diçê medresê. Piþtî Eþayê feqeh li ser mitalêbüne Sreyda ji bona çavnêrîne tête medresê ku temaþa feqehan bike ka feqe tehsîlê dikin an nakin. Demê Seyda tête medresê feqeh hemî yek carî ji ber Sewyda ve dirabin þipîya. Ew feqehê mêhvan þaþ dimene û di dilê xwe da dibêje aha ev Seydaye. Êdî ji þerman diçe xwe têxe mihraba mizgeftê xwe diveþêre û li wir dimîne heta dibe sibeh. Ji þerman êdî bi seyda re nacive. Seyda dibêjê gelî feqehan! Eger xaerina hewe têra hewe bike cihe hevalê xweyê þermoyi bikin. Feqeh rûyê wî nagire û rêya xwe digire diçe.
7-Di fesla Biharê da feqehek ji Silopya ku navê wî Muhemmed ê Sadiq bu tête Zivingê da ku li cem Seyda bixwîne. Ji ber ku þev kurtbün feqe Muhemmed dereng dirabe nimêja sibehê, nêzinge ku tav derkevê. Seyda jî di wî demî da tête medresê dibîne ku wê feqeh li ser nimêjê de ye. Seyda dibêje kurkê min bêhna xwe fereh bike ezê jî niyeta xwe li pey te bînim. Seyda niyeta xwe têne û li pey feqeh nimêj dike. Ji xwe Seyda tucaran li pêþiya kesî nimêj nedikir. Feqeh ji þerma süreyê piþtî fatîhê di reketa pêþîyê de naxwêne. Di reketa dawîyê de jî ne süreyî û ne jî qunutê dixwîne û bi lez silamê vedide. Feqe zen dibe ku wê Seyda pê re biqehire ka çima nimêja xwe wisa dereng hiþtîye. Liser vêyekê Seyda bangê feqehqan dike werin tiþtekî zahf xweþ heye. Feqeh kom dibin. Seyda dibêje: feqehno! vê sibehê tiþtek gelek xweþ çêbû hûn guhê xwe bidin da bo we bêjim: Hemd ji wî xwedayî re bê ku dînê me fereh kirîye. Vê sibehê da nimêja min ketibû demekî dereng de. Belê Xwedê Teala imamek welê da min; ne süretê piþt fatîhê û ne jî qunut xwend, bi vî miqamî nimêja min berwext ket. Duvre jî Seyda berê xwe da feqehî û got: Aferîm kurê min ez imamên wek te sivik dixazim.
Ýhtimalek qewî ye Seyda mexsüs wihakir da ku feqeh nekeve þermê da ku nimêja wî derenk ketîye. Ango kurkê min nimêja min ji wekî ya te dereng ketiye nekeve þermê de. Vêca Seyda Xweda je razîbe wiha xwedanê exlaqek xweþ û rêyekî pak bü.
8-Laqirdiyek ya Seyda bi zimanê Kurdî û Tirki: Seyda gote feqehekî: Oglum git bîr sor gurover gundur getir.
9- Seyda yê Mele Ehmedê Cêleki xatireyekî ya xwe bi Seydayê Mele Mihemed re qisset dike û wiha dibêje: Careki ez çüme malê (Cêleka) wextê ez zivirîm Zivingê Seyda bi heneki ji min pirsî û feqeh jî li dora me bûn “ew gayê kê bu ji latê de ketî û çavê wî þikestî û sitirhê wî rijihayî?” Heqeten wê heftîya ez li Cêleka gayê yekê gundî ji latê de ketibû û miribû ji xwe xebera Seyda jî jê nebû. Min jî guhê xwe baþ neda gotina Seyda, min jî got: “Seyda wile ew gayê filankes bû” vêca Seyda û feqeh bi hevre ketin ber ken de bi zor sekinîn.
10-Feqehek bejin bilind tê cem Seyda da bixwêne. Vêca dema çavê Seyda bi wî dikeve. Seyda di dilê xwe de dibeje: Eva feqehek bi hêz û giring e, ihtîmal e ku Cem’ül-cewami’ê dixwîne. Seyda jê pirsîyar dike: “cenabê Seyda çi kitêbê istimal dike? Feqeh dibêje: Ezbeni ez Tesrîfa Kurmancî beþê Xestemê dixwênim. Seyda dibêje wa wa wa! Kurkê min ez gunkê xestemê bêxime te de. Tü evê hinge bilind wekî deveheki taze gihiþti Xestemê?.


11-Dema ku Seyda bivîya ez qesideyeki bixwênim di berîyê de wiha digot: ‘Ezê çüme zozanê Mehmed Begê, bü leqleqa leglegê, ta himm ta himm, anko hey hey hey hey! Kurkê min hate derê mala te. Min jî, jibo ku Seyda keyfxweþ bibe diloka “lêlê xefþê” digot. Wi jî ji keyfa destê xwe lihev dida.
12- Feqehek hebü, dema diçü teharetê, di qedangehê de zahf dima. Vêca Seyda digot: Kurkên min! bila yek ji hewe doþekeki, lihêfeki ü balgiheki jê re bibe, xuya dike ew ê iþev li wê derê raze.
13-Seyda ji feqeha ra digot: heke hün guhê xwe nedin xwendinê, hün hîlê li xwe dikin, umrê xwe bêfeyde dibühürînin, hün hîlê li malbata xwe ji dikin, lewra; ji wan weye ku hûn goh didine xwendinê, hün hîlê li Xwedê ji dikin, lewra; umrê we milkê Wî ye li cem we bi emenet e, hün hîlê li min jî dikin, lewra; ez bi hewe ve hatime girêdan, neþim bu xwe kareki bikim, hün hîlê li gundîyan ji dikin, lewra; nan didine we ji bona ku hün bixwênin. Vêca pêwiste ku qenc guhê xwe bidine xwendinê.

Bi vî awayî em hatin dawîya nivîsandina jiyana Seydayê gorgulav, xwedan hüner û ilmê kür, xwedan ixlas û dilê pak; Seydayê Mele Muhemmedê Zivingþikakî. Ragihandina min ji wî ye bi menayêye. Xwedayê Teala li kêmahîyên me bibihûrê. Ez nabêjim heyata Seyda her eva min nivîsîye. Belê ya ku min bihîstî û zanî, min nivîsîye. Min di vî karê he da mubalexe (zêdeyî) nekirîye. Xweda wî bi rehmeta xwe bisitirêne, me jî ji xêr û bereketa wî û emsalê wî mehrüm nedêre. Amin

__________________
berxwedan is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 17-12-2006, 10:48 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jun 2006
Mesaj: 863
Üye No: 12261
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 1574
Rep Puaný : 156928
Rep Derecesi
sokrates has a reputation beyond reputesokrates has a reputation beyond reputesokrates has a reputation beyond reputesokrates has a reputation beyond reputesokrates has a reputation beyond reputesokrates has a reputation beyond reputesokrates has a reputation beyond reputesokrates has a reputation beyond reputesokrates has a reputation beyond reputesokrates has a reputation beyond reputesokrates has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spas jý bo kedate hevalé berxwedan testé te saðbe

__________________
sokrates is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 18-12-2006, 01:50 PM   #5 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: rêwî
Mesaj: 9,885
Üye No: 3220
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 35614
Rep Puaný : 3560098
Rep Derecesi
berxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond reputeberxwedan has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spas xweş xale sokrates

__________________
berxwedan is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Çîrokê Gelêrî- Hecî Mihemed Eliyê Qelþo rêwî Çiroken Kurdi 3 26-03-2008 12:37 AM
Giringîya Zimanê Kurdî: hevpeyîvîn bi Mele Ismet re rêwî Çiroken Kurdi 1 30-06-2007 09:21 AM
Jiyana Mele Xelîlê Sêrtî berxwedan Çandi Giþti 6 07-03-2007 07:35 PM
EvÍna Mele BÚ Bela SerÉ Mele.....:) toprak Pekenok 11 24-01-2007 09:21 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:55 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2010 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved



Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
5651 Sayýlý Yasaya Göre, Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yine 5651 Sayýlý Yasaya göre Sitemiz mesajlarý kontrolle yükümlü deðildir.
Sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com adresine bildiriniz.
Bildiriminiz incelendikten sonra gereken müdahale yapýlacaktýr.