Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayýt Ol SSS

 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 14-12-2006, 05:22 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Aydýnlanmak Acýdan Kaçmak Deðil, Acýyý Anlamaktýr__!!
Yaþ: 27
Mesaj: 15,187
Üye No: 2663
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 384000
Rep Puaný : 54309049
Rep Derecesi
tubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond repute
Exclamation Ji Ansîklopediya Îslamê


Ji Ansîklopediya Îslamê
MEYAFARQÎN


Ansîklopediya Îslamê (The Encyclopaedia of Islam) kurtedîroka Meyafarqînê ji b.z.69 heta p.z. 1980 bi bûyer û rûdanên girîng dide. Meyafarqîn li ku der e, di dîrokê de ji aliyê kîjan neteweyî ve bi çi navan hatiye binavkirin; ji Xelatê heta Sirûcê dema paytext bûna wê ya dewleta kurdan a pêþî ya dema îslamiyetê, geþbûna þaristaniyetê (medeniyetê) di dema kurtejiyana xanedaniya kurdên Eyûbî de, sêsed sal kavil mayina ji ber moxol û tirkmanan; rojhelatnasên ku hatine seredana wê û yên li serê nivîsîne, giþt di van çend rûpelan de ne.


Ji Ansîklopediya Îslamê (*)
MEYAFARQÎN
[MAYYĀFĀRIĶĪN]


Meyafarqîn, bajarek e ku li bakurêrojhilat ê Diyarbekir dikeve. Awayên dîtir ên navên wê yên îslamî Mafarqîn, Mefarqîn, Farqîn (wek gihanek ya navê jêderkê el-Fariqî), hwd. Bajar bi yewnanî Martyropolis, bi suryanî Mîfirqêt, bi ermenî Nifikert (paþê Muharkin, Mufargin). Li gora Yaqût, iv, 702, navê kevin ê bajêr Madūr-sālā (bixwîne qale < metur-xelex bi ermenî, “bajarê/kela þehîdan”). Li ser nasnameya Tigranokerta (Tigranocerta) ya bi Meyafarqînê li jêrê binêre.


1. Cînîgarî û dîroka kevin:

Cografya. Bajar li ber berojkê nîvro yê rêzeçiyayê Hezroyê, yê zuxirê pêþî ye ku wek anfîtiyatr ji çiyê derdikeve, navserên herî bilind ên van rêzeçiyayan (Derkoþ, Andok) li nîvroyê Mûþê dikevin, ji navçeya avrêja Dîcle û milên wê vediqetin û ber bi Firata rojhilat (Ava Mûradê) ve diçin.

Meyafariqîn bi 25 mîlan (40 km) li bakurê Dîcleyê û bi 12 mîlan (19,2 km) jî li rojavayê Ava Batmanê dikeve. Ew bi çemek piçûk tê avdanê (niha jê re dibêjin Ava Farqînê) ku diherike tê bi 12 mîlan li nîvroyê rojhilat dikeve ser Ava Batmanê ku milekî girîng ê çepê Dîcleyê, ji herêma çiyayî ya nîvroyê Mûþê (navçeyên Qulp û Sasûnê) tê. Navê kevin ê Ava Batmanê di dema Romayê de “Nicephorius”, ya Bîzans de “Nymphios”, bi suryanî “Kallath”, bi erebî “Sāthīdamā” ( gotinek bi aramî ye ku wek Shithithma (þisisme) bi ermenî hatiye wergerandin û bi maneya “xwînxwar” e; Armenian Geography of the 7th century = Marquart, Ērānšahr, 161), bi ermenî Xalirt û belkî jî Mamuþel ( Faustus of Byzantium). Herwekî emê bibînin ji hev naskirina hin ji vana hê jî bi guman in.

Meyafarqîn li ser devê xaçerêya hin riyan e, herwekî ji bakur gelek av têne dikevin ser Ava Batmanê: 1. Çabaxcûr (li ser Ava Mûradê) – Zu l-Qerneyn – Licê – Boþat – Meyafarqîn; 2. Mûþ – Qulp – Pasûr – Meyafarqîn; 3. Mûþ – Xwêt [Motka] – Tingirt (= Sasûn) – Meyafarqîn. Bi riyên 3 û 4 an ku di Sasûnê de derbas dibin kêm tên zanîn. Navbera Diyarbekir û Meyafarqînê bi qasî 45 mîlan e. Riya kevin a Diyarbekir – Bedlîsê ku berê di nav Meyafarqînê de derbas dibû niha gelek jê dûr, di nîvroyê wê de derbas dibe, li biniya Elmedîna li Ava Batmanê dixe û diçe (Diyarbekir – Sînan – Zoq –Weysilqiranî – Bedlîs).

Meyafarqîn ji 1260 û pêde rûmeta ciyê xwe yê berê ya li ser riya di navbera Ermenistan û Mezopotamyaya jorîn winda kir, ji wê tarîxê û pêde êdî hew bû navendeke siyasiya herêmê ku bala navçeyên li derûdora xwe bikiþîne. Bi tenê giringiya tiþtinê bazarê wek berhemên ji çiyê û yên çandiniya li ber Ava Batmanê gihîþtî di dest de man.

Dîroka kevin. Çiyayên li bakurê Meyafariqînê ji bona xelkê cî yê eslî bûye parêzgahek. Di derûdora salên 600 z. de Georgius Cyprius, dibêje ku Χοθαίται û Σαυασυνίταιι li wê derê bûn û navê wan li navçeyên Xwêt û Sasûnê hatin kirin. Marquart (1916) texmîn dike ku hêmanên ji zimanê berê yê xelkê destpêkê di gotinên wek *M-îfir-qêt û *Ma-mûþil(î) de hene, dibêje ew ji pêþdaniyên (prefixe) kafkasî (kafkasiya nîvro) çêbûne. Li gora erf û edetan (Yāķūt, iv, 703) avakerê Martyropolisê Marūthā bin Layūthā kurê jineka ji wan çiyayan bû û Marquart “Leyûta” wek teþeyê xerabûyî yê gotina gelê Ûrta(n) < Ûrartû dibîne (Hands Amsorya [1915], 96; [1916], 126). Ebû Nesrê Merwanî (li beþê dudiyan ê jêrê binihêre) jî bi keça Senxerîbê mîrê Senasûne re zewicî bû; cf. Amedroz, in JRAS (1903).

Li gora Lehmann-Haupt li Meyafarqînê hin bermaye û þop hebûn ku jê re wek cîniþînek kevin a asûrî xuya dikir, “eine von Haus aus assyrische Anlage” (Armenien, i, 396, 398).

Tigranokerta – Meyafarqîn (?). Hê ji 1838 de von Moltke pênîþan kir ku Meyafarqîn Tîgranokertaya kevin e, ango paytexta nû ya ku ji aliyê Tîgranê II yan ve di sala 80 b.z. hate danîn, ku ji aliyê Lucullus ve di pey serketinek li kersaxa Ava Batmanê (6.10.69 b.z) hat standin û dîsa ji aliyê Corbulo (63 p.z) sefîrê hukûmeta Nero ve; li serê hetanî nîveka s.s. (sedsala) 4 p.z. misêwa hat behskirin. Hin zanyarên din, Tîgranokertayê li Sêrtê (d’Anville), Erzenê (H. Kiepert, 1873), nêzîkî Kefr-cozê (Kiepert 1875), li Til-Ermena [2] li rojavayê Nisêbînê (E.Sachau) hwd. Ermenî vê paþiyê wek þopajotinek navê Tîgranokerta li Diyarbekirê kirin. Di gera wan a lêgerînê ya li Ermenistanê ya 1898-9 an de Lehmann-Haupt û W. Belck bi xîretkêþî fikra Moltke girtin destê xwe.

Li ser dîwarê bakur ê kela Meyafariqînê bi xetên yûnanî bernivîsek nîvxerabûyî heye. Ew ji aliyê Lehmann-Haupt ve hate xwendin û weþandin ku îsnadê Qiral Pap ê Ermenistanê (369-74) dike, ku herwekî tê zanîn ew hê jî li ser desthilatiya wê qiraliyetê biye. Tevî rexne girtinên xwe yên li hember tefsîlatên hîpotezên Lehmann-Haupt jî Marquart (1916) piþtgiriya wî dike ku bi riya rûmet pêdanê wê ji nûve derxistiye pêþ.

Di lênihêrîna ji van gelek dîtinên nelihevkir yên li ser cî, ya di van çavkaniyên klasîk ên di xisûsa Tîgranokertayê de, ewê her ev pirs were; ku Meyafariqîn ne Tîgranokerta be, kîjan bajarê nenas bû ku di dema Pap de li vê derê hebû, ev kevirên lê-nîvîs-kolayî bi bêþansiyek bi çi awayî ji ciyê xwe hatin rakirin (“in heilloser Verwirrung”) û gava ku Martyropolîs hate avakirin ji ku derê ew anîne vê derê?

Î’tîraza sereke ya li ser naskirina Tîgranokerta bi Meyafarqînê ve ev e ku li gora Eutropius, vi 9, 1 û Faustus, v, 24, Tîgranokerta li Erzenê (Ałdznikh) bû; ji aliyê dinê, wisa xuyan e ku çemê Mamûþelê di sedsala 4 an de li berê çepê yê vê navçeya dawîn þekilê xwe girtiye. Ji vê rastiyê (Hübschmann, Die altarmen, Ortsnamen, Indogerm, Forsch, Leipzig 1904, 473-5), xuyan dike ku Tîgranokerta diva li rojhelatê ava Batmanê biya eger ku ev av wek Mamûþel bê naskirin. Ev navê dawîn ji aliyê Marquart ve bi navê al-Musūliyāt ve hatibû girêdan, ku el-Muqeddesî, 144, milekî Dîcleyê (li aliyê çepê) pê binav dike û ev aþkera þûna ava Batmanê ye. (Navçeyek bi navê Musûliya (?) hê dûrtir li rojhelatê çenga jorîn a ava Bedlîsê hê jî heye ku dikeve nav herêma kevin a Baţrīķ Mushālīķ; cf. Kisrawî, di Yaqût, ii, 551-2.)

Ji encama dîtinên Faustus, iv, 24, 27 yê li cihê Meyafarqînê (12 mîl li rojavayê ava Batmanê), Marquart pêþxwazî dike ku Mamusheł = Nicephorius [1] wek ava Farqînê û Mûsûliyat jî bi þax û milên xwe ve seranser ava Batmanê (Nymphios, Sātīdamā, û w.d) be. Bê ehemiyetiya ava Farqînê ku bi 3 mîl li bakurê Meyafarqînê ji qûntara çiyê derdikeve (Îbn ul-Ezreq wê bi Re’s ul ‘eyn (serê kaniyê) bi nav dike; Cîhan-numa, 437, ‘Eyn el Hewz) û bi salixdana Mambrē re li hev nake, ku li gora Faustus divê ew li aliyê rastê yê çem be, dibe sedemê kêmtir cazib bûyina hîpotezên Marquart. Dawî em li serê ji aliyê koþeyê lênihêrtinên Tîgran li cihê Meyafarqînê bifikirin, yek jê ji dijminên ji aliyê rojava ve hatî (Lucullus!) re mecbûrê jidestberdanê bû. Tîgranokerta = Meyafarqîn ji xweparastina xwezayî bêpar bû wisa ku gava dijmin ji aliyê rojhelat ve bihatina metirsiya (talûk) bi riya sereke ya Bedlîsê qutbûna têkiliya wê ji Ermenistanê hebû (the ancient Κλεισούρα Βαλαλείαωυ, cf. Tomaschek, Sasun in SBAW Wien [Vienna, 1895], 8). Ji milek din ve Meyafarqîn ji aliyê cihê xwe ve paþê di sîstema beravaniya împaratoriya Bîzans de rolek girîng leyist.

Di van rewþan de û berî li ser cihê wê lêkolînên zêdetir ên hûrûkûrtir bêne kirin, ewê þaþ be ku meriv bêje hemî gelþ û dijwariyên naskirina cihê Tîgranokerta êdî safî bûne.


Meyafarqîn = Martyropolis. Yekbûna herdû bajaran bi temamî misoger e. Verêkirinên (îsnad) çavkaniyên filehan (suryanî, ermenî û yûnanî) yên li ser avakirina Martyropolîs gelek in. Çîrokek suryanî (teþ’îsa) ku ji dêra yaqûbiyan a Meyafarqînê hatiye girtin û ji bona dîroknas Îbn ul-Ezreq hatiye wegerandin, kurtiya wê di Yaqût iv, 703-7 û el-Qezwînî, ii, 379-80 (tevî hin notan ji aliyê Marquart ve hatiye wergerandin, di Hands Amsorya de [1916], 125-35.)

Tê gotin ku bajar li cihê “gundek mezin” (qarye ‘ezîme) ji aliyê metran Merûta (≈ Merûsa) (Mār Marūthā) ve bi destûr stendina ji þah Yezdgird I. ê îranî hatiye avakirin. Ev komelgeha dînî di navbera çi bigire 383 û 420 geþ bûye ( li gora çavkaniyên li ser jînenîgariya wî, cf. Marquart, op. Cit., 91-2,125). Bajarê Martyropolis ku tê gotin Merûta hestiyên þehîdên filehan ji Îranê tîne û lê derê vediþêre cara pêþî di 410 z. de ye. Etîmolojiya vî navê bi suryanî Mîfirqêt bi guman e (cf.(bide berhev) jorê). Di ermenî de ev bajar cara pêþî di Geography (cografya)ya ss 7 de wek Nifirkert (û carek jî wek Nifret) tê binavkirin.

Bi lihevhatina 297 î bi Diocletian re navçeya Sofanen (Sophanene) ku Martyropolis tê de bû, bû perçeyek ji împaratoriya Romayê. Dîsa tevî lihevhatina peþkreþ a Jovian di 363 de çêkir, Sofanen di destê împarator de ma. Di dema Theodosius II (401-50), kela/bajarê nû, hê jî li nêzîkî sînor bû, xwedî ehemiyetek berbiçav û paytexta Sofanen (= Great Tsopkh) bû. Di 502 de ku kel/bajar hê qenc nehatibû qewîkirin þah Qewadê Pêroz ê Sasanî ew vegirt û arkinciyên wê bire li Xûzîstanê bi cî kir ku ji bona wan bajarê Abad-Qubadê avakiribû (Yaqût, iv, 707, Weh-Āmidh-Kawādh = Arradjān; cf. Marquart, Ērānšahr, 41, 307). Anastasius dest bi qewîmkirina Martyropolîsê kir lêbelê di pey derketina xwe ya ser text di 527 de Justinian berê (cebhe) rojhelat ji Dara heta Trabzonê ji nûve organîze kir. Martyropolîs, wek baregeha fermandarî ya girêdayî strategos (serfermandar)ê Theodosiopolis (Erzerûm)ê bû navendeke leþkerî ya gelek girîng. Procopius, di De aedificiis, iii de hûrûkûr giliyê kela bajêr dike, bilindî û zeximiya ku dîwarên duta û hesabê temamî yê sîstema parastinê ( dîwarên derva, pêþve anîna kelê û w.d.); cf. Adontz, op.cit., 10-12, 140-2. Di 589 de bajar kete destê Sasaniyan, lê ji ber alîkariya împarator Maurice bi þah Xusrewê II. re di 591 de dîsa ket destê Bîzansê. Heraclius ew heta sala 18 k./ 639 z.di destê xwe de girt(Yaqût, loc. cit.). (Ji tarîxa wê di Muralt, chronogr. byz., i de nehatiye gilîkirin).

Guherînên Martyropolîsê muhtemelen bi rastî di Geography ya Ermenistanê ya ss. 7 (ed. Patkanov, tr. 45; Marquart, Ērānšahr, 18, 161) de hatiye gilîkirin ku Ałdznikh (Erzen) a herêma îranî bi xeta ava Batmanê ji Tsophkh (Sophanene) tê veqetandin, li gora vê behsa para Ermenistanê Nphret (= Nphrkert) dibe yek ji deh kantonên Erzenê.

Îbn ul-Ezreq û Yaqût dastanên filehan ên di avakirina kelê ya di dema Mar Merûta de bi temamî û bê kêmasî didin: taqên dîwaran ( sûrê ) ku hestiyên þehîdan li ku derê bi cî kirine, heþt deriyên bajêr, navê heryekî ji wan bi diqqet nivisandine, manastira ezîz Peter û Paul, avahiyên di zemanê sê wezîrên împaratorê Bîzans de hatine lêkirin ku yek ji wan burcek û dêrek ava kir. Hê jî li Meyafarqînê kavilên wê bazîlikaya muhteþem û Dêra Bakîreyê (el-Ezra) têne dîtin. Gertrude Bell tesbîta tarîxa bazîlîkayê dike ku “ne gelek di pey destpêka sedsala pêncan de ye”, û di mikuriya bi alîkariya jêwergirtinên ji Maurice; [cf. Abu’l-Faradj, Mukhtasar, ed. Pococke, 98] hezir dike ku Dêra Bakîreyê yek ji wan dudiyan e ku ji aliyê þah Xusrew II. ve ava bûye


(V. MINORSKY)



2. Dema Îslamê :

Zebt û îdareya xelîfetiyê. Li ser zebtkirina Cizîrê ji aliyê ‘Iyad bîn Xenem ve Meyafarqîn jî bê þer ket destê wî. Xelîfe ‘Umer bîn Xettab di 18/639 de ew kir waliyê Cizîrê ( al-Balādhurī, Futūh, 179). Ji vê tarîxê pê de heta dema Ebasiyan dewra pêþî, ev bajar ji aliyê îdarê ve wek perçeyek ji Cizîrê, carbicar girêdayê bi Þamê û bi hin sedeman jî bi Ermenistan û Azerbeycanê ve bû. Navên kesên rêvebirên Meyafarqînê yên vê demê ji aliyê tarîxnivîs Îbn ul-Ezreq ve hatiyê nivîsandin û cografyanivîsê Cizîrê yê ss.7/13 Izedîn îbn Þedad jî jê kopya kiriye.

Di dema xelîfeyê Ebasî el-Muhtedî (255-6/869-70) de Meyafarqîn û Amîd [q.v.] bi Îsa bîn eþ-Þeyx Þeybanî ve girêdayîbû [q.v.] ( Ibn Shaddād, ms. Oxford, Mars 333, fol. 10a). Heta paþvegirtina xelîfe el-Mu’tedîd di 286/899 de ev dever di destê Þeybaniyan de ma. Muhemed neviyê Îsa bîn eþ-Þeyx di 270/883-4 an 273/886-7 de minara mizgefta Înê ya Meyafarqînê ava kir. Navê wî li serê nivisandî bû (ibid., fol. 69a).

Têkiliya Hemdanî û Bûyî (Buweyhî)yan ya bi Meyafarqînê re. Piþtî hevdîtinek bi waliyê Mûsilê Nasir ud-Dewle el-Hesen re di 324/935 Meyafarqîn ket bin îdara Hemdaniyan ên ji malbata Texlibî yên ereb. Birayê wî Seyf ud-Dewle Elî ( 356/967 mir) ku Heleb û Diyar Bekir îdare dikir hezkirinek bi taybet nîþanî Meyafarqînê dida. Seyf ud-Dewle sûrên wê tamîr kirin, kela kevin nûjen kir, ku gava dihate seredana bajêr li wê derê dima. Bi anîna þebekeyek nû, ava paqij li bajêr zêde kir. Wa’izê navdar Îbn Nubata [q.v] û el- Mutenebbî kesên ji civata Seyf ud-Dewle yên li Meyafarqînê bûn. Yê dawî þ’irek þînê li ser Ebdulah bîn Seyf ud-Dewle nivisand ku ew di 338/949 de li Meyafarqînê miribû (Ibn al-Azraķ, B.L. Or. 5803, fol. 113b; Ibn Shaddād, fols. 77a-78a).

Di dema îdareya Seyf ud-Dewle de Cizîr misêwa di bin êrîþên Bîzansiyan de bû ku bergeha axa wê digihîþt heta Amîdê. John Tzimisces ku di pêþ de ewê bibe împaratorê Bîzansê di 348/959 de dor li Meyafarqînê girt û ev bû sebeb ku Îbn Nubata wa’zên lêbisorkirin da û gelê bajêr li cîhadê geþ kir (al-Anţākī, 774-7; Ibn al-Azraķ, Or. 5803, fol. 114b). Di pey de Seyf ud-Dewle dest bi qewîmkirina kela bajêr kir (Ibn Shaddād, fol 78b).

Gava Seyf ud-Dewle di 367/967 de mir di goristana malbata Hemdaniyan de li Meyafarqînê hate veþartin (Ibn al-Azraķ, Or. 5803, fol. 117a; Ibn Shaddād, fol.78a), bi awakî hûrûkûr tê behskirin ku çawa bajar bi qedirek bilind li pey ketiye rêzê. Wekî dinê Meyafarqîn wek cîniþînê xanim û zarûkên wî ma (al-Anţākī, 807). Piþtî mirina Seyf ud-Dewle Meyafarqîn bû perçeyek ji Diyar Bekir û ket destê waliyê Mûsilê Ebû Texlîb el-Xezenfer. Xwiþka Seyf ud-Dewle li Meyafarqînê ma û di 362/972-3 kilûkêmasiyên parastinê yên bajêr sererast kir. Ev muhtemelen ji ber sedemên carek din dorgirtina li Meyafarqînê ya John Tzimisces bû ku niha di 361/972 de bûbû împarator (Ibn al-Azraķ, Or. 5803, fol. 118b)

Di 368/978-9 de Eb ul-Wefa generalê ‘Ed ud-Dewle yê Buweyhî Meyafarqînê kir bin fermana xwe (Ibn Miskawayh, ii, 388-90). Navê ‘Ed ud-Dewle li ser sûra bajêr nivisandî bû (Ibn Shaddād, fol. 69b).

Xanedana Merwaniyan, 372-478/983-1085. Di pey mirina ‘Ed ud-Dewle di 372/983 de, Bad (Bādh/Baz) avakerê xanedana kurdî ya Merwaniyan [q.v], Meyafarqînê girt (Ibn al-Athīr, ix, 25; Ibn al-Azraķ, ed. Άwad, 49-52). Dûajoyên (xelef) Bad karîn bajêr di destê de bigirin, ji sedsalek bêtir wê bikin paytexta xwe. Dema Merwaniyan bû þahidê geþbûyîna kulturî ya Meyafarqîna bisilman. Rêvebirê duduyan ê Merwanî Mumahhid ud-Dewle bû ku dîwarên kelê tamîr kir û navê xwe li wan deverên tamîrkirî nivisand (ibid, 86, 163; Ibn Shaddād, fol. 70a). Bernivîsek wî ji aliyê Lehmann-Haupt ve di (Armenien, 424) de hatiye resimkirin.

Rêvebirê mezin ê Merwaniyan Nesr ud-Dewle ye (di 401-53/1011-61 de hukim kir), berpirsê gelek tevgerên avakirinê yên di bajêr de bû, burcek nû bi dîwar û bi odeyên zêrgûnî ku li pala ber tara Dêra Bakîreyê bû ava kir û ew di Zu l-hicce ya 403/Hezîran-Temûz 1013 de temam bû. Bermayeyên filehî yên di Dêra Bakîreyê de guhastin Dêra Melikî [4] (Ibn al-Azraķ, ed. Άwad, 107-8). Nesr ud-Dewle observatiwara (rasatxane) kevin tamîr kir, saetek danî mizgefta Înê, nexweþxaneyek bi weqif ava kir, li baxçê nav kelê dar danîn, pir çêkirin, hemamên ji bona gel û mizgeftek di berbajarkê nû-ava (el-Muheddese) çêkir (ibid., 123, 138, 141, 143, 145, 163-4, 168). Paytexta Merwaniyan kesên berbiçav ên dînî û edebî ber bi xwe ve kiþand (ibid., 82, 144, 166); ji wan kesan wek numûne Ebdilah el-Kazerûnî mezhebê þafi’î li Diyar Bekirê belav kir (Ibn al-Athīr, ix, 52). Þêx Ebû Nesr el-Menazî ku karmendek bilind ê Nesr ud-Dewle bû pirtûk berhev kirin û ji bona pirtûkxanên di mizgeftên Meyafarqîn û Amîdê de waqif danîn (Ibn al-Azraķ, ed. Άwad, 131). Nesr ud-Dewle di 453/1061 de mir û di turbeya Banû Merwan de li Meyafarqînê hate veþartin (ibid. 177).

Di pey de Meyafarqîn di destê Merwaniyan de ma heta ku bajar û deverên mayî yên Diyar Bekir di 478/1085 de ketin destê Selçûqiyan û ku ev seferberî ji aliyê wezîrê berê yê Merwaniyan Îbn Cehîr ve dihate birêvebirin [q.v.] Îbn Cehîr sultanê selçûqî Melîk-Þah pê razî kir ku desthilatî bidê da dor li Meyafarqînê bigire û bikare xezîna giran a ku nayê salixdan a Merwaniyan biguhêze (neqil ke) (Ibn al-Athīr, x, 86-8, 93-4; Ibn al-Azraķ, ed. Άwad, 208-12).

Bi kurtî di pey mirina Melîk-Þah 485/1092 de, di çaryek sedsalî de Meyafarqîn di navbera mîrên selçûqî û yên herêmî wek Tutuþ, Duqaq, Qilic Erslan û Suqman el-Qutbî yê Exlatê de dest guhart.

tubiranes is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 14-12-2006, 05:23 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: May 2006
Konum: Aydýnlanmak Acýdan Kaçmak Deðil, Acýyý Anlamaktýr__!!
Yaþ: 27
Mesaj: 15,187
Üye No: 2663
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 384000
Rep Puaný : 54309049
Rep Derecesi
tubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond reputetubiranes has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Artûqî. Di pey mirina sultanê selçûqî Muhemed bîn Melîk-Şah [q.v] 512/1118 Meyafarqîn ket bin hukmê artûqîyên tirkman [q.v]. Li gora dîroknivîsê wê Îbn ul-Ezreq bajar ji aliyê Necmeddîn Îl-Xazî ve di 512/1118-19 de hat zebt kirin ku wî Mêrdîn bi temamî di derûdora 502/1108-9 stendibû (ms. B.L., Or. 5803, fol. 161a). Îbn ul-Esîr stendina Meyafarqînê ya ji aliyê artûqîyan ve sê sal paşve 515/1121-2 nîşan dide (x, 418), lê ev numûneyek e ku di tarîx dayînê de ya dîroknasê herêmî ewê bêtir pêbawer be.

Di pey mirina Îl-Xazî di 516/1122, kurê wî Temûrtaş karî Mêrdîn û Meyafarqînê sî sal di destê xwe de bigire û li hember sihêtiyên Zengî, yên bergeha xwe ferehkirina heta Diyar Bekirê raweste (Ibn al-Azraķ, Or. 5803, fols. 169a, 171a; Ibn al-Άdīm, 271; Ibn al-Athīr, Atabegs, 79). Projeya herî bi heyecan a Temûrtaş avakirina pira Malabadê (Ķaramān/Qereman) a li ser ava Batmanê (Satidāmā) ye ku pênc mîl li rojhelatê Meyafarqînê dikeve. Di 541/1146-7 de dest bi karê avakirinê hate kirin û ji aliyê kurê wî Necmeddîn Alpî ve di 548/1153-4 de hate temam kirin. Taqa kevirîn a pirê ji şêst pîvanî ( ? span) drêjtir û “yek ji harîqayên dema xwe bû” (Ibn al-Azraķ, Or. 5803, fols. 171b, 179b). Pir ji aliyê Gabriel (Voyages, 236) ve tam hatiye teswîrkirin, îşaret pê dike ku Sauvaget navê Temuraş û sala 542-1147-8 li pirê xwendiye (ibid., 345). Kanek paxir ji aliyê Temurtaş ve di herêma li bakurê Meyafarqînê hatibû derxistin (Ibn al-Athīr, x, 215) û hêjayê gotinê ye ku Temurtaş zanibiyê perê paxir bibire (Ibn al-Azraķ, Or. 5803, fol. 172b)

Artûqî Meyafarqînê heta piştî mirina Temurtaş 548/1152 di destê xwe de girtin, lê berevajiyê Hemdanî û Merwaniyan bêtir tercih kirin ku li Mêrdînê rûnên. Îdarekirina Meyafarqînê timî di destê mala Nubate da bû ku ew jî wek di dest de hiştina dayira qazîtiyê dihate binavkirin (ibid. Fols. 161a, 162b). Birêvebirê sisiyan ê Artûqîyan Necmeddîn Alpî betirê mizgefta Înê ji nû ve tamîr kirb. Di sala dawîn a bavê wî Temurtaş 547/1152-3 de minber û taqên wê hilweşiyabûn (ibid., fol. 175a). Li gora Îbn Şeddad Necmeddin Alpî seranser yê mayî jî hilweşand û ji nû ve ji binî di 552/1157-8 de lêkir (Ibn al-Azraķ., Or. 5803, fol.175b). Bernivîsek (kîtabe) li ser navê Necmeddîn Alpî di binikê gumbetê de heye (Gabriel, Voyage, 227).

Eyûbî.Piştî vegirtina wê ya ji aliyê Selahedîn ve di 581/1185 de dîwarên kelê bi nivîsek bedew a bîranînê hate neqişandin. Ev ji aliyê Gertrude Bell ve hate venasîn û ji aliyê Van Berchem (in Diez, Baudenkmäler, 108) û ji aliyê Flury (Schriftbänder, 44-8) ve hate bişkaftin. Aşkera ye bi tenê navê Selahedîn e ku bi xetê kûfî nivîsandî ye. Minorsky (E11, art. Mayyāfāriķīn) li ser şahidiya Gertrude Bell ku beyan dikir Selahedîn mizgeftek ava kiriye ku tê de stûnên bazîlikaya bîzansî hatine bîkaranîn. Diva aşkera bûya ku ev ne delîlek e ji bona binkeha vê. Heye ku ev mizgefta ha dîwarek ji yên derva be ku jê bi tenê minara Eyûbiyan maye (Gabriel, Voyages, 210, 228).[5]

Selahedîn, Meyafarqînê di 591/1195 de sparte birayê xwe yî Seyfedîn û bajar heta ku di 658/1260 de kete destê moxolan, ji aliyê vî milê xanedaniyê ve hate birêvebirin. Zêdekirina li xezîneya pirtûkan, mîmarî, neqişnivîsîn û perebirîn şahidê hebûna xanedana Eyûbiyan a li Meyafarqînê kurt jiyayî ye. Ewhed Necmedîn Eyûb (596-607/1200-10) bi tarîxa Remezan 599/Gulan-Hezîran 1203 bernivîsek hiştiye ku li ser dîwarê hundir ê rojhelat e (ji aliyê Lehmann-Haupt ve di Armenien, 425-6 de hatiye resimkirin û wesifkirin) û navê dûajoyê wî Eşref Mûsa (607-12/1210-20) li ser burceka li aliyê bakur e (ibid). Birayê Mûsa, Muzefer Şihabedîn Xazî (617-42/1220-44) mizgeftek bedew ji qermîtên sor ava kir ku bi bernivîsek bi tarîxa 624/1227 ku ji aliyê Taylor ve hatiye dîtin û bişaftin (ibid., 428). Bernivîsa mihrabê ji aliyê Gabriel (Voyages, inscription no.124) hatiye dayîn. Perebirîna ji aliyê eyûbiyên Meyafarqînê ve balkêşiyek mezin di nav xwendayan de peyda kir (Grabar, 167-78; Lane-Poole, iv, 122-30; Lowick, 164-5). Li ser hin ji wan ên birî yên di navbera 582/1186-7 û 612/1215-6 serê merivekî bi tac hebû. Hin bi keziyên dirêj, hin bi kumên bi gulik, hin bi kesên li ser text (ibid).

Moxolan herêma derûdora Meyafarqînê hê di sala 628-9/1231 de wêran kiribû. Di 638/1240-1 de sefîrek moxol gihîşte bajêr xwest ku ew teslîm bibin û kela bajêr hilweşînin. Di vê carê de Muzefer Şihabedîn bi ser ket ku bala sefîr bikişîne ber bi aliyek din ve. Kurê wî Kamil Muhemed (642-58/1244-60) li hember moxolan rabû û li Meyafarqînê berxwedanek hêja kir, lê bajar di 658/1260 de li ber leşkerê Hulagûyê moxol ku di bin fermandariya Yaşmût de bû ket û birêvebirê eyûbî yê dawîn hate kuştin (Rashīd al-Dīn, 77-81; Ibn Shaddād, fol. 120a).

Salixdanên Meyafarqînê yên cografyanasên bisilman. Bicîkirina Meyafarqînê di nav cografyanasên klasîk ên bisilman de karek nelihev e. El-Muqeddesî (137) li Diyar Bekirê, el-Istexrî (188) hezir dike ku ewê perçekî Ermenistanê be, Îbn ul-Feqîh (133) li Diyar Rabî’e bi cî dike. Îbn Şeddad ew wek yek ji çar bajarên Diyar Bekir dinivisîne ku sisiyên dinê Amid, Erzen û Mêrdîn in (fol.65a).

El-Istexrî (76, n. ķ) dibêje ku Meyafarqîn bi dîwarek dorpêçayî ye û pir avdar e, lê ew ravedike ku hewa bajêr bi nexweşîn e. El-Muqeddesî (140) giliyê asêgehan, sîperên ser burcan, dîwarê dorpêç û xendekan dike, dinivisîne ku zivistanê ava wê bi gemar e. Li gora Qudame (246), hatiniya (îrad) Erzen û Meyafarqînê pêkve di dema ebasiyan de 4 100 000 dîrhem bûye. Nasirê Xusrew di 438/1046-7 de serî li bajêr daye. Ji rewşa dîwarên wê yên mukemel ku herwekî hê nû hatibe temamkirin heyran maye (tr. Schefer, 24-5).

Yaqût (626/1229 de mir) pesnê bajêr daye, bi taybetî jî kela wê ya ji berên sipî û berbajarkê wê yê (rabad) (Mu’djam, iv, 703-7). Gava ku Îbn Şeddad di ss 7/13 de hat Meyafarqînê rastî xan û bazarên şên, herwisa du medreseyan yek a henbeliyan ya din a şafi’iyan tê (fol. 71a). Îbn Şeddad û Yaqût herdû jî giliyê heşt dergehên kela Meyafarqînê dikin ku heft ji wan dê têkildarê bi Martyropolîsa Bîzans ve bin (Gabriel, Voyages, 218).

Sedsalên 8-9/14-15. Di dema îlxaniyan (654-754/1256-1353) de Meyafarqîn bi qedera herêma Diyar Bekir ve girêdayî bû û ji aliyê emîrê moxol ve dihate birêvebirin. Piştî hilweşîna dewleta Îlxanî, piştî 736/1336 bêpergalî û geremolek ket deverên mayî yên Diyar Bekir û berî ku bibe qurbana talanên Tîmûr ku di 796/1394 û 803/1400-1 de êrîşî vê herêmê kir ((lê ne xuya ye ku Meyafarqîn) bû meydana pevçûna berberên tirkman (konfederasyonên Aķ Ķoyunlu û Ķara Ķoyunlu), grûbên kurd û ereban (Ibn Άrabshāh, 65-6, 164-5). Paşiyê Meyafarqîn ket destê şaxek kurdên Sulêmanî [Silîvanî] yên ku bêtirê wan koçer bûn [binêre li KURDS (a vê ansîklopediyê)], hetanî ku ew di 827/1427 de ji aliyê Qere Usmanê serekê Aq Qoyunlî (839/1435 mir) ve hate stendin, ku kurê xwe Bayezîd kir waliyê vî bajarî û kelên dinê yên vê herêmê (Tihrānī, 95).

Dema Sefewî û Osmaniyan. Şah Îsmaîlê I. ê sefewî di seferberiya xwe ya li hember birêvebirê dawî yê Aq Qoyunlî Mûrad di 913/1507-8 de seranserê Diyar Bekirê dagirt. Wî paşiyê Diyar Bekir wek par da Xan Muhemed Ustaclû (Iskandar Beg Munshī, Άlam-ārā, i, 32-3). Piştî têkveçûna Îsmaîl li Çaldiranê (q.v.) di 920/1514, Meyafarqîn ji aliyê serokê kurd Seyd Ehmed Begê Rojkî ve hatibû stendin. Piştî şerê Koş Hisarê [2] di 921/1515 de ku sefewî mecbûr man Diyar Bekirê bi destê osmaniyan re berdin bajar (Meyafarqîn) kete bin kontrola osmaniyan. Di dîroka xwe ya li ser kurdan nivîskarê sedsala. 10/16 Şerefedîn Xan Bedlîsî giliyê navên mîrên Meyafarqînê yên dema xwe dike (Sharaf-nāma, 270-2)


Agahdariyên li ser Meyafarqînê yên di dema osmaniyan de gelek kêm in. Teneyro di 936-7/1529 de çû wê derê û ew (bajar) cîhêlayî dît (Itinerario, 406). Ewliya Çelebî (1095/1684 de mir) serî li bajêr da (Seyāhat-nāma, iv, 76-8) û bi pesnek dûrûdirêj salixê pira Malabadê da. Von Moltke gava di ss.19 de di bajêr de derbas bû ji burc û dîwaran tiştek ku di rewşek baş parastî de mabe nemabû, wî ev wek encama şer û pevçûna di navbera osmanî û kurdên vê herêmê de şirovekir (Lehmann-Haupt, 394, 419). Di rastiyê de heta serê ss. 19. bajar wek de facto (bîfiîl) di destê kurdan de bû.

Filehiya li Meyafarqînê ya di dema Îslamî de. Çavkaniyên ereb li ser derbasbûna ji filehî ya bi musilmaniyê ve ya Meyafarqîna ku navenda mezin a filehiya rojhelat e gelek kêm dinivisînin. Çavkaniyên serîlêdanê yên cihê nîşan didin ku filehî di pey vegirtina Îslamê heta dema niha jî di pêşveçûna xwe de dewam kiriye. Rastiya vê belgeyê bêguman destek û pêşveçûna wê bi riya li piya mayina mîmariya filehiyê ya di vê herêmê de ye. El-Muqeddesî (146) bê şirovekirin vê dinivisîne ku di Dêra Tûma (monastery of Thomas) de ku fersaxek dûrî Meyafarqînê bû , cesedek mûmiya kirî hebû ku digotin yê yek ji şagirtên (hewarî) Îsa ye. Îbn ul-Ezreq di dema Merwaniyan de giliyê hebûna Dêra Melikî [4] dike û ew fileh di hukûmeta dema Merwaniyan de karmendî dikirin (ed. Άwad, 149, 164). Herçend kûrûdûr di dîroka Îbn ul-Ezreq de jê nehatibe gilîkirin jî filehên yaqûbî di ss. 5/11 de li Meyafarqînê xwedî metranî bûne (Vryonis, 53). Îbn Şeddad giliyê bûyerek dike ku waliyê selçûqî Qiwam an Qewam el-Mulk Ebû Elî el Belxî ji dengê çingçinga (naqosê) dêreka Meyafarqînê pir aciz dibe, tevî ku fileh perekî gelek zêde tînin didinê ku hema dest nede dêrê, lê ew pereyê wan li wan vedigerîne û dêrê hildiweşîne (fol.70b). Ev nivîskar bi xwe dinivisîne ku di dema wî bi xwe de (ss. 7/13) li qûntara çiyê li bakurê Meyafarqînê dêrek hebiye (ibid.). Di 936-7/1529 de Tenreyro salixê “dêrên (manastir/ruhbangah) bedew û dêrên (kilîse/îbadetgah) bê serban bi peykerên (abîde) muhteşem ên bi bernivîsên bi xetên yûnanî û li ser dîwaran wêneyên şagirtên Îsa û ezîzan bi rengên gelek bedew û zêr resimkirî” dide. Ew vê jî nîşan dide ku bi tenê hejmarek hindik ê arkinciyên bajêr filehên yaqûbî bûne û bi erebî xeber dane (Itinerario, 376)

Meyafarqîna dema nû. Di 1891 de gelheya (nufûs) bajêr 7.000 bû, fileh û bisilman wekî hev bûn (Cuinet, ii, 470-2). Di dema dagirtina wê ya ji aliyê kurdên Silêmanî ve navê Meyafarqîn li ber Silîvan (Silvan) winda bû (cf. El1, art. Maiyāfāriķīn and Minorsky’s etymology there of Silwān). Li gora serjimêra 1945 gelheya wê 2155 bû. Agadariya herî nû nîşan dide ku li gora serjimêra 1980 gelheya yekîneya îdarî (idari birim) ya Silîvan 43 624 bû (Türkiye istatistik yıllığı, 39).

Bibliography[3]


(CAROLE HILLENBRAND)



Wergera ji îngîlîzî: Rojen Barnas
-----
(*) The Encyclopaedia of Islam, New Edition, Volume VI, Leiden, E.J.Brill, 1991.

[1] Marquart ji ber çi pêşberî kiriye nizanim, lê ava sereke ya avdana vexwarinê ya Meyafarqînê wisa xuyan e heta dema Seyf ud-Dewle (356/967 mir) jî ava Moşrîtê bûye. Newala avrêja Moşrîtê ji bakur ve tê di binê kela bajêr a dema Tîgran/Dîkran û berî lê zêdekirina di dema Mar Merûta (Martyropolîs) de ango di tenga Şadora îroyîn de derbas dibe, li biniya burca mala Hefthelebiyan ku hingê ew burc û sûr tunebûne serejêr di tenga mala Remezanê Ehmed Çûro û Seyd Mehmûd de ber bi nîvro ve li ber aşê Nebo tevî ava Kaniya Mezin dibe. Li ber Şadorê ava Kaniya Navîn jî dihat dikete serê. Hê jî pirsek ne bişkaftî ye ku çima navê Kaniya Mezin û Kaniya Navîn bi kurmancî ne û ew wek “kanî” têne binavkirin, lê Morşrît ku bi kurmancî nayê tu maneyê hê jî wek “Moşrît” tê binavkirin û gotina “kaniyê” ewçend pê nayê vekirin. Gelo ev (Mamusheł / Memuşil an Memuşir) dibe ku bi maneya ava (ma/me) muşil/muşir (Ma-musheł) be. Wekî mayî dengdara ( ł ) li vê derê ne “w” ya polonî ye, herwekî têye dîtinê di transkrîpsiyona “Arzenene (Ałdznikh)” de jî tê û li wê derê çi bigire cihê dengdara “r” distîne. Heye ku ev îşaretek taybetî ji bona transkrîpsiyona yek ji du dengdarên “r” yên alfabeya ermenî (re, ra) be? Kurtûkurmancî ev ( ł ) “l” ya tenik e, “l” ya qelew e an “r” ye pê nizanim. Lêbelê ev heye ku dengdarên “l” û “r” gelek nêzîkî hev in û di kurmancî de carina bi hev cî diguhêrin; herwekî “şirît” û “şilît”, “şalûr” û “şalûl”, “rawir” û “lawir”, “cebilxane” û “cebirxane”. Bi awayê gumana min, heye ku Moşrîta me ya niha di destpêkê de bi suryanî an erebî “Ma-muşil” an “Ma-muşir” bûye, kurd çawa ku “meya” ji Meyafariqînê avêtine û bi tenê dibêjinê Farqîn herwisa “ma/me” ya viya jî ji serî avêtine û gotin bûye “muşil” an “muşir”û paşiyê jî wek “moşirît/moşrît” maye. “Moşil” bi erebî bi maneya “heye lê ne pir e” de ye. Moşrîta me jî çi bi tenê wek Moşrît (li ber herduyên dinê)heye lê ne pir e û çi wek pêkve navê hersê kaniyan dîsa li ber ava Batmanê an a Diyarbekirê heye lê ne pir e. Ku wisa be wek jihevderxistina min be hingê texmîna Maquart rast e; Tîgranokerta (Kela Dîkran) li rojavayê kersaxa (Mamusheł) ango ava Moşrîtê ye ku îro jê re dibêjin taxa Zembîlfiroş.


Îbn ul Ezreq çima wek Re’s el-‘Eyn (serê kaniyê) û Cihan-numa jî wek ‘Eyn el-Hewz (kaniya hewzê) bi nav kirine? Bi dîtina min ew giliyê ava Kaniya Mezin dikin ku di navbera Kaniya Mezin û Moşrîtê de bi hindikî 800-1000 metre heye û pirsa li ku deverê bûyina Tîgranokertayê nehatiye pêşberî wan kesan da li ser Moşrîtê rawestin.

Ji aliyê çima fikirîna Tigranes ve jî wisa xuyan e ku dixwest ji nav dîwarên rêzeçiyayên nîvro yên Maden-Bedlîsê derkeve, berê xwe bide deştê. Riyên Gurcistan û Ermenistanê bi Mûsil-Bexda û Heleb-Şamê ve ku di ser Mûş û Qulpê de dihatin di vê derê de derbas dibûn, zivistanan jî çûnehata wan gengaz bû, lê riya Geliyê Bedlîsê di zivistanê de her tim ne gengaz bû, dihate girtin. Riya Bedlîs-Erzen û Amîdê di vê derê de derbas dibû. Ciyê Tîgranokerta (Kela Zembîlfroş) ne asêgehek xwezayî bû, lê bi gengaziya payîna ji serê Laf çûnûhatina leşker ji riya 10-12 saetan ya ji aliyên rojhelat, rojava û nîvro ve firseta pêşhazirya beravaniyê dida leşkerên kelê. Kela herî qewîm ya Amîdê ya hingê (içkale) jî ji aliyê beravaniya li hember dijminên ji bakur, rojava û başûr ve hatî hê ji wiya qelstir bû jî. Ji aliyê xwedî bûyîna bi çandiniyê ve cihek bê hempa bû, hem çandiniya avî û hem jî ya bejî ya wê gelek bi hatinî bû; ji zad, meywe û sebze tiştek ku jê kêm bûya tunebû. Bawer im ji ber vê Dîkran kelê li vê derê ava kir. Eger rojek bi destê rêxistinek navneteweyî wek UNESCO cihê ku îro jê re dibêjin “taxa Zembîlfroş” ji aliyê arkeologên navneteweyî ve bê vekolan, ewê texmîna Marquart rast derkeve, wekî dinê gengaz e ku gelek belgeyên ji dema asûrî û romayiyan jî pê re derkevin ber ronahiya rojê. (R.Barnas)

[2] Di nivîsê de “Kosh Hisār” derbas dibe, heye ku ev Qoç Hisar be ku wekî Til Ermen û Xosor navek dîtir ê Qiziltepê ye.(R.B.)

[3] Min pêwist nedît ku beşa “bibliography” derbasî vê derê bikim. Lê lêkolîner an kesên ku pêdiviya wan hebe dikarin serî li ansîklopediyê bi xwe xin. (R. B.)

[4] Melîkî an melekî navê mezhebek filehiya girêdayê bi dêra bîzansî ve ye. Jê re rûm an horom jî tê gotin. Li orom û dêra oroman a beşa perestgaha di DÎN Û BAWERÎ binêrin.(R.B.)

[5] Mizgefta Selahedînê Eyûbî (Selahaddin-î Eyyûbî Camiî) di nava kelê de ye. Minara Eyûbiyan Minara Qot e ku bi qasî 500-600 metre li nîvroyêrojhelatê kelê dikeve û li derûdora wê tu bermayeyên ji avahiya mizgeftekê heta salên 1949-50 jî xuyan nedikir. Lêbelê li mizgefta Selahedînê Eyûbî li ruyê dîwarê ber bi bakur ve li hêla rojhelat, nêzîkê serbanê wek serpencere kevirên neqişandî yên ji dîwar derketî hene ku neqiş û sitîla mîmariya wan bi mîmariya giştî ya mizgeftê re li hev nake. Ne di nav mizgeftê de, lê di medreseya li pişt mizgeftê de rewaqek bi sutûn û sersitûnên di sitîla rojavayî de hebûn ku ew medrese di vekirina riya nav çarşiyê û Pişta Çolê ya piştî 1960 î de çêbû seranser hate xerakirin; ew sitûn û sersitûn pêçibûn nizanim. (R.B.)

__________________
tubiranes is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 13-02-2007, 02:53 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2007
Mesaj: 198
Üye No: 62802
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 26
Rep Puaný : 2282
Rep Derecesi
amedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond reputeamedsilvan has a reputation beyond repute
Varsayýlan


gelek spas hevalé héja

amedsilvan is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 14-02-2007, 03:14 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Jan 2007
Konum: in the books
Mesaj: 30,340
Üye No: 52150
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 245834
Rep Puaný : 24580037
Rep Derecesi
MÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond reputeMÊVAN has a reputation beyond repute
Varsayýlan


ellerine sağlık heval

MÊVAN is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 14-02-2007, 03:16 PM   #5 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Konum: !!_....Seni Seviyorum GülYüzlüm...._!!
Mesaj: 6,633
Üye No: 387
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 22977
Rep Puaný : 2296650
Rep Derecesi
rojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond reputerojekanu has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Spas ji bo kedate hevalo...

__________________
rojekanu is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
EDEBÝYAT'a KLASÝK A KURDÝ...!!! PCkopat Çandi Giþti 6 05-12-2006 12:41 PM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 10:09 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2010 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved



Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
5651 Sayýlý Yasaya Göre, Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yine 5651 Sayýlý Yasaya göre Sitemiz mesajlarý kontrolle yükümlü deðildir.
Sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com adresine bildiriniz.
Bildiriminiz incelendikten sonra gereken müdahale yapýlacaktýr.