|
|
#1 (permalink) | |||||||||||||||
|
Osman Sebrî
1905 – 1993 Helbestvan û nivîsevan Heyder Omer. Osman Sebrî. Helbestvan û nivîsevan. Çapa yekem.2004. Çapxaneya EVRA . Berlin / Almanya. Naverok Diyarî Pêþgotin Serdema O.Sebrî Jiyana rêzanî, civakî û rewsenbîrî di navbera þoreþên her du Þêxan de. Jiyana rêzanî û civakî ya Jêrxetê. Jiyana wêjeyî û rewþenbîrî ya Jêrxetê. Birrê yekem: Dîroka kesayetî: Kurtejiyana O . Sebrî. Berhemên O . Sebrî: 1. Dîrok. 2. Erdnîgarî. 3. Ziman. 4. Helbest. 5. Serpêhatî û çîrok: - Çîrokên dilêrî û camêriyê. - Çîrokên xiniziyê. ـ Çîrokên xerafetan. - Çîrokên lehengiyê. 6. Gotar. Birrê duwem: Wêje ya O . Sebrî: Kesayetî ya O.Sebrî. Ramana O.Sebrî û babetên wêje ya wî. Birrê sêyem: Wêjevaniya O.Sebrî. Aloziyên nirxandina hunerî. Helbestvanî. Çîroknivîsîn. Gotarnivîsîn. Paþgotin û encam. Sê berhemên O.Sebrî: Ho xort. (Helbest) Agirî. (Gotar) Li goristanek Amedê. (Çîrok) Jêder, çavkanî û pirtûkên alîkar. ------------------------------------------------------------------------------ Diyarî Ev xebat ji bo sedsaliya O. Sebrî diyarî ye. Heyder Omer ----------------------------------------------------------------------------- Pêþgotin Gava ez li pêþ mirovên, ku di dîroka gelê me yê bindest û bextreþ de gewre ne, radiwestim, û dixwazim gotinekê der mafên wan de bêjim, hîngê hem tirsek û hem jî rêzek min digrin, û dudilî dikin, ka bêjim an na. Sedema vê yekê ew e, ku civaka me, heya îro jî, sînorên rêzgirtina pêþiyan nenasiye. Pêþiyên me her tim serê rastiyê di destên wan de ye, hemû gotin û tiþtên wan kirine, ne tenê rast in, belê rêbazên herhe ne jî, divê mirov li pêþ wan destbest raweste; ango di heyam û çerxê wan de bijî, û dem û dewrana dinyayê ji bîra bike. Her mirovê ji vê çarçewê derkefe, wê bête kevirkirin, û bibe erk û mebesta zimandirêjiyên erzan, bêyî ewana bizanibin ku aþkerekirina kêmasî û þaþiyên wan pêþiyan tiþtekî ji rûmeta wan kêm nake, blê hîn wê rûmetê zêde dike, ji ber ku lêgerînên zanistî çirûskên, ku wan rêzdaran di zanîn û jiyanê de pêxistibûn, geþtir dikin. Sedemeke din jî bi taybetî li gel O. Sebrî girêdayî bû. Ji ber ku ev mirov, dîsan heya îro, di civaka me de, bûye qurbana du nerînên cuda; her du jî, ji ber rika xwediyan, ji sînorên zanistî bi der ketine. Nerînek weha diçe, ku ew mirov her tim li rastiyê bû, hemû gotin û kirên wî di bizava rêzanî û wêjeyî de rast û durist bûn, lewre jî rexne û rexnekirin nikarin nêzî wî bibin. Nerîna din jî tersî vê diçe, û hemû posîtîvên (erênî) gotin û kirên wî ji bîra dike, tariyê dikþîne ser wan, û pîlê dide ser þaþiyên wî,û wan mezin dike. Her du nerîn jî, bê hemd, ji hêlekê de ewî ji sînorên mirovekî bi der dixin, û ji bîra dikin, ku mirov; her mirovek, ji þaþiyan ne þûþtî ye, û ji hêla din de kêm caran xwe nêzî warê wî yê wêjevanî dikin,eger hin caran bikin jî, nerîna wan dîla helwesta wan dimîne. Evan her du sedeman ez xistinbûme bin siha saweke mezin. Û li milê din, her mirovek bi dilsojî dixebite, û li gel wê xebatê dilsoz dimîne, nikarim rêza wî negrim. Ev her du curehest(tirs û rêzgirtin) jî dikarin lêgervanan ji rê bêxin, û lêgerînan ji sînorên zanistîyê dûr bikin. Lê gava min O . Sebrî xwend,li berhemên wî hûr bûm, min alîkariyeke mezin ji wî wergirt, ku ew tirs ji dilê min bi der xist, û ew rêz jî ji warê hestewerî kiþande warê hiþmend.Pêre jî ew dudiliya paþkêþ ji pêþ min avêt. O . Sebrî di gotarekê de dibêje: “Mafir em bav û diyên xwe ên mirî bin ax dikin, divê em bi ramanên mirî negirin, û wan jî bin ax bikin. Ji bo kesên xweþ ne raste bi ramanên mirî bigirin. Rahîþtina ramanên mirî bê ku me bikuje, bi kêrî me nayê”. Ji ber vê yekê min dest bi karê xwe kir, mebesta min ew e, ku ez bi awakî zanistî û berpirsiyar wêje ya wî bixwînim, vekolim,û li huneriya wê bigerim.Lewre jî warê wî yê partîzanî nebûye kar û barê vê xebata min. Berî pêþî, min gotarek, bi boneya bîranîna 93 saliya wî, nivisand.Sernavê wê “ Helbestvaniya O. Sebrî “ bû. Ev gotar sala 1998ê, li Þamê, li mala wî hate xwendin, û di kovara “ PIRS” hejmar 13 de hate weþandin. Di dû re min ew firehtir kir, û di sêmînarê, ku roja 13 . 01 . 2001 ji bo 96 saliya wî li bajarê BAD SALZUFLEN ( Elmanya) hatibû li darxistn, min ew xwend, û di kovara “PÊNÛS” hejmar 8, di bin sernavê “O. Sebrî wek helbestvan û ramanbîr” de hate weþandin. Ji wê rojê de meraqa têrkirina vê babetê di dilê min de mezin bû, û ez ber bi civandina jêderan de têvedam. Ev karê min ji destpêkekê û sê birran pêk hatî ye. Berî pêþî min serdema O. Sebrî peland, û li goreyî cihên jiyana wî û kartêkerên wê, min ew serdem kire du beþ. Di beþê yekem de min berxwe da, ku bûyer û bizavên rêzanî û rewþenbîrî, ku li Kurdistanê di navbera þoreþên her du Þêxan de ( Þêx Ûbeydulah Nehrî û Þêx Seîُdê Pîran. 1880 – 1925) qewimîne, bînim bîrên xwendevanan, û di beþê duwem de ez li nik rewþa rêzanî, civakî, wêjeyî û rewþenbîrî li Jêrxetê rawestiyam, û diyardeyên wê ta dawiya çerxê bîstê diyar kirin. Piþtî wê, min karê xwe li ser sê birran parve kir. Dîroka Kesayetî ya O . Sebrî para birrê yekem bû, ku ez li nik jiyana wî rawestiyam,û qunaxên wê, li goreyî jêderêrn ku di destên min de hene, diyar kirin, di dû re jî min berhemên wî bi kurtenerînekê dane nasîn, ta hate xuyakirin ku O.Sebrî para xwe xistiye gelek warên nivîsîne. Min ҫapên dîwanên wî diyarkirin, û çîrokên wî jî li goreyî naveroka wan, ji hevudu cuda kirin, û dawî min gotarên wî dane nasîn.Hêjayî gotinê ez bêjim keda min di vî warî de tenê civandin , berhevkirin û danasîn bû. Wêjeya O . Sebrî barê birrê duwem bû. Li destpêkê min hewilda, ku kesayetî ya wî nas bikim, ji ber ku kesayetî ya her wêjevanekî bandûreke mezin li ser wî heye, ne tenê cureyê ramana wî, belê þêweyê derbirina wî jî bi þopên xwe direngîne.Weh ez gîhame wê boçûnê, ku O . Sebrî di bingeha heþê xwe de ji bandûra rêzana eþîrtî û fewdal rizgar nebûbû, belê pêdiviyên wê pirîcar serên helwestên wî badidan, lê nikarîbûn ewî her tim dîlê buhêrekê bihêlin, lewre jî ramana wî doza hemdemiyê li civakê dike. Her weha di vê navberê re ez li nik giringtirîn babetên wêjya wî jî rawestiyam. Gava ez çûme birrê sêyem, beriya ez huneriya wêje ya O.Sebrî vekolim, min berxweda ku pêþiya xwe bipelînim, ka tiþtek nêzî babeta min, li ba hevalkar û wêjevanên Jêrxetê heye. Weha min gelek jêder nerîn, û li ba gelekan min ev warê nirxandinê, bi gelemperî, û O.Sebrî, bi taybetî, peland, lê mixabin nivîs û rayên ku di destên min de peyda bûne ez tî hêþtim, û nikarîn bersivên, ku lê digerim, bidana.Lewre bi tenê, û bê alîkaran derbazbûm hundir wêjevaniya O.Sebrî. Min ew li ser sê beþan parve kir. Pêþî min li helbesta wî nerî, û bingeha wê vekola. Alavên derbirinê, þêweyê axiftinê û awayê avakirina helbesta O . Sebrî ji çarçewa rêbazê kilasîk bi der neketine, lê hinek helbestên wî bi giraniya mercên wî rêbazê hunerî hestedar bûne, û li hember hêza kêþê û rêzbendê milxar nema ne, belê bi meraq xwe nêzî hulma hestewerî kirine, û pê re jî awaza wan piçekê nerm bûye, û bergeha, ku rêbazê kilasîk di navbera peveka helbestî û ya hestewerî de dirêj dike, hinekê kurt kirine. Lê nivisandina wan di nîvê temenê wî yê wêjeyî de, û dubarenekirina wê bizavê didine xuyakirin, ku ew bi vê helewstê ne bawer bû ye. Çîroka O. Sebrî para beþê duwem bû . Min gelek çîrokên wî xwendin û vekolan, û hêmanên hunera vî celebê tore di wan de peland, ta ji min ve diyar bû, ku çîrokbêjî ( xeberdan, serd) di çîrokên wî de hêmanê serkewtî û destlat e, û gelek hêmanên din birîndar in, pê re jî avahiya çîrokê jihevketî xuya dibe, û tevna wê ji gurd dikefe, nemaze jî pirrên wana, an bê hevpeyvîn in, an jî ev hêman di wan de gelekî kêm e. Bi baweriya min ev diyarde rûçikekî kesayetî ya nivîsevanê me diyar dike. Lê xalekek berbiçav xwe li vir diyar dike, ew jî ev e, ku pirrên çîrokên O.Sebrî civandî ne, ne aferînî ne. Di beþê sêyem de min gotara O . Sebrî xwend, pilan û avahiya wê vekola, û hêmanên pilana vî celebê wêje peland, ta hate diyarkirin ku pirrê gotarên wî ji hêla naverokê de ramanîn e, û ji hêla þêwe û pilanê de jî zanistîn e, û gelekî kêm xwe nêzî gotara wêjeyî kirî ye. Li dawiya vî beþî, min gotara AGIRÎ, ku serkewt-tirîn gotara wêjeyî ya wî dibînim, bi awakî fireh vekola. Dawî. Evê lêkolîna min ez gîhandim hinek encaman, ku cîgehê O.Sebrî, wek helbestvan û nivîsevan, di rêveçûna wêje ya kurdî de diyar dikin. Ev encaman para paþgotina lêkolînê bûn. Li dawiyê min hêja dît ku sê berhemên O.Sebrî dubare bikim; yek helbest e, ku min ew ji dîwana (Bahoz) wergirtî ye; ew jî helbesteke, dikare, li gel her du helbestên JAN û BAHOZ, bêtebatiya helbestvanê me, li hember kêþ û rêbazê kilasîk diyar bike, û rûwê wî ber bi helbesta pexþane de bide, pêre jî tê xuyakirin ku helbesta kurdî berî ya miletên derdora Kurdan gelek kend û bendên kilasîkê þikandine. Her duwên din min ji kovara HAWARê wergirtine; yek gotar e, û ya din jî çîrok e. Her du jî, li gor baweriya min, ji hêlekê de perztirîn nimûneyên pexaþana wî ne, û ji hêla din de hueriya evan her du celebên wêjeya wî diyar dikin. Hêjayî gotinê ye, ku bêjim, min xwe bi ser rêbazekî wêjeyî hunerî sînorkirî de pal neda, belê min berê xwe da gelekan, ҫi dîrokî, civakî, pisîkolojî, kilasîk, û wêneyî, min ji gelekan, ҫi kevin, û ҫi nuh, sûde wergirt, û nebûm dîlê yekî bi tenê ji wan, lew ez weha bawerin, ku ev helwest dikare lêgerîna min dewlemendtir bike. Ҫiqas ez di evê xebata xwe de bextewar im, ku min karek kiriyê, ewqas jî ez xwe deyndarê gelek dost û hogiran dibînim, ji ber ku ewana di warê bi destxistina jêderan de alîkarên min bûn. Belkî ev yeka li nik pirr kesan hêsan be, lê yekî wekî min, ku pirtûkxaneya xwe bi þûn xwe de hêþtî ye, û çar-pênc salên wî li evan welatên Ewrupayê têper nebûbin, û li goþeyeke teng û dûr ji welatê Almanya, yê fireh, cîwar bûye, teqez wê gelek cefa di riya bi destxistina jêderan de bikþîne. Bi evê baweriyê min têkilî li gel pirr dostan çar û germ kir, hem bi telefonê, hem bi postê û hem jî bi seredanan, heya ku ewan têkliyan li nik hinek rêzdaran kef da, û her du dostên delal Memo Cimo ji Feransayê, û Hoþeng kurê O. Sebrî ji Almanyayê pirrên berhemên O. Sebeî ji min re bi rê kirin, û bira û dostê hêja û rehmelê Hemreþ Reþo jî bîranînên O. Sebrî (heya sala 1930) ji min re peyda kir, lê mixabin ew ne orîjînal bû, belê nisxeyeke wergerandî ser zimanê erebî bû, bi komputerê hatibû nivisandin, û hîna çap nebûbû.Piþtî demeke dirêj, ku ez di nîvê karê xwe de bûm, rojekê telefona min lêda, min bihîstoka wê rakir, li hêla din bira yê hêja Hoþeng Sebrî bû, dibêje min va ye min orîjînala bîranînan peyda kir, û ez nisxeyekê ji te re diþînim. Ew nisxe jî ne çapkirî bû, belê mîna ya wergerandî bi komputerê hatibû nivisandin. Hêjayî gotinê ye bêjim, ku naveroka evî birrê bîranînan tenê heya salên siyên çerxa çûyî ye, ne tevayê temen û jiyana O.Sebrî ye. Ji van bi þûn de, bi destxistina jêderên alîkar jî ne hêsan bû. Lê mixabin pirrên ku ketine destê min, nemaze ewên tiþtek li ser O . Sebrî nivisandine, xwe nêzî wêjevaniya wî nekirine. Lewre ev karê min, bi babeta xwe, ta roja îro, wê bizava pêþîn û yekta be. Vê lomê, wek Kurd dibêjin, goþt bê hestî nabe, wê ji kêmasiyan ne þûstî be. Kêmasiya herî mezin ew e, ku min nikarîbû hemû berhemên O.Sebrî bicivandana. Ev yeka jî lekeyekê digîne evê xebata min, belkî navandina wan berheman, û diyarkirina cihê weþandina wan, di siyaqa vê lêgerînê de, hinekê ji ziyan û bandûra wê lekê kêm bike. Erk û mebesta min ew e, ku di vî karê xwe de ji rastîya wêjeyî û hunerî ve nêzîk bûbim. Heke min ev yeka bi cih kiribe, ew e hêviya min, û ger qe ne be jî, ez bi dilsojî xebitî me, û min deriyek ji bo pelandina wê rastiyê li nik wêjevanên Jêrxetê vekirî ye. Heyder Omer Almanya. Stade: 07 . 04 . 2004 ***** *** ***** |
|||||||||||||||
|
|
|
|
#2 (permalink) | |||||||||||
|
Serdema Osman Sebrî
Gava lêkolînerek bixwaze helbestvanekî, nivîsevanekî, kesayetiyekê, an diyardeyeke civakî, rêzanî, an ramanî û wêjeyî, bike mijara lêkolînekê, bê guman wê berê xwe bide serdema ewê mijarê, ji ber ku hemû diyardeyên mirovan e, çi zanistî bin, çi ramanî, rêzanî, civakî, wêjeyî bin, ligel çerxa xwe girêdayî ne, û bandûra wê çerxê li wan zor numa ye. Lewre divê em seredanekê li serdema Osman Sebrî bikin, û bi awakî ji awayan, li gor pêdiviyên vê lêkolîna xwe, em heyama wê çerxê nas bikin. Ev yeka wê li ser du beşan parve bibe; yek ji wan wê ji beriya bûyîna Osman Sebrî de dest pê bike, û weha biçe ta şoreşa Şêx Seîُdê Pîran, û yê din wê ji jêrxetbûna wî de dest pê bike. - 1 - Jiyana rêzanî, civakî û rewşenbîrî di navbera şoreşên herdu Şêxan de (Şêx Uُbeydullah Nehrî û Şêx Seîُdê Pîran) Dema O.Sebrî çavên xwe li vê dinyayê vekirin, hinek bûyerên germ di Kurdistanê, û hundirê împeretoriya Osmanî de, dikeliyan. Zordestiya dewletê, ji herdu hêlên civakî û neteweyî de gelekî dijwar bûbû, ta bûbû sedema serek e ji bo xebata rizgarîxwaza hemû milet û neteweyên împeretoriya nexwaş, çi li Belqanê û welatên Ereban, çi jî li yên Erman û Kurdan, gelek xebatên rêzanî û çekdarî diyar bûn. Herweha di nav Tirkan de jî tevgerên berbiçav û hêzdar peyda bûn, û gelek ramanên burjiwazî û demoqrat, di bin bandûra êdolojiya burijwaza ewrupî de, derbasî nav Tirkan bûn, û di heşên gelek ronakbîran de lûs ji xwe re dîtin. Partiya Ciwantirk xwe bi wan ramanan hêzdar kir û hewilda ku împeretoriya pîr û nesax ji mirinê û herifandinê rizgar bike, mozayîka wê ya neteweyî biparêze(1) û hemû hêzan li dijî sultanê dewletê bixe hundirê refekî de. Pirsa neteweyî, di vê heyamê de, xwe bi hêz numa kir, û hemû tevgerên azadîxwaz ên gelên bindestên Osmaniyan ketin doza xebateke neteweyî, ta ku nema agirê vê xebata rûmetdar vedimre. Gelê Kurd, wek hemû gelan, têra xwe xebateke dijwar ajot, û agirê gelek şoreş û serîhildanan pêxist, nemaze şoreşa Şêx Uُbeydullah Nehrî sala 1880, ya ku tirseke mezin xiste dilê destlata Osmaniyan. Evê şoreşê pirogrameke numa hebû, hemû nîr û rewşên der û hundir li pêş xwe sayî çav lê da bû, lê mixabin berjewendiyên Tirkan, Farisan û Rûsan gîhane hevudu, û hêzên wan hersê dewletan ew şoreş ji her sê aliyan de dorpêç kirin, ta ku bi awakî hovan e û xwînî perçiqandin, û gelek kesên kurd kuştin û penaber kirin, û gelek gundên wan bi qadê re dûz kirin(2). Têkçûna evê şoreşê xebata Kurdan sist nekir, lewre jî wê her gav bala sultanê Osmanî dikşand, û derûna wî dixurand, ji ber vê yekê ewî berê xwe da dek û pilanan, da Kurdan du-sê beş bike. Bi vê boneyê sultan Ebdilhemîd, sala 1891ê hêzeke leşkerî bi navê (Siwarên Hemîdî) ji Kurdan, di bin serpereştiya serokـeُşîran de, çê kir û gelek bexşîş û diyarî dane wan siwaran, da ku wan li dijî her du gelên Kurd û Ermen bikar bîne, û birîneke xwînzê di refê Kurdan de peyda bike. Herweha gelek dibistanên olî û leşkerî li nava deverên Kurdan ava kir, da tenê zarokên serokـeُşîran tê de bixwînin, û bi awakî bêne perwerdekirin, ku her û her dilsozên sultanê Osmanî bimînin. Ligel vê gavê, ewî dibistaneke taybet li Qustentînê (Istenbol) bi navê (Dibistana eُşîrtiyê – E’şîret mektebi), ji bo zarokên serokـeُşîrên Kurd û hinek famîleyên Elbanan û Ereban ava kir, da ristên leşkerî û zanînên olî tê de hîn bibin. Mebesta sultanê Osmanî ew bû ku zarokên serokـeُşîran wek dîlan (hêsîr) li Qustentînê bihêle, da ewana serـêşiyan ji wî re peyda nekin. Lazaryêf dibêje: “Sultan Ebdilhemîd ev yeka aşkere li xwe na”(3). Dêmek sultanê Osmanî dixwaste wan zarokan bi xwe ve girêde, da ku her û her bervedêriya wî bikin. Lê demek dirêj neçû heya pirrên wan şagirtan li hember wî rabûn, û doza Kurdistana azad û serbixwe di dil û heşên wan de bû baweriyeke bê hempa. Bi rastî jî, rabûn û rûniştina wan li Qustentînê rê li pêş wan vekir ku pêrgî ramanên azad bibin, û bikefin bin bandûra nerînên neteweyî, yên ku destlata dewletê şerê wan dikir. Ji ber vê yekê sultanê Osmanî, sala 1906ê, deriyê wê dibistanê girt. Bajarê Qustentînê, wek Celîlê Celîl dibêje, hin bi hin bû navendeke rêzanî û êdolojî, ne tenê ji bo ramyarên azadîxwaz û ronakbîrên Tirkan, belê ji bo hişyariya neteweyî a kurdî jî, ji ber ku gelek kesên Kurd li wî bajarî leşker bûn, an karmendên dewletê bûn, an di bin çavdêriya rijîmê de, bi kotekî, li wir cîwar bûbûn, an jî xortên xwendekar bûn, ku ji ramanên neteweyî têr vexwerin, û pirrên wan, bi dizî, vegeriyan Kurdistanê(4). Zordestiya destlata dewletê gelek pêşverûyên Tirkan û ronakbîrên Kurdan bêgavî mişextiyê kiribû. Ewan ronakbîran berên xwe dabûn Ewrupayê, û li wir jî, ji bo hêviyên gelên xwe, bûbûne xebatkarên hêja, û bizav dikirin ku hinek guhertinên burjiwazî li welatê xwe peyda bikin. Lê mixabin bingeha civakî û aborî ya Kurdistanê, li pêş wan bizavan bû kend û kelem. Tevî vê yekê, ew ronakbîran dilsar nebûn, û dest ji xebatên xwe yên rêzanî beranedan. Evê xebatê rojnamegerî ji bo xwe wek alava kêrhatî dîtibû, û yekemîn car di dîroka kurdî ya nû de, rewşenbîrê mezin Miqdat Midhet Bedirxan, sala 1898ê dengê xwe li ser rûpelên rojnama (Kurdistan) gîhande gelê xwe. Ev rojname li Qahîreyê derket, û hejmarên wê di riya Sûriyê re derbasî hundirê Kurdistanê dibûn. Lê pirr neajot, ji neçare, cihê xwe guhart û çû Jinêvê li Siwêsrayê, û Ebdilrehman Bedirxan bû sernivîserê wê. Erka wê ew bû, ku roleke ronakbîrî bilîze, lewre berê Kurdan ber bi xwendin, zanîn û yekbûnê de dida, û paşvemayîna gelê Kurd wek encamekê ji encamên zordestî û helwesta rijîma Osmaniyan didît. Lê ji hejmara 16ê û pê ve, Ebdilrehman Bedirxan pênûsa xwe ajot ser sultan, û ew jî wek kelemekê li pêş birêveçûna gelê Kurd salix da. Mirov dikare bêje, evê xebata rêzanî çarçewa xwe firehtir kir û hinek şêweyên din bikar anîn, wek raperîna Dêrsimê sala 1905ê (sala bûyîna O.Sebrî ye) û xwepêşandana Kurdan li Qustentînê sala 1906ê, ya ku jinên Kurd jî tê de hevpar bûbûn, û xwepêşandana sala 1907ê, ya ku pênc hezar kes hevparên wê bûne. Li kêlek van bizavan, ronakbîrên Kurd li Qustentînê çalakiyên xwe duqat û firehtir kirin û li derdora Şêx Eُbdilqadirê Şêx Uُbeydullah civiyan. Hinek rewşenbîrên Kurd ji Ewrupayê vegeriyan, û rayên gelekan li hevdu hatin aşlekirin, û baweriya avakirina rêxistneke rêzanî û civakî ji wê aşlekirinê derkete holê. Herdu kesayetiyên Kurd, Emîn Bedirxan û Şêx Eُbdilqadirê Şêx Uُbeydullah ev rêxistin, sala 1908ê li Qustentînê, di bin navê (Kurd tea’win ve tereqqî cemî’yetî – Komela Hevkarî û Pêşveçûna Kurd) de damzirandin, û li goreyî duruşmên (Ciwantirk), yên ku yekîtiya hemî gel û neteweyên împeretoriya Osmanî û vejandina destûra sala 1876ê erk û mebesta wan bûn, li goreyî wan duruşman, komela Kurdan jî pirogirama xwe saz kir, û ji bo pêkanîna evan erkên jêrîn xebata xwe domand: 1.Avakirina dibistanan li her deverên ku Kurd lê hene. 2.Zimanê kurdî li Kurdistanê bibe zimanê fermî. 3.Avakirina zangoyekê li Kurdistanê. 4.Çapkirin û weşandina rojname û kovarên rêzanî bi zimanê kurdî. 5.Binavkirina nûnerkî kurdî yî domdar di komîta mezinên dewletê de, û avakirina bingeha aborî li Kurdistanê. (5) Gelek kesayetiyên Kurd, yên hukardar, bûne endamên vê rêxistina ku di demeke kurt de karîbû, li nik rêxistin û nûnerên Ereb û Ermen û neteweyên din, wek nûnerê Kurdan bête naskirin. Evê rêxistinê rojnameya “Kurd” wek zimanhal, roja 9ê Çiriya Paşîn sala 1908ê, weşand(6). Çalakiyên vê rêxistinê sînorên Qustentînê derbas kirin û gîhan Kurdistanê; gelek liqên wê li Amedê, Betlîsê, Mûsilê, Mûşê, Erzreomê û Bexdayê jî ava bûn, û pê re jî komeleyek ji bo xwendinê damezirand, navê wê (Kurd neşir me’rîfet) bû. Çalakiyên wan liqan, nemaze kulûpa Betlîsê, gelekî fireh bûn, endamên wê ji yên kulûpa dewletê li Betlîsê (Îttîhad ve tereqqî – Hevgirtin û pêşveçûn) pirtir bûn, lewre jî wê tirsek xistibû hundirê kulûpên din, ya Ermeniyan û ya dewletê, nemaze jî çalakiyên wê sînorên rêzanî, rewşenbîrî û civakî derbas kiribûn, û gurûpên çekdar ji endamên xwe çêkiribûn. Ji ber vê yekê dewletê çavên xwe li wê kulûpê sor kir, heya ku deriyê wê, sala 1909ê girt, di dû re jî hemû kulûpên Kurdan, li deverên ku lê hebûn, hatin girtin. Sala 1910ê di dîroka têkiliyên “Ciwantirk” de ligel neteweyên din saleke bi nîşan bû. “Ciwantirk” di wê salê de helwesta xwe li hember hemû neteweyên din, yên ku vêkra li hember rijîma Sultan berxwe didan, guhart, û li dijî erkên wan neteweyan kar kir. Lê tevî vê yekê xebatên neteweyên ne Tirk jar nebûn, û tevî ku hemû kulûpên Kurdan hatin girtin û qedexekirin, xebatkarên Kurd dest ji erkên xwe beranedan. Ji vê salê û pê ve tevgera azadîxwaza Kurd derbas qunaxeke nû bû, û raman û helwestên serkêşên rêxistina “Hevkarî û Pêşveçûna Kurd” wek agirekî pêketî man, ta ku mirov dişê bêje, ew yekemîn rêxistin bû, ku doza kurd, wek encamekê ji encamên qunaxa pêşveçûna rêzanî û civakî, ber bi pêş de bir. Rast e, hevkarên Tirk (Îttîhad ve tereqqî) hemû kilûp û komeleyên Kurdan qedexe kirin, lê cengên wan li Belqanê ew gelekî jar kiribûn, û pêre jî partiya (Huriyet ve îtîlaf) gelek rexnên giran dajotin ser wan, ta wezareta (Ciwantirk) şikest û heyameke layiq ji bo Kurdan lê hat, ku hukariya ( bandûr ) wan rêberên pêşî berê xwe bide, û xwendekarên Kurd, bi akama wan, li Qustentînê sala 1912ê komeleya “Hêvî” damezirandin. Ev komeleyeke çalak bû, serokê wê Omer Cemîl Paşa bû. Qedrî Cemîl Paşa jî sekretêrê wê bû. Gelek endamên wê jîrek bûn, mîna Fuad Temo, Memdoh Selîm û hinên dîtir(7). Têkiliyên wê komelê jî ligel neteweyên din pir fireh bûn. Evê komelê jî, mîna yên beriya xwe, çalakiyên xwe wek dîlên salonên Qustentînê nehêşt, belê liqên xwe li Erzeromê, Betlîsê û li Lozanê jî ava kir, û rola rageyandin û rojnamegeriyê baş nas kir, lewre jî kovara “Roja Kurd”(8) derxist û pênûsên jîr li derdora wê civand. Ewan pênûsan rûpelên wê kovarê, bi nerîn û helwestên zanistî, xemilandin. Tiştê balkêş ew e, tevî ku ev komele ya xwendekaran bû, lê gelek endamên wê ne xwendekar bûn, kar û xebata wê bi zanîn û serpêhatiyên (tecrûbe) xwe hêzdar dikirin, nemaze Salih Bedirxan û Necmedîn Kerkûklî û hinên din, yên ku doza neteweya kurd li ser rûpelên “Roja Kurd” şirove dikirin û pirsa rizgargirina Kurd û Kurdistan aşkera digotin. Ji ber evan helwestan destlata dewletê ew kovar, piştî hejmara 4ê, qedexe kir û gelek nivîsevanên wê, mîna Salih Berdixan, avêtin hundirê zîndanan. Endamên vê komelê (ya ku ji neçare û ji ber sitema dewletê karê xwe li destpêka şerê cîhanê yê yekem rawestand) û nivîsevanên wê, zanî bûn ku gelê nezan nikare xwe pêşve bibe; nikare civaka xwe li ser bingehên zanistî ava bike. Lewre roleke rewşenbîrî lîstibûn, û pirsa xwendinê kiribûn erka serek e ji erkên xebata xwe. Pêşengên ronakbîriya kurdî, di vê qunaxê de, rola rewşenbîriyê baş nas kiribûn û di nirxê ramanên nû, ku ji Ewrupayê de dihatin û sînorên împeretoriya pîr derbas dikirin, gîştibûn. Lewre jî têkiliyên xwe digel neteweyên din, yên bindestên Osmaniyan bûn, diparastin û sûde ji wê heyamê werdigirtin. Xebatên Eُbdilrezzaq Bedirxan di vê penavê de gelekî nirxbuhabûn. Evî mirovî dostaniya Kurdan û Ermenan doz dikir, û di navbera salên 1910–1913ê de gelek bizavên berbiçav kirin, ku karibe alîkariya Rûsan, ji bo raperîneke çekdarî, bistîne. Lê mixabin Rûsan berjewendiyên xwe di ser Kurdan re girtin, û xwastin ewî rêberê Kurd tenê ji bo wan berjewendiyan bikar bînin. Tevî vê yekê ew mirov sist ne bû, û karîbû digel Simko komeleyeke ronakbîrî, navê wê “Gîxwende” bû, sala 1913ê li bajarê Xoyê damezirîne. Evê komelê pirogrameke ronakbîrî ye nixbuha hebû.(9) Di evê heyama layiq de, ya ku bi ramanên çanda Ewrupayê û bi bermayên zanînê dihate aşlekirin, yekemîn çapxaneya kurdî sala 1915ê li bajarê Helebê bi destên Husên Hiznî Mukuryanî hate damezirandin, û ta sala 1925ê li wir ma, hinek pirtûk çap kirin û bû alîkara diristkirina bingeha ronakbîriya kurdî. Gava şerê cîhanê yê yekem, sala 1914ê, dest pê kir û dewleta Osmanî li kêlek Almanyayê kete cengê, dîsan Kurdan bizav kirin ku sûdeyê ji Rûsyayê bigrin û şoreşekê li dijî Osmaniyan pêk bînin, lê mixabin hewildanên Kamil Bedirxan û yên Şêx Tahayê Sidîqê Şemdînanî kef nedan(10). Herweha civata ku gelek rêberan sala 1919ê li (Kextê), ji bo karekî çekdarî, girêda bûn jî, bi ser ne ket, û pêre jî berê Kurdan dîsan bi ber riyên xebata rêzanî ـvê carê dîplomatîkî jîـ çû. Serkêşê evê xebata dîplomatîk Şerîf Paşa bû, ewî doznameya kurdî pêşkêşî kongira Firasayê kir. Lê peymana Sîvirê, ya ku sultanê Osmaniyan Mehmedê Şeşê ligel dewletên serkewtî roja 10.08.1920 îmze kiribû, pirsa kurdî gelekî biçûktir kir. Tevî wê jî Mistefa Kemal Atatirk, yê ku stêrka wî piştî cengê li Tirkiyayê geş bû, û wek avakerê Tirkiya nû kete dîrokê, biryarên Sîvirê, di lihevkirina Lozanê de 23.07.1923 tuneyî kir, û Kurd û Kurdistan xist bin sitemeke dijwar. Ev jî bû sedema pêxistna agirê şoreşa Şêx Seîُdê Pîran. ***** *** ***** |
|||||||||||
|
|
|
|
#3 (permalink) | |||||||||||
|
- 2 -
Jiyana rêzanî û civakî ya Jêrxetê 1920 – 1975 Her sê peyman û kongirên Saykis – Bîko, Firasayê, û Lozanê beşê Kurdistanê, ku bindestê Osmaniyan bû, sê-perçeyî kirin, perçeyek ji wan bi ser Sûriyê ve xistin(11). Di dû re sînorek di navbera wan perçan de hate danîn, lê wan sînoran nikarî bûn têkiliyên Kurdan ji hevudu bibiriyana, lewre jî danûstandinên wan berdewam bûn, û gava şoreşa Şêx Seîُdê Pîran, sala 1925, li çiyayên Kurdistanê dest pê kir, dengvedana wê li Jêrxetê hêzdar bû. Husên Hiznî Mukuryanî hîngê kovara “Diyar Bekir” weşand, piştgiriya şoreşê kir, pêre jî hîmê hevaltiya pênûs û tifingê, di xebata azadîxwaza kurd de, danî. Şoreş neçû serî, belê Kemaliyan, bi alîkariya Firansizan, ku hîngê dagîrkerên Sûriyê bûn, û ya Hevgirtina Sovyetê, ew şoreş bi awakî hovan e perçiqadin; serok û gelek hevpişkên wê bi darve kirin, pê re jî gelek hevpişkên wê û rewşenbîrên kurd, ji dest sitema rijîma Tirkan, berên xwe dane Jêrxetê. O.Sebrî yek ji wan bû, ku di 24.12.1929ê de jêrxetî bû(12). Ew rûmetdarên ku jêrxetî bûbûn destgirêdayî neman, belê her tim vegera welêt bala wan dixurand û çavên wan ber bi Serxetê de dikşand. Lewre jî hertim têkiliyên wan bi hevalên wan re hebûn. Ev hêviya pîroz û têkilî û danûstandinên wan bûbûne sedema avakirina rêxistina “Xoybûn” sala 1927ê, ku bibe partiyke rêzanî û civakî, ji bo şoreşekê li hember rijîma Tirkan bixebite. Bi rastî jî ev bizav pêk hat,û“Xoybûn”ê şoreşa Agirî, bi serokatiya Îhsan Nûrî Paşa, sala 1930î, teqand. O.Sebrî jî, hîngê, wek serdarekî gelêrî, bi raya endamên “Xoybûn”-ê, hate binavkirin(13). Di vê heyama germ de Celadet Bedirxan, ku di damezirandina “Xoybûn”ê de kesayetiyeke çalak bû, da ser şopa ronakbîrên beriya xwe, û sala 1932ê kovara “Hawar” li Şamê der xist, ku bibe zimanhalê “Xoybûn”ê, û rola rojname û kovarên Kurdistanê, wek Roja Kurd û Diyar Bekir bidomîn e. Bi rastî evê kovarê, di penava hişyariya netewa kurdî li Jêrxetê de, roleke giranbiha hebû, ku hîmê bingeha wê durist danî, û pêre jî wêje û çanda kurdî, li Jêrxetê, derbasî qunaxa nivîsînê bûn. Her weha “Xoybûn”ê gelek bizavên balatir kirin, û wek çawa rewşa rêzanî ya kurdî xem û qisaweta wê bû, weha jî çavên wê hertim li ser rewşa civakî vekirî bûn. Ewê zanî bû ku civaka nezan û belengaz wê, di penava rêzanî û pêşveçûnê de, hertim bikule, loma ewê sala 1932ê “Civata arîkariyê ji bona belengazên Kurd li Cizîrê” di bin serpereştiya Haco Axa de damezirand. Evê civatê pirogrameke numa hebû, pêjna saziyeke civakî û rewşenbîrî jê dihat(14). Evê saziya civakî, di jiyana jerxetiyan de, hukariyeke mezin hebû. Ew li derdora wê diciviyan, û xwe bi wê bextewar didît in, ta ku “Xoybûn”ê, di bin bandûra wê helwestê de, gaveka din a hêja avêt û sala 1938ê “Nadiya (kulûp) Ciwankurd” li bajarê Amûdê, di bin serperştiya Mihemed Elî Şêxmûs (Şiwêş) de, damezirand. Evê kulûpê dibistaneke kurdî li Amûdê vekir, û wê komeke rêçenasên (keşaf) Kurd jî hebû(15). Bandûra vê kulûpê sînorên Amûdê derbas kir, û Hesenê Haco Axa kulûpeke din li Hisiçê vekir, ku tê de zarokên Kurd hînî zimanê dayikê dikir. Li Şamê jî kulûpa “Kurdistan” hate vekirin, û O.Sebrî tê de waneyên zimanê kurdî li pêş ciwanên Kurd şirove dikirin(16). Evan kar û xebatên civakî û rewşenbîrî, ku “Xoybûn” bi wan radibû, ew bi carekê ji qada xebata rêzanî bi dûr nexist, belê her û her xebatên rêzanî xem û qisawetên wê bûn, lewre jî ewê sala 1937ê “Civata azadî û yekîtiya Kurd”, di bin serpereştiya Dr. Ehmed Nafiz de damezirand. Çalakî û têkiliyên vê civatê didine xuyakirin ku “Xoybûn”ê tenê dixwast navê xwe biguhêre, ji ber ku pêjna rêxistineke rêzanî ji wan tê(17). Berê xebata jêrxetiyan ta sala 1938ê hertim ber bi Serxetê de bû, ku karibin çareyekê ji bo doza kurdî li wir pêk bînin, nemaze jî di wan deman de raperînên Dêrsimê bi nav û deng bûn. Lê ji vê salê û pê ve pêjna qunaxeke nû ji çalakiyên kulûpa Amûdê tê, nemaze ji ewê daxwaznameya ku Kurdên Cizîrê, di riya Firansa re, pêşkêşî Civata miletan (U’sbet el-Umem) kiri bûn, û tê de doza otonomiyekê ji bo Jêrxetê kiribûn(18). Lê mixabin Şerê Cîhanê yê Duwem ew daxwazname berba kir, û pirsa kurdî li Jêrxetê, ta radeyekê, xiste bin bêdengiyeke sar. Piştî rawestina Şerê Cîhanê yê duwem û vegera çekdar û leşkerên wê bo qijleyên xwe, cîhana birîndar destên xwe dane ser birînên xwe, ku wan bikewîn e, gelên bindest riyên rizgariya xwe peland in, jêrxetiyan jî çavên xwe gerandin, lê ji bilî Partiya Komunîst ya Sûrî, çi tiştekî dî li pêş xwe ne dîtin, ji ber ku hemî kovar û rêxistinên wan (Xoybûn, Civata arîkariyê ji bona belengazên Kurd li Cizîrê, Civata azadî û yekîtiya Kurd) rawestiya bûn. Vêca gelek rewşenbîrên Kurd, ên ku çirûskeke hêvî di wê partiyê de dîtibûn, berên xwe dane wê. Hinek, mîna Cegerxwîn, Reşîd Hemo, Şewket Henan Nee’san, Xelîl Mihemed û hwd., bûn endamên wê, hinek jî, mîna O.Sebrî, bûne endamên “Civata Aşîtîxwazên Sûrî”, ya ku di bin siya wê partiyê de dixebitî, berî wan jî hinekên dî bûbûne endamên “Tevgera Murîdan”, û hemiyan li kêlek niştimanperwerên ereb ên sûrî, şerê serxwebûnê li dij dagîrkerên firansî dajotin, ta ku jêrxetiyan gelek cangoriyên xwe jî di wê riyê de dan. Lê mixabin gelê Kurd ji bermayên serxwebûna Sûriyayê bê par ma. Partiya Komunîst a Sûrî, ji ber ku pirrê endamên wê Kurd bûn, rojnameya “Dengê cotkar” bi zimanê kurdî weşand, lê ewê partiyê rê neda endamên xwe, yên Kurd, ku li doza kurdî xwedî derkefin. Loma jî ew rojname, piştî du hejmaran, rawestand, û pê re jî nakokiyeke numa di navbera endamên Kurd û ên Ereb de, hêdî-hêdî, dest pê kir, û bandûra xwe kişand ser xortên Kurd, yên ku li derdora “Yekîtiya ciwanên demoqratên cîhan” bûn(19), çi wek endam, çi jî wek dost û alîkar. Evan hest û helwestên neteweyî, yên wan xortan, ku Partiya Komunîst a Sûrî nikarîbû têr bikirana, berên hinekan ji wan xortan ber bi avakirina rêxistineke kurdî de kişand, nemaze jî piştî ku Edîb Şîşeklî sala 1954ê ji neçare dest ji destlatiya sûrî bera da û reviya dervayê welêt. Hîngê heyameke demoqrat li Sûriyê peyda bû, û jiyana perlemanî hate vegerandin. Hinek xortên Kurd ev keys ji dest xwe bera nedan, lewre her çar camêran; Mihemedê Mela Ehmed, Samî Namî Ehmed, Eُbdilـeُzîzê Eُliyê Eُvdê û Derwîş Mela Silêman sala 1954ê rêxistinek bi navê “Civata Yekîtiya Xortên Demoqrat ên Kurd” li Qamişloyê damezirandin. Ev rêxistin, wek çawa di bernameya wê de xuya ye, yeke (siyasî, çandî û civakî) bû (20), vê lomê ewê şaxên xwe di nav Kurdan de danîn, û têkiliyên xwe li gel miletên dî li Sûriyê, nemaze li gel Suryaniyan, danîn û durist kirin, pê re jî hinek kar û xebatên çandî kirin(21). Jêrxetiyan, li kêlek van bizavan, xebateke perlemanî jî dabûne ber xwe, û nûnerên wan di hilbijartinên perlemana sûrî de dibûne hevpişk, û pirrê caran wan nûneran cihên xwe di perlemana sûrî de dadigirtin. Tevî ku wan nûneran xwe ji rêxistinên kurdî de bi dûr dixistin, lê çalakiyên hinekan, nemaze yên Ehmed Ceeُfer Şêx Ismaîl Zade (Ehmed Zemçî), nûnerê Kurd-daxê, yekser karmendiya rewşa rêzanî ya jêrxetiyan dikirin(22). Evê heyama rêzanî ya Sûriyê û çalakiyên Kurdan, çi yên rêzanî û çi jî yên çandî, û nebûna pirsa miletê kurd di tozik û pirogramên partiyên, ku li Sûriyê hebûn, bûbûne egera hebûna partiyeke kurdî, ku rêberiya xebata Kurdan li Sûriyê bike. Herweha helwestên hinek rewşenbîrên wê demê, ku di komeleke çandî de dixebitîn(23), wek O.Sebrî, Hemîd Derwîş û Hemze Niwêran, gîhane hev û damezirandina partiyeke kurdî pêwîst dîtin. Gava ev nerîn li nav rewşenbîrên kurd belav bû, hinekên dî, wek Reşîd Hemo, Şewket Henan Neeُsan, Mihemed Eُlî Xoce û Xelîl Mihemed, ew raman pejirandin û di civînekê de, li mala Mihemed Eُlî Xoce li bajarê Helebê, roja 14.06.1957ê, “Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê) hate damezirandin(24). Wê partiyê danûstandinên xwe digel “Civata Yekîtiya Xortên Demoqrat ên Kurd” û “Partiya Azadî”, ya ku Cegerxwîn û hinek hevalên wî, piştî ku xwe ji Partiya Komunîst a Sûrî vekşandin, çêkiri bûn, durist kir, û ew tev li xwe kirin. Piştî damezirandina partiyê, rijîma dewleta Komara Eُrebî ya Yekbûyî, ku di navbera Sûiyê û Misirê de sala 1958ê ava bûbû, çavsoriyeke mezin û zoreke giran da ser partiyê, û gelek endamên wê, digel pirrên endamên komîta navendî xistin zîndanê. Evê qunaxê heyameke nakokiyê xiste hundirê partiyê, û helwestên rêberên wê ji hevudu cuda kirin, ta ku bû sedema dubendiyeke berbiçav di hundirê wê de(25), ku hêşt partî di roja 05.08.1965ê bi rastî ji hev bikeve û bibe du partî. Di dû re O.Sebrî bi partiya nû re çû. Lê navê wê wek berê ma “Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê”. Beşê nû peyva (çep) bi ser navê xwe ve xist, û peyva (rast) ji cem xwe de bi ser navê beşê din ve xist(26). Her çû, nakokî di navbera wan de germ bû, û biraderên li Başûrê Kurdistanê jî hin caran ew nakokiya germtir dikirin, pê re jî evê tîka dîrokî ta roja îro bandûra xwe li ser jiyana rêzanî ya jêrxetiyan dirêj kiriye, û li kêlek gelek sedemên din, wek helwestên rijîma sûrî, û yên biraderan li beşên din, û berjewendiyên gelek serkêşên tevgera rêzanî ya jêrxetiyan, li pêş yekbûna evê tevgerê bûne kendalekî bilid û dijwar. Evî kendalê bilind rê li pêş bangên dilsoz, ku yekirina vê tevgerê erka wan e, girt û qêrînên wan di qirikên wan de çelmisand, û durişma ku Hesen Hişyar hildida “rast û çep her du milên gewdekî ne” berـavêtî kir. Her weha bizavên biraderan li Başûrê Kurdistanê, û yên rehmelê Barzanî yê nemir jî, nikarîn ew birîna dîrokî bikewandana, û ji dêvla yekirina herdu partiyan, yeke sisiyê sala 1970, di bin navê “Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê – Elpartî” de hate damezirandin. Di dû re jî dem bû dema zayîna partiyên jêrxetiyan, ku nakokiyên wan pareke mezin ji cefa û keda wan û ya gelê wan bê ber kirine. Hêjayî gotinê ye ku, wek çawa me li jor diyar kiri bû, em bibêjin xebateke civakî li kêlek vê xebata rêzanî bi rê ketibû, û di damezirandina kulûpa “Ciwankurd” li Amûdê û koma “Rêçenasên Kurd” re diyar bûbû, weha jî gelek ciwanên kurd li Kurd-daxê, sala 1969ê “Kulûpa Eُfrînê” li bajarê Eُfrînê; navenda Kurd-daxê, dameizrandin, û çalakiyên civakî, hunerî û rewşenbîrî ji bo wê kulûpê kirin erk û armancên serek e. Serokê wê kulûpê ciwanê çalak Menan Miçko bû, û danerê vê lêkolînê jî cîgirê serok bû. Endamên wê kulûpê, di demeke kurt de, pirr çê bûn, û wê roleke mezin di jiyana jêrxetiyan, nemaze ya Kurd-daxê de, lîst, û gurûpên sportê û sema û dîlan û stiranên kurdî yên folkilorî çê kirin(27). Lê mixabin rijîma dewletê çavên xwe li hember wê sor kirin ta ku şalyarê (wezîrê) karûbarê hundir, sala 1974ê, fermana girtin û qedexekirina wê derxist, û deriyê wê kilît kir. ***** *** ***** |
|||||||||||
|
|
|
|
#5 (permalink) | |||||||||||
|
- 3 - Jiyana wêjeyî û rewşenbîrî li Jêrxetê Li kêlek wan bizavên rêzanî û civakî xebateke wêjeyî û rewşenbîrî jî riya xwe qelaşt, û gelê Kurd li Jêrxetê bi kultur û çanda wî ve çespand. Rastî ew e ku,wek çawa ewî sînorê ku hatiye danîn nikarî bû têkiliyên Kurdan ji hevudu bibire, weha jî danûstandinên wêjeyî yên her du aliyên xetê ligel hevudu hebûn, û di navbera wêje ya glêrî re, wek stiran û çîrokên dapîr û bavpîran, diyar dibûn, lê her di qunaxeke lêvan e de diman, û çalakiyên rûmetdarê hêja Husên Hiznî Mukuryanî û çapxaneya wî jî di çarçeweke teng de belav dibûn, nikarîbûn şopeke berbiçav peyda bikin, ta ku kovara “Hawar”-ê, sala 1932ê derket holê, û pêre jî wêje û çanda kurdî, li Jêrxetê, derbas qunaxa nivîsînê bûn. Kovara HAWARê roleke giring di rêveçûna wêje ya kurdî de li Jêrxetê hebû, nemaze jî piştî çapkirin û weşandina alfabeya latînî. Vê kovarê û xwediyê wê mîr C. Bedirxan rewşenbîr û torevanên wê demê li dora xwe civandin, û rûpelên wê bi aferînên helbestvan û nivîsevanên rûmetdar, wek C.Berdirxan, K.Bedirxan, Rewşen Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan, û hinekên dî, hatin xemilandin. HAWARê helbestvanek pêşkêş kiri bû, eger helbestên wî di destên nifşê îro de hebûna, wê helbesta kurdî, li Jêrxetê, di bin bandûra wî de, gelekî pêşda biçûwa. Ew helbestvan Qedrîcan e (1911–1972). Lê mixabin ev mirov heya îro nirxwenda mayî, û helbestên wî di hejmarên HAWARê de man, ew hejmaran jî îro, bi hêsanî, peyda nabin. Dr. K. Bedirxan jî (1885–1979) bandûra wî li wêjevanên îro nîne, ji ber ku ew ji jêrxetiyan bi dûr ket, û xemên polîtîkê û lêkolînên zimanewanî ew ji helbestê bi dûr xistin, heya ku nema helbest jê re dibe qisawet, û dîwana xwe “Dilê kurên min” ya ku sala 1932ê çapkiribû, careke din çap nekir, lê belê ewî mirovî roleke mezin di jiyana toreyî de hebû, ji ber ku ewî, bi wergerandina çarînên Omer Xeyam bo zimanê kurdî, dergehê wergerê li pêş rewşenbîrên Jêrxetê vekir, û pêre jî da xuyakirin ku zimanê kurdî yekekî şaristanî ye, dikare çanda mirovane werbigre, û bibe alava derbirina zanistî û hunerî. Dîroka ziman û ramana kurdî wê navê C. Bedirxan bi tîpên zêrîn binivisîne, ji ber ku bandûra wî ne tenê li wêje ya Jêrxetê heye, belê tevaya Kurdistanê deyndarê wî ye. Ewî rûmetdarî bi heşmendî û xebata xwe alfabeya kurdî ya latînî afirand, û ji bo gelê xwe pêşkêş kir. Eger dora nîvê gelê kurd, an hinekî bêtir, îro bi wê alfabeyê dinivisînin, em bawer dikin, ku li diwarojê, gelê Kurd tev dê bi wê binivisîne, ji ber ku ev alfabê, ji bo dengên zimanê kurdî layiq û hêsan e. Lê ji vê pê ve bandûra wî li helbestê nîne, çimkî helbestên wî hindik bûn, û xemên lêkolînên zimanewanî û ramanê ew ji helbestê bi dûr xistin. Dîsan HAWARê du helbestvanên bi nav û deng pêşkêş kirin, deng û qêrînên wan gîhan hemû cîgehên ku kurd lê cîwar dibin, çi li beşên Kurdistanê, çi li dervayê welêt. Yek ji wan Cegerxwîn e (1903–1984) , ku ji hemû helbestvanên Jêrxetê dewlemendtir e, û yê dî Osman Sebrî ye (1905–1993), ku sê berhemên wî çapbûyî û alfabeyekê hene. Bandûra van herduwan li gelek helbesvanên îro numa ye. Ji vê pê ve mirov dikare bê dudilî bêje, van herdu helbestvanan roleke mezin di şiyarbûna neteweyî ya kurdî de, li Jêrxetê, hebû, ji ber ku di hundirê her malekê de tu pêrgî wan dibe, helbestên wan tên jiberkirin, an jî ciwanên kurd ewan wek sirûdan distirînin. Ji van pê ve nav û dengên hinek helbestvanên dî hebûn, wek Hesen Hişyar, yê ku helbestên wî destnivîs man e, Ehmedê Palo, yê ku dîwaneke wî piştî mirina wî sala 1991ê hatiye çapkirin, û Tîrêj, Keleş û hinekên dî. Herweha Hawarê nivîsevan, ramanbîr û siyasetmedarên Kurd li derdora xwe civandin û çarçewa xem û qisawetên xwe fireh kir, ta ku mirov dikare bêje ew bûbû “çapemeniyeke civakî, siyasî û wêjeyî“(28). Di vê qunaxê de hinek pirtûk û dîwan hatin çapkirin, wek diwana Dr. K. Bedirxan “Dilê kurên min”, ya ku me li jor goti bû; dîwana Cegerxwîn a yekem “Agir û pêt” (Şam 1945); çîroka “Cîm û Gulperî” (Şam 1945) û çîroka “Reşowê Darî” (Şam 1956), her du jî yên Cegerxwîn in; dîwana Cegerxwîn ya duwem “Sewra azadî” (Şam, 1953); hinek berhemên O. Sebrî, û “Mem û Zîn” a E. Xanî û hinekên dîtir. Tiştê balkêş di vê qunaxê de ew e, ku ziman û çanda kurdî li Jêrxetê ne qedexebûn, lê dibistnên kurdî tune bûn(29). Ew kulûpên kurdî, ku li Şamê, Amûdê û Hisiçê hebûn, waneyên zimanê kurdî di wan de dihatin şirovekirin, û zarok û ciwanên Kurd bi meraq berên xwe didane wan kulûpan, û li mamosteyên xwe guhdar dikirin, ew hemû jî bi cefayên Kurdan bûn, û dewletê lêçûnên wan nedida. Di navbera herdu salên 1951 û 1956ê de du-sê komeleyên çandî, bi xebata hinek kesên rewşenbîr, hatin damezirandin, wek “komela rewşnbîrî”, ya ku Reşîd Hemo, Şewket Henan Nee’san, Mihemed Eُlî Xoce û Qadir Îbrahîm sala 1951ê li Kurd-daxê damezirandibûn, û “Komela vejîna çanda kurdî”, ku O.Sebrî, Hemîd Hac Derwîş, Mecît Hac Derwîş, Mihemed Salih Hac Derwîş, Xidir Îsa, Aُdil Xoce û Hemze Niwêran sala 1955ê li Şamê çê kiribûn. Evê komelê hinek pirtûkên kurdî çap kirin, mîna “Alfabeya kurdî”, “Bahoz” û “Derdên me”, ku her sê berhemên O.Sebrî bûn, “Rûpelin ji wêjeya kurdî” ya Rewşen Bedirxan, bi zimanê erebî, û hinên din(30). Her sê endamên vê komelê, O.Sebrî, Hemîd Derwîş û Hemze Niwêran, wek Hemîd Derwîş dibêje, yekemîn xwediyên hizra damezirandina Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê bûn(31). Li kêlek wan çalakiyên çandeyî “Komela zanistî û alîkariya Kurd”, sala 1956ê li bajarê Helebê, bi xebata Dr. Nûrî Dêrsimî, Rewşen Bedirxan, Hesen Hişyar, Osman Efendî û Heyder Mihemed Gênco ava bûbû. Lê pir neçû ev komele hemû ji hev ketin, nemaze piştî damezrandina Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê sala 1957ê. Tevgera wêje ya kurdî piştî sala 1957ê, bi hebûna Partiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê, çalaktir dibe, ji ber ku pêşengên wê yên dema HAWARê karîbûn bi qêrîn û ramanên xwe heşên Kurdan bilivînin, nemaze jî hinekên wan pêşengan di serkêşiya partiyê de li ser kar bûn, wek Dr. N. Zaza, O.Sebrî û Cegerxwîn. Aloziyên tore û çanda kurdî, di vê qunaxê de, gelekî pirr û dijwar bûn, ji ber ku ziman û hemû diyardeyên çanda kurdî hatin qedexekirin, û gelek asteng ketin pêş wêjevanên kurd. Lê tevî wan astengan, Dr. N. Zaza sala 1957ê dastana “Memê Alan”, ya ku berê ji dengbêjan dihate guhdarkirin, çap kir; Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê rojnama “Dengê kurd” bi zimanê kurdî, wek zimanhalê partiyê, der xist(32). Hesen Hişyar, bi tena xwe, sala 1966ê kovara “Agahî” weşand, di dû re jî Cegerxwîn sala 1968ê kovarek bi navê “Gulîstan”, li Şamê,di bin siya partiyê de damezrand, û bi dizî û şêwakî veşartî çap û belav kir. Evê kovarê nivîskarên wê demê li dora xwe civand û berhemên wan weşand. Heya derdora sala 1975ê tore ya kurdî li Jêrxetê bi wan nivîsevanên dema HAWARê, û hindikên din, wek Şewket Nee’san û Bêbihar û hindikên din dihate naskirin, û sala 1973ê Cegerxwîn du berhemên xwe “Kîme ez” û “Salar û Mîdya” li Bêrûtê çap kirin. Lê di dû wê salê re hinek navên din hatin guhdarkirin, nemaze ji sala 1979ê û pê ve. Di vê salê de kovareke nû li Jêrxetê der ket, ew jî “Gelawêj” bû, û di dû re zincîra kovar û rojnameyan dirêj bû: Stêr, Xunav, Gurzek gul, Zanîn, Aso, Roj, Pirs û Bihar der ketin(33), û gelek nivîsevanên nû hembêz kirin, wek Royarê Amedî, Dilawerê Zengî, H. Gundî, Dr. Pêşrewê Berwarî, Konê Reş, Berzo, Rezo, Salihê Heydo, Awazê Kalo, Bahozê Eُfrînî, Dêrsim/Memo û hinekên dî. Berhemên ku di van kovar û rojnameyan de dihatin weşandin hemû wêjêyî bûn, wek helbest, çîrok, gotar û lêkolînên toreyî û zimanwanî, û hê jî wisa ne, ji ber vê yekê jî ewana, ji helbestê pê ve, bandûreke ne yekser, lê kûr û hêzdar, li hişyariya kurdî hebû, û berên pirr kesan ber bi hînbûn û xwandina zimanê kurdî de kişandin, û çarçewa xwendevanên vî zimanî fireh kirin. Bi rastî jî ev xebateke hêja ye, ku bizaveke wêjeyî karibe di bin mercên zor, sitem,û qedexekirinê de, vê rola bala bi cih bîne. Lê li kêlek wan kovaran, herdu rojnameyên Newroz û Deng(34) gotarên rêzanî jî hembêz kirin, ku xwedevanan gelek nerînên rêzanî li ser rûpelên wan xwendin, û gelek guftugoyên ramanî di metiryalên wan, nemaze yên Newrozê de hatin dîtin û xwendin, û jiyana hizrî ya jêrxetiyan, ta radeyekê, çalaktir kirin. Bi vî awayî rojnamegeriya jêrxtiyan xwe di ser nebûna mercên geşbûna pexşanê re avêt, û hukariyeke mezin li pexşana kurdî kir, û gotar û lêkolînên rûmetdarên mîna Dr. Rozad Eُlî, Dr. Pêşrew Berwarî, Bahozê Eُfrînî, Sînorê Yekta, H.Gundî, Berzo, Rezo, D. Eُvdilfetah û pirrên din, ew ber bi pêş ve kişandin, û ta radeyekê asoyê hişyariya kurdî fireh û dewlemend kirin. Lê piştî sala 1990î gelek pirtûk û dîwanên helbestê û kurteçîrok hatin çapkirin, navên helbestvan û çîroknivîsan li ser qabên wan diyar bûn, wek helbestvan Rûxweşê Zîvar, Deham Eُvdilfetah, Xemgînê Remo, Kamiran Bêkes, Keça Kurd, Diya Ciwan, Tengezarê Marînî, M. Hemo, Nezîr palo, û hinên dîtir, û çîroknivîs Helîm Yûsif û Pîr Rustem, û li kêlek wan jî gelek nivîsevanan, wek Mihemed Şêx Osman, Nesret Hebeş, M.Nûrî Xorşîd, Dr. Ebdilmecîd şêxo, danerê vê lêkolînê û pirên din berhemên xwe bi zimanê eُrebî jî nivisandin, da xwedevanên ku bi zimanê kurdî nizanin ji bermayên vê tevgera wêjeyî-ramanî bê par nebin, û da nivîsevan û rewşenbîrên Eُreb civak û tore ya kurdî baş û rast nas bikin. Herweha ji bo vê erkê partiyên Kurd li Jêrxetê zimanhalên xwe û hinek kovaran bi zimanê eُrebî çap dikin, wek el-Hîwar, el- Museqqef el-Teqeddumî, Edeb el-Qediye, el-Ecras, el-Menber(35) û hinekên dî. Wek çawa tê zanîn, pirtûkxaneyan di hemû raperînên wêjeyî, rewşenbîrî û hizrî de, li nik hemû gelên cîhanê, roleke berbiçav heye, weha jî jêrxetiyan, tevî mercên qedexekirina pirtûkxaneyên kurdî, berên xwe dan vê riyê û hinek pirtûkxane vekirin, mîna pirtûkxane ya “Ciwan”, ku hêja û siyasetmedar Eُzîz Dawod li Qamîşloyê vekiri bû; pirtûkxane ya “Xanî”, ku Elî Ceeُfer li Helebê vekirbû, û ya “Bedirxan”, ku helbestvan Mihemed Hemo, ew jî li Helebê, vekiribû. Lê belê rijîma dewletê gelek çavsorî li xwediyên wan pitûkxaneyan dikir, ta ku deriyên herduwên dawî girt. Li kêlek van diyardeyên raperîna wêjeyî û rewşenbîrî, hinek helbestvan û nivîsevanên ciwan sala 1983ê “Koma Xanî” ya wêje û çanda kurdî li bajarê Helebê ava kirin. Evê komelê gelek çalakiyên wêjeyî û helbestî kirin, û carcaran jî xelat ji helbestvan û çîroknivîsan re pêşkêş dikirin. Herweha helbestvanên Jêrxetê, li gor banga Dr. Ebdilmecîd Şêxo, Rûxweşê Zivar, Elî Ceeُfer û danerê vê lêkolînê, sala 1993ê “Mihrecana Helbesta Kurdî” pêk anîn, û rayên hemû helbestvanên, ku beşdarên mehrecanê bûbûn, kirin yek, ku roja 22. Çiriya Pêşin (roja koçbûna Cegerxwîn) bi navê (Roja Helbesta Kurdî li Sûriyê) bête nîşankirin. Ev mihrecan hê jî her salê carekê dibe. Evan nivîskaran berhemên xwe, helbest, çîrok, lêkolînên wêjeyî û zanistî, pêşkêşî civaka kurdî dikin, tevgera wêje û çanda kurdî li Jêrxetê germ dikin, û “ta radeyekê çanda gelê Kurdistanê dewlemend dikin û asoyên xwendevanên xwe di warê wêjeyî û rêzanî de berfirehtir dikin“(36), û wêje û çanda kurdî diparêzin, û di bin mercên giran û zor de, di bin nîrên taybet de, rola dibistanan dilîzin. Em hêvîdar in, ku me, bi vî awayî, kanî be panorameke lezok li ser serdema O.Sebrî dabe pêş xwedevanên xwe, û rê li pêş xwe jî dûz kiribe, da em derbas hundir mijara xwe bibin, ji ber ku, wek me li destpêkê gotibû, her tiştek, çi diyardeyeke zanistî be, çi mirov be, ligel dema xwe û bûyerên wê girêdayî ye. ***** *** ***** Not û ravakirinên serdema O. Sebrî: 1. جليلي جليل. نهضة الأكراد الثقافية و القومية في نهاية القرن التاسع عشر و بداية القرن العشرين. ترجمة: بافي نازي، د. ولاتو، كدر. رابطة كاوا للثقافة الكردية. دار الكاتب. الطبعة الأولى، بيروت 1986، ص 12 Hêjaye em bêjin ku Celîlê Celîl di pirtûka xwe de, ya ku me li jor bi nav kirî, behsa rola Rûsyayê di perçiqandia vê şoreşê de nake. Binêr: Rû: 16. 2. محمد أمين زكي. خلاصة تاريخ الكرد و كردستان من أقدم العصور حتى الآن. ترجمة: محمد علي عوني. الناشر: حسين قاسم قاسم. مطابع زين الدين – القرية، لبنان 1985، ص 24. 3. Biner: Celîlel Celîl, jêdera berê, bi zimanê erebî, rûpel 20. 4. Biner: Jêdera berê, rûpel 20-31. 5. Biner: Jêdera berê, rûpel 62, 63. 6. Ev rojnameyeke heftane bû, 8 rûpelên wê hebûn, tenê 9 mehan derçû. 7. الدكتور بله ج شيركو. القضية الكردية. رابطة كاوا للثقافة الكردية. دار الكاتب. الطبعة الأولى. بيروت 1986. ص 52. 8. Ji hejmara çarê de navê wê bû “Hetawî Kurd”. 9. Ji bo naskirina çalakî û xebatên Ebdilrezzaq Bedirxan, mirov dikare li van pirtûkên jêrîn veger e: a) Celîlê Celîl: Avtobiografiya Ebdurrizaq Bedirxan, weşanên Havîbûn, çapa yekem, 1999, Berlîn /Almanya. b) جليلي جليل. نهضة الأكراد الثقافية و القومية في نهاية القرن التاسع عشر و بداية القرن العشرين. ترجمة:بافي نازي ،د.ولاتو، كدر. رابطة كاوا للثقافة الكردية. الطبعة الأولى، دار الكاتب, بيروت1986. c) جليلي جليل. بقعة ضوء. من مذكرات عبدالرزاق بدرخان- سيرة ذاتية- ترجمة حيدر عمر و علي جعفر. منشورات هافيبون. 2000. برلين, ألمانيا. 10. عبدالعزيز الحاج. القضية الكردية في العشرينيات. المؤسسة العربية للدراسات و النشر. الطبعة الأولى. بيروت 1984. ص 18. 11. Sê deverên Kurdistanê; Cizîr, Kobanê, Kurd-dax (Efrîn) bi ser Sûriyê ve xistin. 12. Biner: O.Sebrî, Bûyîna min. Dîwana O.Sebrî, weşanên Apecê, çapa yekem, Stockholm, 1998, rûpel 18. (Kopiyek ji destnivîsa vê gotarê di riya birêz Hoşeng Sebrî re ketiye destê min de). Ev jêder, ji vir û pê de, wê bi navê (Dîwana O.Sebrî) bê. 13. Biner: Bîranînên mamoste Osman Sebrî, 1905–1930.Rû 147.Ev jêdereke ne çapkirî ye, bi cefayê rêzdar Hoşeng kurê O.Sebrî, di meha êlûna 2003ê de, gîhaye me.Lê beriya vê nisxeyeke bi zimanê erebî, ku bi komputerê hatiye nivîsîn, wergerandina Horamê Yezdî û Dilawer Zengî, bi sernavê „ Bîranînên xebatkarê kurd ê mezin, rehme lê, O.Sebrî,1905-1993.Ev nisxe di riya xebatkarê hêja rehme lê Hemreş Reşo re ketiye destên min de), ji vir û pê de ev jêder wê bi navê (Bîranînên O.Sebrî) bê. 14. Biner: Samî Ehmed Namî, Dîmenin ji dîroka winda, weşanên Apecê, çapa yekem, Stockholm2000, rûpel 57-62. 15. Jêdera berê, rûpel 63. 16. Cegerxwîn, Jînenîgariya min, weşanên Apecê, çapa yekem, Stockholm 1998, rûpel 231. 17. Biner: Samî Ehmed Namî, jêdera berê, rûpel 55 . 18. Jêdera berê, rûpel 165. 19. Ev rêxistin bi alîkariya Hevgirtina Sovyetê hate avakirin, û şaxên wê li gelek welatan hatin danîn. Herweha şaxa wê ya Sûriyê jî di bin siya Partiya Komunîst a Sûrî de malikên xwe li gelek gund û bajaran, nemaze yên Kurd, danîn. 20. Biner: Samî Ehmed Namî, jêdera berê, rûpel 76. 21. Ji bo naskirina çalakiyên vê civatê, binêr: Samî Ehmed Namî, jêdera berê, rûpel 77-80. 22. د. روزاد علي، الحياة البرلمانية في جبل الأكراد، مجلة الحوار. العدد المزدوج 26-27. شتاء و ربيع عام 2000. السنة السادسة. ص 71-81. 23. Emê di (Jiyana wêjeyî û rewşenbîrî) de careka dî li nik vê komelê rawestin. 24. Binêr: Samî Ehmed Namî, jêdera berê, rûpel 87. 25. Dubarekirina helwestên wan endaman ne barê vê lêkolîna me ye. Ji bo vê mijarê mirov dikare li van pirtûkên jêrîn vegere: a) Samî Ehmed Namî: Dîmenin ji dîroka winda. b) Mihemed Mela Ehmed: Rûpelin ji dîroka tevgera kurdî li Sûriyê. Du perçe. Bi zimanê erebî. c) Ebdilhemîd Derwîş: Ronahî li ser tevgera kurdî li Sûriyê. Bi zimanê erebî. 26. Piştî çend salan beşê nû navê xwe kir “Partiya hevgirtina gelê Kurd li Sûriyê” û beşê kevin navê xwe kir “Partiya demoqrat a pêşverû ya kurdî li Sûriyê”. 27. Evê kulûpê sala 1973ê du ahengên kurdî li bajarê Helebê pêk anîn. Ev yekemîn car bû ku gurûpên sema ya kurdî bi cilên gelêrî û awaza muzûka folkilorî, bi stiran û govend, li ser textên têyatroyên Sûriyê ahengên kurdî pêşkêş kirin. Yek ji wan herduwan di hundirê (Sînema Sûriyê) de bû, û ya dî li ser textê têyatroya (Soq el-Întac) bû, ku du şevan berdewam kir, û li gor kertên (bîlêt) ku hati bûn firotin deh hezar kesên Kurd li herdu şevan beşdar bûbûn. Digel hindê evê kulûpê di Newroza sala 1974ê de ahengek li Bêrûtê jî pêşkêş kir. 28. Dr. H. Hebeş, “Raperîna çanda kurdî di kovara Hawarê de” , çapa yekem, belavgeha Hogir, Bonn, 1996, rûpel 53. 29. Mebesta me ew e ku dibistanên fermî tune bûn, lê hinke biçûk û taybet hebûn, ku Kurdan ew ava kiribûn, belê dewletê lêçûnên (mesref) wan nedida. 30. Binêr: Samî Ehmed Namî, jêdera berê, rûpel 85, û Ebdilhemîd Derwîş « ronahî li ser tevgera kurd li Sûriyê », bi zimanê erebî, rûpela 14. 31. انظر ع |