Bydigi Forum
Geri Git   Bydigi Forum > Kürtçe Forum > Foruma Kurdi > Dirok

Kayýt Ol SSS

 

 

LinkBack Konu Araçlarý
Eski 14-12-2006, 01:00 PM   #1 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,333
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6802
Rep Puaný : 679644
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan Dîroka QAZÎ MIHEMED





DEQÊ DADGEHÎKIRINA PÊÞEWA
QAZÎ MIHEMED
Û SEDIR Û SEYFÎ QAZÎ

Derbarê dadgehîkirina pêþewa Qazî Mihemed û Sedir û Seyfî Qazî gelek hatîye gotin û nivîsîn, xuyaye ev nivîsînan dû beþ in:
Beþê yekê: Ew nivîsînên ku xwestine wê dîrokê aloz û mijdar bikin; li pey berjewendîya dijminên Kurdan gotin û tiþtên dûrê ji rastîyê nivîsîne û hewil dane wê dîrokê aloz û mijdar bikin. Her çend xuyaye «berê Rojê bi bêjingê nahê girtin» û girov (belge) jibo vê çendê dilsozî û viyana gelê Kurd jibo Qazîyan û rêbaza wan a pîroz dîyar dike.
Beþê duwê: Ew nivîsarên berêz in, ên ji dilsozîya xwe gelek xwe kerr (bêdeng) kirî heya ku hemû alîyên winda û veþartî yên wê karesatê anku ji nêvçûna Komara Kurdistanê û sêdaredana pêþewayê wê eþkere bikin. Lê ya niha li ber destê me, deqê wê nivîsînê ye, ya bi qelema Serwan (yuzbaþî-War) Kiyomers Salih nûçegihanê kovara Arteþî Þahin¬ Þahê Îran hatî nivîsîn, ku xuyaye ew bi xwe di dadgehîkirinê de amade bû, deqê vê dadgehîkirinê wek namilkeka (broþûreka-War) taybet çap kir û pirr bi nihênî bi ser efserên (zabîtên) mezin û yên ciyê bawerîya Þahî û payebilindên hukmetê de hate parvekirin.
Her ev jimara taybet a bi navê Tackiyanî hatî nivîsîn, li bingehê¬ (stad) navînê fermandarîya leþkerî hatîye erþîfkirin, me jî wergirtîye û wergêraye ser zimanê Kurdî.
Girîngîya vê belgenamê di wê çendê da ye ku Serwan Kiyomers Salih bi xwe mîna peyamnêrek (nûçegihanek) çeleng û zîrek di dadgehîkirina pêþewa Qazî û Sedir û Seyfî de amade bûye, ji berku xwarzayê serleþker Fireydun Cem bû, ku ew jî mêrê xûþka (Þemsa) Þahê Îranê bû, lewra ciyê bawerîya derbarî Þah’ê Îranê bû, hemû belgename û namên nihênî yên Þahê Îranê li jêr destê Serwan Kiyomers Salih bûn, heya ku carna hinek ji wan di namilkên taybetî de bo berpirsên leþkerî bêne çapkirin yan paþ rêxistina wan bo namexana nihênî ya leþkerê Îranê bêne þandin.
Xuyaye ev çapkirin jî jibo bilindkirina wêre (cesaret-War) yên efserên leþkerê Îranê bûye, niha jî li dawîya salê ew name têne komkirin û ji alîyê erþîfxana serkirdatîya leþkerî ve têne çapkirin û parastin.
Ya li ber destên we, wek li serî amaje pê hatî belîkirin, deqê wê nivîsînê ye. Ya ji deqê dadgehîkirina Qazîyan hatî wergirtin û di namilkekê de hatî çapkirin.
Serwan Kiyomers Salih dinivîse : Paþ bi dawî hatina dadgehîkirina Qazîy an û sêdaredana wan, min ew rûdan (bûyer-War) hemû bê kêm û zêde di Mahname de çapkir û nûçeyên girîng jî di namîlka Tackiyanî de çapkirin, lê berîya ku bikeve ber dest û belav bibe, ez bo dadgeha leþkerî hatim bangkirin, li wir ji min re gotin, tu bi tawana aþkerekirina nihênîyên dadgehîkirina Qazîyan tawanbarî, paye (rûtbe-War) ya serwanî ji min stand û bo demê salekê jî ez hatim zîndan kirin. Ji ber vê yekê ji alîyekî ve çapkirina Mahname hate ragirtin û ji alîyek din ve ew nûçe jî nehatin belavkirin.

Kiyomers ev¬ pêzanînê paþ azadbûna xwe ya ji zîndanê -di jimare 75a Mahname ya sala 1326¬ (1947)an de belav kirîne. Herweha di jimara 66 a sala 1946an ya Mahname de nivîsîye; paþ bidawî hatina Þerrê Cîhanî yê Yekem û vegeryana leþkerên Rosî û Îngilîzî bo welatên xwe, leþkerê Îranê dest bi livînan kir. Herweha Kiyomers di jimarên 44 heya 46ên Mahname de rûdanên salên 1943 heya 1946an ên Kurdistanê û Azerbaycanê vedigêre û paþ hingê jî bi dûr û dirêjî dengûbas û tiþtên hûr û girîng li ser Kurdistanê û Azerbaycanê belav kirîne ku hinek ji wan hatîne erþîfkirin û hinekên din jî hatîne çapkirin.
Di pirranîya jimarên Mahname de nameyên wefadarî û dilsozîyê (serok hoza Dîbokrî Elî Yar Es'ed û serokê eþîreta Mameþ Qerenî Axayê Eþayer û Reþîd Begê Herkî û Hesen Têlo û Quqyas Mamedî û Norî Begê Begzade û Mihemed Emîn Çepê Herkî û Hemzeyê Qadirî Mameþ û yên din) yên ku bo Þahê Îranê þandîn, yan belav kirîne yan jî di namexana leþkerî de hatîne erþîfkirin. Ya ji hemûyan seyrtir peywendîya Umer Xanê Þikakî bi Derbarî (Saray-War) re ku hingê Umer Xan amirhêzê leþkerê Komara Kurdistanê bû. Li Seqiz û dewr û berên wê, nizîkî 17 name jibo peydakirina bawerîyê ji Saraya Þah re þandîne û têde dilsozîya xwe bo Þahê Îranê xuya dike û xwe bi serbazê Derbarî Þahê Îranê dide naskirin û weha nîþan dide ku ê berheve (amadeye- War) hemû erk û fermanên Derbarî Þah bicî bîne, niha ew name di namexana leþkerê Îranî de hatîne parastin.
Divê bête nîþan pêkirinê ku serokê hoza Dîbokr Elî yar di yek ji wan naman de çewanîya çûna xwe di gel pêþewa Qazî Mihemed bo Bako û Azerbaycana Rosî û encamên kombûnên wan bê kêmasî û bi dûr û dirêjî bo Derbarî Þahê Îranê nivîsîye û pê agehdar kirye.
Ne mumkun e di vê gotara kurt de bahsê naveroka wan hemû naman bikim, lê ji alîyê tesîra naveroka naman ve, ev mana Elî Yar’î mezintirîn gurz (darbe-War) bûye li Komarê hatî dan û ji alîyê pirranîya naman ve Umer Xanê Þikak pêtirîn jimara naman bo Derbarî nivîsîne. Paþ derketina leþkerê Rosî ji Kurdistanê, Umer Xanî bi lez ji Þah re nivîsîye û têde daxwazê ji Þah dike, hindî zûtir leþkerê Îranê bigehe Kurdistanê û nivîsîye: va ez bi xwe û hemû eþîreta Þikak ve wek serbazekê Þahê Îranê berhev in (amade ne) ku fermanên we bicî bînin. Her jibo hindê, da ku Þah ji dilsozîya xwe bide bawerkirin, herdû kurrên xwe Qadir û Lezgîn þandîne Tehranê li cem Þahî, heya ku dema leþkerê Îranê ber bi Kurdistanê, nemaze Mahabadê ve têt, jibo wan bibin rênîþander û çavsax.
Ji bil Umer Xanî, pirranîya serok hoz û eþîretên Kurdan jibo piþtrastîya Þahê Îranê û rênîþandana leþkerê Îranê kurr û bira û kes û karên xwe yên dilsoz þandîne Tehranê.
Kiyomers Salih dinivîse: Li roja 17 yê meha Sermawez çend yekeyekên leþkerê Îranê ku ji topxane û tîrbar û çend tankekan (kevnetankên ji kar ketî) pêk hatibûn. Ji Tehranê ber bi Tewrêzê birê ketin û paþ sê rojan anku li 20ê mehê gihîjan dewr û berên bajarê Tewrêzê. Her bi bihîstina vî nûçeyê hemû serkirdên hukmeta Azerbaycanê welat bicî hiþt û ber bi Rosya revîyan, lê leþkerê Îranê ji bo piþtrastbûnê ji gelek tiþtan heya roja paþtir anku 21ê mehê xwe ji çûna nêv bajarê Tewrêzê parast.
Kiyomers Salih dinivîse: Dema dest bi ser bajarê Tewrêrzê de hatî girtin ez jibo amadekirina jimareka nû ya kovarê vegeryam Tehranê.
Di rojên paþ de biryara çûna ber bi Kurdistanê bo leþkerê Îranê derket, her jibo vê meramê ew çend yekên leþkerî yên li ser dema komara Kurdistanê li Sinê û kamyaran û dîwander heya nizîkî Seqiz hatibûn danîn¬ - û carna þerr digel leþkerê Komara Kurdistanê dikir¬ - biryara çûna ber bi Mahabadê jêre derketibû.
Leþkerê Tehranê bi hinek yekên leþkerê Îranê re ji Tewrêzê bi merema gehiþtinê bi hêzên navbirî di rêya Qezwîn re ber bi Kurdistanê þandin. Ev hêz roja 20ê Sermawez gehiþte Seqiz û li wir bi rênîþandana serok eþîretên Kurdan di rêya Bokan de ber bi navenda komara Mahabad birê ketin.
Ev hêz roja 29ê Sermawiz gehiþte Mahabad û zabît zor bi lez li dûv Qazî Mihemed û Seyfî û Sedir geryan, leþkerê Îranê baregayê (qerargah-War) xwe dana Mahabadê, her wê þevê bi rêya bêtêlê peywendî bi Tehranê re pêkanîn û daxwaza çewanîya yeklakirina çarenivîsa Qazîyan kir, Qazî jî di serbazxanê de hatibûn bendkirin.
Pirr zû ferman ji Tehranê gehiþt ku lijna (komîta) dadgeha meydanî hatîye pêkanîn û jibo dadgehîkirina wan ber bi Mahabadê bi rê ketîye. Li roja 6ê Rêbendan lijna dadgehê bi serokatîya Xulam Husên Ezîmî û dadistan Serheng Hesen Kufanyan û dadyarê Sergurd Ce'fer Sani' î û li jêr çavdêrîya Serheng Emîr Hoþeng Xilîteberî gehiþte Mahabad û dest bi kombûna dadgehî kirina Qazîyan kir.
Kiyomers dibêje: Ez li hemû rûniþtinên kombûnên dadgehîkirina Qazîyan amade bûm. Rûniþtinên dadgehîkirinê çend se'etan dirêj dibûn, pirsyar û tawan ji alîyê dadistan Hesen Kufanyan ve dihatin berçav xistin. Dikarim bêjim pirsyar hinde rohinî nebûn û pirranîya tawanan ji alîyê tawanbaran (Qazîyan) ve dihatin retkirin û Qazîyan pirr wêrekane (bi cesaret) daxwaza anîna girovan (belgeyan) dikir. Lê ji ber ku pêþwext her li Tehranê tawan hatibûn destnîþankirin û her li wir biryara dawîyê hatibû wergirtin. Birryar ew nebû ku tu belgeyek bo wan tawanan bête pêþkêþkirin. Lewra rûniþtinên dadgehîkirinê paþ çend se'etan bi dawî hatin û paþ nîv se'etê biryara sêdaredana Qazîyan hat teqdîrkirin. Bi rastî ew birryar li Tehranê hatibû dan û her wê þevê Qazî bi wê birryarê hatin agadarkirin.


Qazî Mihemed digel hin endamên parlamanê û rêveberan

Qazî Mihemed Bi Van Tawanên Xwarê Hat Tawanbarkirin
û Biryara li Sêdaredana Wî Derket:
 Bazirganî kirin bi pitrolê digel dewleta Rosî bi rêya 51 % bo dewleta Rosî û 49% bi Komara Kurdistanê, bê agehdarî û razîbûna dewleta navîn.
 Guherîn û destkarîkirina nexþeyê welatê Îranê û cudakirina 5 parêzgehan Ormîye, Kirmanþa, Sinê, Tewrêz û Îlam.
 Danîn û dirustkirina Ala bo Komara Kurdistanê, bi armê çekoç û dasê, mîna Alayê Rosî ye.
 Lêdana sikkeyê pere bo hukmeta Kurdistanê bi navê Kurdistan, mîna Rupîyê Rosî û wêneyê Qazî Mihemed li ser heye.
 Çêkirina nexþeyê Kurdistana Mezin a her çar parçeyên Kurdistanê (Îran, Îraq, Turkiye, Sûrîye).
 Anîna biyanîyan bo Îranê û beþek ji xaka Îranê xistîye jêr destê wan, Mîna Mela Mistefa Barzanî.
 Gef û êrîþkirin li Þahin Þahê Îranê û dewleta Îranê û ragehandina (îlankirina) þerrî û handana (halandana-War) xelkê Kurdistanê dijî Þahinþah (Arya Mêhir).
 Soz û peymanên bi hukmeta Rosya re dijî hukmeta Îranê û alîkarîya bi hêzên dagîrkerê Rosya re kirî di tevaya xaka Îranê de.
 Ragehandin (îlankirin)a serxwebûna hukmeta Kurdistanê û dagirkirina beþekê mezin ji xaka Îranê bi navê xaka Kurdistan.
 Þandin û hatin û çûn bo derveyê welatî û seredana Rosya û rûniþtin û kombûn digel Baqirofê serokê Komara Azerbaycana Rosya.
 Girêdana peymannaman û girêbendên bazirganî. Bê pirspêkirin yan wergirtina raya Tehran digel biyanîyan û dujminên Îranê.
 Girtin û kuþtina karmendên mîrî û ruxandina xanîyên wan û þewitandina malên wan, nemaze karmendên ne Kurd.
Qazî Mihemedî pirr bi tundî ev hemû tawanan redkirin, ji xeynî sê bendan, ku ew jî evin:
 Çûna wî ber bi Bako ya Azerbaycanê û çavpêketina Cafer Baqirof.
 Hebûna Alayê lê ne wekî ku ew dibêjin çekoç û das li ser hene, mîna yê Rosya.
 Hatina Mela Mistefayê Barzanî bo Mahabadê, ew jî ne kesekî anîye, ew bi xwe hatîye, ji ber ku ew Kurd e û Kurdistan mala hemû Kurdekî ye û her Kurdekê hez bike di her bihusteka xakê xwe de bijî mafê wî heye, jiber ku mafê xwedîyê malê ye.

Tawanên Seyfî Qazî (yan Mihemed Husên Xanî Qazî)
Wezîrê Þerr û Cîgirê Serokkomar Qazî Mihemed
 Çûna wî ya derveyê welat bo Bako, paytextê Azerbaycana Rosî.
 Peywendî pêkanîn bi serokkomarê (Pîþwerî) Azerbaycana Îranê ku li Tewrêzê kombûye û bestina peymanekê digel herdu serokkomarên Azerbaycana Rosî û Azerbaycana Îranê anku Pîþwerî û Baqirof.
 Dijî hukmeta Îranê wergirtina Wezareta Þer li Komara Kurdistan.

Tawanên Sedrî Qazî (yan Ebû El Qasim Sedrî Qazî)
Bo Nûnerê Xula l4ê ya (Meclisa Þorata Millî ya Îranê) ji Alîyê Kurdên Mahabadê û Dewr û Berên Wê ve Hatî Helbijardin

 Nivîsîna helbesteka pirr coþ û gerim bo Mela Mistefa Barzanî ku bi vê helbestê bixêrhatina wî dike û wek remzekê (sêmbol-War) pîroz ê gelê Kurd dide naskirin.
 Alîkarîkirina Qazî Mihemed û wezîrên komara Kurdistanê û hukmeta wan û danana awayê hukumdarîyê û kar û barên hukmetê li Mahabadê.
 Nivîsîna namekê bo Qazî Mihemed ku têde nivîsandîye xwe ragirin heya ji Handeran alikarîyên leþkerî digihîjin we.
 Handana (halandana-War) xelkî dijî hukmeta Îranê û piþtrastkirina berpirsên Komara Kurdistan li Mahabadê, ku êdî dewleta Îranê nikare þerrî digel Komara Kurdistanê bike.
Li ser tiþtên hûr ên birêveçûna dadgehîkirinê, Kiyomers Salih dinivîse:
Rûniþtina dadgehîkirinê nizîkî 4 seetan vekêþa û desteka dadgehîkirinê paþ nîv seetê birryara sêdaredana wan da û bi rêya bêtêlê peywendî bi Stada Leþkerî re pêkanî ku hingê, Sipehbed Erþedî Humayunî serokê stadê bû û li wir biryara vegerandina tawanbaran wergirt û her wê þevê vegeryane Tehranê.
Ew helbesta ku Sedrî Qazî bi wê hatî tawanbarkirin, hemu bi Kurdî di jimara 66a Mahnamê de hat belavkirin, her çende hinek þaþîyên çapê jî têde hebûn. Çunke Kiyomers Salihî bi xwe Kurdî nezanîye û ew kesê helbest taypkirî dîsan Kurdî nezanbûye, lewra nikarîne helbestê bi ciwanî çap bikin, ev deqê wê helbestê ye, ku bûye bendê yekê yê tawanbarkirin û sêdaredana Sedrî Qazî:

Ya xwa bixêr bê Heloy berze firî Barzanê min
Remzê pîrozê gel û niþtîmanê min
Barzanî dujmin þikênî, þêrî jiyana min
Pê yê te li ser çav û qezat, li mal û giyanê min
Bê te gel û niþtîmê min bê xêw û dîl e
Jêr çepokî dujmin zerd û mat û zelîl e
Dilê dujmin li tirsî heybeta te dête lerze
Jiber çi dujmin dijberê li vî kûrey erd e
Bi te hate naskirin gel û nîþtimanî Kurdewarî
Tu yî berz û bariz, le her layê dîyarî
Bê te ku dujmin bi ser nîþtiman da zal e (serkeftî ye-War)
Bê te gel wek teyrê nxweþ û bêperr û bal e
Tu merdî meydan û þerr û roley
Warîsê pîrozê Îrsî Barzan û toley
Bi mêjû xawên nîþtiman û gel û xêw î
Bi berzît Baz î Barzan û lutkeyê ko yî
Lay dujmin barîz û bi navbangî bi navan
Bibîstin dujmin çirkemîze digrê li tawan
Bi Barzan im dinazim, mûqedesê rûyê zemîn e
Bêþiga þêr û awa wê maye yê jîn e
Li te fêrbûn bi derdê bêbeþan aþnayî
Bi te bû þewê bextreþan roþenayî
Bê teye em nîþtîman dekin beþ¬ beþ û dabeþ
Bi vê beþ û pirþ û perêþanî bû bêbeþ
Her tu bo nîþtiman xemxwar û pirr miþûr î
Dirêxî (Texsîr-War) nekird li katî xurbet û dûrî
Tu bo gel û nîþtiman mujde û hem firîþtey
Te mizgînî anî em herdû þar û deþtey
Gelê min bê te sêvî û perîþan û werrez bû
Melî (teyrê) bê perr û bal û giriftarî qefes bû
Bi te geþ dibe ruxsarî pirr çirç û çirûkim
Bi te rizgar û jiyawe, gelê mehtûk û sûkim
Kurd im û li vê xakê bûme û bi vê avê jiyame
Bo azadî gel û rizgarî nîþtimanê me nemame
Min bi rût û qutî û pêxwas û bêkirasî
Li malê xwe me dujmin bi ser barê me denasî
Hatina te ya bixêr lay bird, xemî zorim li ser þan
Bi te sarêj bû, tenê pirr zarim û halê perîþan
Êþa derdê Kurdan min pirr jan û li mêj e
Dermanê derdê muzmin dûr û dirêj e
Serwer Mistefa ye bo Mihemed piþtevan û bira ye
Ya reb geþ bike ew dû çira ye
Miwefeq ke Mihemed, hem Mistefa ra bixatirê Qur'an
Fexrî gel Mistefa û Barzan, maye þanazî
Gorî te giyan û ser û malê, Sedrî Qazî
Ew ê Barzan wa nenasê bê hiþ û bê ziman e
Kerr û gêj û wêj û heywan û nezan e
Ew ê nahezî Barzan e, caþ û xofiroþ e
Yanî: Gewadbab e û zolekurd e û daykî zanî.
(Ev helbest bi xwerû bî Soranî hatiye nivîsîn, ji alîyê me ve hinek hate sivikkirin ji bo Kurmancî- War)
Paþ derbazbûna sê mehan bi ser dadgehîkirina Qazîyan de destekek (heyetek-War) din ji Stada Leþkerî ya Îranê hate pêkanîn ji bo dûbare dadgehîkirina Qazîyan, ku ji sê kesan pêk hatibû:
1- Serheng Reza Nîkuzade (dadistan) .
2- Serheng Receb Eta (serokê dûbare pêdaçûna dadgehîkirinê).
3- Serwan Nebewî (mîna Parêzer bo Qazîyan hatibû destnîþankirin).
Kiyomers dinivîse: Her çend tawanbaran (Qazîyan) bi hûrî di rûniþtina yekem de bergirî ji xwe kirin û retkirina wan tawanên dayne pal wan, di 114 rûpelan de dabû dadgeha pêdaçûnê û têde daxwaza qebûlkrinê jê kirbû jî, lê daxwaza wan pêþiya sê mehan li dadgeha meydanî ya Stada Leþkerî hatibû danan û tu kesek amade nebû ku tenê veke yan jî bixwîne.

Herweha di dema hatina desteka dadgehîkirinê de ji Tehranê bo Mahabadê, ev daxwaza wan a bergirî ji xwe kirinê digel xwe ne anîbû, heya ku tunebe di dema dûbare dadgehîkirina wan de jê re bêjin ev daxwazên we nahên qebûlkirin, lewra wisa xuyaye birryara tawanbarkirina wan her ji Tehranê derketibû.
Kiyomers dinivîse: Desteka pêdaçûn û dadgehîkirina Qazîyan ji alîyê fermandeya leþkerî ve hat destnîþankirin û bi þahê Îranê jî hatin nasandin û Þahin Þahî hindek þîret lê kirin û ji wan xwest ku berdewamî bi rêya bêtêlê peywendîyê bi fermandeya leþkerî re bikin.
Desteka diyarkirî ya dadgehê û ez Kiyomers, pêre roja 4-1-1946ê ji Tehranê berve Tewrêzê û li wir bo Miyandiwaw, Mahabad’ê birê ketin, roja 7-1-1946ê gehiþtîn ciyê meremê û me þevekê li Mahabadê bêhna xwe veda. Spêdê dadgehîkirinê despêkir. Li despêkê Qazî Mihemed anîn û dest bi pirsyar jê kirinê hat kirin, ku tawan ên wî heman 12 tawanên pêþî niha bûn û Qazî Mihemedî jî ji bil sê tawananên din hemû bi tundî ret kirin û qebûlkirina tawanên dadgehê dûbare bû, daxwaza belge û girovan (îspat-qanit) kir, di dema xwandina tawanan û bergirî ji xwe kirinê de Qazî Mihemed, zor li ser xwe bû û pirr bi rêz û hêminî bersiva pirsyaran dida.
Bi egera rijdbûna Qazî Mihemed li ser redkirina Tawanên dadgehê, dadistanî li Qazî kir qêrî û zor bi tundî û hêrsbûn ve digel peyivî. Qazî jî hêrs bû û bi Farisî ji wî re got: “þima hem ¬xurde dîgran raniþxwar mîkunîd", herweha ji wî re got, “þima eger dîn nedarîd ve xuda ra hem nemî þinasîd ve îman be hisab û kitabê axiret nadarîd la eqel zirreyê ciwanmerd baþîd” ev hemû direw û buxtan çire we ji min re dirust kirîne, eger hun rast dibêjin girovekî berçav bikin.

heci is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 14-12-2006, 01:01 PM   #2 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,333
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6802
Rep Puaný : 679644
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Ji ber ku di nêv farisan de şermizarîyek mezin di van gotinan de heye, lewra bi gotinên Qazî, dadistan pirr turre (hêrs) bû û serê xwe da ber tepikan û ji Qazî re got «Kurdan seg sîfet! (Kurd di sîfeta seg de ne-War)». Lê turrebûna dadistanî liser Qazî kar nekir û zor bi hêminî ji dadistanî re got: Se û bêşeref û bênamûs û bêşerim hûn in, ku tu sînoran bo xwe û bo xelkê û bo yasayê nadanin. Axir bênamûs tu tenê dikarî wê birryara ew bênamûsê pêşî te daye bicî bînî û ji vê pêtir ji dest te nayê. Min ji zû ve ye xwe bo vê çendê amade kirîye ku ez bê tawanim û di rêya azadîya milletê xwe de têm kuştin û vê bi rehmeta Xwedayî bo xwe dizanim û şanazîyê bi vê mirina pirr serferazî dikim. Paşî ku gotina xwe bi dawî anî Qazî Mihemedî, birryar da êdî tu gotinan neke û bersiva tu pirsyarên dadgehê nede. Qazî sûnd xwar bersivê nedit û got, ev neciwanmêr her şaşîyeka dike bila bike. Dadistan jî bi merema wê çendê ku Qazî bête ser xwe, ji birryara xwe peşêman bibe û bersiva pirsyaran bide, birryara bînvedana dadgehîkirinê da. Paş bihênvedanê zor hewilda ku Qazî bersiva pirsyarên dadistan Serheng Nîkuzadî bidit, lê Qazî Mihemdî got: Niha birryar ew e, ez ê bihêm sêdaredan, ev jî ji bo xatira wan soz û peymana ye, yên min ji milletê xwe re dayne, ku digel gelê xwe bijîm û bo wan bimirim, niha ez wê çewa amade bim soza xwe û ew sûnda min xwarî bişkênim, ji ber wê hemû bênamûsî ya Serhengî yê xwe kirîye Dadistan. Ez ê amade nînim bersiva wî kesî bidim, eger kesekê din hebe pirsyarê ji min bikit.
Dema rohinî bû (dîyar bû-War) Qazî Mihemed yê amade nîne bipeyvît, desteka dadgehê neçar bû û biryar da ku li şûna Serheng Nîkuzad, Serheng Receb Eta ku serokê dadgehê bû, bibe dadistanê dadgehê.
Hemû pirsyar hatin dûbarekirin û ji pirsyara yekê hat destpêkirin. Qazî Mihemed ên berîya wî retkirîn hemû retkirin, di bersiva pirsyara «çira bê wergirtina raya hûkumeta navendî (merkezî) we girêbendeka bazirganîya petrolê bi Rosya ra bestîye?».
Qazî Mihemed pê kenî û got: Kîjan petrol, kîjan bîr û kompanîyên petrolê li ber dest me hebûne, heya bazirganîyê pê bikin, seyre eger we bivê bi fêlbazî (zexelî) tawanan bidin pal me, tawan û buxtanên weha dirust bikin ku hinek rastî têde hebe, renge (dîyare-War) hûn ava wî rûbarî yê di nêv bajarê Mahabadê re derbaz dibe bi petrol dizanin, bi rastî we zor nezanane tawan dane pal me ku tu ji wan binaxe ji bo me nîne.
Herweha di bersiva wê pirsyarê da, ku goye Qazî Mihemedî rê daye yan daxwaz ji biyanî kirîye bihête nêv xaka Îranê, wek Mela Mistefa Barzanî? Qazî Mihemed her wekî sê mehan pêşî niha bersiva vê pirsê da û got: Mela Mistefa li Kurdistanê biyanî nebûye û nîne, Kurdistan mala her Kurdekî ye, tu kesan ew ne anîye, kawdanan (şertan-War) weha kirîye bête bo beşekê din ji mala xwe anku ji beşekê mala xwe hatîye beşekê din ê mala xwe.
Serheng (Albay) Eta, yek bi yek pirsyar dûbare kirin û Qazî Mihemed jî wek ya berîya wî hemû tawanan dûbare retkirine. Li vir Serheng Nîkuzad parçek qumaş ji çanta xwe deranî ku rengê wî sor û sipî û zer bû, çekoç û das li ser hatibûn çêkirin, ji Qazî Mihemed re got: Erê hemû hûkumet û ala û teşkîlatên te ev nîne?! Serhengî tif kire alay û xiste jêr lingê xwe?! Hemberê vê kiryara Serheng, Qazî Mihemedî got: Bo cara yekem qet ev alayê Kurdistanê nebûye, ji berku alayê me çekoç û das li ser nîne, duwem, ev helwesta te nîşana kêm aqlilî û bêşi'urî ya te ye, pirr bawer be destê we nagihîje alayê Kurdistanê ku hûn bêrûmet bikin û dê rojek bête li ser vî xanîyê ez têde tême dadgehîkirin, wê bête hilkişandin û bilind kirin.
Min alayê Kurdistanê daye destê Mela Mistefa Barzanî û li ser milên wî ye, ji vî çiyayî bo yê din û ji vî bajarî bo yê din, ji vî welatî bo yê din dibe, heya rojek wê li ser tevayan çîya û bilindahîyên Kurdistanê bête hildan û biheje, pirr bawer bin ew roj wê bête. Serhengî daxwaz ji Qazî Mihemed kir her çend ev babet dûre ji kar û barên dadgehê,¬ eger di şiyan de hebe bo wî bahsê hinek sexletên (taybetên) Mela Mistefa’yê Barzanî bike.
Qazî Mihemed got: Ji mela Mistefa’yê Barzanî bigere, te bixwe got, Mela Mistefa kesek biyanî ye û ev dûre ji kar û barên dadgehê.
Lê carek din Serhengî daxwaz jê kir.
Qazî got: Eger bi temamî basê Mela Mistefa Barzanî ji te re bikim, dûr nîne tu wisa hizir bikî ku layengirî û demagîrîya Kurdane bi min girtîye.
Serheng Eta bo wî sûnd xwar ku min bawerî bi rastgotina te heye, di vê dadgehê de bo min rohinî bûye ku her tiştekê te gotî û dibêjî, ji kûratîya dilê te derdikeve û bi bawerî ve dibêjî.
Qazî Mihemedî got: Ez nikarim hemû sexlet û taybetmendîyên Mela Mistefa Barzanî ji we re bas bikim, hûn jî qet nikarin bi temamî Barzanî nas bikin, ji ber ku eger ez bêjim qet hûn pesend nakin ku dujminê xwe bi van hemû kiryar û reftar (helwest-War) û sexletên baş û ciwan nas bikin, ji ber ku di rêza dujminatîya we de ye.
Dadistanî daxwaz ji wî kir li pey pêzanînên xwe Mela Mistefa bi wan re bide naskirin, ka çi derbarey wî dizane, bêje.
Qazî Mihemed carek din got: Ne ez û ne kesê din nikare Barzanî wek xwe bi we bide nasîn, ez hez dikim hûn ji vê çendê bigerin.
Lê dîsan wan daxwaz jê kir basê Barzanî ji bo wan bike.
Qazî got: Baş e, lê tenê di çend ristekan (hevokan) de dikarim bêjim Mela Mistefa Barzanî, di dîrokê de, ji mêrxasî û merdinî û şeref û mirovayetî û azayetî û nerevîn û keramet û netirsî çiqas kesên mezin hebûne, Mela Mistefa jî yek ji wan e. Çiqas musilmanên sedrê islamê ji bawerîyê û rastîyê û pakîyê û dilsozîyê bo xweda û olî û xelkê hejar û belengazên milletî hebûne, ew hemû taybet li cem Barzanî jî hene. Mîna Se' dî dibêje: Hirançe xoban himedarend, ew bi tenha dared. Hûn hez dikin bawer bikin yan bawer nekin û we pê xweş bin yan we pê nexweş bin.

Hemû ew ên di dadgehê de amade bûne, ji gotinên Qazî Mihemed mendehoş man. Xuya bû ku Qazî Mihemed wan gotinan ji dilê xwe dertêne û bi pirr bawerî ve dibêje û çi guman têde nebû, ku ew sexletên dayne pal Mela Mistefa Barzanî ne ji bo xatira Mela Mistefa bûn, ne ji ber heyeta dadgehê bûn.
Eta ji Qazî Mihemed re got: Çima tu hinde ji Serheng Nîkuzad hêrs bûyî, her çende me bihîstîye di vî welatî de tu kes bi qasî te hêmin û li ser xwe nîne?
Qazî Mihemedî got: Ez wî mafî nadim tu kesan ku gelê min bê rûmet bike û niha ji bo xatira wî milletê ez bi sêdaredanê hatîme hukim kirin, ca ji bo xatira çi niha amade bim? bê rûmet kirinê ji her xwarî (nizmayî-daketin-War) û nepeyawekî (nemerdî) qebûl bikim û min tenê bersiva wî daye nek pêtir, ev karê xwedayî ye ku divê xwêrrî û neciwanmêrek bête û bê rûmetîyê bi milletê Kurd bike? Ev ji jêhatin û şarazayî û zanîna we nîne, çima ezê bê hurmetîya we qibûl bikim. Mîna Se'dî dibêje: Hira engis dest ez can bişevîd herançe derdî dil derd bigoyid. Ya min ji xwedayî daxwaz kirî, xwedayî ji min re da, ango, mirin û şehîdbûn ji pêxemet olî û gelê min, hêvîdarim bi rûyek geş ve biçim bo baregayê xwedayê mezin û dilovan.
Li dawîya wê dadgehîkirinê tawanek din jî xistin stuyê/milê Qazî Mihemed ku helbestek bo komek zabît (subay) û kadirên komarê xwandîye û wan jî bo xwe kirîye dirûşim. Lê di bersivê de Qazî dibêje bo cara yekeme ez vê helbestê dibihîzim.
Serwan Kiyomers Salih dinivîse: Min beşdarî di pirranîya dadgehîkirin yên meydanî û leşkerî de kirîye, lê tu kesên mîna Qazî Mihemedî bi cerg û cesaret û wêrek min nedîtîne. Qet di dema dadgehîkirinê de neditirsa û pirr bi bêtirs dipeyivî û bersiva pirsyaran dida, mîna kesekî yê di cejin û şahîyê de rûniştî bû, ne ku di dadgehê de.
Kiyomers Salih dinivîse: Dema Serheng Nîkuzad bêrûmetî bi Qazî Mihemed û gelê Kurd kirî û Qazî Mihemed pirr bi tundî bersiva wî da. Qazî Mihemed got: Yên pêşî me, pirr ji me baştir hûn naskirîne. Xweda ji wî helbestvanî razî be yê gotî ( .................. ). Kiyomers dibêje (helbesteka Farisî ya zor bi raman û berz xwend ku rih û rîşalên Ecem û Şî'a derdixistin), min hez dikir wê helbestê binivîsim û bizanim helbesta kê ye, lê dem dema dadgehê bû û ez nikarîm wê helbesê pê dûbare bikim. Û paş xwandina helbestê Qazî got: Wusan hûn bi me dane naskirin.
Dîsan Serheng Eta ji Qazî Mihemed pirrsî: Piştî ku Mela Mistefa Barzani ji vir çû, çi peywendîyek wî digel te çêbûye? Eger çêbûye di çi roj de û çawa?
Qazî Mihemedî got: Heya Barzanî gihîjaye dewr û berên Şino û Nexede me peywendî bi hev re hebû, lê paş dûrketî peywendî neman û min tu agehî ji wî nîne .
Dîsan ji wî pirsîn: Erê dikarî bêjî dema te peywendî digel Mela Mistefa hebû, çi nexşeyek (pîlanek-War) jibo rizgarkirina te li cem Mela Mistefa hebû?
Qazî Mihemedî di bersivê de got: Mela Mistefa Barzanî zor hewil da ez pê re biçim, hêşt ez nexistîme zîndanê ji min re got nabe ez dilê xwe bi wê çendê xweşkim ku ez bêtawanim. Mela Mistefa yê Barzanî wêneyê rast û dirustê we Eceman bo min kêşa û ez têgehandim ku hûn çine û kîne.
Serheng Eta jê pirsî : Dikarî ji me re xuya bikey ew wêne çi bû û yê çawa bû?
Qazî Mihemedî got: Bi rastî, Barzanî hûn ji her kesek din baştir naskirine! Mela Mistefa ji min re got, “ tu gel û millet wek Eceman nîne, Eceman dema desthelat hebe ji xwe bêrehim û bêwijdan û zalimtir nabîne, dema jêrdest dibe, tu kes nikarin û nizanin mîna wan xwe mezlum bike û hêvîya ji xwedî desthelatê bixwaze. Di dema pirrhêzîya xwe de, çi ji destê wan tê dikin û di dema bê desthelatîyê de, bi her tiştekê xwe derbaz bike dike. Lewra pêwîste tu bi hêvîya wê çendê nebî ku te tu tawan nekirîne û Ecem wê li te xweş bibin.”
Dîsan Serheng Eta jê pirsî: Tu poşman nebûyî ku bi wî re neçûyî?
Qazî Mihemed got: Eger xwedayê mezin mirina min a bi vî awayî bi hîlandanê (tunebûnê) danenê, ez poşman nînim. Ji ber ku min soz ji milletê Kurd re dabû, bi wan re bijîm û bi wan re bimirim. Dizanim eger ez çûbûyam û neketibam destên we, weyê jibo tolhildana ji min, pirr kesan ji xelkê Mahabadê û milletê Kurd bikuştana. Lewra xweşhalim ku, yekem; bê tawan ez wê bihêm kuştin, a duwem; min soza xwe bicî anî. Hêvîdar im rûgeşê dinyayê û qiyametê bim, li cem Xweda û milletê Kurd jî.
Pirsyar: Dema tu hatî zîndankirin, li derûdorên Mahabadê jibo rizgarkirina te, nexşeyek Barzanî hebû ?
Qazî Mihemed: Belê, Barzanî xeberek ji min re şand ku di her şevekê de dikare hejmareka pîrr a pêşmergeyên xwe bişîne û bi çi awayekî be min ji zîndanê rizgar bike. Merema Mela Mistefa ew bû, di zîndanê de nemînim heya neyêm kuştin.

Pirsyar: Çira ew kar nekir?
Bersiv: Min bixwe nedixwest.
Pirsyar: Çira ? Çira te nedixwest rizgar bibî?
Bersiv: Ji ber çend egeran (sedeman).
Serheng Eta jê pirsî: Ew eger çi bûn?
Qazî Mihemed: A yekem, ji ber wan soz û peymanan bû ên min dane gelê xwe û ya duwem jî, ji bo hindê bûye, bêtir xûn neyê rêtin nemaze ji pêxemet mana min di jiyanê de û ez kovandarê kuştin û kuştaran bûm.
Serheng Eta: Bi rastî tu kovanadarê xwe bûyî, yan ê Barzanîyan, yan jî kovandarê serbazên me bûyî?
Qazî Mihemed: Na bi xwedê, ne kovandarê xwe bûm û ne kovandarê serbazên we bûm. Lê ez kovandarê Kurdan û xortên Barzanîyan bûm. Eger ew nebûya, min ji xwe ra danî bû û min dizanî her wê bême kuştin û ev hêvîya min e.
Serheng Eta: Dikarî ji me re bêjî jibo çi evqas kovandarê Barzanîyan î?
Qazî Mihemed: Ji ber ku Mela Mistefa û Barzanî hêvîya paşeroja milletê Kurd in û min jî alayê Kurdistanê daye destên wan, ew dê wê alayê biparêzin û heya roja wî bête, alayê Kurdistanê wê li cem wan be. Ne ku ew e, yê Serheng Nîkuzad tif lê kir û bin pîyên xwe kir. Hêvîya min ji xwedayî ew e, ew ala bi destê pirrhêzê Barzanî li ser vî xanîyê ez têde tême dadgehîkirin û hemû cihên bilindên Kurdistanê bilind bibe û biheje.
Serheng Eta: Pirsa dawîyê; bi rastî, tu bi xwe neçûyî yan Mela Mistefa te bi xwe re nebir û hez nedikir tu bi wî re bî?
Qazî Mihemed: Wisa dîyare yên heya niha min gotin, te bawerî pê nîne?
Serheng Eta: Ez dîxwazim tu vê rastîyê ji min re bêjî.
Qazî Mihemed: Serheng! Hişyar bî, tu jî min bê rûmet neke! Çira tu rastîyê ji min dixwazî? Ev nerastî ye, ne!? Ezê ber bi ku ve herim, ev xaka Kurdistanê ye! Bav û bapîrên min li vir jiyane. Ez jinsexlet nînim heya welat û milletê xwe licıh bihêlim û bazdim!
Serheng Eta ji tirsa wê çendê ku Qazî Mihemed dûbare turre nebe û mîna Nîkuzadî wî jî bê rûmet neke, bi lez daxwaza lêbûrînê kir û sond xwar ku merema wî bêrûmetkirina Qazî nebûye, tenê gotinek weha derketîye. Û bi rastî ji te dixwazim bersiva vê pirsê jî bide; ku tu ewqas hez li millet û welatê xwe dikî, çira rê didî biyanîyan bêne nav welat û bibin serbazên gelê te ?
Qazî Mihemed: Hûn vê peyvê zor dûbare dikin, diyare merema we hêzên Rosî û Îngilîzî ne?
Serheng Eta: Na, merema min Mela Mistefayê Barzanî ye.
Qazî Mihemed (bi pêkenîn ve) got: Ev demeke min bersiva vê pirsa we daye û dûbarekirin ne pêwîst e, min ji we re got, Mela Mistefa Kurd e û Kurdistan mala hemû Kurdekî ye û Mela Mistefa wek mirovek ji beşekê mala xwe hatîye beşek din, hemû kesekî ew maf heye li her cih û alîyekê mal û milkê xwe rûne û ev mafê wî ye. Û baş bizanin min bi xwe hez nekir biçim, eger ne çendîn tirombêl li ber dest min hebûn û her dem û gaveka min hez kiriba ez dikarîm biçim û ji xaka Îranê derkevim.
Min pirr baş encamên karê xwe jî dizanî û min hûn jî pirr baş nasdikirin. Her wek Barzanî gotî, kes nikare mîna we Eceman di dema şikestin û bê desthelatîyê de hêvîyan bixwaze û mezlumeyetîya xwe nîşan bide, lê di dema desthelatdarîyê de tu kes ji Eceman zalimtir û bêrehimtir û dilreştir û serreqtir nîne.
Bi vî awayî dadgehîkirina Qazî Mihemedî bi dawî hat.
Ji nû dora Mihemed Husên Xanî Seyfî Qazî hat û zor bi heybet û li ser xwe û bi cesaret (wêrekane) hate hundirê dadgehê û her hizir nedikir ku ev dadgeh e .
Serheng Nîkuzad hate ser cihê xwe û li Seyfî Qazî nêrî û dest bi pirskirinê kir .
Pirsyar: Çima tu bûyî wezîrê şer û çira te ev berpirsyarîyê wergirt û merema te ji vî karî çi bû?
Seyfî Qazî: Min bi şanazî ve ew erk wergirt û merema min tenê ew bû xizmeta gelê xwe bikim.
Pirsyar: Merema te xizmet bû yan ew bû bi rêya vê berpirsyarîyê pere û diravî kom bikî û pê bijî?
Seyfi Qazî (bi pêkenîn ve): Serheng, eger tu min nas nakî, bizane bo komkirina pere min ew kar nekirîye, belku min 2 milyon tîmen bo milletî û Komara Kurdistanê xerc kirîne ku pereyê min bi xwe bûye. Serheng, xuyaye ji bil wê çend ku tu min nas nakî, tu, ti tiştekî ji kar û edalet (dad) û nerîtên dadgehê jî nizanî.

heci is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 14-12-2006, 01:02 PM   #3 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,333
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6802
Rep Puaný : 679644
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Li vir, jiber ku serheng hêşta ji gotinên Qazî Mihemedî turre bû û dilê wî pirr bû, hest bi şikestinê dikir, dixwest bi behaneyekê xwe ji Seyfi Qazî turre bike. Lê Seyfi Qazî ew agehdar kir û jêre got: Êdî me dest ji jiyan û malê xwe şûştîye û eger hindî serê derzîyê cesaretê bidî xwe û bê rûmetîyekî bikî, ez mîna Qazî Mihemed nîn im, tenê bi gotin bersiva te bidim, (destê xwe guvaşt wek mistekê nîşa serhengî da û got): Bi vê mistê ezê ser û dindanên te bişkênim, axir ji mirinê pêtir ku hêvîya me ye jî ti tiştê din tune ye. Heya niha we milyonek direw û bêbextî û gotinên neşîrîn û tiştên din ên bêraman ji me re dirust kirîne, ji nû ve hun divên şaşî û tiştên ne di rê de pêtir lê bikin. Ew hemû direw û bêbextîyên ku we ji me re dirust kirin, ti binya û binek jê re nîne, lê ez li vir radigehînim ku wan hemû direw û bêbextîyan bi şanazî ve li ser xwe qebûl dikim. Êdî ez amade nînim bersiva tu pirsyarên we bidim.
Bi vî awayî dadgehîkirina Seyfi Qazî jî bi dawî hat.
Ji nû gerr (dor) gihîja Ebû El¬ Qasim Sedrî Qazî û wî anîn dadgehê. Yekem pirsyara ku ji wî hatî kirin ev bû:
Erê merema te ji nivîsîna wê namê çi bû, ya te ji Qazî Mihemed re şandî û tê de daxwaz jê kirî xwe ragirin heya ji Handeran alîkarîyên leşkerî digihîjin we?
Sedrî Qazî got: Tu tiştên weha rûnedane û eger dibêjin rûdane fermo bixine berçav.
Dadistanî got: Ew çi helbeste ya te jibo Barzanî nivîsî?
Sedrî Qazî got: Belê ew min nivîsîye, min Barzanî vîyaye û helbest ji wî re nivîsandîye.
Dadistan dûbare pirsî: Ew alîkarîya te di nama xwe da nîşan pêkirî pêşî nûha jî hebûye yan jî cara yekeme ji alîyê bîyanîyan ve alîkarî ji we re tête şandin?
Sedrî Qazî got: Ez dibêjim tu tiştên weha rûnedane.
Dadistanî carek din got: Çima li Tewrêzê te kombûn bi Pîşewerî re kirye û gotûbêj bi Nemaz Elîyof fermandarê Rosî li Miyandwaw û Elîksander li Meraxe û konsolê Rosî li Ormîye re kirîne û pê re rûniştîne.
Serdî Qazî got: Ev pêwîstîyên wê rojê bûn.
Dadistan got: Ew karek casusî bûye bo Rosan?
Sedrî Qazî (ev boçûna wî retkir û) got: Casusî bo kê? Çira, çi di welatê me de hebû Rosan nedîtibît. Tiştek, ciyek heye Ros bi xwe neçûbinê?
Carek din dadistanî hinek navên din bilêv kir ku awa û awat nivîsîne .
Sedrî Qazî got: Her tiştekê min bo her ciyekî nivîsandibît, min danek (nisxek) li cem xwe hiştîye, dosêya min bişînine Tehranê name û belgenamên min hemû li wir in, wê baştir rohnî be, ka min çi bo çi ciyekî nivîsandîye.
Bi vî awayî dûbare dadgehîkirina her sê Qazîyan bi dawî hat. Desteka (heyeta) dadgehîkirinê dûbare dest bi hevpeyvînan kir, lê vê carê ne mîna cara pêşîn¬ ku kêmtir ji nîv se'etê hevpeyvîna xwe bi dawî anî û birryara xwe wergirt.¬ Desteka dûbare dadgehîkirinê birryara xwe di mabeyna pêtir ji 10 se'etan da, di vî mabeynê de peywendî kirina bêtêlê di nêvbera Tehran û Mahabadê de berdewam bû, heya se'et 12ê şevê desteka dadgehîkirinê birryara sêdaredana her sê Qazîyan wergirt û pirr bi lez vê birryarê ragehandin Tehranê, ji wan re got.
Her çend ne Qazî Mihemed, Sedrî û Seyfî Qazî û ne em tu tiştekî ji birryara Tehranê negihîjayan. Lê dema ku me dît reng û rûyê fermandarê nîzamî zor hat guherîn û destên wî dilerizin û bi lez bi rêya bêtêlê hewil dide peywendîyê bike, me hest kir ku ev tundtirîn birryare hatî wergritin.
Her çend birryar wesa bû ku wê şevê tenê nîv se'etê peywendîya bêtêlê bi Tehranê re hebe, lê xuya bû ku wê şevê stada leşkerî û Saraya Şah heya sibê çaverêya encamên dawî yên dadgehîkirinê bûn.
A rast dadgeha dûbare pêdaçûn û dadgehîkirinê jî, her wekî tawanên dadgeha meydanî ya pêşî nûha dûbarekirin û bo tu tawanan belgeyê pêwîst berçav nekirin, tu pûte jî bi redkirina van tawanbaran (Qazîyan) neda û birryara sêdaredana hersêyan pesendkir. Êdî li pey ciyekî li nav bajarî geryan vebînin heya darê sêdarê li wir danin. Xuya bû fermandarîya nîzamî rojekî berîya biryara dadgehê ku bête wergirtin, ew xanîyê li Çiwar Çira heye destnîşan kiribû, anku her li despêkê ciyê sêdaredana wan hatibû destnîşankirin.
Fermandarî got: Me ciyê pêwîst amade kirîye.
Di despêkê de xwest bicî anîna li sêdaredana wan bo fermandarîya Mahabadê bicî bihêlin. Me digel desteka dadgehê xwe amade kir vegerîne Tewrêzê û li wir ber bi Tehranê biçîn. Lê ji nişkekê ve birryar hat dayin ku heya bicî anîna sêdaredana wan pêwîste desteka dadgehê li wir amade be. Em neçar bûn bimînin, heya li sêdaredana Qazîyan bi rêve diçe.
Paş dadgehîkirinê, her sê Qazî di ode (jûr)ekê de hatibûn danîn û dewr û berên wan serbaz hatibûn danîn, ne ku niyaza wan ew be xwe rizgar bikin.
Birryar hat dan yek bi yek li tirombêlan bêne siwarkirin û her tirombêlekê 10 serbaz di gel siwar bin. Ji wan re gotin; emê we bişînîne Tehranê.¬ Fermandarîya Mahabadê destûr da efserekî, biçe yek bi yek wan bîne meydana Çiwar Çira.
Kiyomers Salih dinivîse: Ez jî ji bo temamkirina rapora xwe, bo kovara xwe çûme di nêv zîndanê de, dema ez bi efserekî re çûme di nêv zîndanê de me Qazî Mihemed dît, nivêj dikir. Efserî ji Qazîyan re got: Xwe amade bikin emê we bişînîne Tehranê. Sedrî û Seyfî Qazî nemaze Ebû El¬ Qasim pirr pê xweş bû. Paşî ku Qazî Mihemedî silava nivêjê veda, me dît hatina me û gotina me tu kar têde nekirîye, bi lez cil û berg û tiştên xwe komkirin û amade bûn û got: Destûrîyê bidin em malîyên xwe bi çûna xwe ya bo Tehranê agehdar bikin, heya pere jibo xercîya rêya me ji me re bînin.
Wî efserî got: Ne, pêwîst nake, ji ber ku berpirsên payeberz pere ji bo xercîya rêya we dane efserê berpirsê vî karî, lewra pêwîst nake hûn pere digel xwe bînin.
Li pey birryarê, her yek ji Qazîyan bi tevî 10 serbazan re siwarî komyonekê kirin, lê her li êvarîya wê rojê fermandarîyê rewşa ne asayî li nêv bajarî ragehandibû, hemû cûreyên ji mal derketinê hatibûn qedexekirin. Efser û serbazên çekdar li tevayê nêv bajarî û dewr û berên bajarî hatibûn belavkirin. Di dema nîv se'etê da her Qazîyek bi tevî 10 serbazan re li komyonekê hatin siwarkirin. Qazî Mihemed li komyona yekem û Mihemed Husên Seyfî Qazî li kamyona duwem û Ebû El¬ Qasim Sedrî Qazî li kamyona sêyem siwar kirin û çaverê bûn birê bikevin. Lê li Tehranê destûrî hatibû dan jibo tirsandina xelkê Kurd û pend wergirtinê, li meydana Çiwar Çira li nêv bajarê Mahabadê bi darê sêdarê ve bêne helawîstin. Dema ku desteka dadgehê berve Mahabad hatî, fermandarîya Mahabadê ew xanîyê li meydana Çiwar Çira hey ji xelkî çolkirbû, bi berhana wê çendê ku efserê çavdêrîkirina bajarî wê li wir be. Ew xanî sê dergehên wî hebûn; yek ji dergehan bo meydanê dihat vekirin û yê din bo derveyê meydanê û yê din bo hewşa biçûka xanî dihat vekirin. Destûr hat dan ku komyona Qazî Mihemed berve meydanê here, dema kamyon gihîşte ber dergehê xanîyê meydana Çiwar Çira, Qazî Mihemed pirsî; çira pêwîste 1i vir peya bim? Efserî jêre got: Çûna te ji vir ber bi Tehranê wê li vir bête rêxistin û çend pirsyarek mane wê li vir ji we bêne pirskirin. Qazî Mihemed peya bû, dema hate nêv xanî dît dadistan serheng Nîkuzad û Melayekî Kurd û çend serbazekên çekdar li wir in, herweha maseyeka mezin li wir hatîye danîn û Qur'anek li ser e, her weha serokê saxlemîyê ku ji Tehran ber bi Mahabadê hatîye li wir in. Li vir yekser têgihîja ku çûna berve Tehranê direwe û bi vê behanê wan anîne Çiwar Çira. Dadistan serheng Nikuzad dest bi xwandina hukmê dadgehê kir û ji wî re got: Pêwîste niha ev hukm bête bicîanîn.
Ji Qazî Mihemed re got: Eger te wesyetek heye bike yan jî binivîse. Qazî Mihemed pirr bi lez çû pişt masê û dest bi nivîsîna wesyetnama xwe kir, heya çend rûpelek nivîsîn û wesa xuya bû westyayî bû, lewra ji melayê Mahabadê re got: Were ya ez dibêjim binivîse. Qazî Mihemedî pirr bi rohnî digot û pê dida nivîsîn. Got binivîse filan erd û filan cih bo mizgeftê û xwandingehê û nexweşxanê bin, heya ku nevîyên gelê Kurd ên paşerojê fayde jê werbigirin. Şîret li gelê Kurd kirin ku yekgirtin û bihevra jiyan û ji hev hezkirin hebe. Dema wesyetnama wî bi dawî hatî dest da nivêjkirinê, vê çendê nizîkî 2.5 se'etan vekêşa. Dadistan di biser birina vî demê dûr û dirêj de zor dilgiran bû, yê bi lez bû ku vegere Tehranê. Piştî ku Qazî Mihemedî wesyetnama xwe nivîsî û nivêj kirî û hêvîyên xwe ji xwedayê xwastîn, daxwaz kir destûrîyê bidinê çend wesyet û şîretan bo gelê Kurd binivîse, dadistanî destûr dayê. Daxwaza qelem û kaxezan kir, ji wî re anîn, her ji bo hindê ku dadistan Serheng Nîkuzad û hemû berhevbûyî bibihîzin û têbigihîjin, ji mela re got were binivîse. Got, mela her tiştekê ez ji te re dibêjim tu binivîse, melayê ji wî re got: Qurban çi binivîsim, ez nizanim ya cenabê te, divê dadistan wê destûrîyê ji te re bide ez binivîsim. Qazî Mihemed turre(hêrs) bû û got: Dadistan kî ye? heya ji min re destûr bide yan nede? Min divê bêjim:

(Li vir Kiyomers Salih dibêje: Qazî Mihemedî ew tiştên bi farisî ji mela re digotin, ji wî dixwest ku ew bi Kurdî binivîse.)
Melayê got: Qurban ez nizanim bi Kurdî binivîsim.
Qazî Mihemed hêrs(turre) bû û got: Ev jî bextreşîyeka din a gelê Kurd e.
Carek din Qazî Mihemed bi xwe dest bi nivîsîna wesyetnama xwe kir, bi xetekê pirr ciwan bi vî awayî nivisî:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan;
Miletê Kurd û birayên min ên ezîz! Birayên min ên beşê wan hatî xwarin! Miletê min ê zolim lê hatî kirin! Vaye ez dixwazim di gavên dawî yên jiyana xwe de çend şîretan li we bikim; ji bo xatira xwedayî êdî dijminatîya hev nekin, hev bigirin, pişta hev bigirin, li hemberî dujminê zordar û zolmê rawestin, xwe bi dijmin re nefiroşin, dijmin her dem heya karê xwe bi we bi cî tîne hûn divên û qet rehmê bi we nabe û qet li we nabûre.
Dijminên gelê Kurd zor in, zalim in, zordar in, bê rehm in. Remzê serketina her gel û netewekî yekgirtin û yekbûn e, piştevanîya temama milletîye, her milletekê yekêtî û tevayî nebe herdem wê li jêr destê dujminan be. Gelê Kurd, we tu ji gelên liser rûyê vî erdî kêmtir nîne, belku di mêrxasî û xîret û jêhatinê de zor ji wan gelên rizgarbûyî li pêştir in. Ew milletên ji dest dijminên xwe yên zordar rizgarbûne mîna we ne, lê ew ên xwe rizgarkirî yekêtî di nêv wan de hebûye, bila hûn jî mîna hemû gelên liser rûyê erdê êdî jêrdest nemînin. Her bi hevgirtinî û bê hesûdî, bi hev nebirinê û xwe nefirotina dijminan netewe yê me dikare rizgar bibe. Birayên min! dijminê Kurd ji her reng û qewmekî be her dujmin e; bê rehm e, bê wijdan e, rehmê bi we nabe, wê we bi destên we bi xwe bide kuştin, wê we temah bike û bi fêlbazîyên xwe û bi direwan we li hev bixe. Di nêv hemû dijminên gelê Kurd de dijminê Ecem ji hemûyan zalimtir û mel'untir û xwedênenastir û bêrehimtir e, destê xwe ji tu tawanên hemberî gelê Kurd naparêze, bi dirêjîya dîrokê kerb û kîn dijî gelê Kurd hebûye û heye. Binêrin tevaya mezinên gelê we ji Simayîl Axayê Şikak heya Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengurr û çendîn mirovên din her hemû xapandin, aram kirîne û xelk ji piştevanî kirina wan dûrxistîye û ji nû zor nemerdane kuştîne, ji wan re sûnd bi Qur' anê xwarîye ku Eceman niyaza xêrê bi wan re heye û wê çakîyê bi wan re bikin. Lê her Kurd e û zû bawar ji sûnd û sozên Eceman dike û pê tête xapandin, lê bi dirêjîya dîrokê heya niha tu kesan nedîtîye tu caran Ecem soz û peymanên xwe bicî bîne û tu sozên xwe bi Kurdan re bicî ne anîne, her hemû direw û fêlbazî kirine. Ez, wek birayekê biçûkê we, di rêya xwedayê de û bo xatira xwedayê ji we re dibêjim hevbigirin û qet pişta hev bernedin. Pirr bawer bin eger Ecem hingivînî bide we, dîyare jehr kirîye di nêv de, bi sûnd û soz û direwên Eceman nehên xapandin, eger hizar caran dest li Qur' ana pîroz jî bidin û sozê bidin we jê bawer nekin û pirr bawer bin tenê merema wan xapandina we ye.
Vaye ez di gavên dawî yên jiyana xwe de bo xatira xwedayê mezin şîretan li we dikim û ji we re dibêjim ku xweda dizane ya ji dest min hatî bi ser û can û têkoşîn, bi şîret û nîşandana rêya rast min xebat kirîye, niha jî di vê gav û rewşê de bi we radigehînim ku êdî bi Eceman nehên xapandin û bawer ji sûnd û dest li Qur' an dan û soz û peymanên wan nekin. Ji ber ku Ecem ne xweda nas dikin û ne bawerî bi xweda û pêxemberî heye û ne bawerî bi roja qiyametê û hisab û kîtabê heye. Ji alîyê wan ve tenê ku hûn Kurd in bila misulman jî bin tawanbarin, bo wan dujmin in, ser û mal û canê we bo wan helal e û bi xezayê dizanin, her çende soza min bi we re ew nebû ku ez biçim û we di dest dujminê dilreş de bicî bihêlim, lê zor caran jî dema min hizir di bûrî û mêrçakên me yên mezin de dikir ku Eceman bi sûnd û direw û fêlbazîyan girtîne û kuştîne. Ji ber ku di qada mêrxasîyê de dujmin nedikarî li hemberî wan raweste, lewra neçar dibûn bi derewan bixapînin û bikujin.
Ew hemû herdem li hizra min bûn û qet min bawer ji Eceman nekirîye. Pêşî ku Ecem vegerine vir, çendîn caran bi şandina naman û kesên navdarên Kurd û Faris û bi dana soz û peymanên zor mezin ku dewleta Ecem û Şahî bi xwe niyaza xêrê heye, amadene û naxwazin yek dilopa xûnê di Kurdistanê de bête riştin. Nûha hûn Ecaman û soz û peymanên wan bi çavê xwe dibînin, eger serok hoz û eşîretên me yên Kurdan xiyanet nekiriba û xwe nefiroştiba hukmeta Eceman, ev bi serê me û we û Komara me ne dihat.
Wesyet û şîreta min ew e, ku zarokên we bixwînin, ji ber ku em milletê Kurd tu ji milletên din kêmtir nîne, tenê xwandin nabe, bi xwînin heya hûn ji karwanê gelan paş nekevin, xwendin çekekê kujeke bo dujmin. Pirr bawer bin eger tebayî û hevgirtin û xwendewarî di nêv we de baş be, hûn wê baş bi ser dujmin de serkevin. Nabe ku bi kuştina min û bira û pismamên min hûn bitirsin, pêwîste zor kesên din ên wek me divê rê de bikin qurban heya digihîjin hêvî û merema xwe, ez bawer dikim ku zor kesên din jî wê bihên xapandin û ji nêv birin.
Ez bawerim zor ji wan ên paş me jî, ji alîyê Eceman ve têne xapandin ê ji me zanatir û jêhatîtir bin, lê hêvî xwazim kuştina me bo we bibe pend û îbret. Jibo dilsozên gelê Kurd, min wesyeteka din bo we heye ku ji xwedayê mezin daxwazê bikin ku hûn çi jibo serferazîya Kurd dikin alîkarîyê bi we re bike, ez pirr bawerim xwedayê mezin wê alîkarîya we bike û we serbixe. Renge ji min bipirsin çima tu sernekevtî? Di bersivê de dibêjim, bi wî xwedayî ez ê serkeftî me, çi serkevtin ji vê mezintire ku niha ez di rêya gel û milletê xwe de ser û mal û canê xwe dikim qurban, bawer bikin min bi xwe pirr ji dil hezdikir eger mirin di rêya xwedayî û pêxemberê xwedayê û gel û milletê Kurd de be û bi rûyek geş bimirim, jibo min ev mirin serkevtine .
Ezîzên min! Kurdistan mala hemû Kurdekî ye, her wekî di malê de endamên wê malê herkes çi cûre kar û kiryar dizane dihête rasipardin wî karî bike, Kurdistan jî her ew male. Eger we zanî kesek ji endamên wê malê karek ji destê wî tê, li wî bigerin bila wî karî bike. Êdî nabe em astengan bixene ser rêya wî û nabe bi wê çendê dilgiran bin ku yek ji we berpirsatîyek mezin di dest de ye, eger karek mezin kete ser milên kesekî û birêve dibe, xuyaye wî karî dizane û berpirsatîyek mezintir li hemberî wî erkî heye. Pirr bawer be birayê te yê Kurd pirr ji dujminê dilkerb û kîndar çêtire. Eger berpirsatîyek mezin li ser milên min nebaye niha ez li jêr darê sêdarê ranediwestam, lewre nabe digel hev di hesîd bin. Ewên fermanên me bicî nedianîn, ne tenê ferman bicî ne dianîn, belku dujminatîya me dikir, ji ber ku me xwe bi xizmetkarê xelkê xwe dizanî. Niha ew li nêv mal û zarokên xwe di xewek şîrîn de ne, lê em bi navê xizmetkirina ji milletî re vaye li jêr darê sêdarê ne û niha ezê gavên dawî yên jiyana xwe bi nivîsîna vê wesyetnamê timam dikim. Eger berpirsatîyek mezin li ser milên min jî nebaye, niha dê ez jî mîna we di nav mal û xêzana xwe de, di xewek şîrîn de bibûma. Ev şîretên ku ez jibo ew yên paş xwe dikim, yek ji wê berpirsatîya li ser milên min in, ez bawerim eger kesekê din ji we berpirsatîya min bi stûyê xwe ve girtiba, niha wê ew li şûna min li jêr darê sêdarê bûwaye. Vaye mi bi merema razîbûna xwedê û li pey wê berpirsatîya li ser milên min, wek Kurdekê xizmetkarê gel û di rêya karê çak de, ev çend şîret kirin ku hêvî xwazim hûn ji îro paşve îbretê jê wergirin û bi temamî guhdarîya şîretên min bikin. Bi hêvîya xwedayê mezin dê bi ser dujminan de serkevin.


 Bawerîya we bi xwedê û her tiştekê ji cem xwedê hatî û peristina xwedê û pêxemberî (s.i) û bicî anîna erkê olî ya mukum bît.
 Yekîtî û tebayî yê di nêv xwe de biparêzin, karên neçak nekin, li hemberî hevdû di hesûd nebin, nemaze di berpirsatîyê û xizmetkirinê de.
 Xwandin û zanist û hêla-dereca zanyarîya xwe pêşde bibin heya ku kêmtir bikevin davên dujminan.
 Bawer ji dujminan nekin, nemaze dujminê Ecem. Ji ber ku bi çend rêyan Ecem dujminên we ne; dujminên gel û nîştîman û olê we ne. Dîrokê xuya kirye ku herdem bi behaneyê li Kurdan dixin û bi kêmtirîn tawan dê we bikuje û ji tu tawanekê hemberî Kurdan desta naparêze .
 Jibo çend rojên jiyana xwe ya bê qîmet ya vê dinyayê, xwe bi dujminî re nefiroşin, çunke dujmin dujimin e û ciyê tu bawer pêkirinekê pêre nîne.
 Xiyanta hevdû nekin; ne xiyaneta sîyasî, ne giyanî, ne ma1î, ne namûsî. Çunke xiyanetkar li cem xwedê û mirovî, sivik û tawanbar e, xiyanet wê bi rûyê xiyanetkarî de vegere.
 Eger yek ji we karî karekî we bê xiyanetkirin bike, alîkarîya wî bikin, nek ji bona hesûdî û pexîlîyê dijî wî rawestin, xwedê neke li ser wî bibin casusên (sîxûrên) biyanî.
 Ev cihên ku min di wesyetnama xwe de nivîsîn bo mizgeft û nexweşxane û xwendihgehê, hûn hemû li pey şiyanên xwe daxwaz bikin heya ku fayde jê bête wergirtin.
 Hûn ji xebat û têkoşînê ranewestin, ta ku wek hemû gelên din li jêr destê dujminan rizgar dibin. Malê dinyayê tu ne ye, eger we welat hebe, serbestî hebe, mal û xak û nîştimanê xwe hebe, wî demî dê hemû tiştek we; mal û saman û dewlet û namûs û nîştiman jî hebe.
 Ji min re xuyaye ku ji bil mafê xwedê tu mafên din li ser min nîn in, lê eger kesek wesan hizir bike mafek wî (kêm yan zêde) li ser min heye, min samanek zor li paş xwe hiştîye, dikare ji mîratgirên min daxwaz bike û wergire.
Heya hûn hev negirin sernakevi. Zulm û zorîyê li hev nekin, çunke xwedê zor zû zaliman ji nêv dibe, ev soza xwdê ye, zalim wê bişkê, xwedê wê tola zulmê jê veke.
Hêvîxwazim guhdarîya van şîretan bikin û xwedê we bi ser dijminên we de serbixe. Mîna Se'dî dibêje:
Miradî ma nesîhet bud ve goftim
Hewalit ba xuda kerdîm ve reftîm

(Miradê me nesîhat bû û me got
Me sipart bi xwedê û em çûn- War)
Xizmetkarê Gel û Nîştiman
Qazî Mihemed

Paşî ku Qazî Mihemed nivîsîna wesyetnama xwe bi dawî anî, ji dadistanî re got hez dike guhdarîyê bike ezê ji te re bixwînim?
Dadistanî got: Pêwîst naket.
Qazî Mihemedî got: Baş e, lê ji ber ku di şerî'etê Îslamê de sêdaredan nahê pesend kirin, dema hûn min dikujin min tîrbaran bikin.
Dadistanî ev daxwaza wî qebûl nekir, ji ber ku birryara dadgehê xeniqandina bi şirîtê bû.
Carek din Qazî Mihemed got: Ezê nivêjê bikim û kar û barên pêşî mirinê bicî bînim.
Destûr pê hat dan, pêşî biçîte jêr şirîta sêdarê, li semta qîblê nêrî û herdû destên xwe bilind kirin û bi dengekê bilind hêvî ji xwedayê xwestin û got: Xwedê tu bi xwe şahidî ku min di xizmeta vî milletî de tu xemsarî û kêmasî nekirye, Xwedê tu şahidî ku ti tiştekê ji dest min hatibe di rêya te de û ji pêxemet razîkirina te min kirîye, Xwedê tola mezloman li vê dinayê û li qiyametê ji zaliman bistîne ku ez dizanim her wesa ye, Xwedayê agehdar li hemû tiştekî, hemû milletên jêrdest û milletê Kurd ji jêrdestê wan zaliman rizgar bike.
Kiyomers dibêje: Vî rê û resmê hêvî xwastin ji Xwedayê, nizîkî 20 deqîqan vekêşan, her wesa ew tiştên Qazî Mihemed bi Kurdî digotin min pirsa ramana wan anku bi Farisî ji wî melayê Kurd dikir, ew yê ku li wir amade bû.
Paş wan rê û resman Qazî Mihemed bire jêr şirîta sêdarê û li sêdarê dan, tenê di mawê dû deqîqan de Qazî Mihemed canê xwe ji dest da, se'et 4î nîvşev.
Ji nû îşaret bi wê Kamyona (tirombêl) Wezîrê Şerr ê Komara Kurdistanê Mihemed Husên Seyfî Qazî têde hat dan ku ber bi meydanê bête. Seyfî anîn di xanî de, dema çavê wî bi dadistanî û mela û serokê saxlemîyê ketî, yekser zanî mesele çiye, lê hîç têkneçû û aloz nebû. Dadistanî hukmê dadgehê ji wî re xwand û jêre got tu dikarî wesyetnama xwe binivîsî. Ew jî çû pişt masê û wesyetnama xwe di deh (10) rûpelan de nivîsî, heta nivîsîna wesyetnama xwe bi dawî anî dem ber bi sibê ve diçû. Dema ku wî ber bi meydanê birin û çavê wî ji dûrve bi Qazî Mihemedî ketî ku bi şirîta sêdarê ve hatî kirin û leşê wî li hewa ye, yekser bi zimanê Kurdî dest bi gotina diruşmên (şîarên-War) şoreşgêrî kir û bi mist û pêna, ser û çavên efser û serbazan dixits û her serbazekê dikete ber lêdana wî dixiste erdê. Ji ber ku Seyfî Qazî mîna şêran dinirrî, tevayê xelkê dewr û berên meydana Çiwar Çira ji xew hişyar kirin, digel lêdana her kesekê destê wî digihîjayê mîna şêran dinirrî û digot: Bijî Qazî Mihemed! Bijî Kurd! Bijî serxwebûna milletê Kurd! Emê bimirin, lê Kurd tu caran namire!
Ji ber ku dengê Mihemed Husên Xan Seyfî Qazî bi xwe mezin bû û ew bi xwe jî zor bi heybet û netirs bû, lewra heya gihandîye jêr sêdarê çend kesek bi mist û pêna xistine erdê. Zor kes ji ber dengê wî ji xewê hişyar bûn, lê ji ber ku rewşa ne asayî û qedexekirina hatin û çûnê her ji êvarê de hatibû ragehandin, kesî cesaret nekir ji mal derkeve.
Piştî bi şirîta sêdarê vekirî bi du deqîqan şirîta sêdarê piçya qutbû û kete erdê, carek din bilind kirin, hêjta henase dikêşa û birin bin şirîta siyê ya jibo Sedrî Qazî hatibû amade kirin û carek din helawîste ve, se'et bû pêncî sipêdê û dinya bi timamî rohnî bû.
Ger (dor) gihîja Ebû El-Qasim Sedrî Qazî, lê ji ber ku çend se'etan bû di kamyonê de çaverê dikir gêj û hêr bibû, herwesa pirr ji cihê sêdaredanê jî dûr nebû û dûr nîne nirrîna seyfî Qazî jî bihîstibît. Lewra heta radekî têgehiştibû ka karesat çiye.
Dema ji kamyonê peya kirin û anîne jor, dadistan û mela û em dîtîn dest bi hêvî xwastinê kir û got: Min tu guneh (tawan) nekirîne, hêvî dikim min bişînine Tehranê heya karê min baştir rohnî bibe. Melayê Mahabadê jêre got: Şerm û fihêtî ye, hêvîya ji wan nexwaze, mîna yên din mêrçak be, ji nû hêvî xwastin derdê te derman nake, ev hukmê dadgehê ye û pêwîste bête bicî anîn, çima mêrane namirî, te mêrane jîn kirye mêrane jî bimire, çira tu dilê dujmin bi xwe şad dikî, ew dujmin in û dê we li sêdarê bidin. Ev gotina mela kar lê kir, lewra rûnişt û dest bi nivîsîna wesyetnama xwe kir.
(A seyir Kiyomers Salih bahsê naveroka wesyetnama Sedir û Seyfî Qazî nekirîye, eger delîvek weha bo dilsoz û hevalên dîroka gelê Kurd peyda bibe di nêv erşîfxana leşkerê Îranê de deqê wan wesyetnaman vebînin û belav bikin).
Kiyomers Salih dinivîse: Dema wesyetnama xwe bi dawî anî ber bi meydana sêdaredanê birin, dema çavê wî bi leşên Qazî Mihemedî û Seyfî Qazî ketî rewşa wî aloz bû û dilgirtî bû, nikarî xwe li ser lingan bigre, neçar bûn her bi wê rewşê li himbêza serbazan şirîtê bikin stuyê wî, ew jî li sêdarê dan û karesata li sêdaredana hersê serdarên Kurd bi dawî hat.
Paş sêdaredana wan ew tirombêla em ji Tehranê anîbûn amade bû, hinekê ji meydana Çiwar Çira dûrtir rawestiya bû, pêştir tiştên me li tirombêlê hatibûn barkirin, desteka dûbare pêdaçûna dadgehê û ez û çend serbazek bi lez siwarî tirombêlê bûn û ber bi Miyadiwaw Tebrêzê birê ketîn. Se'et 10î sipêdê gehiştîne Miyandiwaw.

heci is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 14-12-2006, 01:03 PM   #4 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,333
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6802
Rep Puaný : 679644
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan


Qet min bawer nedikir ku berpirs û rêberên Kurdan hinde bi cerg û xîret û mêrçak in. Heya niha jî dengê Qazî Mihemed tête gohê min, dema digot: Xwedê sizayê mezloman ji zaliman bistîne, yan nirrîna Seyfî Qazî ku ew meydan dewr û ber pirr kirbûn, mist û pên li efser û serbazan didan, hemû li ber çavên min in û di mêşkê min de ne.
Min karî her ji dûr ve çend wêneyan bo bigirim û ez newêram xwe nizîk bikim, paş sêdaredana wan jî ji dûr ve min wênekê wan dema digelawîstî girt. Min bawer dikir, du'ayên Qazî Mihemedî wê qebûl bibin, lê nizanim kengî û çawa.
Hemû ev nivîsîna li serî ya li ber destên we, di jimare 61a Mahname ya leşkerî ya sala 1946 de bi vî awayî hatîye nivîsîn û çapkirin. Pêwîste nîşanê bi wê çendê bikim ku zor peregiraf û riste ji wesyetnamê hatîne reşkirin ku ez bawerim destkarî têde hatîye kirin, nemaze di wî beşî de yê şîretan li milletê Kurd diket, lê di wê namîlkê de ya bi navê Wêjename ya taybet û bi awayek nihênî bo efserên leşkerî û cihên taybet çapkirî. Hinek cîyên hatîne reşkirin, lê kêmtir û dadgehîkirina hersê Qazîyan bi timamî têde hatîye nivîsîn.
Di jimareka paştira di wê kovarê de serwan Kiyomers Salih dibêje: Bi behana dijî emnîyetbûna min Wêjename ya min jî destûrîya belavkirinê wernegirt. Herwesa di dawîya nivîsîna xwe de dibêje, Qazî Mihemedî ji mela re got: Sibe vê wesyetnamê û şîretên min bide xelkê bajarê Mahabadê. Qazî Mihemedî nivîsîna xwe da destê Mela, lê paş sêdaredana Qazîyan dadistanî nivîsîna Qazî Mihemedî ji melayê Kurd stand û da dest min û got, ev di paşerojê de wê bibe fitne (ajawe), vaye min jî di Wêjename de çapkir, lê li dawîyê pêşgirî li belavkirina wê hat kirin.
Pêwîste nîşan bi wê çendê bidim ku wesyetnama xanewadeyî (malbatî) û wesyetname û şîretên Qazî Mihemedî yên destnivîs, jibo gelê Kurd herdû di namexana leşkerê Îranê de hatîne parastin, anku di Bayeganî (arşîvxane) Nigarxaney Millî Stadî Arteş de digel hemû jimarên wê Mahnameyê û Wêjenameya Tackiyanî de ji bil van tevaya belgenamên dadgehîkirina efser û serkirdên serhildanê û şoreşên seranserî Îranê, bo nimûne tevaya naveroka dadgehîkirina efserên Xorasanê û Azerbaycanê û Qezwîn û Şîraz û Tehran û Esfehan û dadgehîkirina efserên Tudayî û serhildana leşkerê Şahinşahî û Norî Hewayî Cebhey Millî û layengirên Dr. Museddeqî û Sureyaya jina Şahî digel Erdeşêrê Zahidê kevne zavayê Şahê Îranê di wê namexanê de wek xwe hatîne parastin.

heci is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
Eski 14-12-2006, 01:06 PM   #5 (permalink)
 
Giriþ Tarihi: Feb 2006
Mesaj: 1,333
Üye No: 494
Cinsiyeti : Bay
Ýtibar Gücü: 6802
Rep Puaný : 679644
Rep Derecesi
heci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond reputeheci has a reputation beyond repute
Varsayýlan


spas ji bo lêkolîn û lêgerîna hevalan....

heci is offline  
Digg this Post!Add Post to del.icio.usBookmark Post in TechnoratiFurl this Post!Share on Facebook
 


Konu Araçlarý
Mod Seç

Gönderme Kurallarý
Yeni konular açabilirsiniz --> izin yok
Yanýtlar gönderebilirsiniz --> izin yok
Eklentiler gönderebilirsiniz --> izin yok
Mesajlarýnýzý düzenleyebilirsiniz --> izin yok

vB koduAçýk
SimgelerAçýk
[IMG] kodu Açýk
HTML kodu Kapalý
Trackbacks are Kapalý
Pingbacks are Kapalý
Refbacks are Kapalý

Benzer Konular

Konu Konuyu Baþlatan Forum Yanýt Son Mesaj
Qazî Muhammed !!!!! (ibret alıması gereken bir lider) berxwedan Hikayeler Efsaneler 7 27-08-2008 06:30 PM
Çîrokê Gelêrî- Hecî Mihemed Eliyê Qelþo rêwî Çiroken Kurdi 3 26-03-2008 12:37 AM
Mehabad(1946) Mirza Dirok 10 01-06-2007 08:52 AM


Forum saati Türkiye saatine göredir. GMT +2. Þuan saat: 06:55 AM .
(Türkiye için GMT +2 seçilmelidir.)


Powered by vBulletin Version 3.6.4
Copyright ©2000 - 2010, Jelsoft Enterprises Ltd.
SEO by vBSEO 3.3.0
Copyright ©2006 - 2010 Bydigi Forum ®, All Rights Reserved



Bir Forum sitesi olduðumuzdan, kullanýcýlar önceden onay almadan her türlü görüþlerini yazabilmektedir.
5651 Sayýlý Yasaya Göre, Yazýlanlardan dolayý oluþabilecek her türlü yasal sorumluluk, yazan kullanýcýlara aittir.
Yine 5651 Sayýlý Yasaya göre Sitemiz mesajlarý kontrolle yükümlü deðildir.
Sitemizde yasalara aykýrý herhangi bir durum görürseniz; Lütfen, bydigi@gmail.com adresine bildiriniz.
Bildiriminiz incelendikten sonra gereken müdahale yapýlacaktýr.